ş pêş  · 2015. 8. 16. · kurdî r. 14 rêzgirtin ji roja pêşmerge li bajar û gundên...

20
Decembera 2004’ê Zayînî Befranbara 1383’ê Rojî Hejmar:14 Kurd û hunera şanoyê R. 14 Civîna Entirnasiyonala Sosyalîst li bajarê Juhansborga Efrîqaya Başûr R. 5 Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rê û resma 26’ê Sermaweza îsal de: şmerge piştevanê gelê Kurdistanê ye Rojnameyeke siyasî û çandî ye Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê diweşîne Koma muzîka Kamkaran û zindîkirina hunera folklora Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê Kurdistanê de, rê û resmeke mezin û berfireh di binkeya Deftera Siaysî ya PDK Îranê de hate li darxistin. 26'ê Sermaweza îsal 20 sal ji diyarî kirina vê roja dîrokî û pîroz wekî Roja Pêşmergeyê Kurdistanê derbas dibe. Di wê rê û resmê de hevalê xebatkar Hesen Şerefî, Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê gotarek pêşş kir. Di gotara xwe de rêzdar Hesen Şerefî qala girîngiya wê rojê û taybetmendiyên Pêşmergeyê Kurdistanê kir û herwiha bal kişande ser rewşa niha ya Îranê û dîtin û helwêstên Partiyê li ser bûyer, guhartin û meseleyên girîng şirove kir. Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê û Berpirsê Komîsyona Siyasî-Nizamî di doma axavtina xwe de da eyan kirin ku Komîsyona Siyasî-Nizamî bi hinceta 20 saliya li nav kirina 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmerge, lewheke rêz û qedirgirtinê bi sedan hevalên Pêşmerge amade kiriye ku 20 sal yan zêdetir ji 20 salan di çepera pîroz ya Pêşmergatiyê de bo armancên gelê Kurd û PDK Îranê xebatê dikin. Di wê rê û resmê de tenê wek sembolîk ew xelat ji du Pêşmergên dêrîn re hate pêşş kirin. Di doma rê û resmê de, Peyama Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê û çend helbest û pexşan di pesna kesayetiya mezin ya Pêşmerge de hatine xwendin. Herwiha çend sirûd û stranên şad û şoreşvanî ji aliyê hunermendên Pêşmerge ve hatin pêşş kirin. Di pişkeke din ya wê rê û resmê de, Komîsyona Lêkolîn û Erdhejeke xurt di çend welatên Başûra Rojhilata Aasiyayê de R. 10 Bi destve anîna mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya Îranekî Demokratîk û Federalî de Perwerdeya Partiyê ji wan Pêşmerge û ciwanan re ku di pêşbirkeyên werzişî de serkevtin bi dest anîbûn, xelat pêşş kir. Deqa gotara birêz Hesen Şerefî di rûpela 2 ya vê hejmara Agirî de dikeve ber çavê we xwendevanên hêja. şniyarbiryara Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dijî Îranê derheq bin pê kirina mafên mirovan Keremê Seyad, xebatkarê Radyoya Kurdî ya Erîvanê di hevpeyvînek taybet tevî Agirî de Rûpela 12 Civata Giştî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hikûmeta Îslamî ya Îranê bi bin pê kirina mafên mirovan hate mehkûm kir. Rûpela 10 www.arsivakurd.org

Upload: others

Post on 29-Mar-2021

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

Decembera 2004’ê Zayînî Befranbara 1383’ê Rojî

Hejmar:14

Kurd û hunera şanoyê R. 14

Civîna Entirnasiyonala Sosyalîst li bajarê Juhansborga Efrîqaya Başûr R. 5

Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rê û resma 26’ê Sermaweza îsal de:

Pêşmerge piştevanê gelê Kurdistanê ye

Rojnameyeke siyasî û çandî ye Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê diweşîne

Koma muzîka Kamkaran û zindîkirina hunera folklora Kurdî R. 14

Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7

Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê Kurdistanê de, rê û resmeke mezin û berfireh di binkeya Deftera Siaysî ya PDK Îranê de hate li darxistin. 26'ê Sermaweza îsal 20 sal ji diyarî kirina vê roja dîrokî û pîroz wekî Roja Pêşmergeyê Kurdistanê derbas dibe.

Di wê rê û resmê de hevalê xebatkar Hesen Şerefî,

Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê gotarek pêşkêş kir. Di gotara xwe de rêzdar Hesen Şerefî qala girîngiya wê rojê û taybetmendiyên Pêşmergeyê Kurdistanê kir û herwiha bal kişande ser rewşa niha ya Îranê û dîtin û helwêstên Partiyê li ser bûyer, guhartin û meseleyên girîng şirove kir.

Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê û Berpirsê

Komîsyona Siyasî-Nizamî di doma axavtina xwe de da eyan kirin ku Komîsyona Siyasî-Nizamî bi hinceta 20 saliya li nav kirina 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmerge, lewheke rêz û qedirgirtinê bi sedan hevalên Pêşmerge amade kiriye ku 20 sal yan zêdetir ji 20 salan di çepera pîroz ya Pêşmergatiyê de bo armancên gelê Kurd û PDK Îranê xebatê dikin. Di wê rê û resmê de tenê wek sembolîk ew xelat ji du Pêşmergên dêrîn re hate pêşkêş kirin.

Di doma rê û resmê de, Peyama Yekîtiya Jinên

Demokrat a Kurdistana Îranê û çend helbest û pexşan di pesna kesayetiya mezin ya Pêşmerge de hatine xwendin. Herwiha çend sirûd û stranên şad û şoreşvanî ji aliyê hunermendên Pêşmerge ve hatin pêşkêş kirin. Di pişkeke din ya wê rê û resmê de, Komîsyona Lêkolîn û

Erdhejeke xurt di çend welatên Başûra Rojhilata Aasiyayê de R. 10

Bi destve anîna mafên neteweyî yên gelê Kurd di çarçoveya Îranekî Demokratîk û Federalî de

Perwerdeya Partiyê ji wan Pêşmerge û ciwanan re ku di pêşbirkeyên werzişî de serkevtin bi dest anîbûn, xelat pêşkêş kir.

Deqa gotara birêz Hesen Şerefî di rûpela 2 ya vê hejmara Agirî de dikeve ber çavê we xwendevanên hêja.

Pêşniyarbiryara Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dijî Îranê derheq bin pê kirina mafên mirovan

Keremê Seyad, xebatkarê Radyoya Kurdî ya Erîvanê di hevpeyvînek taybet tevî Agirî de Rûpela 12

Civata Giştî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî hikûmeta Îslamî ya Îranê bi bin pê kirina mafên mirovan hate mehkûm kir. Rûpela 10

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 2: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

@

SIYASÎ

Cihgirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê di rê û resma 26’ê Sermaweza îsal de:

Pêşmerge şoreşvanên çekdar yên Kurd û xwedî bîr û raman in ku di xebat ji bo demokrasî, azadî û misoger kirina mafên neteweya xwe de ji hemû metodên tekoşînê mifahê werdigirin@

Hevalên xweştivî ! Xûşk û birayên hêja! Îro 26'ê Sermawezê,

roja Pêşmergeyê Kurdistanê ye. Herwiha 26'ê Sermaweza îsal, 20 sal bi ser diyarîkirina vê rojê re wek Roja Pêşmergeyê Kurdistanê derbas dibe. Bi hinceta her du hilkevtan ez ji aliyê Deftera Siyasî a PDK Îranê ve pîrozbahiya xwe pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê û bi taybetî Pêşmergeyên emegnas û şorişvan yên PDK Îranê dikim. Li roja hurmet girtin ji Pêşmergan bi hemû taybetmendiyên xwe ve, baskirin li ser hemû xasmaniyên Pêşmerge di çend dêran de û di çend deqeyan de ne dibe û ne jî cih digire. Lê bi berhevdanekê em

azadiyê de rola erênî û ber bi çarv ya xwe bilîze. Ji bo şol wekî kar, Pêşmergayetî ne hilbijartî ye, berevaj, şol, jiyan û xweşiyên jiyanê, nemaze xweştiviyên xwe jî bi cih hêlaye, ji bo wê ku jiyaneke xweş û bextewerane û azad ji bo gel û neteweya xwe misoger bike. Parêzvanê deshilata dîktatoriyê nine. Berevajî vê çendê li dijî dîktatorî û zordariyê rabûye. Ne tenê tepeseriya xelk û azadîxwazan nake, belkî piştevanê xelkê û azadîxwazên welatê me û gelê Kurdistanê ye.

Her wekî ku min îşare pê kir Pêşmerge di xebata gelê Kurd û di metodên cur be cur yên xebatê de pêşeng e, lê eger di pêvajoya vê xebatê de

dikarin îşare bi parek ji wan taybetmendiyên bilind bikin ku Pêşmerge pê hatiye nasîn û rûçikê Pêşmerge pê re tête naskirin.

Yên ku neyarên Pêşmerge, neyarên bîr û ramana pêşmerge ne, yan jî neyarên Pêşmerge û û bîr û ramanên wî ninin, lê tevî Pêşmerge, erkên Pêşmerge, taybetmendiyên Pêşmerge ne hevnas in, renge wisan bifikirin ku karê Pêşmerge tenê karê leşkerî ye, wekî hemû ew kesên ku karê leşkerî dikin û di refên Artêş û Sipaha welatan de cihgir bûn. Yên ku parek ji wan bi neçarî hatine girtin, parek ji wan jî wekî pîşe û şol hilbijartine û ji bo bidestxistina bijîva jiyana xwe ber bi wî karî hilkişiyane, renge çaxê ku em vê basê bînin ser van Artêşên ku di bin deshilata rejîmeke dîktator û zordar de kar dikin, bêjin ku erkê

berevanî û parastina dîktatoriyê jî bi wana hatiye spartin û rêya tepeserkirina azadîxwazan û xelkê hînî wana kirine. Lê gelo Pêşmerge "nîzamî kareke" wiha ye? Ewên ku navê Pêşmerge bihîstine û ji nêzîk ve tevî Pêşmergan rabûn û rûniştin kirine, piraniya wan hest bi taybetmendiyên Pêşmerge dikin, ew erkên ku Pêşmerge dimeşînin li berçav digirin. Dizanin ku Pêşmerge şoreşvanên çekdar yên Kurd û xwedî bîr û raman in ku di xebat ji bo demokrasî, azadî û misoger kirina mafên neteweya xwe de ji hemû metodên tekoşînê mifahê werdigirin. Pêşmerge bi neçarî di refên Pêşmergayetiyê de cihgir nebûye, ji ber ku bi dilxwazî ev rêya hilbijartiye, bi bîr û bawer hilbijartî ye, ji bo wê ku di pêvajoya xebat ji bo gihîştin bi

şer bi ser de hatibe sepandin, neçar hatibe kirin berevanî ji man û heyîna gelê xwe bike, berevanî ji keramet, şeref û namûsa gelê Kurdistanê bike û di vê berevaniyê de metoda xebata çekdarî birêve biribe, em dibînin ku di vê qadê de çiqas çeleng bûye, çiqas xortê meydanê bûye çende fidakar bûye. Di rex vê de jî em dibînin ku di qada şer de û di bin zext û givaşa êrîşên top û bombebaranan de qet demargirjî bi ser mentiq û pirensîpên Pêşmergayetiyê de zal nebûye û tu car ji pirensîpên mirovî dûr neketî ye. Di riftarên mirovî tevî êxsîrên şer de, pena negiritn di cih û mekanên kesên sivîl û bê berevan de, ji van pirensîpane bûn ku Pêşmerge di

2@

Birêz Hesen Şerefî, Cigirê Sekreterê Giştî yê PDK Îranê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 3: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

SIYASÎ@Doma axavtina Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê di rê û resma 26’ê Sermawezê, Roja Pêşmergeyê Kurdistanê

pêvajoya xebata xwe ya çekdarî de jî berçav girtine. Ku wisan e teybetmendiyên Pêşmerge her di çekdarbûn û karê leşkerî yê wî de ninin. Xasmaniyên Pêşmerge xwe di bîr û baweriya wî didine xuya kirin. Taybetmendiyên Pêşmerge xwe ji wê fidakariyê ku bi qasê xwe gihandiye nîşan dide, yanî canê xwe gorî kiriye, yan jî amade ye di pêxema azadî û mafên neteweyî yên xwe de xwe gorî bike. Şorişvaneke/a bi van taybetmendiyane ve, xorteke/a gelê Kurd, azadîxwazeke/a Kurd bi van xasmaniyan ve, heq e rojek jêre bihête bi nav kirin.

Ger ez bixwazim rola berbiçav û geş a Pêşmerge di pêvajoya xebata Kurdî de bi kurtî bînim ber bas, dibêjim ku me guman têde nine ku dujminên Kurd li her cihekê, li her parek ji Kurdistanê, kompiloyane hatine pûç kirin, Kurd zindî û azadîxwaz ma ye. Sebeba vê zindî manê û azadîxwaz manê çî ye? Di xebatekê de ye ku gelê Kurd û gelê Kurd li her parek ji Kurdistanê li dijî zordarî, maf bin pê kirinê de birêve birine. Em dibînin ku di pêvajoya vê xebatê de jî Pêşmerge di çepera herî pêş de bûye û sîngê wî li hemberî her êrîş û metirsiyekê de ku berengarê neteweya wî hatiye û wekî mertal (super) bûye. Di vê çeperê de fidakarî, çelengî û emegnasiya xwe bi pileya herî bilind gehandiye. Lewra Pêşmerge remz û sembola vê xebatê ye. Remz û sembola vê xebatê jî, heq e ku rojek wekî roja Pêşmerge bihête binav kirin.

Lêre de û di vê boneyê de ez bi hewce dizanim û hetanî bi erk jî dizanim sipasiya PDK Îranê bikim ku 20 sal berî niha û berî her hêz û aliyeke din hest bi hurmet girtin ji Pêşmerge kiriye û rojek bi navê Pêşmerge nîşan kiriye. Lê kîjan roj, roja Pêşmerge ye? Ger pîvan ji bo diyarî kirina roja Pêşmerge eva be ku di vê rojê de Pêşmerge cangorîtî kiribe, hemase afirandibe, fidakarî ji xwe nîşan dabe, eva dibe navê hemû rojeke salê Rojan Pêşmerge be, çimkî tu

rojek nine ku Pêşmerge di cih û kunceke Kurdistanê de hemaseyek ne afirandibe, serketin bi dest ne anî be, berxwedaniyek ji xwe nîşan nedabe. Lê ji bo wê ku hemû xelkê Kurdistanê tevî wê ku hertim divê rêz ji Pêşmerge bigirin, emegdariyê li hember fidakariya Pêşmerge nîşan bidin û di rojeke wek îro de hemû bi hevre li hemberî navê bilind yê Pêşmerge serê rêz û hurmetê bitevînin, PDK Îranê roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê Kurdistanê diyarî kiriye.

Çima 26'ê Sermawezê? Çunkî ev roje hilgirê du peyamên dîrokî bo gelê me ye. Di vê rojê de û di

de hinekê balê bi ser rewşa hundir a welatê xwe bikişînin, em dibînin ku mixabin rejîma Komara Îslamî her wekî caran deshilata dîktatorî ya xwe didomîne. Pêvajoya serkut kirina xelkê Îranê û azadîxwazên Îranê hêj didome û xurttir jî bûye. Rejîmê ne tenê çi gavek ji bo başkirina jiyana xelkê, misoger bûna mafên gelên Îranê û xistine yekdest kirina rejîmê ye, yanî nemaze tab nekirina ewên ku navê guhartinxwazan li ser xwe danabûn û bo dirêj kirina jiyê rejîmê hinek soz û peyman didan û bas ji hin guhartinan dikirin; bo wê ku nerazîbûna xelkê kêm bikin û neyariya gel li hemberî rejîmê kêm bikin, lê rejîmê taba vana jî nekiriye. Taba yên din jî di vê derheqê de nake. Lê min pê xweş e di vê hilkevtê de îşare bi du pirsan bikim ku van rojane zaf bas jê tê kirin. Yekem ew li hev kirine ye ku derheq bernameya Etomî ya Îranê û dewlemend kirina Uranyûmê di navbera Komara Îslamî û sê welatên Ewropayî û Ajansa Enerjiya Etomî qirar e bihête girêdan. Aliyên vê pirsê kê ne e? Amerîka û hevalbendên wê nigeranê wê yekê ne ku rejîmeke serkêş wekî Komara Îslamî çekên Etomî bidest bixe, dostên wan û qazancên wan li dûr û nêzîk tûşî tirsê bike. Aliyek din Ewropayî ne, eger ji aliyekê nîşan didin ku wan hest bi vê tirsê kiriye û heya qasekê jî hevdengiyê tevî Amerîka û welatên din (ku nigeranê vê meseleyê ne) dikin, ji aliyekî din ev zext û givaşa ye ku bi ser Komara Îslamî tînin, heke pişkek ji wê taybet bi nigeranî û hevdengî tevî Amerîka be, pareke din jî ji bo parastina vê rejîmê ye bo wê ku tûşî şaşî û rewşeke wiha nebe ku di wê rewşê de berjewendî û qazancên Ewropayiyan di Îrana bin deshilata Komara Îslamî de bikeve ber tirsê. Komara Îslamî a Îranê jî wekî aliyeke vê pirsê cehdê dike vê meselê bidest ve anîna dem û delîveya zêdetir û kêm kirina zextê li ser xwe kêm bike.

sala 1324'ê Rojî de cîwarê rejîma Pehlewî li bajarê Mehabadê hate xir kirin û delîve ji bo avakirina hikûmeteke Kurdî bi awayê Komarî hate xweş kirin. Ev kare jî bi destê Supaya Milî a Kurd hate kirin ku paşan navê pîroz yê Pêşmerge li ser hate danîn. Duyem di vê rojê de Ala Kurdistanê ku remz û nîşana zindî mayîna gel û neteweya Kurd e hate bilind kirin. Yanî du armancên sereke yên Pêşmerge wek remz û sembola xebatê di vê rojê de bi cih hatin. Ku wisan e, jêhatîtirîn roj bo Roja Pêşmerge, roja 26'ê Sermawezê ye. Him bi xwe hilgirê van peyamên dîrokî ye, him Pêşmerge têkoşerê bidestve anîna van armancane ye. Navê Pêşmerge li 26'ê Sermawezê pîroz be, 26'ê Sermawezê jî wekî Roja Pêşmerge ji Pêşmergeyên Kurdistanê pîroz be.

Hevalên xweştivî! Ger em bixwazin di vê boneyê

3

Dîmenek ji rê û resma 26’ Sermawezê

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 4: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî SIYASÎ

dikare çavkaniya guhartinan be. Lê gelo Refrandom, ew Refrandome ye ku xelkê Îranê û azadîxwazên Îranê dixwazin?

Em li ser vê baweriyê ne ev Refrandome ku di bin deshilata Komara Îslamî de birêve biçe, du pirisgirêkên bingehîn hene, yek eva ye ku hewcehî bi pejirandina Rêber û Weliyê Feqîh heye ku ew jî ne tenê her nake, Xatemî jî dema xwe got ku her kes bas ji Refrandomê bike xayîn e! ku wisan e îmkaneke zor lawaz - ger em nebêjin her nine - bo razîbûn di gel Refrandomê di Komara Îslamî de berçav dibe. Lê eger hat û tişteke wiha îmkaneke lawaz jî hebe, guman têde nine Refrandomek ku di bin deshilata Komara Îslamî de birêve biçe, encama dilxwaz a xelkê nabe, ne ji ber wê ku xelk naxwaze rejîm bihête guhartin, guhartin bi ser rejîmê de bihêt yan guhartin bi ser Qanûna Bingehîn de bihêt, ji ber vê ku beyav û derfeta derbirîna bîr û rayên azad di bin hakimiyeta Komara Îslamî de nine. Nemaze eger saziyeke navnetewî jî zêrevaniyê bi ser de biket, zêrevan çend kes dibin? Li kîderê tên? Dê li kîderê cihgir bin? Çawa dê zêrevaniya wan hemû bajêr û cihane bikin? Çawa dê bikare zêrevaniya hemû dezgeh û saziyên tepeserkar û Supa û Besîc û… bikin ku Komara Îslamî bo gihîştin bi meremên xwe pêk anîne. Ku wisan e, Refrandom wî çaxî dihête kirin ku Komara Îslamî nema be, xelkê Îranê ji bo diyarî kirina terzê deshilat û hîmdana Yasaya Bingehîn birêve bibin. Em û hemû hêzên din yên azadîxwaz bi cih e ji bo hiloşandina rejîma Komara Îslamî destê hevkarî û hevdengî di xebatê de bi hev re bidin. Bo me gelê Kurd berî hemû tiştekê hewce ye hevxebatiya xwe tevî gelên din yên Îranê ku wekî me hest bi bê mafî û bin pê kirinê û nebûna azadiyê dikin xurt û berfirehtir bikin.

Di gel hêzên seranserê Îranê de zêdetir li peywendî û pevre nêzîkbûn û bi hevre nêzîk kirinê de bin û ji vana jî girîngtir di Kurdistanê de tevî hêzên Kurdistanî zêdetir hevxebatiyê û hevkariyê bikin û bi yek

Doma axavtina Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê di rê û resma 26’ê Sermawezê, Roja Pêşmergeyê Kurdistanê

Ger ev rejîme amade bûye

peymaneke wiha bipejirîne, eyankerê vê ye ku her dem ev rejîme hest bike ku hebûna wê di xeter û tirsê de ye, renge her zirûf û her peymaneke nedilxwaze xwe jî bipejirîne. Lê eger li hev kirinek bi vî awayî û di vê derheqê de ser bigire (ku ji serkevtinê re nêzîk e) bo me xelkê Îranê çi xweşiyek û çi qazancek yan çi nigeraniyek li peyre heye? Em naxwazin ku destê rejîma Komara Îslamî a Îranê bi çekên Etomî bigihîje. Ji ber ku em dizanin ku dê hinde têkderiyê bike, hetanî welatê me berengarê rewşeke nejêhat û nedilxwaz bike. Lê heger di vê li hev kirinê de xal û biryarên wiha hebin ku hin ji van şert û mercên ku Komara Îslamî a Îranê ji bo qebûl ragirtina biryara dewlemend kirina Uraniyûmê aniye holê, ji aliyê Ewropayiyan û bi giştî Rojavayiyan bihête pejirandin, ku yek ji van çavmiqandin ji Komara Îslamî derheq bin pê kirina mafên mirovan de be, ne şermezar kirina vê binpê kirinê ji aliyê Rojavayiyan e, eva ji bo me cihê nîgeraniyê ye. Em hêvîdar in ewên ku aliyên hember yê Komara Îslamî ne, di îmza kirina vê li hev kirinê de, amade nebin mafên mirovan û azadiya xelkê Îranê û xebata xelkê Îranê bi wî karê xwe lawaz bikin û goriyê berjewendiyên xwe bikin, îca çi ji bo tirsa dûrketin ji Amerîka û welatên hevbîr, çi ji bo qazanc û berjewendiyên bazirganî û tecariyên Ewropa be.

Pirsek din ku van rojane bas jê tê kirin meseleya Refrandomê ye. Ev denge ji aliyê hin kesan ve ku reformxwaz in, bilind bûye, yên ku heyamekê xelkê Îranê yan baştir e em bêjin hin kesên xweşbawer bi xwe ve mijûl kiribûn ku di rejîmê de dê guhartinan pêk bînin, yan di nava rejîmê de baskek heye ku bîr ji qazanc û berjewendiyên xelkê dike. Min pê xweş e evê bibêjim ku ev baska yan ev aliye

ji deshilatdarên rejîmê, ne bawer bi soz û axavtinên xwe hebûne û ne jî çi baweriyek bi azadî, demokrasî û mafên gelên Îranê bi vî awayî ku gelên Îranê lê tê digihîjin hebûne. Eyankerê vê yekê jî, gotinên Xatemî ne ku di roja 16'ê Sermawezê de di civîna xwendekaran di Roja Xwendekar de li Tehranê kirin. Xatemî di axavtina xwe de anî ziman ku ez xwe qerdarê tu kesê nizanim! Çi qiseyeke neberpirsane; yanî ew li hember dana wan 22 Milyon dengan qerdar û berpirsyar nine hilbijartin,ji ber ku ji baska din Serok Komar nehête hilbijartin. Wî jî parek ji wan dengane bi wan soz û peymanane wergirtibû ku bi xelkê re dabûn. Piştre dibêje: "Eger ez ji soz û peymanên xwe paşdekişiya me, ji ber parastina qazanc û berjewendiyên Komara Îslamî bûye". Wateya vê gotinê çî ye? Yanî eger qirar be Xatemî û alîgirên wî (ew guhartinxwazên ku ew alagilgirê wan bû) di navbera berjewendiyên komara Îslamî a Îranê û daxwaz û azadiyên xelkê Îranê û parastina mafên xelkê Îranê de serpişik bin, yan jî neçar bin yek ji vana hilbijêrin, ew dê berjewendiyên Komara Îslamî hilbijêrin û bi pûte û bihagirantir bizanin. Niha ev denge dîsan ji wê gewriyê tête der ku karta guhartinxwaziyê hate şewitandin û karta Refrandomê derkete holê. Dîtina me wekî PDK Îranê hember vê Refrandomê ku niha hatiye rojevê çî ye? Em Refrandomê li nefsa xwe û di zirûfa jêhat a xwe de bi tiştek baş dizanin, bi tişteke demokratîk dizanin ku

4@

Komek Pêşmerge di halê xwendina sirûda şoreşvanî

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 5: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê RojîSIYASÎ@Beşdariya nûnerê PDK Îranê di civîna Entirnasiyonala Sosyalîst de li bajarê Juhansborga Efrîqaya Başûr

Doma axavtina Cihgirê Sekreterê Giştî yê Partiyê dirê û resma 26’ê Sermawezê, Roja Pêşmergeyê Kurdistanê

çax û di yek dem de li hemberî rejîmê û di kom û civatan de bipeyivin.

Ez axavtina xwe kurt dikim û di dawiyê de îşarê dikim ku Komîsyona Siyasî-Nizamî a Partiya me bi sedema bihorîna 20 sal bi ser diyarî kirina roja 26'ê Sermawezê wek Roja Pêşmergeyê Kurdistanê, lewheke qedrgirtin û sipasiyê ji bo hemû ew hevalane ku 20 sal yan zêdetir ji 20 salan di refa Pêşmergayetiyê de bûne û fidakarî kirine û jiyê xwe di vê rêyê de bi ser birine, amade kiriye. Lê ji ber wê ku bi xweşî ve hejmara van kesane di Partiya me de pir zaf in, keys û derfet nine ku yek bi yek bihêne gazî kirin û li vir ev sipasname û "teqdîr name" ji wan re bihête pêşkêş kirin, di doma rê û resma îro de wekî sembolîk bi çend kesan re tê pêşkêş kirin û yên mayî ji rêya organa wan dê bigihîje destê wan û ji wan re bihête pêşkêş kirin.

Carekî din roja Pêşmerge ji hemû Pêşmergeyên Kurdistanê û bi taybet Pêşmergeyên Partiya Demokrat pîroz be

Silav ji Pêşmerge tekoşerên xwedî bîr û bawer yê Kurd, cihgir di çepera pêş a xebatê de

Silav ji malbatên şehîdan ku ezîztirîn kesên xwe di pêxema xebat ji bo azadî û mafên neteweyî yên Kurd de gorî kirine

Silav ji xelkên pişt û piştevanê hertim û heta heta yê Pêşmerge

Silav ji Partiya Demokrat afrîner û diyarî kerê Roja Pêşmergeyê Kurdistanê bi merema rêz û hurmet girtin ji Pêşmerge û fidakarî û bîr û bawerên wî

Sipasiya hemû aliyekê dikim, carekî din ev hilkevte ji hemû aliyekê pîroz be

Her şad û serbilind bibin.

@

Di rojên 15 û 16'ê Novembera 2004'an de li ser deweta Kongireya Neteweyî ya Efrîqayê (ANC) civîna Şêwra Entirnasiyonala Sosyalîst li bajarê Juhansburg ya Efrîqaya Başûr hate lidarxistin.

Tewera sereke ya civînê Ewleviyetên Bizava Entirnasiyonala Sosyalîst bû ku ew xalên jêrîn ji xwe girtibû:

1: Yekîtiya Efrîqayê û peydakirina bersîva hevbeş ji bo bersîvdan û çareserkirina arîşe û pirisgirêkên gelên wê Qareyê.

2: Meseleya cudahîdanan derheq bi jinan

3: Meseleya geşandina berdewam

Civîn bi gotinên birêz Jakob

Zûma, Cîgirê Serok Komarê Efrîqaya Başûr destpê kir. Wî tevî bi xêrhatin kirina pişikdarên civînê û rêzgirtin ji bîranîna Yasir Erefat Serokê Dewleta Filistînê, bi kûr û berfirehî li ser tewerên diyarî kirî axivî û bas ji girîngî û hewce bûna wan xalên jêrîn kir û wekî pirisgirêkên sereke dan zanîn:

1: Hewl û xebatên cîhanî ji bo kêmkirina derfet û radeya nava hejar, belengaz û serwet û heyînê.

2: Diyarî kirin û dana qeran bo welatên hejar û feqîr wekî hewcehiyeke bê lêre û wêde bihête berçav girtin, ji bona wê çendê ku bikarin arîşe û pirsgirêkên civakî û aborî yên xwe çareser bikin.

3: Pêwîstiya pêk anîna reforman di pêkhateya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de û herwiha sazî û dezgehên ser bi wê rêxistinê. Bi awayekê ku êdî tenê ew pênc hêzên mezin xwedî biryar nebin û ewên din jî bikarin derheq kar û bar û pirsên navneteweyî dîtin û nêrînên xwe bidin xuya kirin û rola wan hebe.

4: Xebata mukûm û bê rawestan dijî cudahîdanan derheq jinan û çêkirin û pêkanîna rewşekê ji bo pişikdarî kirina wan di hemû warên jiyana îdarî, aborî, çandî û bi taybet di warê siyasî de.

Di doma rûniştinê de serokê Entirnasiyonala Sosyalîs, birêz

Antonyo Gotrîs tevî deqeyekê bêdengî kirin bo rûmet girtin ji bîranîna Yasir Erefat û xebataw di pêxema bi destve anîna azadiyê û mafên gelê Filistînê de, hêvî xwast ku her du aliyên pirsgirêkê, serbarê ew hemû talî û dijwariyên ku di dema derbasbûyî de tûşî wan bûne, bikarin bi awayekî siyasî û aştîxwazane bigihîjine encameke baş. Birêz Gotrîs di doma axavtina xwe de tevî pejrandina gotinên Jakob Zûma, îşare bi bin pê kirina mafên mirovan, gerimbûna hewa, meseleya jîngehê, kêm bûna avê, herwiha nexweşiyên Malariya û Îdz (AIDZ)ê kir û nemaze di welatên Efrîqayê de hebûna wan xuya û berçav e.

Di wan du rojên civînê de, hejmareke din ji berpirsyarên Partiyan û kesayetiyên pişikdar yên wê civînê, derheq wan basan axivîn û piraniya wan bi rêzdaran Zakob Zûma û Antoniyo Gotrîs re hevbîr bûn û li ser pêşdeyî (ewlehiyet) yên cîhana serdem û nû tekez kirin.

Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê

PDK Îranê ve, birêz Dr. Xusro Ebdulahî, endamê Bîroya Têkiliyên Navneteweyî yên Partiyê di vê civînê de pişikdar bû. Wî tewî serokê E.N û Sekreterê wê, birêz Loyîs Eyala û hejmarek ji kesayetî û endamên partiyên ku di vê rêxistinê de endam in, hevdîtin pêk anî.

Birêz Dr. Xusro Ebdulahî gotareke nivîsî di bin navê Rewşa maf û azadiyan di Îranê de pêşkêşî beşdarên civînê kir.

5

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 6: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

SIYASÎ

Gelên welatê me êdî nayên xapandin

Gelên welatê me bi hêviya gor bi gorkirina deshilsata reş û biyom a rejîma 2500 saliya Paşatiyê û cîgirkirina azadî û demokrasiyê di welat de serî hildan û bi rêtina xwîna bi dehan hezar kesî ji xortên xwe, şoreşa sala 1979'an serxistin. Şoreş bi wateya pêkanîna

guharîneke bingehîn û rehînî di pêkhata hikûmeteke dîktator û dijîgelî de ye, ku ew hikûmeta dîktator ciyê xwe dide hikûmeteke demokratîki û gelî li ser xwest û vîna gelên welat. Lê mixabin ne tenê çi guherînek bi qazancê gel û welat pêk nehat, belkî eva nezîkî 26 sala ye ku ev rejîma bi zora çekê û kuştin û qirkirinê hikûmetê diket.

Belê di hikûmetekê de ku deshilatdarên wê xwe bi alîgirê Îslamê di cîhanê de dizanin, ne tenê ji edaletê çi xeberek nine, belkî gelên welatê me di bin zulm û zordariyê de dinalînin.

Di rastî de nifşa niha ya genc çawaniya şoreşê tenê di pirtûkan de xwendiye û ji dê û baban bihîstine, nifşa ciwan ya niha seba evê ku nifşeke serwext û zana ye û cîhana pêşkevtî bi çavê xwe dibînin, nikare bêdeng bimîne û daxwaza civakeke azad û demokratîk neket. Çimku azadiyê bi mafê her mirovekî dizane. Mirov azad ji dayîk bûye û mafê azad yê jiyanê heye. Lê mixabin di welatê me de çi bihagiraniyek bi daxwaz û xwastekên nifşa ciwan re nayête dan. Di halekê de ku nifşa ciwan

di her welatekî de bişkuja pêşeroja wî welatî ye. her welatekê ku hejmara ciwanan kêm be, ew civak bi civakeke nesax tête hesibandin. Li gorî rapora Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nêzîkî yek Milyar ciwan di seranserê cîhanê de dijîn, ku %80 ji ciwanan di welatên pêşkevtî de ne. Lê di welatê me de Melayên deshilatdar ji nifşa ciwan bo gihîştin bi armancên xwe yên pîs û qirêj mifahê werdigirin.

Erê gelo rastî ev rewşa dê hetanî kengê bidome? Gelê welatê me hetanî kengê li hember ev hemû zulm û zordariyê de, dê bêdeng bimînin?

Rastî nabe ji nişkêve deshilatdarên rejîmê sûça vê hemû bêdadiyê di welat de bêxne stûyê bi gotina wan xwe, xulamokên rejîma Paşayetiyê, Amerîka, Rojavayiyan, Soviyetistana berê, dujminên Îslamê û yan jî cudahîxwazan?

Di rastî ew bi xwe sebebkarê bingehîn yê tev arîşe û girêpêçkan di Îranê de ne. Ji girtina welatperêzan bi guneha cudaxwaziyê ve bigire, heta ku digihîje palûnkirina zanîngehan ji kesayetiyên pispor û têgehiştî, girtina rojnamevanan, îdama azadîxwazan û hwd…. Evna hemû bûne sebebê vê ku welatê me ji karwanê pêşketinê paşve bimîne. Belê eva ye

rewşa welatekê ku tê de dîn û dewlet bi hevre hikûmetê dikin.

Lê di rastî de niha ne serdemê deshilatdariya "Mutleq" ya Kilîsayan e, ne serdemê Kuruş, Sasaniyan, Sefewiyan û Qacaran e, ku gelên welat nezanin mafê neteweyî û azadiyên demokratîk çi ne. Niha ne jî serdemê şerê Îran û Îraqê ye ku xelk bi dirûşma Rêya Qudsê ji Kerbelayê re derbas dibe, bêne xapandin û xwe bidne kuştin, taze êdî xelk bi destewajeyên wekî "Umetê Wahidê Islam" û "Miletê Îranê" nayên xapandin. Gelên welat taze êdî hatine ser vê baweriyê ku di çarçoveya Komara Îslamî a Îranê de, pêkanîna reformên demokratîk di yasaya bingehîn de, bi awayekê ku pirsa neteweyî a gelên bindest di welat de bête çareser kirin û demokrasiyeke bi wateya rastîn cîgir bibe, ne mumkin e, û tenê rêya demokratîzekirina welat hilveşandina rejîma nehs û biyom ya Komara Îslamî a Îranê ye.

Şehab Xalidî

6@

Îran di civîna welatên cîran yên Îraqê de pişikdariyê naket

Hemîdriza Asefî, Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, roja 26.12.2004'an di civîneke Rojnamevanî li Tehranê, eyan kir ku Kemal Xerazî di civîna pêşîn ya dewletên cîranê Îraqê di Emana Paytexta Urdunê de pişikdariyê naket. Herwiha Asifî anî zimên ku çi şandên din jî ji Tehranê beşdariya civîna han nakin. Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê sedema beşdarî nekirina Kemal Xeraxî di civînê de neda xuya kirin.

Karnasên siyasî dibêjin sedema

vê beşdarî nekirinê, axavtina nû ya Melik Ebdulayê Duyem, Paşayê Urdonê ye ku Îran bi destêwerdan di kar û barên hundir yê Îraqê de mehkûm kiriye. Melik Ebdula tîne zimên ku Tehran di hewla pêk anîna Komareke Îslamî di Îraqê de ye û xebatê dike ku hikûmeteke alîgirê xwe li Îraqê bîne ser kar.

Rayedarên Amerîka û Îraqê,

Îranê bi maytêkirin di kar û barên hundir yê Îraqê mehkûm dikin.

Jêder: Radyoya Ferda, 27.12.2004

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 7: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

Birêveçûna Konferansa:

Urmiye di bizava neteweyî ya Kurd da

SIYASÎ

Örebro – Swêd: Bi Beşdariya hejmareke zor ji kesayetî û perêziyên siyasî, ronakbîrî, kulturî û endamên saziyên Kurd û herwiha beşdariya hejmareke zaf ji xelkê ji rêya Paltalkê, Konferansa Urmiye di bizava neteweyî ya Kurd da, di roja çarşem 22.12.2004’an de hate meşandin.

Mijarên konferansê ji 2 beşan

pêk hatibû: 1. Coxrafî û Dîrok, 2. Siyasetên Komara Îslamî ya Îranê li herêma Urmiyê û hereketa Pan Turkîstan li dijî nasnameya Kurdistanî ya herêmê. Konferans ji aliyê xebatkarê navdar û Peşmergeyê dêrîn Mamosta Hesen Şîweselî hate vekirin.

Di axaftinên vekirina

konferansê de, birêz Şîweselî di gel pîrozkirina konferansê ku hevdem bû di gel roja ji dayik bûna rêberê karîzma yê gelê Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo, li ser giringiya Urmiyê ji bo Kurdistanê û şoreşvanî û xebatkariya xelkê deverê axivî. Navbirî herwiha amaje bi pîlanên Komara Îslamî kir ku di deverê de dijî Kurdan û bo ji navbirina netewa Kurd di vê deverê de anî ser ziman.

Ev babetên derbarê wê

mijarê hatin berbas bi vî awayî ne:

Mijara Giringiya Urmiyê di cografiya Kurdistanê da, ji aliyê Mecîd Heqî ve hat pêşkêş kirin. Di gotara xwe de Heqî di

gel diyarî kirina tixûbê coxrafî yê herêma Urmiyê ku bi Azerbaycana Rojava tê nas kirin, li ser demografî, giringiya dîrokî û cihê Urmiyê di şaristaniya (Medeniyeta) Kurdî de peyvî. Di beşa dawî ya gotara xwe de Mecîd Heqî giringiya stratêjîk ya Urmiyê li coxrafiya û bo aboriya Kurdistanê jêr hêl kir.

Rojnamevan û nivîskar

Kakşar Oremar, li ser dîroka Urmiyê û bizavên Kurdistanî di vê deverê de wek serhildana Xanê Lepzêrîn, Şêx Ubeydullayê Nehrî, Simayîl Axayê Simko, Komara Kurdistanê û xebata gelê Kurd di van 30 salên derbasbûyî de axivî. Herwiha di beşek ji bernamê de Filmek bi derhênana Kakşar Oremar li ser bajarê Urmiyê hate nîşan dan.

Rêzdar Mehmûd Deştî û

Kemal Şerîfî di beşa duyem ya konferansê de li ser cinayet û siyasetên Komara Îslamî ya Îranê û hereketa Pan Turkîstan ku bi awayekî sîstematîk ji aliyê dewleta Turkiye û Azerbaycanê tê piştgirî kirin, axivîn.

Ji bo konferansê rêzdar

Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê PDK Îranê û Dr. Xusro Ebdullahî endamê nûneratiya PDK Îranê li Ewropa û çendîn nivîskar û rewşenbîrên din peyam û name şandibûn.

Konferansê di beşa dawî

ya xwe de daxuyaniyek pesend kir ku di demek nêzîk de dê bihê weşandin. Herwiha ji bo dom kirin li ser bizava bidest anîna Nasnameya Kurdistanî ya herêma Urmiyê Komîteyek 11 kesî hate hilbijartin.

Konferans ji aliyê Komîteya Amadekar ya Konferansa Urmiyê, ku ji çend kesayetiyên devera Urmiyê pêk hatibû, hatibû rêxistin.

Mecîd Heqî

Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê

Bi boneya 26'ê Sermawezê, Roja Pêşmergeyê Kurdistanê, endam û alîgirên Şoreşvan û xebatkar ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di piraniya bajar û gundên Kurdistanê de bi coşeke germ ve rêz ji roja Pêşmergeyê Kurdistanê girtin.

Di Roja 26'ê Sermaweza îsal de piraniya cihên giştî yên bajarên jêrîn yên Kurdistanê, û herwiha gund û derdorên wan jî bi nivîsîana dirûşmên şoreşvanî û neteweyî, belav kirina Tirakt û Sêlik (CD) û wêneyên rêberên şehîd û belavokên PDK Îranê hatin xemilîn: Urmiye, Seqiz, Merîwan, Kamiyaran, Kirmaşan, bajarokê Sahib, Ciwanro, Mehabad, Rewanser, Selas û Bavecanî, Sine, Pîranşar, Serdeşt, Şino û çend Xwendinge û Zanîngehên bajarên jorîn.

Herwiha navenda 1 û 3 yên Kurdistanê bi lidarxistina rê û resmên taybet û mezin, bi coşeke germ pêşwazî ji Roja Pêşmergeyê Kurdistanê kirin.

Di vê derheqê de Desteya Weşana Agirî sipas û pêzanîna xwe pêşkêşî endam û tagirên Partiyê dike û ji wan re di kar, xebat û jiyanê de hêviya serkevrinê dike.

7@

Hazim şeilan: Ji Îranê re 14 otombêlên bombebarkirî gihîştine Îraqê

Hazim Şeilan Wezîrê Parastina Îraqê di hevpevînekê de tevî Rojnameya El Weten ya Sudî ragehand ku midehek dibe 50 otombêl şandî ji Îranê re ku 14 ji wan bobebarkirî bûne, hatine girtin. Wî anî ziman ku Îran wan ji terorîstan re dişîne. Şeilan da xuya kirin ku rêya çareseriya Dîplomatîk di gel Koamra Îslamî çi encamek nabe û Îran dujminê yekem yê Îraqa nû ye. Wezîrê Parastina Îraqê da eyan kirin ku heke Civata Wezîran bipejirîne, ew dê dukomentên hewce li ser televîzyonê nîşanî raya giştî bide.

Jêder: Malpera Peyamnêr

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 8: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê RojîSIYASÎ@@

Peyameke niştimanî û dîrokî di berjewendiya gelê Kurd da

Di roja çarşemî 01.12.2004'an de û piştî çendîn civînên du alî di navbera serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Selahedînê, serokê her du Partiyên sereke yên Kurdistana Îraqê, rêzdaran Mesûd Barzanî û Celal Talibanî peyameke niştimanî û dîrokî îmza kirin da bikarin bi yek lîsteyê û yek deng beşdariyê di hilbijartina giştî yên Îraq û Kurdistanê de bikin.

Piştî girtina vê biryara giring û

dîrokî, rêzdaran Mesûd Barzanî û Celal Talibanî di konferanseke rojnamevaniyê da mizgîniya wê peymanê ji gelê Kurdistanê û raya giştî re ragehandin.

Di wê konferansê de birêz

Mesûd Barzanî got: "Me biryar da, hem bo hilbijartina seranserî ya Îraqê û hem ji bo hilbijartinên Kurdistanê, me bi lîsteyekê li hev kir û hêzên hevalbend yên din li Kurdistanê di wî lîsteyî da beşdar bibin, ev tê wê wateyê ku bi lîsteyeke niştimanî ya berfireh ku hemû hêz, beşdar in, em ne wekî bi tenê Partî û Yakîtî beşdariyê di vê hilbijartinê dikin".(1)

Sekreterê Giştî yê YNK'ê, birêz

Celal Talibanî daxwaz ji gelê Kurdistanê kir û got: "Bi pêşwaziyek xurt û tewijmeke zaf ve derkevin pêşberî hilbijartinê û navê xwe binivîsînin, bila hemû di hilbijartina pêşerojê de beşdar bibin, çunkî ew hilbijartine qedera Kurdan diyarî diekt û çiqas kurd pitir dengan bidin dê ewqas zaf nûner di Civata Niştimanî ya Îraqa

pêşerojê de bistînin".(2) Hilbijartina seranserî li

Îraqê qirar e di roja 30.01.2005'an de birêve biçe. Ji bo Parlemana Îraqê 275 Parlemanter divêt bihêne helbijartin.

Ji bo Parlementoya Kurdistanê jî 111 Parlemanter dê bihêne hilbijartin. 42 kursî ji bo PDK'ê û 42 kursî jî ji bo YNK'ê dibin, 9 Kursî ji bo Yekgirtûya Îslamî û kursiyên mayî jî dê di navbera Turkman, Aşûrî û Komonîstan de bihête parve kirin. Celal Talibanî di konferansa rojnamevanî ya 1'ê Desamberê de anî ziman ku ev ne sîstema fîftî-fîftî ye, ew dikarin hejmara kursiyên xwe kêmtir jî bikin da partiyên din yên Kurdistanê di Parlemanê de bihêne temsîl kirin.

Herwiha PDK'ê û YNK'ê li

ser deshilata Hikûmeta Federal ya Kurdistanê li hev kirine. Serok Wezîrê Kurdistanê ji PDK'ê dibe û Serokê Parlemana Kurdistanê jî ji YNK'ê dibe. Li gor agahiyan qirar e Parlemantoya Kurdistanê Mesûd Barzanî wekî Serokê Hikûmeta Federal ya Kurdistanê hilbijêre û PDK'ê jî dê ji berbijariya Celal Talibanî ji bo Serok Komariya Îraqê yan jî Serok Wezîrê Îraqê piştgîriyê biket.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber ku hêj pirisgirêka bajarê Kerkûkê yek alî nehatiye kirin (ne hatiye çareser kirin), hilbijartin di wê parêzgehê de bo piştî asayî û normal bûna rewşê hatiye ra girtin.

Hikûmeta demî ya Îraqê çi kar, xebat û gavek ji bo vegerandina Kurdan bo Kerkûkê û derkirina Erebên nû hatî nekiriye. Jêder: (1) Heftînameya Gulan (2) Rojnameya "Kurdistanî Niwê".

Derheq daxuyaniya hevbeş a PDK Îranê û Panîranîst Berdevkekê bi navê PDKÎranê ve, ev ronkirina da eyan ki iHeyamekê berî niha daxuyaniyeke hevbeş di navbera PDK Îranê û Partiya Panîranîst de hate belavkirin ku him di nava refên Partiya me de û him jî ji aliyê hin rêxistinên Kurdistanî, Îranî, kesayetî û dostên Partiya me ve bi awayên cur be cur helwêst li ser hate giritn.

Eva rast e ku Partiya

Panîranîst di dema berê de bîr û ramanên xurt yên nasiyonalîstî hebûye û ji dîtingeha me jî tevî zirûf û daxwazên gelên zulimlêkirî yên Îranê dijatî hebûye, lê eva bi wê watayê nine ku ev Partiya hertim dê li ser wê bawerê bimîne û nabe çi gotobêj û diyalogek di gel de bihê kirin, yan çi daxuyaniyek derheq bi hin pirsên hevpişk tevî wan de bihête dayîn.

Em pakanê ji bo çi Partî,

rêxistin û saziyekê nakin ku çende bawerî bi demokrasî û mafên gelên Îranê heye, lê eva ku Partiya Panîranîst dide xuya kirin ku bawerî bi azadî, dadmendî û demokrasiyê heye û bi awayekê bas ji mafê gelên Îranê dike û jêve ye ku divêt rejîma kevnarperwer ya Komara Îslamî a Îranê li ser kar nemîne û cihê xwe bi rejîmeke demokratîk bide û li ser parvekirina deshilatê disekine, di cihê xwe de gaveke pêşverû û metodek ji xwe guhartin (bi xwe de çûn)ê ye.

Serbarê vî halî jî nabe em vê

yekê berçav negirin ku di darêtina deqa daxuyaniyê de, bi taybet di deqa Farsî de ew dêna ku hewceye di berhevkirina naveroka van terze babetane de bihête dan, nehatibû berçav giritin. Lewra em sipasiya hemû ew kes û aliyane dikin ku bi dilsozî ve rexnayan ji me digirin.

Berdevkek ji PDK Îranê 18.9.1383'ê Rojî 28.11.2004'ê Zayînî

8

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 9: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî SIYASÎ@Nameya birêz Sekreterê Giştî yê Partiyê bo Wezîrên

Karê Derve yên Almaniya, Firanse û Birîtaniya û Berpirsyarê Siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê

Rêzdaran: Wezîrên Karê Derve yên

Almaniya, Firanse û Birîtaniya Xawiyêr Solana, Berpirsiyarê

Siyaseta Derve a YE Gelî hêjayan! Em li Kurdistana Îranê

nigeranê wê hindê ne ku li hev kirina YE bi taybetî 3'ê welatên Almaniya, Firanse û Birîtaniya tevî Komara Îslamî derheq doza dewlemend kirina Uraniyûmê bi merema destpêrenegihîştina Îranê bi çekên Etomî, bi bihaya piştguh xistina mafên mirovan li Îranê bihê kuta kirin.

Em piştrast in û di dema berê

de jî bo we hatiye selimandin ku Komara Îslamî a Îranê pabendê çi peyman û sozekê namîne û di qewl û sozên xwe de rastbêj nine. Heke derheq çekên Etomî jî amade bûye ku peymanekê tevî we mor bike, tenê bi merema bi destxistina demê bo xwe derbaskirin ji vê qeyranê ye ku bi hegera zext û givaşên navneteweyî tûş bûye, dûr nine ku hûn di pêşerojê de careke din şahidê peymanşikêniya Komara Îslamî bibin.

Bi vî halî jî heke qirar e

peymanek di gel vê rejîmê de bihête mor kirin, nabe bi nirxa çavmiqandin ji binpê kirina zêdetir ya mafên mirovan ji aliyê Komara Îslamî li welatê Îranê bihê dawî kirin û bi vî awayî hikûmetek ku pitir ji du dehsalan e hemû mafeke mirovî yên gelên Îranê yên têniyê azadiyê binpê kiriye û di rabihorî û niha de bi eşkere piştevaniyê ji terorîzma navneteweyî kiriye û dike, Dadgeha Mîkonosê jî rastiya wê meselê yê daye eyan kirin, bihête han dan. Gelên Îranê bi giştî çavnihêr in ku hûn welatên demokratîk zêdetir alîgiriyê ji mafên mirovan û demokrasiyê di Îranê de bikin ne ji Komara Îslamî.

PDK Îranê di heman demê de bi nigeranî ve mêzeyî wê lihev kirinê dike û, hêvîdar e ku welatên Ewropayî çavên xwe ji binpêkirina mavên mirovan di Îranê de nemiçînin. PDK Îranê Sekreterê Giştî Mistefa Hicrî 17.12.2004

Nameya hevxemiya Sekreterê Giştî yê Partiyê bo birêz Mam Celal, seba wexera dawî ya Dr. Kemal Xoşnav

Birêz Celal Talibanî! Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Tevî rêz û silavan Em haydar bûn ku mixabin birêz Dr. Kemal Xoşnav, xebatkarê

mêjîn yê YNK'ê û kesayetiyê navdar û akademîk yê Kurdistanê wexera dawiyê kir.

Dr. Kemal kesayetiyekî rewşenbîr û xizmetkarê pêşkevtin û

herwiha dostekî nêzîk yê PDK Îranê bû. Ji destçûna vî kesayetiyê navdarî xesarekî mezin bû û em tev xembar kirin.

Bi vê hincetê em serxweşiyê ji xwe û gişt rêberiya YNK'ê û

herwiha malbat û tev kes û karên wî rêzdarî dikin.

PDK Îranê Deftera Siyasî Mistefa Hicrî 13.12.2004

Nameya hevxemiya Sekreterê Giştî yê Partiyê bo Deftera Siyasî a Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, seba wexera dawî ya Dr. Kemal Xoşnav

Birêz Mekteba Siyasî ya YNK'ê

Tevî rêz û silavan Nûçeya wexera dawî a

xebatkarê mêjîn yê YNK'ê Dr. Kemal Xoşnav cihê xembarî û kovaneke zaf ji bo YNK'ê û tev ew kes û aliyane ye ku ji nêzîk ve ew kesayetiyê mezin û nîştimanperwer nas dikirin.

Em seba ji dest dana wî

xebatkarê mezin xembar in û xwe hevpişkê xema we dizanin. Bi vê hincetê em serexweşiyê ji we û ji rêya we ji malbat û tev kes û karên wî nemirî dikin. PDK Îranê Deftera Siyasî Mistefa Hicrî 13.12.2004

9@

Deftera Siyasî ya PDK Îranê mêvandarî ji şandeke Komeleya Şoreşvan ya Zehmetkêşan kir Şandeke Komeleya Şoreşvan

ya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê bi serokatiya birêz Ebdula Muhtedî, Sekreterê Giştê yê Komelê, sibêdeya roja duşemî, 07.10.1383 (20.12.2004)’an seredana Deftera Siyasî ya PDK Îranê kir û ji aliyê Kekê Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî yê Partiyê û heyeteke Deftera Siyasî û hejmarek ji endamên Komîteya Navendî hatin pêşwazî kirin.

Di civîneke hevbeş da baseke siyasî li ser rewşa niha ya rejîma Komara Îslamî ya Îranê û bi taybet di warê bin pê kirina mafên mirovan û azadiyên demokratîk û ew qeyran û kirîzên ku di warê siyaseta hundir, herêmî û navneteweyî de rû bi rûyê rejîmê bûne, hate kirin û bîr û raman hatin guhartin.

Di wê rûniştina dostane de li ser têkiliyên berdewam û alîkariya hêzên Kurdistanî hate tekez kirin.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 10: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê RojîSIYASÎ@

Pêşniyarbiryara Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dijî Îranê derheq bin pê kirina mafên mirovan

Erdhejeke xurt di çend welatên Başûra Rojhilata Aasiyayê de

hatiye mehkûm kirin. Piştî kuştina Zehra Kazimî,

Nûçegihana Îranî – Kanadayî bi destê Hêzên Ewlekariya Komara Îslamî a Îranê, dewleta Kanada bi xurtî rew şa mafê mirovan di Îranê de dişopand. Hetanî ku aqibet bo 21'mîn car hikûmeta dijî gelî, ne demokratîk û paşverû ya Komara Îslamî a Îranê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ve derheq bin pê kirina mafên mirovan hate mehkûm kirin.

Xebatên dewleta Kanadayê di

heyamê sala derbasbûyî de bû sebeba vê çendê ku Komîsyona Mafên Mirovan ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî Pêşniyarbiryar salane ya xwe ku di sala 2002'an de sekinandibû, ser taze bide dest pê kirin.

Jêder: BBC Persian, 2004.12.21

@

Di rûniş tina roja duşemî 20.12.2004'an ya Civata Giştî a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî de hikûmeta Îslamî ya Îranê bi bin pê kirina mafên mirovan hate mehkûm û şermezar kirin.

Ev Pêşniyarbiryar bi

pêşniyara dewleta Kanadayê û îmzaya 33 welatên din amade bûbû û pêşkêşî wê civînê hatibû kirin. Pêşniyarnameya di civîna han de bi pişikdariya nûnerên 136 welatên cîhanê kete rojevê û bi 71 dengên erênî û 54 dengên nerênî (dij) pesend bû. 55 welat jî, tevlî dengdanê nebûn.

Di naveroka vê

Pêşniyarbiryarê da hikûmeta

Amadekar: Çinûr Qadirî

Îslamî a Îranê seba îdam, îşkenceyên hov û ne mirovane, girtin û binçavkirinên bêsedem û ne qanûnî, lêdana xurt û tun û tûj, berbaran, cudahîdanan dijî Jinan û kêmaniyan, nebûna azadiyên olî û ramanî, ne serxwebûna Dadê û hwd …

welatên Serîlanka, Hindistan, Endonizya, Taylend, Malizî, Muldavî û Bengiladêşê ne. Pêka gotina Navenda Lêkolînên Erdnasiyê ya Amerîkayê, ev Erdheje di warê xurt bûnê de pêncemîn Erdhej ji sala 1900'an heya niha tê hesibandin. Mixabin hindî ku diçe ji hejmara goriyên vê Erdheja newxeş zêdetir dibe.

Jêder: Radyo Ferda, 27.12.2004

Erdhejeke xurt û dijwar bi qasê 8.9 dereceya rîşterê roja yekşemî 26.12.2004'an bû sedema mirin û ji navçûna çend hezar kesan li Başûra Rojhilata Asiyayê. Tê gotin ku navenda bingehîn ya Erdhejê Gireva Somatra ya Bakûra Endonizyayê ye. Li gorî serhijmêriya fermî hetanî niha aliyê kêm 60 000 mirovan jiyana xwe ji dest dane û ji ber rabûna pêlên bahozê û çêbûna lêmişt û lehiyê bi hezaran kesan ji mal û avahiyên xwe revîne.

Goriyên Erdehejê piranî ji

Şandeke bilind ya PDK Îranê bi serokatiya hevalê xebatkar Kekê Mistefa Hicrî û çend kes ji endamên rêberiya partiyê di roja duşemî 30’ê Sermaweza 1383’ê Rojî (20.12.2004)’an de, seredana Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdisanê li Selahedînê kirin. Şanda Partiya me ji aliyê Rêzdar Fazil Mîranê, Sekreterê Polîtbîroya PDK û Kekê Muhsin Dizeyî, nûnerê birêz Mesûd Barzanî û çend kes ji endamên rêberiya PDK hatin pêşwazî kirin.

Di wê rûniştina dostane de komek

basên siyasî yên peywendîdar bi hermêmê û Kurdistanê ketine rojevê û li ser têkiliyên dostane û birayane yên her du aliyan hate tekez kirin.

@

10

Seredana şandeke bilind ya PDK Îranê ji Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê

Hejmara goriyên Erdhejê li Başûra Asiyayê hindî diçe zêdetir dibin

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 11: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî SIYASÎ

@Agirî, xwîn digirî N bi Farsî: Mecîd Cînîkanlo W bi Kurmancî: Emîr Şuaîvend

Dema Agirî tê gotin, Agir tê bîra mirov û dikeve ber çavan, lê pirsiyar eva ye, ev çiyayê ku ev qas pesna we li her derê tê kirin li kîderê ye û çima Kurd ev qas pesna Wê dikin?

Agirî ew çiyayê bilind e ku bi sê zimanan tê xwendin. Ji Agirî re di zimanê Kurdî de Agirî, di zimanê Turkî de Axirî û di zimanê Farsî de Ararat tê gotin. Ev çiyaye ketiye navbera sê dewletên Îran,Turkiye û Ermenistanê ku tixûbê wan sê dewletan di Agirî de diqete. Ger ku Agirî ji aliyê Îranê ve bê nasandin, mirov dikare bibêje ev ketiye Bakurê Rojavayê Îranê ku di bajarê Makûyê de ser kişandiye erşê. Ew para Agirî ku ketiye rûyê Îranê warên Ayî Beg bi xwe ve digire ku xwediyê van waran Eşîrên nişteciyên wir in û para ku ketiye rûyê Turkiyê warên Dox û Bayezîd pêk tîne.

Agirî di çaxê xwe de war û rûgeha Zerdeştiyan bûye û di dema îro de ev meskenê neviyên wan ango Kurdên îroyîn e.

Çima dibêjin Agirî? Agirî di demên dûr de

çiyayekî Bûrkanî bûye û bi gotina dîrokzanan, Agirî di dema xwe de mezintirîn Bûrkana Rojhilata Navîn bûye. Bilindiya çiyayê Agirî digehe 5551 metran û di çar parçeyên Kurdistanê de ev wekî bilindtirîn çiyayê welêt tê nasîn.

Tê gotin navê Agirî ji aliyê Şahê Aşûriyan Selmanê Nesr di sala 1260'ê berî Zayînê de hatiye danan, herwiha Demogran, Dîroknasê navdar hebûna dewleta bihêz ya Agirî di cihê xwe de vedigerîne bo 2000 sal beriya Zayînê, ku ev yek jî ji şûnwarên dîrokî yên Paytexta dewleta Agiriya kevin tê xuya kirin, herwiha ji şûnmayiyên dîrokî ên ku li derdora Behra Reş hatine peyda kirin vê çendê diselimîne

Şoreşa Xuyîbûnê hatiye nav birin. Ew yek ji ber vê çendê ye ku Şoreşa Agirî ji aliyê Partiya Xuyîbûnê dihat meşandin. Partiya Xuyîbûnê di sala 1927'an de li bajarê Behemdûna Lubnanê ji aliyê parek zaf ji rewşenbîr û siyasetvanên Kurdan ve hate avakirin ku hîmdarên wê kesayetiyên navdar wekî Celalet Bedirxan, Kamran Besirxan, Memduh Selîm Beg, Şahîn Beg, Îhsan Nûrî Paşa û hwd… bûn. Wan her di sala 1927'an dewleta xwe ya Kurdî li Agiriyê ava kirin û ev yek dane eyanê û herwiha bo cara yekem alaya rengîn ya Kuristanê li ser çiyayê Agirî bilind kirin. Wî çaxî Îhsan Nûrî Paşa ku Efserê pêşîn yê Artêşa Turkiyê bû wekî Fermandeyê Giştî yê Artêşa Kurdistanê û Biro Heskê wekî serperiştê rêxistin (teşkîlat)a dewletî hatin destnîşan kirin. Bi vî awayî dewleta Kurdî li Agirî hate ava kirin, vê çendê tirs û xof xiste nava dilê raydarên Turk û wan her di vê salê de ji bo serkut kirina Şoreşa Agirî Supahekî 10 hezar kesî şandin Agiriyê. Di pevçûna navbera her du aliyan de Kurd serkevtin û dewleta Kurdî û serxwebûna xwe didomand.

Piştî derbas bûna nêzîk salek ji temenê dewleta Kurdî, ev careke din kete bin êrîşa leşkerê Turk û ji ber ku leşkerê Turkan xwediyên çekên qurs û pêşketî û herwiha Supahekî mezin bû, dewleta Kurdî nekarî berxwe bide û dawî bi temenê wê hat dan. Her çiqas alaya Kurdistanê ji çiyayê Agirî hate niqandin û şoreş li wira dawî hat, lê dewleta Turkiyê çi car nekarî Kurdên wira derxîne û warê wan ji wan bistîne. Çiyayê Agirî ji roja ku Kurd di hembêza xwe de girtin hetanî roja îro her wargeh û êvirgeha şoreş, Pêşmerge û azadîxwazan bûye. Kurd bi Agirî serbilind in û Agirî jî bi Kurdan serbilind e.

Perawêz: (1) Halidî yan Xalidî Eşîra

herî mezin ya Agiriyan bû ku tê gotin ev paşmayiyên Gotiyan in

Jêder: -Agirî kocast, Necmedîn Siracî -Conbêşê Agirî, Kavê Beyat -Ji bo Agirî

ku xelkê wan du deveran xwediyê şaristaniyeteke hevpar in. Bi vê çendê jî xuya dibe ku sinûrên dewleta bihêz ya Agirî hetanî Behra Reş hatibû kişandin. Rûniştiyên Agirî taybetmendiyên nijadî yên xwe ji dest nedane û li hember êrîşa gelên wekî Turk, Fars, Rûs û Gurciyan ber xwedane û wek rojên dijwar yên berê her di cihê xwe de mane. Di sala 600'ê beriya Zayînê de Agirî dikeve ber êrîşa biyaniyan û bi taybet Ermeniyan. Di vê derbarê de Hêrdosê dîroknas dibêje: Taybetmendiya ku şaristaniyeta pêşkevtî ya gelê Agiriyê hebû, gelê Ermenî xiste bin bandora xwe û ev neçar kirin ku ola wan bipejirînin, piştre Ermeniyan xwe xwediyê wê deverê ku bi saya Halidiyan(1) -ku Halîtan dihat xwendin- dizanîn û wan xwe park ji Haliyan dixwendin. Bi vê sedemê bû ku gelê Kurd û Ermenî pêtir nizîkî hev bûn û doza xwe kirin yek.

Ewa ku pêtir ji her tiştekê girîngî daye çiyayê Agirî şoreşên wê ne. Agirî di dirêjahiya dîrokê de bûye meydana gelek şoreşên Kurdan û Kurdan bi cangorîtiya xwe û seha welatheziyê, gelek serkevtinên mezin destve anîne û rewşa xwe kirine xemla dîrokê, yek ji wan şoreşên mezin ku girîngiyeke taybet daye vî çiyayî, Şoreşa Agirî yan Şoreşa Araratê ye û di hin jêderan de şoreşa mezin ya Agirî bi

Di vî wêneyî de Rojnameya Miliyet ya Turkiyê di kêlekê de li ser çiyayê Agirî ev hevoke nivîsandî ye: "Kurdistan xeyalek ku li vir çal e".

11@

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 12: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê RojîHEVPEYVÎN

Keremê Seyad, xebatkarê Radyoya Kurdî yaErîvanê di hevpeyvîneke taybet tevî Agirî de

Komonîzm Biroşord, yanî Riya Komonîzmê bûm. Paşê min di Rojnameya Rêspoblîka ya Ermenistana Komonîst de kar kiriye. Di sala 1961’an de min xebata xwe ya di Radyoya Erîvanê de dest pê kiriye û niha jî xebata min di wê derê didome.

Rewşa Kurdên me yên

Soviyetê bi giştî û yên Ermenistanê bi taybetî çawa ye?

Hîna Soviyetê rewşa Kurdên Ermenistanê pir xweş bû. Pir xweş bû, bona vê yekê wekî Ermenistanê û cimeta me yên Ermeniyên dost hemû mecal bo cimeta me saz kirin, ji wan mecalan yek berê evlîn

hikûmeta Ermenistanê rewşenbîrên Ermenî şandin gundên Kurdan (ez pêş de bêjim di Ermenistanê da 21 gundên Kurdan hene) Kurd wekî xwe hatina rewşenbîrên Ermeniyan bo gundên Kurdan, ji bo hîn kirina Kurdan, bo wan emegek pir bi gelê me kir. Di sala 1930’an de xwendinxaneya Kurdî li Ermenistanê hate ava kirin, piştî ku xwendinxane hate avakirin, rojnameya Kurdî a Riya Teze jî hate ava kirin; wekî ku niha dîroka wê vedigere çend dehsalan û xebata wê niha jî didome.

Seyda xebata çandî, hunerî

li wira çawa dimeşe? Ji bo xebata çandî wekî ez

bêjim di hîna Soviyetê de gavên pir dihatin avêtin. Wî çaxî weşanxaneya Kurdî li Ermenistanê hebû, niha jî heye. Pirtûkên Kurdan hatine weşandin. Di Akadêmiya Ermenistanê de para Zanistî ya Akadêmiya Kurdî hate vekirin, di Radyoyê de de para Kurdî hate vekirin, di Zankoya Ermenistnaê de para Kurdzaniyê hate vekirin, lê di dema ji hev berdana Soviyetê rewş gelek zehmet ket. Heta heyamê 10 salan pirtûk ne tenê yên Ermenî û Kurdan, belkî yên zimanên din jî nehatine weşandinê. Lê niha halê Ermenistanê bere bere ber bi xweşiyê diçe û ew hisara ku ji aliyê dewleta Turkiyê û Rêspoblîkaya Azirbaycanê ketî ser dewleta Ermenistanê, bere bere dixwaze nemîne.

Mamosta girîngtirîn

belavokên Kurdî ên wira kîjan in û niha xebata kîjana didome?

Di sala 1930'an de pirtûkên Kurdî li Ermenistanê pir derketin û ronahî dîtin, ji wana yek jî Folklora Kurdî ye, wekî bi awayekî gelek mezin hatiye berhev kirin, ev pirtûk Heciyê Cindî û Emînê Evdal berhev kirine û di Komara Mehabadê [Kurdistanê] de bi destê xwe ev pirtûk pêşkêşî rehmetî Qazî Mihemed kiribûn û Qazî Mihemed ev Folklora Kurdî hildabû ser sere xwe û gotibû: Ev Qurana me, ev

Mamosta Keremê Seyad di destpêkê de em dixwazin tu hinek li ser jiyana xwe bipeyivî û bi gi ştî ji me ra bêjî Keremê Seyad kê ye?

Bona pirsa we ez dikarim bibêjim, ez sala 1938’an li gundê Hekû li nahiya Talûnê li diya xwe bûme. Dema li Turkiyeyê rev û bez dest pê bû, kal û bavê min tevî Ermeniyên dost derbazî Rojavayê Ermenistanê bûne. Wî çaxî ji 21 neferên mala kalikê min, tenê babê min xelas bûye, yên din gişt hatine xezayê. Her li gundê Hekû da min dest bi xwendinê kiriye û pê hînbûnê ra min dest bi rojnamevaniyê kiriye. Wî çaxî hîna Soviyet ma bû, ez rojnamevanê taybet yê Rojnameya Avangard

Kesayetiya xebatkar ya Keremê Seyad ji her kesê re aşkira û xuya ye. Vî kesayetiyê Kurd yê niştimanperwer û xemxurê çand û zimanê şirîn yê Kurdî û gelek yên din jî pir xizmetên mezin ji çand, ziman û kultura neteweya xwe re kirine, ku cihê rêz û qedirgirtinê ne.

Keremê Seyad bo beşdarîkirin di Festîvala Kurdistan ya muzîk û strana Kurdî li bajarê Hewlêrê de, ku di nava rojên 14-18.12.2004'an hate li darxistin, seredana Kurdistana Îraqê kir. Ji bo pitir nasîna kesayetî, jiyan, kar, xebat û xizmetên wî mirovê zehmetkêş û mandînenas û haydarbûn ji rewşa kurdên Asiyaya Navîn û nemaze Kurdên Ermenistanê, weşana Agirî hevdîtinek bi birêz Keremê Seyad re pêk anî, ku em li vir pêşkêşî we hêjayan dikin.

Hevpeyvîn: Emîr Şuaîvend

12

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 13: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

tenê mehekê xebitî. Wî çaxî 2 kulfet jî wê derê hebûn û gerek bû min ew fêr bikirina. Min êvar di radyoyê de kar dikir û roj jî di rojnamê de. Wî çaxî dema radyoyê hatibû zêde kirin û me seet û nîvekê xeberdan pêşkêş dikir.

Seyda navdartirîn

rewşenbîrên me ên Ermenistanê kê bûn?

Rewşenbîrên me yên hêna Soviyetê, navdarên gelê Kurd: Hciyê Cindî, Ereb Şemîlo, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Erdûyê Gîncû, Ûslêyê Beko, Şaîrekî (helbestvanekî) nav eyan bû, Seîdê Îbo, ev Nojdareke pir nav eyan bû, Seîd Nojdarê malbatên Wezîrên Ermenistanê bû. Herwiha Simoyê Şemo, Helbestvan bû, Egîdê Şemsê, Egîdê Qudo, Şekroyê Qudo, Arlînê Çaçanî, Şerefê Eşîr, Maksîmê Xemo wekî hetanî niha jî kar dike.

Rewşenbîrên me pir in û di warê dîrok, nivîskarî û helbestvaniyê de xebatên pir mezin meşandine.

Te doza Kurd li Kurdistana

Îranê kengê nas kir? Nav û dengê Kurdistana

Îranê ne tenê bal min, wisa jî bal gişt gelê Kurd pir qîmet e. Nav û dengê Rojhilata Kurdistanê ji hemû aliyan ve pir qîmet e. Guman û xwastina min gelekî hebûye, wekî ez seredana Rojhilatê bikim. Di sala 1997’an de ez teklîfî Radyoya para Kurdî a Tehranê bûm û ez li wê teklîfê pir razî mam. Min bi saya wê seredanê gelê Kurd li Rojhilatê ji nêzî ve dît û rastî gelek rewşwenbîr û xwedî qelemên Kurd hatim. Ez çûm wan cihan geriyam yên ku gelê me lê dijiyan û ewana ev gel bûn yên

HEVPEYVÎN

ziyareta me ye. Ev yek di dîrokê de jî hatiye nivîsîn. Wî çaxî şaîr û rewşenbîrên me pir bûn, lê mixabin para zaf ya wan ji ber hin pirsgirêkên siyasî û aborî Ermenistan berdan û derketin Ewropayê. Niha tenê Rojnameya Riya Teze wekî Rojnameyeke Kurdî derdikeve û hêj xebata wê bi awayekî baş didome.

Seyda Riya Teze di çi salekê

û bi hevkariya kîjan rewşenbîran hate weşandin?

Riya Teze di sala 1930'an de bi saya rewşenbîrên Ermenî ronahî dît û her ji aliyê wan ve dihate rêvebirin. Ew rewşenbîr ew bûn ên zimanê Kurdî baş dizanîn û zaraveya Kurmancî baş xeber didan, ji bo ku ew sal salên Stalînî bûn. Rewş nebaş bû û rojname hate dadanê. Di sala 1955'an Riya Teze careke mayîn ronahî dît û wî çaxî berpirsyarê wê Mîroyê Esed bû. Ew endamê Parlemana Ermenistanê jî bû, piştre çend berpirsyarên wê hatin guhartin û hetanî niha jî xebata wê didome.

Seyda hîmdarên Radyoya

Erîvanê kê bûn û xebata wan a wî çaxî çawa dimeşiya?

Radyoya Erîvanê di sala 1930'an de hate awakirin û wî çaxî rêveberên wê tenê Heciyê Cindî û kulfeta wî Zeyneba Îbo bûn. Wî çaxî dema Radyoyê tenê 5 deqe bû û ev yek jî tenê bona nûçeyan bû. Di sala 1955'an wek car din Radyo hate vekirin. Xebatkarên wê Casimê Celîl, Heciyê Cindî û Emînê Evdal bûn. Wî çaxî di nava heftiyê de Radyoya Kurdî 3 caran dihat belav kirin û her car dema wê 15 deqe bû. Vê yekê şabûnek mezin xiste nava dilê gelê Kurd da.

Te xebata xwe ya di

Radyoyê de çawa dest pê kir? Di sala 1961'an de ez mijûlî

karê rojnamevaniyê bûm. Wî çaxî ji aliyê radyoyê da gazî min kirin û gotin gereke tu bêy di radyoyê de bixebitî. Em 26 kes hatibûn gazî kirin û ji bo ku dengê me bê erê kirin, têstên taybet yê bêjeriyê ji me girtin û di nava 26 kesan, em 2 kes hatin bijartin, ez û Sîdarê Emîn. Dengê Sîdar xweş bû, lê Kurdiya wî ne rind bû. Ew

guhdariya Radyoya Erîvanê dikirin. Dema ez rastî wan dihatim, wan digot gelek xwastina me hebû wekî me tu bidîtayî. Ez di wê seredana xwe de çûm bajarên Urmiyê, çûme Selmasê, çûme Mehabadê, çûme Senendecê, Kirmaşanê jî min dixwas biçim, lê min nekarî.

Bo cara yekem te kîjan

belavokên Kurdistana Îranê dîtin?

Bo cara yekem min Kovara Sirve dît. Vê kovarê emegekî gelek rêtiye di warê zargotina Kurdan de. Min para Kurmanciya kovarê pir hêja dît. Dema ez wira qesidîm, wan hevpeyvîn tevî min derbaz kirin û rêberiya min kirin ji bo bajarên dine Kurdistanê. Wî çaxî Kafî Elewî wê derê kar dikir, Kafî kadrekî pir hêja ye û qîmeta qelema wî jî pir mezin e.

Seysda te guhdariya Radyo

Dengê Kurdistana Îranê kiriye? Belê, min guhdarî kiriye.

Radyoya we pir hêja ye. Lê mixabin ji ber kêm bûna dema me, min nekariye eva ku wek pêwîst guhdariya wê bikem. Silav û hurmeta min ji bo Radyo Dengê Kurdistana Îranê heye. Her Kurdek gerek e hurmeta vê Radyoyê bizane.

Mamosta te Kurdistana Azad

çawa dît? Ez dikarim bibêjim Kurdistan

êdî bûyî dewlet, dewletekî azad. Gelek li mêj bû keserek di dilê min da bû û ev keser seredana Kurdistana azad bû. Di sala 2001’an de min seredana Başûr kir û ev keser di dilê min da derket. Lê wî çaxî min hêvî kir ku Kurdistan roj bi roj pêş bikeve û xwe bide eyanê.

Lê vê carê ku ez hatime, dibînim ku Kurdistan bi rastî dewlet e. Rewşa bajarên wê pir hêja ye, Kurd bûne xwediyê Serok û Wezîran, Kurdan Firokexane hene, welatê wan welatekî democrat û azad e, ev yek ji min ra şanazî ye.

Di dawiyê de em spasiya te

dikin ji bo bersîvdana te bi pirsên me. Serekvtinji te ra.

Ez jî spasiya rojnameya we

dikim, ji bo ku ev derfeta ji min ra saz kir, ez jî ji we ra serkevtinê dixwzim.

Keremê Seyad, xebatkarê Radyoya Kurdî ya Erîvanê di hevpeyvîneke taybet tevî Agirî de Doma: R. 11

@

13@

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 14: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

ÇAND Û HUNAR

Kurd û hunera şanoyêSoran Rizayî [email protected]

Kurd ku yek ji kevintirîn neteweyên dunyayê ye, wek hîmdar û afirînerê hunera şanoyê

tê nasîn. Pêştir li ser pirsa serhildana şanoyê dihate gotin ku ev hunera li Yûnanê serî hildaye, lê piştre xuya bû ku li Mîsra kevin de şano hebûye û niha pêka belge û lêkolînên zaftir hatiye selimandin ku çavkaniya şanoyê ji rewişt, tîtal û hincetên olî bûye, anku mirov dikare bibêje hevdem tevî serhildana efsane û ayînên kevin, şanoyê jî serî hildaye û hêdî hêdî kemiliye, hetanî gihiştiye qonaxa îro. Îran jî xwediyê dîrokekî kevin û dirêje û bi Hind, Çîn û Mîsra kevin re wekî landik û navenda serhildana efsane û olên kevin yên cîhanê têne nasîn. Resentirîn neteweya Îranê jî neteweya Kurd e ku xwediyê dunyayekî berfireh ji efsane û ola ye, ji ber vê çendê em dikarin bibêjin yek ji afrînerên mezin yê şanoyê neteweya Kurd bûye û Kurd yek ji wan netewan e ku dikare xwe xwediyê şanoyê bizane.

Rê û resmên kevn û kilasîk

wek "Kosebebe", "kosegelîn", "Mîrmîrên", "şah û Wezîr" û hwd... ji wan rê û resm û tîtalan in ku em dikarin bibêjin hîm û binetara şano û hunera şanoyê li

ser van hatiye ava kirin û niha gihîştiye vê qonaxa xwe ya îroyînî.

Rûniştvanên Asiyaya Biçûk

û Mezopotamiyayê pir ol bûn û baweriya wan bi zorê (Xwedayan) hebû. Xwedayên bi nav û deng yên wê demê Mad û Pars (Mîtra) û (Anahîta) bûn. Mîtra Xwedayê ronahî û germahiyê bû ku ev di rojê de dihat dîtin û Anahîta jî Xwedayê av û zelaliyê bû. Di ayina Mîtra de Ga nişaneya jiyan û avedaniyê dihate nasîn. Bi baweriya wan Ga ji bo şerê Ejdehayê dagîrkerê erdê tête dunyayê. Di nav zikê Ga de gelek rihberên din çê dibin û bi xwarina xwîna Ga mezin dibin û piştre jiyana wan a nû dets pê dibe. Ev baweriya yan ev efsaneye destpêka rê û resmekî zor dewlemend ya ayînî ye ku di nava Madan de edetî bûye.

Di vê rê û resmê de stran

gotin, dawet û reqsîn bi awayên cur be cur û zaf hebûye. Herwiha li rê û resma qurbanî kirina Ga bo Mîtra ku ev rê û resme jî di roja ji dayîk bûna Mîtra de birêve çûye, ku piştre ev roje bi roja dayîk bûna Mesîh hatiye naskirin. Her çiqas ew baweriya jî rast

nine, ji ber ku ola Mîtra bi hezaran sal pêş Mesîh de hebûye. Ev rê û resmên cur be cur dema ku gihiştiye Yûnanê, desttêwerdanekî zaf têde hatiye kirin û boneya vê jî bi hinceta ji dayîk bûna Mesîh hatiye kirin û hetanî welatên Rojavayê jî çûye. Ayîna Zerdeştî wekî ayîna Madan, ku em dikarin bi dayîka şanoyê bizanin, ji ber ku pir ji rewayet, gêraneveya ayetan û diyalogê ye, mirov dikare di Avestayê de çendîn şanonameyan derbixe. Bi baweriya Îbrahîm Ferşî yekemîn şanoname ya Gatayan bûye. Evane diselimînin ku Kurd xwediyê ew bingeha dewlemend ya çandî ye ku şano têde hevên girtiye û bi liv û tevgera xwe rabûye ser pê, lê mixabin bi sedema nebûna derfet û deshilata siyasî ji aliyekê û dizî, wêran û talankirina neteweyên serdest û şerxwaz ji aliyekî din ve bûne sedema vê çendê ku ev sermaye û heyîna çandî ya Kurdê belengaz û perçiqandî ji mala vî bihête veguhastin bo malekê yan malên din.

Didome

14

Pirtûkeke nûPirtûkxaneya Kurdî roj bi roj

dewlemendtir dibe. Evîn Çîçek nivîskara Kurd,

berhemeke nû Pêşkêşî Pirtûkxaneya Kurdî kir. Çîçek di pirtûka xwe ya nû a bi navê Rêwiyên Araratê, rev û koçberiya Kurdan tîne nivîsarê, mijara Çîçek koçberiya Kurdên Bakur û bi taybet ên Agiriyê ye, di vê pirtûka nû de siyaseta sîstematîk ya qir kirina Kurdan bi zelalî tê nivîsarê û pilan û bernameyên dewleta Turkiyê derheq Kurdan derdikevin.

Em wekî Desteya Weşana Agirî seba weşandina vê pirtûkê pîrozbahiyê ji Xûşka Evîn dikin.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 15: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

Koma muzîka Kamkaran û zindîkirina huner û folklora Kurdî

ÇAND Û HUNAR

hunerî baştirîn girûpên muzîkê dihatine hesibandin û qederek taybet di nava civaka Îranê de hebûn û hunera wan bi germî dihate pêşwazî kirin. Hevdem tevî beşdarîkirina Kamkaran di komên Şêyda û Arif de, koma hunerî ya Kamkaran jî jiyana xwe didomand. Di van salan de bû ku Hoşeng Kamkar bo domandina xwendinê diçe derveyî welêt û muzîka kilasîk ya Rojava dinase. Naskirina wî bi vê curê muzîkê bû sedema pêşkêşkirina berhemên

Orkestera Malbatî Pisîkolog dibêjin ku muzîk

xwarina ruhê mirova ye û pêwîstiyeke xemrevîn e, ku ji bilî wê di jiyanê de herdem rewşeke xemgîn û tevlîhev heye. Lewra muzîk wekî beşekî girîng ji çand û hunerê dikare bandoreke gelekî mezin di parastin û nasandina nasnameya neteweyî de hebe.

evladên xwe de cehd û hewldanên zaf kir û ewa ku îro pêvajoya kar û xebata hunerî ya Kamkaran pêşde xistiye, encama hewldan û bizavên Hesenê Kamkar bûye. Wî zarokên xwe fêr kirin ku çawa muzîka dewlemend û folklor a neteweya xwe biparêzin û ji bo zindîkirina wan xebatê bimeşînin. Hesenê Kamkar mezintirîn rol di pêk anîna koma malbatî ya Kamkaran de leyîst û heta roja îro jî nîşan û şûnpêyên

Koma muzîka

Kamkaran di sala 1344 (1955)'an de, bo yekemîn car wekî girûpeke malbatî bi serperestiya babê wan Hesenxanê Kamkar û evladên wî Hoşeng, Bîjen, Peşeng, Qeşeng û

Semfonîkî ku her yek ji wan bedewiyeke xasmanî bi xwe heye. Hişmendî û zîrekbûna wî di çêkirina beyt û kilamên Kurdî û Farsî jî bû hegera wê çendê ku koma Kamkaran bi serbestî

(serokatî) ya birayê mezin di du beşên Kurdî û Farsî de berhemên folklor bi muzîkeke nû û hemdemî biafirînin û coşeke gerim pêşkêşî evîndarên huner û muzîka Kurdî bikin.

Bi giştî xebatên malbata Kamkaran di warê huner û muzîka Kurdî de -hin caran jî Farsî- nêzîk 40 salan dibe. Lê bingeha kar û çalakiyên hunerî yên koma Kamkaran ku îro em dibînin, vedigere bo 25 salan berî niha. Em dikarin bibêjin ku eva qonaxeke nû di xebat û çalakiyên komê de bû. Yekemîn konsertên ku vê komê bi fermî di bin navê koma Kamkaran ya îro lidarxist, piştî serkevtina şorişa gelên Îranê di sala 1357 (1979)'an de bû. Di sala 1368 (1989)'an de Omîd Lutfî kurê Mihemedriza Lutfî û Qeşeng Kamkar tevlî komê bûn û li aleva muzîkê ya Saz û Tarê lêxistin.

Di van salan de koma

Kamkaran dest bi rêvebirina bernameyên cur bi cur di welatên Ewropayê de kirin ku bi pêşwaziya germ a Ewropiyan re rû bi rû ma.

Erjeng li bajarê Sinê ya Kurdistana Îranê pêk hat.

Eva destpêka pêvajoyeke bilind

û kûrtir bû ku bi mezin bûna evladan û fêrbûn di xwendingeha Hesenê Kamkar de xemilî. Vê komê di sala 1348 (1959)'an de bi endambûna Hoşeng (serokê komê), Bîjen, Peşeng, Qeşeng, Erjeng, Erselan û Erdeşîr bi awayekî fermî çend konsert li Urmiyê, Sinê û bajarên din yên Kurdistana Îranê lidarxistin.

Muzîka Kurdî pir dewlemend e,

di vê navberê de jî koma Kamkaran di zindîkirina berhemên folklorî yên Kurdî de roleke berbiçav lîstiye. Dengên bilind û xweş yên Kamkaran hunera komê zêde kiriye. Sedema vê çendê ku Kamkar tu car ji rêya pêşkêş kirina muzîka folklor û gelêrî dûr nekevin, hînbûn û perwerdehiya wan di hembêza pir evîn û heza neteweyî ya bab de bû. Hesenxanê Kamkar, babê yek ji muzîkjenên navdar û mezin yê Viyolunê bû ku di hînkirina

vî mamostayê hunermend û kesayetiyê leheng û gernas yê hunera Kurdî di berhemê wan de tê dîtin. Hesenê Kamkar di salên dawî yên jiyana xwe de ji derdê nexweşiya pence şêrê dinaland, di encamê de wê nexweşiyê ew bo hertim ji Kamkaran û huner û muzîka Kurdî stand.

Di sala 1350 (1970)'an de,

hin ji endamên malbata Kamkaran, wekî Hoşeng, Bîjen, Peşeng, Erjeng û Erselan bo xwendinê çûne Tehranê. Di vê navberê de ji bilî Erjeng ku ji hunera wênekêşiyê re hez dikir, yên din bo beşa muzîkê ya zanîngeha hunerên ciwan çûn. Wan piştî demekê tevî Mihemedriza Lutfî(*), Perwîz Mişkatiyan û Hesen Elîzade û çend hunermendên navdar yên din Koma Şêyda û Arif pêk anîn ku konsertên serkevtî bi hunermend û stiranbêjan, Şehram Nazirî û Mihemedriza Şeceriyan re pêşkêş kirin. Di wê demê de ev du komên

Azad Kurdî

15@

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 16: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

ÇAND Û HUNAR

Koma muzîka Kamkaran û zindîkirina huner û folklora Kurdî Doma: R. 14

din ên koma Kamkaran di sala derbasbûyî de, pêşkêşkirina sitraneke Kurdî û bi kincên Kurdî di roja dana Xelata Nobel a Aştiyê bi Şîrîn Ebadî bû ku ji çend medyayên biyanî û navneteweyî bi awayekî zindî dihate belavkirin.

Di destpêka sala rabihorî

(2003) de, bi hatina Maykil Nîmen, ahengçêkerê navdar yê Îngilîstanê bo Îranê û

cîhanî pêdeçûnek bi ser 25 sal xebat û karê berdewame xwe hebe û bi vî karî serbilindî û serfiraziya yekem koma hevgirtî û domdar ya Kurdî hetanî vê demê bi dunyayê nasandî ye. Di bîranîn û qedirgirtin ji 25 sal xebat û karê bê westiyan, komê konsertek li Tehranê, paytexta Îranê lidarxist û bi dana rengên xweşik û bedew bi berhemên xwe gaveke bilindtir bo pêşxistina muzîka Kurdî avêtin. Di vê konsertê de berhemên wekî: Hewraman, Sodayî doriyeket, Kewaye, Xemêkîtir, Lerzan, Kitane, Xweşe Hewraman, Sebrî, Destare Peşmîne, Kiras Kuderî, Evradxanî, Helale Tenya, Gulnîşan, Kobokê, Şilêre û Qasimxan hatin pêşkêş kirin.

Kamkaran berhemên zaf yên bi kasêt, sêlik û pirtûk belav kirine. Albûmên: Hewraman, Şilêr e, Gelawêje, Kamkaran, Agirî Zîndû, Gulnîşan, Xak û Evîn û hwd... ji wan in. Herwiha çend pirtûkên dewlemend û zanistî li ser hunera muzîkê di warên cuda cuda de nivîsandine û hatine weşandin.

Di dema niha de navê

Kamkaran baştirîn nimûneyên muzîka Kurdî tîne bîra her evîndar û muzîkdostekê. Muzîka Kurdî bi sedema hewildan û zehmetên vê komê û nerawestiyana wan ji tixûb û sînorên Kurdistanê û bajarê Sine bihorî yê û îro di welatên Ewropayê ciheke xasmanî peyda kirî ye.

Qasê wan malbatên ku bi

awayê kom û girûp xebata xwe di cîhanê de dimeşînin, gelekî kêm in. Koma Kamkaran wekî komeke malbatî kariye heta qasekê vê valatiyê tijî biket. Di gel zêdetir bûna endamên vê komê ku hemû jî malbata Kamkaran in, tê dîtin ku domandina vê pêvajoyê di pêşerojê de, dê bibe sedema pêk hatina Orkestereke mezin ya Kamkaran.

(*) Navhatî piştî çûn bo

xizmeta leşkerî bo bajarê Sinê têkiliyên nêzîk bi malbata Kamkaran re çê dike û xizmatî dikeve navbera wî û malbata Kamkaran.

Jêder:

-Birûşorên kasertên koma Kamkaran -Malpera Kamkaran

Bernameyên wan yên hunerî karîn evîndarên zor li welatên biyanî ji xwe re peyda bikin û bo gelek welatan bihêne gazî kirin ku piştî zivirîna wan bo Îranê, parek ji wan konsertan wekî sêlik (CD) derdiketin pêşberî gel.

Di gel mezintir bûna zarokên

Kamkaran, ew jî bi dayik û babên xwe re tevlî komê bûn û koma Kamkaran bû eva ku em evro dibînin.

encamdana gotûbêj û hevdîtinên dostane bi koma Kamkaran re bû sedema dest pêbûna hevkariyên nû di navbera wan de. Ew alîkariye bi awayekê bû ku her du aliyan kilam û beyt bo hevdu dinivîsandin û ser û ber dikirin. Herwiha qirar bû Maykil Nîmen berhemekê li gor muzîka Kurdî û Orkestera Semfonîk binivîse û bi hevkariya koma Kamkaran bihête pêşkêş kirin. Hezkirina wî ahengçêkerê mezin yê Birîtaniyayê bi muzîka Kurdî re piştî seredan û beşdarî ji konsertên koma Kamkaran li Ewropayê bû.

Koma muzîka Kamkaran bo

pişikdarî kirin di para muzîkê ya Mîhrîcana çand û hunera Kurdî li Îtaliyayê di meha Reşemeya 1383'an de, destpêka sala 2005'an hatiye gazî kirin.

Koma Kamkaran îro karî ye

bi bidestxistina nav û dengeke

Ji sala 1378 (1999)'an hetanî niha koma Kamkaran şikleke bedew û baştir bi bernameyên xwe dane û pişikdarî û xebatên xwe di asta navneteweyî de pitir kirine. Komê konsertên zaf li hundir û derveyî welêt pêk anîne û di Festîvalan de beşdarî û çalakiyên xurt û serkevtî hebûne. Wan di salên 1378 (1999)'an û 1379 (2000)'an de hin pirogram di Kurdistana Îraqê de, li bajarên Silêmanî, Hewlêr û Duhokê pêşkêş kirin. Herwiha di sala 1380 (2001)'an de konsertek li bajarê Stenbol û Diyarbekrê bi cil û bergên pîroz yên Kurdî lidarxistin, ku di dîroka deshilatdariya Turkiyê de bê nimûne bû. Pişikdarî kirin di festîvala Loçiyanobiryo, ahengçêkerê mezin yê hemdemyê Îtaliyayê bû. Ev konsert ji du cur muzîkên Kurdî û muzîka nûjen ya cîhanê pêk hatibû ku bi hevkariya koma Kamkaran û Orkestera Semfonîtayê hate pêşkêş kirin.

Yek ji bernameyên serkevtî yên

16

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 17: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

gelê Kurd de hiştiye û dimîne, ew wek sembola berxwedan û xebata radîkal di warê rêzimanî û wêjeyî de tê diyarkirin. Lewra danîn û nîşankirina xelata vî têkoşerî her sal ji hêla komîteyekê û hevalbendên wî tê şopandin û pejirandin. Beriya niha ev xelat ji bo nivîskarê Turk Ismaîl Bêşîkçî re hatibû diyarkirin. Û îsal di roja

ÇAND Û HUNARdibe, çawa ku berê li Mihabadê, Amedê, Hewlêr bû, îro jî neviyên Apo Osman Sebrî serê xwe li kolanên Qamişlo, Kobanî, Efrîn û li metrepolên Şamê û Helebê serî hildidin, dîsa çerxa felekê û aşên mirinê pencên xwe li ser gund û bajarên Kurdistana Sûriyê digerînin.

Xelata dayikan Kurdan bi destê Diya Ciwan, bi dilekê geş û xweş di gel helbesteke kurt û kûr hate pêşkeşkirin, bi çek û

Li Parîsê îsal xelata Osman Sebrî diyarî û pêşkêşî Dayika Kurdan ya hêja Daniyel Mîteran bû

20.10.2004’an da ev xelat li Parîsê, paytexta Fransa ji bo dayika Kurdan Xanima Mîteran, di riya Diya Ciwan helbestvana Kurd ya bi nav û deng ku di jiyana xwe de bi salan e ji bo doza gelê xwe xebat dike hate pêşkeşkirin. Lewre jî ew ji paytexta Sûriyê ji Şamê ber bi Parîsê ve dabû rê. Cîhê Liwîs Aragon, Can Cakroso, Vîktor Hîgo... , da ku derd û hêviyên gelê Kurdistana Sûriyê û berxwedana serhildana 12’ê Adarê bi wêneyekî zêrîn yê Apo Osman diyarî dayika Kurdan bike. Ta ku mizgîniyê ragihîne guhê dayika Kurdan û bibêjê wê, îro hêvî û ramanên Apo Osman Sebrî dîsa xwe nûdikin û dengê azadiyê û berxwedanê li hemberî zordestên Şamê geş û bilind

xemlên Kurdî pîra dayika Kurdan Xanim Mîteran hate hembêzkirin, piştî ku serokê Enistîtuya Kurdî li Parîsê, birêz Kendal Nezan gotinek bi zimanê Fransî li ser xebata Xanim Mîteran ji bo doza gelê Kurd li her çar parçan ronahî kir, herwiha gelek gotin hatin xwendin, mîna gotina Mamosta Mihamed Mela Ehmed ku yek ji hevalên Apo Osman yên berê bû, û gotinek ji birêz Heyder Omer û gotinek jî bi zimanê Erebî ji hêla Nîzar Neyûf de ku ew dostê gelê Kurd e.

Li vê şevê ya ku li avahiya Enistîtuya Kurdî li Parîsê hatibû li darxistin, gelek siyasetvan, nivîskar û dostên gelê Kurd yên Fransî beşdar bûn. Ji wana nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, birêz Şêrwan Barzanî û nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistana Turkiyê, nûnerê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê û amadebûna nivîskar û siyasetvanên Kurd, Cewad Mela, Can Kurd, Ferîd Mela, Kemal Seydo, Evîn Çîçek, Hêvî Osman Sebrî, Dr. Mihamed Zeyno û xanima wî, Abdulbasit Hemo û gelek yên din ... . Ku ji welatê Almanya, Îngilîstan, Swêd, Swîs, Hollanda hatibûn.

Herwiha hêjayî gotinê ye ku Apo Osman Sebrî bê bîranîn, hersal di meha Çirîya Pêşîn da ku di vê mehê da di sala 1993’an de ji nav me koçbar kir, lê hiş û ramanên wî, ji bo doza azadî û serfiraziya Kurdistanê dê neyê berdan.

Di rûpelên dîrokê de hindek nav tên kolandin, ew kesên ku jiyan û ramanên xwe di xebat û tekoşînê de ji bo nirxê mirovahiyê, azadiyê û wekheviyê bi xêzên zêrîn bihorandindine. Bê guman yek ji wan kesan tekoşerê mezin Apo Osman Sebrî ye, ku cihekî giranbuha di dîroka xebata gelê Kurdistanê de girtiye, bi taybet di nav gelê Kurdistana Sûriyê de. Apo Osman Sebrî bi hêrz û bi berxwedan ji ber doza gelê xwe xebat dikir, qet jê dûr nediket û serê xwe li ber zor û sitemê neçemand, gelek asteng û zordarî li pêşiya raman û xwestekên wî derdiketin, lê tim û tim bêhêvî nedima, tevî ku merc û şertên wê demê gelek dijwar bûn. Ji ber ku peymanên giran di navbera kolonyalîzma Fransî, Faşîstên Turk û Barbarên Sûriyê de hatibûn imzakirin, ku bi hehrve dixwestin hêvî û doza gelê Kurd winda bikin.

Ji ber vê yekê hemû sînor li xebatê hatibûn dorpêçkirin. Dema Apo Osman Sebrî û hevalê wî Dr. Nûredîn Zaza, Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê avakirin, di 14.06.1957’an de di gel hevalên wan, rejîma Sûriyê êrîşên dijwar avêtin ser gelê Kurd, bi hezaran binçav kirin û bi sedan kadro û rêberên partiyê xistin zîndanan.

Apo Osman Sebrî, hejdeh caran ketibû zîndanê! û koçberê welatê Efrîqa (Girava Medaxeşqer) kirin. Lê tevî hemû pîlanan nekarîbûn wî ji dîlana azadiyê bigirin û dûrbixin. Herwiha bi hêviya Kurdistaneke azad roj bi roj pirtir nêzîkî êş û azarê gelê xwe dibû. Apo Osman, hiş û ramanên xwe çi di warê helbest wêjêyê û piratîkê de jî diyar dikir, karê wî û gotinên wî hevdu digirt. Hêviyên wî tim geş bûn, li pêşerojê re geş û xweş temaşe dikir, Apo Osman, di dawiya jiyana xwe de digot: Pir xweş e ku mirov li hemberî sitem û zorê bi serfirazî here gorê, herwiha wî tim ji mêvanê xwe re li mala xwe li taxa Kurda li bajarê Şamê dianî ziman ta ku koçber kir. Di 11.10.1993’an de çû ser dilovaniya Xwedê.

Ji ber vê çendê Apo Osman, cîhekî binirx û giranbuha di dilê

17@

Abdulbasit Hemo, Almanya 31.10.2004

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 18: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

Baweriya Kurdan tenê bi çiya tê.

Biratî, kevir nerim diket.

Av dilopdilop dibe gol.

Av ji kaniyê û nav ji baniyê.

Axîna kûr ji dilê kûr tê.

Azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirin.

Banek e û bagurdanek e.

Bar mirov naêşîne, serbar mirov diêşîne.

Agir berda ka; xwe da aliyê ba.

Agir bi agir venamire.

Agir di kevnebizûtan de dimîne.

Dunya wekî gulekê ye, mirov bêhn dikin, didin hevalê xwe.

Kesê têkeve govendê dê xwe bihejîne.

Her giyayek li ser koka xwe şîn tê.

Heyfa ciwaniyê pîrî li pey.

Bi girî, ji gorê ranabin mirî.

Dara azadiyê bi xwîn û xwêdan tê avdan.

Bê Xwedê dibe, bê xwedî nabe.

War ev war e lê, bihar ne ev bihare

Salê du car cejn e, wan rojan jî zikê feqîran dêşe.

Gotinên Pêşiyan

ÇAND Û HUNAR

Di roja pêncşemî 04.12.2004'an de Festîvala salane ya wêjeyî a bi navê Gelawêj li bajarê Silêmaniyê bi amade bûna hejmarekî zaf ji wêjevan, nivîskar, lêkolînvan, helbestvan û ronakbîran ku li her çar parçên Kurdistanê ve hatibûn dest bi karê xwe kir.

Festîvala di bin dirûşma

Azadî bûke barana nûjeniyê ye hate lidarxistin û wêjevan û ronakbîrên amade di Festîvalê de berhemên xwe bi awayekî zindî pêşkêş kirin, piraniya berhemên ku ji aliyê

Heştemîn Festîvala salane a Gelawêj li bajarê Silêmaniyê

beşdaran ve hatin pêşkêş kirin, ji çîrok, helbest û lêkolênên wêjeyî pêk hatibûn.

Di vê Festîvalê de hejmareke zaf ji xwendekar û kesayetiyên navdar yên Kurdistana Îranê dihatin dîtin ku parek zaf ji dema Festîvalê bi pêşkêş kirina berhemên wan hate meşandin. Festîvala salane a Gelawêj ku îsal heştemîn dora vê bû hefteyekê dom kir û di roja 11.12.2004'an de dawî bi karê xwe anî.

Festîvala muzîk û strana Kurdî Hewlêr co şand

Kurdistana Îraqê. Ji bilî wan komên hunerî

gelek kesayetiyên nav eyan yên Kurd wekî mêvan ji her çar doran hatibûn gazî kirin. Taybetmendiya girîng ya Festîvalê ev bû ku hunermendên Kurd ji her çar parçeyan hatibûn xwendin û ev xemle di Kurdistana azad de herî bedewtir dihat ber çavan.

Festîvala ku ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ve hatibû lidarxistin çar rojan dom kir û di roja şemiyê 19.12.2004'an dawî bi karê xwe anî.

Roja çarşemiyê 15.12.2004 mezintirîn Festîvala muzîk û strana Kurdî li bajarê Hewlêrê hate lidarxistn. Festîval mêvandarê komên hunerî ji her çar parçeyên Kurdistanê bû ku di bin dirûşma "Festîvala Kurdistanê ji bo muzîk û strana Kurdî" dest bi xebata xwe kir.

Tîpên hunerî yên pi şikdar di Festîvalê de pêkhatibûn ji tîpa Kamkaran, Endelîbî û Şems ji Kurdistana Îranê, sê t îp ji Kurdistana Turkiyê, tîpek ji Kurdistana Sûriyê, tîpek ji Ermenistanê û çend tîpên din ji

18

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 19: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

@

Agirî, hejmar 14, Decembera 2004, Beframbara 1383’ê Rojî

Melayê MeşhûrNivîskar M. Emîn Bozerselan ji pirtûkê re "Pêşkeşî"yeka dirêj nivîsî ye û "Pêşkeşiyê" da pêkenokên Melayê Meşhûr ji hemû aliyan ve dane nasîn. Birêz Bozarslan ji bo zelalkirina hin peyv û peyvikên pêşkeşiyê û pêkenokan, ferhengokek jî amade kirî ye. Ew ferhengok di dûmahiya pirtûkê da ye.

Ji bo pirtûka Melayê Meşhûr

nivîskar M. Emîn Bozerselan wiha dibêje: "Ev pêkenok hemû li Kurdistana Jorîn di nava gelê Kurd da bi zaravê Kurmanciya jorîn tên gotin. Wek ku me li jor jî da zanîn,

Melayê Meşhûr qehremaneke mesela pêkenokan e. Ew mesele li Kurdistana Turkiyê di nava gelê Kurd da tên gotin û bûne beşek ji edebiyata Kurdî ya devkî. Li ser kesayetî û netewetiya Melayê Meşhûr di zimanên cure cure da gelek tişt hatine gotin û gelek tişt jî li ser Melayê Meşhûr hatiye nivîsandin. Herwiha di gelek welatan de li ser Melayê Meşhûr pirr efsane hatine afirandin û ketine dev zaran.

Îranî Melayê Meşhûr ji xwe re

dikin mal. Di nivîsarên Îranî de navê Melayê Meşhûr, "Molla Nesreddîn" e. Li ser Molla Nesreddîn gelek tişt nivîsandine. Hin lêgerên Azerbeycanê di navbera pêkenokên Melayê Meşhûr û Molla Nesreddîn kirine wekhevî dîtine û wisa qebûl kirine ku Melayê Meşhûr û Molla Nesreddîn bi xwe bûye.

Turk jî dibêjin ku Melayê

Meşhûr Turk bûye û navê wî Nesreddîn Xoce bûye. Li bajarê Aqşehîrê jiya ye û li wir wefat kirî ye.

Ereb jî Melayê Meşhûr dikin

Ereb. Li welatên Ereban navê wî Cuha ye û meselokên wî gelek belav bûne.

Hin Kurd jî Melayê Meşhûr

Kurd dihesibînin. Pêkenokên Melayê Meşhûr bi Kurdî cara pêşîn di 1939’an da ji aliyê Mamosta Mihemedê Mistefa ve hatine çapkirin.

Birêz M. Emîn Bozerselan, li

ser meselên Melayê Meşhûr lêkolînek hêja kirî ye û li ser wî pirtûkêk jî çap kirî ye. Pirtûka M. Emîn Bozerselan li ser navê Melayê Meşhûr çapa pêşîn 1986’an da li Swêdê hatibû weşandin. Çapa wê ya 2'yan jî niha ji aliyê Weşanxana Deng ve hatiye weşandin.

Pirtûka Melayê Meşhûr 248

rûpel e û di nav pirtûkê de 150 meselên Melayê Meşhûr hene.

tiştekî netişt hêrs bûye û kirî wisa ye ku bi hewa keve. Mesela, carek di şeveka havînê da xêzana wî jê ra gotî ye;

- Pirr germ e; xwe pîçek wir ve bide.

Melê ji vê peyva jinikê hêrs bûye û ji nava nivînan rabû ye, ji malê derketî ye, li kerê xwe siwar bûye, çûye û çûye, heta ku gihiştî ye deşta Mûşê. Li wir rastê gundiyekî xwe hatiye û jê ra gotî ye;

- Dema ku tu bigîjî gund, here ji xêzana min bipirse, gelo bes e yan ez hinek jî wir ve herim?"

Ji Rojnameya pandeh rojî

ya siyasî û çandî a Dema Nû, hejmara 77’an hatiye wergirtin.

celebek ji van pêkenokan ji bilî zimanê Kurdî di hin zimanên dî da tên gotin; celebek jî taybetên bi Kurdî ne û tenê li Kurdistanê tên gotin. Me di vê pirtûkê da cî da wan her du celeban jî. Lê belê, pêkenokên ku li Kurdistanê di nava gel da nayên gotin û di zimanekî dî da yan di çend zimanên dî da tên gotin, me cî neda wan. Lewra ew pêkenok ne Kurdî û Kurdistanî ne."

Li gor Birêz Bozerselan,

mirov dikare bêje ku pêkenokên Melayê Meşhûr, eynika kesayetiya wî ne. Bozerselan: "Melê carna hêrsok û xeydok bûye, li ser

19@ ÇAND Û HUNAR

Şivan Perwer bû xwediyê Xelata Muzîkê ya Cîhanî a Çarlêz Kiroz

Hunermendê mezin yê Kurd,

Şivan Perwer hêjayî mezintirîn Xelata Muzîkê ya Cîhanî hat dîtin, ku di rê û resmekî mezin de li Parîsê, Paytextê welatê Firanse û herwiha di bin zêrevaniya Serok Lomarê wî welatî, Jak Şîrak de xelata Çarlêz Kiroz pêşkêşî Şivan hate kirin.

Di rê û resma xelat dayînê de rewşa gelê Kurd ya îroyîn, êş û dijwariyên ku Kurd dikişînin û hêvî û gumanên wan ji pêşerojê û ji cîhanê re hate baskirin û bîranîn. Şivan jî bi axaftineke kurt û

gotina strana Fermane, Fermane sipasî ji komîteya "Jacques Chirac"ê kir û dawî bi rê û resmê anî.

www.ars

ivaku

rd.o

rg

Page 20: ş Pêş  · 2015. 8. 16. · Kurdî R. 14 Rêzgirtin ji Roja Pêşmerge li bajar û gundên Kurdistanê Rûpela 7 Di 20 saliya li nav kirina roja 26'ê Sermawezê wekî Roja Pêşmergeyê

Rûpela 7

Rojnameyeke siyasî û çandî

ye, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê diweşîne

Hejmara 14, Decembera 2004

Navnîşan: AFK

B.P. 102- 75623 Paris CEDEX 13 –FRANCE

http://www.kurdistanmedia.co

m/kurmanci/kurmanci.htm

Email: [email protected]

[email protected]

Fax: 0012703425105

Bo Agirî binivîsînin

Eger bo Agirî dinivîsin, ji kerema xwe van xalên jêrîn berçav bigirin:* Çi nivîsek bê nav û nîşan nayê weşandin. Nivîskar dikare navê

dilxwaz bo nivîsa xwe hilbijêre, Di gel navê dilxwaz ji kerema xwe navê xwe yê rastî bo rojnamê

bişînin. * Eger nivîskar ji bo nivîsîn û

berhev kirina mijara xwe ji çavkaniyan mifah wergirtibe,

hewce ye îşare bi van jêderan biket.* Ev nivîsên ku ji zimanên biyanî

hatibin wergerandin, hewce ye teksta serekî ya wê jî, ji rojnamê re

bihê şandin. * Hindî bikarin wêne, xerîte û

belgenamên hewce tevî nivîsan bo me bişînin.

Desteya weşana Rojnameya Agirî mafê vê çendê heye ku:

Destêwerdana rênûsa nivîsan biket.• Wan mijar û babetên ku

naverokeke lawaz hebin, belav neket.

Weşana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, hejmar 14, Decembera 1383’ê Rojî

Sersala we pîroz beHejmara 14'an ya weşana Agirî hevdem

tevî sala nû ya Zayînî tê weşandin. Bi vê hincetê, em pîrozbahiyên germ yên xwe pêşkêşî hemû gelên cîhanê û bi taybetî Mesîhiyên Îran û Kurdistanê dikin. Em hêvî dikin ku sala nû ya Zayînî bibe sala azadî, aştî û bi hev re jiyana tev gelên cîhanê û serkevtina gelê Kurd.

Desteya Weşana Agirî

Peyameke niştimanî û dîrokî di berjewendiya gelê Kurd da

Her du partiyên sereke yên Kurdistana Îraqê derheq hilbijartinên pêşîn di meha yekem ya sala 2005'an de, peymaneke niştimanî û dîrokî di berjewendiya gelê kurd de îmza kirin.

Di roja çarşemî 01.12.2004'an

de, serokên her du partiyên sereke mizgîniya vê peymanê ragehandin. Rûpela 8

Yekemîn Kongireya Zanistî ya Jinên Kurd li Tehranê

Birêveçûna Konferansa:

Urmiye di bizava neteweyî ya Kurd da

Ji bo nirxandina rewş û pirisgirêkên Jinên Kurd Yekemîn Kongireya Zanistî ya Jinên Kurd di navbera rojên 28-29'ê Sermaweza 1383 (18.19.2004)'an de hate lidarxistin. Kongireya han ji aliyê binkeya Çandî-Rewşenbîrî ya Kazîwe û bi alîkariya Enistîtûya çandî ya Kurdistan "Xorhelat" pêk hat.

Di Kongireyê de gelek bas û gengeşe li ser mijarên têkildar yên Jinên Kurd hate kirin. Mijarên rojeva kongireyê evên jêrîn bûn.

- Jina Kurd di dîrokê de

- Mafên Jina Kurd, mafê siyasî, medenî, aborî, civakî û kulturî

- Jina Kurd di warên cur be cur de: Hunerî, aborî û...

- Çalakiyên Jinên Kurd di orta siyasî, kultorî û civakî de

- Dîtingeha yên din li ser Jina Kurd

- Ewlehiya civakî ya Jinên Kurd: Tund û tûjî a malbatî, tund û tûjî di warên şol, zayend (cinsî), siyasî

- Pêşeroja Jina Kurd Kongire hemû rojê ji demjimêr

8'ê sibê heta 7'ê êvarê dom dikir. www.a

rsiva

kurd

.org