agahîyên nexwaşan li ser humira ji bo nexweşên ku ... · • eger we nexweşya demara, wek...

17
Ji bo nexweşên ku HUMIRA ji wan re hatîye destnîşan kirin Agahîyên nexwaşan li ser HUMIRA ® ji bo nexweşiya romatîzmayê

Upload: phamnga

Post on 07-Mar-2019

218 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

1

Ji bo nexweşên ku HUMIRA ji wan re hatîye destnîşan kirin

Agahîyên nexwaşan li ser HUMIRA® ji bo nexweşiya romatîzmayê

2 3

Navê doktor ê min

Telefona doktor: email:

Navê hemşîre ya min

Telefona hemşîre yê: email:

Klînîk

Nexweşxane

Telefona klînîk / nexweşxaneyê ye:

Xalên giring

Agahîyên xwe binivîsin!

Destpêk 5HUMIRA çi ye û çawa dixebite? 7Çi kesek pê Humira têne dermankirin? 8Artrit reûmatoid (RA) 8Spondyloartrita hêlî 9Artrit Psoriatîk (PsA) 10 Yûveit 10Divê pêş û di dema tedawiyê de çi babetan pêk bînin. 13Bandorên HUMIRA 18Kîjan nimûneya HUMIRA ji bo te baş e? 19Çawa derziyê HUMIRA bikar bînim 20Çawa şirenqe ya pêşîyê de tejî bûyî ya HUMIRA bikar bînim 22Çawa HUMIRA depo bikim 25HUMIRA û jîngehê 27Çima divê sehkirina giştiya leşî pêk bê? 29 Eger hûn dixwazin bêtir bizanin 30

2

4 5

Ev belavok e taybet ji bo wan kesane ku ji nû dest bi tedawiya bi HUMIRA ji bo nexweşiya romatîzmayê, an jî ji bo yûveit* a bê- înfeksyon (nexweşî çavî) kirine.

Gengaze heta niha jî ve rêwîtiyek dirêj û dijwar bi nexweşiya xwe re derbas kiribe. Bi alîkarîya agahiyên ku di vê belavokê de hene û dermanên xwe, rêya li pêşiya we tê hêsantir be û encama vê tê bibe jiyaneke çalak tir, bê ti nîşaneyan.

Nehêlin bila bi ev nexweşiye jîyana we kontrol bike. Divê hûn bi serê xwe ji xwe re biryarê bidin!

Bi hêvîya serkevtinê!

* Nexweşiyên romatîzmayê jêr niha dikarin pê HUMIRA bêne dermankirin: Artrit reûmatoid, Spondyloartrita hêlî û Artrit Psoriatîk. HUMIRA herwisa ji bo tedawîkirina yûveit a bê-îltihab, nexweşiyeke çavan ku pişt, navîn an tevahiya çavan, dêxe bin bandora xwe. tê bikaranîn.

4

6 7

HUMIRA çi ye û çawa bixebitin? HUMIRA a dermanek biyolojîk e ku her du hefte yan carekê ji bo as-teng kirina îltihab ê tê lêdan.

HUMIRA astengkereke TNF ye. TNF (faktorên nekroz tumor) proteîne-ka geşkera îltihab ye ku bi xwezayî di bedenê de pêk tê.

Di rewşa normal de, îltihab bi armanca parastina laşê dijî tesîrên xirab, bi rêya derxistina madeyên xirab wekî vîrûs û bakteriyan e.

Lê belê, gelek nexweşiyên îltihabê, wek nexweşiyên romatîzmaya movikan, li gel berhembûna rêjek zêde ji TNF ê hevdem e. Zêde bûna TNF dibe sedem ku sîstema parastinê bi xeletî û gelek zêde bertekê nîşan bide, ku ev yeke dibe sedema îltihab ê.

Madeya çalak di HUMIRA da adalimumab e. Adalimumab antîkoreke ku ser TNF ê zêde dibe û vê ne çalak dike ku ev babete dibe sedema kêm bûna îltihab ê.

6

Antîkoreke mirovî ku pê endazyariya jenetîk hatîye berhev kirinEv dermane, di dema têketina nava leşê wekî madeyên din ê xwezayî dixebit e. Ji ber vê ku dermanên bîyolojîk ji maddeyên ku hema hema bi avahiya wekî laş mirovan e pêk tên. HUMIRA antîkoreke dijî TNF a mirovan e ku pê teknolojîya DNA ya nû teknîk (endazyariya genetîk) hatîye berhem kirin.

Proteîna antî-îltihabê

TNF (destpêkera îltihabê)

HUMIRA

TNF a pir zêde hevsengîya merov têk dide. Sîstema pa-rastinê overreacts, rîska zêde çalakiyên nexweşî.

HUMIRA rêheya TNF ê kêm dike, îltihab ê kontrol dike û çalakiya nexweşî kêm dike.

8 9

Çi kesek pê HUMIRA tê dermankirin? Tedawiya bi HUMIRA ji bo nîşaneyên jêr hatîye pejirandin. Ew hemû ji bilî yûveit ê, nexweşiyên romatîzmayê ne ku di serî de mo-vik an dêxine bin bandora xwe. Yûveit çavî dêxe bin bandorê û dibe ku di encama nexweşî romatîzmayê be. Ji bo van rewşane, dikarin HUMIRA bi tenê an jî cem dermanên din bi bikar bînin.

Artrit reûmatoid (RA) dibe sedem îltihaba movikan, ku dikare dibe sedema seqetiyeka domdar. RA herwisa dikare hêrişî organên din, yên wek dil, kezeba û çavên bike.

Dema ku nexweşiya berfireh dibe, îltihaba dikare bi hev re, movikên cuda bi taybetî dest û lingên bêxe bin bandora xwe. Îltihaba hevta ye, ku tê wateya ku her du lingê rast û çepê dikevine bin bandor ê.

Li Swêdê, nêzî 0.5-1% ji xelkê tûşî RA ne. Ev nexweşî ye di nava jinan zêdetir e ji mêran. Nêzî 50,000 kesan li Swêdê tûşî RA ne1. Her salê, Nêzî 5,000 kes tûşî ev nexweşî yê dibin2. Bi pianî temenê nexweşîyê 50-60 sal e, lê kesên ciwan di bîstan salan da jî dikarin tûşî bin2.

1. Neovius M et al. Ann Rheum Dis 2011;70:624–9.2. Englund M et al. Rheumatology 2010;49:1563–9.

Dermankirina nexweşiyên xweparêz HUMIRA pêştir dikarî hinek nexweşîyên îltihabê tedawîya bike. Ew hemû nexweşiyên xweparêz in, dema ku sîstema parastina laşê êrîşî şaneyên laşî yê saxlem dike, çê dibin. Ji bilî nexweşiyên hevbeş romatîzmayê ku di vê belavokê de hatîye şirove kirin, niha ji HUMIRA ji bo tedawîkirina nexweşiyên çerm, bi taybetî, plaketa pisoriasis, plaketên psoriasisên zarokan û hidrade-nita çirkê (HS), û nexweşiyên îltihaba rûvî, bi taybetî kolîta ûlseratîv û nexweşî kron ji 6 salan û zêdetit, tê bikaranîn. Artrit reûmatoid di zarok û ciwanên ji 2 salî, ku bi navê artrit îdiopatîk a zarokan tê naskirin (JIA) û artrit a girêdayî bi entesît (ERA) li zarokên ji 6 salî û zêdetir, tê naskirin jî ji bo dermankirina bi HUMIRA re hatine pejirandin.

Spondyloartrita hêlî nexweşî îltihabê ye ku movikên piştê dêxe bin bandora xwe. Nîşaneyên normal yê vê êş ê paşt êşa şevê û reqbûna sibê ye. Ev êşe bi piranî pê livînê çêtir dibe.

Êşa di encama vê nexweşîyê hem wekî êşa siyatîkê ye ku heta binê lingî berdewam dike. Êş bi giranî bi sedema îltihaba di masulkan, tendonan û zevîyên girêdayî nêk û movikê piştê ne. Organên din jî gengaze bikivine bin bandor ê. Îltihaba çav û sîsteme medê jî, yek ji babetên normale ku dikeve bin bandorê.

Hinek nexweşên ku tûşî spondyloartrita hêlî bûne dibe ku paş demekê tûşî guhertina radyografîk di movikên piştê û/an di masulkên sakroîlî-yak da bibin . Ev rewşa ku bi navê spondîlît a enkîlosing (AS) tê nas kirin, nexweşiya Bechterew jî tê naskirin.

Spondyloartrita hêlî herwisa spondyloartrita hêlî ya ne- radyogrfîkî jî (nrAxSpA( li ber digire. Nexweşên tûşî nrAxSpA her nîşanên wekî nexweşên AS hene, lê ti belge ji ziyana movikan di nîgara x-tîrêja wan de nayê dîtin.

Temenê destpêka ev nexweşîyê 18-30 sal e.

Dermankirina fizîkî yek ji tedawiyên sereke ye e.

10 11

Artrita Pisoriatîk (PsA) formek ji romatîzmayê ye ku mirov bi pisoria-sis ê dêxe bin bandora xwe. Pisoriasis nexweşiya ku pê alozîya di avabûna hucreyên çerm yê nû de zelal dibe, ku dibe sedema xurîn, û kevilvedana herêmên hesas e çermî. Di Artrita Pisoriatîk, dumahîka movikên tiliya û tendonên lewaz, gelek caran rastî êrîşî dên ku ev tişte di RA da ne normal e. Di rewşên taybet de, dibe ku êşa movikan xwe pêş ji astengîyên çermî nîşan biden. Tê texmînkirin ku 20,000 xelkê Swêdê tûşî vê nexweşîyê ye.

Di navbera 10 heta 30 ji sedî ji kesên tûşî pisoriasis tûşî êşa movikan jî dibin, lê ti têkiliya di navbera radeya îltihabê û giran bûna êşên tune ye. Ev tevlihevî di hemû temenan de diqewime e û jin û mêr wekhev tûşî dibin.

Artrita pisoriatîk herwisa dikare bibe sedema îltihabê li parçeyên din ên bedenê de, wek çavan û sîstema medê. Eger tûşî nîşaneyên wisa bûn têkilî bi dabînekêr parastina saxlemîya xwe bikin.

Yûveit formeke ji nexweşîya îltihaba kronîk ku parçeyên din ên çav dêxe bin bandora xwe. Ev nexweşîye carna dikare bi sedema nexwe-şiya romatîzmayê be û carna jî dikare bi sedema îltihaba be. HUMIRA ji bo dermankirina yûveit a ne- îltihaba ku pişt, navîn an tevahiya çavan, dêxe bin bandora xwe, ji hatîye pejirandin.

Tevî ku yûveit gelek kêm e, lê eger neyê dermankirin tê bibe sedema astengiya dîtinê an jî korbûnê.

Yûveit dikare li her temenî de biqewime, lê bi piranî mirovên ku di temenê xebatê anku 20-50 salan de ne tûşî dibin . Tevî ku 40% ji babetên yûveit ê ku li jor hatine behs kirin bi sedema nexweşîyên taybet nînin lê nexweşîyên wekî MS, sarkoidosis û nexweşiya Behçet dikare bibe sedema yûveit ê.

11

12 13

Ewlekariya we babetea pêşînî ye Nexweşiyên berê, îltihabên niha û planên paşerojê - tiştek ku bi girêdayî bi bedena we ye - dibe ku ji bo dermankirina pêşeroja we bi HUMIRA re girîngiya be. Divê hûn herdem fikarên xwe liser tenduristi-ya xwe û hestên bêjin doktorê xwe.

Ji bo bête piştrast kirin ku we pêş destpê kirina dermanê îltihab tune ye, diktorê we, dê testan û muayineyan (di nav wan de X-tîrêj û testên xwînê) pêk bîne daku tûşî bûna ji nexweşîya zirav potansîyel û hepatît B an C red bike.

Her tim babetên jêr ji doktorê xwe re bêjin:• Eger we liser bedena xwe îltihab heye: - îltihaba ser leşî (wek birînên îltihabî an pirsgirêkên diran) - an jî nava bedena xwe (wek tayê, westandina zêde, grîp,

îltihaba pişikê, an îltihaba loze yê) • Eger we hepatît B yan jî pirsgirêkên wekî îltihaba dem dirêj an

dubare derketî, hebe yan we hebûy e• Eger we êşa zirav heye yan we hebûye an jî hûn di têkiliyê gel

kesekî ne ku êşa zirav hebû ye• Eger plan we heye ku hûn vaksenê lêdin• Eger hûnê di nêz de bêne nîştergerî kirin• Eger we nexweşya demara, wek multiple sklerosis (MS) hebe• Eger we, nexweşiya dil û tembeliya dil ya cidî heye yan jî we

hebûye• Eger hûn ducanî ne, an jî plan dikin ku bizaro bibin• Eger cixareyê dikêşin • Eger dermanên din, di nav wan de berhemên bê-reçete û / an

dermanên xwezayî bikar dînin. Dema ku hûn ji alîyê diktorê xwe an jî her dabînkerê xizmetê saxlemîyê din, têne vîzît kirin, lîsteya dermanan ku bikar dînin, gel xwe bibin

Dermanên ku ji bo tedawîya nexweşiya romatîzmayê têne bikar anînTîpa dermanê ku tê bikaranîn girêdayî ye li ser giranîya nexweşî ya we. Dermanên ku ji bo tedawîki-rina nexweşiya romatîzmayê tê bikaranîn dikare nav komên jêr de bê dabeş kirin: • Dermanên mosekin wek

asetomînofen û îbuprofen. Tê bikaranîn ji bo bi dawî anîna dermanên bingehîn.

• Kortison, ku bi navê steroid tê naskirin. Ev dermanî pir caran Bandorek bi lez heye, lê dibe ku carna bandorên nexwaz jî hebe. Kortison bi piranî di dozên herî kurt û bo maweya gelek kêm tê pêşnîyar kirin. Dozên û formên derman, li gor çalakiyên nexweşîyê gengaze ku biguherre. Kortisone dikare di forma heba bê bikar anîn an bi giştî tê pê derziyan nav movika bin bandor bê lêxistin.

• Dermanên astengkerê sîstema parastina leşî, wekî metotreksate, wekî dermanek destpêkî ji bo rawestandina îltihaba berdewam tê dayîn.

• Bergirên TNF dermanên biologîkî ne ku ji bo derman kirina nexweşî-ya îltihaba navîn heta giran, tê bikaranîn. HUMIRA ji vê komê ye.

12

Tiştê ku divê pêş û di dema tedawiyê bê berçav girtin

14 15

Di dema tedawiyê de Weke hemû dermanên din, HUMIRA jî dikare bandorên nexwaz hebin. Tevî ku piranîya bandorên nexwaz, demekî û bê zirarin, lê hinek ji wan dikarin cidî bin.Di destpêka maweya derman kirin, çermê we gengaze li cihê ku derzî tê lêdan sor û werimî bibe. Ev babete pi asayî ye û bi piranî bê xetere ye. Werima çermê we bi piranî tê di nav çend rojan de winda be. Dibe ku hûn li maweya dermanê xwe de zêdetir tûşî sirr lêdanê bibin, û egerwe îltihabek giran heye, nabe derzîya li xwe bidin.

Her tim bi doktorê xwe re têkilîyê bigitrin:• Eger we nîşaneyên jêrîn di destpêka tedawî ya xwe dîtin:

- werimîna girêkan - kuxikeke hişk ku di nava yek an du hefteyan da baştir nabe - kêm kirina kîloyan ji nişka ve - xwêdan berdewam

• Eger we her yek ji nîşaneyên jêr jebin: - nîşanên îltihaban, wek ta, dilxelandinê, birîn - pirsgirêkên diranan, hesta şewitandinê dema mîztinê - bêhêzî an westandina - kuxik - recifîn - tevizîn - dîtina dudu - bêhêzîya pê yan milan - werimîn an birîna vekirî ku baş nabe - nîşaneyên nexweşiyên xwîn, wek taya dem dirêj, lekeyên reş,

xwînrijîn, qelibîn

• Eger we nîşanên rawestana dilê hene - bêntengîya ku zêde dibe - werimîna gûza pê

• Eger we plana bizaro bûnê heye. Di bin de liser "ducaniyê de" zêdetir bixwînin

• Eger hûnê di nêz de bêne nîştergerî kirin (di nav de nîştergerîya diranan)

• Eger nava dermanê we de antîbîotîk heye• Eger bo nimûne berî çûna derveyî welêt, plan vaksîne kirina

we heye

DûcanîEger dixawzin ducanî bin, divê di pêşîyê de hûn ji diktorê xwe bişêwi-rin. Eger di dema tedawiyê de bizaro bûn, divê ku hûn ji diktorê xwe bişêwirin, da ku hûn bi hev re biryarê bigirin ka rewşa û dermanan we divê li seranserî ducaniyê de, çawa bin.

NîştergerîTedawiya bi HUMIRA divê herîkêm 2-4 hefteyan berî nîştergerîyê bi dawî bibe . Tedawiya dikare 1-2 hefteyan piştî nîştergerîyê berdewam bibe.

Dibe ez çi bikim eger ez bikaranîna HUMIRA ji bîr bikim?Eger we bikaranîna HUMIRA ji bîr kir divê ku di dema ku ket bîr we, doza li bîr kirî zû bikar bînin. Paşê derziya din li wextê xwe de lêdin. Eger demeke dirêj ji dema bikaranîna dermanî derbas bibe, gel bijîşkê xwe biaxivin.

Agadarî hestên xwe binDivê tam wekî dema pêş bika-ranîna HUMIRA yê, tenduristiya xwe di dema tedawiyê de jî biparêzin. Di dema tedawiyê de, pêhesîna ji îltihaban dibe ku zehmetir be. Divê hûn zêdetir agadarî hesta xwe bin. Eger zarokên we diçin baxçeyê zarokan, divê hûn li ser karên ku divê pêk bînin dema ku rîska îlithabê bilinde, ji doktorê xwe bipirsin. Eger her guhertinek ne normal di tendurustîya we de hate dîtin, her tim gel bijîkê xwe bişêwire!

Lênêrîna acîl bişopînin! Her tim bi doktorê xwe re bişêwirin, eger hûn tûşî xurîna giran, pizikên giran liser çerm, werimandin di rû, dest û lingan de, an gewrî yê, an zehmetiyên nefesê bûn. Ev dibe bê wateya vê ku ji derman re tûşî alerjiyê bûne. Heta demak sedema nîşana tê zanîm, bikaranîna dermanî biseknînin.

Patientkort

HUMIRA® adalimumab

Parastina dirana yan dermankirinê dinJi ber ku tedawiya bi HUMIRA sîstema parastinê we dêxe bin bandorê, divê hûn dabînkerê xizmetên tenduristiya xwe agadar bikin wekî doktorê dirana, ku hûn pê HUMIRA tên derman kirin. Her tim karta sabiqeya nexweşîyê ku we ji doktor an hemşîreya xwe standiye, nîşan biden.

16 17

VaksenDozên Normal ê vaksenê carna ji bo kesên ku pê dermanê dijî TNF ê têne dermankirinê bandorek kêmtir hene. Ji ber vê yekê, dibe eger doktorê we baş zanî û bi sedema rîska bilinda îltihabê di we de, pa-rastina we bê guhartina an zêdetir bibe. Lê belê, vaksenên zindî nabe di dema tedawiyê de bê lêdan! Vaksenê zindî pêk tên ji sorik, berguh, kelmêş, xurî, buharê, êşa zirav û taya zer. Eger bo nimûne pêş çûna derve pêdivîya we bi standina her ye ji van vaksena heye, divê ku di demek kêrhatî de (sê mehan) pêş de ev karî, dermana pê HUMIRA rawestînin.

Cixare kêşanLêkolîn nîşan dide ku, cixare kêşan dikare bibe sedema girantir bûna îltihaba li kesên ku tûşî nexweşiya romatîzmayê ne. Lê cixare herwi-sa dikare tesîra dermankirina dermanekî biyolojîk, wek HUMIRA yê asteng bike.

AlkolDema ku HUMIRA yê bikar dînin, bikaranîna alkol ê metirsîyek taybet çê nake. Lê, wekî her tim, parastina ji xwe, giringe.

17

18 19

Kîjan tîpa HUMIRA yê ji wer kêrhatî ye?Du awayên cuda ji bo derzîkirina HUMIRA hene: pê şirenqe yê, an jî bê qelema derzîyê. Tu û diktorê we dikarin biryar bidin ku kîjan ji were kêrhatî ye.

HUMIRA niha li pakêtên du an şeş qelemî da berdeste. Qazancên pakêta mezintir eve ku pêdivî nîne ku hûn berdewam biçine der-manxanê, û bi asayî derman li mal ê berdestê we da ye. Hindek ji dermanxanan reçetê dubare qebûl dikin, an ber derê malê pêşkêş dikin an xizmetên abonetiya serxet radest dikin. Agadarî vebijêrkên ku di herêma we de berdest in bibin.

Bandorên HUMIRA yê

Bandorên HUMIRA liser nexweşîyên romatîzmayê hema hema deh salan hatine lêkolîn kirin. Lêkolîn nîşan diden ku HUMIRA îltihaba û reqbûnê kêm dike, û pêşî li zirara movikan di nexweşîya artrit reûmatoid û artrita pisoriatîk birîna da digire. Ji ber vê yekê divê hûn ji bo pêşî li dubare bûna nîşanan an jî ziyanên mezin a movikê xwe bigirin, divê hûn dermanê xwe berdewam bikin.

Bi pirranî dozeke ji HUMIRA her du hefte yan carekê tê bikaranîn, xênjî ku diktorê we ji we re tiştek din pêşnîyar kiribe.

Dema ku derman tasîr dike, nîşanên we lezgîn baş dibin bo nimûne, êş û weri-mandin kêmtir dibe an jî movikên we nermtir dibe, û livîna we hêsantir dibe. Eger we Artrit Psoriatîk hebe, tê plaket - an beşên werimî yê çermî – tê biçûktir bibe an winda bibe. Çawanîya pêhesîna kêrhatîbûna xebata rastî ya HUMIRA yê, girêdayî ye bi nîşanên taybetî yê we bi xwe. Ev dermanî herwisa tesîreke erênî ya piştrast kirî li ser sax-lemîya giştî ya we heye. Gelek kes tecrûbeyên saxlemîya baştir, westandin kêmtir û jiyanek hêsantir tê hebin.

Hin kes di nava çend rojan de tê ji nîşanên xwe dûr bin, ev mijare gengaze ji bo xelkê demdirêjtir be. Divê hûn bi sebir bin, û derzî xwe berdewam bikin. Piştî 12 hef-teyan, û ji bo girtina biryarrekê li ser çawanîya berdewam kirina dermanî, bi piranî doktorê we bi alîkarîya we tê bandorên dermanî binirxîne..

Armanca giştî ya derman kirina we, bêdengkirina nîşanên we û bidest anîna astekê ye ku pisporê bijîşkî jêre dibêjin başbûna nexweşîyê. Ev tê wê wateyê ku îltihab neçalak bûye û pêşveçûna ziyan movikan hatîye sekinandin (Merca sekinandina ziyan movikan taybetî ji bo artrit reûmatoid û artrit psoriatîk e). Armancên din yê sereke bergirîya ji bandorên dem-dirêj û pêwîstiya razandina du nexweşan ê de ye.

Lê helbet armanaca sereke eve ku we hestek baş hebe û çawa dixwazin bijîn- bi kar kirin, heval, malbat û betlaneyan.

Bi vî awayî, tevî ku hûn hîs dikin ku baştir bûne, divê hûn heta ku diktorê we bêje, derzî ya HUMIRA yê berdewam bikin. Wekî din, gengaze ku nîşane vegerin.

Şirenqeyên HUMIRA yê di pêşîyê de hatine tejî kirin6-paket û 2-paket

Qelema derzîyê HUMIRA6-paket û 2-paket

Du awayên cuda ji bo der-zîkirina HUMIRA hene: pê şirenqe yê, an jî bê qelema derzîyê.Herdu nimûne bê lateks, bi derziyan dîwarî ya pir nazik in. Qelema derzîyê ji bo hêsantir kirina pêkanîna derzîlêdanê bi tenê, hatiye dîzaynkirin.

20 21

Giring! Eger av reş bibe, rengê vê hatibe guhertin, di nav de zereyên hûr hene, bûye cemed an rasterast ber çavê tavê bûye, qelemê bikar neyin.

4. Derzî lêdan• Qelema ji navê bigire û nehêle biliqe.• Kumikên parastinê rake, destpêkê kumikê gewr ku pê hejmara 1 ê

hatîye nîşankirin û paşê kumikê erxewanî ku pê hejmara 2 ê hatîye nîşankirin. Qet kumikên cîbecî nekin.

• Çerm paqij bi hev re bigivişin, û qelema derzîyê li hêla rastê, li hem-ber çermî bigirin bi awayekî ku pencere bikeve alîyê jorî.

• Bişkoka erxewanî pêlke.• Piştî bihîztina dengê klîk, divê hûn heta dehan hêdî hêdî bijmêrin û

qelema derzîyê di eynî şiklî da bigirin. • Piştî bidawî hatina hejmartinê, kontrol bike ku nîşana zer di pencerê

de xuya ye û ev bi tevahiya ji geryanê sekinîye.• Qelema derzîyê pê hemen hêlê, rasterast ji çermî derxîne.• Paçekî pembo ji bo 10-15 çirkan li ser cihê derziyê bigire. Dilopek

xwînê yan ava dibe ku were derve ku bi temamî normal e. Cihê der-ziyê miz nedin. Eger pêwîst be vê herêmê girê bide.

5. Avêtina madeyên bikar hatî• Avêtina qelemên lêdayî li gor destûra hemşîre û diktorê xwe.• Kûmikê ewlekariya dikarin veqetînin û wekî bermayîya plastîk

biavêjin.

Herwisa serdana “HUMIRA û jîngehê” bikin "

Çawa qelema derzîyê HUMIRA bikar bînin HUMIRA bi rîya qelema derzîyê, tê derzî kirin. HUMIRA herwisa bi tîpa şirenqeyên di pêşîyê de hatine tejî kirin, jî berdestin.Hînbûna her tiştî li ser ku çawanîya lêdana pê qelemê pêş nîşter-gerîyê, girîng e, ji ber ku divê paş vê gavê hûn bi xwe derzî lêdanê pêk bînin. Li kilînîkê, hûn dikarin ji kesekî xizmên xwe daxwaz bikin ku çawanîya derzî lêdanê hînî we bike û wekî piştîvanek di dema pêwîst ev karî ji were bike. Gava ku şirinqe hatiye bikaranîn, ew her tim divê were avêtin.

1. Hemû tiştê ku we pêwîstin dayinêne berdestê xwe• 15-20 Xulekan pêş derzî lêdanê, qelemê ji sarincê derxînin.• Eger pêwîst be paçekî alkoholê (di nava pakêtê de heye) û kisike

cemedê dane berdestê xwe.Giring! Roja bidawîbûnê kontrol bikin. Qelemê piştî meha û sala diyar kirî bi kar neyinin.

2. Cihê derzî yê amade bikin• Cihê derziyekî nû li ser ran an zikê xwe bijêrin ku zêdetir ji 3 cm ji

cihê ku HUMIRA cara dawî hatîye lêdan û bi kêmî 5 cm ji navka we dûr be.

Giring! Qet derzîyê nav herêmek e ku, sor, reş an hişk bûye lê nedin, ji ber ku ev tişte dikare bibe nîşana îltihabê.• Destên xwe baş bi sabûnê bişo.• Herêmê bi paçekî bi alkoholê bimale û paşê destê xwe li herêmê

nede.

3. Qelema derzîyê amade bike• Qelema HUMIRA bigire alîyê jorî û bi rewşek ku ser gewr ku pê heja-

mar 1 ê hatîye destnîşan kirin bikeve alîyê jorî.• Ava derziyê kontrol bikin, ku divê ev zelal û bêreng be.

Bîne bîra xwe qelema der-zîyê pêş bikaranînê ji bo 15-20 xulekan di germîya odeyê de bêlin.

Li malpera Medicininstruktioner.se, hûn dikarin video yek perwerdehîyê bibînin ku nîşan dide ku hûn

çawa HUMIRA bikar bînin.

90o

90o

90o

90o

22 23

Bîne bîra xwe qelema derzîyê pêş bikaranînê ji bo 15-20 xule-kan di germîya odeyê de bêlin.

3. Derzî lêdan• Kûmikê parastinê ji ser derzîyê rake. Şirenqe ne hejînin.• Çerm paqij bi hev re bigivişin, nehêlin biliqe.• Pê destê din şirenqe bigire û vê pê qulçika 45 derece ji çerm

rabigire.• Şirenqe pê herketek lez û rast bi tevahî bike nava çermê xwe de.• Çermî berde. • Zimanê Derziyê pêlke daku HUMIRA bête lêdan. 2-5 Çirkan dikşîne

heta ku şirenqe bê valakirin.• Şirenqe yê ji çermî derxînin. Şîyar bin ku derzîyê li heman hêlê de

vekêşînin.• Paçekî pembo ji bo 10-15 çirkan li ser cihê derziyê bigire. Dilopek

xwînê yan ava dibe ku were derve ku bi temamî normal e. Cihê der-ziyê miz nedin. Eger pêwîst be vê herêmê girê bide.

4. Madeyên hatine bikaranîn, biavêjin• Kumikên parastinê cîbecî nekin.• Derzî pê bikaranîna ewlesazîya ku li demanîştergerîyê ji were hatîye

dayîn, bikêşine derve.• Şirinqe û derziyan li gor şîretên ku ji aliyê hemşîre û diktorê we ji

were hatiye dayîn, dûr biavêjin.

Herwisa serdana “HUMIRA û jîngehê” bikin "

Çawa şirenqe ya pêşîyê de tejî bûyî ya HUMIRA bikar bînim Wek alternatîfek ji bo qelema derzîya HUMIRA, şirenqe ya pêşîyê de tejî bûyî ya HUMIRA jî berdest e. Hînbûna her tiştî li ser ku çawanîya lêdana pê qelemê pêş nîşter-gerîyê, girîng e, ji ber ku divê paş vê gavê hûn bi xwe derzî lêdanê pêk bînin. Li kilînîkê, hûn dikarin ji kesekî xizmên xwe daxwaz bikin ku çawanîya derzî lêdanê hînî we bike û wekî piştîvanek di dema pêwîst ev karî ji were bike. Gava ku şirinqe hatiye bikaranîn, ew her tim divê were avêtin.

1. Hemû tiştê ku we pêwîstin dayinêne berdestê xwe• 15-20 Xulekan pêş derzî lêdanê, qelemê ji sarincê derxînin.• Paçekî alkoholê (di nava pakêtê de heye) dane berdestê xweGiring! Roja bidawîbûnê kontrol bikin. Roja bidawîbûnê kontrol bikin.

2. Cihê derzî yê amade bikin• Cihê derziyekî nû li ser ran an zikê xwe bijêrin ku zêdetir ji 3 cm ji

cihê ku HUMIRA cara dawî hatîye lêdan û bi kêmî 5 cm ji navka we dûr be.

Giring! Qet derzîyê nav herêmek e ku, sor, reş an hişk bûye lê nedin, ji ber ku ev tişte dikare bibe nîşana îltihabê.• Destên xwe baş bi sabûnê bişo.• Herêmê bi paçekî bi alkoholê bimale û paşê destê xwe li herêmê

nede.Giring! HUMIRA aveke ku divê zelal û bêreng be. Eger av reş bibe, rengê vê hatibe guhertin, di nav de zereyên hûr hene, bûye cemed an rasterast ber çavê tavê bûye, qelemê bikar neyin.

Bîne bîra xwe qelema derzîyê pêş bikaranînê ji bo 15-20 xule-kan di germîya odeyê de bêlin.

45

45

24 2524

Gera bi HUMIRA We di dema dermankrina pê HUMIRA rîska bilitira îltihaba bakterial (wekî êşa zirav, Lejio-nela salmonela û Listeria) heye. Tûşî bûna ji ew nexweşiyan li hin welatan zêdetir e. Her tim derbarrya rîskên ku li welatê ku hûnê lê serdan bikin, nîşanên ku divê wan biparêzin, û çawanîya peyda kirina lênerîna bijîşkî, eger pêwîst be, gel bijîşkê xwe bişêwirin. Di bîra we de be ku vaksîne kirinên wekî êşa zirav, nabe sê mehan pêş li dermankirina pê HUMIRA pêk bê. Ji bo zaniyarîyên rojne vaksenên pêşniyarkirî ji bo seferê, serdana malpera 1177.se bikin. Eger her core pirs an fikarên we hebin, gel kilînîka nexweşîyên îltihabê, biaxivin.

Çawa HUMIRA depo bikim Di malê da:Ji ber ku ronahî bandorê dêxe ser HUMIRA yê, qelem / şirenqe ji kar-tona wê ya orjînal de nederxînin. HUMIRA yê di sarincokê de ragirin (2–8 °C). HUMIRA nabe biqerise.

Di dema pêwîst de (bo nimûne li dema seferê), şirenqe yeka li pêşîyê de hatîye tejî kirin/qelemekê dikare di germîya odeyê de (heta 25 ° C) ji bo maweya herî zêde 14 rojan rabigirin. Piştrast bin ku dûr ji tava rasterast tê ragirtin. Eger şirenqe/qelem derveyî ji sarincê de û di germîya odeyê de tê ragirtin divê heta 14 rojan bête bikaranîn an paş vê bête avêtin, tevî ku paşê ji sarinc re bê vegeriyan. Roja ku şirenqe/qelem ji sarincê tê derxistin, tomar bikin û roja ku divê were avêtin jî tomar bikin.

Dema seferê:HUMIRA li pakêtên du û şeş dozî da berdest e. Ji bo peydakirina bija-ra herî baş ji xwe re gel diktor yan jî dermanzên xwe bişêwire.

HUMIRA yê di nava sarkerek tije bi pakêtên qeşa yê da ragire. HUMIRA yê di nava sarkerek de nava karton wê ya orjînal de nederxînin.

Dema ku di sefera li derveyî welat HUMIRA yê gel xwe dibin, Pêwîstî-ya we bi nameyek ji diktorê we heye, ku piştrast bike ku hûn pê HUMI-RA yê tên dermankirin. Ev nameyê divê doktorê we îmze bike.

Nivîsa diktor dikare bi zimanê Swêdî an Îngilîzî be.

Intyg Jag behandlas med HUMIRA® (adalimumab)

26 27

HUMIRA û jîngeh HUMIRA ji proteînekê pêk tê ku zû dema dikeve nava xwezayê, tê şikandin. Ji ber vê yekê, ev dermanî ti ziyan ji bo heywanan, nebat yan ekosîstemê tune ye.

Avêtina qelemên lêdayî û şirenqe yê li pêş da tejî kirî, li gor destûra hemşîre û diktorê xwe.

Kûmikê qeleman dikare wekî bermayîya plastîk biavêjin. Eger veqe-tandina bermayîya ne gengaz be, dikarin kûmikê we dane nava şewatbarê normal de.

Plastîk li qelema HUMIRA tê bikaranîn şamilî plastîka polîpropîlen e. Di dema şewitandê de, tenê avê û karbondîoksîtê çê dike.

Qet qelemên HUMIRA yê bikarnehatî an şirenqe ya pêşîyê de tejî bûyî ne avêjine nava tûwaletê, an wan ne avêjin nava çopên malê. Çawanîya avêtina dermanên xwe ji dermansazî bipirsin.

Ji jîngeha xwe hez bikin!HUMIRA eger hûn li gor şîretên avêtina qelemên lêdayî û şirenqe ya pêşîyê de tejî bûyî , bixebitin, qet ji bo jîngehê metirsîdar nîne.

26

28 29

Sehkirina giştiya leşî

Sehkirina giştiya leşî

Sehkirina giştiya leşî

DestpêkirinHUMIRA

Sehkirina giştiya leşî bi rêkûpêkî rê ji bo hebûna jiyanek bê nîşane rast dikin.

Sehkirina giştiya leşî

Çima divê sehkirina giştiya leşî pêk bê? Armanca derman ev e ku jîyana we bê hemberbûna gel nîşaneyan berdewam be û nexweşî ya we qonaxên xwe berdewam neke.

Tedawî û çalakiya nexweşî ya we di navberên rêkûpêk, bi taybet di destpêka wê de tê bête nirxandin. Hûn û doktorê xwe dikarin li ser planeke ji bo sehkirina giştiya leşî lihev bikin.

Sehkirina giştiya leşî ji ber girîng in, ku ew alîkarîya we dikin ku zelal bikin ka nexweşîya we di çi astekê da ye û rê li pêşveçûna vê bigire. Heta paş baştir bûna rewşa we jî şopandina bi rêkûpêk girîng e.

Her tim eger rewşa we xirab be an eger hûn difikirin ku hertiş ne li gor pêvajoyê ye, gel diktorê xwe têkiliyê bigirin.

Muayeneyê normal ji bo nexweşiya romatîzmayê pêk tê ji: • Nirxandina movikan (“fişaranîn

û testa çemanidinê”) • Testên xwînê• X- tîrêja, ultrasyonê an MRI ji

movikên ku ketine bin bandorê

28

BAŞBÛNA DEMEKÎ

Bê hebûna gefek mezin li ser tenduristî

û rewşa fîzîkî

30 31

Eger hûn dixwazin zêdetir bizanin www.reumatikerförbundet.org Komeleya Romatîzma Swêdê, komeleyeke ji bo hevkarîya nexweşan û ji bo kesên tûşî romatîzmayê ne. Zanyariyên li ser vê babetê û li ser çalakîyên komeleyê di vê malperê de, hene. Komeleya Romatîsma Swêdê lêkolîn û kesên rastî piştgirî dike û herweha li ser mijarên civakî yê girêdayî jî dixebite.

www.reumatikerlinjen.se Reumatikerlinjen de, xeta Romatîzmayê, malperek û binkeya zanînê ji bo mirovên ku tûşî nexweşiya romatîz-mayê bûne. Li vir dikarin gotaran, fîlman, perwerde û pirs û bersivan li ser her tiştên ser tedawiya we heye, bibîne.

www.ungareumatiker.org Rêxistina Ciwanan ya Komeleya Romatîz-ma Swêdê ji bo mafên ciwanên nexwşên romatîzmê li ser babetên agahiyan, çalakiyên kampê û gelek çalakiyên cuda yên din, kar dikin.

www.ungareumatiker.org Rêxistina Ciwanan ya Komeleya Romatîz-ma Swêdê ji bo mafên ciwanên nexwşên romatîzmê li ser babetên agahiyan, çalakiyên kampê û gelek çalakiyên cuda yên din, kar dikin.

www.1177.se 1177 Vårdguiden rabêja bijîşkî bi rewşa serhêl û bi rêya telefonê, tê pêşkêş kirin.

www.fass.se Li ser vê rûpelê dikarin agahiyan li ser dermanên cuda, çawanîya xebat û bikaranîna wan û herwisa bandorên nexwaz yê wan lêgerîn bikin.

www.abbvie.se Malpera Swêdî ya şîrketa dermananî ya AbbVie di nav de agahiyên di derbareya kompanîyayê û dermanên cuda hene.

31

32AbbVie AB, Box 1523, SE-171 29 Solna, Sweden. Telefon +46-8-684 44,600. www.abbvie.seSEHUR130047(3)b

HUMIRA çi ye? Wateya dermanê biyolojîk çî ye? Tedawiya çi astan li ber digire û çend dirêj dike, heta ku hûn baştir bibin?

Ev belavok e taybet ji bo wan kesane ku dest bi tedawiya bi HUMIRA kirine. Xênjî hînbûnên zêdetir li ser HUMIRA û tiştê ku hûn dikarin ji tedawiya xwe hêvî bikin, hûn li vir dikarin agahîyên zêdetir di derbareya nexweşiya romatîz-mayê ku HUMIRA ji bo bergirîya vê tê bikaranîn, çawanîya bikaranîna derman û tiştên pêwîst yê têkildarî tedawîyê ku divê haya we jê hebe.

Pêş destpêkirina bikaranîna HUMIRA belavokê bi baldarî bixînin.

HUMIRA®, (adalimumab), Rx, F, L04AB04 (TNF-α-bergirîker), SmPC 2016-12-12. Pîvanên dermanî: Dermanê artrit reûmatoida çalaka navîn û giran (şamilî giran di rewşa pêşveçûnê de), li mezin salên ku bi başî dermanên dijî romatîzmayê yê kontrol kirina nexweşîyê (DMARDs) bandor liser tune bûye. Dermanê nexweşîya artrit îdopatîk a çen movikên zarokan ya çalak li nexweşn bi temenê 2 sal ku bi başî dermanên dijî romatîzmayê yê kontrol kirina nexweşîyê (DMARDs) bandor liser tune bûye. Nexweşîya artrit a girêdayî bi entesît li nexweşn ji 6 salî û zêdetir ku dermanên kevneşop bandor liser tune bûye an wan taqet tune bûye. Nexweşîya spondîlît a enkîlosing (AS) giran û çalak li mezinsalên ku dermanên kevneşop bandor liser tune bûye. Derman kirina mezinaslên tûşî spondyloartrita hêlî ya ne- radyogrfîkî AS lê bi nîşaneyên zelal yê îltihabê bi rêya CRP bilindbûyî/an astên MR, ku dermanên dijî îltihabê yê neste-roidal bandor liser tune bûye. Nexweşîya Artrit Psoriatîk çalak û pêşverû li mezin salên ku bi başî dermanên dijî romatîzmayê yê kontrol kirina nexweşîyê bandor liser tune bûye. Bê-Îltihaba navîn, paş û panuveitus di mezinsalê ku kortikosteroidê liser wan bandor tune bûye, û di nexweşên ku pêwîştîya wan bi derman kirinê bi rêya cçbecî kirina kortikosteroidê heye, an ji bo nexweşên ku derman kirina wan pê kortikosteroidê nê kêrhatîye. Derman kirina pê HUMIRA® 40 mg bi tîpa derziyên yekcarî pê qelem/şirenqe yên di pêşîyê de tejî bûyî. Ji bo zaniyarîyên tam liser pêşnîyaran, ji kerema xwe serdana HUMIRA SmPC di malpera www.EMA.europa.eu da bikin.