serok . sokrates - wordpress.com · 2012. 4. 22. · serok: ma tu dizanî ku kevir ji serê mirovan...

56
SEROK û SOKRATES D i y a l o g Hüseyin Kartal Di vê pirtûkê de ş“ û „ç“ „sh“ û „ch“ hatine nivîsandin 1998 PROLOG SEROK: Ma emê chima bikevin nav diyalogan? Eger em bi xwe bixwazin bash e lê chi karê nivîskar bi me heye ku gotinan bi me bide gotin? SOKRATES: Bi rastî mafê tu kesî tune ku bi me gotinan bide gotin. Mesela Platon bê haya min bi cîldan pirtûk ji devê min nivîsandine, ez nizanim chi bikim? SEROK: Divê em pirsa mafê nivîskar zelal bikin. Gelo nivîskarek dikare bê haya mirov li ser mirov tishtna binivîsîne? SOKRATES: Bash e, ev nivîskarê ku dixwaze li ser me tishtna binivîsîne chi nivîskar e? Xwediyê chi cesaretî ye yan xwe chi dihesibîne ku quretî dike, dibêje ew nebe, em nikarin bikevin pêwendiyê? SEROK: Wî bi xwe divê em nas kiribin, beriya nivîsa wî bi salan ez û tu em di pêwendiyê de bûn û metodên me eynî bûn. Vêga rabe quretî bike eyb e ji wî re. SOKRATES: Pirsgirêk ev e ku emê bi wî re chawa bikevin têkiliyê, divê em pirsên xwe ji wî bikin ka ew chi, chima, chawa difikire?

Upload: others

Post on 08-Feb-2021

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

  • SEROK û SOKRATES D i y a l o g

    Hüseyin Kartal

    Di vê pirtûkê de „ş“ û „ç“ „sh“ û „ch“

    hatine nivîsandin

    1998

    PROLOG SEROK: Ma emê chima bikevin nav diyalogan? Eger em bi xwe bixwazin bash e lê chi karê nivîskar bi me heye ku gotinan bi me bide gotin? SOKRATES: Bi rastî mafê tu kesî tune ku bi me gotinan bide gotin. Mesela Platon bê haya min bi cîldan pirtûk ji devê min nivîsandine, ez nizanim chi bikim? SEROK: Divê em pirsa mafê nivîskar zelal bikin. Gelo nivîskarek dikare bê haya mirov li ser mirov tishtna binivîsîne? SOKRATES: Bash e, ev nivîskarê ku dixwaze li ser me tishtna binivîsîne chi nivîskar e? Xwediyê chi cesaretî ye yan xwe chi dihesibîne ku quretî dike, dibêje ew nebe, em nikarin bikevin pêwendiyê? SEROK: Wî bi xwe divê em nas kiribin, beriya nivîsa wî bi salan ez û tu em di pêwendiyê de bûn û metodên me eynî bûn. Vêga rabe quretî bike eyb e ji wî re. SOKRATES: Pirsgirêk ev e ku emê bi wî re chawa bikevin têkiliyê, divê em pirsên xwe ji wî bikin ka ew chi, chima, chawa difikire?

  • SEROK: Em bi wî re hertim di têkiliyê de ne lê têkiliya me bi xwe, rê nade ku em bi wî re bipeyivin. SOKRATES: Chawa yanî? SEROK: Cesaret nake derkeve pêsh me. Dixwaze dûrî me bi me re be û xwe di nav char dîwarên mala xwe de hepis kiriye, van tishtna dinivîsîne. SOKRATES: Derkeve pêsh me, bi me re bipeyive nikare hîn bêtir û xurtir binivîsîne? SEROK: Ew dixwaze ji tesîra me dûr bimîne. Li gor fikrên wî divê nivîskar azad be. SOKRATES: Bila dîsa azad be, ma em jê re nabêjin wiha û wisa binivîsîne. Ma mafê me nîne ku em li ser tishtên derheqê me de tên nivîsandin agahdar bin? SEROK: Ew dibêje kengê nivîs tewa bû mafê Serok û Sokrates heye ku li ser wê ramana xwe diyar bikin, rexne bikin. Ya rastî ez naxwazim xebera min ji karê nivîskaran hebe ka ew chi dinivîsînin ji ber ku gava mirov ramana xwe bibêje, dibe ku di tesîra wê de bimînin. SOKRATES: Tu dibêjî, em dev jê berdin, ew chi dinivîsîne bila binivîsîne? SEROK: Tu chi difikirî? SOKRATES: Ez chi bifikirim, nivîskar wê gotinên li gor dilê xwe bixe devê min. Ez bixwazim nexwazim ewê gotina xwe bike, ne chêtir e ku em dev jê berdin? SEROK: Belê, chi dinivîsîne ew û wîjdana xwe. SOKRATES: Ya bê wîjdan be, li me îftira bike? SEROK: Dîsa ew û wîjdana xwe. Em ji xwe bawer in; kî chi dibêje, dinivîsîne ew zane! SOKRATES: Ez jî, mîna te difikirim. SEROK: Wê demê em dest bi diyalogên xwe bikin. Diyalog - I - Kevir û Serê Kurdan SOKRATES û SEROK SOKRATES: Te got kevir li serê Kurdan bikeve, serê wan nashkê kevir dishkê? SEROK: Belê, lê ne her car. SOKRATES: Ev tishtekî gelek ecêb e, ez dixwazim zanibim, mebesta te chi ye? SEROK: Ez dizanim tu fîlozofekî pir mezin î, te mebesta min fam kir. SOKRATES: Na, mezinî di we de ye. Ez merak dikim: Gelo bi rastî serê Kurdan kevir dishkîne yan na û eger dishkîne, chawa? Ma kevir ji serê mirov ne hishktir e? SEROK: Kevir ji serê mirov hishktir e. Tu van tishtan bash dizanî, lê ez metodên te dinasim; tu dixwazî cewhera her gotinê bi pirsên hêsan zelal bikî. SOKRATES: Tewecuha te ye. SEROK: Ez pircaran ramankevirên gir davêjim serê Kurdan, lê kevirên min parche parche dibin û plansaziya min mîna dilê min dixwaze pêk nayê. SOKRATES: Ecêb e, ev Kurd chi mirov in? SEROK: Di dema we de ji Kurdan re digotin Mad, Kardox ûwd. Rola Kurdan di dîrokê de ji rola gelên din ne kêmtir e. Lê rewsha strateciya welatê wan hîshtiye ku ew bi hezar salan di bin destê dagîrkeran de bimînin... SOKRATES: Pirsa kevirê... SEROK: Belê, ezê bêjim. SOKRATES: Gelo kevir hishk e yan serê Kurdan?

  • SEROK: Ma tu dizanî ku kevir ji serê mirovan hishktir e. SOKRATES: Lê ez nizanim ka kevir ji serê Kurdan jî, hishktir e yan na. Ji ber ku min tucar serê Kurdekî bi kevir re nedaye ber hev. SEROK: Mebest ne hishkbûna hestî û gosht e. SOKRATES: Mebest mejî ye? SEROK: Belê, Kurd jî, ji gelên din ne cuda ne. Bi aqil in, lê her tim ji bo mafê xwe nafikirin. Ji bo xwe ne ewqas berepêsh difikirin. Kes tên welatê wan digirin, li wan dixin, zar û zêchên wan dikujin, ew ji vê yekê re tu chare nabînin. Yek chare bide pêsh wan jî, bi cî naynin. SOKRATES: Hîch sher nakin? SEROK: Dikin. Pir caran sher dikin lê dost û dijmin ji hev cuda nakin. Bashî û xirabî ji hev cuda nakin... SOKRATES: û dichin serê xwe li keviran dixin, dishkînin? SEROK: Mirov dikare wisa bêje. Lê di cewherê karê de mejiyê xwe bê ku bigîje kevir parche dikin. Kevir li ba mejiyên wan nerm dimîne. SOKRATES: Ez hîch tisht tênagîjim. SEROK: Dema hun di ´demokrasiya Athen´de dijiyan, demokrasî hîch tunebû. Ji wê rojê heta roja me 2394 sal derbas bûn, demokrasî hîch chênebû, lê dîsa navê wê di devê herkesî de ye. Te digot ku herkes mîna hev bi aqil e. Tu li ser kolanan digeriyayî û bi herkesî re dipeyivî We digot kole jî, bi kêmayî mîna yên ne kole bi aqil in, lê we tenê bi peyv digot, we tu rêxistin ava nekir. Dîsa jî, ew demokrasiya bi navûdeng te kishand sêpê, bi dar ve kir. Rast e te lehengî kir, dev ji gotina xwe berneda, xwe fîda kir, lê ji vê yekê chend kes ders girtin? SOKRATES: Nizanim. SEROK: Tenê Platon pichek jê ders girt û têgihisht ku tu demokrasî tune. SOKRATES: Platon xortekî bash bû. SEROK: Ji ber ku kevir ji serê wî hishktir bû. SOKRATES: Nizanim, min hîch kevir li serê wî nexist. SEROK: Min jî, hîch kevirê kevir li serê Kurdan nexist. SOKRATES: Tu chawa dizanî ku serê wan ji kevir hishktir e? SEROK: Dema wan tu bi dar ve kirî shûn ve di mejiyê mirovahiyê de guhertin chêbûn. Platon ûwd. xwe li ser jiyana civakê bi fîlosofî kûr kirin. Mirovahî gelek nirxên hêja ava kirin. SOKRATES: Ji wê demê re dibêjin antîkdem (kevnedem). SEROK: Antîkdem dema destpêka rûmetên raman û avahiyê ye. Lê hîn char sed sal derbas nebûn ku dema herî xirab di dîroka mirovatiyê de dest pê kir. SOKRATES: Bawer im yekî bi charmixê kirin, ne? SEROK: Jê re digotin Isa. Pishtî wî bi charmixê kirin chend sedsal shûn ve demeke dest pê kir ku ji aliyê pêshvechûnên raman û avahî zor xirabî berepêsh xist. SOKRATES: Ji wê demê re nabêjin Navîndem, yan jî, tarîdem? SEROK: Belê. SOKRATES: Di Navîndemê de serê desthilatdaran ji kevirê ne hishktir bû? SEROK: Mirov dikare wisa bêje. SOKRATES: Ma serê Kurdan di wê demê de ji kevirê ne hishktir bû? SEROK: Mirovahî, di pêvejoka vê demê de pir zor û zehmetî kishand. Hezar sal zêde di vê dema tarî de chîrûskên ronahiyê dem bi dem vedidan, lê zû dihatin fetisandin. Gelek kesên mîna we hêja di vê demê de hatin kushtin. Avahî hatin xirakirin. SOKRATES: Na, ez bi hêja û nehêja bawer nakim. Tenê dikarim bêjim ku serê min ji kevirê nermtir bû û gava kevir lêxistin dîsa jî, neshikiya lê ez mirim. SEROK: Belê her tisht di vê gotina we de veshartî ye. Hun nemir in, hun dijîn. Herê serê we neshikest lê pelixî, mejiyê we belav bû, xwe berda ser cîhanê. Pishtî hezar salî zêde derbas

  • bûn, dem dîsa xwe guhert. Nûdem dest pê kir. Lê nûdem jî, di nav xwe de besh bi besh heta dema nûjen belav bû. Mirovahî pir pêsh ve ket. Mirovahî chiqas pêsh ve ket ewqas jî, pash ve chû... SOKRATES: Ez tênagîjim, mesela kevirê û serê Kurdan!.. SEROK: Ne tenê. Ew dilopek ji deryayê bû. Rast e, mirov bi teknîk û raman pêsh ve chûn. Lê her pêshvechûn bi xwe re pashketinek jî, tanî. SOKRATES: Ev ne zagona surushtê yê. SEROK: Ne tenê. Zagona surushtê her tim pêsh e. Lê carna hêz û bedewiya pêshketinê bi felaketek ji holê radibû, mirov pir tishtan ji nû ve dest pê dikirin. SOKRATES: Chawa? SEROK: Wekokek herî teze ew e ku hin dewlet bi durushmên armancên Mirovahî ava bûn û carekî din têk chûn. Ji ber ku tenê durushme nikarin jiyana civakê bidomînin, pêwîst e durushme di jiyanê de pêk bên, li anegora jiyanê bin. Her tisht ji nû ve divê bê hêzkirin... SOKRATES: Baweriya min bi qiweta raman heye. SEROK: Em bên pirsa serê Kurdan û kevir. SOKRATES: Ez pir bi heyecan im. SEROK: Mînak ez sed caran gelek pirs bi komikên mirovan re zelal dikim... SOKRATES: Ez hêza te ji hêla rêxistin, raman ûwd. bash dizanim. SEROK: Lê pir caran cardin vedigerim û ji serî ve dest pê dikim. SOKRATES: Sebr û heyecana te ji bo kar bash hîs dikim.. SEROK: Mînak ez carna gotinek li ser beshekî civakê dibêjim, shash tê famkirin. Gava dilêshiya xwe li ser hin awayan diyar dikim, hinek hene bê ku tê bigîjin ez chi dibêjim, min tekrar dikin... SOKRATES: Tekrar bash e... SEROK: Tekrar bash e, eger mirov bi naverokê bash tê gihîshtibe. Lê mirov tê negihîshtibe tekrar pir zerar e. SOKRATES: Tu pir bi êsh î... SEROK: Ji êsha xwe chareyan derdixim. Pir kes ne êsha min ne jî, chareyên didim pêsh fam dikin. SOKRATES: Lê dîsa jî, mîna ku fam kiribin shanî didin? SEROK: Hîn xirabtir. Pir caran avahiyên pêkhatî xira dikin, ramanên serkeftî vala derdixin. SOKRATES: Heyf. Ev chi mirov in, chi kar dikin? SEROK: Piranî ji wan wezifeyên gelek pîroz hilgirtine ser milên xwe. Hin durushman davêjin, lê mana wan durushman di jiyanê de chi ye(?) li ser nasekinin. Tu dibêjî qey mirovên navîndemê ne. SOKRATES: Mînak ji kerema xwe... SEROK: Mînak ez dibêjim, gundîno hun xwedî li welatên xwe dernakevin, tirsonek in, li ber leshkerekî dilerizin; roja din gelek kes hene ku xwe rewshenbîr dibînin, bi dev hêrîsh dikin gundiyan. Ji ber ku bingeha gotinê nafikirin, dest bi dijûnan dikin. SOKRATES: Ew chawa rewshenbîr in? Ma chima gelê xwe, gundiyên xwe hishyar nakin, eger bi xwe hishyar in? SEROK: Roja din ez gotinek li ser rewshenbîran dikim, dibêjim rewshenbîrên Kurd bi wezîfên xwe ranabin, ronahiya serê xwe gur nakin û nadin gelê xwe. Ez dixwazim hemû bi kar hev mezin bikin, mezin bifikirin, chalakiyên mezin bikin, herkes ji yên din fêr bibe; lê hin ji wan radibin dixwazin dersê bidin yên din. Ez dibêjim pirs têgihishtina demê ye, hinek radibin mîna mamosteyên dibistanan dûr û dirêj li ser ´rewshenbîr chi ye´ dipeyivin; ma yekî ku nizanibe rewshenbîr chi ye, ji xwe chi têkiliya wî bi rewshenbîran re heye. Gava ez hin nirxandinên wisa dikim, hema hin kes dest pê dikin, rewshenbîran didin ber dijûnan; tishtên ecêb dibêjin. Ji wan re dibêjin hun kûsî ne, nizanim chi ne...

  • SOKRATES: Qey ji ber kûsîtî serê wan kevir dishkîne? SEROK: Pirsên provokatîf dikî Sokrates! SOKRATES: Bibexshe! Bi rastî karê we pir zor e. Ez ji mamostetî bêtir xwe timî shagirt dihesibînim. Ez dixwazim ji Kurdan û li ser Kurdan hûrkolînek chêbikim. Hêvî dikim ku emê hîn pir diyalogan deynin. Ez nizanibûm ku Kurdbûn evqas zor e. SEROK: Mesele ew e ku mirov bersiva pirsên zor bide, kar û barê mirov chiqas zor be jî, xwe bêchare nebîne. Ez mirovên Kurd bash nas dikim, ji wan ne bêhêvî me. Helbet emê diyalogên xwe hîn bidomînin... SOKRATES: Tu dibêjî wê rojek bê ku wê kevir karibe serê Kurdan bishkîne? SEROK: Tu pirsê pir bash fam dikî. Ew roj ne dûr e. Diyalog -II - Form û Giyan SOKRATES REWSHENBÎR, NALSRAZOB û SEROK SOKRATES: Ka ji min re diyar bikin hun chawa rewshenbîr in; navê we rewshenbîr e, yan jî, beshê hun li ser dixebitin wisa bi nav dibe? REWSHENBÎR: Bibuhre mîrza Sokrates, ez bash tê negihîshtim, hun ji min chi bersiv dixwazin? SOKRATES: Mirov pirsan bi pirs nabersivîne. Bash e, ka ji min re diyar bikin maneya rewshenbîr mîna nav û maneya rewshenbîr mîna jiyan yektisht in yan na? REWSHENBÎR: Ez dibêjim ne yektisht in lê hevbesh in. SOKRATES: Yektisht bi xwe yektisht e yan dibe pirtisht? Eger yektisht dibe pirtisht, chima em dibêjin yektisht û eger pirtisht yektisht e, chima em qala pirtisht dikin? REWSHENBÎR: Ez dibêjim yektisht nikare bibe pirtisht, eger ew bi rastî yektisht be û tishtek pirtisht be, ew jî nabe yektisht. SOKRATES: Hun bi bersivên xwe pir bi lez in. Birêz Serok ji min re gotibû ku kesên xwe rewshenbîr dibînin, bê ku têbigîjin pirs chi ye bersivan didin. Birêz Serok tu dixwazî ramanên xwe li ser rewshenbîran ji min re zelal bikî? SEROK: Ez dixwazim hun hinek din berdewam bikin, bawer im wê ji ramanên min re pir gerek nemîne, gava ez te gohdarî dikim, pir tisht fêr dibim. Bila kesên xwe tishtek dibînin pichek di nav lepên we de nezaniya xwe bibînin. SOKRATES: Tu pir bi sebir î. REWSHENBÎR: Birêz Sokrates wisa dibînim ku hun bi bersivên min ne dilxwesh in! SOKRATES: Ez ji her bersivan ders derdixim, gelek tisht fêr dibim. Hun ji xwe re dibêjin “ez rewshenbîr im?” Gava dibêjin chima dibêjin? REWSHENBÎR: Hun jî, ecêb in, ji ber ku ez nivîskar im, min zanîngehê tewa kiriye, ez tixtor im, abûqat im, navê min heye, ma ev hemû ne bes in? SOKRATES: Giyan û raman beriya her tishtan tên. Beriya ku forma mirov, yanî lashê mirov hebe jî, giyan û raman hene, lê ne xwedîqalib in. Kengê qalibê xwe dibînin tê de bi cî dibin. REWSHENBÎR: Chi pêwendiya vê gotinê bi axaftina me heye? SOKRATES: Carna giyana mishkekî belkî bi shashî bikeve shêrekî; ma ew shêr pisîkê bibîne nareve, ji tirsan xwe venashêr e? REWSHENBÎR: Belê.

  • SOKRATES: Em bêjin giyana shêrekî bikeve mishkekî, wê demê ku mishka shêrgiyan pisingê bibîne qey dibeze? REWSHENBÎR: Bawer nakim, ji ber ku mishk xwe mîna shêr dibîne. SOKRATES: Bash e; ma pising wê hêrîshê mishkê shêrgiyan neke û wî parche neke, nexwe? REWSHENBÎR: Belê, ji ber ku ew dîsa mishk e. SOKRATES: Em bêjin, mirovek heye, ne zana ye lê xwe zana dibîne. Xwe chiqas zana, pispor bihesibîne jî, nizane. Gelo ne mumkun e ku giyana yekî zana ketibe forma yekî nezan û herdu li hev nayên. Em bêjin giyana goshtfiroshekî (qesab) ketibe qalibê tixtorek, gelo ew qalibtixtor wê bikaribe li nexweshan mêze bike, derman binivîsine? REWSHENBÎR: Bawer nakim. SOKRATES: Emê hêdî hêdî hevdu fam bikin... REWSHENBÎR: Hêvî dikim... SOKRATES: Em bêjin kesek heye xwe rewshenbîr dibîne, lê giyana wî ne giyana rewshenbîrek e, giyana kûsiyek e. Forma wî jî, forma rewshenbîr e. Gelo wê kûsîgiyan karibe welew ku di qalibê rewshenbîrekî de be jî, bigîje têgîshtin û afirandinên rewshenbîrgiyanek? Em bêjin di qalibê rewshenbîrekî Kurd de giyana biyaniyek heye û ev giyan ne kurdperwer e; ma wê dilê wî rewshenbîrî bi Kurdan bishewite, ji bo gelê Kurd xebat bike? REWSHENBÎR: Chi pêwendiyên van pirsan bi min re hene birêz Sokrates? SOKRATES: Bi rastî kevir ji serê Kurdan nermtir e. Ez dixwazim bersiva ´chi pêwendiyên van pirsan bi te re hene´ birêz Serok bide. SEROK: Min qala kevir û serê Kurdan kiribû... SOKRATES: Ya rastî vêga bash têdigîjim, mebesta we chi bû. SEROK: Yek û yek dibe chend birêz Rewshenbîr? REWSHENBÎR: Yek û yek dibe dido, ma ev chi pirs e? SOKRATES: Hun pir bilez in birêz rewshenbîr... SEROK: Chima yek û yek dibe dido, ji kerema xwe Nalsrazob tu bersiva min bide! NALSRAZOB: Hin tisht hene bê sedem in, ne pêwîst e mirov li egerên wan bigere. SOKRATES: Bê eger hîch tishtek nîne. Eger bê eger be ew tenê hînbûneke shash e. REWSHENBÎR: Bi rastî êdî pênagîjim hun chi dibêjin.. SEROK: Tisht nabe, tu ji xwe li pash hertishtî mayî... Yek û yek dido ye û ne dido ye jî. Rewshenbîr rewshenbîr e û ne rewshenbîr e jî, ne wisa ye mamoste Nalsrazob? NALSRAZOB: Ma ez ne mecbûr im her tishtên hun dibejin qebûl bikim.. SOKRATES: Pir bash. Divê hun timî bi shik nêzîkê tishtan bibin. Lê sedemê shika xwe jî, divê hun bêjin. Eger hun sedem û îspatan neynin û gotina me jî nerizînin, tu maneya gotina we namîne, hun nikarin bibin rewshenbîrekî Kurd û fîlozof; biyanî dimînin. SEROK: Birayê Nalsrazob, rewshenbîrê hêja, mebesta min rabûna her Kurdekî ye. Bi rabûna Kurdan, mezinlîstina wan ez pir serbilind dibim. Biyanîbûna we rewshenbîran ji pirsê re bes e. Mirov divê bi kêmayî li pash dijmin nemîne, rastiya dijmin dibîne gerek hun jî, karibin bibînin. Mîna mamosteyê mezin Sokrates jî, dibêje, mîna ku di forma we de biyaniyek, nezanek hebe, ev rewsh beriya herkesî divê we aciz bike, hun hesabê ji xwe bipirsin. Eger birastî hun rewshenbîr in, ne tenê di forma rewshenbîran de ne, xwe bi gelê xwe mezin bikin. Ehmedê Xanî mînak bigrin, wî bibuhrin... SOKRATES: Eger nivsha nû ya kevn nebihure, di wê civakê de pêshketin nache ser. SEROK: Wekokan bide, Sokrates! SOKRATES: Eger Platon (Eflatûn) nebûya, hunê îro nizanibûna ramana min chi ye. Eger we tenê mîna serokatiyên pêsh xwe bikira, serketina we ne mumkun bû. We berjewendî ji tecrûbên hemûyan girt lê mîna wan nekir.

  • REWSHENBÎR: Hun her car qala tishtek dikin, ez pê nagîjim. We gotibû yek û yek dido ye û ne dido ye, chima? SEROK: Bash ku me dest bi geometrî nekir, ev rebenê han hîn di destpêka arîtmetîkê de maye. Bersiva wî bide mamoste Sokrates. SOKRATES: Yek û yek dido ye ji ber ku du heb yek tên ba hev dibin dido. Yek û yek ne dido ne ji ber ku her yek bi serê xwe yek e, ne dido ye, yanî du heb yek in. Yek dikare bibe nîv dîsa ne yek e. Char heb nîv dikarin bên cem hev dîsa dibin dido. SEROK: We fam kir rewshenbîr? Yanî yek yek e yan ne yek e, ew jî pirs e. Yek chima yek e, chima dibe nîv, chima dibe dido, li ser van pirsan jî, hun bifikirin... SOKRATES: Mînak rewshenbîr jî, hebû; chima rewshenbîr? Kî dibêje, chima dibêje, mirov bêje dibe, yan sedem gerek e? Sedem hebe dibe yan ji mirov re wisa dixuyê? Her tishtê ji mirov re bixuyê jî, wisa ye yan ne wisa ye? Wisa be chima, ne wisa be chima wisa dixuyê, em chima wisa bi nav dikin? SEROK: Mamoste Sokrates pir zor neke. Ka bila ew bersiva hin tishtan bidin, emê karibin rojên pêsh hîn jî, sohbeta xwe bidomînin. SOKRATES: Tu Kurdên xwe pir bash dinasî! SEROK: Ew ne tenê Kurdên min in, ez jî, Kurdê wan im. SOKRATES: Lê ew te fam nakin. SEROK: Rojek bê wê min bash fam bikin. Ez bi dil û can bi wan re me. Ew dichin xulamiyê ji pir kesên noker re dikin, li ser min jî, dixwazin axatî bikin. SOKRATES: Aliyekî axatî her tim xulamî ye. Ji xulamî axatiyê tund derdikeve. SEROK: Belê. Kurd pircaran ji dijmin re xulam, li hember hev axa ne. SOKRATES: Heyf. Xwezî ne axa ne xulam bûna! SEROK: Armanca min rakirina xulamtî û axatî bi her awayî ye. SOKRATES: Serkeftin pêsheroja te ye. Daxwaz û ceht mirov dibe serkeftinê. Di te de herdu jî, bi awayekî xurt dibînim. SEROK: Armanca min mezinkirina insanan e. Eger yek rewshenbîr be, bila bi rewshenbîrî mezin be, gundî be bila bi gundîtî mezin be, cahîl be bila hîn bibe, bibe zana. Bila zanatî dilnermî be, ne pozbilindî; ji ber kesek tune ku her tisht bizane, herkes hin tishtan bi sînor dizane. Her tisht, zanyarî jî, bi sînor e. SOKRATES: Mirov nikare bibe zanayê tewa, lê dikare zanebûna xwe bi tecrûban binexshîne. SEROK: Te pir xwesh anî ziman. SOKRATES: Spas. Ez dixwazim em sohbetên xwe bidomînin. Ez ji we pir tecrûbe digrim, pir tishtên nû fêr dibim. SEROK: Tewecuha te ye. Sohbeta te ji bo me tijî ders in. SOKRATES: Ez chiqas Kurdan dinasim, pirsa wan bala min bêtir dikshîne. SEROK: Bi hevxebata te emê gelek dilsha bin, Sokrates. Pir Kurd hene xwe nêzîkê me nakin. SOKRATES: Chi heyf. Ew chiqas feqîr in. SEROK: Belê. Em dixwazin ew jî, dilberz bin. SOKRATES: Belkî ew bash tê nagîjin hun ji wan chi dixwazin, carekî din ji wan re bêjin! SEROK: Em her car dibêjin, emê her car jî hîn bêjin. SOKRATES: Chi ji destê min bê ez bi vê nezaniya xwe amade me bi we re bim. SEROK: Emê bi zanyariya we serbilind bin. Diyalog - III -

  • Sohbet li ser Wêje SOKRATES EHMEDÊ XANÎ, REWSHENBÎR û SEROK SOKRATES: Serokê birêz, va ye Ehmedê Xanî, li vê derê ye, em dikarin ji wî hin pirsan li ser wêje ûwd. din bikin, ew jî, bi zanebûna xwe ya giran û bi rûmet bi bersivên xwe me ronî bike. SEROK: Rast e. Fermo dest pê bike, chi dixwazî pirs bike! SOKRATES: Birêz Ehmedê Xanî, kûrê gelê bindest, hozanê sedsalan nemir, hun ji me re li ser rewsha wêjeya Kurdî nûjen chi dikarin bibêjin? EHMEDÊ XANÎ: Li min fedî ye ev pesn û rûmet / li pêsh mirovên zana û qiwet / hîn zû ye gotin li ser demwêje / wêjeya nûjen pêsh û dirêj e. SOKRATES: Rast e, hîn bishkuvên wêjeya nûjen dest bi vebûnê nekirine, lê hun li ser pêsherojê chi difikirin? Gelo wê kengê cosha nivîs bi mistewa bilind xwe ronî bike? EHMEDÊ XANÎ: Berî hertishtî pêwîst bû tacek / daku bi kesî nebe muhtacek / ji bo kurd nebin bindestên timî / ji xwe re deynin bingehek hîmî / Ziman û wêje zû dibin ronî / ger mirov bingeh bo welat danî / pêshketin û pêshvechûn û nûjenî / hemû dest pê dikin bi vî cewherî. REWSHENBÎR: Ya rastî ez ne pirsên Sokrates ne bersivên birêz Ehmedê Xanî tê nagîjim, ji kerema xwe hun dikarin mebesta xwe hîn zelaltir bînin ziman? SOKRATES: Bash e. Hun chi kar dikin, pîsheya we chi ye birêz Rewshenbîr? REWSHENBÎR: Min îlmên fîlosofî û sosyolojî xwandine, niha jî, li ser Ehmedê Xanî û helbestên wî dixwazim xebat chêbikim. SOKRATES: Tu pirsên min ji bo we nemane, bersivên ez bidim we birêz rewshenbîr ji kok hîch nîn e. SEROK: We fîlosofî xwandiye, bash e. Hun Sokrates dinasin? REWSHENBÎR: Belê, fîlozofek Yonanî ye. SEROK: Xwe li ser chi beshî kûr kiriye, di kîjan demê de jiyaye û chawa têkoshîn daye? REWSHENBÎR: Bawer im, pir kevn e, min hîch berhemên birêz Sokrates nexwandine. SOKRATES: Berhemên min nîn in. REWSHENBÎR: Chawa? Navê te chima li ser hemû fîlosofan e? EHMEDÊ XANÎ: Va ye rewsha me, tac û fîlozof / bizanin chima wêje pash û qof / lê hêviya min ew dem ne dûr e / ronahiya nûjendem jî, pir kûr e. SOKRATES: Li ser wêje pirsên min neman. REWSHENBÎR: Ma, ka tu bersiv jî, nehatin. Eger hun rê bidin ez dixwazim hin pirsan ronî bikim, ka chima wêjeya Kurd ewqas li pash maye, yan jî pêsh nache... SOKRATES: Ez bawer im, birêz Ehmedê Xanî bersiva min bi kurahî da, lê tu dikarî dîsa jî, ramana xwe ji me re bînî ziman, daku em hîn jî, ronîtir bibin. REWSHENBÎR: Sedema pêshneketina ziman û wêjeya Kurdî ew e ku tu îmkan di destên Kurdan de, bi taybetî jî, nivîskar û rewshenbîran de tunebûye... SOKRATES: We bê îmkan zanîngehê tewa kir? REWSHENBÎR: Hun zanin hin taybetiyên nivîskar û rewshenbîran hene, divê mirov wan bide ber chav. Lê di me Kurdan de kes rûmeta nivîskar û rewshenbîran nizane. SOKRATES: Ne we got derfet tune. Eger derfet tune û we tishtek nekiriye, hun dikarin bikevin kategoriya nivîskaran? REWSHENBÎR: Chima na? Ma derfet hebûn ez nebûm nivîskarekî, fîlozofekî mezin? SOKRATES: Hun ji kî, bi chi awayî alîkarî dixwazin? We bi awayekî anî ziman ku wêjevan, fîlozof ûwd. yên mezin ji ber bêderfetiyê chênebûne...

  • REWSHENBÎR: Belê. SOKRATES: Tishtek chênebûbe, mirov dikare rûmeta wî bigre, alîkarî bike, yan jî, jê re derfetan pêshkêsh bike? REWSHENBÎR: Na, nikare. SOKRATES: Wê demê gotina ku derfet nîn in jî, bê mane dimîne. Derfet ji bo kesên bixwazin tishtan bikin hene. Derfet ew kes bi xwe ne. Nivîskar bi xwe nikaribe biafirîne, hun derfetan gish bixin xizmeta wî jî, nikare. Fîlozof ji bo ku fîlosofî bike, li anegora min pêwîstiya wî bi tu derfetan jî, nîn e. SEROK: Birêz Sokrates, tu hîn rewshenbîrên me bash nas nakî. Piranî tên qala derfetan dikin, em bi gish derfetên xwe dixin xizmeta wan lê dîsa jî, gava ji chav winda dibin ji bîr dikin. Wekî din we pir bash anî ziman, bi gotina ku derfet tu rêyên mezin ji afirandinan re venake. Divê di mirov de, di mejiyê mirov de teqandin chêbin. Yek nikaribe mejiyê xwe mîna volkan pêk bîne, bi agirên mejiyê xwe ronahiyên mîna rojê biberiqîne, di destê wî de ji gilî û gazin bêtir tutisht namînin. SOKRATES: Te pir xwesh anî ziman, tam ji dil û hishê min... SEROK: Rewsha nivîskar û rewshenbîrên me ya vê demê gilî û gazin e. EHMEDÊ XANÎ: Heyhat ev derfet îro bo Kurdan / Dîrokê binêr talan û tofan / Ev rabûn û serhildan / Ev zanistî û Berxwedan / Yekemîncar e ji bo Kurdistan / Ji bo Kurdistan wek baxcha gulan REWSHENBÎR: Nizanim hun hemû qala chi dikin? Tu dibêjî qey Kurdistan serfiraz bûye , tenê ez pê nizanim... SOKRATES: Rast e, te bash got. Kurd tirsê tirsandine, giyana xwe ji qirêjiyê paqij dikin. Kesek îro bixwaze Kurdan fam bike, pêwîst e bi metodên berê xwe nelivîne. SEROK: Hun chi diponijin, birêz Nalsrazob? NALSRAZOB: Ez chi bêjim. Tu dibêjî qey hin tisht ji min re jî, ronî dibin, lê bi rastî ez pê re nagîjim ku rewsha xwe li vê anegorê zelal bikim... SOKRATES: Eger we dest bi shikê kiribe bash e mîrze Nalsrazob. REWSHENBÎR: Ez nizanim ev Nalsrazob chima dest bi shikê kiriye, ji bo chi? Ez tênagîjim Ehmedê Xanî chi dibêje, Sokrates dibêje tu berhemên wî tunene, ew chawa ewqas bi nav û deng bûye, ezê ji kî bipirsim, wê kî bikaribe bersivên min bide... SOKRATES: Hun dest bi pirsan bikin, wê rojek bê hunê bikarin bersivan jî, doz bikin? Tishtê bash ew e ku mirov hertim pirs bipirse. Bi pirsan mirov dikare ronî û zelalî bibîne. Divê mirov hîch nebêje “ez zanim”, mirov chiqas zanibe, ewqas nezan e. Mirovê herî bi aqil ew e; ew zane ku tishtek nizane. REWSHENBÎR: Ez we hîch fam nakim birêz Sokrates. Ez ne we, ne birêz Serok, ne jî, birêz Ehmedê Xanî hîch yekî ji we fam nakim. Ez êdî birêz Nalsrazob jî, fam nakim. Ez hîch tishtek nizanim... SEROK: Belkî cara ewil e ku we gotineke rast got. Bash e, emê hev hêdî hêdî fam bikin. Zanistiya herî mezin ew e ku mirov xwe mezin nebîne, xwe zana nebîne. Eger mirov zana be, bi zanistiya xwe li pêsh chav e, ne bi pesna zanistiya xwe. Birêz Sokrates, emê karibin bi rewshenbîrên nûjen serkeftineke chandî, hunerî pêk bînin yan na? SOKRATES: Ez bawer im. SEROK: Tu bi chi bawer î? SOKRATES: Ez bi hêza te bawer im, ez bi rewshenbîrên Kurd bawer im. Ev chekê tu didî destê wan ne bichûk e; wê rojekê bikarin pêk bînin. SEROK: Birêz Ehmedê Xanî, tacê helbestvanan, fîlozofê nemir û gelperwer hun chi difikirin? EHMEDÊ XANÎ: Herwiha berdewam be serkeftin / Salên pêsh me êdî Kurd ne bindest in / Afirandina ziman, wêje û dewlet / Girêdaye bi serxwebûna siyaset SOKRATES: Ehmedê Xanî fîlozofekî, zanayekî, wêjevanî berz e...

  • SEROK: Belê. Em dixwazin di dema me de jî, Ehmedê Xanî derkevin. SOKRATES: Ji ber vê yekê hun pir zor didin rewshenbîran, nivîskaran... SEROK: Belê. Eger me zor nedaba gerîla, tirsa Kurdan ne dishkiya. Ma Kurdên feqîr û belengaz karibûn rabin ser xwe û bala dinyê bikshînin ser pirsgirêka xwe? Ma wekî din Kurd karibûn xwe bikin bombe biteqînin. Ev rewsh ji bo her beshî civakê derbas dibe. Mirov zor nede, zayîn chênabe, zor pîrika zayînê ye pir caran... SOKRATES: Tu jî, mîna min pîrikî dikî, ji kesên ducan re, ne? Diya min bi xwe pîrik bû û jinên ducan dida zayînê. Ez jî, ji wê pîsheyê fêrbûm ku mirov chawa dide zayînê. Eger ez bi mirovek re dest bi axiftinê bikim, metodên pîrikî pêk tînim, bi vî awayî kesên herî nezan jî, gelek tishtên zana dizên... SEROK: Mirov dikare pichek bide ber hev, lê karê min hîn jî, dijwartir e. Pircaran dergûsh hîn di rihma diya xwe de, ne tendurust in, divê ez dergûsha berî zayînê jî, derman bikim ku tendurust bizên. SOKRATES: Belê, ez bash têdigîjim. Lê diya min nikaribû di zikê dayê de zarokan derman bike... SEROK: Lê tu dikarî Sokrates, ez zanim tu bash dikarî. Tê bîra min te chawa ramanên hin shagirtên xwe hîn ku nehatibûn ziman, bi pirsên xwe rast dikir. SOKRATES: Lê ez dibînim riya we gelek serkeftî ye. Ya me tenê raman û axaftin bû, ya te zor e ji ber ku tu jiyanê jî, diguhirînî... Diyalog -IV- Tevgeriya Xopan SOKRATES MAXO, REWSHENBÎR û SEROK SOKRATES: Ya rastî ez Maxo nas nakim, cara yekemîn e ku ez wî dibînim. SEROK: Min digot qey hun hev dinasin, ji ber ku ew xwe zû nêzîkê mirovê mîna te dike û heya jê bê dixwaze dûrî me bixîne. SOKRATES: Chawa? SEROK: Herî bash ew e ku tu bi xwe pê re sohbet bikî. SOKRATES: Ezê gelek dilxwesh bim, ger bikarim ji wî hin tishtna fêr bibim. SEROK: Em hêvî bikin, belê ka were Maxo, tu Sokrates dinasî? MAXO: Fermo Serokê min, ser seran; eger hun bixwazin emê wî binasin. SEROK: Bawer nakim tu wî binasî. Lê hêviya min, tu dostaniya me pê re daniye, xira nekî! MAXO: Na, Serokê min, ezê wî tevger bikim. SEROK: Sokrates rewshenbîrekî Yonanî ye... MAXO: Serokê min ev rewshenbîr tucar nabin mirov... SEROK: Chima, qilochên wan hene? Berî mirov gotina xwe li ser tishtan dawî lê bîne, tu hema biryara xwe li ser wan didî. Daxwaza min tu hinek bi Sokrates re sohbet bikî, pashê emê dîsa bên ser mijara xwe. SOKRATES: Birêz Maxo, we got, rewshenbîr tucar nabin mirov. Ez dixwazim bizanim, gelo ka rewshenbîr chi ne, chi karî dikin? MAXO: Binêrin hevalê delal, wisa dixuyê ku haya we ji rewshenbîran hîch tune. Divê mirov berî hertishtî welatparêz be. Bi ehlaqê hurdeburjuva kesek nikare bibe welatparêz, ji bo welatê

  • xwe xebat bike. Rewshenbîr ew e ku bersiva pirsgirêkên gelê xwe bide. Ma rewshenbîrên me wisa ne? Na, ew mîna axa ne, dixwazin reheta wan li cî be û navê wan mezin be. SOKRATES: Hun qala tishtên gelek girîng dikin birêz mamoste Maxo. We got bersiva pirsgirêkên gel; hun dikarî chend mînakan bidin daku ez bashtir têbigîjim, mebesta we chi ye? MAXO: Li welat gelek nirxên gel hene, gelê me zehmetkêsh û perîshan e; gerek mirov vî gelî nas bike, fam bike, ji derdên wî re bibe melhem... SOKRATES: Bash e. Mîna têdigîjim gelê Kurd di bin zordariyeke mezin, di nav zorkêshiyeke tewanbar de ye. Pirsa min ev e: li anegora ramana we chare chi ye? Bersiva pirsgirêkan bi chi awayî divê bê dayîn? MAXO: Binêre hun naxwazin fam bikin. Ji bo kesên bixwazin fam bikin, mesele gelek vekirî ye, hun chima pirs di devê xwe de dibin tînin? SOKRATES: Mebesta min têgîshtina meselê ye. Lê hun bersiv nadin min, tenê qala zor û zehmetî dikin. Ez dixwazim chareserî chi ye, bizanim. MAXO: Tênegîshtina vê meselê chi ye? Ji xwe hun hemû rewshenbîr wisa ne. Gava hun devê xwe vedikin pir mezin dipeyivin, lê gava mesele chareseriya pirsê, bersiva demê be, hun ji kar direvin. Kî zane gelê we ji destê we chi dikshîne! SOKRATES: Daxwaza min jî, ferbûna riyên chareseriyê ne. MAXO: Ma pirs evqas zelal e û ku hun dîsa jî, tênagîjin, ez chi bikim? Heval, birêz mamoste, navê we chi bû? SOKRATES: Sokrates, Sokrates mêrê Xanthippe. MAXO: Ha hevalê birêz Sokrates divê hun ji bo gelê xwe bixebitin. Pirsa Kurdan giran e, dev jê berdin, serê xwe pê neyêshînin, têgîshtina pirsa Kurd zor e. REWSHENBÎR: Mamoste Maxo, dîsa jî, mirov hinek zelal bike, ji bo dostên me bash dibe. Sokrates fîlozofek Yunanî bi navûdeng e... MAXO: (Bi dengekî nizm ku Sokrates nebihîse) Chi karê vî bi me heye. Fîlozof e, yan serê xwe xwariye yan jî, li ser hesabê biyaniyan dixebite. Ne wisa ye heval? REWSHENBÎR: Bawer nakim, rewshenbîrekî gelek giranbiha ye... MAXO: Ji xwe ev hewesa we rewshenbîran li ser biyaniyan mal li me Kurdan shewitandiye, ji bo hun ji bersiva wezîfeyên xwe birevin, hun xwe dispêrin felsefe, xwe li serê me zana dihesibînin, nivîskar... SOKRATES: Dengê we bash nayê min, ger hun dengê xwe hinek bilind bikin wê bash bibe. REWSHENBÎR: Belê, heval Maxo, hun dikarin sohbeta xwe bidomînin. SOKRATES: Em hîn li ser bersiva pirsgirêkan mabûn. Gelo mirov nikare bêje divê herkes li ser besha xwe bi awayekî xwe kûr bike, bibe pisporê karê xwe ku berjewendiya wî zêdetir bibe? MAXO: Rast e, divê wisa be, lê ka? SOKRATES: Eger herkes di karê xwe de shareza be, ber bi pisporî biche hin bersiv dernayên holê? Chareseriya pirsgirêkan hin asantir nabe? MAXO: Tu chi dibêjî, ma kî naxwaze wisa be. Lê bawer bike rewshenbîrên me ne di karê xwe de ne jî, di karên din de tutisht nizanin, tishtên zanin jî, nakin. SOKRATES: Chima nakin, yan jî, chi zanin û nakin? MAXO: Ma mirov bixwaze chi nizane! SOKRATES: Bash e. Em li ciyekî nêzîkê hev dibin: mirov bixwaze dikare fêr bibe, tishtên fêr dibe jî, dikare bixe jiyanê... MAXO: Rewshenbîrên me ne fêr dibin, ne dikevin jiyanê. SOKRATES: Jiyana chawa? MAXO: Jiyana xizmeta gel.

  • SOKRATES: Maxo, hun timî li der û dorê tishtan digerin, naxwazin pirsê binasin, nahêlin mirov bersiv jî, bide. MAXO: Ma bersivên we ji yên din ne pir pêshtir in, hun jî, mîna rewshenbîran chareserî di gotinan de digerin.. SOKRATES: Gotin nebe chareserî nabe! Divê mirov berê plansaziya chareseriya pirsgirêkan derxe û pashê jî, li ser bifikire, ka wan chawa bixe jiyanê. Hun ne bersiv didin, ne jî, dihêlin em bersiv bidin. MAXO: Ma bersivên hunê bidin chi ne? Ew jî ne gotin in, hun chi bibêjin ji bo min kêrî pênc qurush nake, mesele pratîk e. Mesele jiyan e. Hun di jiyanê de hebin bash e, wekî din heta sibê hun bipeyivin jî, tu mane nade. SEROK: Maxo! MAXO: Belê, Serokê min. SEROK: Tu nahêlî kes ramana xwe jî, bibêje. MAXO: Em gelek demokrat in Serokê min, herkes dikare gotina xwe bibêje. SEROK: Lê tu mîna shûrê Demokles li ser serê wan bî, kes nikare rehet ramana xwe bîne ziman, ne wisa ye? MAXO: Belê, wisa ye Serokê min, lê mirov rû dide wan, derdikevin ser serê mirov. SEROK: Sebra te tune, tu guh bidî Sokrates, bawer nakim ku bi vî awayî demokrasiya te têr û kêrî rewshenbîrên Kurdan bê. Divê em xwedî li hemû beshên gelê xwe derkevin. Rewshenbîr jî, beshek ji gelê Kurd in. MAXO: Lê em rexne nekin, ew tu karî nakin... SEROK: Rexne divê li ser bingeheke pêshvexistinî be, ne pash ve bikshîne. REWSHENBÎR: Serokê min, heval birêz Maxo, gava rexne dike, xwe dixe ciyê we, shûrê we digre destê xwe û li serê me dixe. SEROK: Chawa? Kes nikare bi shûrê min li kesî bixe! REWSHENBÎR: Pir caran kesên din, gava rexne dikin, xwe dispêrin bin perdeya rexnesîwanê we. Gava kesek bi shûrê we sher dike, heqê shûrê we nikare bide. Ew shûr tenê di destê we de xûrt e, bi tesîr e. Di destê kesên din de tesîreke ters shanî dide. SOKRATES: Rast e. Herkes dikare bi shûrê xwe sher bike. Mînak, dema Iskenderê Zulqerne shûrê xwe bigirta pir xurt bû. Tukes nikaribû bi shûrê wî sher bike. Rojek yek ji generalan wî xwast bi shûrê wî sher bike, Iskender bi shûrê xwe serê generalê xwe jêkir REWSHENBÎR: Bawer im Sokrates shash fam kir, mebesta min bi shûr... SEROK: Sokrates shash fam nekir, hun jî, mîna Maxo nekin; wer dipeyive ku dibêje qey Sokrates tênagîje. Hun hîn Sokrates nas nakin, ew hertim meydana sher gelek fireh digre, heta dijminê xwe tê de biwestîne û pashê wî serpishtkî li erdê dixe. Hun û Maxo serpishtkî li erdê ne, lê haya we jê tune. SOKRATES: Spas, ya rastî tu min ji min jî, chêtir zelal vedikî, tu min didî shermê; ez ji te pir tisht hîn dibim. SEROK: Qusura Maxo û Rewshenbîr mêze neke, dilê wan paqij e, lê serê wan tishtan dereng digre. Ewê rojek peyva te ya îro fam bikin. SOKRATES: Ez ji axaftina wan aciz nînim, lê dema me gelek teng bû, me gelek tisht bê bersiv hîshtin... SEROK: Carekî din emê karibin hîn zelaltir bikin. Peyvên me, diyalogên me gish kin in, emê rojek karibin dûr û dirêj baxivin. SOKRATES: Hêvî dikim! SEROK: Maxo, bi rexneyên xwe li ser rewshenbîran heqê wî hebe jî, riya rexneyên wî ne rast e; mirovan direvîne, nêzîk nake. Rewshenbîr jî, pir mizmizok in, mezin nalîzin; em dixwazin ew pir mezin bin.

  • SOKRATES: Gava rexne ji hêla te tên, bawer nakim ku kes jê aciz be. Mesele, divê herkes hêz û sînorên xwe zanibe. Wer dibînim ku di vî warî de kêmasî hene. SEROK: Derdê me jî, em dixwazin ev kêmasî ji holê rabin. Ev kêmasî nebin, rê ji mirovên mîna Maxo re jî, tê girtin. REWSHENBÎR: Hun peyvên gelek rast dikin! SEROK: Ya shukur ku hun jî, hêdî hêdî têdigîjin û muhrê xwe lê dixin. MAXO: Serokê min, ji xwe karê Rewshenbîrên me muhur li dest belê-na kirin e SEROK: Karê te jî, xirabkirina navbera me û rewshenbîran e! MAXO: Em dixwazin wan tevger bikin... SEROK: Nekeve navbera me û xirab neke, bes e. SOKRATES: Têkoshîna raman û mejî ji têkoshîna chekan dijwartir e. SEROK: Ger mirov bash pêk bîne. SOKRATES: Belê, ger mirov bash pêk bîne! Diyalog -V- Karakterê Kole û Têkchûyî SOKRATES DIBIX û SEROK SOKRATES: Roj bi roj kêfxweshiya min bilind dibe. Hertim hin Kurdên din dinasim û bi vî awayî dikarim li ser Kurdan di serê xwe de hêdî hêdî wêneyek chêkim. SEROK: Min digot qey hun Dibix dinasin! SOKRATES: Na, yekemîncar e ku birêz Dibix dibînim. Min birêz Nalsrazob û birêz Maxo nas kiribû. SEROK: Nalsrazob xwe pir mezin dibîne, li ser gelê Kurd mamoste dihesibîne lê haya gelê Kurd ji wî tune. Maxo mirovekî nekêr bû lê me ji wî re gelek îmkanan vekir ku pêsh ve biche, feyda wî bigîje gel. Rabû îmkanên me li dijî me xebitand, gish karên me yên girtibû ser xwe têk bir û dawiyê chû li mala xwe rûnisht. Dibix saf e, niyetqenc e lê mînakek balkêsh e ji bo têkbirin û têkchûna rewshenbîriyê. Ew gish karê me tevlihev dike, nikare zebesh û xiyaran ji hev cuda bike. DIBIX: Serokê min..! SEROK: Dengê xwe bichek kêm derxî û hînî guhdariyê bibî ji bo te xirab nabe. Chi zanim tu jî, sibê mîna Maxo nekî! Ma tu ji wî ne chêtir î. SOKRATES: Birêz Dibix chi karî dike? SEROK: Dest davêje her karî, lê tu karî jî, nabe serî. Xwe nivîskarek mezin dibîne lê heta vêga tu berhemeke wî ya cidî tune. Xwe partîzan û polîtîkzan dihesibîne lê heta vêga chi karî girtibe ser xwe nebiriye serî. Xwe pir xwedîqudret dibîne lê heta vêga me tu qudretên wî nedîtine. SOKRATES: Min xwast bizanim chi pîshe? SEROK: Birêz Sokrates dixwazî bi Dibix re bipeyive, pashê ezê fikrê xwe bêjim. SOKRATES: Birêz Dibix we xwe li ser chi kûr kiriye? DIBIX: Mebesta we chi ye, hun dixwazin ez li ser chi agahdarî bidim we? SOKRATES: Ez mirovek nezan im, hema hun li ser chi min ronî bikin, ezê ji we re spasdar bim.

  • DIBIX: Hun bi chi serê xwe dêshînin, pîsheyê we chi ye? SOKRATES: Ez bi xwe shagirtê herkesî me ku min li ser hin tishtan ronî bike. DIBIX: Bêjin, hun chi bipirsin ezê bersiva we bidim. Ez bi xwe nivîskar im. Helbestan jî, dinivîsînim, dixwînim, serê xwe bi fîlsofiyê dêshînim, ma hun zanin fîlosofî chi ye? Karên siyasî, dîplomasî, zanistî dikim; carcaran jî, dem hebe shervanî dikim. SOKRATES: Hun ji Xenophon zêdetir xwedî qudret in? DIBIX: Dibêjin Xenophon jî, shervan bûye, nivîskar bûye, lê nizanim chawa bûye! Ma di dema wî de mirovahî pir pêsh nebû, bawer nakim ew pir tisht kiribe. Agahdariyên we li ser Xenophon hene? SOKRATES: Hinek, xortekî jîr bû. Kesê yekemîncar li ser Kardoxan yanî Kurdan tisht nivîsiye Xenophon e. Xenophon shervan û nivîskarek bash bû, hozanê gelê xwe bû. DIBIX: Hozaniya min jî, ji ya pir hozanan ne kêmtir e. Ez bixwazim ji pir dengbêjan xweshtir distrêm, lê tembûr û keman nikarim lêxim, dixwazim fêr bim. SOKRATES: Hozaniya ez qal dikim ne stranbêjî ye, lê hozanên stranbêjî jî, gelek hebûn. Ger hozaniya we hebe, wê demê hun Rhapsodên Helenî bash dinasin. Min ji Sappho gelek hez dikir. Gava qala wê dibe, dilê mirov bi êvînê tê dagirtin. DIBIX: Rhapsode chi ye? Sappho kê ye? SOKRATES: Rhapsode yanî hozan, dengbêj. Sappho hozaneke êvîniyê bû, gelek bi nav û deng bû lê Pindar hîn bêtir dihat parastinê; ji ber ku Pindar pesna shervanî û lehengiyê dida. DIBIX: Bash e, em dev ji kevnedem berdin, daxwaza we fêrbûna chi ye? SOKRATES: Hun pir zû dikin. We qala dema Xenophon kir, em li ser demê bipeyivîn. Pashê ez nikarim dev ji kevnedem berdim, ez hîn jî, di wê demê de dijîm. Bash e em li ser demê bipeyivin. DIBIX: Chawa? SOKRATES: Dem chi ye? DIBIX: Dem dem e, yanî wext e, xeyo. SOKRATES: Dem dem e, rast e lê eger dem dem be, tê wê maneyê ku dem ne dem e jî. Hun dikarin li ser wesfên demê rawestin? DIBIX: Yanî chawa? SOKRATES: Dem bi tam e, bi reng e, bi tevger e, bê tevger e, bichûk e, mezin e, kin e, dirêj e, shil e, ziwa ye, hishk e, nerm e, dûr e, nêzîk e, nizm e, bilind e ûwd.? Hun li ser demê chi difikirin DIBIX: Yanî chi, hun dixwazin chi fêr bibin? SOKRATES: Hun chi fêr bikin ji bo min bash e. DIBIX: Binêre kalo, ez nizanim hun kî ne, lê wer dixuyê ku hîn haya we ji tevgera Kurd û welatparêziyê tune. Belkî hun nizanin gel kî ye, chi dike. Wisa dixuyê ku hun ji gel gelek dûr in û ji êshên wî bê xeber in... SOKRATES: Em bêjin gish gotinên we rast in, lê chi têkiliya vê bi pirsa min heye? DIBIX: Divê hun beriya her tishtî gel binasin, jiyana gel binasin, pashê dest bavêjin fantaziyan, ka dem chi ye, nizanim chi... SOKRATES: Rast e, lê we bersiva min neda. DIBIX: Bersiva we, divê hun serê xwe bi pirsên gel bêshînin, ji ciyê xwe rabin xwe berdin nav gel û serê xwe bi êshên wî bêshînin. Pashê pirsa demê bikin, bikevin xeyal û xewnên rewshenbîriya tiraliyê. SOKRATES: Spas. Lê ez dixwazim hun ji min re bêjin ka dem chi ye? DIBIX: Ez ji we re chi bêjim bê feyde ye. Hun ji gel gelek dûr in. Ma min got: Dem dem e, wext e. Hun saetê jî, nanasin. Li saetê binêrin hunê bizanin dem chi ye.

  • SOKRATES: Ez saetê dinasim lê dem û saet ji hev dûr in. Dem dem e lê ne dem e jî. Dem saet e lê ne tenê saet e. Hun li ser pirsa welatparêzî, nêzîkbûna êshên gel radiwestin. Ev tishtên hun dibêjin bi hezaran sal pêsh bûn. Pir gel xwe berî bi sedan sal ji vê pirsgirêkê rizgar kirine lê hun chima hîn li ser van tishtan radiwestin? Sedema ferbûna mina demê ji devê we Kurdan ji bo min gelek girîng e. Gelo hun chima bi sedan sal pash xelkê li ser hin tishtan radiwestin? Tê bîra min dema ez hîn dijiyam polîtîka we ya dewletî ji vêga pêsh ve tir bû. Gelek kesên sefera rojhilat dikirin ji hemû gelan bêtir qala we dikirin. Lê vêga di hebûna hêza demê de navê we tune. Ev chend salên dawî dîsa qala we tê kirin, chima? Chima dem bi dem bêdengiyek kûr li ser we heye? Chima vêga pirsa we dîsa xwe derxist pêsh? Hun dikarin bêjin pêwendiya van tishtan bi demê re nîne? Hun vêga du hezar û char sed sal ji min dûr dijîn lê em dîsa jî, dikarin bi hev re baxivin, chima? DIBIX: Chawa? SOKRATES: Ez beriya zayînê 399 sal hatim kushtin, hun 2395 sal shûn ve dijîn. Destpêka demê heye? DIBIX: Belê, chawa tune? Ez ji axaftina we tisht fam nakim. SOKRATES: Dem ji kuderê, kengê chawa dest pê dike? Eger dest pê dike berê wê ber bi kuderê ye? Berê demê ber bi aliyekî be, ev chi alî ye? Aliyên demê hene? Wesf û sheklên demê hene? DIBIX: Ma hun vê yekê jî nizanibin, ezê ji we re chi bêjim! SOKRATES: Dawiya demê heye? DIBIX: Divê hebe, li gor diyalektîkê destpêk û dawiya her tishtî heye. SOKRATES: Dawiya demê li kuderê ye, kengê ye, chawa diqede? Dawiya demê dirêj e yan kurt e? Li gor chi, chawa? Dûr û kûr ber bi kîjan aliyê ve dûr û kûr in? Dûriya demê, kûriya demê bi chi tê pîvandin? Pîvan û dem di nav chi têkiliyê de ne? Dem zû ye yan hêdî ye? Li gor chi mirov dikare kûr, dûr, zû û hêdibûna demê bipîve? Hebûn û tunebûna demê xwe bi chi ispat dike? Dem hebûna chi ye? Hebûn xwe di demê de chawa diyar dike? Rengê demê chi ye? Hun dikarin demê bibînin yan bi dest, dev û hîsên xwe bigirin? Bingeh û navenda demê hene, hebin li kuderê ne? Maneya jiyanê di demê de chi ye? Di demê de jiyan heye yan jiyan di demê de heye? Dema jiyanê dirêj e yan jiyana demê dirêj e? Em dikarin bi hezaran pirsên din bikin, divê mirov li ser gotinan sivik raneweste, li ser bingeha wan raweste. Mirov nikare bersivên sivik bide. Pirs û bersivên sivik hene? Ji bo bersiva pirsên ku li me sivik dixuyên mirovahî chend sal bihurandine heta ku bersiv dane? Mirovahî chend sal bihurandiye heta pirsek bike ku li me giran neyê? DIBIX: Bi rastî tishtên hun qal dikin ji min re vala tên, nebe têkiliya we bi gel re gelek zeyif mabe, yan jî, hun gel hîch nas nakin? SOKRATES: Ez pir kêm tisht dizanim, gel jî, kêm dinasim... DIBIX: Wê demê têkiliya we bi welatparêzî jî, ne xurt e, dibe ku hun rewshenbîrekî gel jî, nebin? SOKRATES: Ez rewshenbîr nîn im. Têkiliya min bi gelê Polis re xurt e, ji bo Polisê xwe sher dikim, diparêzim jî. DIBIX: Min dizanî, di we de nerastiyek heye. Hun tenê polîs gel dibînin û polîs diparêzin û hatine bi min re li ser tishtên vala mîna “dem chi ye” qise dikin! SEROK: Birêz Sokrates, ji kerema xwe bihêlin ez pê re pichek bipeyivim. Hun dikarin pashê bidomînin. Hun chi bibêjin bêjin, ew guh nade we, tishtên hun dibêjin fam nake. Di serê wî de hin shekil hene, xwe li gor wan sheklan dilivîne. SOKRATES: Spas. Bawer im, ez û birêz Dibix ji zimanên hev fam nakin. Lê ger axaftina me bidome emê hêdî hêdî hev nas bikin, zimanê hev fam bikin. SEROK: Min ji te re gotibû: Kevir ji serê pir Kurdan nermtir e. DIBIX: Rast e, li gundê me mirovek hebû... SEROK: Serê wî mîna yê te hishk bû, ne?

  • DIBIX: Min dixwast bêjim... SEROK: Bê deng be, guh bide min vêga. Tu chawa birêz Sokrates nas nakî, te me jî, nas nedikir. Tu bi niyetekî bash nêzîkê tishtan bibî jî, nezaniya te li pêsh te astengeke mezin e. Ne wisa ye? DIBIX: Belê Serokê min. Ez demeke ne zêde ye ku we dinasim. SEROK: Belê, tê vêga bêyî ser demê. Birêz Sokrates jî, qala demê kiribû, lê te ji wî tishtek fam nekiribû. Polis ne polîsê tu dinasî, maneya wê bajar e. Polîs ji bo dema birêz Sokrates dihat mana welat jî, kî bajarê xwe neparasta, ne welatparêz bû. Sokrates hem welatparêz hem jî, mirovparêzekî mezin e. Pishtî mirina wî bi 2395 sal jî, kes negihîshtiya edeb û ehlaqê wî. Ew mînakek balkêsh e ji bo parastina prensîbên ehlaq û wîjdana mirovahiyê. Gelek dînên samî di bin tesîra ehlaq û felsefeya birêz Sokrates û dema wî de mane. Pishtî mirina wî pir komeshop (girûbên li ser rêya wî) ji bîr û baweriya wî derchûne. Ji van komeshopan yên herî girîng Akademiya Platon, Stoa, Kynes, ûwd. bûne. Tesîra wan digîjin heta dema me. DIBIX: Ez nizanibûm ew kî ye, bila li min bibuhre! SEROK: Berî ku mirov yekî nas bike, divê li ser wî tishtek nebêje, rast e? DIBIX: Rast e, min dixwast... SEROK: Em vegerin ser me. We em nû nas kirine, chend sal in: Hun bawer dikin ku we em nas kirine? DIBIX: Wê demê, têgîshtina me li ser we kêm bû. Min digot qey hema chend tisht bizanim bes e; vêga têdigîjim ku ne bes e. Ez di xwe de valahiyeke mezin dibînim. SEROK: Bawer nakim te nas kiribim. Bash e, ji vê demê pê ve tê chi bikî? Tu di xwe de qiwet dibînî ku tishtên bash bikî. Mîna tu dibînî dem pir girîng e, em dichin dizîvirin dîsa tên ser demê lê em tucar nikarin demê zelal bikin, bash binasin. Pashê ezê te cardin bidim destên birêz Sokrates daku demê bi te pichek be jî, bide famkirin. Em vegerin ser karê xwe: we me li vir bash nas kir? Qiweta te ji bo mesha bi demê re heye? Em chawa dikarin te binasin? Tu berê chawa bûyî, vêga chawa yî û tê ji vir shûn ve chawa bî? DIBIX: Serokê min, beriya pênc salan bû ez ketim nav kar. Ez hinek perwerde bûm lê têkilbûna min ne li ser bingeheke rast bû. Bi tesîra hin hevalan ketim kar; hin cangorî bûbûn li ser min gelek tesîr kirin. Nêzîkiya min beriya pênc salan mîna vêga bûya, minê gavên pêsh avêtiba. SEROK: Eceb? DIBIX: Bi vê nêzîkbûnê ketim nav xebat, teng mam. Di kar de pir nezan bûm, tenê bi niyeta bash nêzîk dibûm. Heval jî, pir alîkarî nedan min. SEROK: Himm! DIBIX: Hevalekî berpirsiyar te digot qey li dijî min bû, te digot qey ezê ciyê wî bigirim! Lê hatina min ya cem we ber min ronî kir. Ez vê hatinê destpêkeke nû dihesibînim. Di jiyana xwe ya nû de ezê jiyana we bingeh bigirim. Ez bi xwe bawer im û di dema pêsh de bi roniya nasîna vê jiyanê dixwazim bimeshim. SEROK: Tu bi axaftina xwe re bi rastî jî, rast î? Te li ser vê bingehê biryar da? DIBIX: Belê Serokê min. SEROK: Em bêjin biryar heye lê zanebûn tune, we ji peyvên me yên fireh hin tisht girtin? Berê sheklî bû, mîna pirtûkek; nav li ser heye lê gish rûpelên wê vala ne, yanî di bingeh de tishtek nîne. DIBIX: Rast e Serokê min. Ez dikarim bêjim min jiyan û nirxepeyvên serokatî gelek bash fam kir, pir di bin tesîra wan de mam. SEROK: Berê jî te dinasî, tishtna digot, te vêga dît chiqas bêbingeh bûyî? DIBIX: Ez dikarim vê bêjim ku Serokatî ji navê xwe û gotinên min sahkirî jî, berz û mezintir e. SEROK: Mezintir e ha! Lê ne tenê mezin, kurtir e jî, ne? Û belayek mezin e di hundirê dilê we hemûyan de. Hunê chawa ji bin rabin, tê chawa ji bin rabî?

  • DIBIX: Em mecbûr in Serokê min. Mehkûmê vî tishtî ne... SEROK: Di jiyana te yê berê de giraniya Serokatî tunebû, pir sergerde bûyî ne? DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ev tarzê keshmekêsh ne yê serokatî ye. Te xwe tishtek dihesiband lê tu pêwendî bi giranî tunebû. Bingeheke bash bavêje. Tishtên naverokvala ne giran e jî. Dibe ku te hin tishtan dikir lê tu ji bingeha rastî pir dûr bûyî. DIBIX: Li vê derê têgihîshtim ku salên derbasbûyî salên ketî bûn. SEROK: Salên ketî, salên xew, salên bê bingeh. Teyê bi xebat serkeftin biafiranda. Hin Kurdên ehmeq hene, gelek rewshenbîr heta gelek shervan wisa ne, tê jî, mîna wan bibûyayî. Yek li serê chiya, yê din li Ewropa winda kiriye hîch ferq nake. Bêbingehbûna te rê nade serkeftinê. Girîngî ew e ku tishtên mirov digire, dane ser xeteke rast û zana. Perwerdedor mirov dixe nav erdhejiyê, dichirîne ber bi kar. Di te de jî, herhal ev chêbû. DIBIX: Rast e, Serokê min. SEROK: Ne wisa? Tu jî, hinek ketî nav erdhejiyê û cherxerast bûyî. DIBIX: Demên ewil hinek ketim tengiyê. Bi daxwaza Serokatî hatim vê derê lê gava min Serokatî dît, eleqe shanî min neda. SEROK: Eleqe hebû lê xebera te jê tunebû. Ev jî, bêbingehiyeke din e. Em berê roj bash, pashê chawa yî dibêjin. DIBIX: Pashê fêr bûm, sedem pir bash têgihîshtim. SEROK: Tu edetê Kurdan dixwazî. Pichek xwedî shan û shohret î. Min bi zanistî “ chawa yî, bi xêr hatî” negot. Ev usulek kevn û basît e, têgihîshtineke bash ji bixêrhatinê nîne. Kesan nayne ser bingeha rast, pash ve dixîne. Tishtê girîng ew e ku te vê fam kir. DIBIX: Rast e, têgihîshtim serokê min. SEROK: Em dixwazin ji bo te jî, sha û bi hêvî bin. Lê mîna berê nabe. Em naxwazin bi kemasî û nexweshiya te, ne em ne jî, tu xirab î. Tu jî, bibe xwedîtishtek. Bila nav, cî û bingeha te hebe. Xwedîmeziniyek be. Ber bi meziniyê hin tishtan bimeshîne. Derfetên te hene. Partî nabêje xwe bixapîne, em dixwazin tu jî, bibî tishtek. Em bawer in tu jî, vî tishtî dixwazî, naxwazî ji xeta partiyê dûr bimînî. DIBIX: Belê, Serokê min. SEROK: Lê zanabûn û pêkanîn ji hev re pêwîst in. Ji vê shûn ve wê chi ji destê te bê. Saziya tu jê hatiyî binêre, tijî kêmasî ne, dibînî? DIBIX: Belê Serokê min, hertishtî dibînim. SEROK: Dibe yên ji te nechê û ketî jî, tê de hebin; nikarin du gotina li hev bînin. Ez nabêjim ne durust in lê kar bi niyet nameshe. Xebata dîdebîneran ji hêla milyonan tê sêrkirin, ger her gotina te li ser wan tesîreke bash neke, tu kêrî pênc qurush nakî. DIBIX: Gel pir li dij derket. SEROK: Wer pir li dij derket ku min fedî kir, serê min êshiya. Xortek din heye, li dijî wê derketin hîn zêde ye. Ew xwe winda kiriye. Dêvla bername ji bo gel chêbike, xwe shanî dide. Tu zanî em vê rewshê napejirînin. Ne ji bo xwe, divê ji milyonan chêbikî. Tu dibînî, ez xwe chawa deqîqe bi deqîqe ji bo gel dipîvim, bal didim ser daxwaz û rexneyan. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ew chi rewsh bu tu ketibîyî nav. Te xwe maf kiribû. DIBIX: Di destpêkê de kemasî wilo derketibûn. Ev ji bêtecrûbetî bûn Serokê min. SEROK: Te digot “ji min hez dikin, min dipejirînin”; ev bingeha ramana te bû. Min berê ji hin kesên din re gotibû: “divê tu ji xwe ne razî bî, ne êvîndarê xwe bî. Divê tu hertim kêmasiyên xwe bibînî ku rastiya te bê famkirinê. Ev ji bo te diyalektîka jiyanê ye”. Ev gotin ji bo te jî, derbas dibin. Xapînokpeyv jiyana derew e. Ez ji sedî yek jî, mîna te ji xwe ne razî me. Tu bi vê rewsha xwe chawa dibî êvîndarê xwe, ji rewsha xwe kêfxwesh dibî! Ez bi vê hêza xwe heta derdikevim pêsh gel û saetek dipeyivim, pir zor didim xwe, xwe pir dêshînim. Tu

  • hîch zor nadî xwe, dibêjî “ji min razî ne”. Wisa nabe. Tu bi vî awayî berevajî nikarî pêsh ve bichî, berz bibî. Kesên li welatên din karên mîna yên we dikin mîna generalan e, ji ber ku xwe bash pêsh ve birine. Hun dixwazin bê ked bên ser tishtên hazir. Bash bala xwe bidin karên xwe. Rewsha we mîna zaokan e, dibêjin “min vî cilê nû li xwe kir, ez xweshik bûm”. Rewsha te mîna rewsha kecha 15 salî ye ku cilek li xwe dike, dibêje “ez chiqas xweshik bûm”. Qusurê mêze neke, ev ji bo rexne ye. DIBIX: Belê Serokê min, mîna we anî ziman, kêmasiyên me yên mezin chêbûn SEROK: Mirov bêbingeh, bêxem nagîje tu tishtî; mezinî divê tu bi xwe pêk bînî. Ger ez ji xwe razî bama, ezê ji zû ve rûnishtibama. Min bigota “tishtên min chêkirî bes in, xweshik bûm”, rastejiyana gelê me nikaribû vî sherî bidomîne û bîne vê mistewayê. Van noqtan bash têdigîjî! DIBIX: Pir bash têdigîjim Serokê min. SEROK: Bawer im hin tishtan digirî. Tecrubeyên te jî, hene. Hêviya min, tu li ser van gotinên min bi balkêshî bisekinî û ji vî shûn ve, ji xwe re, rêyek rast û medotek hîn shoreshgertir bineqînî. DIBIX: Ez bi xwe bawer im, Serokê min. SEROK: Bi xwe bawer î, ne wisa? DIBIX: Pir bawer im, Serokê min. SEROK: Dikarî pêk bînî? Tecrubeyên we jî, ne kêm in. Wer difikirim ku tu tam bi biryar î. Bash e, te ji dewrê wekî din chi girt? Vêga em jî, gotina te ya dawî guhdar bin. DIBIX: Serokê min, li vê derê xebat û têkilbûn chawa be, fêr bûm. Mirov chawa têkildar be û pêshengî bike... Mirov xwe ne bi xwe tenê sînor bike, chiqas pêsh ve chû be jî, xwe têr nebîne, xwe nexapîne; bi vê felsefeyê xwelivandin li vê derê fêr bûm. Wekî din divê mirov serkeftin bingeh bigire -dikarim bibêjim ku me berê tenê rojên xwe derbas dikir-, xwe bi rojanejiyan sînor neke... Berê me roja xwe derbas dikir, digot: “me îro jî, bernama xwe anî cî, sibe xudê mezin e”. SEROK: Bi vê tengnêrînê mezinbûn û birêvechûn mumkun e? DIBIX: Li vê derê van kêmtêriyan hîn bûm, Serokê min. Iro bi sibê, sibê bi îro dibe. SEROK: Ger tu bixwazî kurdayetî bi awaberz biafirînî, divê li ser her tishtî pir tîtîz rawestî. Xew nabe, bi pînechavî nêrîn tê maneya windakirinê. Ew talûke hîn heye û berdewam e. Heroroj dibin bela serê min. Partîbûn fam nakin, serokatî fam nakin. “Hertisht ji bo kêfa min e” dibêjin. Ne mumkun e, tu dibînî ku ev agir e. Zagoneke partî ye. DIBIX: Gelek cidî ye lê em bi cidiyeta ku Serokatî dida, nêzîkê kar nedibûn. SEROK: Tabî ew xebata we bû. Hun mîna min cidî nêzîk nedibûn. DIBIX: Nêzîkbûna me gelek bêbingeh bû. SEROK: Nêzîkbûn tunebû. Bi ser de jî, we derfetên li pêsh xwe charchûr kir. Kes chênedikir, hevkarî û kolektîvîzm hîch tunebû. DIBIX: Ji dêvla chêkirinê, em gish jê direviyan, panîkek hebû di nav me de. SEROK: Ev nêzîkbûna dijmin e. Ger panîk hebû, ma di nav we de kontergerîla hebû? Ji xwe tu birevî, ezê bêjim “ew kontergerîla bû”. Kontergerîla li kuderê, kî ye, zarokatî nekin. DIBIX: Rast e Serokê min. Panîk tucar ne bash e. Rev îxanet e. SEROK: Kesê bireve, tabî winda dike. Zarokatî nekin. Tishtên girîng, noqtên tu gihîshtiyî ne hindik in; di warê huner, di warê wêje, bawer im ji dewrê, te pir tisht girtin. DIBIX: Belê Serokê min. SEROK: Di warê wêje de li vê derê tishtê zêde li te tesîr kir, chi bû? DIBIX: Serokatî neyê nasîn, shoresh neyê nasîn, sher neyê nasîn; ne mumkun e ku hîch wextek wêje pêsh ve biche. SEROK: Hun bi cewhera shoreshê tênegîjin, nikarin bibin wêjevan. DIBIX: Cewherê wêje shoresh e.

  • SEROK: Ji shervan û shoreshvanekî zêde divê tu shoreshê nas bikî. Dibe ku gerîla polîtîka pir kûr fam neke lê tu wêjevan î, divê tu vê yekê fam bikî. Xwîn chawa dirijê tu dizanî, ji shervanek zêde van tishtan dizanî. Divê tu heqê wêje bidî. DIBIX: Bawer im min ji hevalên ku ji mêj ve tevlî refan bûne pir tisht girtin. Min jiyana gerîlayan, jiyana cangoriyan û pratîka têkoshîna wan pirsî û fêr bûm. Ev ji bo min tishtên girîng in. SEROK: Ne tenê jînetisht, gelek pirsetisht li ser mijara sher hene, divê tu hîn bibî. Tu jînediyalektîka partiyê fêr nebî, nikarî wêje pêk bînî. DIBIX: Li ser van bingehên taybetî wêjeya kurdî dikare pêsh ve biche. Wekî din pêshvechûna wê ne mumkun e. SEROK: Ehmedê Xanî di civaka Kurd de ciyekî girîng digre, tê zanîn. Hin ristenirxên min di derbareyê Ehmedê Xanî de chêbûn. Hin kesên ji xwe re dibêjin “wêjevan” gava ramana Ehmedê Xanî li ser êvînê tînin ziman xwe ji naveroka wî dûr dixînin. Mîna zarokan e. Bênasîna Ehmedê Xanî, chawa dikarin wî bidin nasandin, li ser wî raman diyar bikin. Diyar e ku ew dîrokê berovajî dikin. DIBIX: Chawa yekî ku êvînê nas neke, nikare li ser evînê raman diyar bike; di derheqê helbestvan û nivîskarekî mezin mîna Ehmedê Xanî de jî, ne mumkun e ku ew kes pirtûk binivîsînin. SEROK: Helbet kesê êvînê nenase, ketina Kurd nenase, pechebûna Kurd nenase, jihevketina Kurdistan jî, nizane; herwiha kesê dîrokê nizanibe, sher nizanibe nikare tutisht bîne cî. Derketina nivîsên wiha nefam di bin navê wêjeyê de, bi navê wêjezanist bê shansî ye. Piranî ji wan sextekar in. Ji ber vê yêkê em dibêjin xwe bi hêz bikin, berpirsiyarî di xwe de bibînin. Ji vê shûn ve rola xwe bi vî awayî bilîzin. Kesên wejeya vê têkoshînê dinivîsin divê xwediyên wê yên esasî bin. Divê kevnetaybetiyên kesayetiya Kurd ji holê rabin, dêvla wan nûtaybetî bên danîn. Hun civak nas nakin, tutisht nas nakin. Mesela ez bixwazim dikarim ji we chêtir û zêdetir pirtûkan binivîsînim. Ji xwe dinivîsînim jî. Her xebata min pirtûkek e. Ez li we dinêrim, êsh dikishînim. Civaka Kurd, malbata Kurd, kesayetiya Kurd, mêrê Kurd, jina Kurd û pêwendiyên Kurd chawa ne, hun nizanin. Mirov derheqê tishtekî ku nizanibe chawa dikare binivîsîne. Romana Kurd; divê hun sherê Kurd, jiyana Kurd, mirina Kurd, ketina Kurd ji her alî ve binasin ku derheqê wî de berhem biafirînin. Li Kurdistan gelek tîpên kifsh hene, min piranî ji wan vekirine, yanî ji bo wêjê jî, min gelek derfet pêshkêsh kirine. Lê giyan pêwîst e. Wêje vekirina wan e. Ronîkirina wan e. Kevnegiyan chi ye, nûgiyan chawa be! Giyana teslîmiyet û giyana berxwedan neyê naskirin, roman nikare bê nivîsandin. Chi hez dike, chi hez nake nizanibî, nikarî roman binivîsînî. Evîn chawa ye, kî vê dizane, maneya vê chi ye, nayê zanîn. Tu derneketibî berziya êvînê nikarî tishtek bikî. Buyera êvînê nenasî, nikarî roman binivîsînî. Tê xwe mîna zarokan bixapînî. Bi xwe êvîndarê xwe bî û bibêjî “ez pir bash im” dawiya te bash nabe. Divê ji vê shûn ve cidî bî. Madem dixwazî ji bo wêjeya kurdî hin tishtan bikî, wê demê guh bide van gotinên min. Wekî din nabe. Tishtên dervayê vê lîstik e. Tu rewsha wanên li Swêd, vê derê, wê derê dibînî. Mirov ji rewsha wan fedî dike. Goya wêje afirandine. Ne wêje ye, ne pirtûk e, teslîmbûn e. û herî girîng jî, mînakek bêgiyanî ya herî xirab e. DIBIX: Mesela yek bi navê Nalsrazob heye. Pircar hat vexwandin lê nehat. Têkiliyên wî gelek teng in. SEROK: Ew miriye. Ew di wêjeyê de rewshenbîrê mirî ye. Mumkun be li ser wî romanek binivîsîne. Ew êdî ne rewshenbîr e jî. Mirî ye. DIBIX: Dijî-najî diyar nîne Serokê min. SEROK: Kurdek chawa ye? Em Kurdê mirî bêjin, chi bêjin! DIBIX: Serokê min, dixwaze navê xwe bi Mem û Zîn bijîne. Lê êdî kes bi wî jî, bawer nabe. SEROK: Li ser Mem û Zîn herkes dikare shirove bike, lê bila ew neke, shirovekirina wî heqaretek e li Mem û Zîn. Bawer nakim ku ew Mem û Zîn fam dike, ji ber ku di giyana wî de valahiyek heye. DIBIX: Nirxandinên Serokatî di vê derbarê de li ser min gelek tesîr kirin.

  • SEROK: Dema min hebûya, karibûm bi we hunermendan re hîn bi awayekî din binirxanda. Ger hun bixwazin bi rastî bigîjin kurahiyê, pêwîst e hun ji dil bawer bin. ... Gune ye, heyf e; kesên bê armanc tijî saziyan nekin. Xwedîderketina nirxan ev nîne. Bi nêzîkbûna serserîtî, bêdaxwaz, keyfî hunermendî nabe. DIBIX: Serokê min, ji dêvla ku tewanên xwe pêsh ve bibin, bi pêsîra hev girtine. SEROK: Ev e sherma mezin. Em wan têr dikin, bi xwîn têr dikin. Layiqê vê nabin. Gish ev tishtên tên chêkirin tenê tên maneya chîrkêfiyê. Vekirî dibêjim, kesên wiha bê chavgirîna wan, emê biqewitînin. Me te ji bo xizmet girt vê derê. Ezê bala xwe bidim te. Ger tu kerê berê bimînî, ezê te jî, biqewitînim. Vekirî dibêjim, pîvanên min hene, ger hun li gor wan nelivin, divê hun bizanin kar wiha nameshe. Diya min ji bo min “hez nakim, qiymet nadim lê dîsa jî, ezê gish mîrasê xwe li ser wî tapû bikim” gotiye. Chima? Ji ber ku li vê derê qiymetgirtin heye. Zanibû ku ezê wan nirxan biparêzim, gotiye. Hurmeta herî mezin ji bo dayikan min pêsh ve xist. “Gava bichûk bû ecêb dihat ser min” gotiye diya min “ez nikaribûm wî bigrim bin kontrola xwe” ji hevalekî re gotiye. Tê li vê derê noqteyek fam bikî: Kesekî bi temenên bichûk li dijî diya xwe sher kiriye, eceb chi tîne serê min? Tu dizanî ez vêga ne zarokekî 7 salî me jî. Wê demê ne bi hêz bûm lê vêga gelek bi hêz im. Hîch demek evqas bi hêz nebûm. Divê tu vê yekê fam bikî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Vêga xwedî hêz im. DIBIX: Ji vê shûn ve tukes nikare keda Serokatî înkar bike. SEROK: Diya min dixwaze mal û mulkê xwe li ser min tapû bike. Ev ji bo xwe bide efkirinê ye lê têr nake. Ya girîng ew e ku mirov di riya welat, die riya shoresh û di riya mirovahiyê de bimeshe. Di vê riyê de bimeshî, rûmeta te heye. Ger nemeshî, pashê nebêje “min chêkir lê nedan min”. “Ez milîtan bûm, ew dîktator bû”; mesele ne milîtan û dîktatorî ye, mesela tu dikarî chêbikî yan na? Divê bi lehengî vê yekê bêjî. Tu xwediyê vî karî yî yan nînî, qiweta te heye yan nîne? Ev e mesele. Kesê ne leheng ez chawa mîna leheng bipejirînim. Mînak, chima ez qiymet didim Agît? Heval Agît bash tê bîra min; xwe bi her awayî perwerde kiribû. Wê demê D. jî, hebû; min demek bang li wan kir, anî pêsh xwe. Heval Agît bi leza piling gihîsht cem min, D. bi mesha xwe ya nîvnig pir bi shûn ve ma. Ev nîshana hin tishtan bû. Lezliv karê kesên meshezexm e. Giranî jî, karê kesên ji her awayî pashvemanan e. Mîna tê zanîn, Dawud li nîvê rê ma, ket. Ji ber ku nikaribû bi leza me berz be, ket. Lê Agît bi leza pilingekî meshê bir encamê û gihîsht zîrweyê. Me li ser Agît hin tishtan nivîsand. Ev nîshana nirxdana me bû. Ji ber ku heta nefesa xwe ya dawî bi me re bû. Tu jî, ger vê durustiyê û lehengiyê shanî bidî, rûmeta te dibe. Ez rûmeta vala napejirînim. Mesela gava tu hatî vê derê, min ji te re negot “bi xêr hatî”. Vê serokatiyê wiha binase. Serokatiyeke ecêb e. Qiweta te tunebe, dest navêje rakirina talîmatên serokatî. DIBIX: Ev gish ji bo min tecrube ne Serokê min. SEROK: Ez her tishtî ji we re vekirî dibêjim, naxwazim kesî bixapînim. Gava tu talîmat bigirî, pêwîst e bi giraniya wê têbigîjî. Ger tu carekî din guh nedî talîmatê min, li anegora kêfa xwe hereket bikî, Mirovahiya te namîne. Ji ketiyan hîn ketî dibî. DIBIX: Tucar xwedî bedniyet nebûm. Hertisht ji bashniyetiya min chêbû. SEROK: Li vê derê tishtê girîng pratîk e, talîmat e. Talîmatên serokatî dîrokî ne. Xwe li gor talîmeta nelivîn mirin e. Mirina miletekî ye. Ev kar li gor kêfa kesan nabe. Binêre, tu dibînî, evqas ristenirxan chêdikim. Ev ji bo qedera miletekî ne. Van gish dibêjim ku girîngiya talîmatan zelal bikim. Ger tishtek tenê jî, ji bo shexsiyeta min be, vê yekê pozîtîf napejirînim. Ger tu durust bî, welatparêz bî, bi partî re bî û bibêjî alîgirê xweshikiyê me, divê gish tewanên xwe ji bo vê yekê bi kar bînî. Pêwîstiya xwelivîn li gor talîmatan heye, divê tu li gor van pintan(noqte) xwe bilivînî. DIBIX: Min li vê derê hertishtî fam kir. SEROK: Jiyan tê chi maneyê, te fam kir? Pashê “min ji bîr kir, xwe da qisedanê” bêjî, qiymeta te namîne. Ne tenê tu, em dibînin, hemû hunermendên ku li gor jiyana partiyê nikarin

  • bimeshin û direvin, gava demek shûn ve pash ve tên ji bo li xwe biborînin bi gotinên “hatim xapandin, hatim xistin" guneh derdixin. Tê vê yekê terk bikî. DIBIX: Tishtên min ji vê herêmê girtiye, ezê hewl bidim ku di pratîkê de pêk bînim Serokê min. SEROK: Bi van gotinên min, bi rastiya me tu dikarî mezin bibî. Wekî din mezinbûna te ne mumkun e. Tishtên te girtin, bi jiyana xwe ve bikî yek û di pratîkê de pêk bînî, mezinî bi dest bixî... Te ev hemû fam kirin vêga? DIBIX: Gotinek Serokatî hat bîra min: “Serok bûn tîcareteke mezin e, dewlemendiyeke mezin e”. Chiqas hebe, ewqas dewlemend dibe, ewqas berz dibe. Ev peyv ji bo min rê shanî didin. SEROK: Ger tu ji bo xwe difikirî, em dikarin te bishînin gundê te. Em pêdiviyên te jî, temîn dikin. Lê bi navê partî, bi navê serokatî bixwazî jiyana xwe bidomînî, li hember te zarok tune. Chima ez zarok im? Dibe kesek min tisht nehesîbîne lê ez bawer im ku ez hêzek im. DIBIX: Hêzek mezin Serokê min. SEROK: Nizanim, lê madem ez hêzek im, chima tu li dijî min sekinî? DIBIX: Nenasîn hebû Serokê min. SEROK: Mîna min di mînaka diya xwe de da, hin taybetiyên serokatî hene. Ezê wan heta nefesa xwe ya dawî biparêzim û pê ve girêdayî bimînim. Ez naxwazim barê we giran bikim. Niyeta we bash e, hun durust in lê nizanin pêk bînin, dibe ku qiweta we tunebe! Lê ji dervayê serkeftinê tu chareserî tune. Hertisht ji me re dibêje “tê wiha bî, carekî din wiha bî”, hertisht ji me re dibêje “tê wiha derkevî ser, tê wiha sher bikî, wiha ber xwe bidî û wiha xweshik bî”. Ev emirên dîrokî ne. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Hat famkirinê? DIBIX: Hat famkirinê Serokê min. SEROK: Wekî din chi dibêjî? DIBIX: Ez dikarim soz bidim ku ezê carekî din wiha nekim, Serokê min. SEROK: Gumana min carekî din bi rûreshî dernekevî! Bi xwexapandinê carekî din dernekevî pêsh kesî: DIBIX: Tucar Serokê min. SEROK: Li pêsh kî dibî bibe,bichûk-mezin ferq nake, tê hertim bi terza nêzîkbûn û cidiyeta partî xwe bilivînî. Tê bi terz, lez û tempoya partî xwe bilivînî. Bash e? DIBIX: Ji vê shûn ve bawer nakim ku astengiyek derkeve, Serokê min. SEROK: Giranîtempoya te ya xebatê xwe diberiqîne ser gish jiyana te jî. DIBIX: Di navbera hîtapterza serokatî û ya me de ferqên mezin hene, Serokê min. SEROK: Tabî, tu nikarî komî ser hev bikî. Ji xwe min vê netêriyê dît ji ber vê yêkê gazî te kir. Ez ji dêvla we nîv saet bipeyivim, gel radibe ser xwe. Her peyvên te dive mîna gule bin, bi mane û tama shekir bin. Xwe wiha bike. Ciyê hunê bichin, emê we bibînin; wê demê tishtin hun dikin, ezê raxim ber chavên we daku hun kirinên xwe bibînin. Yê ne li ser rê, yê nechê, yê rê nezan, ezê noqte bi noqte shanî we bidim. Ji bo hun gish van negatîviyan bibînin, ezê hin dersna bidim we. Hun xwe mîna zarokan dibînin. Hun pir nechê ne le ji hev re dibêjin “ez pir xweshik im”. Hin kesên nexweshik hene, xwe xweshikên dinyayê dibînin. Ew tucar naxwazin rastiya xwe bibînin. Partî, tîpên wiha êvîndarê xwe qebûl nake. Partî, kesayetiyên durust û bi rastî xwe fedayê gel kirine, dipejirîne. Ji ber vê yekê em dibêjin, ger hun nikarin pêk bînin, derhal îstîfa xwe bidin. Ger rexne ji karên te ne, xwe parche parche û ji nû ve biafirîne yan jî, îstîfa xwe bide, li ciyê xwe rûnê. Durustî ev e. DIBIX: Rast e Serokê min. Berê lêgerîn û lêpirsîneke wiha tunebû. Me hertisht li gor kêfa xwe chêdikir. SEROK: Ew mantik ne mantikê partî ye. Hun nikarin bi “ez chi bikim ji min re dimîne” re sebra xwe bînin. Ev mantik mantikê axatî ye. Kesên dibêjin “ez ji herkesî xweshiktir im”

  • nechêyiya xwe vedishêrin. Terzê xebat û nêzîkbûna serokatî ne ev e. Ji xwe hîch ne razî ye. Têkoshîna xweshikayî dide, têkoshîna nûjînî dide. Yê girîng ne ew e ku tu tenê ji bo xwe tishtan chêbikî, yê girîng ew e ku tu ji bo dora xwe, ji bo gel chêbikî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Bash, gotina dawî tu dikarî chi bibêjî? DIBIX: Ez bawer im ku ezê girêdayî soza xwe bim. Kêmasiyên min hene, lê ji bo ku ez van kêmasiyên xwe telafî bikim, ezê kedrêjiyeke sift sirf bikim. Ezê ristenirxên serokatî ji bo xwe bingeh bigrim. Û ezê ji wan dersan derxim. SEROK: Ne tenê dem bi dem, divê tu vê yekê roj bi roj îspat bikî. DIBIX: Belê Serokê min. Ez bawer im, ezê netêriyên xwe telafî bikim. SEROK: Em bawer in ku tê bi gotina xwe girêdayî bimînî. Tê, ji vî shûn ve, bi gish hêza xwe pêsh ve bichî. Wekî din, ne mumkun e, em te bipejirînin. Ne mumkun e tu jî, xwe bipejirînî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Xwe ji bo herêma sher jî, amade bike. DIBIX: Ezê hewl bidim ku xwe amade bikim, Serokê min. SEROK: Tu xwe ji sher re amade nekî, giyana te mirî ye. Gava em bang li te bikin, divê tu ji bo sher amade bî. DIBIX: Rast e Serokê min. SEROK: Ev jî, prensîbek, madeyek partî ye. DIBIX: Rastiya sher dizanim Serokê min. SEROK: Bash e, soz bide û xwe li gor soza xwe bilivîne. DIBIX: Soz didim ku ezê ji bo têkoshînê singa xwe bidim hember her zehmetiyê, Serokê min. Ez soz bi navê jiyanê didim. SEROK: Birêz Sokrates, hun dikarin axaftina xwe bi Dibix re bidomînin. SOKRATES: Pishtî peyva we ji min re bi mane nayê ku bidomînim. We jiyana rast li ser jiyana shash derbas kir. Hêviya min dersên we di jiyanê de bên famkirin. Baweriya min bi bashiya mirov heye, bashiya mirov dê li ser mirovê nebash re derbas be. SEROK: Hêviya min bi jiyanê, jiyana mina bi hêvî ye. Ez bi gotinên mirovan tenê bawer dikim eger ew gotin xwe di jiyana mirov de bilivînin. SOKRATES: Bê liv jiyan, bê lez dem nabe. Dem dilezîne eger lez bi demê re be. Hun hêviya xwe didin ser demê yan demê didin ser jiyanê? SEROK: Ez hêviya xwe dikim jiyan di nav wê demê de ku hebûna xwe hîn ispat nekiriye. SOKRATES: Dem bi lez e lê jiyan bi bez e, lê ez bawer im ku dem bê liv e di nav tevgera bi lez de û ji lezê bêtir dibeze. Hun lez û mesha Kurdan li gor chi dipîvin? Lez û beza wan têrî serfiraziya dema wan dike? SEROK: Kurd di nav demê de bêdemiyê dijîn, chawa di jiyanê de miribin wisa jî jiyanê di xwe de dikujin. Xebata me di hêviya serfiraziya xweishikiya tê de ye, têk neche. Em berê jiyanê ji mirinê vegerînin ser jiyanê, di jiyanê de mirin dimire. SOKRATES: Mirin ne cêwiyê jiyanê ye, hun chima rê didin ew bimire? SEROK: Mirin bi hebûna xwe jiyanê dixe xeterê lê tunebûna wê jiyanê bê mane dike. Qiweta tu kesî nagîje ku mirinê tune bike lê mirin di xwe de bimire nikare hukum li ser jiyana jiyanê bike. Jiyana jiyanê ji bo mirina wê ye. Bê jiyan jiyan nikare bimire û bê mirin hukmê jiyanê dimire. SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê mirin mirin, bê jiyan mirin û bê jiyan jiyan nabe? SEROK: Em dixwazin jiyanê bi mirinê bijînin. Bi mirina jiyanê mirinê bimirînin û mirinê li ber jiyanê ji astengiyê derxînin. Jiyan xwe li mirinê bike xwedî, mirin nikare xwe li ber jiyanê hilgire. Jiyan chiqas ji mirinê bireve, mirin ewqas dikeve pey jiyanê.

  • SOKRATES: Bê mirin jiyan, bê jiyan mirin nabe. Mirin hem mirin e hem jiyan e. Jiyan chiqas dijî ewqas najî. Mirin chiqas dimire ewqas namire. Jiyan bê mirin e lê mirin bi jiyan e. Mirin kûr e yan jiyan? Jiyan dirêj e yan mirin? Jiyan berê ye yan mirin? SEROK: Dibix rabe, zû biche, fîlosof kete nav efkareke kûr. Ew êdî me ferq nake! Tu ji wî ji xwe tutisht fam nakî. SOKRATES: Jiyan bi chi tê pîvan? Mirin bi mêtre, bi elbik yan bi barê kerê tê pîvan? Bash ker zêde dijî yan mirov? Eger mirov ji kerê zêde dijî, wê demê ker zêde dimire yan mirov? Eger mirov ji kerê zêde dijî, ker bi aqil e yan mirov?... Diyalog -VI - Gelkujiya Almanya SOKRATES MacKANTHER û SEROK SOKRATES: Li gor min, mafê tukesî tune ku ji gelekî re, ji tevgereke azadî re bêje ew terorîst in. Bêje jî, bê mane ye. SEROK: Dev ji gotina terorîst berde, jiyana gelekî, tevgerekê qedexe dikin... SOKRATES: Chawa? Kî dikare jiyana gelek qedexe bike. SEROK: Birêz Sokrates, ger hun bala xwe hinek bidin ser buyerên dawî, gelek tisht dibin ku tukes nikare ne tenê li ser xwe, li ser kesên din jî, bipejirîne. Birêz MacKanther berpirsiyarê dewleteke bi hêz e. Hêza dewleta xwe li dijî gelên bêhêz pêk tîne; alîkariya kesên bihêz dike. SOKRATES: Ez MacKanther nas nakim, ew Kurd e yan chi mirov e? SEROK: Alman e. Lê ji netewî be ne muhîm e, muhîm ew e ku kesên wiha ji mirovahiyê fam nakin. Têgihishtina wan ji mirovahî darê zorê ye, qiweta wan e. SOKRATES: Chi karê vî camêrî bi Kurdan ketiye, camêr be tishtên wiha nake. SEROK: Hun dikarin bi wî re baxivin û ji nêzîk ve binasin. Ew dijminiyeke tund li hember gelê me dajo. SOKRATES: Birêz MacKanther tu ji Kurdan chi dixwazî? MacKANTHER: Ez ne li dijî wan im lê ew ji hedên xwe derbas dibin, mêvaniya xwe nizanin. SOKRATES: Bawer nakim. Ger tu Xenophon yan jî, Minorosky ûyd. bixwînî, Kurd pir bi edeb, mêvanperwer û camêr tînin ziman. MacKANTHER: Ew Kurdên berê bûn lê yên niha terorîst in, zerar didin mafê me. SOKRATES: Chawa yên berê, niha jî, dostên minên Kurd yên zor bash hene. MacKANTHER: Hin Kurd hene em ji wan gelek razî ne; bêdeng in, em chi bibêjin rast dibînin, dixwazin mîna me bikin. Tu zerar nadin mafê me. SOKRATES: Ew chawa Kurd in ku gish gotinên we rast dibînin! Nebe têkiliya wan bi Kurdan re tunebe? Ew kurdayetiya xwe bi chi diyar dikin? Her gel bi rengê xwe diyar be dikare dostanî bi gelên din re ava bike. SEROK: Kurdên me nikarin rengên gelê xwe diyar bikin. MacKANTHER: Li welatê me rengê netewa Alman derbas dibe. Herkes rengê netewa xwe diyar bike anarshî chêdibe, mafê me zerar dibîne. SOKRATES: Bi diyarkirina rengên netewek, chawa netewên din zerar dibînin? Ew welat hîn rengîn û xweshiktir nabe. MacKANTHER: Lê di diyarkirina rengê Kurdan de zerarên me gelek in. Kurd têkiliyên me bi dewletên dost re xirab dikin.

  • SOKRATES: Chawa? MacKANTHER: Mînak, Kurd sherê xwe li Tirkiyê dikin em tisht nabêjin lê dixwazin li Almanya jî sher bikin, têkiliyên me bi dewleta Tirk re kêm bikin. SOKRATES: Em yek bi yek zelal bikin chêtir e. Berê mesela Kurdan. We got Kurd hene ku mîna we dikin, ji gotina we dernayên. MacKANTHER: Belê, ew Kurdên bash in. SOKRATES: Hun chima alîkariya wan nakin daku ew bi ser bikevin û Kurdistanek mîna hun dixwazin ava bikin? MacKANTHER: Em naxwazin Kurdistanek ava bibe. Kurdistan ji bo me zerar e. SOKRATES: We got Kurd gotina we dikin. Ji bo wan Kurdan ava bikin ku hun berjewendî jê bibînin. MacKANTHER: Hêzên wan nîne. Em pir dixwazin ew xurt bibin ku Kurdên terorîst kêm bibin. Lê bê feyde ye, terorîst xurt dibin, ew nabin. SOKRATES: Hun tu maf ji bo Kurdan layiq nabînin... MacKANTHER: Chawa, em dixwazin lê têkiliyên me yên dewletî, navnetewî hene. SOKRATES: We got Kurdên terorîst zêde dibin, yên bash nabin. Gelo ewên hun terorîst bi nav dikin welatek, zimanek, alek, netewek naxwazin? MacKANTHER: Dixwazin. Ala wan zerar dida me, me qedexe kir, daxwaza wana danîna welatek em nikarin bipejirînin. Ji bo ziman û chand jî, em hin gavna dixwazin bavêjin lê tirsa me ew e ku ji vê yekê terorîst feyde bigirin. SOKRATES: Hun ji aliyekî naxwazin sher bînîn welatê xwe, ji aliyê din jî, li ser Kurdan zilm dikin. Ev ne mixrik e? Ger hun bixwazin Kurd sherê xwe neynin Almanya, chima hun mafê nefesgirtinê nadin wan? Hun timî peyva terorîst tînin ziman, ji min re wer dixuyê ku hun gish Kurdan wiha bi nav dikin. Ev xetere û shashiyek nîne? MacKANTHER: Hun Ewropî ne, hun ji chanda me ne birêz Sokrates, ji we re chi hun Kurdan diparêzin? SOKRATES: Ez ne ji chanda we me. Chanda ez li ser pêl didim nivî ji Mezopotamya nivî ji Misirê ye, ez bingeha xwe ji chandên gish gelan digirim. Hun me jî, dixwazin bikin shirîkê karê xwe lê pêwendiya me mîna hun difikirin ne xurt e. Di dîrokzanî û nirxandina kevnedem de gelek kêmasî û nerastî hatine holê. Nerastiyeke herî ber bi chav jî, ew e ku têkiliya me û Ewropa mîna têkiliya rojhilat ne xurt e. Hun hertim tishtên bash û xwesh ji xwe re yên xirab ji kesên din re dineqînin. Ez ji dîrokê gelek polîtîkvanên mîna we dinasim. Bawer im hun bi hishkayî û polîtîka xwe ya rojane nikarin dema hun tê de dijîn jî, bi serkeftinî derbas bikin. Heyf! Pishtî bi hezaran sal li ser demokrasiya Athen derbas bûye jî, tu pêshketin nebûye. Hun hîn wê gotinê di devê xwe de dicûn û her diche dirizînin û mirovahî jî, pê ve dirizê... MacKANTHER: Min nexwast em bikevin nav gengêshiyeke kûr. SOKRATES: Rast e, hun nikarin bikevin jî. Ez birêz Serok û gelê wî hin ji nêzîk ve dinasim, daxwaza wan ji bo azadiyê dinasim û fam dikim. Hun bi hin termên qirêj dixwazin têkoshîna vî gelî hêja û dîrokî winda bikin. Lê bizanin ku pir kes û dewletên xwedîtewan, ji we pir bi hêztir vê daxwaziyê bi hezaran sal ne anîn cî; gelo wê temenê we, temenê dewleta we têr bike ku hun vî gelî têk bibin, wiha kole zevt bikin? MacKANTHER: Hun ajîtasyona terorîstan tekrar dikin birêz Sokrates, ne hedê min e we îkaz bikim lê hun dikevin ser riya wan. SOKRATES: Tabî ne hedê we û bavê we ye. Bavên we sêwiyên ber destê me bûn. Chi hedê we ye hun me îkaz û îhtar bikin! MacKANTHER: Birêz Sokrates hay ji gotina xwe hebin! SOKRATES: Hun hay ji gotin û kirinên xwe hebin! Ez tucar wiha hêrs nebûbûm, niha we emanetê birêz Serok dikim. Ez dixwazim berê hun pirsgirêkê hinek binirxînin, pashê ezê dîsa vegerim ser axaftina xwe.

  • SEROK: Birêz Sokrates, tu dilê xwe hênik bigire, ev MacKanther û hukumeta wî ji bo gelê me ji dîroka nûjen bichûkdem in. Rûreshiyên zû derchû ne. Wê mîna bayê derbas bin bichin. Gelê me qedîm e. SOKRATES: Rast e. Min ji mêj ve bi polîtîkvanên dewletfermî qise nekiribû, ez dibînim ku rewsh gelek xirab bûye. Dema me gelek pêshvetir bû. SEROK: Pêshvechûna nûjendem ne raman û Mirovahî ye, piranî teknîkî ye. Hun dizanin teknîk jî, kî bixwaze bash yan xirab dikare pêk bîne. Teknîk di destê dewletên dewlemend de ye, li gor mafê xwe bi kar tînin. Em li dijî bikaranîna teknîkê nînîn lê li dijî bikaranîna wê ya li dijî mirovahiyê ne. SOKRATES: Bash e ku em di antîkdem de jiyane. Ez pir caran difikirîm ku nûjendem bi teknîk û ronîleza xwe bigîje dema me bash e. Bash e ku mirovahî hîn negihîshtiye konaxa ronîlez. Wê bihatana bi teknîka xwe huzura me jî, birevandana... MacKANTHER: Niha jî, nizanim hun qala chi dikin! SEROK: Hunê hîch demek fam nekin, em qala chi dikin. MacKANTHER: Rast e, zimanê me û terorîstan cuda ye. SEROK: Tishtên em dikin terorîstî bin nebin, em ji we fêr bûne. Hun gelek tisht fêrî me dikin, dixwazin bikin lê em naxwazin. MacKANTHER: Niha ev ji kuderê derket, em terorîstî fêrî we dikin! SEROK: Karxanên we hene? MacKANTHER: Em di îndustrî de pir pêsh ketine. Made in Germany li dinyê bi nav û deng e, hun pê nehesiyane? SEROK: Chawa! Em pê hesiyane. Piranî chekên dijminên me ji karxanên we derketine. Teknîka mirin û kushtina gelê Kurd bi navê Made in Germany e. Em bi pêshketina teknîka we bawer in. Ne ji teknîka chekên we bûya dewletên dostên we zû ve ji hev ketibûn, mafê gelê me hatibû cî. MacKANTHER: Em ji chekan bêtir makînên mezin chêdikin. Em tucar chekan nadin kesî ku Kurdan yan jî, kesên din pê bikujin. Em hertim garantiya wê digrin ku li dijî sivîlan pêk neyê. Ev îftîrayek e, ne rast e ku Kurd bi chekên me tên kushtinê. SEROK: Hun ne tenê chekên bichûk didin Tirkiyê, rast e. Hun tank, top, helîkopter, firoke ûwd. makînên gelek mezin jî, didin. Ji xwe ew makînên we zora gelê me dibin, gelê me bi wan makînên we tên kushtin. MacKANTHER: Di dinyayê de herkes tîcaretê dike, hun chima tenê me dibînin; em chek nedin dewleta Tirk wê welatên din bidin. Bazar azad e, em mecbûr in malên xwe bifroshin. Em nefroshin divê em karxanên xwe bigrin. SEROK: Bazara azad heye, herkes dikare chekan bikire lê em bi chekên we dimirin. Hun nefroshin, em dikarin zor bidin yên dinan jî. Hun ne tenê chek difroshin, hun alîkariya dewleta Tirk jî, dikin. MacKANTHER: Chawa? Em hîch alîkariya wan nakin. SEROK: Hun polîs û tîmên taybetî perwerde dikin, hem li Almanya hem li Tirkiyê. Hun pisporên xwe dishînin wê derê, qefle qefle tîmên taybetî perwerde dikin. Hun qefle qefle tîmên taybetî tînin li Almanya perwerde dikin. Chima hun chavên xwe li van rastiyan venakin? Ji ber ku mafê we di kushtina Kurdan de heye. Hun tîcareta xwe li ser kushtina Kurdan ava dikin û gava Kurd li Almanya xwepêshandanek chêdikin hun hema polîsên xwe dishînin ser wan. Hem li wan dixin, dixwazin mesha wan belav bikin hem jî, hema qala mafê mêvanî û qanûnên sert dikin. MacKANTHER: Kurd otobanên me dixetimînin, terorîstî dikin, pir fanatîk in. SEROK: Mesela terorîstiya chi dikin, bi chavên we terorîstî chi ye? MacKANTHER: Kurd fanatîk in, xwe dishewitînin... SEROK: Edeba xwe bizanin, zimanê xwe dirêjî lehengî û cangoriya Kurdan nekin! Hun qala otobanên xwe dikin, Kurd otobanên we dixetimînin... Hun nahêlin Kurd ji bo miriyên xwe

  • xwepêshandanek chêbikin. Malên Kurdan, gundên Kurdan, navche û bajarên Kurdan, xweza û heywanên Kurdan, daristanên wan, bi chekên we, bi alîkariya we dishewitin. Dê, bav, zarûzêch tên kushtin, kech û xortên cheleng tên kushtin; di van kushtinan de shopa Made in Germany eshkere dixuyê, gava Kurd li dijî van protesto dikin, xwepêshandanek li dar dixin, hun hîn bi ser de polîs û tîmên xwe yên herî tûj dishînin ser wan, nahêlin ew qêrîna xwe jî, bînin ziman. Bi ser de jî, hîn hun dibêjin Kurd terorîst in, fanatîk in. MacKANTHER: Mafên me yên dewletî girîng in, em rê nadin ku kes zerarê bigîjînê. Têkiliyên me yên navdewletî jî, ji bo me shert in, em naxwazin zerar bibînin. Kurd li Almanya mêvan in. Mafê mêvanan nîne ku rabin xwe li ser otobanan bishewitînin. SEROK: Hun pirsê hertim pir teng û bichûk digirin. Min qala shewitandin û xirabkirina Kurdistan, kushtina Kurdan kir. Chima hun li ser vê yekê tisht nabêjin. Divê em li ser van tishtan baxivin. Mirovek xwe bishewitîne, ev ne terorîstî ye, ew xwe feda dike. Lê chekdayîna dewleta Tirk, alîkariya perwerdeya leshkerî û encama van xirakirina Kurdistan, kushtina Kurdan; ev e terorîstî. Hun welatê Kurdan dishewitînin, Kurd dixwazin meshek li welatê we bikin vê yekê protesto bikin, hun qala terorîstî û mafê mêvanî dikin. Hun Kurdan dikujin, Kurd naxwazin bimrin, derdikevin ser cadeyan diqêrin, hun dibêjin ew fanatîk in, rêyên me dixetimînin. Hun pirsê hertim bichûk û basît dikin. Pirs ne ewqas sivik e. Hun chiqas zêde biqêrin, dengê we, dengê medya û chapemeniya we chiqas bilind be jî, nikarin ji neheqiyê bifilitin. Tecrubeyên we yên sedsalan jî, we ji rewsha rûreshiyê xilas nake. Ji bîr nekin, Kurd bi sebir in û dijminiya tu gelan nakin. Hun chiqas bên ser me, rewsha rastî ji gelê Alman veshêrin jî, nikarin heta hetayî wiha bidomînin. Dengê gelê me nizm be jî, kêm be jî, hêdî hêdî digîje gelê Alman û gelên din. MacKANTHER: Kurd hemû ne mîna we ne. Em bi we re têkilî chênakin. Kurdên bash hene. Emê bi wan re têkiliya xwe deynin. Hun zerar didin mafên me yên aborî û siyasî, em naxwazin ji rûyê we zerarê bibînin. SEROK: Bash e, ev rewsheke polîtîk e, hun chima di bin navê qanûnan de dajon û dibêjin ku Kurd bêqanûnî dikin? Kurd bêqanûnî nakin. Hun zor didin huquqên xwe, bingeha qanûnên xwe qels dikin. Pirs polîtîk e, ne huquqî ye, hun chima qedexe di bin navê qanûnê de datînin. Em ji dîroka we zanin, tecrûbeyên we hene, hun bixwazin dikarin di nav demeke kin de gish huquq û qanûnên xwe, demokrasiya xwe bigrin bin lingan û mêvanên xwe yên Kurd bavêjin derve yan ji holê rakin. Hun bi hêz in. Hêza we li ser teknîk, derew û demagojî ye. Hun qala Kurdên bash dikin; mîna birêz Sokrates anî ziman, hun chima alîkariya wan nakin, dibistan û derfet ji wan re venakin? Ji ber ku hun jî, bash dizanin, Kurdên we yên bash ji Kurdan gelek dûr in û tu têkilî û tesîra wan li ser Kurdan nîne. Hun ketine rewsheke wiha ku nikarin jê derkevin. Hêdî hêdî rewsha we xwe digîjîne rewsha dewleta Tirkiyê. MacKANTHER: Hun nikarin sherê xwe li ser xaka me bikin. Mesele li Tirkiyê ye, bichin li wê derê chareser bikin. Em rê nadin ku Almanya bibe ciyê sher. Emê di nav charchova qanûnên xwe de rê nedin hun sherê xwe bînin welatê me. SEROK: Tu niyeta me tune ku em sher bînin Almanya nîne. Hun berî hertishtî alîkariya xwe ya Tirkiyê di bin chav re derbas bikin. Derd û kulên we em bash fam dikin. Bi gotina Kurdên bash hun dixwazin mesajan bidin me ku em xwe biguhirin, ramana xwe biguhirin, armanca xwe, shexsiyeta xwe biguhirin, lê ev xewn û xeyalek e ku hunê tucar nebînin. Em chawa bin wisa ne, mîna xwe ne, ger hun bixwazin pirsa Kurd chareser bibe dev ji Kurdan berdin, wan rehet bihêlin, alîkariya dijminên wan nekin. MacKANTHER: Kurd hertim sembolên qedexe shanî didin. Sembolên qedexe shanî nedin polîs hêrîsh nabe ser wan. Divê hun hurmet ji qanûnên me re nîshan bidin. SEROK: Ne hedê kesî ye ku sembolên Kurdan qedexe bike. Kurd bi salan e di bin sembolên xwe de sher dikin, ji bo sembolên xwe xwîna xwe dirjînin. Qanûnên sembolên gelan qedexe bikin ne hêjayê hurmetê ne. Ew ne qanûn in, biryarên polîtîk in. Bêguman hurmeta me, hurmeta gelê me ji gelên din re, ji qanûnên gelan re heye, lê ew qanûn jî, divê qanûn bin, ne mîna polîs û leshkeran bin. Huquq, polîs û leshker nashîne ser gelekî û pashê nabêje hurmeta me bigre. Gelê me hurmeta zordarî bigirta niha bûbû dîrok, li rûchkê dinyê nemabû. Dewleta

  • Tirk, Ereb û Ecem jî, hertim gelê me bi bêqanûnî îtham kirine. Dewletek dest bavêje bêqanûniyê, pir zêde behsa qanûnan dike; hêviya min hun ji xeletiya xwe zû pash ve vegerin. MacKANTHER: Ger hun bixwazin di nav ashîtiyê de bijîn, pêwîst e mîna me bikin, li dijî gotina me dernekevin. Helbet emê rojek fikra we bikin... SOKRATES: Birêz MacKanther, bi rastî ez nizanibûm ku qanûnên we evqas bê adalet in. Hun bi vî awayî ne mafên xwe, hunê nikaribin qanûnên xwe jî, biparêzin. Ez vêga bash têdigîjim ku qanûnên we zordarî, mafên we gelkujî pêwîst dibînin. SEROK: Birêz Sokrates ne hêja ye tu serê xwe bi van tishtan biwestînî; ez bawer im, MacKanther bash dizane ku ew neheq e, sîstema wan neheq e, lê parêzkerê wê sîstemê ye. Ew dizane ku jiyana wî û ya pir kesên din rehet e, ji ber ku gelek kesên din dimirin. Ew jiyana xwe û dewleta xwe li ser kushtina gelan ava kirine. Do Cihû bûn, îro Kurd in, kî dizane sibê kîjan gel e! MacKANTHER: Huquqa me li dijî mafê we be jî, hun divê hurmet nîshan bidin... SEROK: Yanî em hurmet nîshan bidin ku di kushtina me de mafê we heye! MacKANTHER: Em we nakujin, pirsgirêka we ne bi me re ye, bi Tirkan re ye. SOKRATES: Hun dostên dewleta Tirk in. Em ji dostaniya we re tisht nabêjin, li hev mibarek bin, lê hun chima chek, tank, top didin wan, pere didin wan, tîmên taybetî perwerde dikin? MacKANTHER: Na, em dewleteke huquq in; mafên me yên siyasî,