zimanên ergatîv

15
Zekî Bozarslan 2006-11-09 ZEKÎ BOZARSLAN Zimanên ergatîv Weşanên Taybet yên Kovara MEHNAME © Kewçêr 2003 Zekî Bozarslan û MEHNAME Zimanên ergatîv 1

Upload: kurdishstudies

Post on 27-Apr-2015

42 views

Category:

Documents


1 download

TRANSCRIPT

Page 1: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

ZEKÎ BOZARSLAN

Zimanên ergatîv

Weşanên Taybet yên Kovara MEHNAME

© Kewçêr 2003 Zekî Bozarslan

û MEHNAME

Zimanên ergatîv 1

Page 2: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Di dîroka merivatîyê de ziman jî wek xweza û civatê her tim bala: zanyar, fîlozof, zimanzan û lêkoleran kişandîye ser xwe. Her çiqas di nava vê pêvajoya dirêj de: gelek zanyar, lêkoler û zimanzanan li ser ziman xebatên hêja kiribin, li ser dîroka wî lêkolabin, li ser afirîna wî tiştên hêja, tiştên bimantiq gotibin, lê dîsa jî li ser dîroka ziman ku ew çiçax afirîye, an jî ew di kîjan qonaxa ku meriv tê de derbas bûye de derketîye navê, wî di nava merivan de alava ragîhandinê, alava lihevkirin û lihevhatinê dîtîye ne dîyar e. Lê ji bo afirîna ziman hin ramanên bimatiq hene. Lêkolînên ku heta niha li ser afirîna ziman hetine kirin, nîşan didin ku diroka ziman jî bi dîroka meriv ve girêdayî ye; dîroka wî jî bi qasa dîroka meriv kev ne. Çawan ku meriv berhema keda destê xwe be û di xwezayê de hebûneke civakî be, herwiha ziman jî bûyereke civakî ye. Çawan ku di xwezayê de çalakî û xebatên meriv ji bo jîyana wî ya rojane û ji bo domandina nesla wî, bi hezar salan ajotibe, meriv bi xêra kar û keda destê xwe, xwe ji nava refên heywanan xilas kiribe, di nava pêvajoya dîrokê ya dûr û dirêj de hemû zehmetîyên ku xwezayê derxistîye pêşîya wî, hemûyan li pey xwe hêştibe, ji bo jîyana xwe ya rojane li dij xwezayê di van şerên mirin û mayînê de bi ser ketibe, di nava pêvajoya demê de xwe bi pêş xistibe, xwe kemilandibe û heta roja îro hatibe, ziman jî di têkoşîn û çalakîyên li dij xwezayê de, di nava kar û barên rojane de ji bo domandina jîyana meriv, ew di nava berhemhînana civakî de ji alîyê merivan de hatîye afirandin. Di nava vê dema dûr û dirêj de bi pêşketina civatê re ziman jî bi pêş ketîye, di nava têkilîyên civakî de xwe kemilandîye. Çawan ku meriv di destpêkê de li ser her du lingên xwe sekinîbe, ji bo berevanîya xwe, ji bo hewcedarîyên xwe yên rojane hin alavên şer û tiştên din ên hêsa çêkiribe, ji bo sitara xwe, ji bo jîyana xwe ya rojane di xwezayê de têkoşabe, bi vî awayî meriv di hin rewşan de, di dema tirsê de, di dema şer û zehmetîyan de, di dema kêf û şahîyê de bê îradeya xwe hin dengên hêsa, hin dengên heywanî derxistîye; di nava demê de deng bi pêş ketîye, bûye dengên girêk. Ji gewrîya meriv deng derketin û di nava demê de şikilgirtina wê bi hezar salan bi deh hezar salan dom kirîye. Paşê deng wek kîteyan ji devê meriv derketîye; di nava demê de kîte bûne bêje. Bi pêşketîna meriv re, ji ber gelek daxwazîyên civakî, ji ber hewcedarîyên vegotinê, ji ber mercên pirr giran ku meriv tê de dijîyan, gelek hewcedarî bi bêjeyan hebûye. Niha rewşa zimanê kurdî yê axaftin û nivîsê wiha ye. Di zimanê kurdî de hejmara bêjeyên abstrak kêm in. Ji ber tunebûna hin bêjeyan, meriv di vegotina hin mijaran de zehmetî dikişîne. Ji ber wê yekê jî niha di

Zimanên ergatîv 2

Page 3: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

zimanê kurdî yê nivîsê de glek bêjeyên nû tên çêkirin ku gel maneya wan nizane. Bi pêşketina civatê re hejmara bêjeyan zêde bûye. Ji bo ku meriv bikaribe derd, kul, hîs, fikir, xwezî û daxwazîyên xwe bîne ziman, hêdî hêdî hevokên hêsa di nava civatê de pêk hatine. Di pey hevokên hêsa de himanên ziman: lêker, navdêr, rengdêr, cînav, hoker, daçek, gîhanek, veqetandek, hejmar û baneşan derketine navê. Di nava demke dirêj de hevoksazîya hêsa di ziman de pêk hatîye. Piştê demekê hevoksazî di ziman de bi pêş dikeve dikemile. Bi vî awayî jî meriv di nava civatê de hêdî hêdî qaîdeyên ziman danîye. Bi gotineke din, meriv di nava jîyana xwe ya civakî de bi awayekî devkî bingehê rêzimanê danîye. Bi pêşketina civatê re, meriv li herêmên dûr bela bûne, li erdenigarîyên cihê cihê bi cî û war bûne, li erdenigarîyên cihê cihê bêjeyên cihê, zimanên cihê, qaîdeyên cihê, zarava û devokên cihê pêk anîne.

Ziman di warê lihevdanîna karên meriv de jî wezîfeya alaveke gelek girîng leyîstîye. Bi alîkarîya ziman, meriv: derd, kul, hîs, bêrî, dîtin, daxwazî û tecrûbeyên xwe neqlê hev dikin. Dîsa bi afirandina ziman re meriv kar û têkoşîna xwe ya li dij xwezayê hêsatir kirîye, herwiha jî ew di têkoşîna domandina jîyana xwe ya li dij xwezayê de bi ser ketîye. Meriv bi alîkarîya ziman tecrûbeyên xwe yên dîrokî, dîtin û fikrên xwe neqlê nivşên pişerojê kirîye. Ziman, di nava pêvajoya dîrokê de meriv û zanebûna wî bi pêş xistîye, wan kemilandîye. Di pêvajoya dîrokê de bi pêşketina meriv û civatê re ziman jî bi peş ketîye, di nava merivan de wezîfeya alava ragîhandinê, wezîfeya alava lihevkirin û lihevhatinê dîye. Bi pêşketina civatê re meriv êdî qîma xwe bi zimanê axaftinê tenê neanîye; ji bo ku ew bikaribin: bûyer, kirin, û ramanên xwe bighînin nifşên ku ewê di pey wan de bên, “nivîsê, elfabeyê,” jî îcat kirine. Çawan ku em bi alîkarîya nivîsê hin bûyerên ku çar, pênc hezar sal berê qewimîne, an jî hin tiştên ku çar, pinc hezar sal berê hatine gotin, em îro wan dixwînin, li ser wan bûyer û deman diaxifin, kesên ku çend sed sal an ji çend hezar sal paşê di pey me de werin dinyayê, ew ê bi alîkarîya sin’etê nivîsê bikaribin bûyerên dema me bixwînin. Meriv bi alîkarîya zimanê nivîsê çandeke pirr dewlemend afirandîye; dîsa bi alîkarîya ziman ew çand, edebîyat, dîrok û tecrûbeyên xwe yên dewlemend neqlê nifşên pêşerojê dike. Eger ji sin’etê nivîsê nebûna, emê çawan bizanibûna qiralê Ûrûkê, Gilgamêş 4750 sal berê li dij dagirkerîya semîtan, li dij bajardewleta Kîşê şer kirîye; emê çawa bizanibûna şairê kurd ê navdar Melayê

Zimanên ergatîv 3

Page 4: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Cizîrî heft sed, heşt sed sal berê di helbesteke xwe de gotîye “Gulê baxê îremê Botan im, şebçiraxê şevê Kurdistan im.” Li ser dîroka bûyîna Melayê Cizîrî du dîrokên cihê hene.

Wek ku tê dîtin, dîroka civatan di qonaxekê avabûn û pêşketina dewletê de, bi destpêka zimanê nivîsê re dest pê kirîye heta dema me hatîye. Ji ber ku meriv û civat pirr giran bi pêş ketine, teknîk û zanist jî pirr dereng dest pê kirine. Hovîtîyên merivan, şerên wan ên xiraker pêşveçûna civakî giran kirîye. Ji ber ku zanist û teknîk di civatê de pirr dereng bi pêş ketine, sin’etê nivîsê jî pirr dereng maye. Ji ber vê yekê jî dema dirokzan behsa diroka civatan dikin, ew dikarin herî pirr behsa pênc, şeş hezar sal berê bikin. Ji ber ku di destê meriv de tu tîştekî nivîskî tune.

Çawan ku gelek zimanzan li ser zimanên cihê cihê xebitîbin, li gora avahîya ziman, komên wan tesbît kiribin, wek nimûne: zimanên yekkîte, zimanên sade (zimanê çînî); zimanên weslegir (zimanê ûral-altay, zimanê tirkî, fînî, macarî); zimanên tewangbar (zimanên hindûewrûyî, zimanê kurdî jî di nava vê komê de ye); her zimanekî û şaxên wî di nava komên cihê cihê de bi cî kiribin, zimanzanan di nava van salên dawîn de, di zanistîya ziman de termeke nû çêkirine, terma “ergatîv.” Hin zimanzanan di nava van deh, panzdeh salên dawîn de zimanên dinyayê careke din ji hev veqetandine. Lê vê carê wan ne li gora avahî an jî li gora komên wan, wek nimûne vê carê zimanan ne li gora: zimanên hindûewrûyî, zimanên samî, zimanên bantû, zimanên ûral-altay ûhw ji hev vediqetînin; vê carê zimanan li gora qaîdeyên wan ên rêzimanî/gramatîk, li gora tewanga wan, li gora kirarê/ sûbjektê ku di hevokê de heye an tune; di hevokê de kirar kî ye, ê ku di hevokê de kar dike, kirar e an jî bireser/objekt e, wan ji hev cihê dikin. Di nava van deh, panzdeh salên dawîn de zimanzan vê carê li ser zimanên ergatîv û zimanên ne ergatîv dixebitin, lê dikolin, taybetîyên wan derdixin navê, zimanên ergatîv ji zimanên ne ergatîv vediqetînin.

Ji ber ku Kurdistan demeke dirêj e mêtingeh e, gelê kurd ne azad e, ziman, edebîyat, çand û dîroka kurd sed sal in qedexe ne, xebatên li ser ziman, edebîyat û çanda kurdî li bakûrê Kudistanê wek lixwekirina kirasê ji hesin e; ji ber zixta dewletê ya giran kes nikare wî li xwe

Zimanên ergatîv 4

Page 5: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

bike! Ji ber vê yekê jî sazîyên kurdan tunin ku li ser zimanê kurdî bixebitin, elfabe û rêzimana wî amade bikin, dewlemenedîyên wî derxin navê, taybetîyên wî destnîşan bikin, wî bi pêş bixin, nû û dewlemendtir bikin. Ji ber ku li bakûrê Kurdistanê ziman, edebîyat û çanda kurdî qedexe ne, xebatên li ser ziman û edebîyata kurdî bi derfetên pirr hindik, demdemî li derveyê welat hatine kirin. Piştê xirabûna dewleta osmanî, avabûna “Komara Tirkîyê” û têkçûna şerê Şêx Seîd, hin ronakbîrên kurd ku revîyabûn derveyê welat, revîyabûn Sûrîyê, li ser ziman û edebîyata kurdî dixebitin. Li Sûrîyê Celadet Bedir-Xan û birayê wî Kamiran Bedir-Xan beg di nava salên 1932-43an de kovara Hawar demdemî derdixin, elfabe û rêzimana kurdî amade dikin. Piştê darbeya leşkerî ya 12ê îlonê a sala 1980î jî li hin welatên Ewrûpayê li ser ziman û edebîyata kurdî xebatên şexsî tên kirin. Ji ber vê yeke jî kurdên bakûrê Kurdistanê ji weşanên kurdî re, ji elfabe û rêzimana kurdî re hinekê bîyanî ne.

Ji ber ku pirsa ziman, çand û edebîyata kurdî bi pirsa mafê kurdan ê neteweyî ve girêdayî ye, pirsa mafê kurdan ê neteweyî jî pirseke sîyasî ye, ji ber wê yekê jî her tim di rojeva kurdan de xebatên sîyasî hene. Di nava vê pêvajoya dirêj de, him li welat û him jî li derveyê welat, hê jî zimanê xebatên partî, komik û komeleyên kurd ên sîyasî û çandî bi tirkî ne. Ji bo ku zimanê tirkî di nava xebatên kurdan ê sîyasî de xurt e, pêdivîya ronakbîr û sîyasetmedarên kurd bi zimanê kurdî yê nivîsê tune. Di nava vê pêvajoya dirêj de ne dezgehekî kurdan ê neteweyî ava bû ku hin pirsgirêkên rêzimana zaravayê kurmancî çareser bike û ne jî weşan û çapxaneyên kurd ku li derveyê welat hene ji bo qaîdeyekî hevbeş li hev kirine. Ji ber van sedeman jî pirsgirêkên rêzimana kurdî hê baş çareser nebûne. Her çiqas li Tirkîyê û li hin welatên Ewrûpayê kovar û pirtûkên kurdî derkevin, hin enstîtuyên kurdî ava bûbin û herwiha jî li ser zimanê kurdî bixebitîn, lê dîsa jî xebatên ku li ser ziman tên kirin, hê têr nakin. Di nava van deh, panzdeh salên dawîn de li welat û li derveyê welat mijara ku li ser wê hindiktirîn hatîye minaqeşekirin, li ser wê hindiktirîn hatîye nivîsîn mijara ziman e. Ji ber ku pirsa ziman û çanda kurdî ya nivîskî her tim di bin sîya zimanê tirkî û têkoşîna sîyasî de mane. Xebatên ku di nava van salên dawîn de li ser ziman hatine kirin, hemû jî xebatên şexsî ne û di bin mercên giran de tên kirin. Xebatên li ser ziman xebatên dezgehî ne; dezgehên kurdan ên ku van kar û baran bi awayekî profesyonelî bikin hê tunin. Hin dezgehên ku hene, ew jî hê nû ne û di

Zimanên ergatîv 5

Page 6: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

vî warî de xwedîyê derfetên pirr zêde jî nînin. Ji ber ku derfetên dezgehî di destê kurdan de tunin, ev kar û barên dezgehî ên wek amadekirina: elfabe, rêziman, ferheng û tiştên wiha ketine ser milên ronakbîrên kurd; ji bo ku ev pirs jî beşek ji têkoşîna gelê kurd a neteweyî ye.

Zimanekî qedexe ku li ser wî xebat û likolînên zanistî nehatibin kirin, pirsgirêkên wî yên rêzimanî ji alîyê zimanzan û pisporan de nehatibin çareserkirin, pirsgirêkên wî zimanî jî di demeke kin de çareser nabin. Ji bo ku pirsa ziman jî nebe wek sîyaseta kurd, di pirsa zimanê nivîsê de jî cemsarên cihê cihê neyin pê, pêdivîya zimanê nivîsê bi minaqeşeyeke çêker a zanistî heye. Heta niha mercên ku ronakbîr û zimanzanên kurd bikaribin li ser zimanê kurdî xebat û lêkolîn bikin, an jî li ser hin qaîdeyên ziman dîtinên xwe raber bikin tunebûn. Niha li derveyê welat panzdeh, bîst sal di ser zimanê nivîsê de derbas bûn, ziman û edebîyata kurdî ya nivîskî gîhane qonexekê, li welat jî hin derfet çêdibin, enstîtu ava dibin, kovarên kurdî yên çandî derdikevin. Her çiqas di gava yekê de armanca kovaran bidestxistin û zêdekirina jimara xwedevanan be, lê dîsa jî di pêşerojê de pêdîvîya zimanê kurdî bi minaqeşeyeke çêker heye. Bêguman pirsgirêkên ziman bi nivîsek, du nivîsan çareser nabin, lê ku derfet hebin, hin pirsgirêkên rêzimana zaravayê kurmancî çareser bibin, hin qaîdeyên ziman zelaltir bibin, wê ji bo xwendevanan jî baştir be.

Di zimanê kurdî de qaîdeyê: Ergatîv

Li gora qaîdeyên ku zimanzan ji zimanên ergatîv re datînin, li gora wan qaîde û pîvanan, zimanê kurdî jî zimanekî ergatîv e. Zimanzanên ku heta niha li ser zimanên ergatîv lê kolane, dibêjin zimanê sumerî, horî û ûrartûyî jî zimanên ergatîv in. Çawan ku komên merivan li erdenigarîyên cihê cihê jîyabin, lê erdenigarîyên cihe cihê zimanên cûda pêk anîbin û her zimanekî jî xwedîyê qaîdeyên cûda bin, zimanên ergatîv jî li erdenigarîyên cihe cihê ji bal gelên cihê cihê de hatine axaftin û ew jî xwedîyê qaîdetên rêzimanî yên cihê ne. Em niha hinekê ji nêz de li ser taybetîyên zimanên ergatîv bisekinin, em binêrin ka taybetîyên zimanên ergatîv ku ji zimanên din cihê dibin çi ne? Em

Zimanên ergatîv 6

Page 7: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

niha ji bo zelalbûna qaîdeyên zimanên ergatîv hinekê ji nêz de li ser vê mijarê bisekinin, ji bo zelalbûna wî çend nimûne raberê xendevanan bikin.

Terma “ergatîv” ji navdêra “ergates” a yûnanî ku di maneya “karkir” de ye tê. Bêjeya ergatîv di maneya gelemper de kesê ku tiþtekî an jî karekî dike; bi gotneke din: karkir/kiryar. Lê di maneya rêzimanî/gramatîk de terma ergatîv di hin zimanan de him awayekî tewangê ye, him jî di hin halan de di hevokan de tunebûna kirarê ye. Meriv di hin halan de ji dêlva kirarê de bireserê di hevokan de bi kar tîne; meriv kirarê ditewîne, kirar dikeve awayê bireserîyê. Dema zimanzan behsa zimanên ergatîv dikin, ew sê qaîde ji zimanên ergatîv re datînin:

• Di zimanên ergatîv de, di hin halan de di hevokan de kirar tune,

• Li gora qaîdeyên zimanê ergatîv di hevokan de ji bo lêkerên têneper/întransîtîf kirar/sûbjekt û ji bo lêkerên têper/transîtîf ên dema buhurî jî bireser/objet bi kar tînin,

• Di zimanên ergatîv de qaîdeyekî balkêş ê din jî qaîdeyê absûlûtîv e; li gora vî qaîdeyî: kirarên lêkerên têneper di hevokan de dibin bireser, bireser jî di dema buhurî de dibin kirarên lêkerên têper.

Di hevoksazîya ergatîv de qaîdeyê absûlûtîv di du devokên zaravayê kurmancî de, ên ku navdêr û serenavên zayenda van nêr ditewînin de zindî ye; ji ber ku têkilîya qaîdeyê ergatîv û tewanga navdêr û serenavan ji nêz de bi hev heye. Li gora lêkolînên Johanna Nichols a bi navê ”Linguistic Diversity in Space and Time” de jimara zimanên ergatîv 175 in, bi texmînî dibêje. Hin ji wan zimanên ergatîv ku di dinyayê de hene, ev in: zimanên hindûîranî yên kevn ku mirine, zimanên kafkasî, zimanên eskîmoyî, zimanên çermsorên Amerîka Navîn, çermsorên Amerîka û Kanadayê; zimanê xelkê Austuralyayê/aborgin, hin zimanên Gîneya Nû û zimanê baskî. Wek ku me di destpêkê de jî got, qaîdeyên hemû zimanên ergatîv ne wek hev in. Nichols zimanên ergatîv di nexşeya

Zimanên ergatîv 7

Page 8: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

dinyayê de bi nuqteyan nîşan dine. Zimanê kurdî jî yek ji wan zimanên ergatîv e ku qaîdeyên ergatîv tê de pirr zindî ne.(1)

Em niha hinekê ji nêz de li ser van qaîdeyên jorê bisekinin, ji bo zelalbûna wan çend nimûne raberê xwendevanan bikin. Em pêşîn li ser mijara hevokên ku bê kirar in, kirarên wan veşartî ne an jî kirarê hevoka yekê xwedîtî li hevokên din jî dike binêrin.

Nimûne: Mêvan çiçax hatin? Êvarê hatin. Şîv xwarin? Erê, xwarin.

Welat çû Amedê? Erê, çû. Çiçaq çû? Vê sibê çû. Bêrîyê bi xwe re bir? Na, nebir. Ewê çiçax vegere? Nizanim...

Wek ku wendevan jî dibînin, di her du nimûneyên jorê de, di bersêva yekê, pirsa dido, çar, pênc û şeşan de û di hemû bersêvên din de kirar/sûbjekt tune. Di nimûneya yekê de tewanga lêkerê -in, an jî lêkera rader/înfînîtîv di hevokan de pirejimarîya kirarê nîşan dide. Di nimûneya didoyan de jî tewanga lêkerê -û di hevokan de yekejimarîya kirarê, kesê sisêyan ê yekejmar, nîşan dide. Wek nimûne: me xwar, we xwar, wan xwar; ez çûm, tu çûyî, ew çû; min, te, wî/wê bir. Di her du malikên helbesta Melayê Cizîrî ku me li jorê raber kir, di wan de jî kirar tunin; kirarên wan di tewanga lêkeran de kifş dibin. Ev qaîde ji qaîdeyê zimanên ergatîv ê herî hêsa ye. Bi vî qaîdeyî tenê jî zimanekî dikare bibe zimanê ergatîv.

Em niha jî ji qaîdeyê zimanên ergatîv ê herî girîng ku bingehê têgihîna avahîya zinanên ergatîv pêk tîne, çend nimûne raberê xwendevanan bikin.

Nimûne: Lêkerên têneper, dema niha: ew diçe, ew radikevin, em dimeşin.

Lêkerên têneper, dema buhurî: ew çû, ew raketin, em meşîyan.

Lêkerên têper, dema niha: ew nan dixwe, ez nameyek dinivîsim.

Zimanên ergatîv 8

Page 9: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Lêkerên têper,dema buhurî: ewî/ewê nan xwar, min nameyek nivîsand.

Di nimûneya jorê de, di dema buhurî de tîpa -î û tîpa -ê paşpirtikên tewanga qaîdeyê hin zimanên ergatîv in. Ji ber ku di nava demê de tîpa -e yê ji pêşîya cînavên -ewî/ewê ketîye, an jî xelkê ziman hêsa kirîye, ji ber vê yekê jî meriv di zimanê nivîsê de dibêje: wî/wê nan xwar. Di zaravayê kurmancî de cînavên: min, te, wî/wê, me, we, wan, cînavên bireser/objekt in. Wek ku di nimûneyên jorê de jî dixuyin, di dema buhurî de kirarên/sûbjektên lêkerên têper cînavên bireser in. Wek nimûne: Hûn min dibînin, em ewî/ewê dibînin, ew wan dibîne. Ji ber vê yekê jî hin zimanzan ji zimanên wiha re ku di dema buhurî de ji dêlva cînavên kirar de cînavên bireser ji bo lêkerên têper bi kar tînin, ji wan zimanan re dibêjin “zimanên ergatîv.” Lê hin zimanên ergatîv yên hêsa hene, ew qaîde di wan de tune.

Di hin zimanên ergatîv de qaîdeyekî pirr balkêş jî qaîdeyê absûlûtîv e. Ev qaîde di zimanê gurcî de jî zindî ye. Em li vê derê qaîdeyê absûlûtîv bi nimûneyekê ji xwendevanan re zelal bikin:

Ew dere, min ew dît.

Wek ku xwendevan jî dibînin, di nimûneya yekê de kirarê lêkera têneper -ew di hevoka didoyan de bûye bireser. Bi gotineke din, bireser di hevokê de nehatîye tewandin. Li hin herêmên Kurdistanê ku bajarvanî bi pêş ketîye, hin herêm bûne navenda: çand, sin’et û bazirganîyê, li wan herêman ziman bi pêş ketîye, xwe nû kirîye, xelkê ziman di nava têkilîyên civakî de hêsa kirîye, bi vî awayî hin herêmên Kurdistanê xwe ji qaîdeyê absûlûtîv parastine an jî di nava pêvajoya demê de dev jê berdane. Li herêmên Kûrdistanê ku qaîdeyên absûlûtîv bi kar naînin, li wan herêman jî gel wiha dibêje:

Ew dere, min ewî/ewê dît. Lê ji ber ku tîpa -e yê ketîye, gel dibêje: min wî/wê dît.

Zimanên ergatîv 9

Page 10: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Ev nimûneya ku me li jorê raberê xwendevanan kir, nimûneya herî sade ye. Ev qaîde di warê tewandina lêkeran û bireserên pirejimar, an jî di warê bireserên pirejimar ên binavkirî de hin pirsgirêkan derdixe pêşîya meriv. Ji ber wê yekê jî meriv dikare vî qaîdeyî tenê di hêla semantîk de fêm bike, an jî di hêla rêzimanî û mantiqê de îzeha wî gelek zehmet e. Ji ber vê yekê jî em niha di hevoksazîya zimanê ergatîv de hinekê ji nêz de li ser qaîdeyê absûlûtîv bisekinin, wî bi çend nimûneyên din ji xwendevanan re zelal bikin. Ev qaîde li hin herêmên Kurdistanê di zaravayê kurmancî de gelek zindî ye. Lê ev qaîde qaîdeyekî ne bi îstîqrar e. Di dema buhurî de, di hevokên ku daçek/preposîtîon di wan de tunebin, di wan hevokan de kar dike; lê di hevokên ku daçek berya bireserê an jî berya cînavê de werin, di wan hevokan de ev qaîde kar nake. Xusûsyeteke vî qaîdeyî jî ew e ku lêker di dema buhurî de ne li gora kirarê tên tewandin, lêker di dema buhurî de li gora yekejimarî an jî pirejimarîya bireseran tên tewandin. Ji bo zelabûna mijarê em li çend nimûneyên ku di hevokan de daçek tunin, li wan binêrin. Em pêşîn hevokan bi navan û serenavan raber bikin û li kêleka wan jî nimûneyên ku me tenê cînavan bi kar anîye rêz bikin.

Nimûne:

Gur berxê dixwin. Ew wî/wê dixwin

Guran berx xwar. Wan ew xwar.

Ciwan min nas dike. Ew min nas dike.

Ciwan/î ez nas kirim. Wî ez nas kirim.

Kêçan ez xwarim. Wan ez xwarim.

Di nimûneya yekê de, di dema niha de, berx di hevokê de bireser e, ji ber wê yekê jî ew hatîye tewandin. Di hevoka didoyan de jî cînava -min di hevokê de bireser e. Di dema buhurî de jî her du kirar (kêçan û Ciwan) di hevokan de hatina tewandin û di halê bireserîyê de ne; her çiqas her du kirar jî hatibin tewandin û di halê bireserîyê de bin, lê dîsa jî ev kirar in. Wek ku xendevan jî dibînin, di her du nimûneyan de jî bireser (berx û cînava -ez) di hevokan de bê tewang mane.

Zimanên ergatîv 10

Page 11: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Ji bo ku mijar baş bê zelalkirin, em niha jî li du nimûneyên ku daçek di hevokan de hene, li wan binêrin.

Nimûne:

Bêwar li keçikê dixe. Ew li wê dixe.

Bêwar li keçikê xist. Wî li wê xist.

Mizgîn ji min re dibêje. Ew ji min re dibêje.

Mizgîn ji min re got. Wî ji min re got.

Di van her du nimûneyên dawîn de, him di dema niha de û him jî di dema buhurî de cînav bireser in, lêker li gora kirarê hatine tewandin û di nava himnên hevokan de jî lihevkirneke bimantiq heye. Lê, di her sê hevokên pêþîn de, di nava himanên hevokan de tu lihevkirin an jî mantiq tune ye û di hêla semantîk de vî qaîdeyî fêmkirin jî hinekê zehmet e.

Em niha ji nêz de li ser nimûneya “Ciwan ez nas kirim” an jî “kêçan ez xwarim” bisekinin, em van her du nimûneyan werbigirin, wan di hêla gramatîk de binirxînin, em binêrin ka gelo (her çiqas meriv nikaribe di ziman de li mantiqê bigere jî) ev qaîde di zimanê kurdî de qaîdeyekî bimantiq e an na? An jî ev qaîde qaîdeyekî kevn e ku xwe di zimanê kurdî de nû nekirîye? Em niha bi hev re vî qaîdeyî li jêrê binirxînin û paşê jî em bigihîjin encamekê.

Di hemû zimanan de wezîfeya lêkeran ew e ku bi awayekî eşkere nîşan bidin kî çi dike an jî çi diqewime. Lêker her tim di hevokan de kirinên kirarê teswîr dikin û bireser/objekt jî her tim ê ku di hevokê de ji kirinên kirarê tesîr werdigre an jî di bûyerekê de hukum lê tê kirin, ew e. Em niha bi hev re li her du nimûneyên dawîn binêrin ka kî çi dike? Di hevokan de kî kirar e û kî bireser e? Bi gotineke din, di hevokan de kî kê dixwe û kî kê nas dike? Di hevokan de lêker li gora kê, li gora kirarê an jî li gora bireserê hatine tewandin? Di zimanê kurdî de, di hemû deman de, gelo qaîdeyekî tewangê yê bi vî awayî

Zimanên ergatîv 11

Page 12: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

heye an na? Em niha her du hevokan ji hev derxin, himanên wan destnişan bikin.

Ciwan, kêçan............... kirar

Ez ............................... wek bireser tê xwanêkirin, lê ne bireser e.

Nas kirim, xwarim ........... lêker, lê tewangeke ne rast e.

Di van her du nimûneyên jorê de lêkera nas kirim û xwarim aîydê kê ne, ayîdê kirarê an jî ayîdê bireserê ne? Bêşik paşpirtika tewanga -im ayîdê bireserê, ayîdê -ez ê ye. Lê ew tewangeke ne rast e. Em niha jî tewanga çend lêkerên dema niha û li çend nimûneyên awayê lebt û tebat jî binêrin ka gelo di zimanê kurdî de lêker bi awayê ku di nimûneyên jorê de hatine tewandin, bi wî awayî tên tewandin?

Nimûne: Ez im, tu yî, ew e, em in, hûn in, ew in.

Awayê lebat: Ez dibêjim, ez dikim, ez diçim, ez dikesibînim.

Awayê tebat: Ez ji hêla polêsan ve hatim girtin, ez hatim revandin.

Her çiqs di hevokên jorê de -ez wek bireser bê xwanêkirin jî, lê ew ne bireser e; ji ber ku ew di dema buhurî de nehetîye tewandin. Em li nimûneyên jorê ên dema niha binêrin ku bireser çawan di hevokan de hatine tewandin. Eger meriv di dema niha de bireserê bitewîne, meriv dikare wê di dema buhurî de jî bitewîne û tiştê herî bimantiq jî ew e. Her çiqas gur, kêç û Ciwan di hevokan de kirar bin jî, lêker ne li gora kiraran hatine tewandin û tu têkilîya her du nimûneyên jorê û awayê lebat û tebat jî bi hev tune. Di hevokên jorê de di nava kirarê û lêkerê de bi tu awayî lihevkirinek tune. Di nimûneyên jorê de tevlîhevîyeke wisa he ye ku meriv ne dikare wê di hêla rêzimanî de û ne jî di hêla mantiqê de îzeh bike. Lê meriv dikare di hêla semantîk de vî qaîdeyî fêm bike. Di hêla semantîk de vî qaîdeyî fêmkirin jî tê vê maneyê: meriv ji dêlva termekê an jî ji dêlva têgîhînekê de termek an jî têgihîneke nêzê wê bi kar tîne. Em ê ji bo zelabûna têgihîna semantîk jî li jêrê du nimûne raberê xwendevanan bikin. Bi gotineke kurt: di nimûneyên jorê de tu mantiq tune. Lê, em dîsa jî dibêji: Ziman jî wek bejna zirav e, tu çi lê bikî, pê dikeve. Em jî wek hin kesên ku tu dibêjî

Zimanên ergatîv 12

Page 13: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

qey wan bi xwe ziman afirandine, nabêjin “ev xelet e!” Ji ber ku ziman di erdenigarîyên cihê cihê de, di nava pêvajoyeke dûr û dirêj de, di nava berhemhînan û têkilîyên civakî de ji bal gel de hatîye çêkirin!

Em niha jî her du lêkerên jorê: xwarin û nas kirinê li gora qaîdeyên rêzimana kurdî bitewînin û li encama wan binêrin.

Dema niha: Ez dixwim, tu dixwî, ew dixwe, em, hûn, ew dixwin.

Dema buhurî: Min, te, wî/wê, me, we, wan xwar.

Dema niha: Ez nas dikim, tu nas dikî, ew nas dike, em, hûn, ew nas dikin.

Dema buhurî: Min, te, wî/wê, me, we, wan nas kir.

Wek ku tewanga her du lêkerên jorê jî rava dikin, lêkera “xwarim” û “nas kirim” ayîdê kirarê nînin û di zimanê kurdî de jî qaîdeyekî tewanga lêkeran ê wiha tune. Her çiqas paşpirtika -im ayîdê -ez ê be, -ez jî di hevokê de kirar/subjekt nîne, xwedêgiravî bireser e.

Em niha jî di hêla semantîk de li nimûneyên jorê binêrin ka di nava himanên hevokan de lihevkirinek heye an na? Ev her du hevokên dawîn di hêla semantîk de, meriv dikare wan bi van her du nimûneyên jêrê re qîyas bike.

Nimûne:

Ew Dîkens dixwîne.

Ew di binê Şengal de rûdinê.

Em niha jî li her du nimûneyên jorê, li awayê wan ên rast an jî awayê wan ên tekûz binêrin:

Zimanên ergatîv 13

Page 14: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

Ew pirtûka/romana Charles Dîckens dixwîne.

Ew di qata binê daîreya Şengal de rûdinê.

Qaîdeyê ergatîv/absûlûtiv: “wî ez xapandim, wan ez birim” jî dirûbê van her du nimûneyên ku me ji bo têgihîna semantîk raber kir, pê dikevin. Em niha jî du nimûne ku li hin herêmên Kurdistanê bi kar tên raberê xwendevanan bikin. Li gora qaîdeyên van herêman, di hemû deman de, dema nav û serenavên yekejimar ên zayenda wan nêr di hevokê de bireser bin nayên tewandin. Nav û serenavên ku zayenda wan nêr bin û di hevokan de kirar bin, disa nayên tewandin. Lê dema ji dêlva nav û serenavan de cînavan dixin şûna navên bireser, wê gavê bireseran him di deman niha de û him jî di dema buhurî de ditewînin.

Nimûne:

Alan min dibîne. Ew min dibîne.

Alan min dît. Wî min dît.

Mizgîn me dibe. Ew me dibe.

Mizgîn me bir. Wî me bir.

Em di hêla rêzimnî de li van her du nimûneyan binêrin:

Alan, Mizgîn ............................. kirar

Min, me ..................................... bireser

Dibîne, dît, dibe, bir .................. lêker (her du lêker jî li gora kiraran hatine tewandin.)

Li gora qaîdeyên ziman tiştê ku tesîr li lêkerê dike, kirar e, ne bireser e. Herêmên Kurdistanê ku di dema buhurî de jî bireseran ditewînin di pirsa tewanga bireserên pirejimar de û di pirsa qaîdeyê absûlûtîv de xwe ji qaîdeyên ergatîv parastîye, di vî warî de tu cî nedaye semantîzmê. Bi gotineke din, ji dêlva têgîhîn, bêje an jî qaîdeyekî de,

Zimanên ergatîv 14

Page 15: Zimanên ergatîv

Zekî Bozarslan 2006-11-09

têgîhîn, bêje an jî qaîdeyekî nêzîkê wan bi kar neanîye, her tim di hevokan de eslê wan bi xwe bi kar anîye. Nimûneya: wî em birin, ewan/wan em dîtin jî wisa ne; lêker ne li gora kirarê hatîne tewandin, li gora pirejimarîya bireserê hatine tewandin.

1. Östen Dahl: Språkets enhet och mångfald, studentlitteratur 2000 Sweden - Lund, rûpel 257.

Li ser mijara ergatîv çavkanî:

1. Östen Dahl: Språkets enhet och mångfald, studentlitteratur 2000 Lund

2. Nationalencyklopedin a swêdî, cild 5, 10

Zimanên ergatîv 15