ş, osman kavala û ahmet altan ji bo hrant dink nivîsandin

20
DABE ş BÛN, PARÇEBÛN Û PARVEBÛN Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de D R . İ s MA i L B E ş i K ç i * __________ diplomatique diplomatique MONDE LE kurdî Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin R. 8 Adar 2020 - Hejmar 49 www.diplo-kurdi.com [email protected] 20 Rûpel R. 4 R. 6 R. 9 R. 10 R. 15 Sonia Shah Çima koronavîrus Covid-19 derket holê?... Hilweşandina war û hêlînên xwezayî tehdîdeke qirkirinê ye li ser gelek cinsan, ku di nava wan de gîyayên dermanî û sewalên ku ferhenga me ya zanîna dermanî hertim xwe spartîyê jî hene... Patrick Coupechoux Ji bo rizgarîyê em wêrekîya afirînerên dezgeha psîkî- yatrîyê dipîvin; Philippe Pinel, di pêvajoya Şoreşê de, dînên li nexweşxana Bicêtre ji zincîrên wan rizgar kirin û bi vî awayî psîkîyatrîya fransî ava kir... Julie Hollar Medyayên li dijî Bernie Sanders şer dikin... Thînktanka Blairîst Third Way, ku ji alîyê Wall Street ve tê fînansekirin, bi desteka çapemenîyê, ji bo pêşî li bilindbûna M. Sanders bigire, çi ji destê wê hat kir... Jean-Arnault Dérens û Laurent Geslin Aleksandar Vučićê ku yek ji otokratên ku Yekîtîya Ewropayê wan diparêze ye, li dibistana bazên neteweperest mezin bûye û Sirbistanê bi kulma xwe ya hesinî bi rê ve dibe... Sébastien Broca Dijîtal bi komirê dixebite... Ji çend salan û vir ve, nêzîkîlihevkirinên aktorên sereke yên kapîtalîz- ma dîjîtal û şirketên mezin ên neftê her zêde û pirqat dibin... MEHMET KAPÇAK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm P ÊWENDÎYEKE LI SER BÊBAWERÎYÊ Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan D R . S EDAT U LUGANA * __________ D i destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ke- tibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopo- tamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn. Di vê navberê de - di sala 1820an de şerê rûs û roma reş (osmanî) dest pê kir. Kurdên şemdi- nov li hêla Qersê bûn mutefîkên rûsan û rûsan dest pê kir tevahîya Serhedê dagirkir. Lê li wan deran herî zede li ser kurdên êzdî bandor çêkir. Di şerê derdora Erziromê de dîtin ku eşîrên kurdan, misilmanan her çiqas soz dabû wan jî, ji bo piştgirîyê, paşê ji soza xwe feramûş bûn, dihat xuyan ku wan tenê li berjewendîyên xwe mêze dikir. Ne rûs û ne jî rom (osmanî) di xema wan de bûn. Dema êdî rûs bibû mayîndeyê berdewam a li herêma Erziromê, ferq kirin ku kurdan baş nasnakin. Ji ber vê yekê jî xebatên kurdolojîyê dan dest- pêkirin ku wê demê Alexander Jaba rêveberê heremê bû. Jaba alimekî wekî Mela Mehmûdê Bazidî ji bo van xeba- tên kurdolojîyê erkedar kir. Bi vî awayî di bin beşa Rojhilatzanînê ya Rûsyayê de "kurdolojî" êdî wekî beşeke cuda hat damezirandin. Bêguman, armanca xebatên li ser kurdan polîtîk bû. Yek jî, bi girêdayê hatin û çûyîna eşîrên kurd yên koçer, her dem sînorê Îran û os- manîyan diguherî. Ev yek jî ji bo rûsan pirsgirêkeke mezin bû. Loma komîsyo- nek navneteweyî hat damezirandin ku sînorê van her du dewletan bê kifşkirin. Damezrênerê vê komîsyonê yê esil jî dewleta Rûsyayê bixwe bû. Ji ber ku di Kurdistanê de civakeke hev- par tine bû, her eşîr û begên kurdan ji hev cuda tevdigerîyan, di serî de rûsan dikir ku bi kurdan re têkilîyên polîtik çêbike. Di salên 1840î de Mîr Bedir- xan li hemberî osmanîyan serî hildabû; Rûsan ev pêvajo ji nêz ve teqib dikir, lê li hemberî Mîr Bedirxan politikayek amade nekiribû û bi tu awayî alîkarîya Mîr Bedirxan nekir. R. 3 Î ro girîngtirîn kêşe ku li kur- dan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û par- vekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Ser- dema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye- tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkir- in, parçekirin û parvekirin. Ev pêvajoya ku bi Sykes-Picot dest pê kiribû rewşeke fiîlî derxistîye holê. Nabe ji ber çavan bê bidûrxistin ku ev rewşa fiîlî zêdetirî sedsalekê ye bi awayekî bi biryar û sîstematîk tê parastin. Di pêkhatina vê pêvajoyê de rola hêzên emperyal yên serdemê, ya Brîtanyaya Mezin û Fransaya me- zin e. Kêşeya sereke ev e. Dema axa Împeratorîya Osmanî ya li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hat parvekirin, mandatên Iraq, Urdun û Filistînê girêdayî Îngilîstanê û mandatên Sûrîye û Libnanê jî girêdayî Fran- sayê hatine damezrandin. Mandat, dikare wekî awayekî mêtingeh bê dîtin. Divê mirov bîne rojevê ka gelo çima di vê serdemê de, rêve- berîyeke Kurdistanê jî nehatîye damezrandin. Di van salan de, li başûrê Kur- distanê, Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî Brîtanyayê digot 'Ez qiralê Kurdistanê me. Min wekî qiralê Kurdistanê nas bikin.' Hêzên em- peryal yên wê demê jî, ne Kur- distana serbixwe, ya mêtingeh jî nedixwestin. Bi qenaeta min, kê- şeya bingehîn ya di mijara kurd/ Kurdistanê de ji vê tora têkilîyan derdikeve. Van hêzên emperyal, bi tevkarîya rêveberîyên tirk, faris û ereb herêm li dij kurdan dîzayn kirin… Nîzama dinyayê ku di salên 1920î de di dewra Cemîyeta Neteweyan de hatîye damezrandin, nîzameke dij-kurd e. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî, ligel vê Nîzama Nav- neteweyî ya Dij-Kurd, nîzameke herêmî ya dij-kurd jî pêk hatîye. Tirkîye, Îran û Sûrîye hêmanên sereke yên vê nîzama dij-kurd in. Em bala xwe bidinê. Cemîye- ta Neteweyan, Neteweyên Yek- bûyî… Di navê herdu sazîyan de jî peyva 'netewe' heye. Halbûkî yên van sazîyan temsîl dikin dew- let in. Di van sazîyan de netewe nayên temsîlkirin. Jê wêdetir, hin dewletên li van sazîyên navne- teweyî tên temsîlkirin, yên wekî Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye li dijî hin neteweyan in, wekî mînak li dijî kurdan in. Recep Maraşlı: Efsaneya Kawa Wekî Fîgura Propagandayeke Sîyasî R. 19 Tawîzên kurd bidin hev, di encamê de wê kurdan mezin bike, Kurdistanê mezin bike. Tawîzên bidin hêzên neyar jî, di ruhê hemû kurdan de birînên kûr vedike. Xesarê dide heysîyeta hemû kurdan. R. 3 Ger ku kurdan piştgirîya rûsan bikira belkî jî rûs dê bi aramî bigîhîşta Beh- ra Sipî û di nav împara- torîtîyê de şerê navxweyî çênedibû û şoreşa Ok- tobrê pêk nedihat.

Upload: others

Post on 17-Nov-2021

3 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

dabeşbûn, ParÇebûn û Parvebûn

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de

dr. İsMa il Beş iKç i *__________

diplomatiquediplomatiqueMONDELE

kurdî

Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin R. 8

Adar 2020 - Hejmar 49 www.diplo-kurdi.com • [email protected] 20 rûpel

r. 4 r. 6 r. 9 r. 10 r. 15

Sonia ShahÇima koronavîrus Covid-19 derket holê?... Hilweşandina war û hêlînên xwezayî tehdîdeke qirkirinê ye li ser gelek cinsan, ku di nava wan de gîyayên dermanî û sewalên ku ferhenga me ya zanîna dermanî hertim xwe spartîyê jî hene...

Patrick Coupechoux Ji bo rizgarîyê em wêrekîya afi rînerên dezgeha psîkî-yatrîyê dipîvin; Philippe Pinel, di pêvajoya Şoreşê de, dînên li nexweşxana Bicêtre ji zincîrên wan rizgar kirin û bi vî awayî psîkîyatrîya fransî ava kir...

Julie HollarMedyayên li dijî Bernie Sanders şer dikin... Thînktanka Blairîst Third Way, ku ji alîyê Wall Street ve tê fînansekirin, bi desteka çapemenîyê, ji bo pêşî li bilindbûna M. Sanders bigire, çi ji destê wê hat kir...

Jean-Arnault Dérens û Laurent Geslin Aleksandar Vučićê ku yek ji otokratên ku Yekîtîya Ewropayê wan diparêze ye, li dibistana bazên neteweperest mezin bûye û Sirbistanê bi kulma xwe ya hesinî bi rê ve dibe...

Sébastien Broca Dijîtal bi komirê dixebite... Ji çend salan û vir ve, nêzîkîlihevkirinên aktorên sereke yên kapîtalîz-ma dîjîtal û şirketên mezin ên neftê her zêde û pirqat dibin...

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

PêwendîyeKe li ser bêbawerîyê

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan

dr. Sedat uluGana *__________

Di destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ke-

tibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopo-tamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku

rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn. Di vê navberê de - di sala 1820an de şerê rûs û roma reş (osmanî) dest pê kir. Kurdên şemdi-nov li hêla Qersê bûn mutefîkên rûsan û rûsan dest pê kir tevahîya Serhedê dagirkir. Lê li wan deran herî zede li ser kurdên êzdî bandor çêkir. Di şerê derdora Erziromê de dîtin ku eşîrên kurdan, misilmanan her çiqas soz dabû wan jî, ji bo piştgirîyê, paşê ji soza xwe feramûş bûn, dihat xuyan ku wan tenê li berjewendîyên xwe mêze dikir. Ne rûs û ne jî rom (osmanî) di xema wan de bûn. Dema êdî rûs bibû mayîndeyê berdewam a li herêma Erziromê, ferq kirin ku kurdan baş nasnakin. Ji ber vê yekê jî xebatên kurdolojîyê dan dest- pêkirin ku wê demê Alexander Jaba rêveberê heremê bû. Jaba alimekî wekî

Mela Mehmûdê Bazidî ji bo van xeba-tên kurdolojîyê erkedar kir. Bi vî awayî di bin beşa Rojhilatzanînê ya Rûsyayê de "kurdolojî" êdî wekî beşeke cuda hat damezirandin. Bêguman, armanca xebatên li ser kurdan polîtîk bû. Yek jî, bi girêdayê hatin û çûyîna eşîrên kurd yên koçer, her dem sînorê Îran û os-manîyan diguherî. Ev yek jî ji bo rûsan pirsgirêkeke mezin bû. Loma komîsyo-nek navneteweyî hat damezirandin ku sînorê van her du dewletan bê kifşkirin. Damezrênerê vê komîsyonê yê esil jî dewleta Rûsyayê bixwe bû.

Ji ber ku di Kurdistanê de civakeke hev- par tine bû, her eşîr û begên kurdan ji hev cuda tevdigerîyan, di serî de rûsan dikir ku bi kurdan re têkilîyên polîtik çêbike. Di salên 1840î de Mîr Bedir-xan li hemberî osmanîyan serî hildabû; Rûsan ev pêvajo ji nêz ve teqib dikir, lê li hemberî Mîr Bedirxan politikayek amade nekiribû û bi tu awayî alîkarîya Mîr Bedirxan nekir.

r. 3

Îro girîngtirîn kêşe ku li kur-dan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û par-

vekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Ser-dema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye-tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkir-in, parçekirin û parvekirin. Ev pêvajoya ku bi Sykes-Picot dest pê kiribû rewşeke fi îlî derxistîye holê. Nabe ji ber çavan bê bidûrxistin ku ev rewşa fi îlî zêdetirî sedsalekê ye bi awayekî bi biryar û sîstematîk tê parastin.

Di pêkhatina vê pêvajoyê de rola hêzên emperyal yên serdemê, ya Brîtanyaya Mezin û Fransaya me-zin e. Kêşeya sereke ev e. Dema axa Împeratorîya Osmanî ya li Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê hat parvekirin, mandatên Iraq, Urdun û Filistînê

girêdayî Îngilîstanê û mandatên Sûrîye û Libnanê jî girêdayî Fran-sayê hatine damezrandin. Mandat, dikare wekî awayekî mêtingeh bê dîtin. Divê mirov bîne rojevê ka gelo çima di vê serdemê de, rêve- berîyeke Kurdistanê jî nehatîye damezrandin.

Di van salan de, li başûrê Kur-distanê, Şêx Mehmûdê Berzencî li dijî Brîtanyayê digot 'Ez qiralê Kurdistanê me. Min wekî qiralê Kurdistanê nas bikin.' Hêzên em-peryal yên wê demê jî, ne Kur-distana serbixwe, ya mêtingeh jî nedixwestin. Bi qenaeta min, kê-şeya bingehîn ya di mijara kurd/Kurdistanê de ji vê tora têkilîyan derdikeve. Van hêzên emperyal, bi tevkarîya rêveberîyên tirk, faris û ereb herêm li dij kurdan dîzayn kirin…

Nîzama dinyayê ku di salên 1920î de di dewra Cemîyeta Neteweyan de hatîye damezrandin, nîzameke dij-kurd e. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem jî, ligel vê Nîzama Nav-neteweyî ya Dij-Kurd, nîzameke herêmî ya dij-kurd jî pêk hatîye. Tirkîye, Îran û Sûrîye hêmanên sereke yên vê nîzama dij-kurd in. Em bala xwe bidinê. Cemîye-ta Neteweyan, Neteweyên Yek-bûyî… Di navê herdu sazîyan de jî peyva 'netewe' heye. Halbûkî yên van sazîyan temsîl dikin dew-let in. Di van sazîyan de netewe nayên temsîlkirin. Jê wêdetir, hin dewletên li van sazîyên navne-teweyî tên temsîlkirin, yên wekî Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye li dijî hin neteweyan in, wekî mînak li dijî kurdan in.

Recep Maraşlı: Efsaneya Kawa Wekî Fîgura Propagandayeke Sîyasî R. 19

[email protected] 20 rûpel [email protected] 20 rûpel [email protected] 20 rûpel

Tawîzên kurd bidin hev, di encamê de wê kurdan mezin bike, Kurdistanê mezin bike. Tawîzên bidin hêzên neyar jî, di ruhê hemû kurdan de birînên kûr vedike. Xesarê dide heysîyeta hemû kurdan.

r. 3

Ger ku kurdan piştgirîya rûsan bikira belkî jî rûs dê bi aramî bigîhîşta Beh-ra Sipî û di nav împara-torîtîyê de şerê navxweyî çênedibû û şoreşa Ok-tobrê pêk nedihat.

Page 2: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

2 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Le Monde diplomatique kurdîJi alîyê

Rûpel Multimedia GmbHve tê weşandin

Birêveberê GiştîMurat Satik

Koordînatorê WeşanêYado Ciwan

RedaksîyonMahmûd Lewendî

Nedîm Baran

Revîzyona WergeranLuqman Guldivê

Feryal Guladawîya

Berpirsê HunerîHasan Hüseyin Deveci

DîzaynerFabio Biasio

Web DeveloperErhan Yekta

Alîkarên vê hejmarê Fahrîye AdsayHakan Akay

Îbrahîm Seydo AydoganLerzan Jandil

Yaqûb KarademirŞaswar Mamê Recep MaraşliSemra Polat

Sîrwan Rehîm

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi

diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.com E-Mail: [email protected]

Rûpel Multimedia GmbHErnst-Gnoss-Straße 1

40219 Düsseldorf, Deutschland

Hesabê BankayêDeutsche Bank

DE27 3007 0024 0999 4542 00Bic:DEUTDEDD

Le Monde diplomatique

DamezrînerHubert Beuve-Méry

Birêveberê giştîSerge Halimi

Cîgirên SernivîskarîVincent Caron

Bruno LombardPierre Rimbert

RedaksîyonBenoît BrévilleMartine BulardRenaud Lamber

Berpirsa çapên navneteweyîAnne-Cécile Robert

SekreterAnne Callait-Chavanel

Berpirsa çapêMona Chollet

Birêveberê hunerîMaria Ierardi

Boris Séméniako

DokumentasyonOlivier Pironet

Navnîşan1, Avenue Stephen Pichon

F-75013 Paris

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetî-na welatekî weha karîbû

bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet" çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Mar-garet Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê. Bi taybetî jî tê wateya ku ev Yekîtî ne girtîgehek e, lewre hê hin welatên din jî dikarin tev lê bibin û

yên din jî divê bikarin rojekê jê der-kevin. Li ser vê mijarê, parlamen-terên brîtanî, piştî ku demeke dirêj di ber xwe de dan, axir bi ya gelî kir û biryara referandumê bi cih anî. Van deman, ev celeb dersên demokratîk ji gelek kesan re lazim in.

Digel vê jî, yên ku hêvî dikin ku ev veqetîna Brîtanyayê bi vî awayî, Yekîtîya Ewropayê ji barê hewl-danên lîberal û der-atlantîkê bi dûr bixîne, bi taybetî jî Almanya vê hêvîyê dike, ji xwe re xewnan dibînin. Ew "civata atlantîk ya me-zin ku di bin bandor û birêveberîya amerîkî de" ku General De Gaulle hifza xwe jê dikir êdî pêdivîya wê

bi Brîtanyayê nîne ku sîyaseta xwe bi ser Ewropayê de ferz bike. Bi taybetî ji 2004an û bi vir ve ku 12 welatên nû tev li Yekîtîyê bûne û van welatan hê nû leşkerên xwe li ser daxwaza Washingtonê şandibûn Iraqê. Tew hin ji van welatan hê jî nizanin ji bilî îngilîzî du gotinan jî bi zimanekî din bi lêv bikin û ew gotin jî dê ji alîyê dezgehên dewleta amerîkî ve hatibin nivîsandin.

Ma gelo em belasebeb mezin dikin û lê zêde dikin? Heger em bala xwe bidinê ka gelo, li hember "plana aştîyê" ku Qesra Spî roja 28ê çi-leya paşîyê ji bo pirsgirêka Îsraîl û Filistinê eşkere kiribû, Ewropîyan çi helwêst nîşan daye, hingê em di-karin baştir bibînin. Di wê planê de Quds ji Îsraîlê re dima û deverên din jî ji kolonîyên wê re vedibûn. Piştî vê, Amerîkayê metnek jî belav kiri-bû ku hevalbendên wê dê yeko yeko ew metn dubare bikiraya û piştgirîya wê bikirîya. "Em spasî Serok Trump dikin ku vê pirsgirêka dûdirêj ber bi çareserîyekê ve dibe." "Bi pêşnîya-rine weha ku cidî û dilsoz û rastbîn in." "Em hêvî dikin ku bi alikarîya vê plansazîyê ve axir rêyeke çareserîyê

bikare ji bo vê pirsgirêkê were pey-dakirin." Lê belê, piştî van pêşnîya-rên amerîkî, rojnameya Le Figaro bal kişand ser ku "zimanê plana amerîkî û yê daxuyanîyên rayedarên ewropî gelekî dişibe hevûdin û pirsî ka gelo ma hê jî pêwîst e ku Amerîka bandorê li hevalbendên xwe biki-raya."(1)

Brîtanya dîsa wekî hercar ya herî maqûl bû. Lê, gelek welatên enda-mên Yekîtîya Ewropî qayiş pê re dikişand da ku daxuyanîya xwe ji wê bêtir bikiraya wekî ya amerîkîyan. Helwêsta Parîsê piçekî balkêş bû. Fransayê, bê guman, "spasîya serok Trump" nekir, lê belê wê "piştgirîya helwdanên serok Trump" nîşan da. Ma gelo em he jî nikarin bibêjin ku, Brîtanya di nav de hebe jî û nebe jî, Yekîtîya Ewropayê dê nikare ser-bixwe be?

(1) Georges Malbrunot, "Amerîkayê çawa li ser wan ferz kir ku civata navneteweyî din piştgirîya plana wê ya pirsgirêka îsraîlofi listînî bikiraya", Le Figaro, Paris, 1’ê sibata 2020’an.

Wergera ji fransî:Îbrahîm Seydo Aydogan

Brexit, erêlê ji bo çi?

SerGe haliMi__________

EDIT

O

Wekî tê zanîn IKMG (Koma Medyaya Ser-bixwe ya Kurdî) bi

weşandina versîyona kurdî ya roj-nameya navdar a mehane ya fran-sî, Le Monde diplomatique di sala 2010an de dest bi xebatên xwe yên çapemenîyê kir. Le Monde diplomatique li 32 welat/hêreman û bi 21 zimanên cuda derdikeve û li seranserî dinyayê tê belavki-rin û bi baldarî tê şopandin. Le Monde diplomatique, bi awayeke serbixwe, bi gotar û analîzên xwe cih dide bûyerên polîtîk, zanyarî û çandî yên seranserî cîhanê. Weşandina versîyona kurdî jî ji bo zimanê kurdî şanazîyeke gelek girîng bû. Di pêvajoya IKMGê de, Le Monde diplomatique kurdî; 30 hejmarên wê matbû, 18 hejmarên wê jî online, li ser hev 48 hejma-rên wê hatin weşandin. Em di wê bawerîyê de ne ku dê ji bo nifşê nû yê xwendevanên kurdî jî bibe xizmet û platformeke hêja û valahîyekê dagire. Di heman pêvajoyê de, di bin sîwana IKMGê de weşanxaneya Rûpelê jî dest bi xebatên xwe ki-ribû. Weşanxaneya Rûpelê, di derheqê pirsgirêkên Kurdistan û dinyayê de, di warê ziman, çand û edebîyata kurdî de weşandina berhemên bi kalîte ji xwe re kir ar-manc û li gorî pîvan û standardên weşangerîya navneteweyî di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe girt. Di pêvajoya weşandina Le Monde diplomatique kurdî û amadekiri-na pirtûkên Rûpelê de, gelek pirs-girêkên standardî û rastnivîsînê hatin ditîn. Li ser vê yekê, pêwis-tîya çareserkirina van pirsgirêkan derket holê. Di çarçoveya lêgerîna çareserkirina van probleman de,

Rûpelê bi projeya xebateke hevkar du berhemên girîng; "Ji bo rastni-vîsînê Ferhenga Kurdî (Kurman-cî)-Tirkî" û "Rêbera Rastnivîsî-nê" da amadekirin û bi van herdu berhemên bingehîn dest bi xebata xwe ya weşangerîyê kir û ev her-du berhem ji bo redaksîyona Le Monde diplomatique kurdî jî bû standarda rastnivîsînê. Le Monde diplomatique kurdî, cardin di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe digire. Le Monde diplomatique kurdî, analîzên li ser bûyerên seranserî dinyayê digihîjîne xwendevanên kurdî. Le Monde diplomatique kurdî, dê di heman demê de bi gotarên re-daksîyona kurdî analîzên li ser bû-yerên Kurdistanê bigihîjîne xwen-devanên Le Monde diplomatique ya navneteweyî.

Birêveberîya LMd-kurdî

Le Monde diplomatique kurdî ji nû ve dest bi weşanê dike!

Mehmet KapçakMehmet Kapçak, di sala 1947an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê hatîye dinê. Wênesaz û perwerdekarê hunerê ye. Kapçak, piştî zanîngehên mamosteyî yên Amed û Stenbolê, perwerdehîya xwe ya bilind li Beşa Wêne ya Ens-tîtûya Perwerdehî ya Atatürk qedand. Li gelek bajarên Tirkîye û Kurdistanê wekî perwedekarê hunerî kar kiriye.

Hunermend, di kompozîsyonên xwe de hewil dide ku jandeyên (obje/beş) plastîk derxîne pêş. Di navbera van jandeyan de girêdanekê çêdike û hewil dide ku balansekê biafi rîne. Yek ji formulên vê balansê yê hunermend, objeyên ku bi xwe hilbijartine. Obje, ji mebest zêdetir navgîneke mijarê ye ku dixwaze rave bike. Navgîna ku bi kar tîne, ango vegotina dîtbarî, bi rêya balansên tezad, form, reng û di tev-gerê de gavek din diçe pêş. Ev yek di-kare tişteke bi meriv nas an jî rewşe-ke rojane ya rasteqîn be. Ango, obje dikare tişteke piralî, cuda û balkêş be. Wekî fîgura bizinê ya hunermend Mehmet Kapçak. Kapçak, di kom-pozîsyonên xwe de bizinê hem wekî motîfeke herêmî bikartîne û hem jî bi awayekî piralî û bi gelek pirsenîşanan pêşkêşî hunerhezan dike. Vê yekê, bi hemahengîyeke estetîk û aqilane û bi awayekî serkeftî temsîl dike.

Baş e, çima bizin? ''Bizin, xwedî for-meke hunerî ye û di mîtolojîyê de jî cih digire. Herweha xwedîyê wê beh-remendîyê ye ku li liv û tevgerên xwe kerî jî hîperaktîv dike.''

Bizin çend salî ye? ''Di jîyana min de heftê, lê di berhemên min de pêncî salî ye.''

Mehmet Kapçak, ev bû pêncî sal e di berhemên xwe de bizinê bi kom-pozîsyon û şêwazên cuda direngîne. Herçiqas hesasîyetên estetîk li ber çav negire jî, ne girêdayî ekoleke hu-nerî ye jî. Lê li hember ceribandinên nû yên hunerî jî ne xemsar e.

Kapçak, xwe wekî mezopotamyayî dibîne û weha lê zêde dike: ''Cograf-yaya ku ez lê mezin bûme di warê hu-nerî/wênesazî de gelek tişt dane min. Wekî hest, kelecan û nêrîneke civakî ya cîhanî.''

Hostayê mezin Marc Chagall jî di berhemên xwe de gelek caran motî-fa bizinê bi kar anîye. Li ser vê yekê dibêje ku; ''Helbet, koka hunera min li deverên ku lê mezin bûme li Wi-tebskê (bajarekî Belarûsê) bêslî bûne. Lê hewcedarîya hunera min bi Parîsê hebû, wekî darek ku hewcedarîya wê bi avê hebe.''

Bizin, di heman demê de şîfre û teswî-ra raperîneke bêdeng û serhildanê ye jî. Tu didî dû, lê nikarî bi hêsanî zeft bikî, ew her ji destê te direve û diçe bilindahîyan. Bizin, gelê erdnîgarîyê ye, ji ber wê yekê ji mîyê pêwîstîtir e.

Hasan Hüseyin Deveci

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan

WÊNESAZÊVÊ HEJMARÊ

Page 3: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

3AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de (Dewama R. 1)

Hewl didin neteweya kurd bi zi-man, çand û dîroka wê ji ser rûyê erdê rakin. Maneya tetbîqkirina asîmîlasyonê ev e. Dibistan-qişle, çapemenî, darêzgerî, sirgûn û îmhaya fizikî teknîkên girîng yên asîmîlasyonê ne.

Ji bilî van, rêxistinên wekî Cemîyeta Neteweyan, Netewe- yên Yekbûyî hertim dewletan di-parêzin.

Di sepandinên zordestîyê yên dew-letên navborî yên li dijî neteweya kurd ku bi awayekî bi biryar û sîstematîk tetbîq dikin, li gel van dewletan disekinin. Hewl didin ku neteweya kurd mehqûm bikin. Di pêvajoya qirkirina li dijî kurdan de jî dengê Neteweyên Yekbûyî derneketîye. Digel van hemûyan, divê bê dupatkirin, wekî mînak, di belgeyên Neteweyên Yekbûyî de îfadeyên ku têkoşînên biheq yên neteweya kurd rewa dibîne, heta van teşwîq dike jî hene.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn, ji bo kurdan û Kurdistanê en-camên pir giran derxistine holê. Weha bûye wekî ku îskeletê insa-nekî bê parçekirin, mejîyê wî be-lav bibe. Îro, digel ku kurd ji 50 milyonî zêdetir nifûsa wan heye, li ser axeke fireh ku em jê re Kur-distan dibêjin, dijîn, ne endameke malbata neteweyên cîhanê ne. Si-beroja xwe nikarin dîyar bikin. Li Neteweyên Yekbûyî, li Yekitîya Ewropayê, li Konferansa Îslamê gel û dewletên ku nifûsa wan ne milyonek e, di nav hewldana dîyarkirina siberoja kurdan û Kur-distanê de ne.

Divê mirov dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê tenê wekî dabeşbûn û parvebûna cografî fêm neke. Gund û eşîr jî dabeş bûne, malbat jî dabeş bûne. Birayên di nav malbatekê de jî dabeş bûne. Her çûye hişmendî û rêxistin jî dabeş bûne. Li jor beh-sa nîzama dij-kurd a navneteweyî, nîzama dij-kurd a herêmî ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem ku di salên 1950yî de hatîye damezrandin, hat kirin. Em dema referanduma ser-xwebûnê ya li başûrê Kurdistanê, Rêveberîya Herêma Kurdistanê bînin bîra xwe. Nîzameke din ya dij-kurd hebû ku kurdan li dijî kur-dan pêk anibû.

Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn bûye sedem ku li her parçeyê Kur-distanê pêvajoyên cuda pêk werin. Tê zanîn kurdên li bakur jî destek dane xebatên ji bo nîzama dij-kurd ya kurdan. Dabeşbûn, parçebûn û parvebûn encamên ewqas karîger û berbelav derxistîye holê.

Di wexteke weha de ku ev hemû tên jîyîn, wê helwesteke şaş be hemû ev kom, ev rêxistin hwd. di bin navê kongreya neteweyî de werin ba hev. Nêrîna sereke ku sîyaseta kurd ya li bakur xwe di-spêrê, nenasîna ala kurdî ye. Di her derfetê de hewl dide lingên Rêveberîya Herêma Kurdistanê bişemitîne. Şaş e ku sîyaseteke di vê nêrînê de hertim kongreya neteweyî bixwaze. Ev tê wê ma-neyê ku bi saya piranîya nûnerên

xwe dixwazin helwestên xwe yên dij-kurd di yên Kurdistanî bidin qebûlkirin. Manîdar e ku rêxistinên li her çar parçeyî hewl didin di nav xwe de yekitîya xwe pêk bînin.

Tirkîyeyîbûn ew proje ye ku zi-man û çanda tirkî, nirxên tirkan bîne Kurdistanê. Nêrîna, 'Em dewlet naxwazin, ji kurdan re dewlet ne lazim e, dewlet xirab e…' di hawirdoreke weha de geş dibe. Ev nêrîna wê dewletê ye ku dibêje 'Em şujikekî xwe jî nadin we.' Ev serkeftineke mezin a dew-letê ye ku kurd bi xwe vê nêrînê tînin ziman, sîyaseta sereke a li bakur hertim vê argumantê dibêje. Armanceke projeya tirkîyeyîbûnê tuneye ku nirxên kurdî û kurdis-tanî bibe Rojava, bibe ji mirovên tirk re. Ji ber rola vê nêrînê ye ku kurd wekî xwe nemane.

Em bala xwe bidinê. Ev nêrîn tenê ji bo kurdan, Kurdistanê tê gotin. Dema di salên 1990î de Kosova hat avakirin, dema Komara Tirk ya Qibrisa Bakur çêbû, di kêşeya erebên filistînî de û di kêşeya çeçenan de hwd. kesî negot, 'Em dewlet naxwazin, ji me re dew-let ne lazim e…' Hewldanên wan ên ji bo avakirina dewletekê bi awayekî xurt hat destekkirin.

Îro divê meseleya sereke ev be: Divê bê zanîn ku kurd û Kurdis- tan hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin. Divê bê zanîn ku li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn rewşa kurdan a li hemberî tirk, ereb û farisan pir neyênî ye. Ligel vê nifûsa zêde û welatekî ewqas fireh, kurd ne xwedî wan sazîyan e ku tirk, ereb û faris xwedî ne. Divê hay ji van hebe.

Divê hay jê hebe ka kurdek çima nikare bi kurdî bipeyive, çima bi tirkî dipeyive, çima nikare wekî xwe bimîne. Berawirdkiri-na mêtingehên Afrîkayê û Kur-distanê, berawirdkirina Têkoşîna Rizgarkirina Neteweyî ya Filistînê û Têkoşîna Rizgarkirina Neteweyî ya Kurdistanê derbarê kurdan û Kurdistanê de agahîyên berfireh dide me. Ev agahî nîşanî me dide ku Kurdistan ne kolonî ye jî.

Yên haya wan ji van pêvajoyan hene, ji bo ji vê rewşê xelas bi-bin, ji bo bibin endamê malbata neteweyên cîhanê li hemberî hev ji dil tevdigerin… Hewl nadin tawîzan bidin neyarên kurdan ên neteweyî, tawîzan didin hev. Tawîzên kurd bidin hev, di en-camê de wê kurdan mezin bike, Kurdistanê mezin bike. Tawîzên bidin hêzên neyar jî, di ruhê hemû kurdan de birînên kûr vedike. Xe-sarê dide heysîyeta hemû kurdan.

Di pevajoyeke weha de, ger kurd hewl bidin yekitîyên mayînde ava bikin, ancax ewçax kongreya ne-teweyî dikare were rojevê, dê wê demê maneyeke wê hebe.

* Nivîskar û civaknas

Wergera ji tirkî: Fahriye Adsay

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan (Dewama R. 1)

Herweha Kurdên hêla Gelîyê Zîlan di salên 1850î de çend caran bi tundî êrişê poste û qafîleyên rûsan yên ku ji Wanê diçûn Erziromê kirin û ew şêlandin. Rûsan jî di van salan de êrişî kurdên Gelîyê Zîlan kir (ku di bîra kolektif a herêma Gelîyê Zîlan de vê êrişê bi navê "sîyaseta rûsan ya ewil" cih girtîye) û tevahîya herêmê şewitandin û talan ki-rin. Pişti vê demê, mîrekî kurd yê din, Êzdînşêr (ku xîyanet li Mîr Bedirxan kiribû) li hemberî osmanîyan serî ra-dike û dixwaze bi rûsan re têkilîyan deyne. Lê rûs alikarîya wî jî nakin û bi vî awayî ew jî têk diçe.

"Şerê 93yan" helwesta kurdan ya bi gelemperî vegere li ser sîyaseta Osmanîyan.

Di sala 1877an de "şerê sala 93yan" (ev şer li gor teqwîma rûmî di sala 1293yan de qewimîye, loma weha ha-tîye binavkirin) di dîroka têkilîyên rûs û kurdan de qonaxeke giring e. Sultan Ebdulhemid taybetî erişa rûsan ya li hemberî Gelîyê Zilan baş dixwîne û bi kar tîne, di bin têgeha "cîhad"ê de bang li hemû misilmanên di bin tebaya xwe de dike ku ew divê li hemberî "kafirên moskof" şer bikin, ev bang bêhtir li ser kurdan bandor çêdike. Ji ber ku li Kur-distanê êdî desthilatîya mîran qedîya bû, êdî desthilatî di destê şêx û seyîdên kurdan de bû. Li Kurdistanê wê demê du şêxên Nexşebendî (ji milê Xalidî) hebûn. Yek Şêx Ubêdulahê Nehrî bû (ji terîqa Nehrî-Şemzînan), yek jî Şêx Ce-laledînê kurê Şêx Sibgatûlah Arwasî (ji malbata Xews- Hîzan) bû. Mirov dika-re bibêje ku erdnigarîya Kurdistanê wê demê di navbera van her dû şêxan de dabeş bibû. Ji Duhokê heta Muksê kurd di bin hikmê Şêx Ubeydulahê Nehrî de bûn û ji bakûrê Behra Wanê heya Qersê jî di bin hikmê Şêx Celale-dîn de bûn. Van her du şêxan jî guh dan gazîya Sultan Ebdulhemîd, mirîdên xwe û ji eşirên kurdan şervan berhev kirin û çûn hêla Bazîdê û bi rûsan re şer kirin. Hêzên kurd her çiqas Kela Bazî-dê ji rûsan distînin jî, dîsa jî têk diçin, Ebdulhemîd ji têkçûyina li hemberî rû-san zêdetir ji bihêzbûna şêxên kurdan ditirsîya ku, piştî şer li Wanê jahr didin Celaledîn û wî dikujin û Şêx Ubeydu-lah jî her dem bêhtir kontrol dikin. Bi rastî, kuştina Celaledîn û kontrolkiri-na Ubeydulah têkilîyên rûs û kurdan dixe merhaleyeke nû. Carek din kurd ji osmanîyan dûr dikevin û nêzî rûsan dibin. Lê rûs vê carê biryar digrin ku eşîrên kurdan (bêhtir eşîrên derdora Qerekos -Agirî, Gîhadîn û Erdîşê) bi tundî ceza bike. Rûs alayîyên xwe yên leşkerî ku ji Qozaxan (Qozax: gelekî ji herêma çemê Volgayê bû) çêkiri-bû dajo herêmê û di sala 1878an de Gelîyê Zîlan careke din dîsa dişewitîne û kevir li ser kevir nahêle; pişt re hêzên ewropayî li Berlînê konferanseke nav-neteweyî amade dikin û rûs û dewleta Osmanî li hev tên.

Pişti Konferansa Berlînê, xala "li hem-berî kurdan û çerkezan divê ermenî (fileh) bên parastin" li cografya kur-dan de di nav têkilîyên rûs û kurdan de aktorekî nû dide peydakirin. Êdî ji vê tarîxê û pê de rûs li hemberî kurdan di-bin parêzerê filehan. Di vê navberê de di sala 1881an de Şêx Ubeydulah serî radike, bi rûsan ra têkilîyan datîne û dike ku ji rûsan alikarîyê bigre. Lê her çiqas di serî de rûs soz bide jî di dawîyê de alikarîya wî jî nakin û bi vî awayekî Şêx Ubeydulah jî têk diçe. Çend sal şûnde di sala 1892an de, dewleta Os-manî ji alayên qozax yên rûsan îlham digre û ji eşîrên kurdan, Alayên Hemî-dîye ava dike û meriv dikare bibêje ku hema hema tevahîya wan ji kurdên sunî pêk hatibû. Alayên Hemîdîyê her çiqas di hundir de li hemberî şoreşgerên fi-lehan (Taşnaksutyun) hatibûn dame-zirandin jî, li derve li hemberî rûsan hatibûn erkedarkirin. Di vî warî de êdî ji kurdan zêdetir têkilîyên filehan û rû-san xurt dibe, rûsan dikir ku li serheda

Kurdistanê hêza filehan xurt bike û ji wan re dewleteke serbixwe ava bike, hema qet nebe rêveberîyeke xweser ji bo wan biafirîne. Ev sîyaseta rûsan ya bi vî awayî (tasfîyekirina kurdan) heya sala 1908an berdewam kir. Psîkolo-jîya ku "Kurdistan dibe Ermenistan" li ser kurdan bandoreke mezin çêkir, ku mîmarê vê psîkolojîyê rûs bûn û yên ku ev psîkolojî gur dikirin jî osmanî bûn. Dikirin ku bi destê kurdan ermenîyan ji holê rakin. Rûsan li navendên wekî Wan, Bitlîs, Erzirom û Dîyarbekirê balyozxaneyên xwe vekiribûn û dikir ku kurdan ji nêz ve bişopîne û bêh-tir piştgirîyê bide ermenîyan. Di Sala 1908an da dema ku şoreşa "Jon Tirkan" pêk hat, têkilîyên rûs û kurdan dîsa ketin merhaleyeke nû. Kurd vê carê bi xwestekên modern derketin holê. Eb-durezaq Bedirxan, Seyîd Taha, Kamil Bedirxan derbasî alîyê Rûsyayê bûn. Di vê navberê de rûs jî daketibûn heta Makû û Selmasê. Li wî alîyê sînorê Îranê li wê deverê jî aktorekî kurd yê nû (Simkoyê Şîkak) peyda bibû. Van aktoran dikir ku Kurdistaneke xweser a di bandora rûsan de ava bikin. Loma rûsan ji nû ve "polîtîkaya xwe ya kur-dan" revîze kir û disa hewil da ku kur-dan qezenc bike. Lê dîsa jî bi tevahî dev ji ermenîyan bernedan vê carê dikir ku ermeni û kurdan li hev bînin û wan herduyan li hemberî osmanîyan bikin yek. Di sala 1913-1914an de rûsan hewl da ku li Kurdistanê serhildaneke kurdan a gelemperî li dar bixe. Lê tenê li herêma Barzan (1913) û li herêma Bitlîsê (1914) du serhildanan rû dan. Serekê serhildana Barzan, Şêx Ebdul-selam bû û li Bitlîsê jî serek, lawê Şêx Celaledînê ku hatibû jehrîkirin Seyîd Elî, şêx Şabedîn û Mele Selîm bûn. Ev her du serhildan têk çûn. Şêx Ebdul-selam, Şêx Şabedîn û Seyîd Elî hatin darvekirin. Mele Selîm jî xwe avête Balyozxaneya rûsan. Lê çend meh şûn de ew jî hat girtin û bidarvekirin. Piştî Serhildana Bitlîsê, bi zora rûsan dewle-ta Osmanî mecbûr ma li wîlayetên Kurdistanê "reforma ji bo ermenîyan" bikin rojeva xwe. Li gor vê peymana di navbera osmanî û rûsan de, komîserekî bîyanî ku bi eslê xwe norveçî bû, dê bi-bûya komîserê Kurdistanê. Her çiqas di vê peymanê de, xalên sereke di derbarê ermenîyan de bûn jî, hin xal di derbarê kurdan de jî hebûn. Herweha li gor vê peymanê divê kurd bên bêçekkirin û li gundên dûrî ermenîyan bên bicîhkirin. Yanî di van salan de "sîyaseta rûsan a di derbarê kurdan de" behtir dualî bû. Li alîyekî kurd li hemberî osmanîyan tûj dikirin û alîyê din jî bi osmanîyan re li dijî kurdan tevdigerîyan. Dema Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kir, rûs di bin emrê Ebdurezaq, Kamil Bedir-xan, Seyîd Taha û Simkoyê Şikak de artêşeke kurd avakir da ku ew bikevin Kurdistanê û helwesta eşîrên kurdan vegerînin ser rûsan. Lê ji bilî eşîrên êzdî û çend eşîrên tixûbe Serhedê hema bibêje tu eşîr derbasî alîyê rûsan nebûn. Seîdê Kurdî (Bedîuzeman), Şêx Hizret (Şêx Dîyadînê Norşînê), Ebdulmecîd Begê Sîpkî, Kor Huseyn Paşayê Hey-derî û Hecî Musa Begê Xweytî li hem-berî rûsan şerên bi tûndî kirin. Di nav- bera salên 1915 û 1916an de tevahîya ermenîyan ji alîyê osmanîyan ve hatin qetilkirin, di nava van kuştîyan de bi hezaran kurdên êzidî jî hebûn.

Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem de her du imparatorî jî hilşîyan, lê kurd man di cîhê xwe de. Ger ku kurdan piştgirîya rûsan bikira belkî jî rûs dê bi aramî bigîhîşta Behra Sipî û di nav îm-paratorîtîyê de şerê navxweyî çênedibû û şoreşa Oktobrê (Lenîn) pêk nedihat. Teqez mirov dikare bibêje ku yek ji se-demên wendakirina rûsan a Şerê Cîha-nê yê Yekem jî kurd in.

Piştî Osmanîyan çawa jî tê zanîn ko-mara Tirkan hat avakirin. Li Rûsyayê jî pergala Sovyetên Sosyalîst hat dame-zirandin. Kurd jî di nav çar dewletên

nû de hatin parçekirin. Rûsan êdî li gor her parçeyekî politikayeke kurd a nû ava kir. Di vê navberê de li bakû-rê Kurdistanê serhildana Qoçgirî, li başûr jî nerazibûyineke giştî a li hem-berî îngilizan hebû. Lê rûsan li gel van her du dewletên dagirker (tirk û îngiliz) têkilîyên ekonomîk û polîtîk li dar xis- tibûn, bi tu awayî bi kurdan re eleqeder nebûn. Bê guman têkilîyên Komara Tirkîyê û pergala Sovyetan li hemberî berjewendîyê kurdan bû. Loma rûsan bi tu şeklî êdî piştgirî nedidan kurdên derveyê sînorên xwe. Di salên 1919an heya salên 1930î serhildana Şêx Meh-mudê Berzencî, di 1925an de serhil-dana Azadi (Şêx Seîd), 1926-31an de serhildana Agirî, 1935an de Serhil-dana Sasonê, 1937an de berxwedana Dersimê çêbûn, rûsan hemû serhil-danên kurdan wekî "lîstikên dewletên ewropayê yên emperyalist" didît û piştgirîya tirkan dikir. Kurdên derveyî pergala Sovyetan wekî "gelekî bindest û proleter" nedidît, ev jî nakokîyeke sosyalizma wan bû. Lê di hundir da statuyeke kurdan hebû. Li herêmeke di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de "Kurdistana Sor" wekî xweserî ha-tibû damezirandin, mafê perwerdeyî, rojname, radyo û hwd dabûn kurdên xwe. Ferîk Polatbekov (Hevalê Lenîn bû) û Erebê Şemo jî wek du kurdên komunist û lenînîst di damezirandina "Rûsyaya nû" de cih girtibûn. (Paşê Erebê Şemo çi beg, axa û şêxên kurdên êzdî hene hemû şandibûn sirgûnîyê.) Dema Stalîn bu serokê So-vyetan bi taybetî Kurdên li ser sînorê komara Tirkîyê, hemû li çar terefên so-vyetan belav kir. Di vê pêvajoyê de bi hezaran kurd mirin, bi dehan ronakbî-rên kurd hatin qetilkirin, mişextkirin û zindankirin. Di vê navberê de Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir. Bi he-zaran kurd bûn leşkerên Sovyetê û di şerê li hemberî Nazîyan de jîyana xwe dest dan. Piştî şerê Cîhanê yê Duyem bi destê Sovyetê, Komara Kurdistan ya Mahabadê (1946) hat damezirandin û çend meh şûn de jî hat hilweşandin. Piştî hilweşandinê Mela Mistefa Bar-zanî derbasî Sovyetan bû. Heya sala 1958an li wir ma. Dema ku li Iraqê qralîyeta dîktarorî hilweşîya êdî ew jî vegerîya Kurdistana başûr.

Herweha dema sistema rûsan a sovye-tên sosyalîst belav bû, têkilîyên kurdan û rûsan jî ketin asteke nû, herweha Ocelan dema ku ji Sûrîyê derket (1998) yekem qonaxa wî Rûsya bû. Çûyîna Ocelan ya Rûsyayê bû destpêka dîlke-tina wî ya destê dewleta tirk.

Yanî mirov dikare bibêje ku ji yekem serhildana kurdan ya neteweyî Serhil-dana Bitlîsê (ji ber ku pêşengê vê ser-hildanê damezrênerê "Kurd Teavûn ve Terakkî Cemîyetî"bû.) di balyozxaneya rûsan ya Bitlîsê de bi dawî bibû û dîsa 84 sal şûn de serokê serhildana kurdan ya dawî bi beşdarîya dewleta rûsan teslîmê tirkan kirin. Niha jî em dizanin ku li Sûrîyê û Rojhilata Navîn Şerê Cîhanê yê Sêyem dimeşe ku alîyê vî şerî yek jî kurd û rûs in. Têkilîya rûsan bi kurdên Rojava re bi awayekî dimeşe. Çawa tê zanîn ku di dawîyê de Efrîn eşkere firo-tin tirkan. Tê gotin ku, dema tirk ketin Efrîne, leşkerên rûsan ji şervanên kur-dan re gotibûn "cil û bergên xwe berhev bikin û bicehimin biçin". Û niha jî dikin ku tevahîya Rojava bikin bindestê xwe û paş ve radestî rejîma Esed bikin. Û bi vî şiklî heyfa Şerê Cîhanê yê Yekem ji kurdan hildin. Lê tê zanîn ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de li hemberî wan eşîrên bê çek yên di bin emrê axa-yan de hebûn, lê îro li hemberî dijminên xwe, di bin hêza sirûda Ey Reqîb de û di bin emrê serleşkerên bi rêbaz de bi he-zaran şervanên bi keleş û gelekî xwedî rûhê neteweyî heye. Divê rûs vê rastîye êdî ji bîr neke.

* Doktorê Zanista Polîtîk û Dîrokê

Page 4: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

Gelo ev pangolînek e? Şevşevokek e? An jî dibe ku marek be wekî ku berê jî hatibû bihîs-

tin berî ku bê înkarkirin?

Adeta her kes ketîye dorê ji bo bibe kesê pêşî yê tesbît bike kîjan ajel gunehkar e û bûye jêdera vê koronovîrus a ku bi awayekî fermî Covid-19 hat binavkirin û li Çînê û li welatên din di rewşa kemîn-girtinê de hat hiştin li nava bi sedan milyonan kesên di karantî-nayê de ne an jî li pişt kordonên tendirustîyê tên ragirtin. Herçendî tiştekî esasî be jî ronîkirina vê sirê, îdîayên bêbingeh ên wisa nahêlin em bibînin ku hesasîyeta me ya ku li hemberî şewbên cîhanî her diçe zêde dibe, sedemeka wê ya hê kûrtir heye: hilweşandina bilez a warên xwezayî.

Ji 1940î ve, bi sedan mikrobên nexweşîhilgir li deverên ku berê hîç nehatibûn dîtin, xuyabûn an jî ji nû ve xuyabûn. Mesela ya HIV û ya Ebola li Afrîkaya Rojava û Zika li parzemîna amerîkî. Jêdera piranîya wan (% 60) sewal in. Hin ji wan ji sewalên kedî û dermale- yan hatine wergirtin, lê belê jêde-ra piranîya wan (ji sêyan duduyê wan) ajelên dirinde ne.

Li gel vê yekê jî, di vê yekê de ti sûcekî ajelên dirinde tine. Bêyî em guh bidin nivîsarên bi wêne-yan destekkirî, hewl didin jîyana xwezayî wekî sedema destpêkiri-na van şewbên hilweşîner nîşan bidin, şaş e mirov bawer bike ku ev ajel bi taybetî hatine îstîlakirin bi hêmanên nexweşîhilgirên kujer û amade ne, wan li me belav bikin. Di rastîyê de, beşa herî mezin a mîkroban bêyî ku ti zirarê bidin, di bedena wan de dijîn. Pirsgirêk li cîyekî din e: bi bêdarkirin, ba-jarîkirin û pîşesazîkirina bêra-westan re me derfetên xwegihan-dina nava bedena mirov û lêxwe-guncandinê pêşkêşî mîkroban kir.

Hilweşandina war û hêlînên xwezayî tehdîdeke qirkirinê ye li ser gelek cinsan (1), ku di nava wan de gîyayên dermanî û sewalên ku ferhenga me ya zanîna dermanî hertim xwe spartîyê jî hene. Her çi yên vedimînin, ti rêyeke din tine li ber wan ji bilî bicihbûna li deverên biçûk û tengkirî yên ku ji alîyê wargehên mirovan ve ji wan re ha-tine hiştin. Ev yek digihîje encama îhtîmala mezin a danûstandinên nêz û dubarebûyî li gel mirovan ku derfetê didin mîkroban derbasî bedena me bibin û têde ji rewiş-ta xwe ya bêzirar vediguherînin hêmanên nexweşîhilgir ên kujer.

Ebola ji bo vê rewşê nimûneyeke zelal e. Di vî warî de lêkolîneke

2017an dide zanîn ku vîrusa jêde-ra wê cinsên cihêreng ên şevşevo-ka ye, bêhtir li herêmên Afrîkaya navîn û rojava ku berî demeke nêz tûşî bêdaristanbûnan hatin zêdetir xwe nîşan dide. Dema da-ristan tên birrîn, şevşevok neçar tên hiştin biçin li ser darên bax-çeyên me û li çewlikên me ve-nişin. Ji wir û şûn ve, pir hêsan e mirov dewama vê yekê xeyal bike: mirovek dema fêkîyekî ku bi tifa şevşevok pêve zeliqî gez dike, an jî, hewl dide nêçîra wê bike û vê mêvana nevexwendî bikuje, tûşî mîkrobên di bedena wê de bicihbûyî, tê. Û bi vî awayî gelek vîrûs ku şevşevok hilgirên wan in, lê belê bêzirar in heta ku bi wan re ne, derfetê dibînin der-basî mirovan dibin ‒ bo nimûne Ebola ‒, lê herweha Nîpah (nexa-sim li Malezya an jî Bangladeşê) an jî Marburg (bi taybetî li Afrî-kaya Rojhilat). Ev dîyarde wekî "derbaskirina ji benda cinsan" tê binavkirin. Heta ku ew pir caran rû bide, dikare bihêle ku mîkro-bên heywanan xwe li bedenên me biguncînin û piştî pêşketina rade-yekê jî bibin nexweşîhilgir.

Heman tişt ji bo nexweşîyên ji ker-mêşan derbas dibin jî lê ye, ji ber

ku di navbera rûdana belayên şew-bê û bêdaristanbûnê de girêdanek hat tesbîtkirin (2) ‒ ji bilî vê, ji holêrabûna hêlînên xwezayî bêhtir rengûrû ‒ guherîna wan mijara gotinê ye. Bi daran re, şop û tewên belgên mirî û reh jî ji holê radibin. Av û vemahîyên wê li ser rûyê vê erda reqûrûtkirî hêsantir diherikin û li bin tava rojê dibin çalavên vekêş ji bo kermêşên ku hilgirên malarîyayê ne. Li gorî lêkolîneke ku li diwazdeh welatan çêbûye, cinsên kermêşên ku vektorên hêmanên nexweşîhilgir ên mirovî ne, li herêmên bêdaristankirî du caran zêdetir in ji yên li herêmên daristanî yên dest lêneketî.

Hilweşandina hêlînên xwezayî jî bi guherandina hejmara cinsên cihêreng pêk tê û ev dikare xe-tereya belavbûna hêmanên ne- xweşîhilgir berfireh bike. Bo nimûne: vîrusa Nîl a rojavayî ya bi çivîkên koçber hat veguhes-tin. Li Amerîkaya Bakur, di pêncî salên dawî de li bin bandora windabûna hêlînên xwezayî û hil-weşînên din, hejmara çivîkan % 25 daket (3). Lê belê hemû cinsên çivîkan ne bi heman awayî derb xwarin. Li gorî pisporan çivîkên (warekî xwezayî), wekî darkutik

û mirîşkên avê, ji çivîkên din ên wekî bilbil û qijikan pir dijwartir hatin hingaftin. Her çendî yên pêşî hilgirên qels ên vîrusa Nil a roja-vayî bin jî, yên duyem yên herî xurt in. Ji vir jî hebûna vîrusa li nava çivîkên kedîkirî yên herêmê û bi îhtîmaleke mezin bi navgîna kermêşeke ku bi çivîkekê vedide, derbasî mirovan dibe (4).

Heman dîyarde ji bo nexweşîyên jêdera wan qijnî ne jî, mijara gotinê ye. Bi kotina hêdî hêdî a daristanên Bakur-Rojhilatê Amerîkî, pêşketina jîyana bajarî dibe sedemê nêçîra ajelên wekî xildan ên dibin piştgir ji bo pêşî-girtina li zêdebûna qijnîyan û rêvekirina ji bo rihetbûna cinsên hindiktir bi tesîr di vî warî de, bo nimûne mişkên pê spî û pezkûvî. Encam: nexweşîyên jêdera wan qijnî ne, pir hêsantir belav dibin. Ji nav wan, nexweşîya bi navê Lyme, cara pêşî di 1975an de li Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê xwe nîşan da. Di bîst salên dawî de, heft hêmanên nû yên nexweşîhilgir ên jêdera wan qijnî ne, hatin tesbîtkirin (5).

Xetereyên derketina holê ya nexweşîyan, ne tenê bi hilweşî-na hêlînên xwezayî, herweha bi awayê veguhestina van hêlînan jî tên îfadekirin. Ji bo şikandina bênefsîya xwe, mirov qadeke bi qasî parzemîna afrîkî (6) fireh, bi bahaneya xwedîkirin û mezinkiri-na sewalên şerjêkirinê, reqûrût kir. Hin ji wan bi rêyên qaçax ên ba-zirganîyê an jî li bazarên sewalên zindî (wet markets) tên firotin. Li vir, cinsên ku wê ti caran muhte-melen li nava xwezayê li hev rast nehatana, di nava qefesan hev dibînin û mîkrob dikarin bi rihetî ji yekî derbasî yekî din bibin. Ev cure pêşketina, ku di 2002-2003an de bû zemîna bigewdebûna koronavîru-sa ji şewba sendorma henaseyî ya zêde tûj (SARS)ê berpirsîyar, dibe ku jêdera koronavîrusa nenas a îro ya dor li me girtî be.

Lê belê hê gelek heywanên din hene ku li nava pergala pîşesazîya me ya terşvanîyê digihîjin. Bi sed hezaran heywan li ser zikên hev tên rawestandin heta ku em wan dibin selexanan şerjê bikin: ev jî şertên herî guncaw in ji bo ku mîkrob bikevin nava liv û tevgera veguherîna hêmanên nexweşîhil- girên kujer. Mesela, vîrusên zeke-ma çivîkan, ên di bedena çivîkên avê de, li çewlikên bi mirîşkan da-girtî ku li wir vediguherin û zêde dibin kujer, telefeke mezin dikin ‒

pêvajoyeke wisa ji mêj ve bi hêsanî tê dîtin ku dikare li laboratuwarê ji nû ve were hilberandin. Yek ji vî cinsî, H5N1, dikare derbasî mirov bibe û zêdetirî nîvê kesên tûşî wî bûne bikuje. Di 2014an de li Amerîkaya Bakur, ji bo pêşîgirti-na li belavbûna cureyekî din ê van mîkrobên telefkar, ji neçarî bi deh milyonan balinde hatin kuştin (7).

Sergoyên rêxa garanên me, der-fetên din jî didin mîkrobên ji hey-wanan zêde dibin, ji bo ku derbasî mirovan bibin. Ji ber ku bi qasî ku zevîyên çandinîyê nikarin bi-helînin wekî gubre zêde bermahî hene, bi giştî ev çîyayên sergoyan di çalên nemohrkirî de tên ragir-tin û ev çalên rêxê ji bo bakterîya Escherichia Kolî vediguherin be-hişteke bêhempa. Zêdetirî nivî heywanên çewlikên êmê yên amerîkî tên ragirtin, hilgirên wan in, lê belê ew di laşên heywanan de bêzirar in (8). Tevî vê yekê gava E. Kolî digihîje mirovan, dibe sedemê îshala bi xwîn, ta û nexweşîya akut a gurçikan. Û ji ber ku ne kêm caran bermahîyên pîsîtîya heywanan dikevin nava ava me ya vexwarinê û xwarina me, her sal 90 000 amerîkî bi van mîkroban nexweş dikevin. Her çendî ev dîyardeya veguheran-dina mîkrobên heywanan ber bi hêmanên nexweşîhilgir ên mirovî bi lez dibe, ev niştekî nû ye jî.

Xuyabûna wan a cara pêşî digihîje heta dema şoreşa neolîtîk, serde-ma mirovan dest bi hilweşandina warên xwezayî kirin ji bo firehki-rina zevîyên çandinîyê û kedîki-rina sewalan ji bo wan bikin hey-wanên bar û hilgir.

Li hemberî vê, heywanan jî xe-latên jehrkirî pêşkêşî me kirin: Em di wergirtina mîkrobên ne-xweşîyên wekî sorik û êşa zirav de deyndarên çêleka ne, berazan ku- xika reş dîyarîyê me kir û zekem jî werdekan ji bo me kir xelat.

Pêvajoyê di serdema berfirehbû-na kolonyal a ewropî de dewam kir. Li Kongoyê, rêyên hesin û bajarên ku dagirkerên belçîkî ava kirin, hiştin ku lentîvîrusa li bede-na meymûnên makak ên herêmê bicihbûyî ji bo xwe li bedena mi-rovî bînin veguherîne. Li Bang-ladeşê, brîtanîyan ji bo pêşxisti-na çandinîya riz bi ser herêmên mezin ên avî yên Sandarbans ve girtin û şênîyên vê derê kirin he-defa bakterîyên li nava vê ava tûj xwe radigirtin. Ev şewbên cîhanî yên di encama êrişên dagirker de

4 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Çima Koronavîrus Covid-19 derKet holê?

Li hemberî șewban, hawirnasî

Sonia Shah__________

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Heta sedsala XXIê jî, di çavê karbidestên çînî de, dermanên kevn riya herî baș a têkoșîna li dijî șewba koronavîrûsê bû. Bi sed milyonan meriv rastî astengên cîhguhastinê bûn. Gelo dema ku em ji xwe bi-pirsin nehatiyê, bê çima șewb bi bezeke her ku diçe xurt dibe li pey hev tên?

Page 5: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

berbelav bûn, hê jî di rojevê de ne. Lentîvîrusa meymûna makat bû HIV. Bakterîya avî ya Sun-darbans, ku êdî wekî kolera hat binavkirin, heta niha bûye jêdera heft şewbên din ên cîhanî, ya herî dawî li Haîtîyê xwe nîşan da.

Baş e, ji ber ku em nebûn mex-dûrên pasîv ên vê pêvajoyê, ji bo kêmkirina xetera derketina holê ya van mîkroban em dikarin pir tiştan bikin. Eynî wekî ku tevge-ra One Healty jî bi taybetî hewl dide pêk bîne, em dikarin hêlîn û warên xwezayî biparêzin da ku sewal jî li şûna ku derbasî me bi-kin, mîkrobên xwe di bedena xwe de bihêlin (9).

Em dikarin, li deverên ku mîkrobên sewalan herî zêde guncaw dibînin xwe veguherînin hêmanên nex-weşîhilgir ên mirovî, çavdêrîyeke ji nêz ve saz bikin û yên dikevin nava dilbijîya xweadapterkirina li bedena me ji holê rakin, berî ku ew dest bi hilberîna şewban bikin. Tam jî ev tişt e ku zêdetirî deh sal in hewl didin pêk bînin lêkolînerên bernameya Predickt, a ji alîyê Ajansa Dewletên Yekbûyî ya pêşveçûna navneteweyî (Us-aid) ve tê fînansekirin. Wan heta niha îmza xwe avêtîye bin vedîti-na zêdetirî neh sed vîrusên nû yên girêdayî zêdebûna şopên tilîyên mirovan li ser gerestêrka me, ku di nava wan de kokên heta hingê

nenas ên koronavîrus a dişibin yên SARSê jî cih digirin (10).

Îro, şewbeke nû ya cîhanî kemîn daniye pêşiya me, û ev yek ne tenê ji ber Covid-19 e. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, rêveberi-ya Trump ketiye nava hewldanan da ku pîşesaziyên kanên talankiri-na xwezayê û tevahiya faaliyetên pîşesaziyî ji bacê û her cure rê-ziknameyan mûaf bigire. Ev yek ji bilî xedartirkirina hilweşandina war û hêlînên xwezayî, û destek-dayîna veguhezandina mîkrobî ji heywanan ji bo mirovan wê bi kêrî ti tiştî neyên. Di heman demê de hukûmeta ji niha ve me bêpar dihêle ji derfeta me ya tesbîtkiri-na mîkroba ku wê derkeve pêşiya me, beriya ku ew li her derê belav bibe: di cotmeha 2019an de, wê biryar da dawî bîne li bername-ya Predict. Herî dawî jî di sibata 2020an de, hukûmetê diyar kir ku ew dixwaze para xwe ya ji bo but-çeya Rêxistina cîhanî ya tenduris-tiyê 53 % kêm bike.

Wekî ku epîdemolojîst Brilliant destnîşan dikir, "em nikaribin rê li ber derketina holê ya vîrusan bigi-rin jî, em dikarin rê li şewban bigi-rin". Li gel vê yekê jî, ji bo pêşîgir-tina li şewban, divê bi qasî me hewl daye xweza û jîyana sewalan xira bikin, em ewqas jî bi biryardarî vê sîyaseta xwe biguherînin.

* Rojnamevan. Nivîskara pirtûka bi navê Pandemic: Tracking Contagions, from Cholera to Ebola and Beyond, Sarah Crichton Books, New York, 2016, et de The Next Great Migra-tion: The Beauty and Terror of Life on the Move, Bloomsbury Publishing, Li Londonê, di hezîrana 2020î de wê were weşandin. Ev nivîsar di The Na-tionê de hatîye belavkirin.

(1) Jonathan Watts, "Habitat loss threatens all our futures, world leaders warned", The Guardian, Londres, 17 novembre 2018.

(2) Katarina Zimmer, "Deforestation tied to changes in disease dynamics", The Scientist, New York, 29 janvier 2019.

(3) Carl Zimmer, "Birds are vanishing from North America", The New York Times, 19 sep-tembre 2019.

(4) BirdLife International, "Diversity of birds buffer against West Nile virus", ScienceDaily, 6 mars 2009, www.sciencedaily.com

(5) "Lyme and other tickborne diseases in-creasing", Centers for Disease Control and Prevention, 22 avril 2019, www.cdc.gov

(6) George Monbiot, "There’s a population crisis all right. But probably not the one you think", The Guardian, 19 novembre 2015.

(7) "What you get when you mix chickens, Chi-na and climate change", The New York Times, 5 février 2016. En France, la grippe aviaire a touché les élevages durant l’hiver 2015-2016 et le ministère de l’agriculture estime qu’un risque existe cet hiver pour les volatiles en provenance de Pologne.

(8) Cristina Venegas-Vargas et al., "Factors associated with Shiga toxin-producing Esche-richia coli shedding by dairy and beef cattle", Applied and Environmental Microbiology, vol. 82, n° 16, Washington, DC, août 2016.

(9) Cristina Venegas-Vargas û hevalên xwe, « Factors associated with Shiga toxin-producing Escherichia coli shedding by dairy and beef cat-tle», Applied and Environmental Microbiology, vol. 82, n° 16, Washington, DC, tebaxa 2016ê.

(10) "What we found", One Health Institute, https://ohi.sf.ucdavis.edu

Wergera ji fransî: Baran Nebar

AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 5

Martine Bulard

Kesekî li paytexta Çînê dijî bi van gotinan şahidîya rewşê dike: "Pekîn dişibe bajarekî xeyaletan". Li ser fermana raye-

daran, herkes li mala xwe dimîne. Li seranserî welêt, tê gotin li 760 milyon kesî derketina derve hatîye qedexekirin û der-ketina wan hatîye sînorkirin û bi kontrol pêk tê. (1) Her roj, "statîstîkên der barê koronovîrûs û agahîyên têkildarî mijarê dişînin ser telefona me ya destan".

Bi vî awayî, 18ê sibata 2020î, dihat piştrastkirin ku 70643 kes nexweş in li welêt, 10853 kes baş bûne û 1772 kes mirine. Ro-jek berê, ji bilî daneyên rojane, herweha di agahîyan de hişyarî hebû ku polîs "zêdetirî 16,3 milyon maskeyên sexte li Wuhanê desteser kirine". Wisa xuya ye, desthilat, bi hêvîya pêşîgiritina li her nerazîbûnê, dixwaze întîbayeke wisa bide wekî ku şefaf-bûnê diparêze û herweha danûstandina xwe ya bi gel re jî.

Tu kes nizane ka ev amar, ku ji ber firehbûna vî welatî komki-rina wan pir zehmet e û liv û tevgerê dixwaze, rastîyê nîşan didin an na. Hejmara kesên bi nexweşîyê dikevin rojane wekî ku hinek dadikeve, lê belê tu kes nikare bibêje ku ev dake-tin wê berdewam be. Ji bo vê gavê, divê mirov xwe bispêre agahîyên ji alîyê Rêxistina Tendirustîyê ya Cîhanî (RCTê): vîrus ji ya Sendroma Henaseyî ya Tûj (SARS, 2002-2003)ê pir zûtir belav dibe, lê belê rêjeya mirinê ji ya wê bi awayekî zelal qels-tir e (li derdora % 2). Ger di nava du mehan de, wê 2000 kes kuştibin, li vî welatê ku 1,4 milyar kes lê dijîn, her meh derdora 80000 kes dê bimirin. Îca, encamên vê şewbê yên aborî, civakî û sîyasî di asta neteweyî û cîhanî de ji tesîra rêjeya kujerîya wê pir mezintir in.

Ji ber vê dorlêgirtinê, aborîya welêt jî di rewşeke giran de ye. Aborîzan li bendê ne ku di mezinbûnê de ew ji 1 heta 1,5 puan paş keve ango leza wê ya mezinbûnê wê dakeve bin % 5 – ku di sî salên dawîyê de tu caran neketîye vê asta nizm! Aborîya cîhanî jî, ku nîsbet bi salên 2002-2003, pir zêdetir bi hev ve girêdayî ye, dikare para xwe ji vê êşê bigire. Her tişt maye li ser dirêjbûna wextê şewba cîhanî. Kes gumanê nake ku hikûmeta Çînê wê tedbîran bigire û ji bo zivirandina çerxa xwe ji nû ve bikeve nava hewldana şixulandina makîneyê. Wekî din, divê de-poyên xwe ji nû ve tije bike, ji ber ku ji niha û şûn ve piranîya baterîyên elektrîk ên erebeyên li cîhanê an jî piranîya derma-nan, bo nimûne wê li ser xaka Çînê bên hilberandin.

Derengmayîna wergirtina tedbîrên pêşî yên rêveberên bajarê Wuhan – ku ji kar hatin dûrxistin, tevî ku walîyê eyaleta Hubei nêzekî M. Xi Jinping be jî –, mirina doktor Li Wenliang, hê ji nîvê meha çileya pêşî ve li zengila pêşî ya xetereyê dabû, gelek tesîr li çînîyan kir û bi taybetî bawerîya wan a bi serok Xi, ku heta niha bêkêmasî bû, hinek qels kir.

Awayê şixulandina pergalê niha mijara guftugoyê ye. Ev manşeta rojnameyeke aborî, Caixin (2) ku li kolaneke Pekînê hatîye raxi-stin, têra xwe watedar e: "Şewba koronavîrus ji bo dewleta hiqûqê ezmûnek e." Û vê manşetê dû re weha rave jî dike: "Rewşa niha em pê re rû bi rû ne, ne bahaneyek e ji bo paşguhkirina pren-sîba dewleta hiqûqê." Ev nerazîbûn dikare derbasî wêdetirî rewşên Chen Qushi û Xu Zhangrun bibe. Yê pêşî rojnamevan e û her roj şahidîya rewşê dikir, yê din jî profesor e û her du jî niha li malên xwe hepiskirî ne. Lê belê vê gavê wisa xuya ye ku hê jî hêrs nefûrîyaye.

Li hêla din, li derve, "şewba cîhanî ya dijminatîya bîyanîyan" (3) bi giştî li hemberî asyayîyan û bi taybetî li hemberî çînîyan li ber çavan e. Li Fransayê, ji ber vê yekê çînîyan li ser tevnên medya civakî ev hashtag dan destpêkirin: "ez-ne-virusek-im".

(1) Raymond Zhong et Paul Mozur, «To tame coronavirus, Mao-style social con-trol blankets China », The New York Times, 16ê sibata 2020ê.

(2) "Editorial: Coronavirus epidemic poses test for rules of law", Caixin, Pékin, 18 février 2020.

(3) Sonia Shah, "The pandemic of xenophobia and scapegoating", Time, New York, 3 février 2020.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Şewbek dikare yeka din veşêre

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Page 6: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

6 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Bi giştî, du derîyên li hemberî hev hene ji bo ku nexweşê serhişk û êrişkar karibe were

zeftkirin. Qaryola bi zemînê ve hatîye sabîtkirin: carna li hundir destşokek heye, carna jî tine; li hundir carna avrêjxane heye, car-na jî tine, tenê "satileke bê derxûn (qapax) datînin hundir û jê bêh-neke genî ya mîzê û gû difûre"; bi her halî, gava nexweş girêdayî ye, ew pirî caran di bin xwe de dike. Car caran, hin çareserîyên biçûk tên dîtin, bo nimûne ji vê nexweşa ciwan re ev salek e ev çare hatîye dîtin: "Di navbera çar stûnan de hatîye astengkirin lê belê du heb ji wan li gorî ku wê karibe rihet tevbigere hatine eyarkirin û bi vî şêweyî ew bê alîkarîya kesên din dikare bi des-tekî xwe kulêmaka xwe deyne ser zemîna pêwîst". Bi giştî li odeyê zengilê hawarê tine: nexweş ne-çar e biqîre ji bo karibe xwe bide bihîstin, an jî, eger ew ne girê-dayî be jî, neçar dimîne "li derî bixe heta ku xwe birîndar bike".

Xwarina xwe, ew gelek caran li erdê, rûniştî dixwe û nivîna xwe jî ji bo xwarinê wekî mase bikar tîne û bi amadebûna du hemşireyên li ser pîya li pêşberî wî disekinin. Ew carna tazî ye, lewre, wekî ku ew dibêjin, ew ji "rîska xwekuş-tinê" ditirsin; eger ne tazî be, bi şev û roj pîceme lê ye. Ew pîceme yên nexweşxanê ne helbet, ji ber ku derfetên wî tinin xwe bigihîne kincên xwe yên şexsî. Car heye tê jibîrkirin ka ew ji kengê ve li nexweşxaneyê ye: "Nexweşnêr ên ku pir caran û ji demeke dirêj ve li vir wezîfê dikin dibêjin wan hertim ew li vir dîtîye." Serdana kesên din lê hatîye qedexekirin. Li hinek nexweşxaneyan, vîde-oyên çavdêrîyê, mîkrofon û ka-merayên termîk li odeyên tecrîdê tên ceribandin. Ji hingê û şûn ve jî li ser ekranê her tişt li ber çavê kesên din in. Ev tişt hemû ne xeyalî ne. Ev hin beşên sê raporên li ser mija-rê yên Mme Adeline Hazan in. Ew venêrîyê dike. Wê di adara 2016an de ji bo navenda psîko-

terapîya l’Ain (Bourg-en-Bresse)ê; di adara 2018an de ji bo naven-da pêşwazîkirina nexweşan a za-nîngeha Saint-Étienne (Loire); û di çirîya paşî ya 2019an de jî ji bo navenda pêşwazîkirina nexweşan a Rouvray, li Sotteville-lès-Rouen (Seine-Maritime)ê, sê "pêşnîyar-nameyên lezgîn" amade kirin. Ev bûyerên dramatîk – Mme Hazan behsa "binpêkirinên xedar ên mafên nexweşan dike" – nîşan didin ku yên êşa buhrana psîkîya-trîyê dikşînin, pêşî nexweş in. Me li jor behsa dorlêgirtin û tec-rîdê kir: em dikarin mijarê li ser dînên li kolanan bidomînin – % 30’yê kesên ji malên sabît bêpar in (SDF) îşaretên nexweşîyên hişî yên dijwar (1) li cem wan xuya di-kin –, an jî hê zêdetir li cem kesên li girtîgehan dirizin – % 35 heta 40ê girtîyan ji alîyê hişî ve wekî nexweşên pir giran tên hesibandin (2). Em herweha dikarin gotinê bînin ser terkkirin û vehêlanê ku ew mexdûrê wê ne, çi yên di nava malbatan de, çi yên nizanin êdî çi bikin û çi jî yên li nexweşxaneyan, deverên ku derfet kêm in û tirsa

nebûna ewlekarîyê, wan ji gelek aktîvîteyan bêpar dihêle, li gel en-cama vegera tembelîyê, tengezarî û "kronîsîzasyonê", ango, xwe girtina psîşîk.

«Pirsên» kokbirkirinê Balkêş e, medya vî alîyê tirsnak û belloq ê buhranê pir kêm caran dike mijar. Ew bêhtir tercîh dike behsa bendemayîna bi mehan ji bo randevûgirtina li navendeke medîko-psîkolojîk (CMP), bike; an jî balê dikşîne bêderfetîya ne-qandina doktorê xwe, an jî kêm-bûna nivînan – bêyî ku mijarê bibe bigihîne berpirsîyarîyê – û sektorê wekî berpirsyar bibîne. Di rastîyê de, jêdera buhranê destkişandi-na ji psîkîyatrîya sektorê ye, ku ew ne wekî rêxistineke îdarî, lê belê wekî pêleke ramanê ya ku di dîroka psîkîyatrîyê de şoreş pêk anîye tê fêmkirin. Ji bo fêmkirinê, divê ji dînî-tîyê were destpêkirin. Dezgeha psîkîyatrîyê dînan wekî mirovên temam dinirxîne. Psîkoterapê psî-kozê Gaetano Benedettîyê îtalî li

ser mijarê weha dinivîsand: "Mi-rov dikare şaşîyan bike, lê belê eger em ji awayê hebûna wî ya mi-rovî re rêzê bigirin, nexweş wê ji ber wan şaşîyan li me bibore (3)". Eger dînîtî "awayekî hebûna mi-rovî" be, ev bi tevahîya yekpare-bûna wî, hestên wî, tengezarîyên wî, êşên wî, dilbijîyên wî û dîroka wî ya şexsî re, ango bi her tiştên ku wî dikin hebûneke xweser re têkildar e. Bi awayekî din mirov bibêje, dînîtî ne wekî nexweşîyeke din e: ew patolojîya kesekî ye. Ew aîdî mirovahîyê ye; ji ber vê yekê divê ew li nava cîhana mirovî were pêşwazîkirin. Ji bo vê, divê têkilî bên birîn ji sedsalên dîrokê ku hingê dînî-tî dihat paşguhkirin, cezakirin, îşkencekirin, girtin û şewitan-din. Ji bo rizgarîyê em wêrekîya afirînerên dezgeha psîkîyatrîyê dipîvin; wêrekîyeke wekî ya Phi-lippe Pinel, ku di pêvajoya Şoreşê de, dînên li nexweşxana Bicêtre ji zincîrên wan rizgar kirin û bi vî awayî psîkîyatrîya fransî ava kir. Ji bo wî, bi kesekî dîn re hertim beşekî aqil ê ku divê mirov xîtabê wî bike heye. Bavê psîkoterapîyê jî xwe dispêre vê yekê û behsa "te-dawîya moral" dike. Bi rastî jî, tedawî dimîne li ser nêrî-na mirov a der barê dînîtîyê de. Û ji bo di nava civaka mirovan de bijî, pêwistîya merivê/a dîn bi alîkarîyê heye. Hilweşandina dîwarên tî-marxaneyê ne bes e, wekî raporeke parlementerekî ku berî demekê pêşnîyar dike (4), "tedawîya li ser pîyan were kirin" jî ne bes e. Bêyî têr cîyên pêşwazîkirinê, bêyî nexweşnêrên têra xwe qelebalix û baş perwerdekirî, bêyî danûstandi-nên mirovî, derzîkirin, bitenêhiş-tin, derîlisergirtin, likolananhêlan an jî girtin pir dûrî çareserîyê ne. Tedawî, ji têkilîyê pêştir ne tiştekî din e. Derman ji bo te-dawîyê alîkarîyeke sînordar e. Ji bo pêşwazîkirina mêr an jî jina ku di nava êşeke giran de ye, divîya-bû psîkîyatrîyeke nû ya ku hem li nava bajêr hem jî bi bajêr re bixe-bite, were afirandin: Komele, şare-dar û hilbijartî, xebatkarên civakî û klubên werzişê, dadger, agirkuj û polîs, rêxistinên avahîyên kirêya wan erzan (HLM), dezgehên kul-turî, malbat… her tiştê ku civakê pêk tînin. Ev psîkîyatrî nema bi teqezîyên xwe yên dermanî derî li xwe digire. Ew têkilîyên xwe ji na-vendgirîya nexweşxaneyî qut dike. Divê her tişt li gorî nexweşan were fikirîn û bicihanîn: "Midûrê nexweşxaneyê, nexweşek e", ev tesbîta psîkîyatr Philippe Koechlin (5) bû. Bi temamî ji bo wî, wê nexweşnêr bên perwerdekirin, ekîbên karibin karûbarên lênêrî-nê li hundir û derveyî nexweşxa-neyê bidomînin, werin sazkirin, psîkîyatrîya sparîşkirî were çêki-rin, navendên pêşwazîkirinê yên li deverên cuda yên bajêr, li nêzî mala wî bên avakirin… Di dawîyê de, ji ber ku ew ji sînorê dînîtîyê wêdetir diçe û bi tevahîya danû- standinên civakî re têkildar e, eger

dema Ku dermanKirin Cîhê xwe dide birêveberîya nifûsê

Di psîkîyatrîyê de, dema odeyên tecrîdê

patricK coupechoux *__________

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser tuwalê, boyaxa rûnî, 60x80 cm

Terkkirina nêrîna mirovî ya li dînîtîyê û lênêrînê leza kûr-bûna buhrana di psîkîyatrîyê de zêde kir. Di encama vê yekê de jî em gihîştin ser-dema dorlêgirtin û tecrîdê (îzolekirin). Li gel vê yekê, her diçe zêdetir binpêkirinên xedar ên mafên nexwe-şan jî xwe didin der. Ked-karên nexweşxaneyan ji bo dawîanîna li tedawîya xirab a nexweşan derfetan dixwazin.

Page 7: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

7AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

em dîsa xwe bispêrin formula fîlozof Cynthia Fleury (6), "lê-nêrîn humanîzm e". Çi rû da ku ramaneke ewçend nûgir ku di salên 1960-1970yî de derket holê, nikare li hemberî ezmûna demê li ber xwe bide? Li nava sedemên em dikarin bidin pêş çend jê ev in: Nebûna angaj-manên piranîya psîkîyatran, ku tê de ji bo statuya xwe gefek dîtin; dijberîya psîkyatrîya zanîngehî ya pala xwe dide destekên bîyolojîk; burokratîzekirin, li bin bandora rêveberan, li gel nebûna kambax a derfetan, girtina bi hezaran ni-vînên nexweşxaneyî li nexweşan bêyî ku navendên pêşwazîkirinê pêdivîyên wan dabîn bikin, temîn bikin, ji ber nebûna sermayeya pêwist di vî warî de. Herweha hinek sedemên din ên giştî hene ku tesîrê li vîzyona dî-nîtîyê dikin. Zexta neolîberal, ku tê wateya endîvîdualîzmê, pêşba-zî, berxwurîya fizûlî, tirsên pir û gur, prensîba tevdîr û bêaramîyê –ewçend "nirxên" ku wê li dijî yên dezgeha psîkîyatrê bin. Ev dezgeh karê wê bi gişan re hebû– û hê jî heye. Vîzyona serdest îro sê rû û alîyan radixe pêş çavan. Rûyekî zanistî: nexweşîya hişî wekî her nexweşî-yeke din e. Ew encama xirab xebitîna mejî, pergala sînîr an jî navgîna genetîk e û ev tesbît nabe sedemê ti gengeşîyekê. Bavên psîkîyatrîya sektorê piştrast di-kirin ku psîkîyatrî tam li çaryana gelek waran e: tib, psîkolojî, ci-vaknasî, antropolojî û sîyaset. Ji niha û şûn ve, tenê dengek heye û bê navber wê bê gotin ku ji niha û şûn ve ti tişt bi qasî îdeolojîyên kevin ên wekî psîkanalîzê ku divê were marjînalîzekirin, bi tesîrtir û pragmatîktir li zanistê naxe. Ev yek dibe sedem ku nexweş wekî eşya were dîtin. Psîkîyatr piştî dibe pispor, wekî ku yê li pêşberî wî, ne mirov e, ne jî nexweş, ew li pêşberî xwe tenê nexweşîyê di-bîne. Ew êdî nabîne ku kesekî êşê dikşîne û hewl nade jê fam bike, ji ber ku tiştê pê re rû bi rû ye, rêzek "pirsgirêk" in û divê ji holê werin rakirin. Ji ber ku li gorî wî ev pirsgirêk bandorê li liv û tev-ger û pergala civakê dikin. Bi awayekî mentiqî, derman ji lê-nêrînê pir zêdetir, bûye dilê tiştê ku wekî tedawî tê binavkirin. Û laboratuwarên mezin ên derman-çêkirinê, ku ew bi xwe vê çerxê bi rêve dibin, vê rewşê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Li gel vê yekê jî, zanist nikare ji bo dînîtîyê îzaheke global bike. Heta psîkatrîya amerîkî jî vê yekê qebûl dike. Berî çendekê nivîseke lêkolînerên bi navên Caleb Gard-ner û Arthur Kleinman di kovara pir navdar a amerîkî The New England Journal of Medicine de derket ji vê yekê re şahidîyê dike, weha dinivîsin: "Keşfên nû di ge-netîkê û neurozanistê de coşeke mezin didin mirovan, lê belê ew keşf hê jî pir dûr in ji bo bi-

bin alîkarîyên cidî ji bo kesên li nexweşxaneyan, klînîkan û de-verên venêrîna tenduristîyê. Eger kompleksbûna heyîna mirovî li ber çavan bê girtin, ev dûrbûn ne tiştekî ecêb e." (7) Û ji bo bi zelalî raxin pêş çavan, weha lê zêde dikin: "Psîkîyatrîya bîyolojîk heta niha nekarî xwe bigihîne serketina hilberîna mo-deleke teorîk ya yekpare ya pirs-girêkeke mezin a psîkîyatrîk." Di 2013an de, guhertoya dawî ya în-cîla psîkîyatrîya amerîkî, Pirtûka destan ya teşxîs û amara pirs-girêkên hişî (DSM-5), bi hêvîya ku nîşaneyên şîzofrenîyê karibin têde cih bigirin, şûna versîyona încîla sala 2000î girt. Badilhewa; ji alîyekî ve, zanist wekî ku wê karibe her tiştî rave bike tê dîtin; ji alîyê din ve, ew ti tiştî rave nake, û ev jî liv û tevgerên arkaîk ên beramberî dînîtîyê û bi taybetî jî tirsê diafirîne. Piştî rûyê zanistî, niha jî rûyê rêve-berîyê. Bi dehan salan e, nexweşîya hişî wekî barekî diravî tê dîtin: hûn karkerekî tûşî şîzofrenîyê bûye "ta-mîr nakin". Çima, madem wisa ye, ewçend pere lê werin xerckirin, û gelo "vegera pereyê lê tê xerckirin" îhtîmaleke qels e? Bi derbasbûna salan re, psîkîyatrî di encamê de ji nû ve hat birêxis-tinkirin. Bo ninûme, li gel vegera her diçe zêdetir ber bi pêşwazîki-rina bi patolojîyê – tevî ku heta hingê dezgeha psîkîyatrîyê kes, rewşa wan çi dibe bila bibe, berî-ya teşhîskirinê – pêşwazî dikirin. Dîsa eynî wisa, dezgeh li hev ha-tin gihandin, bi armanca "di kom-kirina hawuzekê de" derfetan, ji bo afirandina "qadên" bi awayekî mecbûrî zêdetir qelebalix û pir dûrtir ji nexweşan. Îdarekirina buhrana nexweş li nexweşxanê radestî nexweşxaneyê hat kirin, ku vê jî rewş veguherand sîyase-ta sergêjkirinê: li nexweşxaneyê razandin, jê derketina her diçe bi leztir, vegera piştî demeke din û her bi vî awayî dewam kirin... Her diçe, zêdetir, "birêveberina" nexweşên kronîk radestî komele-yan hat kirin. Hewl tê dayîn dok-torên malbatê werin bikaranîn. Gerînendeyên van sazîyan êdî ne psîkîyatr in, lê rêveber û "patron" in, li gorî gotina M. Nicolas Sar-kozy dema ku hê serokkomar bû di axaftineke xwe ya li nexweşxa-neyeke li Antony de, di 2008an de anîbû ziman. Di wateya humanîst a peyvê de, eger sazî xemsar be di tedawîyê de û xema wê tenê mijûl-bûna bi karûbarê birêvebirina pe-reyan be, çawa tedawî were kirin? Ev jirêderketina îdarî ekîbên ku êdî ji xwe dipirsin ka ji bo çi ew hertim wextê xwe bi komkirina da-neyan xerc dikin, zêde bêzar dike. Ji ber ku ew nikarin wextê xwe bi nexweşên xwe re derbas bikin. Wekî din, alîyekî din ê mijarê jî ewlekarî ye. Xetera li ber çavan e. Di axaftina xwe ya li Antony de, M. Sarkozy bi israr goti-bû nexweşên hişî xetere ne. Û ji nexweşnêrên amade re jî gotibû:

"Wezîfa min, wezîfa we, herweha parastina civakê û welatîyên me ye jî." Kesên paşî şûna Sarkozy girtin jî li dijî van gotinên wî tiş-tek negotin. Helbet encamên vê yekê tirsnak bûn. Ji alîyekî ve, 70 milyon euro hat dayîn ji bo bicihkirina pergalên ewlekarîyê, kar dayîna nobedarên ewlekarîyê û çêkirina odeyên nû yên îzole-kirinê. Ya xirabtir jî: nexweşên hişî ji niha û şûn ve wekî kesên pênebawer tên hesibandin û bi xwe spartina gotinên serokomarê berê, liv û tevgera wan jî weha tê binavkirin: "şîdeta fûrîyayî, ne-payî û ji nîşka ve". Ji vê yekê jî tirsa arkaîk a ji "dînan" ji nû ve tê zindîkirin.

Tirsa kevnar a ji dînan Ji niha û şûn ve wextê kesek were nexweşxaneyê û kêlîya ku krîz pê re nema – bi derbên derzîyan –, nexweşnêr jê dipirsin ka "projeya wî ya jîyanê" çi ye. Dû re, wê jê were xwestin ku bi pêkanîna vê projeya xwe bikeve nava hewl-dana xwe ya "başkirin"ê. Eger ew nikare vê yekê bike – û jixwe pi-ranîya nexweşan jî nikarin, bi tay-betî jî yên ji ber patolojîyeke giran êşê dikşînin –, eger ji qewlî ber-pirsîyaran ve ne xwedî wê rewşa "guncav" be, hingê êdî biryar e ku

nexweş biçe cem nexweşên ku divê di bin çavdêrîyê de bin. Em hingê êdî ne di rewşa tedawîyê de ne, em dikevin ber destê kesên ahalîyê birêve dibin. Zanistîtî û psîkîyatrîya derman-çêkerî, di halê xwe de hiştin û wekî tişt ango obje nirxandina nexweşan, dînîtîya birêvebirinê, sefaleta derfetî, dawîya fikirî-na li ser dînîtîyê, ev giş me ber bi windabûna hestan ve dibin. Nexweşnêr xwe bê taqet hîs dikin û nizanin çima dişixulin; stajîyer psîkîyatrîyê nema tercîh dikin; yên din bêhtir dixwazin xwe bi ekzersizên serbest baş bikin. Pê-vajoyên ji rêzê nîşandana xirabîyê yên mirovahîyê ber bi barbarîyê ve dibin û dehşetên ji alîyê Mme Hazan ve hatine destnîşankirin, li ber çavên me rû didin. Ev buhran a cîhana me ye. Yên mijara gotinê, ne tenê dîn in. Statuya wan, wekî hercar, dibe nîşaneyek ji bo bê fêmkirina ka di kûrahîya civakê de çi diqewime. Înkarkirina mirovbûnê li ser kar e û li pêşîya me jî çaleke bêbinî heye. Wekî fîlozof Henrî Maldi-ney digot, "Her diçe psîkîyatrî ji mirovan xalî dibe, lê belê kêm kes vê yekê ferq dikin, ji ber ku mirov ji mirovî jî xalî dibe". (8)

* Rojnamevan, nivîskarê berhema bi navê Mirovekî wekî we. Ceri-bandin li ser dînîtîya mirovahîyê, Weşanên Seuil, Parîs, 2014.

(1) Alain Mercuel, "SDF. Aspect psycho-pathologique et comportement" (Bergeha psîkopatolojîk û livûtevgerê), Bulletin de l’académie nationale de médecine, Paris, 5 février 2013

(2) "Prison et troubles mentaux : comment remédier aux dérives du système français", rapport au Sénat, (Zindan û pirsgirêkên hişî: çawa averêbûnên pergala fransî dikarin bên sererastkirin", rapora ji bo Senatoyê), Paris, 5 mai 2010.

(3) Gaetano Benedetti (1920-2013), La Psy-chothérapie des psychoses comme défi exis-tentiel (Psîkoterapîya psîkozan wekî dijwarîyeke hebûnî), Érès, coll. "La maison jaune", Tou-louse, 2003

(4) Rapport de la commission des affaires so-ciales sur l’organisation de la santé mentale, Assemblée nationale, (Rapora komîsyona karû-barên civakî li ser rêxistina tenduristîya hişî, Meclî-sa Neteweyî), Paris, 18 septembre 2019

(5) Edmée et Philippe Koechlin, Corridor de sécurité, (Korîdora ewlekarîyê), Éditions d’une, Paris, 2019

(6) Cynthia Fleury, Le soin est un humanisme (Lênêrîn humanîzm e), Gallimard, coll. "Tracts", Paris, 2019.

(7) Caleb Gardner et Arthur Kleinman, "Medi-cine and the mind: The consequences of psy-chiatry’s identity crisis" (Derman û Hiş; encamên krîza nasnameya psîkîyatrîyê), The New England Journal of Medicine, Boston, 31 octobre 2019.

(8) Henri Maldiney (1912-2013), "L’homme dans la psychiatrie" (Di psîkîyatrîyê de mi-rov), Revue de psychothérapie psychanalytique de groupe, (Kovara psîkoterapî ya psîkanalîtîk a

komî) n° 36, Toulouse, 2001

Wergera ji fransî: Baran Nebar

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Page 8: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

8 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Damezirêner û gerînen-deyê rojnameya Agosê Hrant Dink, di salve-gera 13. ya qetilkirina

wî de hate bibîranîn. Wekî her sal, îsal jî di 19ê çileya paşîyê de li ber derîyê avahîya Agosê merasimeke yadkirinê li dar ket. Bi boneya sal-vegera kuştinê; Selahattin Demir-taş, Osman Kavala û Ahmet Altan, ji bo Hrant Dink nivîsandin. Me jî ji bo xwendevanên xwe, nameyên ku Demirtaş, Kavala û Altan ji bo Dink nivîsandîbûn û di rojnameya Agosê de hatibûn weşandin wer-gerandin kurdî.

Selahattin Demirtaş Hin kes ermenîbûna te

ji xwe re dikin derd

"Hrantê xoşewîst, merheba.Dema min dît ku di nav nameyên vê hefteyê de ya te jî hebû, ez zêdetir kêfxweş bûm. A rastî, ez agahîyên te û silavên te ji parêze-ran digirim, lê ez wê dostanîya te ya germ ku bi destnivîsa te gihîş-tibû min, di kûrahîya dilê xwe de his dikim.

Te li tendirustîya min pirsîye, ez ê bibêjim; ‘wekî welat im’, tu yê jî bibêjî; "qey tu ewqas xirab î":) Na, ez ewqas ne xirab im, di van deman de, yên ku rewşa wan ji ya welêt xirabtir kes nîne. Ez baldarî xwe me, meraq neke. Hevalê min ê odeyê Abdullah Zeydan baş li min dinêre, her tim bala wî li ser min e. Herhal ev jî ji bo min şan-seke ku ez ne tenê me.

Lê ya rastî ez we meraq dikim. Ji bo derve tê gotin ku, wekî reşayî-ya qetranê ye, herkes bi kul e. Gir-tina nefesan jî her ku diçe dijwar-tir dibe. Tê fêmkirin ku mîmarên împaratorîya tirsê vala nasekinin. Ji bo ku her roj zilmê bibarînin, di nav hewildaneke bêsînor de ne. Gomez digot; ‘xewna împarator kabûsa xelkê ye’. Xuya ye "împa-ratorê me yê bê dîploma" van de-man gelek xewnan dibîne.

Helbet em tiştên ku hêvîyên me mezintir dikin jî dibihîzin. Li cihê ku zilim hebe berxwedan jî heye, berxwedan hebe, hêvî jî heye. Di vê demê de tê guftûgokirin ku, ji her alîyên civakê ve, ew kesên bawerîya wan bi aştî û azadî, bi demokrasîyê hene, dikarin tifaqên xurt di nava xwe de çêbikin. Sî-nordar be jî em hewl didin bi rêya rojnameyan bişopînin. Tu ji xwe herdem di nav van xebatan de yî û ji me baştir dizanî. Em jî van hewildanan gelek girîng û nirx-bilind dibînin. Hêvî dikim ku ev xebat bê asteng bên domandin, en-camên erênî ku gelê me bi hesret û kelecan li bendê ye jê derkeve û blokeke demokrasîyê ya bingehfi-reh bê avakirin.

Heger ji rojhilat heta rojava her-kes dest bide hev û têkoşînê gur-tir bike, piştî wê hêsan e. Li gor min, heger rêveberîyek ku rêza wê ji azadîyan re hebe û girêdayî demokrasîyê be vê peywirê hilgire ser milên xwe, wê demê hevgirtin û piştevanîya me ya navxweyî berpirsîyarîyeke dîrokî, sîyasî û exlaqî ye. Em ê ji vir, bi kelecan û baldarî van xebatan bişopînin. Heger tiştek ket ser milê me jî, em jî li vir amade ne. Tenê xeberekê bişîne.

Dostê min ê hêja

Tê bîra te, nizanim. Tu di 2001an de ji bo konferansekê hatibûyî Amedê. Ez jî wê demê di Kome-leya Mafên Mirovan a Amedê de wekî parêzerekî ciwan wezîfedar bûm. Ê, tu jî gelek ciwan bûyî. OHAL berdewam bû, hîn neha-tibû rakirin. Destûrgirtina ji bo panel û konferansan gelek zehmet bû. Dîsa bi zorê be jî, ji bo wê konferansê destûr hatibû girtin.

Me tu zor bela qanî kiribû

Wan deman diviyabû, mînakên qeydên nifûsan yên hemû axavt-vanan tevî senedên îkametgahan û qeydên sabiqeyan berîya civî-nan me bidana midûrîyeta ewle-karîyê. Bi karên burokratîk re ez mijûl bûm. Em li te gerîyabûn û me ev dokument xwestibûn, pêşî tu hinek heyirî mayî. Te gotibû; "gelo tiştek wisa dibe?’ Me tu zor bela qanî kiribû. Lewre, me ge-lek dixwest tu bêyî Amedê û bibî mêvanê me, tevlî konferansê bibî. Dema ku hemû ewraqên axavtva-nan gihîştin me, me jî serî li ew-lekarîyê xistibû. Amîrê polîsan li ewraqan mêze kir û weha got; "Hûnê gazî ermenîyekî bikin?’ Di rûyê wî de îfadeyeke vereşînê û biçûkdîtinê hebû. Ji hêrsa heta guhên xwe sor bûbû. Heger di navbera me de guftûgoyek an şerek derketa, wê çalakî betal/qedexe bikira. Min nefeseke kûr kişand û dûre min jê re got; em bi zanebûn gazî wî ermenîyî dikin. Heger dema te çêbû, hûn jî we-rin û guhdarî bikin, dibe ku hûn jî fêrî hin tiştan bibin." Miqabilî vê axavtina min, mêrik bi rûyekî tirş û nexweş li min mêze kir.

Hin kes însanetîya te nabînin

Welhasil bi awayekî destûr dabûn me, hûn tev hatibûn û axivîbûn. Tê bîra te konferanseke serkevtî û bi bandor çêbûbû. Lê min ji bîr kiribû ku ji te re bibêjim, piştî wê rojê, hin kes însanetîya te nabî-nin, ermenîbûna te ji xwe re dikin derd. Dema ku yê vî tiştî bibêje ger amîrekî polîsan be, bivênevê meriv ditirse. Heger berpirsên ew-lekarîya kesan wisa bifikirin, wê demê wê kî kê biparêze, ne wisa?

Pir dem derbas bû di vê navberê de, lê dîsa jî tu herdem li xwe hay-dar be. Dema meriv di hefsê de be, ji bo nas û xizmên xwe hîn hestî-yar dibe, çi zanim. Wisa ji hundirê min hat, dinivisînim, off ya, mija-rek e ku merivan aciz dike, ez dev ji vê mijarê berdidim.

Xwîşka Rakel çawa ye? Zarok, yên di Agosê de, hemû baş in gelo? Tevî Abdullah gelek silavên me li wan bike, xoşewîstîyên me

bigihîne wan ji kerema xwe. Tu jî dizanî, navê keçeke min jî De-lal e, tesaduf bûye, lê xweş bûye:) Hêvîdar im hemû Delal her azad û bextewar bijîn.

Ya rastî gelek tişt hene ku meriv binivîse, lê ez wan ji derve re dihê-lim. Dixwazim, di demek nêzîktir de em bi malbatî li ser sofreyeke bi kêf bên cem hev û sohbetên me yên bêdawî çêbibin. Em ê bi xwişka Rakelê re mezeyên xweş amade bikin, dibe ku ezê lêxim û tu yê bistirê:

Ev çi feryad e bilbila dîwanê Bila ev feryada te ji bo dayîka min Gulşenê be Heger tu li vê dînyayê negihîjî mi-razê xwe Bila bimîne dîwana mehşerê dayî-ka minLi gel silav û rêzên min, însanê spehîEm ê rojekê bigihîjin hev

Osman KavalaEm ê bi berdewamî daxwaza

dadmendîyê bikin

"Ev bû cara sêyem, îsal jî, ez ê bi we re, di 19ê çileya paşîyê de, bi hevalên Hrant re nikaribim li ber derîyê Agosê bim. Ez ê li ser wê-neyê Hrantê xoşewîst ê ku bi teyrê qaqlîbazan re dixuye bifikirim û li qaqlîbazên ku di ser serê min re difirin temaşe bikim û Hrant bi bîr bînim.

Bîranîna Hrant, çawa ku însanek, li hemzayendên xwe, li hemwe-latîyên xwe çiqas bi hêsanî dikare xirabîyekê bike, wekî rastîyeke tahl li rûyê meriv dixe.

Lê heger dema meriv Hrant bifiki-re, wê demê jî, li hember hezim-kirina tiştên ku hatî bi serê me de, ew rik û sebra hêvîkirinê jî hêzeke mezin dide meriv.

Ez û ew kesên ku bi awayekî ne-heq ev bû demeke di zindanê de ne, me azadîya xwe winda kir; Hrant, ji ber tiştên ku nivisandî û gotî jîyana xwe winda kir.

Heta ku em li heyatê bin, bi serê xwe an jî bi hev re, wê ew derfe-ta me ya xwestina dadmendîyê û hêvîdarbûnê hebe. Em ê tena serê xwe an jî bi hev re ji bo Hrant, ji bo însanên bi namûs yên hatî kuştin ên vî welatî, bi berdewamî daxwaza dadmendîyê bikin.

Ez hêvî dikim ku 2020 bibe saleke ku hêvîyên me hîn xurttir bûyî."

Ahmet AltanCînayetek, cenazeyek

"Hrant, berîya ku bê kuştin rûyê mirinê dîtibû. Dema ku li dadgehê dihate darizandin, hin zilamên tarî yên di hundirê dewletê de ji nişka

ve derketibûn meydanê û awirên xwe avêtibûn ser, ewî fêmkiribû ku ev çav, çavên mirinê ne. Dema ew gotara "Metirsîdarîya rihê min ya wekî kevokan" nivisand, ji ber ku mirin dîtibû nivisandibû. Ni-vîs, wekî hawareke dawî bû, lê di valahîyeke ker û lal de bêyî ku ev deng bersivekê bibîne winda bû.

Dûre ji nûçeyên ku belavbûyî hate fêmkirin ku haya hemû tebeqeyên dewletê ji vê cînayetê hebûye û sedemên hedefnîşandana Hrant hebûn. Hin kesan di odeyên tarî de biryar dabûn ku ew "tawan-bar"ek e. "Tawan"ê pêşî û mezin yê Hrant ew bû ku, digot; ermenî jî însan e, tirk çiqas maqûl be er-menî jî ewqas maqûl e û ev yek ji tevahîya welêt re vedigot. Di de-meke ku balyozan guftûgo dikirin ka li vî welatî çend sed hezar er-menî hatine kuştin de, tu vê rastî-ya basît nîşan bidî ku ermenî jî în-san in, tirk çiqas maqûl be ermenî jî ewqas maqûl e, ew hejmarên ku bi rihetî dihatin telafûzkirin û bi heman hêsanîyê dihatin jibîrkirin, vediguherîn rastîyeke watedar.

Mirina bi sed hezaran mirovên xwedî dayîk, bav, zarok, evîndar, êş, şadî û stran dihate têgihiştin; ew wijdanên ku ji bo ermenîyekî ne dilepitî ji bo însanekî dikarî bi-recifîya.

Hrant, tenê bi vê yekê nedima. Hewil dida li ser zinarên xwînî yên dîrokê ji hestan pirekê ava bike, bang li însanan dikir ku bi hestên hevûdin hev bibînin û hevûdin fêm bikin. Dema ku te qal dikir ka gelo tu li sêwîxaneyê çawa mezin bûyî, çawa bûyî evîndarê Rakelê, behsa êşên ku te kişandî dikir, hestên we dibûn yek. Te fêm dikir ku ermenîyekê çi kişandiye, tu ji bo wê xemgîn dibûyî û te ji wê hez dikir. Dijminahî diqedîya û hûn dibûn dost. Cîhana sar ya pêşdarazan, li hember germahîya hestan vediguherî û formeke din digirt. Hûn li ser difikirîn ku gelo ermenîyan çi jiyane.

Û Hrant, serî li ‘tawan’ê xwe yê mezin dida û dianî ziman ku ew çiqas ji vî welatî hez dike. We ji kûrahîya dil fêm dikir ku ew bi rastî çiqas ji însanên vî welatî û ji welêt hez dike. Lê mafê ermenî-yekî ku ji vî welatî hez bike tune. Hezkirina ermenîyekî ya vî welatî wekî di fîlmên kevin yên tirk de hezkirina kurê karkerekî xizan ya qîza patron bû. Ev evîn ji bo pat-ron wekî derbaskirina hedê xwe û quretî bû. Wan deman "patron" wesayetdarên leşkerî bûn.

Kuştina Hrant, ji bo vê dewletê çiqas çavkanîyeke mezin a şer-mê be, ji bo vî miletî jî çavkanî-yeke mezin ya şanazîyê bû. Ji her alîyên Tirkîyê, ji her fikrî, ji her bawerîyê însan kombûn ji bo ku ji

Hrant xatir bixwazin. Ew birayên wî yên ku nikaribûn wî ji kuştinê xelas bikin, bi êşeke mezin ew şandin rêwîtîya dawî. Wan rojan mihafezekarên oldar xwedîyê desthilatdarîya sîyasî bûn, lê ne desthilatdarên rasteqîn bûn. Oldarên mihafezekar yên siyasî ku desthilatdar bûn jî bi salan ji mafê hezkirina vî welatî mehrûm hatibûn hiştin û biçûk hatibûn dîtin. Wek cenazeyê bira-yekî xwe li cenaze xwedî derketin, çûn mala wî ji bo sersaxîyê. Heger Hrant, di dema ew mihafe-zekarên ku bi rastî jî wekî îro dest-hilatdêr in de bihatana kuştin, wê ew kesên wê rojê bi rondikên ça-van tevlî merasima cenazeyê bûyî, wê îro ji ber "sedemên ewlekarîyê" destûr nedana merasimê. Ji ber ku ewan jî wekî wesayetdarên leşkerî ji jehra desthilatdarîyê vexwarin, lewre ji bilî xwe destûrê nadin tu kes ji vî welatî hez bike, ji ber ku ew êdî bûne efendîyên dewletê. Bi salan ji ber zexta li ser wan, hustu xwar û mil di berda mabûn û îro apoletên dewletê pêve zeliqandine. Ji ber ku, ewên ku bi salan destên xwe berbi asîmanan bilind dikirin û vedikirin, îro qemçîyan hildigi-rin, ji ber ku ew êdî ne ji me ne. Ew êdî Hrant wekî bira nabî-nin, ew bi wesayetdêrên leşkerî re bûne bira. Lewre jî ew qatîlên rasteqîn yên ku wan deman sond xwaribûn bibînin, bi ti awayî nabî-nin. Yên ku ji jehra desthilatdarîyê vexwarî, dibe ku paşerojê, êşên ku kişandî, dostanîyê, dadmendîyê, biratîyê û Hrant, dikarin ji bîr bi-kin. Lê Tirkîyeyê ew ji bîr nekir. Ewan, ew zarokê ku li sêwîxaneyê mezin bûyî, hez ji Rakelê kirî, xo-şewîstîya wî zarokî ya vî welatî, wî dengê dirûst yê dostane, ew hewildana wî ya çêkirina pireke ji şîrê xwînî yên zinaran ji wijdana xwe neavêtin. Hrant, nîşanî wan da ku ermenî zarokek e, însanek e, evîndarek e, stranbêjek e û girîyên xwe nîşanî wan da. Ne ji ber ku hate kuştin, ji ber ku qala van hemû tiştan kir Hrant nehate jibîrkirin. Ermenîyek în-sanek e, herçiqas tirkek maqûl be ermenîyek jî ewqas maqûl e. Ji ber ku Hrant ev yek anî bîra vî welatî û bibîrxistina vê hesletê, ew heza mirovahîyê da tehmkirin, nehate jibîrkirin. Mirina dostekî ku me nikarî em wî biparêzin, dilê me bi awayekî bê-çare diêşîne, em wî bi kerbeke tije poşmanî bi bîr tînin. Carna dixwazim xwedayek hebe. Li şûna me, ew şefqeta ku dema li jîyanê bû me nîşanî wî neda bide û jê re bêje "were axparîk" û wî hembêz bike."

Wergera ji tirkî: Yado Ciwan

Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo

Hrant Dink nivîsandin

Page 9: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

9AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Ji destpêka pêşhilbijartina Par-tîya Demokrat ve, adeta agir bi cilika medyayên serdest ên Dewletên Yekbûyî ket. Di New

York Timesê de, aborîzan û qun-ciknivîs Paul Krugmana pêkanîneke di 2016an de hatibû destpêkirin, ku ji şibandina hev a namzedê "demo-kratê sosyalîst" Bernie Sanders û M. Donald Trump (1) pêk dihat, ji nûve anî rojevê.

Komargerên neokonservator ên alî-girên şerên emperyal û yên "her tiştî ji bilî Trump" – cureyekî li ber windabûnê – ew jî bi qasî demokratên konservator û navendîgiran bi endîşe ne. David Frum wekî ku zarezarê bike di The Atlantic (27.01.2020)ê de weha dinivîse. "Bernie nikare bi ser keve". Jennifer Rubin, a ji Washing-ton Postê jî bi xemgînî weha dinivî-se (27.01.2020). "Kampanyaya "bi awayê Trump" a Bernie Sanders ji bo demokratan malwêranî ye".

Thînktank a Blairîst Third Way, ku ji alîyê Wall Street (2) ve tê fînanseki-rin, wê jî, bi desteka çapemenîyê, ji bo pêşî li bilindbûna M. Sanders bi-gire, çi ji destê wê hat kir. Wê "hiş-yarîyeke" weha ji hilbijêrên Iowayê re şand: "Ji ber îhmalkarîya medya-yan, we nirxandina bira ya paşeroj û ramanên xetere yên namzedê li serê sondajan nedît." (3) Piştî van jî lîste-ya dirêj a êrişên ku M. Trump kari-be li dijî M. Sanders bikar bîne xuya dike; lîsteyeke ku amadekirina wê hêsantir e ji wê yekê ku endamên vê Thinktankê li gel komargeran gelek rexneyên li hemberî namzedê demok-rat parve dikin, bi taybetî jî li ser wê yekê ku ev namzed xwe sosyalîst îlan dike û pêşnîyara wî ya veguhestina ewlekarîya civakî bi sîgortayên tay-betkirî ("Medicare ji bo herkesî") wê ne balkêş be. (4)

Medyayan xalîya sor raxist bin lingên wan. The Washington Postê berî çen-dekê rûpelek xwe ya beşa "nêrînan" ji bo Third Way veqetand, da ku karibe li wir vê teza xwe biparêze: "Berna-meya Bernie Sanders bi xwe wî dixe rewşeke wisa ku qetîyen nikaribe were hilbijartin" (15.01.2020). Bi he-man rengî, USA Todayê jî stûnên xwe jê re vekirin: "Demokrat bi destek-dayîna Bernie Sanders bi êgir dilîze. Ramanên wî dikarin hilbijêrên nerm û mu’tedil bitirsînin û ev yek jî wê dengeyan biguherîne." (29.01.2020). Thinktankê herweha destek da êrişa dawî ya nivîsarên navendîgir, di serî de jî yên şewirmendê nêz ê berê yê M. Barack Obama li Qesra Spî, M. Rahm Emanuel an jî yên stratejîstê seferberîya serketî ya hilbijartinê ya M. Bill Clinton di 1992an de, M. James Carville. (5) Çavkanîyên girêdayî pergalê bêyî xwe bispêrin palpiştekê îdîa dikin ku rojnamevan şiroveyan nakin.

"Yên kiras qehwerengî"Mirov gelek caran rastî vê fikrê jî tê: M. Sanders xwe ji rexneyan û çavdêrîyên hesas ên mixalefên xwe û rojnamevanan dûr girtîye. Matt Ben-nett ji Third Way (6) vê îdîayê dike: "Niha tam wext e ku demokrat ji xwe

şîyar bin û medya jî bi mixalefetkiri-na li hemberî namzedekî dijber ê cidî dest bi karê xwe bikin". Di Politico de, ew hinekî din jî bi pêşde diçe û dibêje: "(Medya) dihêlin ku ew ziwa bifilite. Ew dihêlin ku di ser pirsên zehmet re biqevêze." (7)

Ev cure encamderanîn, navendên nûçeyan jî di navê de, nabin nêrînên yekdend û hevpar. Di Washington Postê de heman roj du nivîsarên ku encamên dijberî hev dertanîn, hatin weşandin: "Bernie Sanders bi êrişên raqîbên xwe re rû bi rû dimîne" û "Ra-qîbên Sanders zêde zext lê nekirin" (26.01.2020). Di ya duyemîn de David Weigel destnîşan dikir ku hin rexne-gir zêde ne bi tesîr bûn: gelek hilbijêr "zêde xemsar tevgerîyan" dema ku M. Joseph Biden û senatora nêrînnerm û mu’etedîl a Minnesota, Mme Amy Klobuchar, M. Sanders bi "vepirsandi-na mîrasa Obama" sûcbar kirin.

Û Weigel jî xemgînîya xwe weha tîne ziman: "Li ser daxwaza hilbijêrên bi endîşe, raqîbên Sanders giş wextê xwe didin îzahkirina awayê pêkanîna projeyên xwe bêyî ku butçeyê vala bikin. Ji Sanders pirsên wisa nayên kirin. Ew bi mehan wextê xwe li şaredarîyan derbas dike ji bo ji hil-bijartîyan bixwaze li ser pirsgirêkên xwe, lêçûnên xwe yên nexweşîyê û deynên xwendekarîyê biaxivin da ku îzah bike ku di bingeha tevahîya van pirsgêkan de yekane tişt bêdadîya sî-yasetên aborî heye."

Wekî ku David Sessions îşaret pê dikir, "Îdîaya ku Sanders di pêşhilbi-jartinê de ber bi serketineke misoger-bûyî ve keştîya xwe dajo bêyî ku kes li xwe deyne jê pirsa hesabê wî an jî musaîdbûna namzedîya wî bike, ka-vilekî pêşhilbijartina 2016an e, ku di wê pêvajoyê de Hillary Clinton û alî-girên wê bêzar dibûn ku ewçend dem-dirêj di pêşbazîya namzedîyê de xwe radigirt. Li gorî wan, populerbûna Sanders ji bilî leylaneke çavxapînok a ji ber nebûna nirxandinên rexneyî, ne tiştekî din bû" (The New Repub-lic, 28.01.2020). Di rastîyê de, berî çar salan di dema pêşbazîya namze-dên demokrat de, Sanders ê ku raqîbê Mme Clinton bû, têra xwe bal li ser xwe kom kir û bû hedefa dijminatîye-ke medyatîk a bêhedûhesab. (8)

Hêleke din a êrişê ji bêîtîbarkirina kampanyayê pêk tê. Ev jî bi îdîakiri-na ku alîgirên wî bi taybetî mirovên spî û seksîst û nexasim jî li ser tevnên civakî êrişbaş in. Ev rexne jî di dema kampanyaya 2016an de pêşî hat afi-randin û tevî nebûna ti bingehî ji bilî anekdotbûna wê, hê jî didome. Roj-namevan jî, wekî herkesî an jî kêm zêde wekî herkesî zanin ku Internet serdevde bi axaftinên nefreteke zêde dagirtî ye û ne tenê berhemên komeke biçûk a jêrîn a alîgirên senatorê Ver-montê ne. "Her nêrîneke gengeşîbar a li ser xeta tevna zindî ya civakî tê îfa-dekirin, wekî ku rojnamevan Glenn Greenwald bibîr dixist, bo nimûne rexneyeke li hemberî tenorên Partî-ya Demokrat ên wekî Hillary Clin-ton û Barack Obama, bivênevê wê bibe sedemê qîyemeteke gotinên bi hêrs û dijûnan... Îdîayeke wekî liv û tevgerên heqaretwarî û dij-jinî aîdên sempatîzanên Sanders in, ji derew û manîpulasyonê pêk tê" (The Inter-

cept, 31.01.2016). Lêkolîneke ku di adara 2016an de hat weşandin nîşan dida ku alîgirên M. Sanders kêmtir "êrişbaz û tehdîddar bûn li ser on-lineê" (% 16) ji yên Mme Clinton (% 30) û gelek kêmtir bûn ji yên M. Trump (% 57). (9)

Li gel vê yekê jî, medya li pey hestî-yan e. 27ê çileya pêşî ya borî, New York Timesê rûpela xwe ya pêşî ji bo rapirsîneke sûcbarîyê veqetand: "Ber-nie Sanders û artêşa wî ya Internetê: li destpêka kampanya xwe ya 2020an, senatorê Vermontê ji alîgirên xwe re got ku ew liv û tevgerên êrişbaz mehkûm dike. Gelo ne ew e yê sûc-dar eger ewçend zêde kes ji alîgirên wî lê guhdarî nakin?" (27.01.2020). Li gorî rojnameyê, namzed bi xwe wê şitlên "jehra" destekvanên xwe mezin kiribin. Wekî sedem jî wê ev daxu-yanîyên wî bin: "Ez ê ji bo hildana fonên milyarderan neçim nav Hamp-tons (devereke gundên geştûseyranê ye ku li wir bûrjuwazîya new-yorkî hev dibînin)."

Çend roj berîya van jî, The Daily Beast (22.01.2020) nûçeyek bi vê manşetê diweşand: "Alîgirên Bernie bi şerûdî û qebatîya xwe zirarê didin kampanya wî". Bi heman şewêyî, NBC Newsê ew dişibandin mîlîtanên alîgirîya Trump dikin: "Ew xwedî heman taktîkên rezîl in. Twîtvanên Bernie di ser de jî pesnê xwe didin û dibêjin ku ew kesên herî pêşverû yên înternetê ne. Lê belê taktîkên wan ên tacizkirinê ji bilî pêşverûtîyê dişibin her tiştî" (19.01.2020).

Ev nûçe û gotarên bi pêşhikim teh-dîdên mirinê û nimûneyên heqaretê ku di eslê xwe de ne wisa ne, bêyî ferqûmêlîyê diafirînin. Bi vî awayî New York Times îdîaya xwe ya sûc-barîyê bi vê "delîlê" bi dawî dike: "Alîgirekî M. Sanders dibêje: "Hûn milyoner, divê hûn têbigihên ku ji nava me gelek kes bi rastî jî pêdivîya wan heye ku Bernie Sanders di hilbi-jartinên serokatîyê de bi serkeve. Mi-rov nikare xwe bigire û bêdeng bimî-ne." An jî, têkildarî çend kursîyên ku di dema civîneke li Nevadayê wê hatibin wergerandin: "Wisa xuya ye ku şîdet hat berterefkirin, lê belê dîsa jî çend pevçûnên biçûk rû dan." Êdî tenê maye ku rojnamevanê stêrk ê NBCyê mîlîtanên senatorê Vermontê bişibîne "îşligên qehweyî" (gotara çarçovekirî bixwîne).

Mme Hillary Clinton jî seranpê çekû-rextkirî, daket meydana şer. Li ser meraqa rojnamevanê Hollywood Re-porter (21.01.2020) ê ku jê dipirsî ka ew ê destekê bide M. Sanders eger hat û wî qezenç kir, bersiva wê dihat wa-teya ku wê yê her tişt bikira ji bo pêşî li îhtîmaleke wisa bihata girtin: "Vê gavê ez ê zêde bi pêşde neçim. Em hê li qonaxeke pir zindî ya seferberîya pêşhilbijartinê ne. Li gel vê yekê jî ez dikarim bibêjim mijar ne tenê ew e, lê herweha çanda derdora wî ye. Ekîba wî. Alîgirên wî yên li ber ça-van. Bikarhênerên înternetê yên des-tek didinê û êrişên wan ên bênavber li hemberî raqîbên wî, bi taybetî jî li hemberî jinan... Li gorî nêrîna min wê feydeya me tinebe em bikevin nav heman xefika meşandina kampanya-ya bi dijûn û êrişan. Dibe ku hûn hewl didin bi vê rewşê re bi mesafe bin, lê

belê an hûn nizanin ekîbên we yên kampanyayê û alîgirên we çi dikin, an jî hûn ji wan re çav dişkînin û dixwa-zin ku bi ser Kamala (Harris, senatora Kalîfornîyayê ya dest ji namzedîyê kişand) an jî Elizabeth (Warren) ve biçin. Ez bawer dikim ku ev liv û tev-gerek e ku dema hûn biryarê didin, divê hûn li ber çavan bigirin." Hema di cih de, li Washington Postê, Jenni-fer Rubin xwe avêt ser wê gotinê ji bo îdîa bike ku M. Sanders "makîneye-ke şer" bikar tîne û ev makîneya şer xwe dispêre "dij-jinîyeke nîv-sergirtî ya weke "obsesyon wê li wî vegere." (21.01.2020).

"Makîna şer" a rasteqîn ne ew e – xeyalî – ku ji alîyê senatorê Vermont ve hatîye sazkirin ji bo têkbirina dijberên xwe, lê belê ya bijarteyên demokrat û bêhejmar alîkarên wan ên medyatîk e ku dixwazin pê wî berteref bikin. Lê hê jî bi ser neketine.

(1) Julie Hollar, "Corporate media equate San-ders to Trump – because for them, Sanders is the bigger threat ", Fairness and Accuracy in Re-porting (FAIR), 24 janvier 2020, https://fair.org

(2) Elias Isquith, "Third Way senior vice pre-sident admits majority of think tank’s funding comes from Wall Street", Salon, 12 décembre 2013, salon.com

(3) Jonathan Cowan, "A warning: Why team Trump has called Bernie Sanders their "ideal" opponent", Third Way, Washington, DC, 28 jan-vier 2020, www.thirdway.org

(4) Lauren Gambino, ""An existential threat": Bernie Sanders faces mounting opposition from moderate Democrats", The Guardian, Londres, 21 juin 2019.

(5) Howard Kurtz, "Lurching left: Are Demo-crats blowing their chance to beat Trump? ", Fox News, 2 juillet 2020, www.foxnews.com

(6) Alex Seitz-Wald, ""Oh my God, Sanders can win": Democrats grapple with Bernie surge in Iowa", NBC News, 27 janvier 2020, www.nbc-news.com

(7) Natasha Korecki, "They let him get away with murder: Dems tormented over how to stop Bernie", Politico, 27 janvier 2020, www.politico.com

(8) Adam Johnson, "The myth that Sanders hasn’t been criticized won’t go away", FAIR, 25 mai 2016.

(9) "Is social media empowering or silencing political expression in the United States?", Lin-coln Park Strategies, Rad Campaign etCraig Newmark Philanthropies, mai 2016, http://on-lineharassmentdata.org

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Ber bi Berezinaya medyayan?Serge Halimi

Şeş nivîsarên dijminane li himberî M. Bernie tenê di şanzdeh saetan de. Lê Washington Post wê pir zehmetiyê bikşîne ji bo careke din bigihîje vê performansa xwe ya berî çar salan (1). Li gel vê yekê jî, ji hingê ve, nam-zedê çep ê amerîkî ji bo xwe bi çapemeniyê bide hezkirin ti tişt nekiriye. Çapemenî jê nefret dike; ew vê yekê zane. Hetta car heye ku hewl dide heyfê jê hilîne. Van rojan, adeta alîgirên wî vepirsîn dike: "Gelo hûn zanin Jeff Bezos sala borî çiqas bac da?" Alîgirên wî jî bi edayeke mukemmel vê bersivê didin: "Sifir!". Senatorê Vermontî ji vir û şûn ve dikeve dewrê: "Ez hertim behsê dikim û ez dû re ji xwe dipirsim ka Washington Post, a Jeff Bezos ê di heman demê de xwediyê Amazon e, çima nivîsarên pir baş li ser min nanivîse. Ez bi rastî jî nizanim çima (2)."

Lê belê nivîsarên li ciyên din jî ji vê ne baştir in. Dibe ku ji ber heman sedeman: Kesyetekî girîng ê medyayan, ku hetta ti bibêjî bes pereyan qezenc dike, têdigihe ku bernama bacê ya M.Sanders wê lê nebore. Û dû re, xwe weke alîgirê sosyalîzmê, di ser de jî "demokratîk" pênasekirin, di televîzyonê de ne kesê herî baş e ji bo zivîrandina çerxên herî bilez. Sam Donaldson pêvajoya dehan salan bû rojnamevan-briqîner ê kanala ABC. Wî berî demeke kin desteka xwe ya ji bo M. Michael Bloomberg diyar kir. Li himberî M. Sanders, destekdayîna milyarderekî pir zêdetir li hêla rastê yekane rê ye ji bo dû re têkbirina M. Donald Trump û xwe îknakirina ku Amerîka wê hertim li ser lingan bihêle "vî bajarê ku dibiriqe li ser girê ku Ronald Reagan behsa wî ji me re dikir û wisa dikir ku tevahiya cîhanê xweziya xwe pê bîne(3)".

Xelefê Donaldson ê li ABC, berdevkê berê yê serok Bill Clinton li Qesra Spî (1993-2001), George Stephanopoulos e. Wî bi xwe dabû bawerkirin ku afirandina baca li ser serwetê ya ji aliyê M. Sanders ve îlankirî wisa xirab e ku, li himberî yek ji mêvanên xwe yên ku berevajiyê wê nîşanî wî dida, kete nav gengeşiyê. Dawiyê, şaşiya xwe qebûl kir û gotina xwe weha bi dawî kir: "Ev yek baş nîşan dide ku ez li Manhattanê dijîm. Li vir ev bac ne balkêş e." (20 cotmeh 2019). Stephanopoulos li ABC Newsê salê 15 milyon dolar qezenç dike.

Stêrkeke din a televîzyonê, ku ew jî demokrat e, Christopher Matthews di kanala MSNBC de kar dike. Ew bi xwe, ne ji bo pereyên xwe xeman dixwe: ji bo jiyana xwe, ji ber tengezariyeke wî ya ku dirêjî serdama za-roktiya wî dibe: "Şerê sar tê bîra min. Ez bawer dikim ku eger (Fidel) Castro û sor bi ser ketibûna, wê li Parka Navendî mirov hatibana înfaz-kirin û ez ê jî jiyek ji wan cezakirî bûma dema ku yên din wê li çepikan bixistana." Mesela Kî? "Nizanim ka Bernie wan salan destek dida kê, ne jî zanim ka bi gotina sosyalîsm ew dixwaze çi bibêje." (4)

Ji dema ku M. Sanders dest bi qezençkirina pêşhilbijartinan kir û vir ve, M.Trump hez dike gerûgeşta namzed a li Moskovayê ya 1988an, ku bi wesîleya meha xwe ya hingivîn kiribû, bibîr bixe. Lê belê, di vê qeydiyê de, serok berê û giştî yê berê yê Goldman Sachs, Mr, Lloyd Blankfein, ku ew jî demokratekî Clîntonî ye, hêz qebatir jî diaxive. Di 12ê sibata dawî de, wî twîteke weha nivîsand: "Sanders jî bi qasî Turmp ji hev cudakare e, û ew ê aboriya me birûxîne. Ew kenê xwe bi artêşa me dike. Eger ez rûs bûma, vê carê, minê Saners tercîh bikira."

Eger dueloya di meha mijdarê de di navbera avahîfiroşê New Yorkê û senatorê Vermontê de çêbe, tercîha Moskovayê ne zelal e. Lê belê ji niha ve tê zanîn ku ji bo rojnamevanên amerîkî, ku bi qasî yekî ji yê din jî nefret dikin, ev pevçûn wê bibe rêyeke jê veger tunebe.

(1) Lire Thomas Frank, "Tir groupé contre Bernie Sanders", Le Monde diplomatique, dé-cembre 2016.

(2) Meeting dans le New Hampshire, 13 août 2019.

(3) Entretien sur CNN, 14 février 2020.

(4) MSNBC, 7 février 2020.Wergera ji fransî: Baran Nebar

di dema anketên pêșîn ên ji bo hilbijartinên serokayetiya emerîkî de, encamên baș ên birêz Bernie Sandersê alîgirê “sosyalîzma de-mokratîk”, di nav rêxistina Partiya Demokrat de xemgîniyeke mezin pêk anî. Ji bo wê jî, Partî bêserî li namzetekî pir maqûl ê ku karibe di hilbijartinên namzetan de biser-keve geriya. Wê zanibû ku dikare hisabê xwe li ser dijminantiya med-yayên mezin ên li hemberî sena-torê Vermontê bike.

PanîKa di nav edîtorên amerîKî de

Medyayên li dijî Bernie Sanders şer dikin

Jul ie hollar__________

Page 10: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

10 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Aleksandar Vučićê li dibista-na bazên neteweperest mezinbûyî, Sirbistanê bi kulma xwe ya hesinî bi rê ve dibe. Ber bi wî ve hatina rêveberên ewropî navbera di neqeba prensîpên Yekîtîya Ewropayê ragihandine û bicihanîna wan de xweşik nîşan dide. Ew vê dikin da ku hikûmetên Ewropaya Navîn rêzê ji qaydeyên sereke yên neolîberalîzmê û dabeşkiri-na navneteweyî ya nû ya kar a li ser vê parzemînê bigrin.

Ji destpeka çileya pêşî ya 2019an ve, her şemî bi hezaran sirb dadikevin ko-lanan da ku "dîktatorîya"

serokdewlet Aleksandar Vučić û kontrola fetisokî ya rejîma wî li ser edalet û ragihandinê protes-to bikin. Vê pêla protestokirinê piştî ku serokê Tevgera Çepa Sir-bistanê (PLS) ya piçûk Borislav Stefanović lêdan xwar, dest pê kir, komek kesên nasnameya wan nayê nasîn, gava ku wî di 23yê çirîya paşîn a 2018an de xwe amade dikir ji xelkê Kruševac re bipeyive, bi derbên dijwar lêxis-tin. Protestoyê ji Belgradê dest pê kir û zûzûka li gelek bajarên welêt xelk seferber kir; komên cihî ev protesto berfirehtir kir, wan des-teserkirina destikên desthilatê hemûyan bi destê kadroyên Partî-ya Pêşverû ya Sirb (SNS) protes-to kir. Ji hilbijartinên 2012an û vir ve ya rastî komikbûna Vučić her bandora xwe li ser civakê, dam û dezgehan berfireh dike. Piranîya mutleq a parlamena neteweyî di destê vê komê de ye û piranîya mutleq a meclîsa herêma xwe-ser Voyvodînê jî. Herçî şaredarî ne, bi rêya lîstikên tifaqan, ji 168 komunên Sirbistanê tenê yek ji kontrola temamî yan jî qismî fi-litîye, ew jî ya bajarê Sabaçê ye.

Dîtira şemîya duyem a protesto-yan, 09.12.2018, serokê dewletê rengê xwe eşkere kiribû jî: - li welatekî serjimara wê 7 milyon - "Pênc milyon mirov jî" dakevin kolanan, ew ê sîyaseta xwe negu-here. Ji ber ku xitimî, tevger de-reng nema û her lawaz bû û van mehên dawîyê karî tenê sîsikeke hişk a kesên bawerî pê anî, bîne cem hev. Vučić xweş sûd wergirt ji parçebûna partîyên mixalefetê û ji bawerîneanîna raya giştî bi wan. Gava ku ew desthilat bûn di salên 2000î de gelek skandalên bertîlxwarinê û gendelîyê çêbûn, herweha ev sal bi krîza 2008an û tedbîrên jixwekêmkirinê yên ku li ser Sirbistanê hatin ferzkirin, nexasim yên bi destê Fona Pe-reyan a Navneteweyî (IMF) der-ket pêş. Serokdewletê Sirbistanê axir dizane ku dikare pişta xwe bi "partnerên" xwe qewîn bike û ew jî ji Federasyona Rûsyayê heta bi Dewletên Yekbûyî yên Amerî-

kayê tu qîmetê nadin tevgerên protestoyî.

Lazim bû partîyên mixalefetê bi awayekî kolektîf xwe li boykot-kirina hilbijartinên giştî yên biha-ra 2020î rakişînin da ku Yekîtîya Ewropayê çirîya pêşî ya 2010î hewl bide navbeynkarîyeke bi dîqet bike. Lê belê, ev erka ku parlamenterê ewropî yên xiristî-yan demokrat ê alman David McAllister bi rê ve dibir, xwedî hedefeke piçûktir bû, weha xuya bû wî çend prensîpên sereke yên dewleta hiqûqê bi bîra rejîma Vučić dixistin û wî bêhtir hewl dida ku mixalefetê razî bike da ku beşdarî hilbijartinekê bibe ku hema hema ew jê piştrast e ku wê zora wê biçe: desthilat kontrole-ke hegemonîk li ser ragihandina dewletê, çapemenîya bulvar û kanalên televizyonê yên taybet diparêze. Ev kanalên televizyonê hemû jî yên wan olîkgarkan in ku nêzî rejîmê ne û li ser lîsteyên hil-bijartinê jî ne. Êdî hilbijartinên bê mixalefet wê dîmenekî kêm mi-rov pê pesnê xwe bide yên Sirbis-tanê derxin holê; û em behsa Sir-bistanekê dikin ku wekî şagirtekî baş ê pêvajoya întegrebûna nav Ewropayê tê dîtin.(1) Welêt hev-peyvînên xwe yên endametîyê sala 2013an dan destpêkirin. Û dibe ku di nava nûendamên bê yên Yekîtîyê de bin, helbet heger prosesa berfirehbûnê bi awayekî mayînde nehatibe cemidandin.

Sitûna aramîya herêmîDi dema serdana fermî ya dew-letî ya tîrmeha 2019an de - piştî ya Jacques Chirac a sala 2001an ya pêşî ya serokkomarekî fransî bû –, Emmanuel Macron gotinek tenê ya rexneyê li raya giştî vekirî li mazûvanê xwe nekir. Ev xweş-bînîya ecêb a beramberî desthilat-darê nû yê li Belgradê gava mirov li bîyografîya wî dinihêre, mi-rovan metelmayî dihêle. Vučićê sala 1971an ji dayik bûye, piştî ku sala 1993an tevlî wan dibe, di nava refên Partîya Radîkal a Sirb (SRS) de li ber destê serokê rastgirîya tundrew a neteweperest Vojislav Šešelj perwerde dibe. Ew bi gotinên wekî vê ya hanê ya ku wî ji ser kursîya Parlamena

Belgradê hema çend rojekî piştî komkujîya bi hezaran Bosnayîyî li Srebrenîlayê 20ê tîrmeha 1995an kirî, derdikeve pêş: "Ji bo her Sir-bê hatî kuştin, divê sed misilman bên kuştin." Ew îro xwe bi goti-na "şaşîya civanîyê"(2) diparêze. Gava ku lihevqewimandinên pêşî yên şer li Kosovoyê dest pê kirin, li ser daxwaza serokdewletê hin-gê Slobodan Milošević, ev kad-royê ciwan ê rastgirîya tundrew di hikûmeta yekîtîya neteweyî ya 1998an damezrandî de dosyaya agahdarkirinê werdigire.

Piştî ku Milošević ji desthilatê ket, 5ê çirîya pêşî ya 2000î ji bo rêveberên nû yên "demokrat" ên Sirbistanê, SRS vediguhere hêza sereke ya mixalefetê. Tevî ku Šešelj li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya Laheyê (DCNL) 24ê sibata 2003an hepsî bû da ku bersivê bide gunehbarîyên kirina sûcên dema şer û sûcên li dijî mi-rovahîyê di dema şerên li Bosna û Xirwatistanê de, rêveberîyeke dukesî ya ji Vučić û Tomislav Ni-kolić partîya wî bi rê ve dibe. SRS hingê dadgerîya navneteweyî red dike û li ber her rengê nêzîkbûna Sirbistanê û Yekîtîya Ewrûpayê radibe. Hilbijêrên guh didin wî bi hejmar û girse bi qasî ku de-mokratên desthilat - di nakokîyên navxweyî de xitimî, ji wan nayê ku bi lez rewşa sîyasî, aborî û ci-vakî biguherin - dibin sedema bê-sebrî û nemana hêvîyê, bi lez zêde dibin. Di tûra duyem a hilbijar-tinên serokdewletîyê de Gulana 2008an, Nikolić bi 48 ji sedê den-gan li hemberî namzetê demokrat Boris Tadić, bi hindikî bi bin ket.

Di salên 2000î de kadroyên SRSê hîna li nav derdorên dîplomatîk ên welatên rojavayî yên Belgradê hermonkî ne. Fransa dewleta pêşî ya endama Yekîtîya Ewrûpayê ye ku rojên resepsîyonê, derîyên sefareta xwe li wan vedike. Paşê têkilîyên veşartîtir jî tên danîn, pêre pêre bi wê yekê ku Vučić û Nikolić xwe ji şîretkarê xwe Šešelj û helemanên SRSê qut kir. Civana dîyarker li Ritzê, li Parîsê çirîya paşî ya 2008an çêdibe, hingê serokwezîrê montenegroyî Milo Đukanović jî hazir e. Ew bi xwe jî ji dilsozên Milošević bû lê

sala 1996an berê xwe quliband û bû alîgirê nêzîkbûna bi welatên rojava re. Gelek şahidên yekser piştrast dikin ku navbeynkarên wekî karsaz Stanko "Cane" Subo-tić jî di nava haziran de ne. Çend roj paşê, partîyeke nû derdikeve holê ku ji SRSê qut bûye: Partîya Pêşverû ya Sirb (SNS), partîyeke muhafezekar û alîgirê nêzîkîkiri-na li Ewropayê.

Ji 2012an û pê ve, ev partî bi ko-alîsyona bi Partîya Sosyalîst a Sirb (SPS) re dibe desthilat, di heman demê de Nikolić wekî se-rokdewletê komarê tê hilbijartin. SNS sala 2014an bi tena serê xwe piranîyê bi dest tîne û Vučić jî dibe serokwezîr. Nîsana 2017an, ew dibe warisê "şirîkê" xwe, di tûra yekê ya hilbijartinan de ew 55 ji sedê dengan werdigire û dibe serokê dewletê. Sirbistan rejîmeke parlamenter e, lê desthi-lata bicihhêner di navbera serokê dewletê û serokê hikûmetê de tên parvekirin. Herçî Vučić e, bi wê yekê ku ew timî benê partîyê di destê xwe de digire, sîstemekê çêdike ku tê de her tişt îşaret bi şexsê wî dike. Ji Nikolić êdî dixwazin ku sûdê ji mafên xwe yên teqawidbûnê wergire.

Herçî Šešelj e, ew sala 2014an demkî serbest bû ji ber sedemên tenduristîyê. Ew di Adara 2016an de li DNCLyê pêşî beraet dike, Nîsana 2018an di dadgeha tem-yîzê de cezayekî deh salan lê hat birîn ku ew jî diket ber girtîbûna wî ya bê mehkûmî. Ew ji nû ve bû serokê SRSê, lê belê ev partî-ya ku êdî marjînalkirîbû, bêhtir bi kêra wê yekê dihat ku ji bo baskê rastê yê Vučić bi rola batir-sonekekî rabe. SNS sala 2016an dike ku îhtîramê bidin Vučić, bi beşdarîya nav refên Partîya Gel a Ewropî (PGE) ku rêxistineke muhafezekarên Ewropayê ye û tê de partîya fransî ya bi navê Ko-marxwaz jî cihê xwe digire.

Di wê demê de ku Vučić welatê xwe bi kulmeke hesinî bi rê ve dibe, ew biryara neolîberalîzmeke hevsarberdayî, frênteqîyayî dide. Li ser meseleyê, ew hevkareke bêqisûr peyda dike, Ana Brnabić a ku hezîrana 2017an wekî seroka hikûmetê hat wezîfedarkirin. Ew

ji malbateke xurt a belgradî ye ku bi eslê xwe qismî Xirwat e. Ew eşkere lezbîyen e û li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê rêve-berîya dewletê xwendîye. Piştre li zanîngeha brîtanî Hullê ragi-handin xwendîye, piştî wê jî ji bo heyeta Sirb a ajansa hevkarîye ya Emerîkî USAid kar kirîye. Ev executive woman (jina rêveber) a ku bîyografîya wê îmajeke têra xwe modern dide der, pesnê xwe dide bi birêvebirina "hikûme-ta herî lîberal ya dîroka Sirbis-tanê". Hema ku bû desthilat, ew bi tevgereke grevê ya fabrîkayên erebeyan ên li Kragujevacê re hat hemberî hev; çêkerê erebeyan ê îtalî Fiatê ew kirîbûn. Wê karker gunehbar kirin bi wê yekê ku ew tenê "egoîst" in ku dibe ku veber-hênerên bîyanî çavtirsandî bikin; wê gunehekî din xist stûyê karke-ran: jixwe "zêde mûçe didin wan" ji ber ku mûçeyê wan piçikekî ji nîveka neteweyî zêdetir e, yanî mehê di bin 500 euroyî re ye…

Veguherîna ber bi alîgirîya ewropî ve ya Vučić, ya ku herçî rêjeya ji-dilbûna wê ye, wê her bikeve ber gumanê, tam li gorî wê mucîzeyê bû ku welatên rojavayî li bendê bûn. Ya rastî bi tehlûke xuya bû ku mirov rabe û pişta rastgirîyeke tundrew a sirb bigire ya ku bi awa-yekî eşkere neyarê Yekîtîyê bû; di heman demê de Vučić ê wekî mirovê herî guncaw ji bo halkiri-na statuya Kosovoyê ya mayînde xuya dikir, wekî mifteya îstîqra-ra li Balkanan hat dîtin. Qebûla fermî ya serxwebûna kevneherê-ma xwe, ji bo Belgradê dermanekî têra xwe tahl bû, lê belê ji netewe-perestekî çêtir kî dikare di vir de bi kêr bê, bêyî ku ji gunehbarkiri-na bi xîyanetê bitirse? Vučić sala 2008an xwe gelekî angaje kir tevî hevpîşeyê xwe yê kosovoyî Has-him Thaçi da ku ber bi hev ve bên û li hev bikin li ser meseleya bi-hevguherîna erdê di navbera her du welatan de.(3) Ev bijare weha dîyar e ku niha demkî dane alî.

Vučić ya herî pêwîst li ser pirsa Kosovayê texeyûl dike û bawerî-ya xwe qenc pê anîye ku jirêder-ketinên otorîter ên rejîma wî ti carî bi awayekî cidî wê nebin he-defa rexneyên hevgirên wî yên ji

ev otoKratên Ku YeKîtîYa ewropaYê wan diparêze

Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare

bê bidawîkirinJean-arnault dérenS û laurent GeSlin *

__________

Page 11: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

11AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

welatên rojavayî. Serdanên wekî temaşeyên mezin hatin organî-zekirin, yên wekî ya Vladîmîr Pûtîn a Belgradê ya çileya pêşî ya 2019an destûrê didin wî ku bi bîr bixe ku timî li ber destê wî qîmeta stratejîya jeopolîtîk a pevguherînê heye, bi vî rengî, ew dikeve pozîs-yona hevkêşîçêker ya di navbera dinya rojava û URSSê (Yekîtîya Komarên Sosyalîst a Sovyetê) de, jixwe URSSê demeke dirêj xweş-halîya Yugoslavyayê misoger ki-ribû. Herçî tevgera hevkêşîyê ye ya ku Belgrad xwe lê datîne ku di navbera Moskova û Brukselê de dike, bi xweşikî xeyalî ye; loma Yekîtîya Ewropayê di warê pev-guherînê de ji hemberê xwe yê aborî yê sereke gelekî li paş e, be-ramberî % 62 temamê bazirganî-ya wê (ku bi Rûsyayê re ye) tenê % 7 ber bi Rûsyayê ve ye.(4)

Rewşa Sirbistanê ne tiştekî îstîs-na ye: Heman otorîtarîyanîzm li Montenegroya cîran jî heye. Ji sala 1991an ve Đukanović bi dorê li wir erkên serokwezîrî û serok-komarîyê bi dest xistin. Partîya wî ya Sosyalîst Demokratîk (DPS) îro endama Înternasyonala Sos-yalîst e û warisê yekser ê Lîga Komunîst a Montenegroyî ye; yanî ew ji sala 1945an ve dest-hilat e… Xwepêşandanên ku ew seranserê sala 2019an bi wan re rû bi rû ma, ji ber skandalên deng- vedayî yên bertîlxwarinê bûn; lê belê desthilata motenegroyî jî dizane ku ew dikare xwe bispê-re nebûna çareserîyeke sîyasî ya guherînê û desteka bibiryar a he-valbendê xwe yên navneteweyî. Ji dema ku welatê wî sala 2017an bû endamê Rêxistina Peymana Ba-kurê Atlantîkê (NATO) û vir ve, Đukanović xwe wekî sûreke we-latên rojava beramberî tehlûkeya rûs ya ku li Balkanan têra xwe tê mubalexekirin, dide nîşan. (5) Ev yek wê bi gewde û darîçav bibûna bi hewldaneke darbeyê ya gelekî esrarengîz a 16ê çirîya pêşî ya 2016an.(6) Vê hewldana darbeyê berîya hertiştî destûr da Đukano-vić da ku bawerîya bi mixalefetê nehêle û xwe wekî yekane garan-torê demokrasîyê û "rêya ewropî" ya Montenegroyê nîşan bide.

Rêveberên sirb û montenegroyî bi vî awayî ji stûnên îstîqrara li herêmê û baştirîn hevgirên we-latên rojavayî ne. Her du jî doz û dawê dikin ku welatê wan bibe en-damê Yekîtîya Ewropayê – pers-pektîk e ku êdî dîyar e ji ber blo-kaja Fransayê ya 18ê çirîya pêşî ya bihurî beramberî namzedîya Albanîya û Makedonyaya Bakur bi dûr ketîye; helwêsta Macron wekî derbeke li temamê pevajoya întegrekirina Rojavayê Balkanan ketî, tê dîtin. Lê belê statukoya heyî ilehî zilamên xurt ên Belgrad û Podgorica aciz nake, loma we-latên Rojavayê Ewropayê dizanin ku di berdêla bêdengmayînê û ji-halfêmkirina xwe ya ji bo parasti-na sînor de ew dikarin pişta xwe bi wan qewîn bikin di meselaya nobetgirtina sînorên Balkanan li diĵi koçber û penaberan.

4 û 5ê Îlona bihurî Vučić wekî mê-vanê rûmetê hatibû vexwendinî forumeke li ser demografîyê ya li Budapeşteyê. Wî xwe jê nehişt û malavahîya mazûvanê xwe Se-rokwezîrê Macaristanê Viktor Or-bán kir: "Bi xêra Orbánê ezîz e ku têkilîyên me ji her demê baştir in. Ez dixwazim ku cenabê te piştrast be, em ê dostên te û yên welatê te yên dilsoz bin û wisa jî bimînin." (7) Macaristan ji bo wê dişixule da ku Sirbistan întegreyî Yekîtîya Ewropayê bê kirin. Ji pirsgirêka penaberan û wê de ya ku Belgrad û Budapeşte bê pirsgirêk ji hev

fêm dikin û li serê li hev dikin, dewletên Balkanan hemû, tevahî-ya bala hikûmetên muhafezekar ên Ewropaya Navîn ên koma Vi-segradê dikişînin; ew hêvî dikin, wê roja ev welat bibin endamên Yekîtîyê, ew ê herweha bibin hev-girên wan ên îdeolojîk jî.

* Rojnamevanên malpera Le Courrier des Balkans. Nivîskarên Là où se mê-lent les eaux. Des Balkans au Cauca-se dans l’Europe des confins (Li wê devera av tevlîhev dibin. Ji Balkanan heta bi Qafqasan li Ewropaya sîno-ran), La Découverte, Parîs, 2018.

(1) Milica Čubrilo Filipović, "Serbie: l’UE tente une médiation entre le pouvoir et l’opposition (Sirbistan: YE hewl dide navbeynkarîyê bike di navbera desthilat û mixalefetê de)", Le Cour-rier des Balkans, 10ê çirîya pêşî ya 2019an, www.courrierdesbalkans.fr

(2) Philippe Bertinchamps û Jean-Arnault Dé-rens, "Le nouveau maître de la Serbie. Entreti-en avec Aleksandar Vucic (Desthilatdarê nû yê Sirbistanê. Hevpeyvîn bi Aleksandar Vucic re)", Politique internationale, hejmar 144, Parîs, havîna 2014an.

(3) Bixwîne, "Dans les Balkans, les frontières bougent, les logiques ethniques demeurent (Li Balkanan sînor cihê xwe diguherin, mantiqên etnîk li cihê xwe dimînin)", Le Monde diplomati-que, tebaxa 2019an.

(4) "Le commerce extérieur de la Serbie en 2018 (Bazirganîya bi derve re ya Sirbistanê sala 2018ê)", Rêveberîya Giştî ya Xizneyê, Parîs, 11ê nîsana 2019an, www.tresor.economie.gouv.fr

(5) Bixwîne, "Les Balkans, nouvelle ligne de front entre la Russie et l’Occident (Balkan, xeta nû ya bereyê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de)", Le Monde diplomatique, tîrmeha 2015an.

(6) Srđan Janković, "Monténégro: deux ans après le "putsch raté", toujours impossible de connaître la vérité (Montenegro: du salên piştî "darbeya bibinketî" îro jî ne mumkin e mirov heqîqetê nas bike)", Le Courrier des Balkans, 22yê çirîya pêşîn a 2018an.

(7) Bixwîne, Jean-Arnault Dérens û Simon Rico, "Réfugiés, l’Europe tire le rideau (Penaber, Ewrûpa perdeyê (li wan) digire)", Le Monde dip-lomatique, nîsana 2016an.

Wergera ji fransî:Feryal Guladawîya

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Page 12: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

12 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Ji bo hêvîkirina bidestxistina şaredarîya bajarekî mezin î fransî di 2020an de, her nam-zedekî/e cidî divê li himberî

hin rêzik û qaîdeyan rêzê bigire. Bo nimûne, soza çandina daran bide. Li Parîsê, Mme Anne Hidal-go pêşnîyar dike di nava şeş salan de 170 000 daran biçîne, hevrikê wê Cédric Villani, anîmatorê tîr-meha 2019an ê "Şeveke daran" a Fondation Cartier jî soza projeye-ke hê mezintir a rêyên li nava dar û hêşînahîyan dide. Li Marsîlyayê, namzeda Komargeran (Les Répub-licains: LR) Martine Vassal dixwa-ze bi qasî zarokên tên dinyayê daran biçîne – li derdora 70 000 eger Marsîlyayî asta zarokanîna serdema berî niha biparêzin, ango sê caran zêdetir ji hevrika xwe ya sosyalîst, senator Samia Ghali. Li Lîlleê, namzed di warên "bajarên daristan" û "mêrgên hêşîn" de li hemberî hev ketina pêşbazîyê.

Lê belê evîna baxçevanîyê ne bes e. Herweha divê soza avakirina avahîyên kesk, handana bikaranî-na duçerxan û erebeyên hevpar, veguherandina kantînên dibistanan wekî çandingehên bîyolojîk, des-tekkirina çandê, alîkarî dayîna ji bo pêvajoyên enerjetîk, û pêşxistina livûtevgerên bi cazîbe yên bajêr were dayîn. Divê namzed wekî din bernamên xwe jî bi gotinên wekî "venûkirin", "şefafî û zelalî", "demokrasîya bi beşdarî" dagirin

û heta ji destê wan bê pir caran rengdêra "xweragir" lê zêde bikin: pêşketina xweragir, xaka xweragir, bajarê xweragir, gerûgeşta xwer-agir, avahîya xweragir û hwd.

Heman peyv, heman formul, he-man raman li cem tevahîya nam-zedan peyda dibin. Bernameyên gişan wekî ku li nava heman ka-taloga têkildarî karûbarên pratîk ên ji nû ve bixêrûberkirina bajêr û hetta welêt tên tarîfkirin, ji ber ku pêşnîyarên der barê şaredarîyan de hema hema qet ne cuda ne ji hev, ne li Seattle, ne li Montreal ne jî li Berlînê. Wekî ku sîyaseta xwecihî daketibe asta rêzek bersivên prag-matîk, çareserîyên aqlî selîm ji bo pirsgirêkên berbiçav.

"Dema ku milet dipeyivin, bajar dilivin", ev gotin pir bi kêf duba-re dikir M. Michael Bloomberg dema ku şaredarê New Yorkê bû (2002-2013) û serokatî dikir ji bo Cities Climate Leadership Group (Koma Pêşeng a Avhewaya Ba-jaran) (C40), foruma bi hêz a ku 94 bajarên herî mezin ên cîhanê li derdora têkoşîna li dijî guhertina avhewayî li hev kom dikirin. Ji wir û pêve, ev yek bû wekî adetek. Ji bo gelek biryarwergirên bajaran û dewletan, ên ketine nava pevçûnên îdeolojîk û partîzanî, nema dikarin bi tesîr tevbigerin û ji bo dabîn-kirina van kêmasîyan êdî di dest de tenê maye ku bajar xwe li hev

bigihînin: ramaneke ku di ferhen-ga profesyonelên bajarvanîyê de wekî delîlekê hatîye pêşkêşkirin, niha dibe bingeha "dîplomasîya bajaran". Ev doktrîn rehên xwe digihîne heta lihevgihandina fran-ko-alman a ji bo lihevanînê piştî şerê duyemîn ên cîhanê, lê belê ji niha û şûn ve îlhamê dide bêhej-mar koalîsyonan, forum û tevnên lihevkomkirina bajarên çar hêlên cîhanê. Di sî salên dawî de hejmar û tesîra wan her çû zêdetir bûn. Di 1985an de 55 bûn, îro zêdetirî 200î ne (1): C40, lê belê herweha Eurocities, Peymana cîhanî ya şa-redaran a ji bo avhewa û enerjîyê, Konseya Navneteweyî ji bo înîsî-yatîfa ekolojîk ên xwecihî (Iclei), Sîte û hikûmetên xwecihî yên yekbûyî (CGLU), Tevna bajarên afirîner a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo perwerde, zanist û çandê (Unesco), Mayors for Pe-ace (Şaredarên Aştîyê), koma Bajarên-Tenduristî ya Rêxistina cîhanî ya tenduristîyê… Pisporê sîyasetê û şewirmendê berê yê M. Barack Obama li Qesra Spî Îvo Daalder (2) bi kêfxeşî dibêje: "Tê-kildarî neyeksanî, koçberî, tendu-ristî, ewlekarî, bireveberî, mafên mirovan û gelek mijarên din ên pir girîng, bajar ji bo hin çareserîyan peyda bikin her diçe zêdetir di ser hûkûmetên xwe yên neteweyî re gav davêjin û di navbera xwe de xwe birêxistin dikin".

Bibin "bajarekî mînak ê modern"

Ev lihevkombûyîyên ku li ser heman xetê ne, ji desteka Banka-ya Cîhanê, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (ONU) û xêrûbereketa pirneteweyî sûdê werdigirin – Ikea, Microsoft, Google, Velux an jî Dell Technologies li nava spon-sorên Kongreya dawî ya cîhanê ya şaredarên C40 cih digirin. Ew, li gihaneka bajaran a ku hêzên xwe-cihî û şirketên kult ên venûkirinê li hev digihînin, hêzeke girîng pêk tînin. Jixwe, sektora taybet pir hez dike ji "dîplomasîya bajaran" a ku wê bi xwe lihevkombûnên wekî City Protocol a dêwa înformatîkê Cisco an jî "100 Resilient Cities Network" a Rockefeller Foundati-on da destpêkirin.

Ji bilî destekdayîna rosîklaja (ca-reke din bikaranîna tiştên avêtinê) a kapîtalîzma kesk, tevnên bajarî yên navneteweyî roleke têkildarî tarîfkirina "karûbarên pratîk" jî ku dû re bajar bi bajar geryanê dikin, bi roleke dîyarker radibin. Di çarçoveya çalakîyên xwe yên dîplomatîk de, ekîbên şaredarî li kongreyan, li holan û pêşan-gehan her tim xwe nîşan didin û gerûgeştên perwerdê zêde dikin. Li gorî bîrewerîya odeya xwe nî-şandanê, ew pêkanînên xwe, ez-mûnên xwe radixin pêş çavan û li hempîşeyên xwe yên heman karî dikin guhdarî dikin, ji her yekî re ji bo bi nifteyên çareserîyan vege-rin mala xwe, rê vedikin. Li gorî analîza Alain Bourdin û Joël Idt (3), "serlêdana karûbarên pratîk a dihêle ku beşdar du hedefên na-kok li hev bigihînin : ji nû ve hil-berîna tiştekî bi anîna garantîyên ku pratîkên bikarhatî ew li de-verên din kirine delîl". C40 xwe dipesinîne ji ber teşwîqkirina, di navbera salên 2012 û 2018an de, zêdetirî 14 000 çalakîyên berbi-çav ên têkoşîna li dijî guheran-dina avhewayî. Li bin sîwana wî, Changwon (Koreya Başûr), Tok-yo û New Yorkê teknîka xwe ya nûjenkirina kiraskirina serbanan a ji bo rastalîkirina tîrêjên rojê û hênikkirina avahîyan, parve kirin. Barselona, Sîngapûr, Auckland (Nû-Zeland) û Varşovayê zanînên xwe yên der barê bielektrîkkirina otobusan pev guhertin. Bajarên di warekî de navûdeng dane (Parîs bi metroya xwe, Kopengah bi duçerxên xwe) ji bo yên xwedî ezmûneke kêmtir desteka xwe ya teknîkê pêşkêş kirin.

Ji bo xelatkirina ramanên herî baş, C40 her sal Çalakîya belavkiri-na xelatên C40 Bloomberg Phi-lanthropies lidar dixe. Merasîma 2019an xelat dan "korîdorên kesk" a Medellín (Kolombîya), panoyên rojê yên Séoul, bernama desteka ji bo enerjîyên kesk ên San Francis-co, otobusên bi elektrîk ên Can-ton… Seroka C40, Mme Hidalgo, di dema dayîna xelatan da dibêje: "Ev proje hêja ne, ji alîyê şaredar û rêveberên bajarên tevahîya cî-hanê ve bên lêkolînkirin". Ji bo bajarên dixwazin statuya xwe ya navneteweyî xurt bikin, ev cure xelatkirin derfeta çekeke neqan-dinê pêşkêş dike. Têra xwe teklîf hene: her tevn, her kovar, her asta hukûmetê şagirtên xwe yên baş destnîşan dike. Komîsyona ewropî her sal sernavê "paytexta ewropî" (kesk, çand, ciwanî an jî venûki-rin) destnîşan dike û xelatên Ac-cess City Awards belav dike (ji bo xelatkirina baldarîya li ser kesên ixtîyar an jî berasteng). Li Fran-sayê, wezareta aborîyê xelata bi remza "French Tech", a rêzkirina kesên xwedî meyla "Şampîyonîya Teknîkê" ji bo bal kişandina ser-mayedarên bîyanî, belav dike.

Bajarekî ku xelatekê werdigire, piştrast e êdî ev rewşa wî di ça-pemenîya bazirganîyê de wê were pîrozkirin. Carna, ji vê jî wêdetir bajar dikare statuya nimûnebûnê bi dest bixe. Navê wî wê wekî karû-barên bi fezîlet û li seranserî cî-hanê teqlîdkirî - an jî gelek caran pastîşekirî- were pênasekirin. Ewê bibe "trendsetting city" (4), ango bajarekî ku meylê û tandansê îfade dike. Porto Alegre û butçeya wê ya tevlîker, Singapour û pergala wê ya destheqê bajarî, Bîlbao û stratejîya wê ya venûbûna bi navgîna çandê ("bandora Guggenheim") a navdar, Hambourg û rêvebirina xetereyên lehîyê, Seattle û zarokxaneyên wê yên destpêkirinê, London û rêvebi-rina wê ya gewr-bûyerên werzişî, Vancouver û modela wê ya geşe-dana xweragir…

Her metrepol xeyal dike bibe nimûne, lewre, wekî ku yek ji pisporên fransî yê dîplomasîya bajarî, Yves Vîltard destnîşan dike, şerê aborî yê navbera baja-ran "hevalbend e li gel pêşwazîya ku di karistana îmajên markayên vekêş, bi "branding" (5) re der-bas dibe". Beşdarbûna li forûmên wekî C40 navgîneke bêhempa ye ji bo xweşikkirina îmaja xwe û berfirehtirkirina navdarîya remza xwe, hetta şertekî nebe-nabe ye ji bo serketina di pêşbazîyên bajarî de, ji bo kişandina bala sermaye-dar, şirket, xebatkarên bi dîplo-me, xwendekaran an jî pêşwazî-kirina bûyerên mezin ên feyda wan a mezin a aborî heye. Li gorî kurte tarîfa şaredarê Chicago yê navbera salên 2011- 2019an, M. Rahm Emanuel, "Pêncî, belkî jî sed bajar hene ku motora ronak-bîrî, çandî û aborî ya cîhanê ne. Em giş li ser heman tiştan dixebi-tin, lewre em hemî xwedî heman firset û derfeta ne. Divê em ba-jarên xwe bikin pêşbaz û reqabet. Kar û şirket (ku em dixwazin bala

li ser navê Pêşverûtîyê

Gava bajar xwe vediqetînin

Benoît Bréville *__________

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Li piraniya welatên roja-vayî, niștecî û birêveberên herêmên metropolan ne-memnûn in. Hewariyên pêș- ketin, rêvekirin û nûjenki-rinê, ji riya ku herêmên din ên welatî, bajarên piçûk û gundan dane berxwe û der-fetê didin ku rastê tûndrew û “populizm” li nav wan bi-serkeve nerazî ne. Wan jî dest pê kir kom bûn ku ber-siva wan bidin.

Page 13: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

13AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

wan bikişînin) ne tenê cîhanî ne, ew herweha livbar in jî." (6)

Ji bo kişandina bala sermayeda-ran, ekîbên şaredarîyê li desteyên şewirmendîya bajê sektorek geş dibe. Bi zimanê xwe yê standart-kirî, ev ên dawîn dibin alîkar bi wan re ji bo dagirtina dosyayên xwe yên namzetîya xelatan û pê-naseyan, herweha formulerên din ên wekî serlêdana ji bo wergirti-na alîkarîya diravî ji weqfên di-lovanîya mirovî yên ku projeyên têkildarî bajaran ên nû fînanse dikin. Wekî din, ji bo li hemû der-dorên ragihandinê bên dîtin û di dema xwepêşandanên mezin de li ber çavan bên raxistin, ew dikevin nava xeyalên remzên zêde vekêş û dîrûşmeyên hejîner, tercîhen jî yên bi ingilîzî ("Only Lyon", "So Tou-louse", "My Rodez"). Pêşbazîya têkildarî bajaran metropolan dajo nava bîrbirineke berîhevdanê, "pêşbazîyeke bêyî xeta gihîştinê" ku têde her yek jê hewl dide xwe nûtir, nûjentir, pisportir nîşan bide, asta ew lê pêşbazîyê dikin kîjan dibe bila bibe (neteweyî, parzemînî an jî cîhanî). Eynî bi vî şêweyî Aix-en-Provence, wekî ku ew San Francisco be, tê xwe nî-şanî sermayedaran dide: "Bajarê resamê navdar Paul Cézanne ji bo îro wekî French Tech bi nav bike û pergaleke eko a bi cazîbe ji bo bazirganên projeyan û avakarên şirketan pêşkêş bike, zanî xwe li vê rewşê biguncîne (…). Bajarê jîr, bi girêdan, jisedîsed berê wî li nûbûna dîjîtal, Aix-en-Provence bajarekî nûjen, kozmopolît, çand, zindî û vekirî ye li cîhanê".(7) Bi vî awayî pesinê wî dide broşura rêveberîyê ya şaredarîyê ya bi ser-navê "Çalakîyên bi cazîbe û hev-karîya navnetewî".

Dabeșbûna herêmîLê belê metropolên di reqabetê de ne, ji bo parastina berjewendîyên xwe û bikaranîna dîplomasîya bajaran a bi armanca lobicîtîyê, zanin ji xwe re hevalbendan çê-kin. Mîsyona tevna Eurocities ew e ku "tesîrê li sîyasetên ewropî bike da ku nêrînên gewre-baja-ran di çêkirina sîyasetê de li ber çavan were girtin". CGLU bi ar-manca "pêkanîna foneke ewropî ya ji bo "dîplomasîya bajaran"" li gel Brukselê– herwisa li gel Bankaya Cîhanî û Rêxistina NYê –"lobîya sîyasî" dike û bi vê yekê xwe dipesinîne. Iclei giranîya xwe dide zexta ser Koma pisporan a navber-hukûmetan a veguherîna avhewayê (KNVA) û bi vî awayî dixwaze wê teşwîq bike da ku ew jî zêdetir balê bikşîne ser pêwistîya wê yekê ku bajar di têkoşîna li dijî zêde germbûna avhewayî de cîyekî navendî bigirin. Her çî C40 e, wê jî di 2017an de mohra xwe danî bin karûbarên avakirina komeleya Ur-ban20, ya ku hewl dide li wezîrên di guftugoyên civîna bilind a G20î (8) de cih girtine tesîrê bike.

Ew bi vî awayî ji xwe re derdore-ke dûrî sincê çêdike. Bi zêdekirina dewlemendîyan û çalakîyên bacên wan ên lêzedekirî li metropolan,

cîhanîbûnê giranîya xwe ya aborî, sîyasî û çandî berfireh kir. Ev metropol bi heman pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, xwedî şênîyeke halxweş û bi dîplome ne. Wan dest-pê ku bişibin hev – li New Yorkê an jî li Pekînê mirov dikare heman xanîberz û avahîyên bilind, heman navendên bazîrganî yên ji paqijîyê biriqandî, heman "komên afirîner" bibîne – û ji nûve li hev kombûn. Ev yekîtî, ji bo parastina berjewen-dîyên xwe yên hevpar, ew niha êdî ji Bankaya Cîhanê bigirin ta Komîsyona ewropî tesîrê li naven-dên biryarê dikin. Ew bi vî awayî bi desnîşankirina modela pêşketina ji alîyê mekanî ve neyeksan, ku êdî dest ji gundewaran û wargehan di-kişîne, sîyasetên gelemperî ji xwe re vediguherînin avantajan.

Eger ne nû be jî, ev valahîya navbe-ra herêman kêm caran fireh bûye. Gava hin ji wan avahîyan bi gîya û hêşînayîyê dixemilînin û otobusan bi elektrîkê dixebitînin, yên din ji lojmanên ji ber kêmbûna kesên lê dimînin hatine terkkirin ditirsin û li gel otobusên bêrêkûpêk ên ku êvara derbas nabin û rojên tatîlê û dawîya heftîyê qet naşuxulin dikevin nav xirecirê.... Ev perçe-bûn, ku piranîya welatên rojavayî wê nas dikin, ji krîza 2018an û vir ve pir pir zêde bûye. Li Fransayê, hilberîna navxweyî ya brut (PIB) serê mirovekî li tevahîya Parîsê di navbera 2008 û 2016an de % 3 bi-lind bûye; li tevahîya din a welêt, rêje wekî xwe maye. Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, di heman serdemê de, asta kar li deverên metropolîten % 4,8 bi pêş ketîye, li deverên ne metropol ev rêje % 2,4 bi paş ketîye. Ferq li Qralîye-ta-Yekbûyî hê beloqtir e. Yekane metropola wê Londonê % 70 afi-randinên kar ê vî welatî ji 2008an ve di destê xwe de digire. (9) Ji bo Paris, New York, London û hetta Amsterdam û Torontoyê, krîz tenê beşeke miweqet bû: deh sal şûn de, kar xwe baş radigire, malên neguhêzbar gihîştin zîrweya xwe, sermaya karkirinê zêde dibe, si-nifên serdest ti caran bi qasî niha xwe komî serhev nekiribûn.

Li alîyê din, deverên şênîyê wan kêmtir û populertir, rûbirûbûna wan bi xetimîna aborîyê re dido-me. Ew adeta girtî mane bi vê li-vûtevgera xwe ya sist. Jiholêrabû-na karên pîşesazîyê û karên kêm kalîfîye bûn sedemê daketina nifû-sa wan û vê yekê bi xwe re fîyeta malên neguhêzbar daxist û zemîna krîzeke diravî ya xwecihî afirand.

Kêmtir şênî, kêmtir kar, lojmanên kêmtir biha, ev di heman demê de ji bo rêveberîyên xwecihî tê wa-teya kêmtir hatina aborî. Ev yek helbet tesîrê li xizmetên gelemperî û sererastkirina binesazîyê jî dike. Ev deverên ku bi vî awayî cazîbe-ya xwe winda dikin, şênîyên wan jî hertim zêdetir wan terk dikin û herwisa didome..

Û li van herêman bi xwe ye ku rasta tundrew û zêdetir jî partîyên wekî "populist" tên binavkirin –ev

ên ku dijberîya cîhanîbûnê û ger-yana serbest a mal û kesan dikin – xwe bi awayê herî zexm bicih dikin. Di hilbijartina serokatîya amerîkî ya 2016an de, M. Donald Trump li herêmên ku hatina wan a aborî herî qels bû, nifûs kêm dibû û rêjeya mirinê bilind dibû, serke-tina xwe ya herî mezin pîroz kir. Li Fransa û Îngilistan, lihevkom-bûnên neteweyî û alîgirên Brek-sîtê encamên xwe yên herî baş li herêmên ku herî zêde fîyetên avahîyan daketine, bi dest dixin. (10) Berevajîya vê rewşê, partîyên ji xwe re dibêjin "pêşverû" –doz-darên bazara pevguherîna-serbest, kapîtalîzma kesk, vekirîbûn û nû-bûnê – dengên xwe yên herî zêde li metropolan bi dest dixin. Di 2016an de li Dewletên Yekbûyî, namzeda demokrat Hillary Clin-ton ji 100 navçeyên nifûsa wan herî zêde li 88an dengên herî bi-lind wergirtin (ango dengên kesên li bajarên mezin dijîn û wê ji hev-rikê xwe re gelek caran ji bilî ber-mahîyan ti tişt nehişt, bo nimûne li Washingtonê tenê % 4 hilbijêran dengên xwe dan M. Trump.

Ev rewş li Macaristanê jî tê dî-tin. Paytextê vî welatî Bûdapeşte ji 2019an ve ji alîyê ekolojîstekî bêhempa, dijberekî serokwezîr Victor Orban ve tê birêvebirin; li paytextê Komara Çek Pragê xelkê ji xwe re di mijdara 2018an de en-damekî Partîya pîrat wekî şaredar destnîşan kir û ev şaredar dixwaze milyonek dar di nava heşt salan de biçîne û koçberan diparêze, bere-vajîyê serokwezîr Andrej Babîš ku dijberîya xwe tîne ziman li hemberî "koçwergirtina girseyî" ya Ewrûpayê. Hetta Stenbol jî, ku berî bîst salan, ku bû zemîna pêngava bilindbûna serokê îs-lamo-kevneparêz Recep Tayyip Erdogan, sala borî ket destê partî-yeke muxelefeta laîk û sosyal de-mokrat. "Koalîsyona bajarên laîk-bûyî, derdorên karsaz, ciwanan, jinan û hindikahîyan xwe bi awa-yekî çalak bilûvûtevger kir". (…) Rojnameya patronê Amazonê, M. Jeff Bezos, Washington Post bi van gotinan heyranmayîna xwe ya li vê rewşê tîne ziman : "Tirk, Kurd, Ozbek peyarêyan bi Sene-galîyan, Sûrîyeyîyan û Qeterîyan re parve dikin. Stenbolîyên nifşa heftan li bajêr li gel koçberan, ji welatê xwe dûrxistîyan û penabe-ran re dijîn. Ewçend kesên ji de-verên cuda hatine li jîyana bajarî gihîştine hev, ne heman jîyanê be jî heman mekanê parve dikin".

Parastina "nirxan"

Ev vîzyona zêde xweşbîn nêzîkî deh sal in, bi berfirehî berbelav bû. Rojnameya The Guardian jî li ser mijarê, vê nirxandinê dike (31.10.2016): "Nirxên New Yorkê, wekî yên bajarên din ên mezin ên cîhanê, nirxên optîmîzm, cihê-rengî û xweragirîyê ne ku em giş dixwazin û divê em jê feyzê bigi-rin".. Foruma aborî ya cîhanî ya Davosê ku xwedî hewayeke bi coş e, hinekî din wêdetir diçe û baja-ran wekî "dij-jehra populîzmê"

dibîne: "Piranîya bajarên cîhanê bi desteka şênîyên xwe sîyaset, aborî û tevgera hawîrparêzîyê zindî dikin. Ew bergeheke paşe-rojê ya erênî, pêşwazîker û pir-deng saz dikin. Li hemberî wan jî rêveberên nasyonalîst tirsê belav dikin, sînoran digirin û dîwaran lê dikin." (11) Bi desnîşankirina ku "gava nirx û tercîhên pêşî mija-ra gotinê bin, niştecihên bajarî û gundewarî her diçe zêdetir ji hev dûr dikevin", sempozyoma mil-yoneran bajaran diezimîne xwe organîzekirin û xurtkirina "dîp-lomasîya xwe ya têkildarî jîyana bajarî". Ivo Daalder, şewirmendê berê yê M. Obama, dibe parêz-vanê afirandina "sefîrokan" ên ku divê xwe bigihînin her dera ku berjewendîyên wan lê hene, da ku karibin astengîyên muhtemel ên hukûmet deyne pêşîya wan derbas bikin. São Paulo, London û Toron-to ezmûnên wisa ceribandine jî, lê belê ew bi hêrsa xelkê bajêr re rû bi rû mane, ji ber ku li gorî xelkê,

ew bi vê yekê pereyên gel heba dikin. Li gorî stratejîst, "Heval-bendîyeke gelemperî-xisûsî dikare bibe çareserî".

Hin bajaran dest bi lidarxistina seferên xwe yên xaçperestî yên li dijî populîzmê kirin. Li Ewropa-ya Rojhilat, şaredarên Prag, Bra-tislava, Varşova û û Budapeştê di meha çileya paşî ya sala borî de "Pakta bajarên azad" îmze kirin. Ew berê xwe didin hukûmetên xwe yên ku bi pêşxistina reşandi-na "tovê nasyonalîzma dijbîyanî ya ku di sedsala dawî de Ewrûpa du caran xist nava şerê cîhanê" sûcbar dikin. Çar kesên hilbijartî, berî handana bajaran ji bo "hev-karîkirina bi armanca yekkirina çavkanîyên xwe û pevguhertina ramanên xwe" weha dibêjin: "Em guh nadin têgihîştineke derdemî ya têgehên serwerî û nasnameyî, ji ber ku bi civakeke vekirî ya pala xwe dide nirxên me yên hêja û hevpar ên azadî, rûmeta mirovî,

Danhezkirina Ewropayê

Bi awayekî giştî, jidayîkbûna "dîplomasîya bajaran" rehên wê diçin heta salên piştî şerê duyemîn ê cîhanê, gava ku yekemîn cêwîktîyên pêşî yên lihevhatina franko-alman pêk dihatin –

ji vê yekê re hingê "cotbûn" dihate gotin. Ya yekemîn di navbera Montbéliard û Ludwigsburg de di gulana 1950î de çêbû. Di çileya paşî ya 1963an de, wextê Peymana Élysée di navbera her du welatan de hat mohrkirin, hejmara wan gihîştibû ne kêmî 130yî. (1) Di dirêjahîya wê serdemê de hin welatên din jî ketibûn nava govendê: Troyes û Tournai (Belçîka) di 1951an de, Paris û Rome di 1956an de… Konseya Şaredarîyan a Ewropayê, ku di 1951an de hatîye avakirin, li ser mijarê vê pênaseyê dike. (2) "Cêwîbûn, tê wateya hatina cem hev ya du şaredarîyên ku li hev dikin bibin hevkar ji bo bergeheke ewropî, ji bo rûbirûbûna bi pirsgirêkên xwe re û ji bo pêşvebirin û germtirkirina têkilîyên dostanîyê di navbera xwe de".

Ev îdeala xwişk û biratîyê ya ewropî hertim li nava mîsyonên dîplomasîya bajarî xwe daye xuyakirin. Di gulana 2015an de, li Konseya Parîsê, ragihandineke li ser tevgera navaneteweyî ya paytext ev tesbît dikir: "Berpirsîyarîya me îro danasîn û danhezkirina Ewropayê ye. Em vê yekê bi nêzîkirina Ewropayê ber bi parîsîyan, û bi afirandina zêdetir danûstandin û çêkirina pirên navbera bajaran dikarin pêk bînin. Em bala xwe bidin ser têkilîyên me yên bi îmtîyaz ên li gel Roma, Amsterdam, Vîyana an jî Lîzbonê, herweha ser dîyalogeke zeximkirî li gel Komîsyona Ewropî li Brukselê."

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bajarên ku li dijî sîyasetên koç-berîyê yên M. Donald Trump in, ew jî vê kevneşopîya xwe demeke dirêj e didomînin. Pêvajoya şerê Vietnamê (1961-1975), hejmareke mezin konseyên şaredarîyan îmzeya xwe danîn bin biryarnameyên ku bangewazîya bidawîbûna çûna leşkerîya amerîkî dikirin. Dûre, ba-jarên wekî Missoula (Montana) di 1978an de, Takoma Park (Mary-land) di 1983an de an jî Berkeleyê (Kalîfornîya) di 1986an de, ketin nava têkoşîna li dijî nukleera çi sîvîl çi jî leşkerî, xwe wekî "herêmên der-nukleerkirî" îlankirin an jî li gel şirketên bi pîşesazîya nukleerî re hevpar, red kirin ku peymanên gelemperî çêbikin. Di pêvajoya salên 1980yî de, bi qasî sed şaredarîyî, bi boykotkirina şirketên bi rejîma apartheid re di nava têkilîyê de bûn, vê carê jî sîyaseta serok Ronald Reagan a li Afrîkaya Başûr ji xwe re kirin hedef. Dîsa di heman ser-demê de bû ku tevgera bajarên-pîroz, deverên starê ji bo koçberên Amerîkaya Navîn ên ku hikûmetên van welatan nêçîra wan dikir, xwe da xuyakirin. Berevajîyê hempîşeyên xwe yên hevdem, bajar ev yek ne wekî meseleyeke ehlaqî an jî nirxî, bi cih dianîn, ji bo wan ev pirseke sîyasî bû û wan ev yek ji ber dijberîya xwe ya bi sîyaseta derve ya amerîkî re pêk dianî.

B. B.(1) Santiago Betancur Ramirez, "Quel rôle pour les gouvernements locaux sur la scène in-ternationale? L’action internationale des collectivités locales entre la France et l’Amérique latine", mémoire de master de science politique, École nationale d’administration – Université Paris 1, 2018.

(2) Cf. Mathilde Collin, "Les jumelages des villes européennes. Une relecture des origines politiques des jumelages et de leur inscription dans le champ des relations internationales",-Relations internationales, vol. 179, n° 3, Paris, 2019.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

Page 14: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

14 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

demokratî, xweragirî, yeksanî, dewleta huqûqê, dadwerîya ci-vakî, xweşbînî û cihêrengîya çandî me bawerî heye".

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê jî, metropol wekî dijberên pêşî yên serok xwe radixin pêş çavan. Di çileya paşî ya 2017an de, M. Trump hema çawa li Qes-ra Spî bicih bû, şaredarên San Francisco, Los Angeles, Seattle, Boston, New York, Washington, Detroit û heta yê Chicagoyê dîyar dikirin ku ew ê biryarnameyên têkildarî dijwarkirina têkoşîna li dijî koçberîya qaçax bicih neynin. Şaredarê Bostonê, berê rexneyên tûj da ser biryarnameya "hilweşî-ner" û "dijamerîkî", "êrişeke li dijî sakînên Bostonê, hêza Bostonê û nirxên Bostonê". Hemkarê wî yê Washingtonê (12) jî weha diaxi-vî : "Bajarê me û nirxên me wê bi hilbijartinê re neguherin. (…). Em ne karmendên hikûmeta federal in". Piştî çend mehên din, îca tê-kildarî pirsa hawîrdor dest bi dij-berîyê kirin. Tevî biryara vekişîna ji alîyê M. Trump ve jî, gelek met-ropolan anîn ziman ku ew rêzê ji bo peymana Parîs a der barê av-hewayê de digirin.

Li Îngilistanê, Breksît bû ya ku agir

bi barûdê xist. Rojek piştî referan-dûma 2016an, daxwaznameyeke têkildarî Serxwebûna Londonê li holê digere. Di nava çend hefteyan de, 180 000 kes îmza xwe davêjin binî. Şaredar M. Sadiq Khan bi qasî ku paytext ji welêt veqetîne di gotinê de zêdegavîyê nake, lê belê daxwaza xwe ya guhertina qedera bajêr ji ya asta neteweyî tîne zi-man. Çar roj piştî encaman, ew li gel Mme Hidalgo nameyeke vekirî di Financial Times û Le Parisienê de diweşîne : "Bajarên me ew qad in ku têde her kesek, ji ku hatibe bila hatibe, dikare xwe li mala xwe hîs bike. Wekî şaredarên Parîs û Londonê, em biryardar in zêdetir nêzî hev bixebitin da ku di navbe-ra bajarên Ewropayê û cîhanê de hevalbendîyên hê xurtir saz bikin. Bi hev re, em dikarin bibin dijgi-ranîyeke bihêz li hemberî xwarî û sistîya dewletên-netew û tesîra lo-bîyan. Bi hev re, em ê şeklekî nû bidin sedsala bê."

Ji bo îqnakirina tûrîstan û kesên dixwazin bi sermayeya xwe kar bikin li Londonê, M. Khan herwe-ha seferberîyeke ragihandinê bi navgîna hashtag "LondonIsOpen" (London vekirî ye) dide destpê-kirin. Şaredar, bi desteka Odeya bazirganî û pîşesazîyê, dîsa bi nav-

gîna Hevkarîya bajarê London û gelek tînk-tankan û sazîyên pirne-teweyî, daxwaza xwe ya afirandina vîzeyeke kar a ku tenê ji bo Lon-donê lê be, tîne rojevê. Wekî din dixwaze ku paytext bibe qadeke der-niştimanî di têkilîyên xwe yên pîyaseya bazara hevpar de. Yek ji van daxwazan tenê jî serî negirt, lê belê ev muxelefeta wêrek hişt ku M. Khan wekî şaredarekî, îtîbare-ke ku nedihat payîn di qada nav-neteweyî de bidest bixe: ew niha êdî heman dik û sehayan bi wezîr û şefên dewletên bîyanî re parve dike (Justin Trudeau ê kanadayî, Mauricio Macri yê arjantînî, Em-manuel Macron ê fransî…).(13)

Çapemenîya çepgir bi coş van berxwedanan silav dike. Di dosya xwe ya bi sernavê "Bajar hefsarên desthilatîyê dixin destê xwe" de (serdema pêşî 2020), kovara fransî Regards bo nimûne serhildana metropolên amerîkî wekî delîleke "ku li dijî sîyaseta zextkar a serok (Trump) qadên manevrayê hene". Halbûkî, bihêzkirina fikrê ku met-ropol êdî têkildarî qedera deverên din ên welêt xemsar bûne, ew zê-detir destekê didin berfirehbûna perçebûnên herêmî. Ew herweha dibin alîkar ku cudahîyên civakîya erdnîgarî jî veguherin pevçûnên

"nirxan" – peyveke ku her tim ji nû ve vedigere pîyaseyê. Xeta parve-kirinê êdî ne li nav bera herêmên ji cîhanîbûn, pevguhertina-serbest, geryana mejîyan, keda erzan a koçberan û yên din ên bûne mex-dûrên vê yekê, lê li navbera qadên vekirî yên berê xwe dane paşerojê û yên di nav xwe de girtî mane û bi kevneşopîyên xwe ve girêdayî mane derbas dibe. Analîstê sîyasî yê serketî û şewirmendê berê yê serok Bill Clinton, Benjamin Bar-ber pirtûkek bi sernavê "Eger şa-redaran dinya birêve biriba" (14) weşand. Bi xêra vê berhema ku ji alîyê navendên biryarê ve pir hat ecibandin, pê re gelek hevpeyvîn hatin kirin, dawetîya wergirtin û ji bo konferansan hat vexwendin. Ew di berhemê de tîpolojîyeke ku bi awayekî karîkaturî nêrîna hilbi-jartîyên bajarî li hemşerîyên wan, radixe pêş çavan. Li metropolan û li bajarên mezin, Barber van tê-gehan jî zêde dike: "vekirî, afirî-ner, kosmopolît, çalak, guherbar, paşeroj, nûbûn, seculer, pêşverû, azadî, sofîstîkasyon, bazirganî". Ji bo pênasekirina kampanyayê û Amerîkaya kûr jî ew van peyvan bikar tîne: "girtî, adetî, îbadetgeh, neguhêzbar, aram, derbasbûyî, dubare, olî, kevneparêz, kev-neşopî, sadebûn, xwetêrî".

Bi seyrûsefereke wêdetirî klîşeyan, mamosteyê zanista sîyasî Lawren-ce R. Jacobs hewl da vê parçebûnê têbigihe û ji bo vê yekê li Minne-sota ku lê dersan dide û M. Trump bi qasî bîst wargehên di navbera 2008 û 2012an de M. Obama ter-cîh kiribûn bi dest xistin, lêkolînek meşand.(15) Li nava egerên par-çebûnê, wî berî her tiştî ronahî da ser qelşa mezin a meaşan a navbe-ra Minneapolîs û tevahîya deverên din ên Minnesota. Di 2017an de, metropolê biryar da meaşê asgarî yê ji bo saetekê hêdî hêdî hilkişî-ne 15 dolarî – tedbîreke gelek ca-ran li bajarên mezin tê wergirtin ji bo xebatkarên kêm kalîfîye ka-ribin bicihûwar bibin bi awayek ji awayan, bi taybetî jî li demeke ku fîyetên malan pir hildipekin. Li deverên din ên Minnesotayê, li şirketên mezin meaşê asgarî yê ji bo saetekê dadikeve10 dolarî, li kargehên biçûk jî heta 8,15 dolarî nizim dibe – ev jî eger xelk karibin ji xwe karekî bibînin. Kesên ku lê-gerîner bi wan re danûstandin kir, adeta di şertên tecrîdbûnê de dijîn. Yek ji welatîyan wargeheke biçû-çik ê ku pêdivîya wî bi kar heye li ser rewşê, vê şîroveyê dike: "Li her derê (li Minneapolis), vînç hene û li ser panoyan weha hatîye nivîsan-din:"Ji bo karên ku berdêla saeta kar 15 dolar e, em we dişuxulînin."

Jacobs careke din bi girîngî balê dikşîne ser bandora axaftin, gota-ra xemilandî, têgehên ji alîyê der-dorên pêşverû yên Mînneapolîsê ve tên bikaranîn. Ev têgeh, ne ji bo rayedarên dewletê, lê ji bo xwe bi serdestên bajaran bidin hezki-rin, hatine eyarkirin. Ew bi taybetî cih dide têgeha "îmtîyaza spî", ku şîlo ye li fakulteyên zanistên ci-vakî û bi awayekî neheq ji alîyê

hilbijartîyên Minneapolîs û mîlî-tanên demokratên xwecihî hatîye bikaranîn (piştî gulereşandina li komîserîyayê, têkildarî şênîyên ji bo parastina qadên kesk têkoşînê dikin). Hin navçeyên ku li nav yên herî xizan ên Minnesotayê cih di-girin, % 95 spî ne. Ev niştecihên spî jî bi meaşên pir nizm û di şertên neewle de hatine mexdûrkirin, û xwe qet xwedî îmtîyaz hîs nakin, bi taybetî jî gava ku rewşa xwe bi ya Mînneapolîs re didin ber hev. Ji "îmtîyazîya spî" bêhtir ew tercih dikin balê bikşînin ser "îmtîyazî-ya metropolî" ya ku pir xemsar e beramberî hindikahîyên qewmî û berstûk-spîyên ku ji bo karibin de-bara xwe bikin, lingên xwe li bin maseyên xwe radigirin.(16)

Bajarên mezin û çerxên wan ên biryarê li gel hempîşeyên xwe yên tevahîya cîhanê hertim zêdetir didin û distînin, lê belê ji beşeke welatê xwe jî qut dibin. Axaftinên wan ên bi awayekî yeksan nûgir, vekirî, xweragir, afirîner û jîrane, têrê nakin qezenca bêhempa ya serwertên ku birêve dibin veşêrin. Baş e bi rast jî ji bo pêşnîyarkirina "dijberîya populîzmê" kesên herî kalîfîye ew in?

(1) Michele Acuto, "Give cities a seat at the top table", Nature, vol. 537, n° 7622, Londres, 28 septembre 2016.

(2) Ivo Daalder, "Why cities need their own foreign policy", Politico, 6 juin 2017, www.po-litico.com

(3) Alain Bourdin et Joël Idt, L’Urbanisme des modèles. Références, benchmarking et bonnes pratiques, Éditions de l’Aube, coll. "Bibliothèque des territoires", La Tour-d’Aigues, 2016.

(4) Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les mo-dèles à l’heure des politiques urbaines néoli-bérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www.metropolitiques.eu

(5) Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les mo-dèles à l’heure des politiques urbaines néoli-bérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www.metropolitiques.eu

(6) Vincent Béal, ""Trendsetting cities" : les mo-dèles à l’heure des politiques urbaines néoli-bérales", Métropolitiques, 30 juin 2014, www.metropolitiques.eu

(7) Lire Isabelle Bruno et Emmanuel Didier, "L’évaluation, arme de destruction", Le Monde diplomatique, mai 2013.

(8) Michele Acuto et Simon Curtis, "The for-eign policy of cities", The RUSI Journal, vol. 163, n° 6, Londres, décembre 2018.

(9) Cf. Roberto Stefan Foa et Jonathan Wilmot, "The West has a resentment epidemic", Foreign Policy, Washington, DC, 18 septembre 2019; Thomas B. Edsall, "Reaching out the voters the left left behind", The New York Times, 13 avril 2017.

(10) David Adler et Ben Ansell, "Housing and populism", West European Politics, vol. 43, n° 2, Abingdon-on-Thames (Royaume-Uni), juin 2019.

(11) Cf. Robert Muggah et Misha Glenny, "Pop-ulism is poison. Plural cities are the antidote", Forum économique mondial, Davos, 4 janvier 2017, www.weforum.org

(12) Cité dans Nicolas Maisetti, "Le Retour des villes dissidentes", rapport pour le ministère de la transition écologique et solidaire, Paris, octobre 2018.

(13) Nicolas Bosetti, "Londres peut-elle échap-per au Brexit? La ville globale comme acteur autonome des relations internationales", Revue internationale et stratégique, vol. 112, n° 4, Paris, 2018.

(14) Benjamin Barber, If Mayors Ruled the World : Dysfunctional Nations, Rising Cities, Yale Universi-ty Press, New Haven, 2014.

(15) Lawrence R. Jacobs, "Minnesota’s ur-ban-rural divide is no lie", Star Tribune, Minne-apolis, 26 juillet 2019.

(16) Sur le cas du Wisconsin, cf. Katherine J. Cramer, "For years, I’ve been watching anti-elite fury build in Wisconsin. Then came Trump", Vox, 16 novembre 2016, www.voxmedia.com

Wergera ji fransî: Baran NebarMehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

Page 15: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Ev serpêhatîyê muhendîsekî Microsoftê ye, yê ku kar-darê wî, wî dişîne Atyraou, herêma herî mezin a neftê li

Qazaxistanê, Chevron bi şirîkatîya bi dewleta qazax re neftê ji vir derdixe. Li wir ew beşdarî semînerekê dibe li ser wê yekê ka çawa Aqlê Sûnî (AI) û karê kompûterê li ser ewrî (cloud computing) (1) dikarin pîşesazîya neftê karîgertir bikin. Li ber kadroyên rêveber ên ku tiştekî zêde ji jargona ku ew wan kin dike, ew hinekî zorê li xwe dike û wê rola ku Microsoftê jê xwestîye dike. Mijar girîng in. Sala 2017an, Chevronê bi şirketa Bill Gatesî damezrandî re şirîkatîyeke heft salan mohr kir da ku wê bike dabînkera xwe ya xizmetên ji dûr ve. Ji hingê ve Microsoft wan bi terabytan daneyên ku bîrên neftê yên bi sensoran bigur-çûpêçkirî rojane ji xwe didin der, depo û analîz dike. Li Atyraou, semîner bi carekê dirûvê xwe diguhere, bi ren-gekî mirov ne li bendê be. Kadroyên Chevronê ji muhendîsî dipirsin ka çi derfet hene ji bo bicîhkirina amûrên kontrol û çavdêrîyê yên bipêşketî yên ku wê destûrê bidin mirov bi awayekî algorîtmîk bi hal û helwêstên karkerên li zevîyê neftê bihise yan jî e-mailên wan ên şexsî analîz bike! Gava ew ve-gerîya Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê, ji wî ve ye, ya hatî serê wî "tec-rûbeyeke surrealîst" bûye, ya ku têde "Mirovên hazir hemû wekî ku tiştek nebûbe, behsa bicihkirina li cihê kar a cihazeke çavdêrîyê dikin, cihazeke her tiştî bibîne." Ew biryarê dide ku bi gotareke dirêj behsa vê mana xwe ya li Qazaxistanê bike.(2)

Ji çend salan û vir ve, nêzîkîlihevki-rinên aktorên sereke yên kapîtalîzma dîjîtal û şirketên mezin ên neftê her zêde û pirqat dibin. Amazonê xizme-teke karê kompûterê ya li ser cloud a bi navê AWS Oil and Gas Solutions ava kir, wê konferansên pîşesazîya neftê fînanse kirin û gelek pisporên Aqlê Sûnî (AI) yên ku mutexesisên sepanên sektora enerjîyê ne îstîxdam kirin. Li alîyê xwe, Googleê bi Total, Anadarko û Nine Energy Service re peyman mohr kirin, pê re jî wê beşa xwe ya Oil, Gas and Energy ya di nava Google Cloudê de da destpêkirin. Her-çî Microsoft e, wê ne tenê bi Chevronê re lê herweha bi BP, Equinor û Exxonê re jî şirîkatîya xwe bire serî.

Sedema van hevgirtinan ew perspektîv in ku daneyên girseyî (big data) û Aqlê Sûnî ew vekirine. Pîşesazîya neftê pişta xwe bi van teknolojîyên ji bo vebirîtir cihê rezervan tesbît bike û bi xêra xweberkirinê qewîn dike ku ka-ribe mesrefên xwe kêm bike. Dêwên dîjîtalê bi xwe, ji xwe re têde bazareke têr kar û fêde dibînin ji bo xizmetên xwe yên depokirin û miamelekirina bi daneyan re. Lê belê, herweha ji bo çareserîyên xwe yên hînkirina xweber (machine learning) jî. Yek sîha tenê heye li ser vî hesabî: Ev şirîkatî dibin leke, tevî ku xizmetên ragihandinê her angajmana bê navber a Silicon Val-ley ya li xêra enerjîyên dikarin bên nûkirin, dibêjin û dibilînin. Damez-rênerê Amazonê Jeff Bezos ji ber ku hin mûçegirên wî jê xwestin dev ji tevahîya hevkarîya bi pîşesazîya neftê

re berde, îlona 2019an rave kir ku ya ew dixwaze, ew e ku "amûrên herî baş ên mimkin" bigihîne pîşesazîya neftê da ku "bihurîna" xwe ya enerjîtîk bibe serî.(3) Bidawîkirina girêdanan bi so-temenîyên fosîl re bi wê yekê ku mi-rov alîkarîyê bi dabînkerên sereke re bike da ku karê xwe bêhtir karhêner bikin: Helbet divîyabû mirov bîra vê bibe, xeyala wê bike.

Xerakirina“tiștên înternetê”

Tevî ku deranîna neftê û ya daneyan du berên heman pelikî ne jî, ya ku divê mirov bi rastî bixe ber lêpirsînê tevahîya dijberîya di navbera kapî-talîzmeke termo îndustrîyel ya sedsala 19an peyda bû û kapîtalîzma dîjîtal ya ku qaşo "ne madî" ye, "postîndustrî-yel" e yan jî "kesk" e. Raporeke sala 2013an ya şêwirmend Mark P. Mills a ku pîşesazîya kanan ew fînanse kir, îdîa kir ku "Karê kompûterê li ser cloud bi komirê dest pê dike".(4) Şir-ketên me yên dîjîtal rêyekê didin ber xwe ku rêgeha wê ya dîrokî berîya bi du sedsalan li Meliktîya Yekbûyî (În-gilistanê) bi di asta mezin de deranîna komirê dest pê kiribû. Ji hingê ve serf-kirina global a sotemenîyan her zêde bû, tevî li wan her û her çavkanîyên din ên enerjîya elektrîkê ya yekser hatin zêdekirin: gaza xwezayî, neft, nukleer, enerjîya rojê û yên din.(5) Li gorî Ajansa Enerjîyê ya Navneteweyî, bikaranîna komirê ya ku hilberîna bi destê Çîn, Hindistan û Başûrrojhilatê Asyayê wê daf dide, wê van çend salên li pêşîya me kêm nebe.(6)

Bi awayekî giştî serfkirina enerjîyê ya global hê jî zêde dibe (sala 2018an + % 2,3), û ew hîna jî bêhtirî % 80 xwe dispêre enerjîyên fosîl.(7) Hej-mara enerjîya pêwîst ji bo hilberîna enerjîyê jî zêde dibe, her ku rezervên herî kêmkalîte hatin deranîn yan jî her ku hîdrokarburên ji wan re "ne kon-vensîyonel" tê gotin ên wekî qûma bi neft, hatin deranîn. Bi vî awayî, ya ku mutexesis jê re dibêjin "rêjeya ve-gerê ya enerjêtîk" her kêm dibe. Tevî ku "berîya bi sedsalekê bi nîvekî ji bo derxistina sed varîl neftê varîlek neft lazim bû, lê îro roj, li hin deverên son-dajê varîlek neft bi zor têra hilberîna sîh û pênc varîl neftê dike."(8)

Hemin, aborîya dîjîtal ne yekane se-dem e, lê gelekî xwedî par e di dewam-kirina vê rêya ne bi xêr de. Li gorî du raporên vê dawîyê, ew di asta global de bêhtirî % 4ê enerjîya elektrîkê serf dike û ev serfkirin salê % 9 zêde dibe, bi qasî ku welatên bi pêş dikevin xwe bi gurçûpêç bikin û bi qasî ku bika-ranîna xwe pircure bike.(9) Çêkirina termînalan û ya binesazîyên tevnê di vê bîlançoyê de xwedî giranîya herî zêde ne. Piştî wan serfkirina ekîpma-nan, ya tevnê û ya navendên daneyan (data centers) tên. Çêkirina laptopekê

berdêla 330 kîlogram CO² berdide he-wayê, pê re jî jê re gelek av û madeyên xav pêwîst in, nexasim metalên wekî paladîyum, kobalt yan jî erdên kêm. Xebitîna data centersan bi serê xwe berpirs e ji % 19ê temamê enerjîya dîjîtal serf dike.

Tenê hema welê temaşekirina on-line ya vîdeoyên li nava binesazîyên dêwane yên madî de depokirî, sala 2018an bi qasî welatêkî wekî Span-yayê gazên tesîra sereya dikin, berda-na hewayê. Ya rastî, Apple û Google her çiqasî pesnê xwe bi wê yekê bidin ku ew % 100 bi enerjîyên dikarin bên nûkirin dixebitin jî ev yek ji bo aktora sereke ya karê kompûtera li ser cloudê yanî Amazonê ne lê ye. Li gorî rapo-reke Greenpeaceê navenda Amazonê ya dêwane a miamelekirina bi dane-yan re ya li Virjînyayê ya ku qederê % 70 înterneta global tê re dibihure, tenê % 12 întegre kirine. Ew eşkere sûdê werdigire ji elektrîka erzan a ku bi ko-mira ji Çîyayên Apalaçan tê hilberîn; bi teqemenîyê, pêşî serê çîyayên cîran tê rakirin û ew komir tê deranîn. Li Çînê hîna jî %73 enerjîya data centers serf dikin, ji komirê tê.(10) Ev hejmar dikarin bikin ku mirov fikaran bike, ji ber ku em dizanin wê mezinahîya daneyan di van salên li pêşîya me de wekî encama objeyên bi hev ve di tev-nê de hatine girêdan a ku mirov jixwe li bendê ye, bi carekê gelekî zêde bibe.

Ya ji vê esasîtir, teknolojîyên ku kapîtalîzma dîjîtal xwe dispêre wan, bêyî ku şertê bivê nevê yê ekolojîk li ber çavan bê girtin, hatine sêwiran-din. Meydana aqlê sûnî ji bo vê yekê mînakeke fêrker e. Lêkolîneke li Zanîngeha Amherstê nîşan da ku pro-jeyeke standart a hînkirina xweber (machine learning) roja me ya îro di tevahîya dewra xwe ya bipêşxistinê de qederê berdêla 284 tonan CO² berdide hewayê, yanî pênc caran li gazên ku erebeyek ji çêkirina xwe heta xera bibe û were avêtin, berdide hewayê.(11) Çawa ku lêkolîner Car-los Gómez-Rodríguez eşkere dike, "Piranîya lêkolînên nû yên li ser aqlê sûnî karîgerîya enerjîtîk li ber çavan nagirin, ji ber ku hatîye naskirin ku ji tevnên noyronan yên zêde mezin (bêhtir enerjî li wan diçe) ji bo birina serî ya gelek wezîfeyên cihê lazim in û ew şirket û dam û dezgehên dikarin xwe bigihînin çavkanîyên gelek ên înformatîkî ji wê avantajeke reqabetê werdigirin."(12) Bi rengekî din em îfade bikin, dêwên teknolojîyê hema hema hîç ne di berjewendîya wan de ye ku rêbazên paqijtir û maqûltir bi kar bînin.

Serê pêşî, ne ji berjewendîyên wan e ku bikarhênerên wan bibin xwedî ref-tarên ekolojîk. Ji dewlemendîya wan a siberojê re lazim e ku her kes xwe hînî pêxistina lampeyê bike bi wê yekê ku mirov ji mîkrofon û hoparloreke li kar

re bipeyive, li şûna ku mirov hema pê li pişkokekê vemirandin û pêxis-tinê bike. Lê belê mesrefa ekolojîk a van her du kirinan ji hev gelekî cuda ye. Ji bo ya pêşî cihazeke elektronîk a bipêşketî lazim e ya ku tevî asîsta-neke bideng e û li çêkirina wê ecêb zêde madeyên xav, enerjî û kar çûne.(13) Mirov di heman demê de pesnê "înterneta tiştan" û têkoşîna li dijî krî-za avhewayê bide, ev tiştekî kelevajî û bêmane ye: Zêdebûna hejmara tiş-tên girêdayî tevna înternetê xerakirina hawirdorê hema welê bi lez dike.

Gava mirov ji pencereya ekolojîk ve lê binihêre, kapîtalîzma dîjîtal ne tenê bi dêwên Silicon Valley ne jî bi der-dora şirketên sturt-up sînordar e. Ew bêhtir "dinyayeke aborî" pêk tîne bi maneya ku dîroknas Fernand Brau-del li vê peyvê bar dike: temamekî bi aheng ê aktorên aborî ku têkilîyên wan hatine avakirin bi parçebûneke di navbera navendan û kevîyan de. Kendavika San Francisco di dilê wê de ye û dewlemendîya wê bi berfirehî têkilîyên asîmetrîk ku ew wan li ser pîyan digire, mekanên di bin ser-werîyê de û kanên koltanê yên afrîkî diherikîne fabrîkeyên bihevvekirinê yên asyayî, berîya wê jî di sergoyên elektronîk ên ganayî re wan derbas dike. Di vê sîstemê de miameleya pîşesazîyê mesrefên ekolojîk ên ne-wekhev dabeşkirî derdixe holê. Bi vî awayî bêdadîyên ekolojîk dikevin kirasekî pevguherîneke ekolojîk ne-wekhev; aborînasê marksîst Arghiri Emmanuel di salên 1960î de ev teorî-ze kiribû: Li pişt wekhevîyeke dîyar ya pevguherîna pereyî, dinya aborî ya kapîtalîst xwe dispêre transferên asîmetrîk ên çavkanîyên xwezayî di navbera navendan û kevîyan de.(14) Gava ku şirketeke ji Bakur bi 1000 dolarî madeyên xav dikire û şirketeke ji Başûr 1000 dolarî bi mafên telîfê yên milkê întelektuel dide, nirxê pe-reyî wekî hev in, lê belê bandora li ser xwezayê, ne wekî hev e, loma navend encamên ekolojîk ên bipêşketina xwe ji xwe dûr dikin, wan dikin der.

Kapîtalîzma dîjîtal bi awayekî bêqisûr vî mantiqî nîşan dide. Li çêkirina kompûter û telefonên destan % 23ê hilberîna global a cobaltê û % 19ê metalên kêm tên dîtin, diçin. (15) Wekî din, kobalt bi piranî ji Komara Demokratîk a Kongoyê tê, li deverên şer zarok wê derdixin û ev xerab e ji bo mafê mirovan û hawirdorê. (16) Herçî erdên kêmdîtî ne, di hilberîna wan a global de Çîn serwer e, lê di berdêla barana asîdê, bi metalên gi-ran qirêjkirina zevîyên wê û rezervên wê yên avê. Rojnamevan Guillaume Pitron rewşê bi kurtî weha vedibêje, "Çînîyan û welatên rojavayî, erkên siberoja bihurîna enerjîtîk û dîjîtal xweşik parve kirîye: çînî wê destên xwe qirêj bikin ji bo pêkhênerên tek-nolojîya kesk (green tech) hilberînin,

herçî welatên rojavayî ne, ew ê wan ji Çînê bikirin û karibin pesnê xwe bi pratîkên baş ên ekolojîk bidin." (17) Awayê xebitîna dinyaya aborî ya dîjîtal wê sînorên ekolojîk ji holê ra-neke: Ew ê cihê wan biguhere.

* Mamosteyê Zanîngehê di zanista agahdarî û ragihandinê de. Nivîskarê Utopie du logiciel libre. Du bricolage informatique à la réinvention sociale (Utopyaya sofwareên azad. Ji bihev-vekirina înformatîk ber bi ji nû ve ve-dîtina civakî ve), Le Passager clandes-tin, Neuvy-en-Champagne, 2018.

(1) Depokirin û miamelekirina bi daneyên mişterîyekî re li ser serverên şirketeke hilgir a pisporê vî karî.

(2) Zero Cool, "Oil is the new data (Neft da-neya nû ye)", Logic, hejmar 9, San Francisco, 7ê çileya paşî ya 2019an.

(3) David McCabe û Karen Weise ji ber girtine, "Amazon accelerates efforts to fight climate change (Amazon hewldanên xwe yên li djî guherîna avhewayê zêde dike)", The New York Times, 19ê îlona 2019an.

(4) Mark P. Mills, "The cloud begins with coal (Cloud bi komirê dest pê dike)", Digital Power Group, New York – Washington, DC, tebaxa 2013an.

(5) Jean-Christophe Bonneuil û Jean-Baptiste Fressoz, L’Événement Anthropocène (Bûyera serdema mirovan), Seuil, coll. "Serdema miro-van", Parîs, 2013.

(6) "Coal 2019. Analysis and Forecasts to 2024 (Komir 2019. Analîz û pêşbînî heta bi 2024an)", IEA, Parîs, 2019, www.iea.org/reports

(7) Christopher J. Rhodes, "Endangered ele-ments, critical raw materials and conflict mine-rals (Elementên di tehlûkeyê de, madeyên xam ên heyatî û mîneralên sedema şeran)", Science Progress, Berg 102, hejmar 4, Thousand Oaks (Californie), 2019.

(8) Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares. La face cachée de la transition énergé-tique et numérique (şerê ji bo metalên kêm tên dîtin. Rûyê veşartî yê bihurîna enerjîtîk û dîjîtalê), Les Liens qui libèrent, Parîs, 2018.

(9) Frédéric Bordage (Bi birêveberîya wî), "Empreinte environnementale du numérique mondial (şopên dîjîtala global ên li ser hawir-dorê)", GreenIT.fr, çirîya pêşî ya 2019an; Ma-xime Efoui-Hess (Bi birêveberîya wî), "Climat: l’insoutenable usage de la vidéo en ligne (Av-hewa: Bikaranîna vîdeoyê ya li ser înternetê ya nikare bê dewamkirin)", The Shift Project, Parîs, tîrmeha 2019an, https://theshiftproject.org

(10) Naomi Xu Elegant, "The Internet cloud has a dirty secret (Cloud a înternetê xwedî sirreke qirêj e)", Fortune, New York, 18ê îlona 2019an.

(11) Emma Strubell, Ananya Ganesh û Andrew McCallum, "Energy and policy considerations for deep learning in NLP (Hizrên li ser enerjî û sîyasetê ji bo hînbûneke )", 57e rencontres de l’Association for Computational Linguistics, Florence, juillet 2019.

(12) Ji ber hatîye girtin di vê gotarê de: Karen Hao, "Training a single AI model can emit as much carbon as five cars in their lifetimes (Hîn-kirineke tenê ya modeleke tenê ya Aqlê Sûnî dikare bi qasî ku 5 erebe di tevahîya temenê xwe de berdin hewayê, karbonê berdidin he-wayê)", MIT Technology Review, Cambridge (Massachusetts), 6ê hezîrana 2019an.

(13) Kate Crawford et Vladan Joler, "Anatomy of an AI System (Anatomîya sîstemeke Aqlê Sûnî)", AI Now Institute & Share Lab, Zanîngeha New Yorkê, 7ê îlonê 2018an.

(14) Alf Hornborg, Nature, Society, and Justice in the Anthropocene: Unraveling the Money-Energy-Technology Complex (Xweza, civak û edalet di serdema mirovan de: Jihevderxistina kopleksa pere-enerjî-teknolojîyê), Cambridge University Press, 2019.

(15) Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares, (Şerê ji bo metalên kêm tên dîtin), çav-kanîya li jor ji ber girtî.

(16) Annie Kelly, "Apple and Google named in US lawsuit over Congolese child cobalt mining deaths (Navê Apple û Googleê di doza hiqûqî ya li ser mirinên zarokên kongoyî yên di kanên kobaltê de)", The Guardian, London, 16ê çirîya pêşî 2019an.

(17) Guillaume Pitron, La Guerre des métaux rares (Şerê ji bo metalên kêm tên dîtin), çav-

kanîya li jor ji ber girtî.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya

15

Hevgirîyên bi pîşesazîya petrolê, serfkirina zêde ya enerjîyê û çav-kanîyan re: berevajî ya ku me de-meke dirêj îdîa kir, aborîya dîjîtal ne "madî" ye û ne jî "kesk" e. Ew xisarên mezin ên hawîrdorê çê-dike ku encamên wê bi awayekî pir newekhev li ser rûyê dinyayê belav dibin.

teKnolojîya Pêşerojê, ênerjîya berê

Komira șewatê ya dîjîtal

SéBaStien Broc a *__________

Page 16: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

16 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Sala 2016an kovara abo-riyê ya meksîkî Expan-sión bêhna xwe fireh kir û ox û xweşek da xwe:

"Amerîkaya Latînî: Lewleb ber bi rastê xwe diqulibe." (1) Hingê Arjantînê hîna nû karsaz Mau-ricio Macri hilbijartibû; pîşesaz Pedro Kuczynski bar kiribû qesra serokatiyê ya Perûyê; û li Brezîl-yayê Michel Temer karîbû Partiya Karkeran ji desthilatê bîne xwarê. Piştî vê ne bi gelekî, benda muha-fezekaran wê berfirehtir bibûna: Sala 2017an, Lenín Moreno yê ekwatorî vegeriya, ew tenê ji ber wê yekê hat hilbijartin ji ber ku wî soz da ku ew ê siyaseta çepgir ya serokdewletê beriya xwe Rafael Correa dewam bike, lê piştî ku hat hilbijartin jî berevajiyê wê kir; û di sala 2018an de patronê şirketê Sebastián Piñera weke serokdew-letê Şîliyê hat hilbijartin.

Wextekê rastgiriya Amerîkaya Latînî, ji xwe piştrast, bêhna xwe anî ber xwe. Di dema kampanya-ya hilbijartinê ya ku wê Macri bikira desthilat, rojnamevanekî li meseleya enflasyonê pirsî: Ka ew ê çawa li beramberî vê belaya ku birêkûpêk aboriya cihî serûbinî hev dike têbikoşe? Namzed berê çavên xwe dide ezmanan û ji nava kezebê bêhna xwe berdide: Pir di-yar e, pirseke çêtir li behremendi-yên wî bihata, wî dê tercîh bikira. Axir, ew razî dibe bersivê bide pirsê: "Enflasyon nîşana jêne-hatina birêvebirina hikûmetê ye. Heger ez bibim serokdewlet, em ê hîç nebihîsin ku behsa vê yekê jî tê kirin." (2) Piştî bi çar salan, Bue-nos Aires piştî Venezuelayê asta herî bilind a bêqîmetbûna pere li Amerîka Latînî nîşan dide (ji %50 bêhtir, di nav sala 2019an de). Feqîrî zêde dibe, deyn ji kontrolê derketine, mezinbûna aborîyê nîv bi nîv kêm bû. Di dema dengdana 2019an de, Macri diviyabû piştî ku encameke xirab wergirt, dev ji serokdewletiyê berda.

«Hikûmeta luksê»Rewş li deverên din serketîtir nîne. Ekwator (3), Şîlî (4), Ko-lombiya, Bolîviya (5): Hema çend salan û carinan hema çenda mehan piştî ku rêveberên muhafe-zekar dest bi kar dikin, ew bi li-berrabûna herî xurt a dîroka nû ya Amerîka Latînî re rûbirûyî hev di-bin, ji ber ku ev liberrabûn beşên mezin ên çînên navîn jî seferber dike, Ewçendê girîngtir e jî. Dest-hilata ku jê nayê vî agirî vemirî-ne, xwe li her zêdekirina zextê diceribîne. Li herêmê zexteke bi

vî rengî ji dawîlêhatina dîktatori-yan û vir ve xwe nedabû der. Li Kolombiyayê piştî xwepêşandana 21ê çiriya paşî ya 2019an, serok-dewlet Iván Duque qedexeya der-ketina derve li Bogota û Caliyê ferz kir. Li Ekwatorê di navbera 3 û 13ê çiriya pêşî ya 2019an de bi dehan mirov bi derbên hêzên ew-lekariyê hatin kuştin.(6) Ji dema jidesthilatê xistina Evo Morales û vir ve, di çiriya paşî ya 2019an de, esker û polîs bajarên mezin ên Bolîviyayê kontrol dikin. Li Şîlîyê bûyerên mirin, îşkence û destavêtina bi destê hêzên çêkdar ên dewletê ewqasî zêde ne ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li dijî Piñera lêpirsînek hate vekirin. Û herçî aramiya kolanên Brezîlyayê ye, mirov nikare bi wê yekê rave bike ku welat bi qedrê siyaseta jixwekêmkirinê ya serokdewlet Jair Bolsonaro li ser welêt ferzkirî dizane; sedema aramiya kolanan bêhtir biryara hikûmetê ye, ya ku pê destpênedana eskerên ku gu-leyan li xwepêşandêrên muhtemel bibarînin, misoger dike.(7)

Mirov şikestineke evqasî bi lez çawa rave bike? Ji bo Piñera, mese-le safî bûye: "Destekî ji derve li ser kar e" (26ê çileya pêşî 2019). Ne lazim e mirov ta bi derziyê ve bike û bibêje, ka ev dest kîjan e: Heger ew rahêje qedehekê, di wê qedehê de wê vodka hebe. Çileya paşî ya 2020ê Wezareta Karê Derve wekî ku pişta vê analîzê bigire xuya bû. Ew belgeyan diweşîne ku îdîa di-kin, sîxurên rûs li ser kar in da ku herêmê bêîstîqrar bikin, nexasim jî bi rêya twitterê. New York Times a ku guman jê nîne rûsofîl e, bi her halî weha mikur tê li gumanên xwe: "Analîzên hatine pêşkêşkirin (...) piştrast nakin ku hesabên se-ferberkirina li Amerîka Latînî girê-dayî hikûmeta rûs bin."(8)

Lewma, Amerîka Latînî muhte-melen kêm dişibe lîstokeke ku benên wê heta bi Moskovayê biçin, ew dişibe peraveke deryayê: Peraveke ku avê xwe di encama medcezîrekê de jê vekişandibe. Di nîvê dehsala destpêkê ya 2000î de di peywendeke mezinbûna pir xurt a çînî de hikûmetên pêşverû ji pêleke pereyên pêşin û herikbar sûd wergirtin. Bi xurtiya xwe, vê pêla hanê ji nû ve ser dijberiyên civakî girt, lê ew ji navê nebirin. Ava deryayê radibe, bilind dibe, keştiyan li ber xwe tîne; hin ji

wan ev cara yekê ye ku bi ser avê dikevin. Piştî bi 15 salan êdî av ji nû ve vedikişe. Ji ber ku kaniya daxwaza madeyên xam zuwa bû û miçiqî, ev bû sedem ku av vekişe, ev jî dike ku siyaseta jixwekêm-kirinê ya rastgiran bi leztir bibe. Hêdî hêdî du cinawir xwe didin der. Ti kes xwe li hebûna wan ker û kor nake, herweha di dema hi-kûmeta çepgiran de jî; lê belê di wê serdema xweşhaliyê de ew li bin rûyê erdê veşartîbûn. Navê wan çi ye? "Gendelî" û "Newek-hevî", du peyvên ku ji nû ve xwe di devê xwepêşanderan hemûyan de didin der.

Gendelî? Li Brezîlyayê, darbeya parlamenter a bi destê rastgiri-ya ji rêûresmê kir ku serokdew-let Dilma Rousseff sala 2016an ji desthilatê bikeve. Ev darbe, bi reşkirina tevahiya çîna siyasetê bi dawî bû û derfet afirand ku Bol-sonaro bê hilbijartin. Tevî ku wî soz da ku ew ê bikaranîna xirab a erkê di jiyana siyasî ya welatê xwe de ji holê rake jî, vî suwarê spî yê rastgiriya tundrew xwe di nava rewşekê de dît ku bi xwe ji ber gelek meseleyan fikar û mita-leyan bike.

Li Perûyê Kuczynski – yê ku navê "hikûmeta luksê" li ekîpa xwe ki-ribû – di bin skandalan de perçiqî û sala 2018an îstîfa kir. (9) Ew niha di hepsê de kurmî dibe; ev çarenûsek e ku em motîfên wê ji berê ve nas dikin û hatibû serê se-rokê hikûmeta beriya wî Ollanta Humala (2011-2016); herçî her du serokdewletên beriya wî bûn, wan karî xwe ji vê çarenûsê xilas bikin – Alejandro Toledo (2001-2006) ji welêt reviya û Alan Gar-cía (2006-2011) jî xwe kuşt.

Şah û matEm li newekheviyan vegerin! Di raporeke ku di 2014an de hatîye weşandin de rêxistina nehikûmetî Oxfam dibêje, piştî ku newekhe-vî gihiştin asta xwe ya herî bilind sala 2000î, "Newekhevî di navbe-ra 2002 û 2011an de kêm bûn" di encama kirinên hikûmetan de: "Wan tedbîrên pêşverû teşwîq kirin, ên weke zêdekirina mesre-fên ji bo gelemperiyê yên di warê tenduristî, perwerde, teqawidbûn, parastina civakî, îstîxdam û pa-rastina sînorê ji bo mûçeyê herî kêm." Ew digihîjin vê encamê:

"Tecrûbeya Amerîka latînî nîşan dide ku destwerdana dewletê di-kare tesîreke diyarker li newekhe-viyan bike."(10)

Di heman demê de Financial Ti-mes li qesra Lancaster a li Lon-donê resepsiyonekê organîze dike, da ku veguherîneke di atmosfera demê de pîroz bike: Jidayikbûna Peymana Pasîfîkê, ya ku Perû, Kolombiya û Meksîkayê (hemû-yan jî hikûmetên rastgir bi rê ve dibin) li dora bernameyekê tîne cem hev û ev bername jî jiberki-rineke neolîberal a salên 1990î ye. Li ser dikê rojnamevan John Paul Rathbone bi zorê dikare xwe bigire da ku heyraniya xwe eşkere nîşan nede: "Tevî ku yekî tenê jî konsensusa Washingtonê bi temamî betal nekiribe jî (11) li herêmê hin welat diwêrin bibêĵin ‘stop’ (…) û ji nû ve vekişîna dew-letê biparêzin." Vekirina aboriyê, jêbirina mesrefên gumrikê, en-tegrekirina mekanên malî: Beşdar projeya xwe ji ber dixwînin, weke ku hemûyan heman dewr kiri-bin. Rathbone wek encam dibêje, "Wekî rojnamevan kêm caran der-feta min çêbû beşdarî konferanse-ke li ser Amerîkaya Latînî bibim, li cihekî ku mirov karibin baweriyên xwe yên lîberal wisa eşkere ji hev re bibêjin. Va ye, bêguman ev bû-yerek e ku mirov divê pê şa bibe."

Piştî çend salan ew wehdên li Lan-casterê li piraniya welatan wê bibû-na siyaseta hikûmetê. Wezîrê Abo-riyê yê Brezîlyayê Paulo Guedesê kevnebazirgan, ji karê sûdwergir-tina ji hilbijartina Bolsonaro ya sala 2018an fêm dike, da ku "Li ser welatê xwe zincîren hêza îdeoloji-ya pevguherîna serbest biqetîne; wî li Zanîgeha Chicagoyê salên 1970yî xwe li ser vê îdeolojiyê per-werde kiribû." Gava ku ew karê di warê aboriyê de yê generalê şîliyî Augusto Pinochet şirove dike, ew dibêje, "Ev veguherîneke harîqula-de bû (…) Thatcher û Reagan, wan ev yek baş fêm kir."(12)

Zehmetiyek tenê heye: Serok-dewletê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê êdî ne Ronald Reagan e, lê Donald Trump e. Û rexne-kirina pevguherîna serbest jî yek ji hespên wî yên sereke bû ku di dema kampanyaya wî ya seroka-tiyê de ew ber bi desthilatê ve ajot. Gava ku ew bi doz û dawe dibêje, "Serê pêşî Amerîka", ew behsa

herêmê nake, lê belê ew behsa Dewletên Yekbûyî yên Amerî-kayê dike. Tweeteke wî ya 2yê çi-leya pêşî ya 2019an bû ava sar û bi ser hêviyên wan heyranên wî yên li başûr de werbû: "Brezîlya û Ar-jantîn ev çendeke devaluasyoneke mezin a pereyê xwe dimeşînin, ev jî ji bo cotkarên me, ne baş e. Weke encama vê, min biryar da ku ez ji nû ve mesrefên gumrikê day-nim ser pola û alemînyûma Dew-letên Yekbûyî yên Amerîkayê ji van welatan îtxal dike. Ev jî tavilê lê dibe." Encama axirî, hikûmetên muhafezekar ên li Amerîka Latînî di deryayê de li benda destê alî-karîyê bûn, Trump sindanek avêt wan, da ku bêtir noqî avê bibin.

Herçî bazarên malî ne, sempatiya wan a ji berê ve ji bo rêveberên lîberal, hema ku berjewendiyên wan ketin tehlûkeyê ji holê radi-be. Bi vî rengî, me karî ji veber-hêneran hêvî bikin ku ew hewl bi-din jiyana Macri mimkin bikin, bi wê yekê ku ew aboriya Arjantînê bi sermayeyê av bidin; hingê ji 2017an û pê ve aboriya Arjantînê li ber hişkbûnê bû. Lê li borsayê kara ku bê ser veberhênanê, bi qîmettir e ji îdeolojiyê: Çaxê ku karsazekî desthilatdar bike ku hûn zirarê bikin, hingê ya rastî tiştekî ku wî ji sendîkavanekî cihê bike, namîne. Bêyî piştgiriya ji Wash-ingtonê yan jî ji Wall Streetê, bi carekê diyar bû ku ew qutiya amûran a lîberalan vala ye.

Di navbera 2014 û 2020an de, Amerîka Latînî ji 1950î û vir ve rejeya herî kêm a mezinbûna abo-rî li pey xwe hişt: ji sedî 0,5 be-ramberî qederê ji sedî 2,5 di salên 1980yî de, û ew dehsal weke "deh-sala winda" tê nasîn.(13) Tevî ku serjimar her zêde jî bû, di navbe-ra 2014 û 2019an de dewlemendî serê ferd % 4 kêm bû. Xizanî zêde dibe, newekhevî ji nû ve zêde di-bin û çînên navîn ên ku di salên 2000î de peyda bûn, niha asta wan a jiyanê tê xwarê, hildiweşe.

Lê belê têrê nake ku nîşanên aborî reş û tarî bibin da ku xelk bîrkor bibe. Dîroknasê brezîlî Valter Pomar vê çavdêriyê dike: "Ew pêşketinên civakî yên ku di dema hikûmetên pêşverû û çepgir de hatin bidestxistin, tevî ku ew para bêhtir nerm in jî, pirsgirê-keke mezin in ji bo rastgirên îro bûne hikûmet." Bêguman ji ber

devjêberdana washingtonê, bixwenebawerîya Pîyasayên diravî

Li Amerîka Latînî rastgirîya bêzar

renaud laMBert *__________

Demeke dirêj, mihafezekarên amerîkî yên latînî li zindîkirina te-oriyên demên berê geriyan. Di de-meke ku çep serdest bû de, hinekî din dê bihatana û derfeta cîbicîki-rina bernameya wan pêșkêșî wan bikira. Lê rastî carinan ji teoriyê cihê dibe. rastê lîberal piștî ku bi zorê li gelek welatan hatibe ser desthilatê, dît ku bi nerazîbûneke nû tê tehdîd kirin.

Page 17: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî 17

MehMet KapçaK: Bênav, Li ser kaxezê, teknîka tevlihev, 29x19 cm

vê yekê çînên navîn ên ku bi ca-rekê statuya wan kete tehlûkeyê, ber bir aliyekî din ve hildiperin. Di dewamê de Polmar dibêje, "Di salên 1990î de birêveberên muha-fezekar karîbûn bi wan bidin qe-bûlkirin bi wê yekê ku ji wan re rave kirin ku neolîberalîzm – ku ew ne mexdûrên wê yên pêşî ne – qonaxeke bivê nevê ye da ku ev herêma nû ji dîktatoriyê xilas bûye, demokratîk bibe." Axir, bi giştî, sindoqên hilbijartinê ji bo me û neşterên cerahiyê ji bo yên din. "Lê belê, rewş îro roj guherî. Îro êdî ne ku neolîberalîzm her kesî noqî nava feqîriyê dike, bi ser de jî ti qezenceke di berdêla vê de pêşniyaz bike jî nîne." Neştera ce-rahiyê veguherî satore, sindoqên hilbijartinê veguherîn copan.

Gelo em ê bigihîjin wê encamê ku ev krîza heyî wê bi kêrî partiyên siyasî yên çepgir bê? Naxêr, tiş-tekî ji vê neewletir nîne: Li kola-nan xwepêşandêr ji Marşa Înter-nasyonal bêhtir sloganên "doza cehemînê" dikin, hene. Yanî Amerîka Latînî wê bikeve rewşe-ke şah û matê. Li rastê mîrasgirên neolîberalîzmeke konebûyî, di warê aborî de bêkêr û rewabûna wan nemayî, hene. Li alîyê çepê, ji ber bertîlxwurî û gendeliya hin pêkhateyan carinan êdî bawerî bi wan nayê, bi piranî ji ber ku bûne desthilatdar ji taqet ketine û bi giştî tên gunehbarkirin, li şûna rê li ber hêviyê vekin, dinyayê bigu-herin, lê bi rastî newêriyane wê bi zorê bikin, rê li ber gelek hêvîne-manê vekirine.

Gelo dengê kolanan rê dide ber partiyên çepgir? Dibe ku rewş weke ku hêvîbar xuya bike. Gava ku sekreterê yekê yê Partiya Ko-munîst a Kubayê Raùl Castro aciziya ku rejîmên ku dijberê wî ne, rê li ber wan vekiriye, şirove kir, wî çavdêriya xwe weha îfade kir: "Herêm dişibe deşteke hişk û zuwa. Çirûskeke herî piçûk jî di-kare bike ku şewatek dest pê bike û ev şewat dibe ku berjewendiyên me hemûyan ên neteweyî bixe tehlûkeyê."(14)

Li Bolîviyayê, wekî di nava hin keviyên hikûmeta Bolsonaro, si-yaseteke rastgir a heta niha bêdeng bû, va ye peyda dibe. Ev siyaseta rastgir a ultra dîndar, paşverû, dij-berê entelektuelan, vîzyona xwe ya dinyayê dispêre rêzgirtina ji nivîsên pîroz re. Wê ew pêdivî daye aliyekî, ya ku bike ku xelk baweriyê bi nirxên bazarê bîne: Êdî mesele ew e ku kafiran bikin der. Vegera li hêz û şidetê êdî ne mikurhatina li qelsiyê ye, lê belê ew rêbazek e ji bo jinûveavakirina nîzamê, paqijkirina axurên Augi-ayî (mecaz e, bi maneya paqijki-rina devereke, tişteke ji mêj neha-tiye paqijkirin -wergêr). Bizaveke serketî a ku xwe disipêre heman cureyên fikran li Perûyê hîna nû parlamena perûyî hilbijart. Sîste-ma li ber mirinê ya ku newekhevî û bertîlxwurî çêkirin, gelo wê di dawiyê de berê xwe bide fanatîk û tundrewên bi vî rengî da ku felata xwe misoger bike?

(1) Yussel González, "América latina: el pén-dulo regresa a la derecha", Expansión, México, 01.09.2016

(2) "Macri candidato: La inflación es algo simple de resolver", YouTube, 16.07.2016.

(3) Bixwîne, Franklin Ramírez Gallegos, "En Équateur, le néolibéralisme par surprise (Li Ekwatorê neolîberalîzma weke surprîz hatî)", Le Monde diplomatique, çileya pêşîya 2018an.

(4) Bixwîne, Luis Sepúlveda, "Chili, l’oasis assé-chée (şîlî, wehaya hişkbûyî)", Le Monde diploma-tique, çileya pêşîya 2019an

(5) Bixwîne, "En Bolivie, un coup d’État trop

facile (Li Boliviyayê darbeyeke zêde hêsan)", Le Monde diplomatique, çileya pêşîya 2019an

(6) "Vuelve el protagonismo de los militares en América latina?", RT, 19.11. 2019.

(7) Michael Scott û Andres Schipani, "Brazil finance minister sticks doggedly to reform path (Wezîrê Malîyeyê ya Brezîlyayê ji rêya xwe ya reformê nayê xwarê)", Financial Times, 11.11.2019.

(8) Lara Jakes, "Russia sows online fakes in South America (Rûsya tovên nûçeyên derewîn ên online li Başûrê Amerîkayê direşîne), The New York Times, 21.01.2020.

(9) Nexasim jî elaqedarî skandala Odebrecht e; ev navê şirketeke brezîlî ya avahîsazî û karê ji bo xelkê ye ku li seranserê Amerîkaya Latînî bertîl daye her cureyê rêveberên siyasî. Bixwî-ne, Anne Vigna, "Les ramifications du scandale Odebrecht (Rîş û şaxên skandala Odebrecht)", Le Monde diplomatique, îlona 2017an.

(10) "Even it up (Wê wekhev bikin)", Oxfam, Oxford, 2014.

(11) Bixwîne, Bernard Cassen, "Dans l’ombre de Washington (Li ber siya Washingtonê)", Le Monde diplomatique, îlona 2000î.

(12) Michael Stott û Andres Schipani, "Brazil

finance minister sticks doggedly to reform path (Wezîrê Malîyeyê ya Brezîlyayê ji rêya xwe ya reformê nayê xwarê)", ji ber gotara li jorê hatiye girtin.

(13) Commission économique pour l’Amérique latine et la Caraïbe (Komîsyona aborî ji bo Amerî-kaya Latînî û Karaîbê), Santiago, 12.12.2019.

(14) Wezîrê Karê Derve yê Kubayê ev gotinên wî ji ber wî girtine, di "Nuestra América ante la ar-remetida del imperialismo y de las oligarquías" de, Minrex, Havana, 03.12.2019.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya

Page 18: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

Newroz cejneke mîtolo-jîk e û li Asyaya Rojava ji Kafkasyayê heta Kur-distanê, li cografyaye-

ke berfireh a Mezopotamya û deşta Îranê ji alîyê hemû gelên herêmê ve wekî cejneke çandî û kevneşopî tê pîrozkirin.

Lê wateya Newrozê ji bo gelê kurd ji gelên din cuda ye. Newroz ji bo gelê kurd ji kulturî û kevneşopîyê wêdetir wateya xwe ya polîtîkî heye; ew êdî îro ji bo hemî kur-dan cejneke neteweyî û sembola serhildanê ye. Em dikarin bibêjin Newroz êdî bûye "hîmê bingehîn" a neteweyîbûyîn û nasnemeya kurdî.

Şahîyên Newrozê her diçe hîn zêde-tir wekî ahengên polîtîkî tên pîroz-kirin. Di demên ku tehde û şîdeta dewletê herî zêde bûye de jî kurdan hewl daye ku wekî manîfestoyeke neteweyî avakirina sazî û dezgehên xwe, derxistina kovarên xwe û ra-perînên xwe yên polîtîk di 21ê adarê de bidin destpêkirin.

Di heman demê de di tevgera têkoşîna neteweyî ya kurdan de figûra Kawayê Hesinkar ji salên 1970î vir ve ji lehengekî mîto-lojîkî wêdetir bû wekî sembola çînên kedkar. Vegotina mîtolojîkê bi wateyeke çînî hat îzehkirin; Ka-wayê Hesinkar veguherî figûreke "pêşengê proleter a şoreşger" ku di tevgera rizgarîya neteweyî de serokatîya sîyasî ya sosyalîstan temsîl dikir.

Mazlûm Dogan di newroza 1982an li zîndana Amedê li dijî sîstema îşkencekirinê çalakîya canfedayîyê li dar xist û ji ber vê çalakîya xwe jî wekî Kawayê ser-dem hate qebûlkirin; ji bo nifşên nû bû îdol. Ev bûyer jî di nav refên PKKê û têkoşîna gerîlayan de dîyardeya nûjenkirina mîtolo-jîyê bo sîyasetê ye.

Li Kurdistanê ji salên 90î vîr ve pîrozkirinên girseyî û mezin yên Newrozê, bû zemîna îfadekirina protestoyên sîyasî û bilêvkirina daxwazên neteweyî. Ev çalakî ji bo tevgera kurdî a azadîxwaz bi qasî ku qada xweîfadekirina sîyasî bû, qada têkojîna li dijî çanda serdest a kolonyalistan bû jî. Armanca vê têkoşînê pêkanîna qadeke serbixwe a çandî û hûnerî bû. Ev têkoşîn ji alîyekî din ve jî li dijî xwedîderke-tina dewleta Tirk a "Nevruz"ê bû qadeke şer a îdeolojîk.(1)

Lê hewldan û israra karînên sîyasî yên Tirkîyeyê bo "Nevruz"kirina Newrozê, li gel pêngavên qedexe-kirina pîrozbahîyan û merasîmên dewletê ên "Nevruz"ê jî bê encam

man; ji alîyê gel ve nehat pejiran-din. Merasîmên fermî ên dewletê veguherî parodîyên komîk ku li meydanên bajaran hin burokratên bi qatlix xwe ji ser agirên qels ve qewz didan.

Li ser kartpostalên rûpela rast1. Di kartpostalên Şerê Propagan-

dayê ya Dinyayê de Kawa û De-haq

2. Hin mînakên din û kevn hene ku têde efsaneya Kawa û Newrozê di çalakîyên propagandayê de wekî figureke sîyasî hatîye bika-ranîn.

Hinek ji van mînakan li Îngilistanê di dema şerê cihanê ya duyem de, di 1942an de, di kartpostalên ku bi armanca propagandaya li dijî Îranê hatine amadekirin de tên ditîn. Vê berhemê di pêşangeha bi mijara "Propaganda: Power and Persuasi-on" ku ji alîyê gruba xebatê a Asya û Afrikayê ya British Libraryê di 23yê gulana 2013an de li Londrayê hatibû lidarxistin de cih girt.

Ev 6 kartpostalên ku ji alîyê huner-mendê misirî û hevwelatîyê Brîtan-yaya Mezin karîkaturîst KEM/Ki-mon Evan Marengo (1904-1988) hatine çêkirin; di van berheman de li minyatur û mîtolojîya Kawa-Newroz a di berhema "Şahname" ya şaîrê îranî Fîrdewsî de ye, xwezî hatîye anîn.(2) Di van kartan de Hitler wekî qiralê zalim Dehak/Ze-hak tê teswîrkirin.

Li dijî Almanyaya Hitler û propa-gandayên derbarê Îranê de fikra feyzgirtina ji çîrokên mîtolojîk ên qehremanî yên Îranê aîdê miro-vê zanîst Mojtaba Minovi (1903-1976) ye. Minovi di beşa farsî ya BBCyê de dixebitî û kovara ku piştgirîya mutefîkan dikir "Ruzgari New" derdixst. Li ser vê saloxda-na Minovi figurên di Şahnameyê de ji alîyê karikaturistê berhemdar a afîşên propagandaya Îngilistanê KEM ve li gorî aktorên şerê din-yayê ya duyem hat adaptekirin. (3)

KEM, di pêvajoya şer de ji bo We-zareta Înformasyonê bi armanca propagandayê bi hezaran karîkatur û fîlmên kartonî çêkir.

Dehaqê wê demê Hitler e; baş e Kawa kî ye?

Qiralê zalim Dehaq/Zehaqê di van kartpostalan de Hîtler e. Her du marên ser milê wî jî yek dîktatorê Îtalyayê Mussolînî ye, zê din jî dîktatorê Japonî Tojo ye. Wezîrê propagandaya nazî Goebbles jî wekî aşpêjê ku ji bo marên Hit-ler mêjîya xortan dipijîne hatîye destnîşankirin. Sê şervanên ku

dikevin xewna Dehaq jî Churchill, Stalîn û Roosevelt in. Rêberê gel yê rizgarker Kawa bi tu kesanîyê dîrokî re nehatîye şibandin, lewra ew ne kesekî dîyarker e. Ew di dil û mêjîyê hemî kesên belangaz de "rihê serhildan"ê ye.

Li gorî efsaneya ku di "Şahname"yê (PZ. 977-1010)(4) de cih digire hi-kimdarê pers Cemşîd dema xwe wekî Xwedayê ku xwe bi qasî rojê mezin dihesibîne, Xwedê Dehaqî belayî serê wî dike; ew kesekî zalim, xwînrêj û şeytanî ye. Li qesra Cemşîdî bi cih dibe. Marên ser milên xwe bi mêjîyê ciwanan xwedî dike.

Wijdanê aşpêjan destûr nade ku Dehaqê zalim her roj mêjîyê du ci-wanan bide marên xwe. Aşpêj her roj ji du ciwanan yekî azad dikin û wan dişînin deverên dûr daku bire-vin û xwe bispêrin çîyayan; ji dêlva mejîyên ciwanên ku azad dikin bi mêjîyê berxekî wî dixapînin. Her ku zilma Dehaq didome hejmara ciwanên li çîyan jî zêdetir dibe.

Li vê dera efsaneyê, wekî lehen-gekî îranî Gave/Kavehê Hesinkar derdikeve holê. Bi behaneya kurê xwe yê yekane qurbanî Dehak bike dikeve qesrê û Dehaqî têk dibe. Mizginîya vê bûyerê bi vêxistina agir digihîjîne gel; bi agirên ku li her deverî tên vêxistin xelk hevû-du haydar dikin û dawî li desthila-tdarîya zilmê tînin; ji zilmê rizgar dibin.

Di dewsa Dehaq de kurê Cemşîd yê aştîxwaz Ferîdûn dibe hikimdar. Lê ew Dehaqî nakuje, ji bo ku heta hetayê di nava êşê de bimîne wî li Çîyayê Demawend heps dike. Ala-ya ku nîşaneya hikimdarîyê bû, pêştimala hesinkar a bi rengên kesk, sor û zer xemilandî bû. Ya rastî ev bûyer şerê di navbera Xwedayê xi-rabîyê Ahrîmen û Xwedayê başîyê Hurmuz de teswîr dike. 21ê adarê ku dawî li şevên tarî, zivistan û tarîtîyê tîne û destpêka biharê ye, ji ber vê sedemê wekî rojeke nû, bihar û destpêka sala nû tê pîrozkirin.

Di salên 90î de rewşenbîr û dîrok-zanên kurdî li ser efsaneya Kawa û Newrozê niqaşên gelek dûrûdirêj kirine; bûyer û qehremanên efsa-neyî kesanîyên rastîn in an na?(5) Fîrdewsî nasnameya etnîkî ya Ka-wayê hesinkar wekî îranî dest nîşan dike; ciwanên ku ji zilma Dehaq revîyane û xwe spartine çîyayan jî wekî pêşîyên "qewmê kurdî yê îroyîn" îzeh dike.(6)

* Nivîskar

18 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Swêdîyê bi navê Dag Ham-marskjöld, yanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Ne-

teweyên Yekbûyî (RNY) di 18ê îlona 1961an de, berîya berbanga sibê di qezayeke balafirê de nêzî Ndola, li Rodesyaya Bakur a li Zambîyaya îro, mir. Mirina wî ti carî lê nehat kolîn. Wî berê xwe dabû Ndola da ku bi cudaxwaz Moïse Tshombé re hevdîtinan bike. Ew serokê herêma Katan-ga ya dewlemenda mîneralan a Kongoyê bû. Vê herêmê sala 1960î serxwebûna xwe ji Komara Kongoyê ragihandibû. Ew ê piştî mirina xwe, çirîya pêşîn a 1961an hêjayî Xelata Nobelê ya Aştîyê bihata dîtin.

Ev bûn qederê dehsalekê, lê-kolînera brîtanî Susan Williams lêkolîneke wêrek kir, wê li bel-geyên arşîvê yên Zambîya, Afrî-kaya Başûr, Swêd, Norwêc, Îngi-listan, Fransa, Belçîka, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nihêrî û gelek hevpeyvîn kirin. (1) Xiristî-yanê bawermend, dîplomatê bi rûmet, neyarê cudakerîya nijadî, ewê ku navê "H. yê ezîz" lê hatibû kirin, hewl dida Kongoyê ji hêrs û azwerîyên dirinde yên zirhêzan biparêze. Destpêka salên 1960î RNYyê 3500 mîgferşîn şandibûn Kongoyê. Li gorî Williams, Ham-marskjöld bi rastî hatibû kuştin; yan jî hewl hatibû dayîn ku ba-lafira wî bi paş ve vegerînin. Di nava vî karî de dibû ku derdorên karsaz ên belçîkî û fransî jî hebû-na. Berjewendîyên wan ên aborî li herêmê hebûn. Û ev destwer-dana wan bi ya wê, bêguman bi alîkarîya servîsên îstîxbaratê yên emerîkî û brîtanî bûye.

Lêkolîna rayedarên cihî gihîşte wê encamê ku şaşîyeke pîlot sede-ma qezayê ye; RNYyê di 1962an ev doz bi dawî anî. Lê belê Swê-dê di 2015an de xwest lêpirsîna bûyerê bi lêpirsînerên serbixwe er ji nû ve dest pê bike. Ya rastî, çawa ku rojnamevan Maurin Pi-card (2) destnîşan dike, daneyên nû teza qezayê ji navê dibir, wekî şahidîya "Custon Chipoya yê ko-mirvan, wî li ezmanan du balafir dîtibûn berîya ku ji tirsan ji wir bireve", lê belê lêpirsîneran qîmet nedabû îfadeyên wî. Li gorî mu-hendîsê hewavanîyê yê swêdî Bo Virving, berîya fitloneka xwe ya dawî ya berîya ku xwe dayne, ba-lafir bûbû qurbana astengkirineke hewayî ya bi şev. Herçî dîplomatê

fransî Claude de Kémoularia ye, ew dibêje wî di sala 1967an de "Pîlotekî eskerî yê bi pere dîtîye, vî pîlotî îdîa kirîye ku wî derba mirinê li DC-6ê daye." Nivîskar herweha tîne bîra xwe ku krîmî-nologê swîsrî Max Frei-Sulzer ê ku RNYyê di sala 1962an de berê xwe dabûyê, tercîh kiribû enkazê bide helandin da ku guleyên muh-temel ji navê derêxe. Ma wî bi vî rengî gelo delîl tine nekirin?

Ya ji vê jî çêtir heye: Picard di nava arşîvên neteweyî yên brîtanî de protokoleke civîneke nepenî ya îlona 1961ê ya li Londonê dît. Serokwezîr Harold Macmil-lan civînê bi rê ve dibe ku tê de beşdar li ser wê yekê dihizirin ka "rêbaza herî baş" ji bo ku "Ham-marskjöld ji lîstikê bikin der" çi ye. Gunehbarekî din ê muhtemel heye: "Kaptan Charles", "Aqil-mendê lobîya katangayî li roja-vaya Ewropayê û aktorê tesîrker ê pîşesazîya kan û madenan li Copperbeltê, (…) (yê ku) gazin û mitaleyên xwe ji Londonê re dibê-je da ku li Katanga li ber RNYyê bisekine û doza tedbîrên xurt li dijî vê destwerdanê dike".

Şerê li dijî bêdengîya saxfilitîyan û hêza pûç ya rêveberîyan: Her du berhem jî dikin ku mirov wan weke romanên serpêhatîyên ku mişt in ji sirr û bûyeran bibîne. Di dawîyê de filmeke nû ya danîmarkî jî ji nû ve devê dosyayê vedike: Ew gelek şahidan dipeyivîne, nexasim jî yên afrîkî yên ku dîtine balafireke din derb li balafirê xistîye. Ev balafira hanê piçûktir bûye û hema berîya balafir dayne, lê xistîye.(3)

Civata Giştî ya RNYyê di 27ê çi-leya pêşî ya 2019an de biryar da ku lêpirsîna navneteweyî ya ku di 2016an de hatîye destpêkirin heta 2021an dirêj bike.

(1) Susan Williams, Who Killed Hammarskjöld? The UN, the Cold War, and White Supremacy in Africa (Kê Hammarskjöld kuşt? NY, Şerê Sar, Ser-destîya Spîyan li Afrîkayê), Hurst and Company, London, 2011, 340 rûpel, 18,95 euro.

(2) Maurin Picard, Ils ont tué Monsieur H. Congo, 1961. Le complot des mercenaires français contre l’ONU (Wan mîrze H. Congo kuşt, 1961. Komploya eskerên bi pere yên fransî li dijî RNYyê), Seuil, Parîs, 2019, 480 rûpel, 23 euro.

(3) Cold Case Hammarskjöld (Doza failnedîyar a Hammarskjöld ), filma Mads Brügger, 2019.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya

afrîKa

Mirinekebi wext

chloé Maurel__________

Efsaneya Kawa Wekî Fîgura

Propagandayeke SîyasîRecep MaRaşlı *

__________

Page 19: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

19AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

Li alîyê çepê: Hîtler wekî qiralê zalim Dehak hatîye çêkirin. Wezîrê propagandayê Goebbels ku wekî aşpêjê Hîtler hatîye destnîşankirin, di eslê xwe de Xwedayê xirabîyê Ahrimen e. Rûyên marên ku li ser milên Dehaqî ne jî wekî rûyên dîktatorê Îtalî Mussolînî û dîktatorê japonî Tojo hatine destnîşankirin. Dara ku li paşîyê ye hişk bûye. Li alîyê rastê: Dîlgirtina be-langazan a ji alîyê Dehaq-Hitler ve, îşkence li gel tê kirin û qurbanîkirina ciwanan hatîye nîşandan.

Li alîyê çepê: Dehaq-Hîtler di xewna xwe sê şervanên ku dê bibin sedema kuştina wî dibîne. Lê vê derê sê şervan wekî Churchill, Stalîn û Roosevelt hatine teswîrkirin. Li alîyê rastê: Kawayê ji bo gelê Îranê sembola azadîyê ye li hemberî De-haq radiweste; Kawa rihê serhildanê, pêşmala wî ya hesinkarî ya wekî ala bilind kirîye jî serkeftina başîyê ya li dijî xerabîyê temsîl dike. Dara li paşîyê jî şîn bûye.

Li alîyê çepê: Kawayê Hesinkar, Dehaq-Hîtlerê zalim ji ser-destîyê daxistîye, destê û pîyên wî girê daye û tevî marên ser milên wî li pişta hespê siwar kirîye. Xwedayê xirabîyê Ahrîmen wekî rûyê Goeblelsê ku kincê aşpêjan lêkirî hatîye teswîrkirin û bi dûva hespê ve hatîye girêdan. Li paş wan jî hatina şervanên mizgînkirî tê dîtin. Churchill bi puroya xwe serokatî dike, li paş wî Stalin bi qelûna xwe, Roosevelt jî bi cigareya xwe tên. Ev her sê kes, helbet li paş alaya Kawayî ku sembola rizgarbûna Îranê ye, dimeşin. Bi vî awayî dixwazin vebêjin ku serkeftina hêzên mutefîk ji bo Îranê dagirkirin nîne, ji bo gelê Îranê pên-gaveke rizgarbûnê ye. Li alîyê rastê: Dehaq-Hitler tevî marên ser milên xwe, Mussolini û Tojo, ji alîyê gelê Îranê ve bi Çîyayê Demawend ve tên mîxkirin. Serokên dewletên hevbend wekî ku desthilatdarîya hikimdarê aştîxwaz Feridûnî sembol bikin, bi nîzama merasîmê dimeşîn. Alayên SSCB, Amerîka û Îngilis-tanê wekî sembola rizgarîyê li ser axa Îranê ye.(8)

(1) Delal Aydın, "Mobilizing The Kurds in Turkey: Newroz as a Myth" (Li Tirkîyeyê mobîlîzekirina Kurdan: wekî efsaneye-ke Newroz. ), ODTÜ, Sosyal Bilimler Enstitüsü’nde 2005 yılında kabul edilmiş master tezi

(2) Şahname’de 2010 yılı sergisi, Fitzwilli-am Müzesi, Cambridge

(3) Nur Sobers-Khan, Asian and Afri-can Studies; Ursula Sims Williams "The Shahnameh as propaganda for World War II" 23.05.2013, https://britishlibrary.typepad.co.uk/asian-and-african/2013/05/the-shahnameh-as-propaganda-for-world-war-ii.html

(4) Firdevsî, "Şahnâme", Kabalcı Yayınevi, Istanbul, 2009

(5) Cemşid Bender; "Kürt Tarihi ve Uygarlığı" Kaynak Yay. Istanbul 1991; Gür-dal Aksoy, "Kürt Dili ve Söylenceleri" Öte-ki Yay.; Gürdal Aksoy, "Bir Söylence Bir Ta-

rih: Newroz", Yurt Yayınları, 1998; W.N.Torî, "Kawa Efsanesi" Koral Yay. Istanbul 1992; S. Bulut; Arkeolojiden Demirci Kawa’ya Işık, Komal Yayınları, 1996, Istanbul

(6) 600 sal berî niha Emîrê Bedlîsê Şeref Xan di Şerefnameya xwe de (1597) behsa efsaneya ku nijada gelê kurd ji xortên ku ji zilma Dehaq revîyane û xwe spartîne çîyayan tê, dike. Lê di vê berhema xwe de qet behsa Kawayê Hesinkar, Cemşîd û Ferîdun nake.

7) A. Wynn. ‘The Shāh-nāme and British Propaganda in Irān in World War II’, Ma-nuscripta Orientalia 16/1 (June 2010)

(8) Wêne: Kimon Evan Marengo (KEM), 1942, Postcards in the Persian language, produced by the Ministry of Information., COI Arşiv PP / 13 / 9L., The British Library Board (kartên ku di pêşengehê de cih gir-tine tevî şîroveyên kitêbxaneyê.)

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran

Çîrokên di kartpostalan de (7)

Page 20: ş, Osman Kavala û Ahmet Altan ji bo Hrant Dink nivîsandin

20 AdAr 2020 • Le Monde diplomatique kurdî

ÇAND Û HUNER

n av e ro KAdAr 2020

MONDELE

kurdîdiplomatiquediplomatique

Ji bo Rastnivisînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî)-Tirkî ya Nû

Kesên ku bi kurmancî dixwînin û dinivîsin, ji pirbûna pirsgirêkên kurmancîya nivîskî agahdar in. Nebûna zimanekî standard û kê-masî û tevlihevîya qayîdeyên rastnîvîsînê, dibin sebeb ku nivîs-kar di dema nivîsandinê de gelek zehmetîyan bikişînin.

Armanca bingehîn ya vê ferhengê, pêşkêşkirina hemû varyantên tes-bîtkirî yên bêjeyên pirvaryant yên kurmancîyê û dîyarkirina varyan-ta sereke ye ji bo zimanê nivîskî. Loma bêjeyên yekvaryant di vê ferhengê de nehatine nivîsîn.

Ji ber ku ev ferheng ji bo her va-ryanta bêjeyê berê xwendevanan dide bêjeya sereke, ji ferhengên kurmancî yên din cihê ye û wisa hatîye amadekirin ku xwendevan dikare wekî rêbera rastnivîsînê jê sûdê werbigire.

Ev ferheng di bin berpirsiyarîya M. Malmîsanijî de, bi alîkarîya van kesan hatîye amadekirin: Mistefa Aydogan, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan.

Weşanên Rûpelê

Bişirîna şervananÛ çerx dê bigere (Devran)ya Selahattin DemirtaşWergera ji Tirkî Emmanuelle CollasWeşanên Emmanuelle Collas, Parîs, 2019, 216 rûpel, 16,90 euro.

Ji 4ê çirîya paşî ya 2016an û vir ve, lîderê Partîya Demokrasîya Gel (HDP) ya pêşverû û alîgirê kurd, ne dûrî sînorê Bulxaristan û Yew-nanistanê, li Edîrneyê di hepseke ewlekarîya bilind a tirkan de girtî ye. Ev parêzerê pisporê parastina mafên mirovan ê mixalifî sîyase-ta otorîtarîst a serokdewlet Recep Tayyip Erdogan, (1) têkoşîna xwe bi wêjeyê dewam dike. Piştî ber-hevoka çîrokan Seherê ku dîyarî

"tevahîya jinên qetilkirî, / tevahî-ya mexdûrên şidetê" hatîye kirin û xelata Montluc a Berxwedan û Azadîyê ya 2019ê wergirt, (2) wî di nîsana 2019an de Devran – bi fransî Et tournera la roue (Û çerx dê bigere) –, weşand, her du jî ser-ketinên weşanê bûn li Tirkîyeyê bi du sed hezar nusxeyên fi rotî.

Demirtaş di van 14 çîrokan de go-tinên jidilbûnê (întîmîst) ên ku sî-yaset û fezîlet ti carî jê ne dûr in pêşnîyazî xwendevanan dike. Di çîrokekê de parêzerekî dewlemend di nava berfê de winda bûye – de-koreke ji berê ve heyî ya wêjeya kurdî bi îfadeya tirkî – pêrgî rabu-hirîya xwe ya kevnedozgerîyê tê û ev dozger berpirsîyarê ewqas ceza-kirinên neheq e.

Di çîrokeke din de, malbateke kar-kerên werz û mewsiman heye ku zivistanan li başûrrojhilata welêt li ber dijwarîya zivistanê ye û yeka-ne hêvîya vê malbatê nîvkoçerîyek e ku havînan berê xwe dide deşta gelekî bi xêr û bêr a Çukurovayê ji bo ku bi çinîna meyweyan debara mala xwe bike.

Li dereke din jî, va ye gundek, ti derfetên wê nînin ku karibe pêşîyê bigire li şirketeke kan û madenê ya ku xwezaya li hawîrdorê xira dike. Feqîrî, belengazî, sefi lî, bêkarî, arêşe û hovîtîya piştmêr û nûnerên

dewletê. Demirtaş vê ji me re bi awayekî besît dibêje: Bi vî awayî, tevî ku ev welat xwe wek ji we-latên ku dibin zirhêz dihesibîne jî gelek welatîyên wî "feqîr in."

Kesên li hemberî neyarîyê herî zêde wêrek, piranîya caran jin in yan jî mirovên gelekî ciwan in. Ew sendîkavanê ku bi ti awayî be-ramber şefên xwe yên piçûk ji ya xwe nayê xwarê, yan jî ew kirina dînane ya kurekî zarok ê ku biryar daye malîyên xwe ceza bike ji ber egoîstîya wan û hişkîya wan a qe-zencê beramberî bêzarîya xelkên ji ber serma zivistanê qufi lî. Em di-bişirin – lewma mîzahê xwe bera nava vê berhevokê daye – ji ber xi-lasbûna dizekî tûrik û bêrîkan ê ku hê nû bi hebûna angajmanên zêde dihise û piştî ku diçe nav çepgirên tundrew di dawîyê de dibêje: "Ez hîna nizanim bê ka şoreş tam çi ye, lê weke tiştekî xweş dîyar e."

Demirtaş ê ku bi sansura hişk a hêza dewleta tirk re rûbirû dibe, hîç nakeve dudilîyan, alegorîyan bi kar tîne; yên weke gava ew kurdekî ciwan ê ku neçar e debara xwe bi karê li cihekî betlaneya ber perê behrê dike, li ser dika bûyeran bi cih dike. Ev kurdê ciwan rojekê ji xwe re digere, tevî ku hindik maye bixeniqe ji ber wanên xwedî îmtîyaz ên ku derd û kulên wan bronzkirina laşê wan e. Êdî gelo çawa li hevalên xwe yên kuştî, yên ku di jêrzemîna avahîyeke li Kurdistanê de şewitî nefi kire? Û çawa ji xwe nepirse: "Hinek li Bodrum û jêrzemînên bajarên me ji germa bronze dibin, disincirin û dibin qijik, yên ku wan bibînin û kezeba wan neşewite, gelo navê mirovan heq dikin?"

Demirtaş nivîskarekî berhemdar e ku behsa despotîzma keyfî ya serwerên welatê xwe dike.

Akram Belkaïd

(1) Bixwîne: Selahattin Demirtaş, "L’homme qui se prend pour un sultan" (Mirovê ku xwe wek siltan dibîne), Le Monde diplomatique, ju-illet 2016.

(2) Selahattin Demirtaş, L’Aurore, (Seher) tra-duit du turc par (wergera ji tirkî) Julien Lapeyre de Cabanes, Points, Paris, 2019 (1re éd.: Éditions Emmanuelle Collas, 2018).

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê

Rêbera RastnivîsînêZiman di axaftinê de û di nivîsînê de bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku meriv wekî dipeyive, nanivîse. Meriv nikare xwe tenê bi qayîdeyên zimanê axaftinê ve girê bide û binivîse. Ji bo nivîsî-neka serrast pêwîstî bi qayîdeyên zimanê nivîsînê heye.

Lê di warê rastnivîsîna kurman-cîyê de problem pir in. Loma divê ku qayideyên rastnivîsînê hebin ku meriv bikaribe bi kêmanî xe-letîyan daxîne radeya herî kêm.

Di rastnivîsînê de, hin tişt hene ku meriv dikare li ser wan li hev bike: "Gelo em apostrofê bi kar bînin yan na?". "Navên netewe û zima-nan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?" û hwd. Lê hin tişt jî hene ku nabe ku meriv li ser wan li hev bike: "Bila nêr û mê di kurmancîyê de bimînin yan na?", "Gelo em êdî dest ji ergatîfîyê ber-din yan na" û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin; ew di kur-mancîyê de bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurman-cîyê yên bingehîn in.

Û hin çareserîyên gelek pirsên li ser rastnivîsînê di vê berhemê de hatine pêşkêşkirin.

Rêbera Rastnivîsînê ji alî nivîs-kar û zimannas Mistefa Aydoganî ve bi şêwazeka akademîk hatiye amadekirin. M. Malmîsanij, Ne-wzad Hirorî, Remzî Kerîm, Reşo Zîlan û Zana Farqînî jî kontroleka giştî kiriye.

Weşanên Rûpelê

Nameyên Nûredîn Zaza

Ev nameyên Nûredîn Zaza (1919-1988) ku wî ji Hoşeng Sebrî û Hemreş Reşo re şandine, dema ku meriv dixwîne meriv dibîne ku Nûredin Zaza wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd çiqas giringî daye xebata di her warî de ya ji bo kurd û Kurdistanê û ziman û çan-da kurdî.

Bi weşandina van nameyan me-riv alîyekî jiyana Nûredîn Zaza ya ji salên şêstî heta salên nodî nas dike. Meriv di van nameyan de dibîne ku Nûredîn Zaza çiqasî ji bo ziman û çanda kurdî xebitîye. Herweha zor û zehmetîyên wî yên

aborî jî meriv dîsa di van nameyan de dibîne ku ji bo debara mala xwe kemançeya kurê xwe fi rotîye.

Pirtûk ji alî Mahmûd Lewendî û Nedîm Baran hatîye amadekirin û 273 rûpel e, ji sê beşan pêk tê, 1-Nameyên Ji bo Hoşeng Sebrî, 2- Nameyên ji bo Hemreş Reşo, 3- Album û endeks. Herweha Hoşeng Sebrî, Kemal Cemal Sey-do û Samî Namî li ser Nuredîn Zaza û jiyana wî bîr û bawerî û bîranînên xwe nivisîne. Ev pirtû-ka hêja ji bo kesên ku bixwazin alîyekî din yê jiyana Nûredîn Zaza nas bikin, berhemeke sûdmend û bi kêrhatî ye.

Weşanên Rûpelê

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan deDR. İSMAIL BEŞIKÇI

r. 1

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan DR. SEDAT ULUGANA

r. 1

Brexit, erê lê ji bo çi? SERGE HALIMI r. 2

Li hemberî șewban, hawirnasî SONIA SHAH

r. 4

Di psîkîyatrîyê de, dema odeyên tecrîdê PATRICK COUPECHOUX r. 6

Nameyên Demı̇rtaş, Altan û Kavala ji bo Hrant Dı̇nk r. 8

Medyayên li dijî Bernie Sanders şer dikinJULIE HOLLAR

r. 9

Li Sirbistanê desthilata Aleksandar Vučić ya ku nikare bê bidawîkirinJEAN-ARNAULT DÉRENS Û LAURENT GESLIN

r. 10

Gava bajar xwe vediqetîninBENOÎT BRÉVILLE

r. 11

Komira șewatê ya dijîtaSÉBASTIEN BROCA r. 15

Li Amerîka Latînî rastgirîya bêzar RENAUD LAMBERT

r. 16

Mirineke bi wextCHLOÉ MAUREL r. 18

Efsaneya Kawa Wekî Fîgura Propagandayeke SîyasîRECEP MARAŞLI r. 18

ÇAND Û HUNER r. 20

Le Monde diplomatique kurdî

@Diplo_Kurdi diplo_kurdi

Web: www.diplo-kurdi.comE-Mail: [email protected]