cuhîyên kurdistanê Û serok hozên wan · vekulerê emrîkî yê cuhî (murduxay zakn) pertukek...
Post on 23-Mar-2020
11 Views
Preview:
TRANSCRIPT
Cuhîyên Kurdistanê Û Serok Hozên Wan
Dr. Ferset Mer'î@
vekulerê Emrîkî yê
Cuhî (Murduxay Zakn)
pertukek li jêr navê
(Cuhîyên Kurdistanê û
serok hozên wan)
derêxistîye û ji layê (Dr.
Se'd Muhemed xizir)
hatîye wergêran û ji layê
(Di. Ebdulftah Elî Yehyay
û Dr. Ferset Mer'î)
pêdaçûn bû kirîye. ev pertûke ji (497) lapera pêk dihêt.
dezgehê (Jîn) bû saxkirina kelturê dikîumintî û
rojinamegerîyê li Silêmanîyê belavkirîye.@
Ev pertûke ji pêșekîya wergêrê û pêșekîya danerî û
derazînkekê bixove digirît ko ev babete behs kirîne:
pașxaneka mêjûyî, erd û xelk, rewșa Cuhîya li sedên bûrî,
zêdebarî çwar pișka û têbînîyên dumahîyê û çavpêkeftinên
meydanî yên nebelavkirî li gel (61) kesayetîyên Cuhî yên bi
nav salveçûy ko ji Kurdistanê çûyne Filstînê.@
Herwesa çendîn çavpêketinên zarekê yên nebelavkirî
digel Kurdên Cuhî, ko li pișka mêjûya zarekî li peymangeha
vekulînên Ebrî li zankoya Ebrî li Qudsê (Orșlîm) di parastîne.@
Pișka êkê ji șeș pirta pêk dihêt, pirta êkê bi Cuhîyên Zaxo
û peywendîyên wan bi malbata Şemdînan û hindek
malbatên axa li deverê girêdaye, pirta duwê, derbarey
Cuhîyên Akrê ye, û ya sêyê li dor peywendîyên Cuhîyên
Dihokê bi binemalên șêx û axa veye, ya çwarê
peywendîyên Cuhîya bi axa û fermanberên Amêdîyê veye,
ya pêncê bi damezrandina Silêmanîyê ve li gorey dîtina
Cuhîyan û peywendîya xêzana șêx Mehmûdê Berzincî bi
Cuhîyan ve girêdaye. Pirta șeșê behsê peywendîya bihêze
yako dinavbera serkirdê Kurd (Mela Mustefa yê Barzanî) bi
Cuhîyên bajêrê Şino li Kurdistana Îranê li demê
destheladarîya komara Kurdistanê (Mehabad).@
Lê pișka duwê, bitinê ji dû pirta pêk dihêt, û di pirta êkê
da, serbora Cuhîya li gundên Kurdistanê, nexasime li gundê
Sindorê weko nimûnek bû pêkve jîyana Cuhî û Kurdan, ko li
jêr çavdêrî û hoşîyarîya axaya da bûye, bû parastina
Cuhîyên hozên xo ko di heman demda wefadarîya Cuhîyan
bû serokên xo di çarçûvê çavdêrîkirina wanda bûye..@
Lê pișka sêyê behsê (hindek rewștên jîyana rojane û
taybet) diketin, ko ji sê pirta pêk dihêt, pirta êkê, rewșa
Cuhîya li Kurdistanê ji layê êminahîyê û kuçberîyê û kuştina
Cuhîya di tulvekirin û hevrikîyên eșîretgerî da. li pirta duwê,
behsê rewșa abûrî ya Cuhîyan berî sedê bîstê diketin,
zêdebarî wan pîșeyên serekî ko Cuhî pê radibûn. pirta sêyê
yê taybete bi buslman bûna Cuhîyanive û ew hukarên
puztîv yên bi vê çendê ve di girêday. û ew alavên Cuhîya bû
neçûna ser bawerîyeka dîtir ji bilî bawerîya Tewratê girîtine
ber, zêdebarî dîyarkirina rolê șêxa (șêxên terîqa sufîgerî ya
Qadirî û Neqşebendî) û zanayên ayînê îslamê (Mela) û axa
duwê kirîyarê da. Di pișka çwarê û dumahîyê ko girêdaye bi
(dumahîk) berebab li Kurdistanê dinavbera șerê cîhanîyê
êkê û kuçberî bû Esraylê li salên 1948 – 1951.@
Ev pișke jî sê pirta bixove digirît, ya êkê, behsê rewșa
jîyana rojane li demê salên șerê cîhanîyê êkê û revên ji
xizmetkirina leșkerî û kuçberî ji encamê lawazî û sextîya
jîyanê, ya duwê, bi salên dumahîya șerê cîhanî û piștî șerî
girêdaye, pirta sêyê, behsê peywendîyên Cuhîya digel her
êk ji Kurd û Ereban dinavbera salên 1941 – 1951 diketin,
nexasime wê kuştargeha bi serê Cuhîyên Bexda li demê
șekestina șureșa (Reșîd Algeylanî) û her çwar hevalên wî li
xizîrana sala 1941 înay diketin. herwesa wan kartêkirinên ji
encamê ragehandina dewleta Esraylê 15/5/1948 û piștî wê,
Cuhî keftine ber girtin û eșkencedanê bi guneha sîxurîyê bû
bizava sehîunîzimê û dewleta Esraylê, eve û zêdebarî wan
fișarên abûrî yên êxistîne ser Cuhîyan, berî kuçber bibin bû
Filstînê, xanî û kel û pelên wan bi bihayekê gelek erzan jê
dikirîn. Li pêșekîya pertukê nivîser bivî rengî dibêjît: "divê
pertûka minda Kurdistanê çi hebûn nîne, Kurdên Cuhî
berev Esraylê kuçber bûyne; herwesa gelek ji asurîyên
Mesîhî bû gelek dewletên rojava kuç kirîye, eve li wî demî
ko Kurdên buslman dinav șureș û șeranda dijîyan ko bûye
egerê guhurîna nexșê Kurdistanê".@
Dibîyavê mêjûyî da vekulerî behsê mêjûya Kurd û
Kurdistan û jêderên kevinên Sumerî û Aşûrî û Girîkî û Latîna
da kirîye.@
Herwesa amaje bû jêderên Aramî kirîye, ko binavê
(mala Kurd û Kurdistanê) ko ji (Bît Qurdaya) hatîye lê
nivîserî pertûka pîroz û bi taybet (Encîl)ê bi ruyê dirust
dizanît, ko amaje bû çîayên Ararat kirîye, ko ew cîayên Kurd
û Kurdistanê ne; lê ya dirust (Tewratê) behsê çîayên nav
hatî kirîye, lê ew di wergêrana (Onkîlus) ya aramî li sed
çwarê zaynî hatîye pênasekirin ko ew (çîayên Kurd û
Kurdistanê) ne.@
Li dor hijmara Cuhîyên Kurd, (Zakn) hijmara wan berî
kuçberîya bi kum bo Filistînê (Esrayl) li salên (1951 – 1952)
nêzîkî bîst û pênc hizar mirovan di hijmêrît ko li ser dû sed
gundan û gelek li bajêrî û nahîya di dabeșkirî bûn, û
diheman demda nêzîkî bîst hizaran ji nejadê Kurdî li Esraylê
di akincî bûn, (ji Martin Birunîs 1978 z hatîye wergirtin).
piranîya van Cuhîyan ji Kurdistana Îraqê hatîne. û li deverên
mîna: Mûsil, Zaxo, Dihok, Amêdîyê, Zêbar, herwesa li
deverên mîna: Kerkuk, Hewlêr, Silêmanye di akincî bûn, ev
pertuke dakukîyê li ser Cuhîyên li bakûrê robarê Zabê mezin
û rojhelatê robarê Dîcle zêdebarî Kurdên Silêmanîyê
diketin.@
Helwîstê Cuhîyan Ji Șêx Û Axayên Kurdistanê:@
Di pêdaçûna pênc deverên Kurdî mîna (Zaxo, Dihok,
Amêdîyê, Şino, Silêmanîyê) (Zakn) li ser devê hindek
vegêrên Cuhî vedguhêzît û dibêjît: (hindek axa û șêxên
rêkên sufîgerîyê û hindek zanayên ayînî, Cuhî tepeser
dikirin û te'da lê dikirin, ji layekê dîve malê wan dibir û
karên suxirê pê dikirin, bi merema ko ew li def axayên
eșîreta wekî bendane)@
U gelek nimûne bi dîyarkirina navên wan înayne. li qeza
Zaxo ko yekem wîstgeha wî bûye, ewjî ko binaxê nejadê wî
vedigerêt bû wêrê. êk ji vegêrên wî mamusta (Lîvî) ye û li
dwîf serhatîyeka zarekî vediguhêzît û dibêjît: ((zelamên
eșîreta Silêvaneya bajêrê Zaxo yê avakirî, û erdê wan
dikevîte bașûrê bajêrî, û malbata Şemdîn axay li Zaxo ava
bûye, ko nejadê wan bû eșîreta Silêvaneya vedigerêt)).@
Di amajekirina kesayetî û axayên Zaxoya da, dê bînîn
gelek bi çakî behsê malbata (Şemdîn axa)î diketin. û bi
malbateka bi hêz û zengîn di qunaxa naverasta sedê nozdê
ta naverasta sedê bîstê li demê kuçberîya Cuhîya bû
Filistînê û mirna kesayetîya navdar (Hazim Beg) li sala 1945
diketin. ((Û li dumahîya sedê nozdê wêvetir, malbata
(Şemîdin) hemî buslman û Cuhî û Mesîhî li Zaxo û
dewruberên wê êxistine jêr kuntirula xo, lê (Asif Beg) ko
yekem kesayetîya navdare ji malbatê, û pașî kurê wî
(Hazim Beg) (1895 – 1954) bihêztirîn kes bûn li Zaxo ko li
deverê ji hemîyan zengîntir bû. ewî sed firoșgeh hebûn,
zêdebarî erdên berfireh li dewruberên Zaxo, ew bixo jî
sîyasyekê navdar bû, çendîn cara bûye endamê perlemanî û
herwesa di civata pîrên Îraqê da, û pila wezîrê bê wezaret
di hikumeta Îraqê da bû mawekê kêm wergirtbû. mam û
psimamên wî jî kesanên cê becê karbûn, ko mamê wî
(Muhemed axa) walîyê Zaxo bû û endamê perlemanî bû
heta li sala (1923 ‐1924) di rwîdaneka keftina firuka wîda
gîyanê xo ji dest day.@
Herwesa kurê wî (Hacî axa) dibîte walîyê bajêrî.
pismamekê wî yê (Hazim Geg) û (Hacî axa)î ewjî
(Ebdulkerîm axa kurê Hacî Reșîd Beg) ev axaye jîyên berî
xwe xudanê desthelateka fermî bû, ko bi baștirîn axa li def
civakê Cuhîyan dihate dîtin....))@
Li cihekê dî nivîser amajê bi rêzgirtina axayên Zaxo bû
kesayetên Cuhîyan dibêjît: ((Hazim Beg gelek rêzgirtin li
(Mûşê Kabay) muxtarê zengînê Zaxo digirt. herwesa
Ebdulkerîm axa li demê gazî ((Murdexa Mîro Zakn)) (êk ji
xêzana nivîserî) ye dikir. bi peyva (Xalo) gazî dikirê çunke bi
dirustî xalê wî bû (Cemîl axa) serokê axayên Sindîya
parastin û çavdêrî bû wî peydadikir))@
Li dor hijmara gundên eșîretên Sindî û Gulî û Silêvaneya,
dibêjît: eșîreta Gulî heșt gund, û Sindî dwanzde gund, û
Silêvaneyî çurade gund bûn, lê ev xeletîye çunke ev eșîret
pitir ji hijmara wan gunda bi xuve digirin.@
U li dor axayên eșîreta Sindî, ko li devera (Gelîyê Pisaxa)
di akincî bûn dibêjît: ((axayên Sindîya mezinên piranîya
Cuhîyên Zaxo bûn, ko piranîya wan karên bazirganî di
çarçûvê deverên serweerîya wan têda dikirin. û axayên
Sindîya di her çwar neweyên dumahîyê da eve bûn: Aqub
(Yequb axa) û kurê wî (Ebdî axa) û herdû kurên (Ebdî axa)y:
(Cemîl axa û Salih axa) ko (li sala 1945 çûye ber diluvanîya
xudê) û kurên "Cemîl axa" "Ebdî axa" û "Bișar axa" evê
eșîretê çavdêrî û hoşîyarî bû gelek Cuhîyan bexșîye)).@
Baregayê (Cemîl axa)î dikevîte gundê (Darhozan)ê
bakurê rojhelatê Zaxo, li demê havînê wextê xo li gundê
(Sarkê) yan gundê (Marsîs) ko dikevîte dinavbera sinûrên
dewleta Îraqê û Turkîya da diburand.@
Li dor peywendîyên civakî û peywendîyên serok eșîreta
Sindî û Cuhîyan li Zaxo dibêjît: ((demê (Ebdî axay) jin bû
kurê xwe (Cemîl axay) li sala 1945 înay, Cuhîyan ev șahîye bi
rwîdaneka giring hijmart, ewjî jiber ko ew ji layê axayî ve
hatine gazîkirin weko mêhvan, Cuhî gelek bivê mêvandarîyê
û heta yên Esraylê jî pêxoșhalbûn.@
Cuhîyan ew mêvandarî bû șahîya kurê axay bi
rêzgirtineka mezin ji layê axay ve dît.@
Herwesa demê (Bişar axay) jina duwê ji eșîreta (Haca) ji
(Kuçera) bû kurê xwe (Selah axay) înay, ahenga nîșanîyê li
mala (Murdexay Mîru bî Zakn) yê Cuhî li Zaxo sazkir, dîsan
Cuhîyan ev çende bi șanazî bixu hijmart..))@
Lê sereray wê stayș kirina bû serok eșîretên Silêvaney û
Sindîya kirî, li cihekê dîtir amajê bi wan kuştarên Kurdên
Zaxo li dijî Cuhîyan encam dayn û dibêjît: ((... nameka
gazinde û nerazîbûnê ji layê serkirdên Cuhîyan li Zaxo li sala
1892 pêșkêșkirîye, ko têda dibêjît, Kurd bi kuştarên rêk û
pêk li dijî Cuhîyên bajêra radibin. xanî û perstgehên wan
disujin, heft Cuhî kuştin û piranîya ewên qurtalbûyn
êxistine ber eșkencedanên dijwar, û bace li ser wan gelek
zêdekirin û sed û pêncî xanîyên Cuhîyan herfandin))@
U li dor heman babetî û perawêzê lapere (45) da, amajê
bi gelek kuştarên li dijî Cuhîyan û te'da li namîsa wan û
talankirina dukanên wan li bajêrê Silêmanîyê li sala (1895)
hatîne encam dan diketin, herwesa behsê kuştina heft
Cuhîyan li gundê Sindorê ko dikevîte bakûrê bajêrê Dihokê
li sala (1941) diketin.@
Herwesa nivîser behsê rwîdanekê ko li sala (1925) çê
bûye ka çewa (Cemîl axay) hindek zelamên xwe bû gundê
(Bêrsivê) yê Mesîhîya ko dikevîte bakûrê rojhelatê Zaxo
hinartîn, jibu hindek genimî û șeș hêstira, lê muxtarê gundî
(Mîpuyê kurê Zêrwî) daxazîya (Cemîl axayî) redikir, ko ewî
wesa hizir dikir, ko hikumet ya bi dwîf wan ve û çi hêrș bo
ser Bêrsivê nahên; çunke li sala (1925) șeș pulîsên hikumetê
di kemînekê da li nêzîkî gundê (Şeranș)hatîne kuştin, û di
encamda bikerên wê bo nav axa Turkîya revîne. lê zelamên
(Cemîl axay) kemînek bû Mesîhîya ko bi karê karwanîyê bû
berjewendîya Cuhîyên Zaxo ji Bêrsivê bû Zaxo radibûn
dana. șeș ji wan bi bivrî kuştin û hêstirên wanjî birin. di
rwîdaneka dîtir da behsê êkê Ermenî ji gundê Dihê diketin,
ko bi dengekê bilind civîn gutîne (Cemîl axay), lê (Cemîl
axay) xencera xo kêșa û divîya bikujît, lê jiber xelkî li wî cihî
û hebûna bingehê pulîsan li wêrê çi nekir, lê piștî salekê yan
dû salan zelamekê xwe binavê (Mihê Miçûlî) digel
bazirganekê Cuhî (Harûn Cudu) yê ko ev çîroke bû danerê
pertûkê vegêray. dibêjît: em pêkve çûyne mala yê Mesîhî li
taxê kêste li Zaxo, û (Mihê Miçulî) jê xwast ko yê Ermenî
bikujît, lê ew qayîl nebû, gote min tu bigire ez dê kujim, lê
her ez razî nebûm, li dumahîyê ewî yê Ermenî di xewê da
kuşt û gute hevjîna wî çavên xwe veneke eger dê tejî kujim,
pașî em hatîn cihê xwe gundê (Darhuzan) baregayê (Cemîl
axa)î, lê digel elnda sipêdê mezanî ko xwînê cilkên me yên
sur kirîn.@
Lê nivîserê pertûkê digel xwe dikevîte di hevdijîyekê da,
ko li cihekî lapere (76) harîkarî û piștevanîya serok hozên
(Sindî) bû Cuhîyên Zaxo dîyardiketin, çunke (Aqub axa û
kurê wî Ebdî axa) û pașî herdû kurên (Ebdî axa)î (Cemîl axa
û Selah axa) ko ew bi axayên serekîyên deverê li nîva duwê
ji sedê nozdê û nîva êkê ji sedê bîstê dihête hijmartin.@
Herwesa Mizgînberê Oskutulendî – Berîtanî (Wîgiram)
dibêjît: (serokê Barzan û Ebdî axa ji hozên Sindî û Gulîyane,
ko li destpêka sedê bîstê ji girngtirîn serok eșîrên deverê
dihêne hijmartin hevber mîrê berwarîya (Hecî Reșîd Beg)
digel axayê cala(Çelê li Kurdistana Turkîya) yê kêm heybet))@
Dîsan (Zakn) li zardevê (Wîgiram)î dibêjît: ((dibît Ebdî
axa ji Sindî – Gulî ji hemîyan baștir bît, çunke ewî kelheka
baș û cwan û mukum hebû, çi hêzên hikumî nedișîyan
sinûrên wê bibezînin, ko bihayê wê wekî bihayê hevderê wî
șêxê Barzan (șêx Ebdulselamê duwê) bû. ew kelha bihêz li
banîya Tanîna (Sindîya) bû, banîyeka raste dikevîte
dinavbera çîayên bakûrê bajêrê Zaxo li ser sinûrê Îraqê û
Îranê) ko gelek darstan û av lê hebûn, têra hemî eșîreta
(Sindîya) dikir.@
Lê piștî ev rwîdane bû (Dr. Lezgîn Ebdî Cemîl) nevîyê
axayê eșîreta Sindîya hatîye arastekirin. ev rwîdane bi tundî
redikir û got: ((eve direwên Cuhîyên Zaxone, û bapîrê min
(Cemîl axa) herdem piștevan û parêzerê Cuhîyên Zaxo bûye,
û ew kesê yê Ermenî kuştî, êk ji xelkê Zaxo bû. ji layekê dîve
Mesîhîyên gundê (Bêrsivê) ji harîkar û layengerên bapîrê
min bûn, vê ca çewa dê bi kuştin û azardana wan rabîn))@
Li pirta duwê, vekolerî behsê qeza (Akrê) kirîye, û
pêzanîneka giri
ng behs kirîye, ewjî ko hakimê Akrê gelek arîșe û girft bû
Cuhîyên Akrê peydadikirin, lewra hemî Cuhîyan Akrê bicih
hêla, herwesa li zar devê gerokê Cuhî (Bnîyamênê duwê) ko
gelek hêrșên buslmanên Kurd bo ser jinên Cuhîyan li demê
serșuîya keș û hewayî li nêzîkî kenîștê û ji dervey bajêrî
dihatinekirin.@
Vekoler bi amareka hijmara Cuhîyan rabûye û dibêjît: li
naverasta sedê nuzdê ta naverasta sedê bîstê, hejmara
Cuhîyên Akrê zêdebûneka kêm bixove dîtîye, eve jî bêy
hukaran dîyar biketin. lê rabûna bizavên Barzan li dijî
hikumeta melkîya Îraqê li salên (1931 ‐1932) û (1943‐1945)
bi serkirdayetîya (șêx Ehmed Barzanî û Mela Mustefayê
Barzanî) ev bizave bûne hukar ko çûna Cuhîyên Barzan û
gundên eșîreta zêbarîya bo bajêrê Akrê penaberbibin.@
Herwesa nivîser behsê malbateka navdara Cuhî li berî sê
neweyên çûyî da diketin. ewjî malbeta (Xwace Xîno) ye, ko
ewî serkêșîya civakê Cuhî li Akrê dikir, peywendîyên wî digel
axa û fermanberên hikumî di berfireh bûn û gelek caran
diçûne kuçka wî û demên pir xweș bi xwarnê û guhdarîya
muzîkê dibirin. her çende (Xwace Xîno)y destê harîkarîyên
diravî bû serok eșîreta li demê tengavîya dirêj dikir.
(Derwêș Nahum) ko nivîserê (Xwace Xîno)y bû dibêjît
((efserên pulîsa û sopayî berdewam seredanan wî dikir û
pêkve xwarin û vexwarn û guhdarîya stirana dikir, û ew
runștinên bi xweşî û șadî bi dumahîk dihatin û pașî da bû
malên xwe vegerin)).@
Li dur peywendîya dinavbera Cuhîya û șêxên Barzan yên
Neqşebendî dibêjît: (șêxên Barzan dinav xelkê Kurdistanê
da cihê rêzgirtinê bûn, dîsan amajê bû pertûka (Jîyan li
rojhelatê Kurdistanê) ya mizkînberê Berîtanî Oskutlendî
(Wîgiram) birîye ko têda hatîye: ((șêxê Barzan êk bû ji
bihêztirîn kesayetîya eșîretgerî li Kurdistanê, behsê
seredaneka xwe bû Barzan diketin, ko zêrevanên șêxî, ew û
hevalên digelda bû gundê (pîrekepira ‐ zêbarî) birîne. Û
demê em gehiștîn kinarên rwîbarî (Zab) em swarê
belemekê kirîn û li vêre erkê wan li gel me bi dumahîk
hat...))@
Di layekê dîda (Wîgiram) dakukîyê li xwe mezin nekirina
șêxê Barzan (Ebdulselamê duwê) diketin, nexasime dema li
gel hindek serok eșîretên dîtir ko ji wan kêmtirin beraurd
diketin. û dibêjît: ((ew serok eșîretên ji wan kêmtir ji layê
hêzê ve di telaran da dijîn)) lê cihê wî dinav zelamên wîda
bûye. û hijmara xucihîya wî çend malekên nêzîkî êk bûyne,
ew gundên li devera Barzan di avedan bûn, û șêx bixwe jî
mirovekê zana û cwamêr û diluvan bû direftarên xuda digel
xelkî bi dad perwerîyê yê bernîyas bû. demê nakukî û
hevrikî dinavbera wî û hikumetê da çê bûy, șêxî dinav
çîayanda xwe akincî kir, lê ji encamê bașî û xizmeta wî bû
cutîyaran. kesê ne ji buslman û nejî ji Mesîhîya xîyanet lê
nekir û bi çi karên kirê girtîyê ranebûn)).@
Vekuler di babetekê dî da, rapurteka taybet li dor
Amêdîyê vediguhêzît yako kanûna êkê sala sala derkeftî.@
U piștbestin bû gotinên êk ji mizgînberên nafxweyî ko
dibêjît: ((șêxê Barzan (Ebdulslamê duwê) bi hêrșkirina çend
gundên eșîreta (Nêrwe) rabûye, sê ji wan yên Aşûrîya bûn û
șeș Cuhî jî kuştin; ev karên dizîn û talankirinê lê kirin û șeș
Cuhî jî kuştin; ev hêrșbirine ji encamê nerazîbûna eșîretên
(Nêrwe – Rêkan) bû harîkarîkirina șêxî dwê pilana bû
hêrșkirina dû eșîretên (Çal û Tixoma) yên Asûrîya danay)).@
Evê çendê jî hevdijîyeka mezin ya hey, çunke
peywendîyên baș dinavbera Cuhîya û șêxên Barzanda hebû.
herçende nivîserê pertûkê bixwe jî amajê bivê rastîyê
diketin dema dibêjît: (șêxên Neqşebendî û bi taybetî șêx
Ehmed û Mela Mustefayê Barzanî peywendîyên baș û
mukum nexasime digel Cuhîyên Kurd ewên li jêr çavdêrîya
wan hebûn, ...) û herwesa dibêjît "Cuhîyên deverên Şino,
Mêrgesor, Serekanî, Dîyana, behsê helwîstên bașên
Barzanîyan hevber Cuhîyan dikirin".@
șêxên Barzan peywendîyên mukum digel malbata
(Xwace Xîno)y hebûn, ko bi binemaleka navdara Cuhî li Akrê
di mawê sê neweyên çûy da dihatine nîyasîn.@
Ko destheladarîya Osmanlî (hikumeta Etîhad û Terqî) li
Îraqê, ji (Xwace Xîno)y xwastîye, ko nav destîyê dinavbera
wan û șêx Ebdulslamê duwê Barzanî, li ser demê bizava wî li
destpêka sedê bîstê biketin, lê vekuler dakukîyê li wê çendê
diketin ku, evê gotinê çi jêderên bawerpêkirî nînin, bitinê
kelturê malbata (Xwace Xîno)ye, herwesa vekuler li ser
devê (Arêyl Kabay) êk ji kesên binemala (Xîno)y dibêjît:
(demê bapêrê min gehiștîye Barzan... hemî jibu bixêrhatina
wî amadebûn, ji wana (Ebdulselam Barzanî li salê 1882ê ji
dayk bûye) û (Muhemed Sadq) (șêx Ehmed sala 1884 ji dayk
bûye)u (Mela Mustefayê Barzanî) li sala 1903 ji dayk bûye)
digel hemî kurên xwe. û gutê ez li vêre amadebûm daku
nav destîyê li ser wê dozê bikem, ewa gutê: çi tiștekê xirabî
çê nabît, û her tiștê tu birîyarê li ser bi dey em dê li ser razî
bîn, eger mirovekê dî amadebîya, ew nedișîya bigehîte
vêre, çunke em te bi mirovekê qedirgiran dizanîn... ev
seredane li demê rê û resimên ayînî bi cejina peykerî
(Alhîkl) dihatine gêran... lê geleka bi zehmet bû ew gundê
Barzan bicih bihêlît, û gutê: em dê bû we peykerekî livêre
ava keyn... û kînekê mezin û mêvandarîyeka berfireh bû
dana, û hemî Cuhîyên gundê Barzan bû wê mêvandarîyê
ewa ko li dwîf ayrdeyên Cuhîyan di peykerî da hatin)).@
Li dor peywendîyên mukum û bihêz dinavbera șêxên
Barzan û malbata (Xwace Xîno)y da vekuler dibêjît: ((li
demê ahenga matemînîya wekîlê (Xwace Xîno)y li sa 1944 li
bajêrê Akrê hatîyekirin, Mela Mustefayê Barzanî peyvek
pêșkêș kir û têda ji hemî serok eșîretên li Akrê xwast û got:
hwîn baș dizanin binemala (Xwace Xîno)y gelek li ber dilê
min ya xweştvî ye.. û hemî wesa li me dinêrn her ûku em êk
xêzan, sereray cawazîya olî dinavbera meda, min nevêt çi
zîyan bi wana bigehît))@
Herwesa Zakn li ser demê nivîserekê dî yê cwî (Emîl
Murad) li dor axftina Mela Mustefayê Barzanî her dwê
helkeftê da, ko li dumahîya gutara xwe gutîye: (( ez gelek
hej Cuhîya dikem û her kesê hewl bi detin zîyanê bgehînîtê
ewî cihê xwe li def min nabît)).@
Li dor reh û rîșalên mêjûyê yên binemala șêxên Barzan,
vekuler dibêjît (( di mêjûyê da dû șêx hebûn bi navê
(Ebdulslam) hebûn. yê êkê (Ebdulslamê Îshaq) bapêrê
(Mela Mustefayê Barzanî bû. yê ko ji layê turkanive li Mûsil
li nîva duwê ji sedemê nozdê hatîye sêdaredan. yê duwê
birayê mezinê Mela Mustefayê Barzanî ye, ewjî li sala
(1914) li Mûsil hatîye sêdaredan.@
Lê jêderekê Îranî (Hesen Erfe') di pertûka xuda (gelê
Kurd – vekulînek mêjûyî sîyasî) da dibêjît: (navê bapîrê șêx
Ehmedî (Îshaq kurê Ye'qubî) bû, û bapîrê wî yê mezin
(Ye'qub) ji gundê Behrkê yê ko bi deh mîla ji bakurê bajêrê
Hewlêrê dwîr hatîye. û li dewruberên devera zêbarîya digel
xêzana xwe akincî bûye. Û navê cihî lê danaye (Bar –zan)
anku dizimanê Kurdî da ramana (cihê kucberîyê didetin)@
Li vêre cawazîyek dinavê bapîrê sêyê yê (Mela
Mustefayê Barzanî) da di jêderê Cuhî û jêderê Îranî da yê
hey, ko herdû hewl diden resenatîya șêxên Barzan bû
Cuhîyatîyê bi rêka navê (Îshaq û Ye'qub) vegerînin.@
Di feslê sêyê da vekoler behsê bajêrê Dihokê diketin,
baregayê serekîyê eșîreta Doskîya digel heștê gundên dîtir
(lê ya dirust eșîreta Doskîya pitir ji 125 gunda bixove digirît).
li destpêkê behsê akincîbûna malên Cuhî û Mesîhîya digel
buslmana di sed malanda diketin, pașî dibêjît: Kurd piranîya
xelkê bajêrî bûn, ko ew di (550) malanda di akincî bûn,
Mesîhî șêst û pênc mal bûn, Cuhî sîh mal bûn, zêdebarî
hijmareka mezin ji Nesturîya (Asûrî). herwesa hijmareka
kêmtir ji Mesîhîyên Kildana ji deverên Cizîra Botan û Hekarî
piștî șerê cîhanîyê êkê bû bajêrê Dihok kuçber bûyne eve jî
bûye. egerê zêdebûna rêja xelkê Dihokê.@
Ko hijmara wan li sala (1929) gehiștîye (29858) bîst û
neh hizar û heșt sed û pêncî û heșt kesan.@
Piranîya wan Kurdên buslman bûyn hijmara wan
(18307) hejde hizar û sê sed û heft kes bûn, yên Mesîhî
(5784) pênc hizar û heft sed û heștê û çuwar kes, Erebên
buslman (2068) dû hizar û șêst û heșt kes. Û Êzdî (2870) dû
hizar û heșt sed û heftê kes. û Cuhî (829) kes bûn.@
Eger bajêrê Dihokê digel bajêrên Kurdî hevber bikeyn,
dê bînîn ko hijmara Êzdîyan zêdetir li Dihokê hene, lê dibît
mebesta vekulerî ew Êzdî bin ewên li gundên nêzîk qeza
Dihokê, çunke çi Êzdî li qeza Dihokê nebûn.@
Vekoler li dor axftina xo dibêjît ((... navê wê yê kevin
Dihoka Dasinîya bû, anku Dihoka Êzdîyan, lê piștî wan
kuştarên Êzdî toș bûynê, Mesîhî û Cuhî lê akincî bûn)).@
Derbarey axa û șêxên deveara Dihok, vekuler hijmareka
laperan li ser (Se'îd axa Doskî) û kurên wî terxan diket û pașî
hewl didetin pênasekê li ber runahîya bîrewerîyên (Sasun
Nahum) ji Cuhîyên Dihokê li dor axayên Doskîya nexasime
(Hesen axay) bi detin ((li destpêkên sedê bîstê Hesen axa
mezine axayekê Dihokîya bû li demê șerê cîhanîyê êkê ew
digel Rosîya bû li dijî Turkîya, Hesen axa digel hêzên eșîreta
xwe revîye Turkîya û nezivirîye ve. kor mamê wî (Se'îd axa)
cihê wî girt. û (Se'îd axa) êk ji mezintirîn axayên eșîreta
Doskîya bû, ko destheladarîya wî ji dewruberê Dihok û jêhel
taku digehîte kinarê rwîbarê Xabûr bixove digirt, ew bixwe
xelkê gundê (Germava)ye, rapurtên leșkerê Berîtanî yên ko
ji (Germava) li dor (Se'îd Beg) (1890 ‐1947) digehtișin digot
ku: ((ew di eșîreta zelamekê bi hêz û êkane bû. gelek kes li
jêr destheladarîya wî bûn, lê Berîtanîya bișêwekê taybet bi
kesekê hestîyar (hesas) nek bi kesayetîyeka bi hêz didît, ewî
harîkarîya hikumetê li demê kirîyara (1922) li gelîyê zêbarê
kirîye, herwesa xuragirîya wî ya berdewam li sala (1925) û
ewan têkçûnên bajêrê Dihokê bixove dîtin li demê seredana
lîjina sinûrî, eve li wî demî ko piranîya axayên Doskîya
helwîstekê hevdij hevber hikumetê hebû. piștî serbexoya
Îraqê ew weko endamê perlemanê Îraqê li sala 1938 hate
helbijartin û dîsan (1944) û (1947) dibîte endamê
perlemanê Îraqê)).@
Bîrewerîyên Cuhîyê Dihokê (Sasun Nahum) hindek
mijdarîyê bixove digirît, çunke (Hesen axayê Doskî) digel
eșîreta xo çûye Îranê bû șerî digel dewleta Osmanlî li demê
leșkerê Rosî hêrș birîye ser bakurê Îranê.@
U her li wêrê çûye ber diluvanîya xudê û li bajêrê
(Mehabad) hatîye veșartin.@
Lê derbarey rapurta leșkerîya Berîtanî, ta radekê baș
rastîyê bixove digirît, û(Se'îd axayî) çûye layê hikumeta
Berîtanî, belê (Sefer axa kurê Emer axa) êk ji serkêșên
axayên Doskîya bû, çûye layê hikumeta Osmanî li dijî
dagîrkerê Berîtanî, û dibît ev helwîstê wî, yek ji egerên
tîrorkirina wî li gundê (Pîrefatê) li sala (1924) bît.@
Herwesa rapurta leșkerîya Berîtanî û behskirina her
sêyê kurên (Se'îd axa)î dibêjît: (kurê wî Îsma'îl xwe kuşt,
dibêjin ko xwe kuştina wî ji egerê palpiștîya wî bû doza
netewayetîya Kurdî bi serkirdayetîya Barzanîyê nemir bûye,
eve jî weko helwîstekê nerazîbûnê ji babê xwe zêdetir
layengîrîya Englîzî û sîyaseta hikumeta wî bûye... kurê wî
(Dêwalî) yê ko cihê babê xwe (Se'îd axa)î girtî, vegêr li ser
wê çendê dirêkeftîne ko (Dêwalî) û babê wî sîyaseteka di
serdabirinê jibu kumkirina mafên xo yên teqlîdî bikar dîna,
û Cuhîya ew (Dêwalî axa) bi mirovekê kêmtir û bê rêz anku
beruvajî ji babê wî (Se'îd axa)î pêșkêș dikir...))@
Derbarey eva me behskirî, dîyardibît ko hindek rwîdan
bûyne egerê kartêkirina li ser rêka reftarkirina vegêrên Cuhî
digel (Dêwalî axa Doskî), çunke piranîya wan gunehbarîyan
ji layê (Se'îd Cemlîlî) kurê (Haxam Bașî Dihokî) hatîye, çunke
ewî hindek arîșên diravî û civakî digel hindek Cuhîyên
Dihokê hebûn. û demê (Dêwalî axa)î vîay ko çarekê li gorey
tîtalên eșîretgerî çareser biketin, lê (Hisku Êlû) Dêwalî li dijî
Cuhîya da axvftin demê gutîyê ko li roja lêburînê û di
kenîștê ve le'net li tehatekirin, û ew kesê le'net lê kirî
(Bnîyamên Cemlîlî) babê (Yusf Cemlîlî) bû, û çîrok li vê xalê
destpêkirîye. (bo pitir pêzanên li dor babetê binêre laperên
124 – 131 ji heman pertûkê)@
Pașî vekoler behsê babetê peywendîyên (șêx
Eubeydullayê kurê șêx Nor Muhemedê Birîfkî) digel Cuhîyên
Dihokê bivî rengî di ketin (( șêx Eubeydullayê Birîfkî êk ji
here navdartirîn serokên ayînî li devera Dihokê bû. ewî
peywendyeka bi hêz û taybet digel Cuhîya hebû, û dibêjin
șêxî giringî bi zanîna Tewratê dida, ko êk ji nivîserên (Ehbar)
ên nafxuîy li naverasta sala 1920 û destpêka 1930 rabwîe
bi wergêrana parçekê ji Tewratê. Li gorey bawerîya min, șêx
Eubdullayê, hewl dida ko pêzanîna li ser pertûka pîroza
Cuhîya (Tewrat)ê wergirît. lê neșîya çapa Erebî ji pertûkê bi
dest xwe bêxît, ko li wî demî li çapxanên Beyrutê hebû, lew
dibît ewî çi pêzanîn bi hebûna çapa Erebî ya taybet bi
Tewratê ve nebît.@
Lewra (Şalum Şîmun) mezine Haxamên Dihokê, erkê
wergêrana hindek ji esfarên Tewratê bi stuyê xove girt. ko
he ji sala (1920) ta (1936) bû șêy weko wane dihate gotin.
lê demê (Şalum) bû Filistînê kuçber bûy. vekuler dibêjît:
(șêxî gelek hej Cuhîya dikir, û bi çûna (Haxam Şalum) gelek
xemgîn bû, çunke neșîya dixwandinê da berdewam bît))@
Pașî vekuler behsê dû rwîdanên dî ko kartêkirina mezin
li hestên șêxî hevber Cuhîya kirî diketin, ya êkê dibêjt: (kurê
șêx Ubeydullayî (Nur Muhemed) yê nesax bû, hindek nakukî
dinavbera wî û mamên wîda peyda bûn ewî divîya digel
mamên xwe pêkbihêt, û șêx Ubeydullayî daxwaz ji revenda
Cuhîya bi rêka xulamê xwe (Şabo Şîmun) kir ko nivêja bû
silametîya kurê wî biken, belku xudê silametîyê bû binêrît.
Û piștî dû heyvan û bi pișkdarîya (șêx Nurî kurê șêx
Ebdulcebarî), șêx Ebdulrehman Etiroșî, șêx Muhemed
Memanî û êk ji metên wî Mirîyem Xatwîn û bi pișkdarîya
kahin (Yusf Behru) li kinîșta kildanîya li Dihokê û (Mela Se'îd
Yasîn) îmamê mizgefta mezin li Dihokê.@
wekî dîyar ko vegêrê rwîdanê îmamê mizkefta Dihokê li
dumahîyê danaye, ko eve jî wê çendê digehînît
peywendîyên șêx Ubeydullayê û mezine zanayên buslmana
li Dihokê dixweş nebûn. (ewjî jiber ko șêx Ubeydulla berî dû
heyvan ji rwîdanê digel îmamê Dihokê yê xweş nebû, çunke
îmamê Dihokê xelk li dijî Cuhîya arastedikir, șêx Ubeydulla
digel îmamê Dihokê kefte digengeșeka tunda da li dor
(stwînên buslmanetîyê) û șêxî sozda ko ew sed dînara bi
dete îmamî eger bersiva pirsîyarên di mawê heyvekê da, lê
eger neșîya divêt îmam dijayetîya Cuhîya neketin û pașî bi
kuştina wî ne ême gunehbarkirin) vekuler hewl didetin ko
serenca xwandevayî li ser wê çendê rabikêșît ko șêxî bawerî
bi Tewratê hebû, û girovê wî jî serkeftina milletê Cuhî li
gorey gotina herdû ayîn perwerên wan (Şalom) û (Mûșê
Manwah) ko ew herdû bi rêka nivêja û xubexșkirinê bû
xudê șîyan li demê hișkeruyê baranê bînin û dîsan nehêlin
heftîyar termên buslmana bixûn, evejî mezintirîn giruveye
bû piropagndeya Cuhîya û Cuhîyatîyê. eve gotine ne
dibawer pêkirîne çunke êk jêder heye.
W: Erșed Hîto
top related