bizava hozan û bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî...

23
jimar: '74' Êlûn 2018 Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe ….. Sernivîser: Ebdilbaqî Huseynî Derhê ner: Xorşîd Şûzî Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman Mihemedê Seyid Husên Bêguman mirov li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye, tenha hewara me ma ye ku mezelê miriyan ji hestiyên ziman, çanda yekgirtinê liba bikî, li asteyekê mirov angoyî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşketî rêya xwe bi wan nexistine, ango civak bixwe ji wan mişext çû ye. Di encamê de herdû ji hev tengijîne, vêca ku li ber destê padîşahê goristanê guftûgoya miriyan nekin, li ser destî gornepaşan hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de, daxuyaniya derngmayî û şevnivistî ne weşînin, li hawîrdorî masa girover gotebêja birayetiyê bi hev re nekin, û destguhêziya aştiyane bo serwatiyê, di hilbijartinê de bi parvenekin, lê çendî cîyê mixabiniye ku tenha mirî nayên guhertin, bi taybetî ku li vê redeyê zikê saxan ji hev dagirtî ye, mixabin jehra kînê û girheviya navxweyî rûdêm û henasên pêşerojê girravî hiştine. Vêca ku serê min tê de here, tucar evînê bi kînê naguherim, rikberiya zavê hoza wenda ya paşdemayî û sûravka perçebûnê, li şûnwarê yekrêziya hemdemî rêbaz nakim, diruşma keysebazan û bangewaziya pûçencam li şûna Ala aştî û tenahiyê hilnadim, mîna teyrê baz dixwazim rizgar bifirim, li valahiya asoyan serbest, azad û serbixwe birêsim, çiku mask û rekeh bêhna min diçikînin. Hewil didim ku kemend û zincîran bişikînim, hîletê min ji evîna zorzane ya gerdîşî û kilasîk diçî, mane we ez bê zabend hiştime, we zimanê min qedexe kiriye, we nasnameya min ji mêj ve talan kiriye, we pelgnameyeke sor berdêliya wê da ye min, paseporta min jî bê vîza ye, paswan û qelawizên ser sînor û peravan, min û hemî kesên ku kêşeya azadiyê didozînin, bê pirs û rêdan wan binçav dikin,..(R.2) Bîranîna 34 salan li ser koçkirina Seydayê Cegerxwîn Boniye Cegerxwîn Di 22ê meha çirya pêşî de sala 1984an de min te windakir bavê minî delal, di wê rojê de, jiyana min tev lihevket, baweriyên min hatin guhrandin, omîdên min hatin herifandin. Min nizanîbû rojekê ezê te winda bikim, bê soz tê biçî û koça xwe ji nav me barbikî. Min nizanî bû ewqas mirin dijwar e bavê mînî delal. Min nizanîbû destê me ji hev wê qut bibe, û nema ez bi carekê te dibînim, hêja min bawerdikir ku tê her û her ber çavê min bî, lê te baweriya min şikand. Ew roja reş, bi êş û keder bi ser me de hat, dilê me teva xemgînkir, jiyan li me tarîkir. Êdî ezê giliyê xwe li ber kê bikim, di hembêza kê de ezê bigrîm û gazinên xwe bikim? Pir dijware çûna te, bi şewate koça te, pir ne xweşe tinebûna te bavo. Bawerke min ti carî te jibîrnekiriye, min ti carî bawernekiriye, ku tu ne di nav me de ye, ji ber ku tu qet nayê jibîrkirin, tê her û her di bîra me û bîra gelê Kurd bi tevahî de bijî. Tê di dîroka gelê Kurd de her zindî bî, ji ber ku te li şûna xwe pir bîranînên giranbuha hiştine. Pir sitûn di wêjeya kurdî de rakirine û te ji xwe re cihekî pir giring di bihuşta dîroka gelê Kurd de nîgar kiriye, û bi tiliyên xwe yên nazikî bedew te mora xwe li ser hiştiye, êdî ez nema dikarim bêjim, ku tu ji vê cîhanê winda bûyî, lê bîranîna têbîran dilê mirovan asa dike, ez jî bi bîranînên te bêhnfireh û dilgeş dibim û hinekî ji maf rêzgirtinê li te vedgerînim. Bi te ez serblindim bavo, her bi wê sermiyana mezin ku te ji gelê xwe re hiştiye û te rêça azadî û serbestiyê di riya helbestên xwe yên nazik û şêrîn, di riya kar û xebata xwe re, di riya bang û qêrînên xwe re, ji gelê xwe re ronîkiriye û te çanda Kurdî xweş vejandiye. Ez soz didim te bavo, em wek malbata Cegerxwîn, ti carî rêça xebata te bernadin û emê bi wan dîtin û baweriyên ku Te em bi wan mezin kirine rêça xwe berdewam bikin. Bi asa di gora xwe de razê bavê dilovan, ew xebata ku te ji bo bûka cîhanê (Kurdistan) dikir berdewame. Azadî û serxwebûn her di rojeva xebatê de ye. Silav li giyanê te ê pakrewan be. Silav li kar û xebata a giranbuha be. Silav li giyanê şehîdên Kurdistanê tevan be. -5- Mizgîn Hesko Bêguman, me kurdan navên hin jinên navdar weko navê xwe ezberkirin û di dîroka xwe de ew sermed hiştin. Adîla Xanim ku hevjîna paşayê Cav bû û di sala 1909an de bazarên mezin, serayên bilind û bexçeyên rengîn li Helebçayê dan avakirin û êla mezin bi rêve dibir. Herweha Hikmet Xanzade Sultan, ku Herîr û Soran birêve dibir û pir kelah avakiribûn . Xensa Ibrahîm Paşayê Mellî, ku paşayetî wergirtibû û pir ji jinên din, lê tev ji qata axa û paşayan bûn û ti agahiyên fereh di derbarê mijûliyên wan yên wêjeyî nînin. Tekez dîroka me hin navên din parastin û ew nemûne man ji wan Leyla Qasim û Margerêt Corc, lê ew ji ber fedakarî û qehremaniya xwe navdar bûn û herdû pakerwan bûn û bi wan kurd serbilind in. Lê jina wêjevan û nivîskar di kîjan serdemê de serî rakir û taybendmendiya xwe gotiye? Xaleke girînge, lê dîroka me ew jî paşguh kiriye. Hin ji agahiyên Yarsaniyan (ahlê alhaq) tekez dikin, ku helbestvaneke navdar hebû Celale Xanim Loristanî, ku di civaka wê de pîr û oldarên yarsanê, rewşenbîr û zana û wêjevan li hev kom dibûn û Celale Xanim li Tembûrê dida û çarînên xwe vedixwendin. Pir balkêşe ku Celale ji wilo dûrtir çûbû û gotibû, ku roja geş tîrêjeke ronak avêtiye malzaroka wê û jê re Şaxoşîn çêbûye. Li gorî pêzanîna min Şaxoşîn û li ba Yarsaniyan xwedawende, yan jî siya xwedawende. Ji çarînên wê yên me bihîstî û ............. .. (Dumahî R15)

Upload: others

Post on 09-Sep-2019

8 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

jimar: '74'

Êlûn

2018

Mehane…Wêjeyî…Çandî…Rewşenbîrî…Serbixwe …..

Sernivîser: Ebdilbaqî Huseynî

Derhêner:

Xorşîd Şûzî

Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman

Mihemedê Seyid Husên

Bêguman mirov li ber xwe dikeve, nemaze ku hêj bîrlêkirina hozanî û zanistî dûrî desta ye, tenha hewara me ma ye ku mezelê miriyan ji hestiyên ziman, çanda yekgirtinê liba bikî, li asteyekê mirov angoyî dimîne, gelo afrîdeyên wa karîzmatî ji civakê û qûnaxê sirgûn bûne, bi yekcarî alavên ragihandina pêşketî rêya xwe bi wan nexistine, ango civak bixwe ji wan mişext çû ye.

Di encamê de herdû ji hev tengijîne, vêca ku li ber destê padîşahê goristanê guftûgoya miriyan nekin, li ser destî gornepaşan hevdû haş nekin, di rêkeftin-nameyeke evra de, daxuyaniya derngmayî û şevnivistî ne weşînin, li hawîrdorî masa girover gotebêja birayetiyê bi hev re nekin, û destguhêziya aştiyane bo serwatiyê, di hilbijartinê de bi parvenekin, lê çendî cîyê mixabiniye ku tenha mirî nayên guhertin, bi taybetî ku li vê redeyê zikê saxan ji hev dagirtî ye, mixabin jehra kînê û girheviya navxweyî rûdêm û henasên pêşerojê girravî hiştine.

Vêca ku serê min tê de here, tucar evînê bi kînê naguherim, rikberiya zavê hoza wenda ya paşdemayî û sûravka perçebûnê, li şûnwarê yekrêziya hemdemî rêbaz nakim, diruşma keysebazan û bangewaziya pûçencam li şûna Ala aştî û tenahiyê hilnadim, mîna teyrê baz dixwazim rizgar bifirim, li valahiya asoyan serbest, azad û serbixwe birêsim, çiku mask û rekeh bêhna min diçikînin.

Hewil didim ku kemend û zincîran bişikînim, hîletê min ji evîna zorzane ya gerdîşî û kilasîk diçî, mane we ez bê zabend hiştime, we zimanê min qedexe kiriye, we nasnameya min ji mêj ve talan kiriye, we pelgnameyeke sor berdêliya wê da ye min, paseporta min jî bê vîza ye, paswan û qelawizên ser sînor û peravan, min û hemî kesên ku kêşeya azadiyê didozînin, bê pirs û rêdan wan binçav dikin,..(R.2)

Bîranîna 34 salan

li ser koçkirina

Seydayê Cegerxwîn

Boniye Cegerxwîn Di 22ê meha çirya pêşî de sala 1984an de min te windakir bavê minî delal, di wê rojê de, jiyana min tev lihevket, baweriyên min hatin guhrandin, omîdên min hatin herifandin. Min nizanîbû rojekê ezê te winda bikim, bê soz tê biçî û koça xwe ji nav me barbikî. Min nizanî bû ewqas mirin dijwar e bavê mînî delal. Min nizanîbû destê me ji hev wê qut bibe, û nema ez bi carekê te dibînim, hêja min bawerdikir ku tê her û her ber çavê min bî, lê te baweriya min şikand. Ew roja reş, bi êş û keder bi ser me de hat, dilê me teva xemgînkir, jiyan li me tarîkir. Êdî ezê giliyê xwe li ber kê bikim, di hembêza kê de ezê bigrîm û gazinên xwe bikim? Pir dijware çûna te, bi şewate koça te , pir ne xweşe tinebûna te bavo. Bawerke min ti carî te jibîrnekiriye, min ti carî bawernekiriye, ku tu ne di nav me de ye, ji ber ku tu qet nayê jibîrkirin, tê her û her di bîra me û bîra gelê Kurd bi tevahî de bijî.

Tê di dîroka gelê Kurd de her zindî bî, ji ber ku te li şûna xwe pir bîranînên giranbuha hiştine. Pir sitûn di wêjeya kurdî de rakirine û te ji xwe re cihekî pir giring di bihuşta dîroka gelê Kurd de nîgar kiriye, û bi tiliyên xwe yên nazikî bedew te mora xwe li ser hiştiye, êdî ez nema dikarim bêjim, ku tu ji vê cîhanê winda bûyî, lê bîranîna têbîran dilê mirovan asa dike, ez jî bi bîranînên te bêhnfireh û dilgeş dibim û hinekî ji maf rêzgirtinê li te vedgerînim. Bi te ez serblindim bavo, her bi wê sermiyana mezin ku te ji gelê xwe re hiştiye û te rêça azadî û serbestiyê di riya helbestên xwe yên nazik û şêrîn, di riya kar û xebata xwe re, di riya bang û qêrînên xwe re, ji gelê xwe re ronîkiriye û te çanda Kurdî xweş vejandiye. Ez soz didim te bavo, em wek malbata Cegerxwîn, ti carî rêça xebata te bernadin û emê bi wan dîtin û baweriyên ku Te em bi wan mezin kirine rêça xwe berdewam bikin. Bi asa di gora xwe de razê bavê dilovan, ew xebata ku te ji bo bûka cîhanê (Kurdistan) dikir berdewame. Azadî û serxwebûn her di rojeva xebatê de ye. Silav li giyanê te ê pakrewan be. Silav li kar û xebata a giranbuha be. Silav li giyanê şehîdên Kurdistanê tevan be.

-5-

Mizgîn Hesko

Bêguman, me kurdan navên hin jinên navdar weko navê xwe ezberki rin û di dîroka xwe de ew sermed hiştin. Adîla Xanim ku hevjîna paşayê Cav bû û di sala 1909an de bazarên mezin, serayên bilind û bexçeyên rengîn li Helebçayê dan avaki rin û êla mezin bi rêve dibi r. Herweha Hikmet Xanzade Sul tan, ku Herîr û Soran bi rêve dibi r û pi r kelah avaki ribûn . Xensa Ibrahîm Paşayê Mell î, ku paşayetî wergi rtibû û pi r ji jinên din, lê tev ji qata axa û paşayan bûn û ti agahiyên fereh di derbarê mi jûliyên wan yên wêjeyî nînin. Tekez dîroka me hin navên din parastin û ew nemûne man ji wan Leyla Qasim û Margerêt Corc, lê ew ji ber fedakarî û qehremaniya xwe navdar bûn û herdû pakerwan bûn û bi wan kurd serbilind in.

Lê jina wêjevan û nivîskar di kîjan serdemê de serî raki r û taybendmendiya xwe gotiye? Xaleke gi rînge, lê dîroka me ew jî paşguh ki riye. Hin ji agahiyên Yarsaniyan (ahlê alhaq) tekez dikin, ku helbestvaneke navdar hebû Celale Xanim Loris tanî, ku di civaka wê de pîr û oldarên yarsanê, rewşenbîr û zana û wêjevan li hev kom dibûn û Celale Xanim li Tembûrê dida û çarînên xwe vedixwendin. Pi r balkêşe ku Celale ji wilo dûrti r çûbû û gotibû, ku roja geş tîrêjeke ronak avêtiye malzaroka wê û jê re Şaxoşîn çêbûye. Li gorî pêzanîna min Şaxoşîn û li ba Yarsaniyan xwedawende, yan jî siya xwedawende. Ji çarînên wê yên me bihîs tî û.............

.. (Dumahî R15)

Page 2: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

2

Dûmahiya

navdar: «Mestim le badey rojî

elestî tu, Bese yek came mey le

destî tu, we mîna meymûnê ku

Iyarê şêr kişandiye serê xwe li

me kiriye, we bê sûc û guneh em

kirine pirojeyê mirinê.

Bêguman bo min xweş çesipe bû

ye, ku ne ji giringiya zimanê min

yê netewî, nasnameya welatê

min ya taybet û cudaxwaz bûna,

ne ji sitratîjiya malbenda welatê

min, ya cîyosiyasî û navendî li

rojhilata naverast bana, ku ne ji

serjimara pir ya dezgeyên

zendegî û dirameta serubinê

zemînê gencîneya dewlemend

bana, bi serve jî ku pêşzanên

Kurd nûxwazên hemdemî ne

şopandina, berî her tiştî we

zimanê me talan ne dikir, bi wî

qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser

welatê me de pelû ne dibûn.

Lewma ji dilê evîndar her

dibêjim: zimanê dayikê min tu

divê, min bo te ji berbanga

pêkîna mirovaniyê ve nimêj

kiriye, hemî pîj û kelem, tabî û

çeper, bendav û çiyarêz, fêrmist

û mawer, bexên gulîzaran,

periyên bihuştê, firişteyên textê

şahanî, xweşxane û sera, bergor

û terqînê, serê me li hedan

nexistiye, herweku ez jî pê ve

bûme dirdirk.

Gihame payîza temen, hest û

newaziyên evînê, hêj li giyanê

min dixuricin, bi dizî pelemarî

rewan û agadariyên min dibin,

reha min ne şê ye ku wan di xwe

de bê nasname bihêlim.

Kurdistan lehenda şêran

destegul evîna minî, xwênero,

sîmbola evîndaran, pirzika ser

zimanan, lehenga çîroka minî, bo

wê zengilê dilê min bê rawestan

û vewstan li çepikan dixînî, eger

ku dîrok çavên xwe baştir vekî, ji

temara derziyên mangê hişyar

bibî, ji nû ve bîneriya xwe li ser

dîrokfiroşan bi têrutesel bidî,

serboriyên min û zimanê yara

evra, bi pelge û çavkanî bibêje û

bibilînî.

30-9-2018

Rêzkirin û avakirina șiroveyê:

1. Destpêk: Sernavê helbestê?

Helbestkar?

Taybet e, an giș tî ye?

Babet serederiyê di gel çi dike? (dilînî, evînî, welat, surușt û jîngeh, ziman, abstrakt, tesewif, siyaset, civakî û hdw)?

Sernav çi hizrê li nik min peyda dike?

2. Beșê navendî: Pirsên li dor naverokê:

• Çi naverokê bi xwe ve digi re?

• Çi serpêhatî, bîranîn, hizi r, hestên kesayetî himbêz dike?

• Çi dem û cihî bi kar tîne? (Helbesteke babetên rojane, demsalane, dîrokî, xwecihî, erdîndnîgarî ye)

• Gelo pêdivî ye ev hebin? Bikaranîna Cînavan çi ye EZ ya helbestvanî an ?

• Helbesta EZ hestan eșkere (Dîrekt)

diyar dike? • Guftûgoyê dîrekt ber bi mirovekî,

suruștê, hdw dibe? Avakirina zemînekê bo șirovekirinê:

• Çawa ev helbest hatiye avaki rin? • Babeta terazûya vê helbestê çi ye?

• Dirêjbûn û pîvan? Çi zimanî bikar tîne û çi taybet mendiyê zimanê helbestvan hene?

• Çi peyvan hildibi jêre? (zimanê taybentmend, rojane, pisporî û hdw)

• Çi peyv gelekî dubare dibe, zeviyê û

biyavên peyvê, peyvên kilît)

Çawa dikarim helbestekê Şirove bikim? (Xeleka 4)

Tengezar Marînî Sonnetz, Haiko. Yazdehok (di kurdî de, tenê helbestvana kurd Gewhar Fetah bikar aniye), zimanî û surrealîs t, abstrakt, mînîmal , maksîmal û derveyî wan jî û gelek caran șêweyê belavki rina peyvan li ser kaxezê. Ahemgên derve û yên hundur jî, li șêwe, form û ciwankariyan jî vedigere.

Encam:

Min çi ji xwe re, ji vê helbestê wergi rt an wernegirt?

Çi hest li ba min çêki r? Hineke din, li ser vê helbestê çi gotine?

Daneberheva encama nêrînên min û yên wan?

Pêdiviye jibîr neyêt, ko ne hercar și rovekirin rast e û bêkemû kurrî ye.

Ya gi ring, ko mirov jê agadar bibe,

gi rêdan avaki rin û avahî û naveroka helbestê de bête Naski rin.

Di rêya zimanî re avakirina naveroka helbestê diyar dibe.

Eger mirov viziyonenek an jî têzeyek hebîtin, divê bi belge diyar bike. Ya gi ring li vi r, yê xwêner ji șirovekirina

xwe piș t rast be, piștî hemî belegeyên dayî hev.

Ji bo em tenê di warê theoriyê de nemîn in. Eve helbestek gi ring e, di dîroka helbestvanekî Elman bi navê Georg Trakel . Helbest gelek caran û ji gelek hêlan ve hatiye și rovekirin. Her li vê și rovekirinê, em ê șêweyekî ji șêweyên „ Ka em çawa helbestê șirove bikin“ fêr bibin.

HOBEN

Bavê Sîmyar

Hoben hemî Xuşk û bi rayên hêja

Kurdistan TV, ZAGROZ TV, Rodaw TV,

• Avakirina hevokan? (pi rnîșan,

seyrnîșan, pi rs, hevokên kompleks , aloz, xeyalpi r, hêsan,

• șêwazê peyvê) • Şêwazê axaftinê? (fermî, hestiyarî,

bihrî, bisûd, balkêș ) • Alavên zimên yên helbestvan bikar

tîne? (Nîșan, Metafor, pîvan, xeyal , watedanên ferhengî û epysthomolojîk).

Sedemên nivîsîna vê helbestê:

• Kengî ev helbest hate nivîs în?

• Çi gi rêdana dîrokî ya helbestê bi dîroka toreyê ve heye?

• Ev șêwehelbest hene, bi derbirînên cuda hene?

• Pêvejoya jiyana helbestvanî?

Girêdana helbestê bi qûnaxek ji qûnaxên jiyana wî?

Watedayîna beșê dawî ji beșê navendî û șirovekirina helbestê:

• Çi wêne ji tecrubeya helbestvan ya kesayetî diyar dibe?

• Helbestvan dixwaze tiștekî bibêje? Çi dibêje? Giring e tiș tekî bibêje?

Watedayîna beșê dawî ji beșê navendî û șirovekirina helbestê:

• Çi wêne ji tecrubeya helbestvan ya

kesayetî diyar dibe? Helbestvan dixwaze tiștekî bibêje? Çi dibêje? Giring e tiș tekî bibêje? Formên Helbestê:

Gelek șêweyên cuda cuda yê toreyî di helbestê de hen û rengên cuda jî. Hinek ji wan hevaheng in, di rengên xwe de û nîșan in bo çawa-avaki rina helbestê. Di rêj, kurt, Rêzbend û terazû, helbesta pexșane, s tran(Lyrik), azad û serbest,

Kurdistan TV 24, Kurd SAT TV Newroz

TV, KOREK TV, ARK TV

KNN TV, HAWLER TV, VIN TV

GALI KURDİSTAN TV, RONAHI TV

Gelo ma ragehandin ne karê we ye?

yan hun naxwazin ji navê kurd re

durust karekî bikin? Ev bû zêdeyî şeş

meha, li hemî infomêdya enternêtê,

gotin a "HOBEN" belavdibê, weke

silaveke nuh ji bo gelê kurd, kêm nekê

li hember yê: Ingl îzî (hello), Espanî

(Hola), Ferensî (Salut), Farisî (Salam),

Hindî (Nemazkar), Rûsî (prîvêt), Ibranî

(şalom), Erebî û Turkî (Merhebe), û

herpêde...

Çima hun vê silava cihanî ku ne

gi rêdayî kêliyeke rojê, û ne rûwekî

siyasetê ye na bînin, û ne dibêjin, li ser

menberên xwe? Ma hûn naxwazin

silavek miletê kurd

li hemî kurdistan û cihanê werê

naski rin û fehmkirin hebê ? Em ji we

divin ku hûn di xizmeta yekîtiya gotina

kurd de bin berî her tiştî, û ev silav

nîşana vê vana me ye, i car fermûkin ji

me xweziyên xweş ji bo xwe hilgi rin!

Homeyî, ala herî baş.

19.09.2018 Almaniya

Page 3: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

3

Berhema Nû:

Pêşgotina “Dengê Kurdistan”

Elî Cefer

Belgeki rin, yekek ji zanis tên dîrokê

ye. Mebesta wê parastina agahî û

berhemên afi randî yên mirovî di

çerxekê û di warekî ji warên; zanîn,

aborî, civakî, rêzanî de ye. Da di riya

dûzankirin û rêzki rina wan re, di rojên

duhatî de parastî bimînin û wek tiștên

xav, an tiș tên destpêkê sûd jê were

wergi rtin. Belgeki rin jî bi șeweyên cuda

cuda heye

Belgeki rina nivisandî, wênekêșî,

tomarki rî û berçavki rî.

Belgeki rina ku em pê rabûne,

nivisandi ye, gi rêdayî bermayên çanda

xwendevanên kurd li Ewropayê ye, ji

destpêka hebûna wan li wan welatan û

heya dawiya çerxa borî bi çend salan.

Girîngti rîn berhemên xwendevanên

kurd li Ewropayê derçûna weșana (

Dengê Kurdistan ) e, da ku di riya wê

re xem û hestên xwe yên netewî

biderbirînin, ew xem û hestên her

Kurdekî ne, li ku dibe bila bibe. Bi

taybetî gava em bizanibin ku Belavok û

weșanên kaxezî heya dawiya sê

çarîkên sedsala bîs tan, xudî roleke

sereke bûn di serwextki rin û

têgihiștina wan hemo bûyer û

guhertinên nuh di her warên zanis tî,

ramyarî, siyasî û civakî de.

Weșana ( Dengê Kurdistan ), dengê "

Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa "

bû. Ew xwendevanên ku ji hemî beșên

Kurdistana dagîrki rî çûbûn Ewropa.

Eger ewanan bayê azadiyê

hilnekêșabana li wan welatan, wê

nikarîbana xewn û daxwaza gelê Kurd;

ri zgarki rina ji dagîrkeriyê bînina zimên

li wan welatan. Çimkî li her beşên

Kurdistanê, mujûlbûna bi serxwebûnê,

li gor nerîna dagîrkeran, tawana bê

hempa bû. Ji vi r mirov dikare tê

bigihîne çima û ji ber çi sê weșanên

pêșin yên kurdî li dervayî Kurdistanê

derçûne.

Divê em li vi r ji bîra nekin, ku

xudiyên wa rojnameyan toș î gelek

lêpi rsîn û zext û zorê hatibûn, lê tevî

wê jî riya xwe ya ti jî is ti rî û kelem, kel û

kurt ber nedan, ew jî ji baweriyekê

hatibû; ku gotin û peyv, li di jî nezanîn,

pașdemayînê û bindestiyê, çeka herî

xurt e.

Weșana ( Dengê Kurdistan ) di dîroka

rojnamegeriya kurdî de, sêhemîn(1)

rojname ye. Yekemîn rojnameya kurdî

bi navê ( Kurdistan ), ku jimara pêșin di

22 Nîsana 1898 an de li Qahirê - Misr

ê, li ser destê Miqdad Midhet Bedirxan

bi kurdiya tîpên erebî derçûye.

Rojnameya duwem jî bi navê ( Rya

Taza ) yan ( Riya Teze ) ku bi tîpên

kurdî di 1 Nîsana 1930 î de, li Yerîvanê

paytexa Ermenis tanê derçûye. Li vi r

pi rseke xwediyar dibe, ew jî ev e: Gelo

çima çi nivîsevan û ronakbîrên Kurd

Kovara ( Hawar ) ê, ne ( Riya Teze )

wek destpêka kurdiya tîpên latînî

destnîșan dikin?

Gava lêgervanek, an lêkolînerek

vegere dîroka rojnamegeriya kurdî, bi

mebesta sûd wergi rtinê di lêkolîna

xwe de, ta ku bigihîne armanca xwe,

wê pêrgî dijwariyan bibe, ji ber ku

berhemên rojnamegeriyê hûnrik hûrik

belavki rîn e li wir û vi r, çi li welêt çi li

dervayî welêt. Heye ( belkî ), ev jî ji wê

yekê hatibe ku miletê Kurd û ronakbîr

û nisevanên wî di dirêjahiyê dîrokê de

toș î zext û zorê hatine. Ne tenê li

welêt, belê li dervayî welêt jî. Yan jî, ji

ber bêxemiya Gelê Kurd di tenga ne

belgeki rinê re.

Ji ber wê jî, ez li pi r paytext û ba jar û

ba jarokên Ewropa, û heya dervayî

Ewropa jî li weșana ( Dengê Kurdis tan )

geriyam, lê hercar dest vala

vedigeriyam. Lê di dema seredaneke

Başûrê Kurdis tan sala 2017 de, gava

min serdana Akadimiya Kurdî li

Hewlêrê ki r, û hevdîtinek bi cîger çêki r.

Ewî ji min re da xuyan ku xwendina

xwe ya bilind li Parîsê paytexta

Fi ransayê tewaw ki riye, û libek

fotokopî li ba wî peyda dibe. Wê

demê, ji kêfan re, dilê min di qefesa

sîngê min hilnewat, û li ser daxwaza

min kopiyek da min.

Pêre, pi rsgi rêka ku ez toșî wê

hatime, ew bû ku ji ber demek di rêj di

ser derçûna wê re derbas bûbû, mirov

nikarîbû bi hêsanî bixwenda, ji ber wê

min gotin bi gotin, belê tîp bi tîp ji nû

ve li komputerê da. Êdî hûn jî dê

zanibin bê çiqas zehmetî û cefa min

kișand, bi taybetî wan gotarên bi

zimanê fi rensî ku ez pê nizanim.

Pêre, pi rsgi rêka ku ez toșî wê

hatime,

hatime, ew bû ku ji ber demek di rêj di

ser derçûna wê re derbas bûbû, mirov

nikarîbû bi hêsanî bixwenda, ji ber wê

min gotin bi gotin, belê tîp bi tîp ji nû

ve li komputerê da. Êdî hûn jî dê

zanibin bê çiqas zehmetî û cefa min

kișand, bi taybetî wan gotarên bi

zimanê fi rensî ku ez pê nizanim.

Tevahiya gotarên di her pênc

hejmaran de, bi her sê zimanan (

fi rensî, kurdî û ingil îzî ) navê

nivîsevanên wê bi navine lexem, an bi

tîpên pêşîn ên navên wan hatibûn

nivisandin, ne bi navên rasteqîn. Ji ber

wê jî, hema bêje zorbey zorî navine ji

me ve ne naski rî ne. Lê gava em

bizanibin ku wê demê li tevayî welatên

ewropa, jimara xwendevanên Kurd (

30 ) derbas nediki r û pi raniya wan di

warê rewșenbîrî û zanînê de belengaz

û perîșan bûn, ev li aliyekî, li aliyê din,

gava em gotina rehmetî Dr. Nûredîn

Zaza, ku di rûpel 101, 102, ên bîranînê

wî de hatine binerin:

serokê wê re, Dr. Necatî Ebdula " …. ez bi roj û șev di nivisandin û

lêvegera gotaran de, mi jûl dibûn, min

hemî li destnivîsê û jibergi rtinê

dikirin…". Emê herin wê texmînê, ku

Dr. N. Zaza pi r bi tenha, û bi gelek

navên lexem dinivisand. Tam wek ku

çawa rehmelê Celadet Bedirxan di

kovara xwe ( Hawar ) ê de diki r.

Lê em ji bîr nekin, ku heye rehmelê

Dr. Ismet Şerîf Wanl î hin nivîsên xwe bi

navin lexem weșandibin.

Çimkî şiyanên wî yên nivisandinê

hebûn, û bi serda jî, ew endamekî

damezrêner bû. Herweha, em nizanin,

gelo para rehmelê Dr. Kamiran

Bedirxan di nivisên vê rojnamê de

heye an na? Çimkî zorbey zorê nivîsên

herpênc jimarên ( Dengê Kurdistan ) di

çarçewa ramana çepîtiyê de ne, û bîr

û bûçûnên Dr. K. Bedirxan wekî em tev

dizanin tersî wê bûn.

Tevî ku nivîs bi pi r zimanan di

rojnameyê de hatine belavki rin jî, lê

naveroka hemî nivîsan dihêle ku,

bawerî li ba mirov peyda bibe, ku asta

çand û zanîna xudiyên wan ne li

pêșe. Em rastî tu lêkolîneke civakî, yan

aborî yan zanistî bi rêk û pêk natên,

tenê wek nûçe û raporên hevbeșiya

komelê, liv û tevgera wê, li vi r û wir ne.

Wek nimûne, di jimara ( 3 - 4 ) hevbeș

de, raporeke hûrgilî di derbarê

pișikdariya nûnerên komelê di

mihrecana duwem ya ( Yekîtiya

Gêncên Demoqratên Cîhanê ) û (

Yekîtiya Xwendevanên Cîhanê ) û

çalakî û hevdîtinên wê de bi nûnerên

din yên pișikdar hatiye, û di encamên

wan hevdîtin û çalakîyan de, Komele

wek endam di van herdu rêxis tinên

cîhanî de hatiye pi jirandin.1

Beșa kurdî di jimara dawî ( 5 ) de, di

bin du sernavên sereke de hatiye. Yê

pêșin, raporeke ji al î Dr. Zaza ve hatiye

pêşkêşkirin, di civîna komelê ya sêyem

a giș tî, ku di 29 - 30 Çi riya pêșin

Sala 1949 de, hatibû gi rêdan.

Naveroka wê hemî çalakî, hevdîtin û liv

û tevgera komelê di navbera herdu

civînên giș tî; duwem û sêyem de

hatibû. Sernavê duwem ew bû;

daxuyaniya giș tî ya kongireya herdu

rêxis tinên cîhanî yên me li jor bi nav

ki rine bû. Ligel helbestekê.

Hêjayî gotinê ye, ku min dest neavêt

ziman û șêweyê nivîsên, ku di van 5

hejmaran de hene, belê min wek, ku

hatine nivisandin, li vi r danîn. Herpênc

jimar bi qasî ( 49 ) rûpelan bi ebada 21

/ 29 an. Jê ( 7 ) rûpel bi kurdiya latînî

ne, û ( 2 ) rûpel bi ingilîzî ne, yên mayîn

jî tev bi fi resîne.

Bi belgeki rina nûh re, me ev rojname

ji windabûnê rizgarki r.........(R. 4)

Page 4: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

4

Dûmahiya

“Dengê Kurdistan”

û dîroka rojnamegeriya kurdî dewlemend ki r.

Li dawiyê, me dil hebû li dawiya sala borî vê berhemê çap

û belav bikin, lê bizava lêpirs îna gîştî ya di 25. 09. 2017 de,

ku li Bașûrê Kurdis tanê pêk hat û encam û bûyerên jê

peyda bûn, ku ji me hemiyan ve diyar in, bûn sedem, ku

têkil î di navbera min û Dr. Necatî Ebdula de qut bibe.

Ez hema hema bê hêvî mam, ku ew têkiliyan ji nû ve

vegerin, ji ber wê jî ez neçar bûm, ku liba min li komputer

dabû, ligel ya orîjînal ji kurê hevpîşeyê xwe Mamed Cimo;

Apo Mamed Cimo re bi rêkim, da herduwan bide ber hev.

Mala wî ava û destê wî nerizin, ku ev kar qedand.

Herweha em sipasdarê Dr. Kendal Nezan, ku wî jî keda xwe

xis t seraski rina rêzimanê beșê fi ransî.

Belê, xweș bextane, berî ku em vê berhemê bidin çapê,

me karîbû têkiliyê careke din li gel Dr. Necatî Ebdula

gi rêdim. Wî jî, ji camêriya xwe pêșgotina fi rensî nivîsand, û

hin kêmasiyên çapê û rêzimanî rast ki rin.

Vreden - Elmanya

22 Nîsan 2018

......................................

1- Li vi r em dixwazin du têbîniyan bidin: 1- Di hin jêderan

de, hatiye ku komela ( Hevkarî û Tereqî ya Kurdî ) li Istanbûl

ê, sala 1908 an, rojnameyeke bi navê ( Kurdî )

2- Cihê gotinê ye, ku ev herdu rêxis tin bi alîkarî û piștvaniya

dewletên sosyalîs t, nemaze Yekîtiya Sovyetê ya berê sala

1946 an, hatin damezrandin. Navenda wan li Biragê,

paytexta Tișîkilosivakya ya berê bû, ( niha Si rbiya ) bû. Bi

hilweșandin dewletên Soszalîs t re, ev rêxis tin jî, ji holê

rabûn.

NAMEYA DUYEMÎN

Dilnas BERAZÎ

Bavo, her kes li welatê me li ser mirîyan dinivîse,

ji mirîyan hez dike û qale mirîyan dike. Ji ber ku

mirî sarin, mirî bêdengin, mirî zanin ku zindî bi

wan dikenin, mirî li gotinên zindîyan guhdar

nakin. Lewma jî, zindî gelekî pesnên mirîyan

didin û hez ji wan dikin. Ji xwe tu zanî, berê bav

û kalên me gotîne: „keçel dimrin porsor

dibin!“... Lewma jî tu hîn saxî, ez dixwazim

nameya xwe ye duyemîn ji te re bişînim.

Nameya pêşîn berî 24 salan, ji binanîya çîyayê

Gabarê, li nêzik gundê Findikê, erê Findika ku

Feqê Teyran têde helbesta xwe ye „Ay av û av“

nivîs îbû. Her wekî niha, dîsan min name bi

zimanê kurdî nivîs îbû. Ji xwe şermeke mezine ku

min li warê Feqê Teyran nama xwe bi zimanekî

din binivîsanda. Tevî ku min zanibû; ji bo

xwendina wê namê tu yê gelekî biwestî. Lê niha,

bi saya serê wan şehîdan, tu bangî kîjan zarokî

bikî, wê nameya min ji te re bixûne.

Bavo, ez zanim, tu wê demê bi nameya min

gelekî şa bibûyî. Ew name piştî ku te çend caran

agahîya mirina min bihîstibû, gîhabû destên te.

Wê nameyê, mizgîna zindîbûna min dabû te,

tevî ku te ez hîn nedîtibûm. Êre.., ti bav naxwaze

berî mirna xwe, mirna zarokên xwe bibîne!.. Lê,

li welatê me rojane bav darbestên kurên xwe

hildigrin û berê xwe didin goris tanan.

Min wê demê nedizanî ku kezeb şewtandin

çawa ye!.. Lê ez zanim wekî kozîyeke agir di

hinava te de be, evqas dilê te gerim dibû û xwe

bi jor ve hildavêt. Mêranî û hêrsa te qet rojekê

jî, nedihîşt dûmana wî agi rî hilki şe jor û diyar

bibe. Îro ew agi r ketîye nav cerg û dilê min de,

dûmaneke tûj di pozê min re derdikeve. Heya ku

zarokên mirov çênebin, mirov nizane bavtî

çiye?..

çênebin, mirov nizane bavtî çiye?.. Û bav kî ye!..

Bav dîwarekî bilinde ku mirov pişta xwe pê

hildipesêre, bav s tûna nav konê malê ye, bav

keleheke aseye mirov xwe têde aram dibîne. Bê

bav mirov sêwî ye, rêwî ye, xûnî ye, wekî

koçerekî bê xwedî ye. Heya ku bav sax e, mirov

qet xwe mezin nabîne, her li pêşberî bav xwe

wekî zarokekî tevdigere. Herwiha tu jî bi vî çavî li

min dinêrî, ez li ber çavên te hîn ew zarokê

biçûk im, ew zarokê ku te dît kengî û li ku hate

dinyayê. Ew zarokê piştî çend zarokên te

miribûn hatibû dinyayê.

Bavo, bêguman tu vê êvarê çavên xwe li dora

xwe digerînî, kur û qîzan, xarzê û bi razîyan, cîran

û nevîyan li dora xwe dibînî, tenê min nabînî. Ji

xwe tu naxwazî ji kesî bipi rsî, tu zanî ku ez

dûrim. Dîsan wekî salên borî, di navber min û te

de, gelek rêyên di rêj hene. Ev 33 sal in, tu her

min wekî mêvanekî ji malê dibînî. Rastî jî eve; ez

bi di rêjîya van salan wek mêvanekî dihatim

seredana te, mêvanekî bêwext. Bi her hatineke

xwe re, min hinek ava sar bi ser wî agi rê gur de

dikir, daku hinekî dilê te honik bibe.

Lê, ku her carê min xati r ji te dixwest min tîna wî

agi rî di rûyê te de, didît. Her sê carên borî belkî

te bihaneyek ji dûrbûna min re dîtibe û hinekî

pê kela dilê xwe sarki ribe; yek ji bo dibîstanê,

yek ji bo kurdistanê û yek ji bo jîyanê. Lê

dûrbûna vê carê, te jî wekî min hîn ti wate jêre

nedîtîye. Ev dûrbûn wekî şelpeyê sedsalê bû, em

ji hev tar û mar ki rin.

Bavo, niha li vi r, li vî welatê nû, zimanê nû,

çanda nû, kolan û cîranên nû; ez tenê kevinim.

Hemû jiyana min mîna kurtefilimekê her şev di

hişên min de dûbare dibe. Ez mîna kundekî li

şûnewaran mayî, heya dawîyên şevên payîzê, bi

xwe re çîrokên koçberîyê dibêjim. Li vî welatî, ro

diçe ava ba jar bêdengin, kolan valane, her kes di

xeweke gi randa ye, tene ez û xwe di

hevkêşîyeke mezin de ne. Li vî welatê ku wan ji

bo xwe ki rêye cinet, welatê

ew ji bo min, wekî xarineke bi minete. Ji ber ez

mêvanim, koçber im. Mêvanekî bêwarim,

mêvanekî bêkarim. Min mal û milik, nas û dost,

dar û ber, li pê xwe hîştîye û xwe sipartîye wan.

Ez li welatê xwe kî me...? çi me..? Ji bo wan qet

ne gi rînge. Ew tenê zanin ez koçberim,

penaberim.

Bavo, min vê carê jî, jîyana xwe ki re qurbana

zarokên xwe, ew zarokên ku heya niha dahatûya

wan nedîyare, ka wê bimînin zarokên min an

na!..Ew zarokên heya niha nizanin bibêjin: kalo

û pîrê, ji xwe peyva xal û xal tî, ap û bi razê

jibîrki rine. Berî çend rojan me Vîyan fêrî peyva

pîrê (pîro) ki r, wê jî gote cîrana me ye Alman.

Ci rana me ye pîr gotina Vîyanê qurmiçand û

gote wê: erê ez pîrim, lê ez ne pîrika te me!...

Niha 86 payêzên salên temenê te, hêdî hêdî

hebinên konê xwe dipêçin û warê xwe ji

bihareke nû re dihêlin. Xwedayê jorîn di sala nû

de, te ji qede û beleyan dûr bigere, tu bi xêr û

xweşî bi jî... Bavo, ez deyîndarê te me !..

Pirtûka nû

Nalîna Darên Zêtûnê Mihemed Qere Hesen

Page 5: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

5

Ji Olên Mirovatiyê

Ola Bûda

Cankurd

Ola Bûdî pi r fi reh û pane, lew re di

gotarekê de tev naye şi rovekirin. Lê

ezê bizava xwe bikim, ku div ê gotarê

bi kurtî hinek stûnên wê yên serekîn

bidim nasdanê.

Ola bûda olek wehaye, ku Xwedê

nanase û lew re em nikanin li ser

evdalên vê olê nave "Keşe" bidinê, ku

ewan jî di navbera Xwedê û mirov de ji

xwe re pilyek pêda ki rine. Na ne wilo

ye, ji ber ku Xwedê di nav ramanên vê

olê de nine. Ewan ne wek evdalên

dêrê ne. Lê belê avahiyek wan a di ser

hev re wek ya dêrê filehan û îmamtiya

Şîîyan heye. Di nav wan de 3 pile hene:

- Upî înzîn

- Maung Cîn

- Kiyang tha

Di pileya pêşîn de "Upî înzîn", her

mirovek dikare bibe evdal, gava xwe ji

jîna giştiyane bidûrxîne, zagonên

perestgehê li ser xwe bi cih bîne, û

jînek evdaliyê bijî. Cilêd wan sipî ne, ji

yên evdalên dî cihê ne, hema ne gi ring

e, ku ewan di perestgehê de bi jîn.

Gelek kesên, ku wek "Kolî" tên bi

navki rin û demek di rêj bêkar dimînin,

an jî dikevin destengiyê, cilêd sipî li

xwe dikin, pore xwe "pirça serê xwe"

kurdikin, tûrikê parse davên mile xwe

û di kolanan re digerin, xwe wek

evdalên Bûdî didin xuyaki rinê.

Di perestgehê de evdal baş tên

xwedîki rin, ka ewan mirov in azad in

an ne. Bi dilxweşiya dayik û bavê xwe

hatîne an ne, dev ji jîna rastîn berdane

an ne û xwe ji dil de avêtine ber

zagonên perestgehê an ne?. Divê

ewan her li mirinê bi ramin, dost û

yaran, mal û malbatan û her şêweyekî

xweşiya jînê ji dest bidin, tenê balati rîn

rewşa navxweyî ya bi nave "Nêrvana"

tê nasîn, ji xwe re bikin armanc. Divê

ewan ji bîr nekin, ku wê jîna wan bi êş

û bêxweşî û bê bidestxis tina ti ştan be.

Cil û bergêd van evdalan wek ên

evdalên hindî yên Askêt û Dandiyan in,

sê parên qumaşê zer in. Diviya li gor

zagona Bûdahas, cilêd wan pi r asan û

erzan û çi rok bana, lê diyare di vê yekê

de evdalên Bûdî baş li gor wê zagonê

naçin. Hinek ji wan bi cilên hevrîşmî di

nav gel de, rojên şahiyê digerin û pi r

ha jê dikin, ku ewana wek patronên

maldar bên dîtin. Hinek ji wan jî rojên

şahiyê diçin ji xwe re li l îsk û şano û

sêrkê sêrdikin.

Van evdalên ku wek pileyê duwê

"Maung cîn" tên navki rin, di pi raniyê

de hîn ji deh saliyê de, ji aliyê dayik û

bavan ve tên şandin bo ku li

perestgehê fêr bibin. Divê ewan

nekujin, nedizin, di rewan nekin,

serxweş nebin, zêr û zîv hilnegi rin,

destêd xwe bi çek û debanan nekin, û

nabe ku ewan xwe bi kul îlkan

bixemilînin, an bi jinan re li gan Kevin.

Em dibînin, ku fêrki rinên Bûda jî ne dûr

in ji "Wesek" ên Cihotiyê, Filetiyê û

Musilmantiyê.

Hema "Kiyang tha" bê cilêd derwêş û

evdalan in, di pi raniyê de zarokêd sêwî

ne. Ewana alîkariya evdalên

perestgehê dikin, di parski rinê de, û

sîwana bo paris tina wan ji baran û tava

royê hildigi rin.

Di perestgehê de jînek bê xweşî ye, lê

ji ber ku gelek kes diyariyan jib o

evdalan tînin, da bereketa wan bi ser

xwe ve bînin, hinde perestgeh bi

diyariyan dagirtîne, ji her şêweyekî

xwarinê, ji xaliyan, ji fi raxêd aşxaneyê

û çi rax û cilan… Evdal wan diyariyan ji

dest bawermendan, bê supasî û

berxwedarî dibin, lib a wan bi xwe çi

gi ranbuhayî ji wan ti ştan re tune ne. û

ji ber ku kuştina jîndaran bo evdalan

qedexe ye, lew re di perestgehan de,

gelek mişk, pilindi r, û gelek şêweyên

kêzik, gêre û kurmikan pêda dibin. Ji

ber pi rbûna wan evdal binzor dibin, ku

ji xwe re pisîkan bihewînin, da bi karê

kuştina wan bêling û carling û pi rlingan

rabin. Di perestgehan de gelek destnivîs

hene, ku bi şêweyekî taybet hatîne

çêkirin û nivîsandin, û bi wê yekê çanda

Budiyan û ola wan hatiye paris tin.

Evdal bi lêdana darkutan re, ji berbangê

ve radibin. Lêdana darkutanê ewqas

bilind e, ku kesek nikare bibêje:"Min

nebihîst û lew re ez di xew de mam."

Dest û çav û di ranêd xwe dişûn û bi hev

re dest bi nimêja berbangê dikin. Ew

nimêj dora nîvsaetekê di rêj dike.

Lê bi rastî em nikanin wa xebata

berbangê bi "Nimêjê" navbikin, ji ber ku

Budî tew bi hebûna Xwedê bawer

nakin. Ewana hinde zagonên Budî, ku

ezber ki rine, her yek ji xwe re dixwêne

û bi pi ranî wilo dibêjin: "Ez dixwazim

jînek hêja bi jîm." An jî "Eger ez carek dî

hatim jînê, ez dixwazim di pileyek

balati r de bijîm."

Ev daxwaza duwê tê gotin ji ber ku Budî

bawer dikin, ku mirov paş mirinê dîsa

vedije û li gor karên xwe yên baş an

nebaş derbas dibe pileyekê di jîna duwê

de, dibe ew bibe cinewerek an sewalekî

kedîki rî an jî şehzadekî hezki rî di

malbata şahekî hêzdar de.

Paş wê "nimêjê" evdal li derveyî

perestgehan belav dibin, li sancên

baqirî didin, ku xelk bibihîse û bizane,

ku ewan derketine parski rinê. Evdal

rojê du caran xwarinê dixun, lê dive

wan herdu car berî nîvro bin. Paş nîvro

bo wan qedexe ye, ku bixun, û nabe

zikê xwe jî pi r dagi rin. Divê evdal berî

xwarinê, hercar bibêje, ku xwarin bi

xwe ji wî re ne kêfxweşiye, lê ji ber ku

bê wê, ew nikare bi jî, lew re ji bêçariyê

ew wê xwarinê dixuwe.

Nabe ew pençek bi rinc bixuwe, bê ku

bibêje:" Ez vê ji pêdiviya si rûştî dixum,

ne ji ber dilxwaziya xwe." Nabe ewan bi

xwe, hêgan "hêkan" bikel înin, lê

jêmahîbê bihna wan û xwarinên germ û

nerm dihêlin, ku evdal hinde caran

zagonêd ola xwe binpê bikin.

Carina evdal li bin darekê dadinişe,

gundî ji wî re xwarinê tînin, bi hîviya ku

bereketê ji wê yekê bigi rin. Evdal

bêdeng û bê ku bi wan re têkeve çi

têkil î û axiftinê, xwarina xwe bi tenê

xwe dixuwe û wan gundî ji dûr ve li wî

dinêrin. Niviskarê alman ê navdar

Alexander von Gleichen-Russwurm di

pi rtûka xwe de [Cîhan çandeyî ya...

rojhilatê dûr – cild 21, r.347] dîmenê

evdal di wê rewşê de wek yê çêlekê

dibîne, ku ew jî li bin darek dî wilo

geyayê dixuwe.

Evdalê Budî dive herdem bîne bîra xwe

û ji xelkê re diyar bike, ku her ti ştekî

ser rûyê zevînê tê guhartin û jîn bi êş û

keser û nalîn derbas dibe û xapînok e.

Divê pênc fermanên ola Budî bo wan

bibêje: " Diziyê neke, jîndarekî nekuje,

zînekariyê neke, derewan neke, û xwe

serxweş neke." Em dibînin, ku van

pênc ferman di olên as îmanî de jî

hene, û di hinek olên dî yên berê de jî.

Mirovatî di pi raniya xwe de bi van

fêrki rinan hatiye tîmar ki rin.

Lê tevî vê yekê, Buda, ku hem wek

"hişyar" û hem jî wek "yê bêkêmanî"

tê nasîn, xwe wek pêxemberekî nabîne

û ji xwe re kesekî wek hoste nizane. Di

pi rtûka Budî ya navdar "Mahavagga"

de, li ser zimanê wî wilo hatiye: " Min

bi xwe ev nasîn pêda ki riye, ma ezê

xwe bi şagi rdê kê navbikim? Hostayê

min nine. Ez bi xwe hostayê bê wekanî

me."

Buda ne Xwedê ye, ne dîmenê wî ye li

ser zevînê û ne pêxember e. Ew

mirovek e wek hemiyan, ku ola xwe bi

nas înên xwe yên mirovî avaki riye. Ew

xwe wek her mirovekî jar dibîne, ew

nexweş dibe û diweste, lê rohniya

hindirî di xwe de dinase û dibîne, ku

mirov nagihe mirovatiya rastîn eger

ew xwe ji hemî xweşyariyên zevînê

azad neke. Kengê xwe ji mal û hebûn û

qurretiya kesanî ri zgar ki r, hîngê dikare

di pileyên mirovatiyê re ta pileya

paqi jiyê û bêkêmasiyê hilki şe. Di vi r de

ew ji sofîtiya muslimanan ve, ji

evdaltiya filehan ve û ji pîriya

zerdeştiyan ve nêzîk dibe. Buda kurê

şahekî bû, li herêma Hîmelaya û di

navbera 560 û 480 berî zayînê de

jiyaye. Wek kurê şahekî, ku gelek

qesrên wî hebûn û jînek wek xewn û

xeyalan derbas ki riye. Lê belê dev ji wa

jînê berda û bi çolê ket, da xwe "azad"

bike. Ew heft rojan û heft şevan di

koka darekê de li nav daristanekê

rûnişt û hizrên xwe li ser jîn û mirinê û

li ser mirov û azadbûna kesanî ki rin.

Şeytan ê ku bi nave "Mara" [Di ola

Cihowan û Filehan de jî Şeytan xwe

wek marekî dike û Adem û Hewa

dixapîne] bi hemî kanîn û xapan û

fêlbaziyên xwe û bi teviya leşkerên

tariyê hêriş ser wî dikir.

Page 6: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" NNNNeeeerrrrînnnn ÛÛÛÛ Gotar

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

6

Helbestvan Ehmed Arîf, mêrxasê Amedê

Dr. Yekta Uzunoglu Ehmed Arîf di 1927an de li navenda xewnên bi efsûn a Kurdan ango li Amedê, li maleke li qeraxê sûrê, li maleke ku ji kevirên bazalt ên ku bajêr ji serî heta binî dixemilînin hate dinyayê.

Tê gotin ku “Ademîzad rihê xaka ku lê bûye di xwe de dihewîne”. Eger ku kesayeta mirovan, xeyal û daxwazên mirovan ji aliyê vî rihî tê afirandin wê çaxê da ku Ehmed Arîf were fêmkirin divê meriv li serpêhatiyên wê xakê, li dîroka wî bajarî, li kesayeta civakî û çandî ya wî bajarî binihêre.

Gava ku Ehmed Arîf hîn nû dinya fêm dikir bajar bi wan birînên piştî talanê dinaliya. Mirov li serê sûran rûdiniştin, li qadên jêr dinihêrîn û şîna mirovên xwe yên ku hatî darvekirin digirtin. Wêda gundên ku gîha û gulîlkên xwe bê kes mayî, dişewitîn.

Bajarê ku ew lê hatî dinyayê tevî navê xwe êdî ne bajarê berê bû. Ameda hezar salî ya ku di xeyalên kurdan de xwedî pîrozmendiyeke bê hempa bû ji aliyê vê dewletê ve wek “Diyarbakir” hatibû binavkirin.

Gava ku Ehmed Arîf mezin dibû, Kurdan tevî şîna gelek wendahiyên xwe şîna navê bajarê xwe yê ku hatî qedexekirin jî digiritin.

Lê vî bajarî tenê bi navê xwe yê kevin dewlemendiyek binav nedikir. Heta çend sal beriya bûyîna Ehmed Arîf vî bajarî nûnertiya dewlemendiya çanda Kurdistanê dikir. Li vî bajarê ku “Qedexe, qedexe bûn.” mabedên olên Îslamê, Xirîstiyanî, Cihûtî û Êzdiyatiyê li ba hev vedibûn. Dia û daxwazan bi hev re olan didan, tevlîhev dibûn û dighîştin esmanan.

Heta demeke nêz jî mirov azad bûn. Deng û awaz ne qedexe bûn. Her gel bi zimanê xwe diçû ber rehma Xwedayê xwe.

Xwedayê xwe. Ev sûlava dewlemendiyê dê ji Asûrî, Yewnana Kevnar, Roma, Bîzans û Osmaniyan ve dihat. Pişt re Tirk bi artêşa xwe li ser bajêr bûne serdest.

Dû re ji nişkê ve sibehekê navê çiyayan, deştan, robaran, bajaran, gundan û heta navê heywanan ji aliyê vê pêla nîjadperest ve bûne dûkel. Li ser navê ‘Tirkitî” û ‘Tirkkirinê’ li ser navên dîrokî lewheya “Qedexe ye” hate danîn.

Lê qedexe bi xeyalên ademîzad ve kar nakin. Kurdan ew navana weke bireserên pîroz di xeyalên xwe de hewandin. Wan weke tevahiya keresteyên jiyanên xwe yên hatî qedexekirin navên xwe jî di guhên nifşên nû de pispisandin û dîsa ew dane jiyandin.

Ehmed Arîf şahidê talana çandî û zextên nîjadperest bû. Ew weke helbestvanekî ku bi dilê xwe dinyayê hîs dike nebû şîrikê sûcê exlaqî. Wî li hember vê rûxîna mirovahiyê serî hilda. Wî ew zilma girêk bi girêk li helbestên xwe hûna û ew helbestana di saxiya wî de jî bûne nîşana serhildanan.

**********

Yên ku difikirin û dinivîsînin ji bo pergalên tirsê weke “Dijmin” tên diyarkirin. Li Komara Tirkiyeya ku her kes, heta leglegên ku li ezmên difirin dîsa tên şopandin sûcê Ehmed Arîf xwendina pirtûkên ku pergal jê heznake û nivîsandina helbestan bû.

Ew du caran hate girtin. Li bedena wî ya gênc û li rihê wî şikence hate kirin. Ji temenê wî gelek sal hatin dizîn. Wî piştî demekê dîwarên girtîgehan li dû xwe hiştin. Lê êdî welat ji serî heta dawiyê bibû “girtîgeha vekirî” û yên li vir dijîn jî dişopandin. Ji ber ku ew “mezhûrê pergalê” bû kesî kar nedida wî û ji karên ku dihatin peydakirin jî demekê şinve dihat avêtin. Piştî gelek hewlan wî karî ku li Enqerê di rojnameyeke biçûk de bixebite.

**********

Pirtûka wî ya yekem û tekane a bi navê “Ji hesreta te min qeyd kevin kirin” di sala 1968’an de hate çapkirin. Ecêb e, lê pirtûk gelekî hate

ecibandin. Ehmed Arîf digel ku hate ecibandin. Ehmed Arîf digel ku yek ji kesên ku dihate şopandin, bû dîsa jî pirtûka rekorên çapê dişkandin û helbestên wî li kolanan dihatin qêrîn. Wî jî ev didît û pê şad dibû.

Ehmed Arîf helbestên xwe bi Tirkî nivîsandin û da çapkirin. Pişt re ji bo Kurdî jî hatin wergerandin. Bandora Ehmed Arîf li ser jiyana her ciwanên kurd çêbûye. Helbet li ser jiyana min jî... min helbestên wî di salên xwe yên biçûkatiyê de li Ferqîn, Êlih û Amedê nas kirin. Weke ku ez bixwazim ji êrîşeke polîsan bifilitînim min ew yek bi yek jiber kirin.

„ Xwe ragire bi pirtûkan

Bi karan

Bi bi neynûk û diranan

Bi hêvî, evîn û xewnan...“

Pişt re di salên min ên reva ji pergala zilmê de, di salên xwendekariya min ên li Pragê de, li kolanên Parîsê, li çiyayên kurdistanê ku wê çaxê min peywira bijîşkiyê dabû ser milên xwe, min ew helbest di mêjiyê xwe de gerandin. Wan helbestan her tim hêz dane min, her tim ji min re gotin “Xwe ragire!”

**********

Di 1971’ê de li Berlînê min mişextekî darbeya leşkerî ku Kurdekî Dêrsîmê bû ango Rahmî Saltûk nas kiribû. Rahmî bi sazê xwe deng dida helbestên Ehmed Arîf. Min jî pê re hewl dida.

Ehmed Arîf di 2’yê Hezîrana 1991’ê de ji vê dinyayê koç kir. Min nekarî ku ez di nav dostên wî yên ku wî oxir dikin de cî bigirim.

Dawiya dawiyê ez fîrarekî pergalê bûm.

Du salan şinve piştî 23 salan ez vegeriyam welatê xwe û beriya her tiştî min seredana birayê xwe kir û sersaxî jê re xwest û min hewl da ku deynê xwe yê dilsoziyê bidim.

Di vê navberê de min helbestên wî yên ku bi destê Rahmî Saltûk hatî dengdayîn yekem car ji cîhazê guhdar kirin.

**********

Girtiyên zindanan ên Kurd, Ermenî, Êzidî û Tirk weke nîşaneya berxwedana li hember zilmê helbestên Ehmed Arîf bi dengekî bilind dixwendin.

Lê rojekê dengê wî yê gerdûnî bêyî ku ez li bendê bim li ciyekî rastî min hat û ez pê ecêb mam.

Di sala 1994’an de ez, biraziyê min ê xwendekarê hiqûqê û du Kurdên din li Pragê hatin girtin. Em her çar jî ketibûn nava çerxên zilma ku di dîroka Çekan de weke Ruzyne tê binavkirin û em li hucreyên cihê cihê hatibûn belavkirin.

Em di hucreya 8 m2’yî de 10 kes bûn. Hucre nîvtarî bûn. Di qulikeke biçûk a bin arîkê re tîrêj diçizirî hundir. Dîsa jî min dikarî ku ji vê pencerê dengên dinyaya derve bibihîsim.

Min her roj dengên qêrînan dibihîst. Di nava wan qîreqîran de ji nişkê ve ev risteyên Ehmed Arîf ên Tirkî hatin guhê min:

“Bibîne ka careke din çawa têm afirandin,

Bi destên te yên bi namûs û ciwan ve.!"

Yê ku bi risteyên Ahmed Arîf ji “dûrve” hêviyên xwe diqêriya Haci Bulut bû. Heta ku Almanyayê di van zîndanan de hemwelatitî da min, du sal û nîvan bêyî darizandin û lêpirsînan ez hatim desteserkirin. Tişta ku di van şert û mercan de hêza xweragirtinê dayî me helbestên Ehmed Arîf bûn.

**********

Me wek komên Penê yên Çek û Kurd di 2006’an de li Pragê rojeke çanda Kurdî li dar xistibû. Di van civînan de min û dostê min ê kevin Vaclav Danêk helbestên Ehmed Arîf ên ku min li girtîgehê ji Çekî tercûme kir ji nû ve sererast kir û me biryar da ku em biweşînin.

Biryara ku wê şevê me dayî dê ji aliyê koma Pena Çek ve bihata li dar xistin û em pê serbilind bûn. Yekemîn helbestvanê bernameya koma Pena Çek êdî Ehmed Arîf bû. Êdî xwendevanên Çek jî hem welatiyê min, mamosteyê min Ehmed Arîf nas kiribû. Dewleta Tirk li vî helbestvanê mezin tenê zilm liyaq dîtibû. Çi digot ewladê Amedê yê xwedî rihê şowalyeyan:

“Bimeşe ser,

Tifî bike rûyê celatan,

Rûyê fersendkaran, fesadan, xayînan...”.

Page 7: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" DDDDîrok Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

1945-1958 (Berdewmiya bira heyştan)

Daner: Serok Mesûd Barzanî Werger. Merwan Mistefa

7

e Cenga nelos:

Dîlvan bi rin Aşnoyê, leşker berdan,lê

efser hiştin.

Barzaniyan Jî 6şeş nemir danîn:

1-Selman mela ja jokî

2-Salih mis tafa binbiyebî

3-Ibrahîm mela hemîd binbiyebî

4-Omer ehmed osman barzanî

5- Ibrahîm navxoş seftî

6-Hal bayizdîn kanî botî

Barzaniyan di evê cengêde serkewtinek

mezin l idarxis tin ta ku hişt ser

gi rdayetiya Îranê nerînên xwe vegerênê

ji pêlan û bazar û jimartinên xwe.wisa jî

akam ki r ser helwesta Êlan ku aşîtî

başti r dîtin ji a l îkariya wanî bi ra bi

hêzên leşkerê îranîre. Vêce şerê wan ji

Barzaniyan re bûbû wek xwe

pêşendanek hêşrîşî paşî xwe vekşandin

hemberî pêşveçûna Barzaniyan a bilez.

Cenga Goçar:

Çûna Barzaniyan bi malbatên xweve bal

bi yekîtiye sofyatêde bû karê herî nêzîk

ji hemî demê dîti r nemaze piştî ku

ferweriya Iraqê vegera wan bi mercê

wan erê neki r wisa ku ewê dixwest ku

vegerin bê bend û merc.

Vêce Barzanî di 11avdarêde cerek din

çû bakur bo çavdi tina başiya rê û

hevdîtinek din bi serokên êlan re l i

darbixê.wisa bi wan re li mala Nûrîbeg

begzade l i gundê(enbî) civiye, soz ji

wan wergi rt bi a l îkariya heyi di dema

buhirtina wande, lê yekî xiniz bi

navê(hoyirko)lez ki r çû Eromiye û tiştê

ku di civînêde çêbûbû guhaste ceneral

Hemayonî, wisa bi hengek leşkerê

Iranîre re tevl î hin a l îkarên wan re

vegeriye, vêce gudê Goçar ku Barzanî

têde bû di şeva 13-14/3hate

dorpêçki rin. Sibiha roja din Barzanî tê

gihişt ku ew û hêza xwe hatine

dorpêçki rin, ka emê gotinê jêre bihêlin:

Barzanî got:(geleki mi hewl da ku xwe

dûrî l i hevketinê bikim çiko çûna minî

wê deverê ne ji bo şerbû, wisa hêzek

mezin jî min re nebû , min ew li cihê

wanî bergêrî l i enyan hiştibûn, mi

hewl da ku ji gund derkevim , vegerim

herêma Mergefer bê şer, lê çilo em ji

gund derkrtin fîşek ji gi rên dora wî li

me bariyan û hoyirko ser hespa xwe li

dûv me bi lez dihat, bi bilintirîn dengê

we gazî me diki r –baznedin-lê min

bi ryar da ku rêça xwe bi zor û şer

vekim bi armanca şikandina dorpêçê,

şer di nêv mede vêket, çend kat

nebûrîn ta ku me xeleka wan şikand,

hoyirko hate kuştin tevlî çend hevalên

wî,yên mayî jî bazdan, em vegeriyan

Mergeferê.)

Barzaniyan du nemir û çend birîndar

danîn,herdû nemir evbûn:Hacî

mihemed hostanî û Şewal î şendo

şandirî. Yên bi rîndar: Hiso mîrxan

xi rdenî,Hal î mihemed xelanî,Mistefa

reşo l îlokî.

Leşkerê Iranî xwe amedekir ku ji

Ormiye bi pêş ve bê bi alîkariya çend

serokên êlan, bal bi mergefer ve di

rêça bi randîz ve, vêca divabû çêki rina

xêznî bergeriyê bihêz di cihên s tratîcîk

de, ji wan berêzer,bilindbûyên hevres ,

kewê zer, çiko bergêriya evan cihan

çara yekemîn bû, wisa wê bibe

bergêriyek di jwarî mirî eger Leşkerê

Iranî bi pêşve bê, qene nehêlin bighêje

gundên miştbûyî ji malbatên

Barzaniyan ku amedene dev ji Iranê

berdin.

hêrîşek Iranî nuh ser aniya Aşnoyê:

Piştî şikestina mezin a hate serê leşkerê Iranî ku hengek bi tevayi di cenga ne los de ji dest wî derket, serdarê Iranî yekîniyên xwe bi hewarçûnên nuh parast. Ji wan yekîniyên siwarî ji herêma lers tan û ji êlên kurdî wek mengûr û mamiş û hinî din, û di 18 yê avdarê de bi hêrîşek di jwar û mezin rabûn ser sê doxan di enya Aşnoyê-nexde de wisa jî balafi ran

balafi ran yarmetiyek himbiz pêşkêşki r

ji yekêniyên zewî re ku ewanjî bi

himbizî top û tang di hêrîşê de pêk di

anîn.

Piştî şerek herî di jwar Iraniyan karîbûn

Barzaniyan ji ciyên wan bidin alî wisa jî

dest deynin ser barakanên wan, piştî

ku bi rçîbûnê ew ji hevxis tin pêre jî

nemabûna çekên wan, ku hew

dikarîbûn qetek nan bi tenê jî bighênin

şervanan.

Lê ev serkewtina Iraniyan li ser wan

gelekî bihabû çiko bihti rî 200 neferî ji

wan hate kuştin, lê hestê wan bilindki r

ta radeyek mezin wisa jî yê Barzaniyan

herî daket çiko di evê cengê de hin ji

herî başti rîn serdarên wan nemir û

bi rîndar bûn ji wan : Sil tan me`ran axa

bîrsiyavî, El î omere bîrsiyavî, silêman

feqî dêrîşikî, Hesen silêman mêrge

sorî, Ehmed osman esqîl î,ev herdiwên

dawî cihên xwe li Qelatan bernedan

man wek mêran ta zincêrê lingê

tangan laşê wan hûrki r.

Ji bi rîndaran: Xezal î mîrxan ja jokî.

Silêman dîno û Ehemed mûsa mêrge

sorî. Barzanî vekeşiyan gudê (Gonde

wêle) wisa jî derdorê Şêxan û Boşawa.

piştî evê cengê Hemayonî di

24.3.1947an de çû Hecî imranê ,El î

hicazî kargêrî giştî yê pol îsê Iraqê, dît,

ku evê dawî xwe amede nîşande bo

hêzne i raqî wek yarmetiyê jêre bişênê

qene li Barzaniyan bixin. lê Hemayonî

ew sipas ki r û got ku ne gerekê evê ye.

Di bawerya min de Hemayonî wê ev

xwestek erê kiriba ger ev civîn çêbûba

berî cenga 18 avdarê a berê hatibû

navki rin.

derbeke di jwar l i leşkerê Îranî bixin Barzanî Vêce divabû, Qene nehêlin bi

di rê jayî bi tama serkewtinê şabin.

Wisa Si lêman beg dergele bi karakî

herî mêranî rabû,xefkeke asê (kemîn)

ser riya giştî nêv bera Nexde-

Bîranşehirli gudê Qarîna, danî (veda)

kerwanek leşkerî kete kemînê

de,50leşker hate kuştin,û 40 jî dîlvan

ketin,ew bi rin Aşnoyê.

Ev kar ket ber şikestina cenga roja

18.3.1947an de,wê gavê ferweriya

Iranê dest bi hêza as îmanî ki r bo

bimbekirina malbatan l i hemî gudên

heya wan jê hebû ku têdebûn.

Herdû cengên dawî:

Leşkerê Iranî hewl daku serkewtinekê

l i enya merege ferê de qezenc

bikê,menendê serkewtina ku di enya

Aşnoyê de pêk anîbû ,lome di

25.3.1947ande bi hêrîşa yekemîn rabû

ser bi l indiyên Hevres-helec.wisa jî

leqekî ji wan karîbû xwe bighênê

qupekî ji quban.

Piştî demeke kurt Barzaniyan jî bi

hêrîşek ji du parçan rabûn .

Bi serdariya Mihemed emîn mîrxan û

Şêxo şandirî,yek katjimêr nebûrî,ta

Barzaniyan cih vegerandin.leq jî bi

tevayî pel ixandin.çend ji wan jî dîl

ki rin,ji wan s îtvan Cihanyanî ku bavê

wî cenera l bû di s îpah de.

Wisa barekanê heng l i nêzî Hevres bi

topan hate bumbekirin ,lome peyayên

heng mecbûrbûn ku bazbidin û

herêmê berdin.zi rarnî mezin gihiştine

heng heng nemaze di sewalên wî

de.wisa jî di evê cengêde hate kuştin

Tabûr bi rayê Hoyirgo yê ku hatibû tola

bi ryayê xwe hi l înê.ba lafi r bi pranî di

evê rojê de hatin bi kar anîn.gund tevlî

cihên şer bi tudî hatin bnmbekirin.

ba lafi rek l i herêmê hate êxis tin

,serdarê wê mir ,biserneket ku xwe bi

s îwanê jê bavê jê. Barzaniyan heft

nemir danîn:Ehmed keka l bîrs iyavî,

Ebdulah şeqlaweyi ,Xel îl agireyi,Hemo

nebî rêzaneyi ,Xace xa l mela rezeyi .

Şewket ni `man amêdî,Mîrxan dorî, li

gorîs tana Helec hatina veşartin.yên

bi rîndar:Şêxomir şanederî,Emer axa

xelaneyi , Mîr s i l tan,Xidi r remo,Wicdî

beg… ……….. (Dûmahî heye) ………..

Page 8: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" DDDDîrokÊlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

(Xeleka 10)

Ehmedê

Ebdirehman

Axa

Kurê

Şahîn

Axa

Şûzî

Xorşîd Şûzî

8

Şêx Ebdirehmanê garisî, Ehmedê

şûzî, Şeref Sultanê Hesen, Elî yê

Qolçî, Elî yê Hemîd, Lawikê Berwarî,

û sê peyayên Ermenî navê serokê

wan Azad bû, peyakî zor zana bû, wê

bi me re bihata ta sînorê Îranê, ji wir

pê de wê derbasî Îranê bibe.

Me xwe bi rext û fîşekan pêça, û berê

xwe da gundê Dêrika ber avê (ava

mezin – Dicle), dem jî Çiriya paşî bû,

me ji muxtarê gund re got: dema em

vegerin, emê nûçeyê te bikin, divê tu

çend peya rêkê ber avê da alîkariya

me bikin, û me derbaskin milê din ji

avê ve..

ji mere gote ser serê min.

Êvarî me li avê xist, bi şev em

dimeşîn û bi roj me xwe di nav

zeviyanên nêzîkî rê vedişart, bi vî

rengî çar roj me derbaskirin, ta em

gîştin herêmê Xezxêr. Berfê dest pê

kir û rêyên di nav çiya de wê asê

bibin, me nikarî em rêya xwe

temamkin, em bi şûnde vegeriyan ta

em gîştin ber ava mezin, rastdoka

ber qereqola tirka ku nêzîkê meye.

Şêx Ebdilrehman gote min, Ehmed tû

sobaniyê dizanî? Divê tû herê cem

muxtar da çend peyan rêke ji bo

arîkariya me bikin, û me derbas

bikin, eger em li vir bimînin ta demê

sibehê, divê em şer bikin bi leşkerê

qereqolê re.. Min gote Şêx, ser çava

ezê herim û min xwe li avê xist,

derbasî rexê dî bûm, wextê ez ji avê

derketim, bayê wekû qeşayê li min

xiste, ez hatim hejandin ji serma, bi

lez min berê xwe da mala muxtar, û

min destê xwe li derî xist, dema

muxtar derî vekir, mi silav lê kir û

min jêre got:

Şêx Ebdilrehman silava li te dike û

ew bi heşt hevalên xwe li rexê

qereqola tirkane, divê tu çend peyan

bişînî wir, da wan ji avê derbaskin,..

Muxtar li min vegerad, gote min:

Birazî, eger pêxember bi xwe li ber

avê be kes naçê wî ji avê derbas

nake,..

Min gotiyê: ezê 20 mecîdiya bidim

wan ji bo derbaskirina wan,..

Li min vegerand: eger tû 100 mecîdî

bidê her peyakî tu kes di vê qeşayê

de ji mala xwe dernakevê.

Ez bê hêvî vegeriyam çûme ber avê,

û careke din min li avê da, dema ez

gihiştim cem hevalên xwe, min ji

wan re da xuyakirin ku tu kes bi

hewariya me ve nayê, û divê em arî

hev bikin ji bo derbaskirina avê.

Min 8 tiveng dane ser milê xwe, û ez

ketim avê, û bi dû minre yeke yek

Şêx û hevala dane dû min, ma li dor

10 mitra ku ez bighim kenarê din, ji

nişkave ez noqî bin avê bûm, min da

sobayê bi xurtî ta nigê min erd girt, û

bi lez min av derbaskir, min tiveng ji

milê xwe avêtin, û min berê xwe da

hevalan, min tu kes ji wan ne dît,

noq bibûn bin avê, ji nişkave dîsa

xuya kirin, ez bi lez bi aliyê Şêx de

çûm, min bi destê wî girt û kişand, û

bi silametî me tevan av derbaskir,

me berê xwe da gund mala hecî

Reşîd, maleke pir hêjabûn, agir ji me

re daran, em piçekê germ bûn, bû

demê ber bangê, tayeke sar bi laşê

min ve hat, min xwe kire bin lihêfê,

hinek peya hatin cem me, yekî ji wan

ji Şêx pirsî, kî hûn ji avê derbas

kirin,..

Şêx gotiyê Ehmedê Şûzî sê cara li

avê xist, û em derbas kirin,..

Li Şêx vegerand, û got: pa bi xwedê

ew serî ji cî ranake, vêga hinavê wî

qetiyane, di vê serma wekû qeşa de,..

Min serê xwe ji bin lihêfê derxist, û

berê xwe dayê, min got: pa bi xwedê

te derew kir, bi izna xwedê tiştek ji

min nayê, û ez ana nizanim kû min li

avê daye yan na,... heval tev keniyan.

Piştî nîro şeşan ji me berê xwe dan

gundê Baneqesrê, û hersê hevalên

me yên ermenî berê xwe dane gundê

Hûrîzkê, me xatir ji hev xwest. em li

Baneqesrê rûniştin, me nameyek ji

xweyîbûnê me yên ermenî berê xwe

dane gundê Hûrîzkê, me xatir ji hev

xwest. em li Baneqesrê rûniştin, me

nameyek ji Xuyîbûnê re, bi tiştê bi

mere çêbû nivîsî, û em li Baneqesrê

rûniştin.

Piştî mehekê bersiva me dan, û di

nameyê de gotibûn, çaxê dunya

xweş bibe divê dîsa hûn herin ciyê

berê, bi namê re hinek belavok

rêkiribûn, me rabû muhra Xuyîbûnê

ya li cem me li belavoka xist, me

şandin da bêne belav kirin.

Sala 1932 di meha Hezîranê de,

Xuyîbûnê du name bi hevre ji mere

rêkirin, di yekê de gotibûn: Arif beg

û Adil beg digel hevalin Ermenî ji

Îranê hatine gundê Mixsê, nêzîkî

tixûbê Îranê ye, divê hûn herin wan

bibînin, da hûn tevde rêya postê

çêkin di nav parçên Kurdistanê li

Sûriye, Tirkiya û Îranê de,.. û

nameya din bi zimanê Kurdî û

Ermenî hatibû nivîsandin, û muhra

Xuyîbûnê û Partiya Taşnaq li ser

danîbûn,.. û di binî de danîbûn, em

gelek spasiya we dikin û yezdanê

pak arîkariya we bike.

Me karê çûnê kir, me neh peyan xwe

girêdan ji bona çûnê, û me peyak

rêkire gundê Hûrîzkê cem Lêvon

paşa yê Ermenî, ji bo hersê peyayê

xwe rêkê bi mere li gorî di namê de

gotibûn.

Piştî çar rojan her sê peyayê Ermenî

hatin cem me li Baneqesrê, roja dî bi

destpêka sibehê re em 12 peya bi

rext û tiveng me da rê, û berê xwe

me da ava mezin ji bo em derbasî

aliyê dî bibin, em gîştin gundê

Rebîhiyê.

… Dumahiyek heye …

Page 9: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" DDDDîrok Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Siltan Selahedîn Xelek (5) Dr.Yekta Uzunoglu

9

Sil tan Selahedîn heqê misoger û heqaniyeta heta wê

gavê di hundir xwe de niqaş ki ribû û ew ji Natan

pi rs î bû. Êdî tîr weke ku dê ji kewanê qet venegere

fi riyabû. Vê pi rsê bi awayekî ecêb, bi aweyekî

pêknehatî û weke bi rûskeke nebihistî dinya bi

awayekî bêveger guherandibû.

Natan di şûna xwe de matmayî mabû. Lê ew digel

ti rseke bêhempa pê serwext bû ku Siltan li benda

bersiva pi rsa xwe bû.

Wî bi tenê bi dengekî tenik û bi ti rs karibû ku bibêje

“Sil tanê min konê te pi r germ e. Eger ku em

derkevin derve û çardaxekê ava bikin tu yê rihet bikî

û digel wê ez ê jî hewla bersiva pi rsa te bidim. Pi rsa

te pi rseke zehmet e. Divê ez rave bikim. Lê ez

naxwazim li ser piya te biwestînim.” Siltan Selahedîn

pêşî bi pêşniyara Natan ecêb dimîne. Pişt re aram

dibe û qayîl dibe. Ew ji kon derdikevin. Li derve kilîm

û mînderên bi neqşên Kurdewarî yên reng rengî tên

raxis tin.

Selahedîn dixwaze ku Natan li hemberî wî rûne. Her

ku Natan dibîne ku ew hêrisiya li ser Selahedîn a ku

wî qet nedîtibû ji ser Selahedîn radibe, aramtir dibe.

Selahedîn jî bi hêviya bersiva pi rsa xwe ya ku ji bo

Natan bibû sedema dojehê, dilxweş dibe.

Ew weke 2 dostên qedîm li hemberî hev rûdinin û

Natan careke din dibêje ku dê bersiva gelekî di rêj

be. Sil tanê fermanê dide ku ji wan re şerbet were

anîn. Natan destûrê dixwaze û bi tevahiya hêza xwe

hewl dide ku bersiva pi rsa Selahedîn a ku Selahedîn

demildest dixwest bersiva wî were dayîn, bide.

Natan dibêje: “ Sil tanê min hezar car hezar (ku dibe

mîlon) sal berê şahekî ku tevahiya dinyayê bi rêve

dibi r hebû. Wî da ku tevahiya mirovahiyê bi awayekî

dil şad bijî, dinya ki ribû bihiştek. Ew tekane şahê ku

bi awayekî adilane ji heywanan, ji tevahiya candaran

hezdikir bû. Di serdema desthilata wî de li rûyê erdê

ti candarên ku ne dilşad bin tune bûn. Her candarî

ri zqê xwe yê ku pê wî dilşad bike werdigi rt û şiki r

dikir. 3 kurên şahê dinyayê hebûn.

Her yekî wan ji hev qeşengti r, xweşik, baqil û

bêhampa… her sê jî weke şewqa di eynikê de ya

bavê xwe bûn. Rojekê ji rojan ew desthilatdarê

mezin ya dinyayê bi ryarê dide ku êdî bi kar û barên

dinyayê eleqedar nebe. Ji wî be ku êdî her ti şt ji bo

ku tevahiya candaran dilşad bin, ki riye. Ew bi ryarê

dide ku ji dinyayê bar bike û bi rêvebirina dinyayê ji

kurên xwe re bihêle.

Ew bang li her sê kurên xwe dike û berê bi ryara xwe

ji wan re dibêje. Kurên wî pê şaş û mat dimînin. Ew

gelekî bi ber xwe didin.

Lê nikarin ku bavê xwe ji bi ryara wî vegerînin. Êdî

dibînin ku nabe, dibêjin: “ Baş e Bavo. Mafi r ku tu dikî

herî qene ji me re bêje piştî te dê kî ji me li dewsa te

bibe desthilat?”

Şah ji wan re dibêje ku dê qadî ji wan re bêje ku kî

çawa desthilatiya xwe bi kar bîne û dê rayeyên wan

di hundir sê qûtîkên biçûk de ji bo qadî were

teslîmkirin. Kurên wî şaş û mat dimînin. Bav bang li

qadî dike. 3 qûtikan didêkê û jê re dibêje: “Piştî ku ez

ji dinyayê çûm van qûtîkan bide kurên min.”

Hikimdarê mezin ji zarokên xwe xêti r dixwaze û bi

qadî re tenê dimîne. Qadî di warê agahiyên di hundi r

qûtîkan de û di warên wate, naverok û bikaranîna

wan rayedariyan de agahdar dike. Qadî bi xemgîniya

çûyîna şah her sê qûtîkên emanet werdigi re. Dê ji

kurên şah re çi bêje dixe hişên xwe. Şahê mezin jî bi

awayekî bêveger êdî ji dinyayê vediqete, bar dike û

diçe.

Ew gustilk heza hikimdar bû. Kurên wî digotin qey wê

bavê wan ji yekî ji wan re gustîlkê bihêle. Lê bavê

wan ji wan her yekî re gustîlkeke weke ya xwe

hiştibû. Her sê jî şaş dimînin û ji qadî dipi rsin: ”

Qadiyo ji van gustîlkan kîjan gustîlka rast e? Bavê me

ji me her seyan kî ki re hikimdar?”

Roja duyem her 3 kur diçin ba qadî. Qûtîkên xwe

vedikin. Di her qûtîkê gustîlkekê dibînin. Ew ji bavê

xwe dizanin yê ku gustilkê dixe tiliya navîn ya des tê

rastê şah e.

Lewra bavê wan jî her tim gustîlk dixis te tiliya navîn

a destê rastê û di wê gustîlkê de cewherekî bi sihi r ê

ku her tim dibi riqî hebû.

Qadî li rûyê kurên Şah dinihêre û dibêje: ” Gustîlkên

we her sêyan jî gustîlka rast ango ya bavê we ye.”

Kurên hikimdêr pê ecêb dimînin. Lewra li gorî her

yekî ji wan bavê wan hikimdarî ji wan re hiştibû. Ji

Qadî re dibêjin: ” Bavê me da ku tu ji me re bibêjî

tiştine ji te re gotibûn. Çi gotibû ji kerema xwe

bêje?”. Qadî dibêje: ” Gustîlkên we her sêyan jî

gustîlka bi sihi r a ku bavê we di tevahiya

desthilatdariya xwe de qet ji tili ya xwe dernedixis tî

ye. Hûn her sê jî kurên bavê xwe ne.

Ji ber ku bavê we bi awayekî yeksan ji we hez diki r ji

gustîlka xwe ji bo we her sêyan sisiyên din çêki rin û

ji we re hiştin. Lewra wî ewqas ji we hez diki r ku pê

qayîl nedibû ku yekî ji li ser yên din desthilatdariyê

bike.Hûn her sê jî di heman hêzê de ne û weke bavê

xwe ji tevahiya candaran hez dikin û jiyanê didine

wan.

Hûn bi saya gustîlkên xwe her tim digel bavê xwe di

têkiliyê de ne. Lê tenê bi hezki rin û helwesteke

yeksan û adilane ya li hember tevahiya candarên

din…Heta ku wisa be hûn ê bi bavê xwe re di nava

têkiliyê de bin. Lê eger na ev gustîlk ne hêzê didin

we ne jî dihêle ku hûn bi bavê xwe re di nava têkiliyê

de bin. Hêza ku gustîlk dide we hêza bavê we ye.

Bavê we dê hêz û hezki rinê bi riya gustîlkê bide we.

Lê eger ku hûn mafê her candarî bi hezki rinê

neparêzin wê gustîlkê bê kêr bimîne û wê

peywendiya we ya digel bavê we jî qut bibe, tune

bibe. Hûn ê nekaribin ji bavê xwe ti hêz û piştgiriyê

werbigi rin. Lê eger ku hûn di riya ku wî nîşanî we

dayî re bimeşin wê bavê we her tim bi we re be. Bi

riya van gustîlkên bi efsûn.”

Selahedîn bi gotinên Natan şaş nabe. Berevajî, aram

dibe. Bi saya gotinên Natan barê ku li ser milê wî ye

û wî hêris dike, bê bi ryar û bi west dike ji ser wî

radibe.“

Ji Natan dipi rse: ” Yanî Reb ango Xweda ji me her

sêyan; ji Misilman, Xi rîs tiyan û Cihûyan bi awayeki

yeksan hez dike?

Natan dibeje: ” Reb ji tevahiya zarokên xwe bi

awayekî wekhev hez dike Siltanê min. Cudahiya di

navbera zarokan de li dijî hiqûqa wî ye. Eger em

zarokên wî ne, wê çaxê ew yeka li dijî hiqûqa me ye

jî.”

Rebê Elemê ewqas ji me, ji me hemûyan bi awayekî

wekhev hez dike, ku ti hêz û ti heqî nade me ti

kesan, ku em hikim li ser din bikin.

Page 10: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" ZZZZiiiimmmmaaaannnnÊlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Pirtûka: Selah Mihemed

Erebî - Kurdî (xelek 15)

Sistek

Zuxronek

Şawan-şehwan

Şehar-şuhar

Şehû

Şilomilo

Şimatok-şemîtok

Raxer

Hejivandin-hilçandin-teriqandin- Toqandin-tirsandin

Ser serî

Xurtî kirin-bi zorkirin-bi kotekî

Bihvil gemirandin

Heval kirin

kêm xew - kêm xewî - Bê xew - Bê xewî - Xwe revîn

Hilbezandin

Çîl

Siwarkirin

Çav êş - Çav pil - Çav kul

Bî- Jinbî

Keroşk- kîvroşk – kêrguh

Keroşkê kedî

Keroşkê kovî

Bizdandin - gefdan - Çavsorî - gef - gev - gefdan - Bizd - bizdandin - Bizdandin

Navkelk - westandin

westand

Guhbel-:Çav-Pêlguh

Nisîn kirin

Qurm - Qurmik

Xeloçîzk – Xencelîs

Qaqil

Xandûq

Şembelîk

Bi hewar

Erêka – Erîke-Yane-Dîwane

Ji nav hilanîn-qir kirin-ji nav rakirin-rakirin

ارض تربتھا رخوة

ارض كثیرة الحصا

ارض كثیرة الحجارة

الصخور والحجارةض كثیرة ار

ارض وعرة المسالك كثیرة الحجارة

ارض لیّنة

ض ملساءار

ضیةأر

ارعاب

ارعن

ارغام

بالقوة أرغام –ارغام – مارغمھ

بالرغم من أنفھ

ارفاق

ارق

ارقاص

ارقط

كابار

ارمد العین

ارمل

ارملة

أرنب

ارنب داجن

ارنب بري

إرھاب

ارھاق

ارھق

ھل االذنار

حرثھ ارواء الحقل قبل

ارومة جذع

ارومة نبات تؤكل

ارومة نبت تؤكل

ارومة نبات تؤكل

ارومة نبت تنبت على ضفاف األنھار

ذو نجدة –اریحي

اریكة

إزالة

Aşêv

Veperitandin

Vî berî jî bi çînin

Beranin

Perde

Hilbirîn-vedan

Xirakirin – ji keçkanî xistin

Cot bûn

Cirandin

kulîlk dan-reng girtin-şênyak-şîndan-şînda-vegeş

Rengizî

pitir bûn-bêtir bûn

Şîn

Çav şîn

Şînê vekirî

tengasî kirin-werz kirin-zehmet

Geş kirin

geş bike Agir

Ezel

Sermed

nefes tengî-bihin tengî-neks-rehet-re`t-tengahî-tengasî-tengî-tengayî-teng nefesî- Alozkirin–alozî- gêre vêre-gerevêze-herbilandin

Hilkolk

Qelemê hesin

Miqor

Simbek – qelem tiraş

kulîlk dan

tene kirin

pêtir-bêtir

Civciv-gîve-qaje qaj-vizîn-vizviz

Mitek

bêzarî-xem

navno kirin

sokîn-xîm-hîm-bingeh

Ji binî

.... Dûmahî heye ....

ازالة االعشاب الضارة

بالماء الساخنالة الشعر إز

ازرعوا ھذه القطعة ایضا

ازاحة

ازار

ازالة

ازالة البكارة

ازدواج

ازدحام

ازدھار

دھراز

ازدیاد

ازرق

ازرق العین

ازرق فاتح

ازعاج

ازكاء

ازكي النار بعد ان قاربت على الخمود

ازل

ازلي

اَزمة

ازمیل

ازمیل الحداد

ازمیل للخفر

ازمیل لقطع الخشب

ازھرار

ازواء

ازید

ازیز

آس

اسى

اساءة السمعة

أساس

اساسا

10

Page 11: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" ZZZZiiiimmmmaaaannnnÊlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Pirtûka: Beyar Robarî

Seyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdîSeyên zimanê kurdî (Xelek 30)

Xwendevanên hêja; Hûnê di vê xelekê de heft beşan bixwînin, ku ew jî evin;

1. Elfbeya kurdî 2.Tîp 3.cûreyên tîpan

4. Tîpa dubare 5.Taybetmendiya tîpa (U).

6. Taybetmendiya tîpên (E û Î) 7.Xîmên zimanê kurdî.

Elfbeya kurdî: Kurdish alphabet.123

Hîndarî -47 (practice)

Peyva jêrîn li gor buhêrka têdeyî gerandî, veguhasîne.

erênî-positively. neyênî- negatively.

cînav hilkirin

min ………………… …………………….

te ………………… …………………….

wî ………………... …………………….

wê ………………… …………………….

me ………………… …………………….

we ………………… …………………….

wan ………………… …………………….

kirîn

min ………………… me ……………………..

te ………………… we ……………………..

wî ………………… wan ……………………..

wê …………………

Hîndarî -48

Peyva jêrîn li gor buhêrka têdeyî negerandî, veguhasîne.

erênî-positively. neyênî- negatively.

cînav girbûn

ez ………………… ……………………….

tu ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

em ………………… ……………………….

hûn ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

124

Hîndarî -49 (practice)

Peyva jêrîn li gor buhêrka têdeyî negerandî, veguhasîne.

erênî-positively. neyênî- negatively.

cînav kalbûn

ez ………………… ……………………….

tu ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

em ………………… ……………………….

hûn ………………… ……………………….

ew ………………… ……………………….

Hîndarî -50

Hevokekê li ser her peyvêkê ji peyvên jêrîn, li gor bûhêrka têdeyî

gerandî û cînavên kesanî radar, binivsîne.

(rêketin, hatin, girbûn, xarbûn, firîn, çûn)

1- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

2- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

3- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

4- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

5- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

6- …………………………………………………………………………

…………………………………………………………………………

Dûmahî heye ....

11

Page 12: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Siyabend û Xecê (Xeleka 1)

Luqman Silêman

12

Ez bi salan li pey çîroka Xecê û Siyabend geriyam.

Min ji devê kale mêran û hin s ti ranvanê kurd daye hev. Hin ji wan, min dîtin û hin ji wan min li dengê wan guhdar diki r, û s ti ran diwergerand ser rûpelan. Ji s ti ranvanê ku min li wan guhdarki riye: Demir El î, Ehmed Tadfî, Îsa Berwarî, Evdilo û hinên dî, lê navê wan nizanim.

Di wê gera xwe de min bihîs t ku hin ji Ermeniyan dibêjin; ku Xecê û Siyabend ne kurdin, ew Ermenîne, û hina digot na Xecê kurde lê Siyabned Ermeniya, ji lewma ez li nav Ermeniyan li rastiya gotinê geriyam, ta ku ez bi ser Boxos ê Ermenî bavê Azad ve bûm. Bavê Azad ji min re got: kî Ermenî bêjê Xecê yan Siyabend Ermenî ne, bila werin cem min, da ez rastiya çîrokê ji wan re bêjim. Ji ber ku herdû jî kurdin, lê heger ku hin hebin dixwazin wan bikin Ermen ew rastiya çîrokê nizanin.

Boxos Lehdo bavê Azad ji min re got: mêrê xal tîka min çîrokvanê Mîrê Botan bû, ji lewma ez bi sedan çîrok û çîvanokê kurdî dizanim.

Yek ji çîrokên ku bavê Azad ji min re gotî, çîroka Xecê û Siyabend, ku çawe li cem Ermeniya tê gotin. Wek wî ji min re gotî min jî nivîsandiye. Lê min pêşî tiştê ku min ji devê kalemêr û s ti ranvanê kurd gi rtî nivîsaniye û di pey re jî ya ku li cem Ermeniya tê gotin nivîsandiye.

Guriyê heram

(1)

Lehingê çîroka me bi vî rengî û di vê jiyanê de li ber vê baran, berf, çem, û newalên li dora gundê Sil îva xwedî bûye, tê de hatiye s ti rhan, bi rçî bûye, bê xew maye, tazî maye, lêdan xwariye, li ber dîwaran razaye, di tenûran de li piçik û pariyên nan gera ye, li ber sermê, li ber germê, ji ber pi te pi ta pîreka, her û her bazda ye.

Siyabend sêwî bû, li ber destê ap û amojina xwe bû. Siyabend yekî guriyê bê merês, ci r nexweş, kef û kinc bi ser devê wî dikevê, gi rîza wî dilê mirov pêş ve naçê xwarinê ji elinda Xwedê ta teqîna êvarê li ser wan tinkê nava gund bi xar û kaban dilîze. çar demê salê li wan çol û bêlana li nav dar û deviyan

Siyabend rojekî ji apê xwere got: wa apo?

Apê wî got: çiye Gurîyê heram, tê dîsa çi bêjê?

Siyabend got: ti dizanê çiye?

Apê wî got: ez ji ku dizanim çiye?

Siyabend got: em ji nêza mirin, ti ji siba ta êvaran pişta xwe bi van dîwaran dixwerînê, mirov dibêjê qey spihê beriya bi rêcan gi rtine te, û çixarê ji quna çixarê vêdixê, ez jî bi xar û kaban û ser van tinga ketime, wiha ji mere naserfê, em ji nêza mirin, wiha derbas be emê rojekî li ber van dîwaran bikevin kes bi meve jî nayê, em nema xwe li ser xwe digrin hestiyê me valebûne.

Apê wî got: ez çibkim ji te re, ma ka çi bi destê min ketiye û min nekiriye, ez jî dizanim wiha ji me re naseri fê, lê ka ji min re bêje em çibkin…?

Siyabend got: min bihîs tiye, ku axê me alîkariyê bi gundiyan re dikê, cot didê û bizi r didê û erdê Xwedê pi re... ti biya min û ya Xwedê bikê tê herê cem axê, ka bê ti cotek ga ji me re jê nastînê, emê ji xwe re xetek cot wek vê xelkê ba jon dibe em parîk nan jê bixwin, weleh û bileh em ji nêza mirin, ma ta kengî emê wiha bin, em nema serderî salê dibin?

Apê wî jêre got: lawo Gurîyo, ez dizanim ti alî min nakê, ez herim cot bînim, û ez ev paringêlê ha, ez bi tenê nikarim cot bikin û ti nayê alî min, çavê te lêye bi ser vê feqîriya min de ti serê min bixê bela de… Lawo ez xi tyarim, tê temamî têxê stûyê min de, karê min nameşe, ezê bibim pêkenînkê gundiyan, berê gundî kenê xwe bi te dikin, em bi yekîne ica em ê bibin bi didowyan..

Siyabend got: na na apo bi soza Xwedê ezê ji te re dewaran biçêrînim, û ezê ji te re gayê bedîlê jî bînim mal û bibim çolê û gundî ji bavên xwene wê bi te bikenin, ma ez mirîme apo ta ku gundî kenê xwe bi te bikin?

Apê wî bawer kir, lê ne ji dil . Di serê xwe de bir û anî tubî rê li pêşiya xwe ne dîtin ji vê yekê pêve got: de baş e lawo heger ku ti al î min bikê, çima ezê neçim, cem axê ma ez bîr nabim, lê weleh êminiya min bi te nedihat,

e

pey çûkan dikevê..

Siyabend di wan lat û zinaran de mezin bûye, kuhnebûye ew dever bûne parçek ji ji yana wî, nema sebra wî bê çiya û newal û geliyan tê.

bûye, kuhnebûye ew dever bûne parçek ji ji yana wî, nema sebra wî bê çiya û newal û geliyan tê.

Apek wî heye hîn ji wî xerabti re, temenê wî bûye pêncî sal hîn çar gava ji gundê Sil îvan dûr neketiye, karê wî ji siba ta êvara xwe dide ber wan dîwarê nava gund, li serê wan sikaka, li qorziya wan xaniya pişta xwe bi wan dixwerîne û çixarê ji çixarê vêdixe, karekê Xwedê nake.. Êvara dema kû ew û Siyabend li malê dighine hev ji şer pêve nakin, wek dîk û mirîşk tim bi hev dikevin. Herdû tibî karê serê qi rşekî ji xwe re nakin.

Destê xwe li ava sar û gerim naxin, wek du ti ralê Bexdê ji siba ta êvaran torî torî digerin… Ji bilî vê jî Siyabend rihê zarokên gundiyan aniye serê bêvila wan, rihê wan ki riye qêlik de. Zarokên gund ji ber wî newêrin bêjin em misilman in... dema kû pîrekek yan zilamek ji yê gund li Siyabend dixê, Siyabend nikarê wan kulê xwe di serê zarokên wan re derdixê. Siyabend zarok tev çav şikandî ki rine, wek melkemotê wa ye... ew çi lêdanê û çawe li zarokan bixe, yek ji zarokan newêre ji dê û bavên xwe re bêje, û çaxê kû gezek nan jî di destê hina ji wan de dibîne, nanê wan ji wan dis tîne, zarok newêrin bêjin em nadim û ne diwêrin ji dê û bavên xwe re jî bêjin. Hema Siyabend xezebeka xwedê ye û bi ser wan de hatiye.. lê pi rê caran dema ku nan bi wan re bê beriya ku Siyabend ji wan bixwazê ew didinê, da ku ji xwe re bikin qencî li ser Siyabend, lê ev yeka han li cem Siyabend ne bi perekiye.

digot: ti alî min cot nakê ji lewma ez ne

diçûm, lê heger min bizaniya tê alî min

bike vêge ji zûde ez çûbûm cem axê, û

minê ji xwe re gak yan du ga anîbûn, de

başe dîsa tiştek ne bûye, dibêjin yê ji

nîvê rê jî vegerê ne poşmane, de başe

lawo mamed wiloye ezê sibî herim cem

axê ka wê çi bide min.

Siyabend jêre got: erê apo hema axê çi

da te başe?

Roja dî serê sibê apê Siyabend berê xwe da mala axê.

Axê jêre got: xêre?

Apê Siyabend got: axayê min ez hatime cem te ka bê ti cotek ga nadê min, ez û bi raziyê xwe emê ji xwe re xetek erd ba jon, dibe ku em gezek nan jê bixwin, Xwedê wekala em ji nêza mirin, em zehif şepirze bûne, û wê xêra te jî jê bê.

Axê got: ser çava ma evê min ga dane wa ji te ne çêti rin, mane ti jî gundiyê minî, û ew jî gundiyê minin, û ti dizanê gundiyê min tev li cem min wek hevin, ez ji we tevan hezdikim, ez dixwazim ku gundiyê min hemî ji xwe re kar bikin.. Xwedê wekalê min û tebê dema ku ez dibînim gundîkî min bê kare ez pi r aciz dibim..

Axê ji dêla cotek ga sê ga danê jêre got: dido ji cot re û yek ji bedîlê re, piştî sê ga axê halet û embûr û tov jî danê jêre got: dehere ti ser çava hatî....

Mêrik hat mal bi eşqa devê wî naçê ser hev ji keyfa , hîn li derê hewşê baki re Siyabend..

Wê kêlîkê Siyabned di mal de rûniştîbû, weka rasta derkete derê xênî got: ha apo ti hatî?

Apê wî got: belê ez hatin va axê sê ga dane min, lê binê kuro welah Elezîm piştî ku min ga anîn ti alî min nekê, xwe bidê vî alî wî alî, ez çîka rih li te nahêlim...?

Bi sê navê Xwedê ez nahêlim ti geza nan di vî xanî de bişkînê, gerek ti bi dereka xwe ve herê ciyê te li cem min namîn ê....!?

Siyabend keniya got: jêre na apo mane min gotina xwe gotiye, min soz daye te ku ezê wek te kar bikim, lingê min li ser lingê te... min ji te re gotiye ezê alî te bikim yanî ezê alî te bikim, ti dizanê gotina ku min da ez nema jê vedigerim..?

Roja dî bi bang dana dîkan re, beriya ku tîrêjên rojê ji pişta çiya derkevin, hîn melayê sibê bang nedayî apê Siyabned kar û bara xwe ki r, nîr û embûrê xwe danîn ser milê xwe gayê xwe dane pêşiya xwe berê xwe da zeviya erdê xwe ji pîreka xwe re got: bila Siyabend taştêya min bînê lê ber dereng nemînê. ..............(Dûmahiyek heye)................

Page 13: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" FFFFoooollllkkkklllloooorrrr Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

13

Çîrokên MîrekanÇîrokên MîrekanÇîrokên MîrekanÇîrokên Mîrekan (Çîroka 5,6,7,8,9)

Ebdulbaqî Huseynî

Çîroka (5)

Mîr û Dînemêr

Dibêjin dema ku Mîr bihîs t dînemêr çû dilovaniya Xwedê, koça dawî ki r, xwest ku cendekê wî bibîne. Rabû ji hawîrdora xwe re got: Ji ber ku “Hovo” dînemêrekî zilama bû, ez bawerim wê mirina wî jî mirinek Botanî be.

Mîr û peyên xwe rabûn çûn ser cendekê Hovo, da ku bibînin ka çawa miriye!.

Dema gihan cihê wî, dîtin ku wa li serê çiyakî ti jî berfe, s îberek ji xwe re çêki riye û xwe xis tiye binê wê.

Mîr ji peyên xwe re got: Min ji we re negot, wê mirina wî Botanî be!.

Çîroka (6)

Mîr û Melayê Meşhûr

Dibêjin; Mîrekî ba jarê Melayê Meşhûr pi r evîndarê jinan bû, dilbijok û har bû. Her demê Melayê Meşhûr jê re digot: Mîrê min jin xedarin, bi dek dolabin, bê olin, mirovan dişemitînin. Gelek çîrok û metelok li ser ne bawerîbûna bi jinan dianîn, û jê re digot:

Mîrê min, divêt tuçarî baweriya te bi jinê û avê û hespê neyê.

Heta rojekê Mîr bi a Melayê Meşhûr ki r, û hew hayê xwe ji jin û gorcîyan anî.

Demek têre çû, gorcî û jinên Mîr hengirîn û gelekî bi xwe ne xweş anîn, çûn cem Mîr û jê pi rs în: Mîrê me, gelo çi mesela teye, ku te wilo dest ji me berdaye û tu ji alyê me ve hatiye guhertin?!

Mîr rabû mesela xwe û Melayê Meşhûr ji wan re got.

Yek ji gorciyan rabû û ji Mîr re got: Destûra min li Melayê Meşhûr bide Mîrê min, û tê bibînî bê ezê çi bînim serê wî!

Gorcî rabû çû cem Melayê Meşhûr,.. Dema Melê çav li gorcîyê ket, ji rewş û xweşikbûna wê ji qidûm ket.

Gorcîyê jê re got: Ez nahêlim ku tu nêzîkî min bibî ta ku ez li ser pişta te siwar neyêm, û hevsar jî nexim stûyê te.

Melayê Meşhûr bi gotina wê (şertê wê) razîbû.

Gorcîyê berî vê yekê bi serê Melayê Meşhûr bîne, şandibû dû (pey) Mîr.

Dema Mîr kete hindur dît, ku çawa gorcî li ser pişta Melayê Meşhûr siwar bûye.

Mîr behtitî ma û gote Melê: Ev çiye mele?!

Mela di bin gorcîyê de li Mîr vergerand û got: Mîrê min ez ji vê yekê li ser te di ti rsiyam, ku rojekê yeke weke vê ev bi serê te de banîna.

Çîroka (7)

Mîr û Şêwirdar

Dibêjin carekê mîr li şêwirdarê xwe hatibû xezebê, li mehna digeriya da ku wî acizbike û jê xelas be.

Mîr carekê rabû ji şêwirdar pi rsî;

-Gelo Beraz hêka dike an çêlyan tîne?!

(Ê şêwirdar pi r jîr bû, a dilê mîr zanî bû)

-Rabû ev bersiv da: Mîrê min, Beraz tebakî bê ole, carna hêkan dike û carna çêlyan tîne.

Mîr ji bersiva wî matmayî ma û hew deng jê hat.

Çîroka (8)

Serpêhatiya Mîr û

lîstika zarokan

Dibêjin carekê Mîr li jina xwe şeatî bû (lê ketibû şekê), ji xulamê xwe xwest, ku tê guhbeliyê li xatûna min bikî, bê kanî diçe kû û çi dike?

Xulam got: Başe Mîrê min, nêzîk ezê nûçeyên wê ji te re bînim.

Cend roj têde çûn, xulam ji mîr re got; Mîrê min bibûre, xatûna te bi yarike.

Mîr rengê wî hate guhertin û ji vê serpêhatiya di jwar û tal kete metalan. Ê xulam ji Mîr re got: Mîrê min, eger tu destûra min bidî, ezê wê bikujim.

Mîr serê xwe hejand, ango (yanî) erê.

Çend roj têde çûn, ê xulam xanima Mîr kuşt û bi lez hate dîwanxanê da ku mizgîniyê bide Mîr, dît ku dîwanxane ti jîye. Rabû bi vî rengî ji Mîr re got: Mîrê min, niha çend zarok li kolanê dilîs tin û di ber de ev gotin digotin..

Kodê, kodê,

Kod barûdê,

Zingil zave,

Mîr Mistefa ,

Libka ti rî,

Dixindirî,

Du marên reş,

Du gulên geş,

Xatûn mir,

Ez û te xweş.

Mîr bi van gotinan geş bû, û ji wê rojê ve serpêhatiya wî nema.

Û çîroka min ji we re xweş.

Çîroka (9)

Fermana Mîr

Dibêjin carekê Mîr fermana êlekê (Hozekê) da, piştî ku gihabû baweriyekê, ku hew dan û standin bi wan re dibe.

Vêca radibe fermanê li ser kaxezekê dinivîs îne û bi siwarekî re rêdike.

Piştî ku siwar kaxez gihand gundê fermankirî, ji bilî yekî ku xwe dikir zane, tu kes î ji gundiyan nizanîbû kaxezê bixwîne.

Zanayê gund rabû û bi vî rengî ji gundiyan re xwend: Heçî ev xêzên di rêj (Hejin) jê tê naskirin ku mîr êzingan ji we dixwaze, dibe ku mêvanên wî hatibin.

Û hecî ev xelekokin (Hêkin), jê tê naski rin ku Mîr hêkan ji we dixwaze. Û ji xwe ev xi rpişokên mayên, ji wan tê nas în ku Mîr doza mirîşkan li we dike.

Gundî rabûn, çi êzing û hêk û mirîşkên li cem wan hebûn komkirin û digel sê- çar zilamên gund ji Mîr re rêki rin.

Dema ku kerwan giha paytexta Mîr, ji qesra xwe Mîr ew dîtin, ji xulamekî xwe re got: Kuro ka binêre bê ev kîne û çi dixwazin?!

Xulam, piştî ku naski r ew kîne, bersiva Mîr da û got: Mîrê min, ev kesane komeke (wefdeke) ji wî gundê ku te fermana wan anîye.

Mîr got: bila derbasî dîwanxanê bibin,

bê ka çi dixwazin?!. Mîr ji wan pi rs î; Xêre, ev çiye, we çi anîye, hûn çima hatine? Yek ji wan rabû û ji Mîr re got; hal û mesela kaxeza te eve, zanayê gund daxwazên te ji me re xwend, û va me jî xûkîya xwe anîye. Mîr di ber xwe de kenî, û ji wan re got: ji ber ku hûn ev belengazin û nezanin, de rabin herin, min li we bihurîye, hûn efû.

Page 14: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

14

Çîroka Vira (Xelek 5)

Luqman Silêman Li wan çol û bêlane ez nema rojhilat û

rojava ji hev nas dikim, min canê xwe

ki riye di destê xwe de, ez ji hev

ketime, damarê giyanê min tev

di jenin, ez bûme hestî û çerim halê

min ne maye di vê gera xwe de, min

dezgi rtiya xwe ji bîr ki riye.

Lê dîtina Çiyayê Qaf û Şîrê Şêr di

kevelê Şêr de bi min re bûye rik, min

soz li xwe daye ta ku ez negihim vî

Çiyayê ku navê wî bi xwe sey re, ez li

welatê xwe venegerim.

Mirov carekî dimrê û ez na xwazim

destê vale li gundiya vegerim û navê

newêrek li pey min bi kevê, û sibî ez

bibim qajik bi kevim di devê xelkê

deverê de, û bi rabûn û rûniştina xwe

re ez di devê wan de bim.

Ez di zanim ku ez vegerim bê ku ez

Çiyayê Qaf bibînim û Şîrê Şêr di kevelê

Şêr de bînim, ta kurê kura ez ji devê

xelkê dernakevim, ezê bime benîştê di

nav di ranê pîrejina de.

Min da ber çavê xwe ku mirina min

çêti re ku ez deste vale vegerim û

destek li pêş û yek li paş. Bêjin ez

giham Çiyayê Qaf lê ne di rêza Çiya de

ye, Çiyakî ne seriye û ne biniye ne wek

tubî Çiya ye, min gelek Çiya dîtine lê

ne wek vî Çiyayî.. Ta ku çavê mirov di

fi ti rînê Çiyaye.. Çiyakî bê ser û bere,

tevl î heve, ne newalê wî nawalin, ne

zinarê wî zinarin, ne darê wî darin,

ne ava wî wek avê ye, hema

tişabeteke navê wî ki rine Çiyayê Qaf..

Dema ku min çav lê ki r û ez domekî lê

geriyam, min ew tişabet dî ez pi r

xemgîn bû, min ji xwe re got: gelo

çima ev navê bê serûber li vî parçê

zimînê ki rne? Ma gelo ev vî parçê

zimînê çi guneh ki riye ta ku ev navê

seyr lê ki rne?

Ev nav çiqas pê gi rane, çiqas ew di bin

vî navî de westiya ye. Ma bi çi mafî ev

navê bê merês li vê zemîna xweşik

ki rine?.. Bawerkin Çiyayê Qaf cîhanek

başiqeye ji cîhanê, kî ji min re bêjê

dînesor ji Çiyayê qaf derketine. Di wê

serdema kevin de û dibê ku ev çiya bi

xwe hêkek ji hêkên Dînesora bê û kes

nizanê wê kengî bişkê!

Dema ku ez lê digeram min dengê

nal îna wê zimînê di bin lingê xwe de di

ki r, wê gazind ji navê xwe di ki rin,

rondik ji çavê wê ne disekinîn, fîxan

dikir ji sedê salan ve, bê ku kesî haj ji

vê êşa bê dawî hebê.

Ez her di nav Çiyê de diçûm min gewdê

mirovayê ku bi çekê kîmiya wî jiyana

xwe ji dest dane min bi sedê kesên ku

bê nasname didîtin, bi sedê sêwiya, bi

sedê jinbiya , bi hezarê mirovê ku ji

nêza korbûne, xaniyê ku bi çekê gi ran

hatine wêrankirin. Lê tiştê ku bihti r ji

her ti ştî ez hiştim matmayî li ser

herti ştî ta bi koç û kevi rê wî Çiyayê ku

xelkê wê tev ji nêza û ti rsa Şêra

dilerizîn, navê Şêr hatibû danîn û dema

ku mirovek ji xelkê wê deverê digiha

rasta navê Şêr li ber disekinî û ji Xwedê

dixwest ku temenê wî di rêj bikê û ew

amadeye di her kêlîkê de canê xwe û

xwîna xwe ji Şêre bikê qurban.

Bi rastî ez pi r şaş mam, min ji xwe re

got; çawe ev Şêrê ku jiyana miletê xwe

ki riye dûjeh û hîn jî milet amadeye ku

canê xwe jî bidiyê, ma ev çi hêza wî

heye? Qey vî Şêrî zimanê milet

gi rêdaye, yan mejiyê wî şi ştiye, yan

çavê wî gi rê daye?

Ez pi r li ser vê meslê mijûl bûm, dilê

min bi wî miletî şewitî, zarokê di

dergûşê de ji nêza dimirin û qet

nadihatin veşartin, ew tavêtin wê

newalê kûr a bê binî, dibûne xwarina

lawerê ku ji Şêre zêrevanî diki rin ne

dihiştin kes bi ser textê wî de herê..

Ma çima ez rastî ji were nabêjim, mane

min ciyê lingê wan bi çavê xwe dîtin, û

car cara dengê wan jî dihate min, lê

yek ya Xwedê bêjê min bi çav xwe

Dînesor nedîtin..

Tevl î ku carna pêtê agi r ji min ve

xuyadiki rin û fîze fîza wan jî dihate

min û min didît çawe lawira ji ber wan

bazdida, lê ez naxim ser bextê xwe ku

ew dînesorbin. Ji ber ku tiştê min li wî

Çiyayî dît û bihîs t her tiştê wan bi

derew bûn. Şêr her ti şt konti rol diki r, û

serê milet bi tiştê nebûyî dagi rtibû, ew

ki rbûn ti rsek nebûyî ji her ti ştî di ti rsan.

Kur ji bav diti rsa , jin ji mêr di ti rsa , bi ra ji

ji bi ra kesî ne di wêrî kula dilê xwe jana

xwe ji kesî re bêjê, milet tev li ser hev

bibû raport nivîs . Ji bilî mirov hin

hebûn karê wan ku guhdariya meşa

lawira bikin û rojana gerek ew

raportekî li ser wan lawira bidin Şêrê

mezin, herroj wek ferzê nimêjê siba

nîro û êvara gerek bi sedê raporta li

pêşiya Şêr bin, li ser her ti ştî ji insana

ta bi kêzik û lawir û ba û av û ax û giya

û ne xasim giyayê ku zû pel dida...

Ez lê digerim lat bi lat zinar bi zinar

devî bi devî ka ezê çibkim, ez nizanim.

Ez çar pênc meha lê gerame, rojekî li

ber êvarêye nîvê rojê çûye ava û nîvê

dî ji derveye piştî cengeka di rêj di

navbera ronî û tariyê de, lê rojê di

dawiyê de xwe sipar te tariyê, destê

xwe di ber xwe re berdan hemî alavê

xwe yê cenga bê dawî de, di şûna xwe

de hiştin û berjor hilkişiya û tariyê

pencê xwe yê gi ran bera ser wê zimîna

ku berê di bin barê ki riya rê Şêr de

tewiyane..

Wilê li min hetiye yek bi serê bêvila

min bigrê wê can ji min herê hingî ez

cefabûme, ez bi rçî bûme hestîkê sax di

giyanê min de nemaye, ez tîbûme, ji

dar û deviya cilê min peri tîne, bi kinayî

wek Evdalekî li min hatiye, gemarê

bostekî xwe li ser qemçika min gi rtiye

û xwerhek bi canê min ketiya, dikim

nakim bi herdû desta laşê xwe

dixwerînim xweriha laşê min naşkê…

Min li ser latekî ji wan lata xwe avête

erdê nema liv ji min çê dibû… Ez di

navbera hişiyarî û xewê de me, hin

xewnê nîvco ez dibînim û hêviyên

şikestî yanî min ji xwe re digot: Ez bi

xew ve çûme, min dî wek nal îna

mirovekî bi rînadar ku ji kurahiya dilê

xwe binalê ji bin wê latê hat...! Wele

min da xwe ez rabûm daketim biniya

latê, lê weka ku ez li ser hêka bi rêve

herim, her ku ez gavekî davêjim, çar

çavî li dora xwe dinêrim, ez bihin

çikandî bûme, bihna xwe hêdî hêdî ber

didim û bi gavê nerim weka dizê ku li

ber bi nêçîra xwe ve diçê min dî wa

Şêrek di dawiya binê wê late de li ser

kêlekê di rêj ki riye, kûnêrek di lingê wî

de hatiye û ji ber wê kûnêrê nale nala

wîye.. Min ji xwe re got: Xwedê çêki r,

eve Şêrê ku ez di xwazim… lê ka ezê

çawe xwe bighêmê û vê kûnêra wî der

bikim.. Ez hêdîka bi şûnde vegeram û

di cihê xwe de rûniştim, min baş di

serê xwe de bi r û anî, min da vî al î

aliyê dî û ramiyam ka ezê çi çarê ji

lingê Şêre bibînim, ezê çawe xwe

bighênimê bê ku ew min bi bînê û

pencekî ji pencê xwe li min bixê wê

min zîvar zîvar bikê.. Ez domek baş

mame rûniştî û li dora xwe dinêrim û

di ramim, lê bê xwedîkê ti ştek bi min re

dernakevê, ez nizanim ne ji ti rasbû û

ne ji eşqabû, nema mejiyê min tiştek ji

hev derdixis t.. Ez qune qune bê ku his

û deng li pey xwe bihêlm vegeram ser

lata xwe cardî min xwe li hesanê piştê

di rêşki r û ji xwe re pê mijûl bûm, ka ez

rêkî jêre nabînim.

Min da vî al î aliyê dî ez li zaroktiya xwe

çil pêncî salî bi şûnde vegeram, dema

ku havîna me ew çîtikê di rêj dibi rîn û

em diçûn kunmoza û me bi wan çîtikê

di rêj ew kunmozê di kendalê bilin de

zixtik didan û moz ji kunê xwe

derdiketin û me jî bazdida. Min ji xwe

re got heger ku ez darekî di rêj ji xwe re

peyda bikim ku ji pêşiya latê bighê

dawiya latê û ji nişkîve di wê kûnêrê re

bikim, ma wê Şêr çibkê?.

Wele ez cardî bi dizî ji ser latê berê

xwe da nav daristanê, min darekî di rêj

biqas î sî çil mitrî ji wê newala biniya

latê anî, min serê wî wek serê derziyê

tûj ki r, û min xwe hêdî hêdî nêzîkî Şêr

ki r ta ku min zanî wê vêce darê min

bighê lingê Şêr, û ta Xwedê hêz da

min, min ew dar di wê kûnêrê re ki r..

û wek bi rûskê min darê xwe kişand,

wê dema ku min dar di kûnêrê re ki r,

xwîn û edabê go here, bi hatina xwîn û

wê gemara di kûnêrê de qîrênî bi Şêr

ket, ew Çiya lihev ket, Çiya sero bino

bû, dara serê xwe bera erdê, coyê avê

sekinîn, jiyan tevl î hevbû, ji min weye

ku wê diniya xi rabê, min ji xwe re got,

min nû dawî li ji yana xwe û vê xelkê

anî?

Pora serê min bû bis t bi wê qîrê re. Çi

lawirê ku di Çiyayê Qaf debûn hatin li

ber Şêr, wek mîxê ku tu li dîwarxê,

hemî

Page 15: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" ÇÇÇÇÎRRRROOOOKKKK Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

15

hemî di mil hevde sekinîn…. Çaxê ku

çavê min bi wan lawiran ket, ez

poşman bû, ku min wisa ki rye, ev çi

min diniya li serê xwe xi raki r?. Ez ji we

naveşêrim min ji xwe re got: mirineka

min hebê îro ye, mane hûn dizanin

mirov çiqas can şêrîne, nexasim yekê

weka min bizdonek…!?

Wele min xwe di bin latekê de veşart

û mame guhdar, ka wê Şêr çi ji van

lawira bixwazê, lê min xwe bi erdê ve

ki riye parçe, hema bi zorê bihna min

diçê û tê, ji xwe ez ne wêrim li wan

binêrim, tenê ez li dengê wan guhdar

dikim, min dî Şêrê bi rîndar ji wan

lawira re got: Divê hûn yê ku ev kûnêra

lingê min derki rî ji min re bînin!. Dilê

min çar kopal î lêxist, sermakî ez gi rtin

bû şeqeşeqa di ranên min, weka liba

genima ku li ser seradê hema diçê û tê.

Min guhê xwe pêlki rin û bihna xwe

çikand, mame guhdarî dengê Şêrê

bi rîndar.

Min herti şt jibîr ki riye, dezgi rtiya xwe,

gundî alavê xwe ta bi wî kerê xwe yê

Şamî tenê ez di ramim, ka wê Şêr min

çawe bikujê, ji ber ku min kujtina xwe

misogir li ber destê wî daniye, ez wisa ji

xwe re dibêjim, lê ez ji xwe re dibêjim;

gelo ma wê min bi darvekê yan wê min

bavêjê ber devê wan lawirê bi rçî yê

devjev, yan wê min li ser xazoqê

deynê, yan wê destê xwe bavêjê serê

darekî ji van darê bilind û min bi serê

darê ve gi rêdê û darê berdê, vêce ka

were bavê Hisên ka tê li kî erdê Xwedê

Carna min ji xwe er digot wê min bavêjê

wê newala ku bi seda gewdê mirovê

mirî ji nêzan û ji işkencê, lê dema ku ew

newal dihate ber çavê min û nele nala

mirov hemî di ser hevde avêtî, û car

cara ew seyê ku ew demak bû bi rçî

ki rbûn di berdan newalê ma çi tanîn

serê wa perîşana.

Ez di nav wan xewin û xeyalan de dibin

wî ki rasê ti rsê bê dawî û ne diyar de, bi

xew ve çûm.

Di xew de min dî ku ezê di nav destê Şêr de

me û werîsek ji bayê avêtine ling û destê

min ê çepê û werîsek ji ewra avêtine dest û

ling û destê min ê rastê û çendeka bi werîsê

rastê girtiye û çendeka bi werîsê çepê

girtiye, û Şêr ji wan re dibêjê; divê hûn vê

qantirî ji min re bikin du parçe, weka ku

mirov petîxekî bi kêrê di nîvî re bikê du

parçe, bila ne rexê rastê santîmekî ji yê

çepê zêde bê, û ne jî yê çepê bi santînekî ji

yê rastê zêdebê.

Binêrin we hajê hebê ji ber karê min bi

gewdê vî qanti rî heye? Di vê demê de

min xwe da vî rexî û rexê dî, ez

dixwazim xwe ji nav destê wan rêzgar

bikim. Di wan hewldanê xwe de ez ji ser

wê latê gindirîm û hatim xwarê û li erdê

ketim, bi ketinê re ji xew şiyar bûm, lê

weka ku xwe li avê hilênim, ez di

xwêdanê de mame, min di cî de destê

xwe avête destê xwe ka ez gi rêdayî me

yan na? Lê dema ku min dî va ti ştek bi

lingê min ve nîne bihna min fere bû,

min baş xwe konti rolki r ez saxlem im, ez

pi r şabûm weka ku min Şêr û şîr bi dest

xis tibe.

Dengê Şêr hate min, çawe ji wan

lawira re dibêjê hûn ji ku tîn in bînin,

hûn wî neynin ber destê min, ezê serê

we teva jê bikim, we ji serê xwe yan ji

anîna, ka bê ev inse yan cine. Ji niha û

çariyekî divê ew li ber destê min bê?

Dema ku Şêr wisa ev bi riya hişk û bê

veger da, û ji wan xwest ku min bibin

berdestê wî? Lingê min nema erd

gi rtin, ez li hev ketim kezeba min

qetiya , min ji xwe re got: Vê carê

raste bavê Hisên…

Ez nizanim ku bi sala ye ew kûnêr di

lingê Şêr de hatiye û Şêr maye li erdê

ne roja wî roja bû û ne şeva wî şev bû,

ji lewma dema ku min ew kûnêr

derki riye ew edab û gemara di kûnêrê

de derket û bihna Şêr ferebû, êşa

lingê wî danî hişê wî hate serê wî û

bihna wî fereh bû.. Şêr xwest nasbikê

ka ev kiye yê ku ev qencî pêki rî û

kûnêra lingê wî derki rî..

Şêr ji wan lawira re got: Bext bidin wî

kes î, ka ew kiye inse yan cine, bila

werê rûbarî min yê ku kûnêra lingê

min derki rî, ew bi çi ve hatibê ezê jêre

pêkbînim, bila werê ew ser beste… Tu

nebê ew Melikê Şêra û hemî deverê

ye, ti ştê ku ew bêjê divê pêk werê

gotina wî nabê dido..

Mane hûn Şêr ji min bihti r nasdikin û

dizanin melikê Şêra çaweye?…. Çaxê

ku Şêr ev gotin got, devê min ji hev

ma, ji eşqa va ji ber min çû, bi qasî ku

ez

ez ti rsiya bûm du qatî wê ez şabûm, ji

lewma nema bayê xwe li min digi rt.

Dilê min rehet bû min ji ber latê da

xwe, ez çûme cem Şêr û min jêre got:

Ezim yê ku kûnêra lingê te derki rî Şêrê

Şêra Melikê Melika.. Şêr çavê xwe

veki rin û bi dengekî qebe ji min re

got; bi xwaze ti ştê tu pêve hatî ezê ji

tere pêk bînim…

Rûyê min vebû can bi min de hat,

hema ew bû ku çeng bi min ve

çênebûn, wele min jêre got: Hal

hewalê min û mala xezûrê min eve, ez

hatime şîrê Şêr di îyarê Şêr de….?

Çaxê ku min ev gotin jêre got: Şêr

keserke ji kurahiya dilê xwe kişand û

serê xwe berda ber xwe, bi qasî ku

mirov çixara xwe vexwê, serê wî ma

di ber de û ez weka mîxekî li pêşiya wî

sekinî me, ew eşq û şahiya di dilê min

de fi riye, aveka cemi dî ji serê min

xwe ber ta bi lingêm in. Çavê min li

devê wiya ka wê çi bêjê, dem li min

bû sal, çokê min sist bûn, ez di ti rsim

ku bakê lawirê xwe û li bi riyara xwe

vegerê û min bavêjin newala bêdeng,

ez di wê rewşa ne ber bi hevde me,

min dî Şêr serê xwe raki r û got: Xwezî

dih salê dî ew kûnêr di lingê min deba

û te ev xwestek ji min ne xwesta û

çiba bila ne ev ba, lê wele min soz

daye te ezê soza xwe bi tere bibim

serî…

(Dûmahiyek heye)

Dûmahiya;

Awêney dilim roshne wek mey

Boye min bû me mey perestî tu».

Herweha me Mastûra Kurdis tanî jî heye ku ew jî pi r

navdar bû. Navê wê Mah şeref xan bû, li Sinne,

baytexta Ardelaniyan ji dyaik bûye, û paşê şû û

zewac bi Xis ro Xanê Arayrdelanê re ki riye, wan pi r ji

hev hezki riye û tevî, ku Xis ro bîst salan jê ciwanti r

bû, lê hezki rina wêje û adebiyatê ev s înor di nav

bera wan de bi yek carê re hêrivandine, Mah dibe

berpirs û cigera serayê û têkiliyên wê bi der ve re

xurt dibin, mufayê ji kursiyê xwe yê hêja werdigi re

û serdana pi r kavil û şarên kurdis tanê dike.

Madeyeke xurt dikeve destên Xanima helbestvan, ji

lewra ew radibe û dîroka Ardelanê dinvîse, weha

ew dibe yekemîn jin ku di rojhilata navîn de dîrok

nivîsanidye.

Mastûre ...çarîn dinvîs în û tê tekez kirin, ku bîst

hezar malik û beytên wê bi Faris î hene û sê hezar jî

bi kurdî (zaravayê Goranî hene).

Ji malikên wê.

«Bi tena xwe û di çavên Xis ro de

Ez li buharê tamaşe dikim».

Belê dibe ku hin jinên din mi jûl î nivîsê bûbûn hebin ,

lê mixabin ti agahî di derbarê wan de nîn in.

Ev rewş ne pır zelal e, ta sedsala bîsan ku êdî li wir

hin jin ji malbata Bedirxaniyan serî radikin û dest bi

nivîsê dikin.

Ji jinên navdar Rewşen Bedir Bedirxan (1909/1992).

Rewşen xan ji layê bav û dê de Bedirxaniye, û

keçmam hevjîna mîr Ciladet e, bi hev re û ji bo

bilindki rina rewşa wêjeyê û fêrki rina zimanê kurdî

xebateke bê hempa ki rine, û ta dawiya jiyana xwe û

tevî hemû zoriya jiyanê berdewam mane û xebi tîne,

Rewşen ji jinên yekemîn bû ku li Şamê dibloma

mamostetiyê wergi rtiye û ders dane, û hin pi rûk

afi randine û gelek jî wergerandine.

Ji gotinên wê yên navdar:

«Mêrên ku qedera miletan di destên xwe de dibînin,

li ber destên jinan xwedî dibin».

«kurê min: yekîtiya kurdan bide min, ez ê

kurdis taneke azad bidim te».

Eger em ji nûh ve li wan Xanimên ku me xwest em

hinekî li ser jiyan û xebata wan bi kurtî rawestin,

emê binasin ku atmosfêr al îkarî bi wan re ki ribû, û ji

lewra wan dikarîbûn hinekî dengê xwe bilind bikin û

beşdarî tabloya wêjewaniyê bibin.

Helbest û weko ku min li jorê anîbû zimên, dibe ku

me pi r xanimên zîrek û çalak hebin, lê dibe ku ew

bêhti r li ba Soran û Zazan û Kurdistana Rojhilatê

navdar bin, lê dubare û sêbare tekez dikim, ku min

bixwe ti agahî nînin.

Belê..., êdî di dawiya sedsala bîs tan de, me kurdan

pi r xanimên nivîskar hebûn û hîn hene û tevî qelsiya

dîmenê û zordariya rewşa me kurdan bigiştî û ya jinê

bi taybetî,, Jina kurd li berxwe dide û berdewam e.

Jina kurd ta bi romanê îro nivîsiye û dê binivîse.

Nivîsîn pencereya azadiyê ye.

Page 16: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" LLLLêêêêkkkkoooolllliiiinnnn Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Pirtûka ”Sofîtî an tesewif” (Xeleka6)

Cankurd

bîne zimên.

Teyforê Bistamî dibêje, ku ewê bê Ustad “mamhoste” rêberê wî Şeytan e (Binêre pirtûka Elfitûhat Elîlahiye fî şerh Elmebahês Eleslîye, çapa 1913 z., rûpel 147).

Ebolferec Elwerethanî dibje:

“- Sala 48 (h.) ez hatim Bexdadê û Abolqasêm Elsalêh’ hat danişgehek cariyan (!), min ev helbest jê re lêki r û xwend:

إن بیتاً أنت ساكنھ غیر محتاج إلى السرج

وجھك المأمول حجتنا یوم یأتي الناس بالحجج

ال أتاح هللا لي فرحاً یوم أدعو منك بالفرج

[Maleke tu têde daniştî ne pêdiviyê

Çiraxan e

Rûyê te yê hîvîkirî hîcceta me ye roja

xlek hîccetan tînin Xwedê roja ez

dirazê „dua’yê“ ji te bikim, ji min re

şadiyê nehêle]

Abûlqasim rabû, xemgîn bû û hiş ji seriyê wî çû, ew raki rin bi rin malê, wê rojê jî ji ya û pişt re mir –Xwedê dilovaniya xwe li wî bike-.“ (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 181)

Li ba sofiyan ew bawerî heye ku Şêx xudanê kerametane, nabe mirîd fermana wî bişkîne. Divê pi r bi edeb li ber wî danişe weku çawa ew di rewşa nimêjki rinê da ye, nabe bi misînê wî avdaz bike, nabe çoyê wî bo xwe bi kar bîne, divê herdem guhdariya wî bike, ji zarokên xwe û ji her kesekî xwe pêşdati r bibîne, tevî ku pêxember gotiye, ku baştirê we, ewê bo

malbata xwe baş e.

Li ser va serîçemandina li ber şêx pi r helbest hatîne hûnandin û Mustefa El-Bekrî vê yekê bêti r diyar dike, gava ji mirîd dixwaze ku ew neçe ser xaliya şêx û li ser balifê wî jî seriyê xwe bo razanê daneyne. Divê fermana şêx bi cih bê, tevî ku dij bi fermana xwedayî an sunneta pêxemberî be. Şe’ranî jî dibîne ku ewê şêxekî dî ji xwe re li gel şêxê xwe bibîne, weku dîtina hevparekî ji Xwedê re ye, û ewê ola xwe ji şêxekî dî bigi re, weku mirovê bê ol e… Pi r caran jî şêxên bi salan pi r pîrti r di ramûsin destê zarokekî ku bavpîrê wî berê şêxekî ji şêxên sofiyan bû. [Binêr:Mînhetul Eşab –Eritbî, r.75][Qewaê’d El-Sofiye, r. 131]

(Dûmahî heye)

Xwe li ber wî û li ber fermanên wî biçemîne, ew di nav destê wî da wek mirîyekî li ber destê mirîşo “şuştkar” be, lew re jî ne dûre ku navê mirîd bi ser ketiye (ji mirinê hatiye!!) . Hene tew bawer dikin ku şêxê wan dikare bi fi re, di çavgi rtinekê da difi re û xwe digihîne Mekke û Medîne û li gel serkêşê karwanekê li çolistana Hîcazê di wê navê da dipeyive û agahiyan ji wan kes û welatan tîne. Şêx wek pêriyekî li ser nimêjê ciyê xwe dihêle, bi lez û bez diçe agi rê çi raxên ser mezelên gi ranbihayên Necef û Kerbela vêdixîne û vediger, nimêja xwe tevadike...Nabe mirîd li ser ciyê avdesta şêxê xwe danişe an bi ser mîza wî de bimîze an jî bi misînê wî avdaza xwe bike, ne jî çoyê wî bo xwe bi kar bîne.

Al-Şora, ku bingeheke ji bingehên Islamê, li ba sofiyan nîne. Şêx çi got ew ya raste û çi ki r ew h’elale, yê ne ki r wek h’eram tê dîtin û nabe kesek gotina wî ne peji rîne. Gava Şeyxulîslam Ibin Teymiye li hember wan derketiye, bi tundî bi wî re ketin pevçûnê, ji wî re asteng pêda ki rin û kort kolan, bûn egera gi rtina wî û em dizanin ku di zindanê da Ibin Teymiye jîna xwe ji dest da .

Ji kerametên şêxên sofiyan, ku di pi rtûk û civatên wan da tên belavki rin gelek ti ştên seyr hene, wek vejandina miriyan, bersivdayîna ji gorê da û fi rîna di ezmên re û gelek tiştên din, wek li xwe xistina şîşan û rakirina sêlên di agi rê da sorki rî…Gelek ji sofiyan di ber zikrê ra şîşên hesinî di govdeyê xwe re derbas dikin û gelek hing û hunerên xwe şanî xelkê didin, lê hene mirov hîç ne şêxêd sofî ne û ne jî bawermend in lê dîsa jî dikarin van karan bikin.

Şeyxulîslam Ibin Teymiye li ser vê yekê dibêje ku evan karêd şeytanî

dikin û herku di wê hunerê da

pêşvetir diçin ewan ji Şeytên ve

nêzîktir dibin. [Binêre El-Fetawî 11, 495-496] Çêroka Wehib kurê Munbîhli ser lewendiya Adem – Silav lê bin- tîne zimên ku Xwedê ew wek başti rîn afi rendên xwe pêda ki riye û cilê wî rengîn bû. Hemî tiliyên dest û pêyên Adem hatibûn şeqle (xetim) ki rin, gerdenê wî bi zêr hatibû xemilandin, tac li ser seriyê wî bû û bi [Bavê

Mihemmed] hatibû navki rin… (Eselmî, Nesîmulerwah’, r. 181)

Ev çêrok bi tevayî ji aliyê sofiyan ve hatiye pêdakirin û em tev dizanin, ku kurên Adem bi navên Habîl û Qabîl bûn, ne bi navê Mihemmed bû. Mihemmed navekî erebî ye û Adem ne Ereb bû, ne Kurd bû, hîn ew berî pêdabûna gel û neteweyan bû.

Dibêjin, ku Ebû Ubêd Elyusrî çû ba şêxê xwe û bi xwe re dewarek bi r. Bi rê ve ew dewar mir, şêx bang li dewêr ki r, ew yekser rabû ser xwe û guhêd xwe leqandin.

Dibêjin, ku ji Muferrecê Demamînî re hinek mirîşkên bi raştî anîn, Demamînî deng li wan mirîşkên sorki rî ki r, got: “Bifirin!” ewan rabûn û fi riyan.. û tê gotinê ku şêx Evdilqadirê Gîlanî destê xwe danî ser hestiyên mirîşkekê, ku berê hatibû xwartin û gotê:”Bi fermana Xwedê rabe”, ew mirşka bê goşt û mirî rabû.. û dibêjin, ku kurê şagi rdekî Ebû Yûsifê Dehmanî mir, bav pi r li ber kurê xwe ket, şêx gotê: “Qey nake…rabe”, ew kurik rabû ser xwe û demek di rêj jiya .

Tê gotin ku carekê çavêd Şêx E’cemî li segekî ketin, ji nişka ve hemî segên li wan deran bûn li çarexên wî segî civiyan û bi pey wî ketin û gava ew seg miriye ên din tev gi riyan û piştî ku termê seg hatiye çalki rin, êdî ew cî bû mezargeha segan. Gelo eger seg wilo be, dê mirovê ku şêx jê dilxweş be çawa be.

Tê gotinê ku Şêx Ehmedê Bedewî jî ji gora xwe da bersiva şagi rdekî xwe daye û destê xwe di rêj ki riye bo silaviya şagi rdê xwe. [Bo van çêrokan binêre li Abdilraûf Almennawî, Alkewakêb Al-Durriye, r. 11]

Lê wek em dizanin van “Mu’cîzat” tenê ji aliyê pêxemberan ve çêbûne, û yek ji wan pêxember Isa bû -Silav lê bin-, ku bi vejandina miriyan navdar e.

Di pi rtûka El-Ibrîz da (2:12), Debbax dibe ku mafê Welî heye çi dike bike, destê xwe di rêj bike berîka yekî û pereyên berîkê derxîne, mafê wî ye û xudanê wê jî lê hişyar nabe…Wilo mera têdigihîne, ku şêx dizekî dest sivik e ku pereyêd xelkê ji berîkêd wan derdixîne, lê ewan li wî hişyar nabin, an jî sihi rbazekî bi hing û hunere.

hunere.

Li ser hinek şêxan hatibû gotin ku wan ne tenê dizkarî, belê kutana dewaran jî h’elal ki ribûn. Tiştê seyr di van çêrokan da ewe ku zanayekî mezin wekî Îmam Xezalî dibêje ku nabe mirovê bawermend van servedanan "Mukaşefatan" binehîne "înkar bike".. [Binêre pirtûka wî ya navdar Îhyaul ûlûmîddîn - Vejandina zanînên olê - Cild 4, r. 356]

Yek ji wan servedanên sofiyan eve: Ebû Turab ji dostekî xwe re carekê dibêje:" Xwezî te şêxê me Ebû Yezîdê

Bestamî bidîta." Dost lê vedigerîne, dibêje:" Ez bi dîtina Xwedê gêro

bûme, ji min re ev bese, çî min bi şêx

heye?!" Ebû Turab jê re dibêje: "Heywax! Heger te şêxê me Ebû

Yezîdê Bestamî dîtiba, wê ji te re

heftê carî ji dîtina Xwedê çêtir ba!"

Di vê yekê re mera dinase baweriya sofiyan çiye û çi to ye…Yek bi dîtina Xwedê mijûl bûye û yê dî dîtina şêx heftê carî ji dîtina Xwedê çêti r dibîne…Cîhê herdukan dûjeh be.

Sofî gava di raz (dua') dikin, berî her tiştekî daxwazan ji şêxê xwe dikin, ji welî û rêberên xwe dikin, an jî ji pêxember daxwazan dikin. Wel î, şêx û pêxember jî mirî ne, ne jîndar in. Bi vî awayî ewan ji Xwedê ra hevparan (şirîkan) pêda dikin. Em dibînin ku hozanvanê wan ê mezin El-Bosîrî di helbesteke xwe da bo pêxember -Selewat û silav lê bin- dibêje:"Ey comerdtirînê xelkê! Ez ji te pê ve xwe navêjim ber kesekî, gava bûyereke mezin bi serê min hat."

Bo çi ew xwe navêje ber dergahê Xwedê ku dikare ji pêxemeberan çêti r wî ji bobelatan ri zgar bike?! Ne pêxember bi xwe ji Musilmanan re gotiye: {Eger te

pirs kir ji Xwedê pirs bike û eger te

diraz kir, ji Xwedê diraz bike}. Xwedê tea'la jî di Qurana pîroz da gotiye ku ji Xwedê pê ve ewên dî ne dikarin ziyanê ne jî karê “qezencê” li te bikin, eger te di razêd xwe li ber wan ki rin, tu ji si temkaranî (bi wateya: ji muşrîkanî)! Tê gotin ku şêx Ibrahîm U’ryan (Ibrahîmê tazî) bê cil derdiket ser menberê û bêjeya xwe diki r û mirîdên wî jî bi wî dil şad dibûn, bê ku kesek dilnexweşiya xwe ji tazîbûna wî

16

Page 17: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

17

Beyar Robarî

Robarî û Şêrewa Robarî û Şêrewa

Ewin Çiyayê Lêlûn ne biderewa

Û xwediyê kevneşopên Çiyayê Kurmênc û bîrewera

Şikeft, perestgeh, dêr û kela

Xwedêbawerin û biherdû peyxembera

Melekê Tawûs û Zaredeşt mezinê rêbera

**

Robarî û Şêrewa

Nişteciyên Çiyayê Lêlûn biherdû mila

Milê rohilat û rojava ta Kela Semhên taca dila

Parastinî kelepora kurdî û çand biçav û kila

Ji Medan de bigire ta Kûtî û Hûrî û dema niha

Û wê her biparêzên axa ji neyara

Çiyayê Lêlûn û Çiyayê Gewir du bira

Ticar jihevnabin ne hîro û ne siba .. ne siba.

25 - 09 – 2018

.Çiyayê Kurmênc Çiyayê Kurmênc bi dar e

Rû şêrîn keçek delal e

Tevî kanî û robar e

Warê kurdan ji dehehezar sal de

***

Çiyayê Kurmênc bi dar e

Tevî zozan û newal e

Zêtûn, titûn û henar e

Ji jîndaran re xweş mal e

Û jibo Kurmanca re buha nistiman e

Bikevneşopên kurdî dewlewend buhar e

***

Çiyayê Kurmênc bi dar e

Hîro di bin destê neyaran de dinal e

Û tên birîn dar û serê mirovan bê hejmar e

Çiyayê Kurmênc hîro bêhal e

Jiber doza Kurd bê dayîk û bav e

Û Kurd jihevre ne xwûşk û bira ne!!!

26 - 09 - 2018

Ridwan Caro

Şahiya Evînê

Bi mijankên çavên te

Ezê helbestên evîna xwe

Li ser

Pelê gulên Kurdistanê

Bi nivîsim

Yan jî Ezê

Ji damarên dilê xwe

Pira buhuştê

Ji te re bihûnim

Tenê ta ku Ez

Wî dilî şad bikim

Û te himêz bikim

Bi dilek germ

Mîna eur û çiya

Çiyayên Berfîn

Cûdî

Ararat

Û Hemrîn

Divêm ez te himêz bikim

Mîna deştên Kurdistanê

Bi çema re

Ferat

Dicle

û Lawîn

Heger çareser nebe

Û dilê te razî ne be

Ezê berê xwe bidim

Ahûremezda

Zeradeştê kal

Û Ehrîman

Gazî û hewar kim

Xoce Xidir

Û Yezdan

Ezê herim mizgeft û laleşê

Pey re ezê vegerim

Ber Destê Xwedayê

Mezin yê dilovan

Bi kim lav

Jêre bêjim

Dil bûye bi xuîn

Agir gete hinav

Ez di bextê te de

Evîna min Xwedî derde

Ez evdalim û tu merde

Ger dîsa bê çare be

Çara min ewe

Ez te himêz bikim

Dilê te razî bikim

Bi yek ramosanê

Hêlîna evînê

Ava bikim

Û kela dilê xwe

Ji te re diyar bikim

Û her wan lêvan

Ew lêvên sor

Bernedim

Ta ku Helwestên xwe

Pêkbînim

Û di nava derya evîna xwe de

Te razînim

Û ji peyala evîna te

Ji wan lêvan

binoşim

Û her bijîm

Bi şahiya germa singa te

Buhara dilê xwe

Av bidim.

Page 18: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

18

Ferhad îcmo Selah Mihemed

Kiye tu ? ..

Diyarî ji bo sed saliya cigerxwîn

Cegerxwînê hesarî , herkes zane tu kiye

Tu helbestek kevnare , yezdan bo me ristiye

Ji bo kurd û kurdistan , tu xweş dost û xwediye

Şahsiwarê helbesta , tu nevîkî mîdîye

Te sînorên hêviyên me , bi awaza daniye

Piçin çemên helbesta , tu derya û kaniye

Hek em gul û kulîlk bin , tu lîlav û xweliye

Ez pir nadim pesnê te , fermo bêje tu kiye ?

1

Kanî li ku man dimyat û hetîn

Ka qedrî şêrgo ka selahedîn

Contik û ecem tev bûne neyar

Neviyên rêtşard bûne dost û yar

Çerxa felekê bê me digere

Rewşa xebatê bê ser û bere

Em mest û gêjin di nav bahoza

Welat bû mêrga peyman û soza

Lê dîsa em man kurdê ser firaz

Dost û hevalên kesên aştî xwaz

2

mizgîn be li te ey seydayê min

şahê efyon kêş çû jiyank din

rêça te dixwest vaye çêdibe

destê xwîn mija îro jêdibe

mafê mirovan bû olek pîroz

ji bo wek hevyê herkes dike doz

lê em bê parin ji masa cîhan

ka boxên kevnar kanîn ew xelat

kanê stêrên sînga roj hilat

3

Rojhilat bûye lîztokek erzan

Ketne taya xwe serok û rêzan

Her perçak welat bûye deh perçe

Serê me bûye wek bax û bexçe

Hetka me gihişt ta sînorên hind

Birc û kelat bûn kavil ji bo kund

Em li cîhanê mane perîşan

Ji bo bindestiyê em bûne nîşan

Ma qey raste kurd hîna sêwîye

Bêje cegerxwîn bêje tu kiye

4

Mêkrob di laşde hîn jî çalakin

Bê nav û nekes serî ranakin

Ew tac û eywan mane bê çîrok

Çewt û xwarkirin bûyer û dîrok

Êîzkek pir mezin îro li dare

Peşkên petrolê ji wê dibare

Rabe cegerxwîn pirin êş û kul

Wek carên berê vek dergehê dil

Bo cîhan bêje kiye ser hesin

Navê wî çiye dêwê bê pesin

5

Axa dîdiye axa pîroze

Çend hezar salin li ser wê doze

Geh bûye qurban ji bo hevîrmêş

Geh ji zêrê reş jêr bûye ser êş

Lê îro her kes dike nale nal

Li ser lîlava kaniyên zelal

Çiya mane dost ji bo lawên kurd

Li ser warê xwe namînin zigurd

Pelik zerbûne li ser şaxê ter

Kanî neviyên kawê hesinker

6

Raste cegerxwîn raste mamo can

Roj bi roj dişkin hestiyên ehrîman

Kanî evîna hirmizê mezin

Ji çavê wîna hêsir dibezin

Li rewşa kurda maye mat û gêj

Bo çi bê kurd bû destpêka jînê

Lê îro sebtê dispêre înê

Kanî kê çêkir ev newroz û cej’n

Ka dîroka kurd kanî bal û bej’n

7

Nenale seyda nek qîr û hewar

Zana û xwenda nema tên jimar

Vaye çêdibin birc û zanîngeh

Ronahî derbû nêzîke sibeh

Bayên azadyê şikandin zindan

Ji xew rabûye hirmizê yezdan

Kar û bar divê bêtir ji berê

Di livlivin baş perdên pencerê

Kardox û horî li hev dipirsin

Kurmanc û sorî ji hev natirsin

8

Tuye xwediyê wan pes’n û nava

Di gel yara xwe tu nebû zaya

Herkes bawere rastin peyvê te

Geşin li ezman rok û heyvên te

Te ronak çêkir da derî şeveq

Swra azadî xweştire deh taq

Rûpelên kurda pirîsk û pêtin

Karê neyara reş û kirêtin

Salar û mîdya guhdarin li te

Rewşê û reşo yarin ji bo te

9

Bêje cegerxwîn bêje ez gorî

Li te guhdarin zazî û lorî

Bidêre xwezyên bav û bapîra

Bihêre dengê lel û zincîra

Kê ji boyî kurd şikandin dergeh .. ?

Va me daye ser wê şopa fireh

Pirn ker û kor ji hev dipirsin

Ji pêşerojê gelkî di tirsin

Dibêjin kiye ev miletê dîn

Heger bibin yek wê derbaskin sîn .

20 – 8 – 2003 –

Ev helbest dı kovara gulıstan de hejmar 33 sala 2006 û dı kovara jîn de jımar 101 sal 2006 hatıye weşndın

Page 19: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

19

Hebûna min

Jiyana min

Li ser sînga te gerden bûm

Di lêvên te dibûm hingiv

Di meyxana birîndaran

Di noşîn im sîtava te

Di hembêza riyan ketim

Di şûpim xewna xwe yekcar

Hebûn yarê te ez hîştim

Li deryayên evîndarî

Giyana min tu dîdarî

Te agir kir ji min re dost

Du çavên te bi mestin ber

Şevbiwêrk

Rêber Hebûn

Û tirsê

Ev hersê tişt

Li seranserê welatê min

Dorpêçayiye

Welatê min

Bi zindanan

Bi bêdengiyê

Bi belengaziyê

Dewlemende

Ji ber

Nivîsok girtîne

Gotin girtîne

Were

Em şevbiwêrkên

berfireh lidarxin

hemî rahêjalên

evîniyê lê bicivînin

wekî Evdalê Zeynê û Gula keşe

Sê şev û sê rojan

li pey hev êrîşa serxweş

û mest vexwar, emê berdin

li ser lîsên xewa giran

Pirek bê dawî emê damezrînin

di navbera çav û razanê de

Hemî helbestên xweş û nexweş

emê birêsin

Gava xunava zelal

li ser eniya te biçirîse

ezê ji te bixwazim

Qulingeke çeng şikestî û

hemî êş û janên xwe bi binalîna

wî re emê bilorînin

mîna Evdal û tevlî

xwenerojên wî bibin

di gemiya Dêrika rengîn de

Ezê sîbera te di dilê seqlanê de

noq bikim û bavêjim himbêza

Pira Fafid

Bi wan birînên derman dayî

ji rondikên min û te

emê zummêna kûr berdin û

hemî kulîlkên dil buhar

bileyizînin

Çeqçeqa baskên Pirpirîkan

wê keserên me bifirînin û li

hawîr dor gora Beko bicivînin

Dema Qulingê dil birîndar

derbasî Laleşa pîroz bibe

emê kevirê bextdana xwe

di agirdana wî de bikolin û

Peymana kirîvatiya saxlem

Emê bineqişinin.

Narîn Omer

Helbestvan: Elî Ebdullah Kolo

Wergeran din:Kiyakser Temir

Sêkerat

Zindan miştin

Mirovahiya me

Tê bin pêl kirin

Yê ne li vir wendaye

Veger ne diyare

Kes li wan ne agahdare

Welatê min

Di sekeratê deye

Li ber devên

Guran û kuliyan

Welatê min

Giyanê min di sekeratê deye

Ji işkenc

Û zindan

Zindan e

Li min dide

Min digrîn e

Min pûç dike

Çi welatek e

Min pîs dike

Û ez jê hezdikim

13/6/2007

Hebûna min

Derî ezman û ronahî

Di bejna te dibûm navend

Lehiyek hêsr û nalîn bûm

Di bînim te di her êvar

Di gurza gûl

Li ser rûbar

Di ewrên sipî û zinar

Di heyv û roj

Xunav û dar

bi hêvî me bi dilşadî

Evîna me bijî herdem

Evîna me bibe efsan

Page 20: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Derketim ji mal berî li bajar

Belkî bibînim wê gula buhar

Gihame ser rê min derbas kir gund

Çûme welatkî jê tê bêhnek rind

Mirovin pir qenc min dibû heval

Bi mire hatî em çûn cem wê mal

Malek pir xweş min dî bû heval

Keçek pir ciwan bi hisn û cemal

Destê xwe min da bavê wek gura

Hovekî bi cil derdê wî pera

Gîhame cem dê ji min dida paş

Destê xwe da min wek karê belaş

Silav min lê kir ew yara kedî

Destê xwe da min bi tirs û fedî

Ji mere raxist hesîr û doşek

Em tev rûniştin li ser yek bi yek

Hatin hev pirsa ew heval û bav

Li cem me rûnişt dida min yek çav

20

Gula bê şax

Hewar Zahir

Diya rûniştî awir dida min

Çavik min neda sed heyf mixabin

Lê şev buhurî serma û tarî

Xatir min jê xwest ne bi yek carî

Sibê wê ewê bi çî dibistan

Ezê bi bînim da bikim civan

Giham mexsedê li hêvya wê mam

Çava nêrîna wê bi êş û bi jan

Gelekî mam wek li ser agir

Gava ew derket dilê min şakir

Ez rabûm ser xwe hêdî min da dû

Di xwazim bighim cem wê ez bi zû

Gava davêjê ê min li dûne

Nikarim bighim ji ber di done

Hevala wê çû ez çûme bi lez

Gihame cem wê wek gur û wek pez

Roja te bixêr şaxa dilê min

Hela wer bi ner çi bû halê min

Bi ken min gotê ji tere pelek

Têde min danîn silavên gelek

Bi kêf wê girtî ji desta kişand

Ji bo evînê wê jî xwe di mirand

Serê xwe hilda da ser milê min

Bi min zêdekir kul û xemê min

Ezim ew dîlber biner bejna min

Bûye weke mû ji ber diya min

Va ezê herim herim xatir di xwazim

Ez jî weka wê ez serfirazim

Destê min berda ji ber wan hova

Tu car ew naghin toza mirova

Ez jibîr nakim wê roja giran

Evîna dijwar ma tev êş û jan .

Page 21: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

21

Jumaa Mohamed

Hozanê gel Ez hozanim hozanê welat û gelê xweme

Jê dûr nakevim hiş û bala min tim li ceme

Pênûsa min jêre mertale diawetika mina a çeme

Helbesta min bo wî navtêdane jêre şûr û rime

Hêvîdarim ku azad bijî ji ser rabe kul û xeme

Şad bimîne şahî û xweşî lêbe nebîne êş û eleme

Lê dijmin hove bê rûmete zordar û zalime,

Ne ligor jiyana mirove, bê heste nake şerme

Ji bo serxwebûnê dimîne rêgir asteng û keleme

Bila bizane ku roja wî ev jêre dawî serdeme

Li hember derketin ew lawê kawayê hesinkar û resteme

Jibo bidestxistina maf cangorîno wan nabe sedeme

Ew bi ser dikeve bi hêz û oze nema alûz piç û keme

Azadî amanca wîye jêre maye rêbaz û resme

Natirsin ji gefê turka ne ji xap û rîpê eceme

Ewê tursok û qurfok paş dibeze ketiye tayek germe

Xaka welat jêre gore nabe bi kêr sûd û berheme

Naxwe yekitî pîroze ewe bo me derman û merheme.

...........................................................................

*Ev helbest ji dîwana minî duyemîn

Ma hûda pênûsê çiye?

Ma hûda pênûsê çiye ku hizir pêşnexe

Li pişt mafê mirova nesekine li rexe

Kul û derdên wan me afirîne û dernexe

Di çavê zordar nebe derzî dirêş û mîxe

Ew ji mal û samanê belengaza dinepixe

We têr nabe dixwaze xwîna hejara vexwe

Ked û xebata wan bidestxîne û buxwe

Xêra wan dimije wek ji makê berxe

Ewê sitemkar gerek bimre biqele bipelixe

Divê bi tundî şermezar bibe ew bê nirxe

Ew biser nakeve ewê temahî teqez wî bixe

Dem wê vegere ewê têde bilukume biçerixe

Dunya dewrane tê zivirandin ew bi felek û çerxe

Di dawî de para wî tenê komek axe

Çavsorî û zordarî ewê termê wî raxe

Kesek namîne jîndar bi hêz û saxe

Lê kesên wiha bêbextin mixabin û bedaxe

Ew tên rastî gotina hey wayê û hey waxe.

Giryan Seyro Jîna Helbestê

Di van şevên reş tenî de

Ez dimrim û helbest dijî

Rûpelên xwe şil dikim ez

Carna dest û riwê xwe jî

Ta pênûs xwe dagre diwêt

Ji xwîna mij' xwer dimijî

Ji min tev hestên germ birin

Ji dêlvê dan kulên rijî

Heya helbestek bê nivîs

Radiwestin rayên mejî

Bi xortanî ez kal kirim

Bi tenê mam wek yê bejî

Nav û dilê min kelandin

Çav ji hêstir bûne tijî

Tim min sare, tim ditirsim

Nema hew Rih divê bijî

Qet kesî ji min ne pirsî

Bi çi Qesdî tu dibêjî

Her janek derbasî dil be

Kul dibên: em hatin em jî

Bi ser her birînek min de

Xwê wek lehyê pê dirijî

Kes nabêjê: Giryan bese

Tu derdbêjî tu xwekujî

Digel çepkan tev bandikin:

Bimrê Giryan, helbest bijî!!

11/12/2017

Page 22: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

hejimar "69"" Nûçe.. Çalakî.. Daxuyanî Nîsan

2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

hejimar "74" Heeeellllbbbbeeeesssstttt

Êlûn // 2018 ji weşanên Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

22

Dar ê tirsê bi lezgînî li Dehola dil dide

Têkv edana kîna bablîsokan

Kele m û kût li Qurme me kom kiriin

Dar ên bizdiyayîn ji bihnê cifilîn

Can ên me ji girtîgeha zayîna xwe venebîn.

Em ji bihna Barûdê, ne xerîbin

Pisi kên me Elemdar bîne

Di n avbera Hestiyên qertbûyî

Û w êneyên çavên birçî re

Û g iyanê kul kûr de

Emê li tîrêja roniya tê vemirandin Bipi

rsin...

Çem ê Kurdaxê yê şêlo bûyî

Bih ara lê bûyî Payîz!

Rêyek bi xumam!

Pesnan hêdî hêdî Ba berdan.

Xemên kotekiya şevê ne dirêjin

Sirûşt ji bihna te vala nabe

Ji rewa te xwe vedirêsin

Perdeyên şevê

Ji Heyîva te vediçirin

Stiranên ku cengê ji te dizîn

Bi hatina sibehê re

Sinbilên zêrîn dihejîne

Bi awazên zarokan re

afirandinin. 22.07.18

Çengo : Çengê pirtikandî

Kevlot : Xirabbûyî/Rizîbûyî.

Nizar Yosif

De hola dil lêdide Baskên me yên çengo* kirîn

Ne gihanê astên wêraniya te

Darhejîran ber avêtin

Tozê vebiriqandina zeytûnan nixumandin...

Hemî Balinde û çûkan

Lîs û hêlînên asê

Şaxên Mêw û Tûyan sêwî hêlan

Di kederên heşînwaran de bi îsk-îskin

Li zayîna Tov ê xumaliya xwe digirîn.

Kevlotkirina* can

Verûtina Kevilê te

Birîndariya giyanê me

Bi berbanga êvarê de winda nabin

Pesin û zirtan em ji zemînê firandin

War bûn leylan, esman bû rê,

Page 23: Bizava hozan û Bîrlêkirina ziman - penusanu.com · zimanê me talan ne dikir, bi wî qasî jî sînordaşên dagîrker bi ser welatê me de pelû ne dibûn. Lewma ji dilê evîndar

Sernivîser Derhêner

Ebdulbaqî Huseynî Xorşîd Şûzî

Desteya birêvebir

- Boniye Cegerxwîn

- Merwan Mistefa

- Mizgîn Hesko

- Xorşîd Şûzî

- Cemîl Ibrahîm

Ji bo hinartina berhemên kurdî :

[email protected]

Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin :

www.penusanu.com

23