rojnameya dilname hijmar 5 · 2011. 4. 2. · i. dilname rroojjnnaammeeyyeekk...

24
D D D I I I L L L N N N A A A M M M E E E R R o o j j n n a a m m e e y y e e k k R R e e w w ş ş e e n n b b î î r r î î y y e e S S e e r r b b i i x x w w e e y y e e - - w w w w w w . . d d i i l l n n a a m m e e . . w w o o r r d d p p r r e e s s s s . . c c o o m m Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên xewnan bi heft kîlîtan li ser me mifte kiriye... Bila oxira me, bi zerahiya rojê re hile... Dubare buyin û hebûna xwe mehkum, dilê xwe bi heznê şîlo bikim jî.. Di himêza mirina herî germ de... Bangî wêneyê di bêrîkirinê de xêzkirî dikim... Têm ku birîna xwe ya jibîrkirî, li Nisêbînê bi bîna suka qaçaxçiyan derman bikim. Û tîna evînê ya ku bi sedsalane didome bi germiyeke rojhilatî bişikînim... Têm ber deriyê eşqeke wek keska beriyê... Deriyê eşqê deriyekî zîlanî ye... Asê ye... Wîîî... Û me mifte li çaxekî berê jibîr kiriye... Bi sînga xwe ya daxkirî, dilê xwe yê mohrkirî li ava mezin-... Dûmahîk Rûpel: 2 Ehmedê Huseynî [email protected] ( London - Ingiltera ) Çiya Mazî [email protected] ( Mêrdîn - Turkiya ) 5 5 1-4-2011 I. I. I. I. Wê êvara ji beybûna lêvên axê, di pêçeka velerzîna tawanbar de, di hêlana hesretê de, lorînên çolistanê ji ber dikirin û temenê xwe yê ji çel û sê sirûdan li ber zingezinga lingên babelîskan radixist…. Ewrên mêşinî û sergerdan, dûya cigereya şevê ber bi henasa gulhinarên çarenûsa wî ve, pêl bi pêl, dihat ... Dûmahîk Rûpel: 5 S SE ER RP PÊ ÊH HA AT TI I Y YA A M MI I N N Î Î B BE ER R D DE ER RÎ Î Ez îro zû rabûme xwedêgiravî. Min cilên xwe zûdeee li xwe kirine. Li leşkeriyê ez hîn bûme ku di 5.05 saniyeyê de cilên xwe li xwe bikim, di şeş deqîqeyan de taşbixwim û derkevim derve. Lê cûdatiyek di navbera wê demê û vê demê de pêde bûye li min. Ez hinekî bêhiş im, tiştan jibîr dikim. Carinan ez xwe ji bîr dikim û di navbera cil lixwekirinê de radihêjim pirtûkekê û dixwînim. Heta di pirtûkê de behsa cilan neyê kirin ez bi hiş xwe ve nayêm. Dema ku ez bi hiş xwe ve têm jî navê pirtûkê ji bîr dikim. Tew nivîskarê wê (dev jê berdin). Lê îjar ne wisa, bi awayekî din pêvejo didome. - ... Dûmahîk Rûpel: 18 Miço Kendeş [email protected] www.m-kendes.ch ( Cinêf - Swîsera ) E EW W S ST TR RA AN N Gotin û muzîka wê stranê, ew strana ku yasmînên dîwarên taxên Helebê û mûmikên şevên nerm, şevên helbestan, evînan, ramûsanan, himêzên giran, stran û çavên westiyayî, bi kela dilê min re radibe û dije. Şevên pirtûkên di bin toza gotinên evîndaran de mayî, hatin û çûna dostan “mîna rojbaşek”e bilez, destên bi hene, maçên li ser lêvên xilmaş, gewdeyê nermik û germik di bin tilîyên hejhejok de. Şevên meya “Suryana Kevin” û tiqtiqa kenê nazdarên Taxa Sulêmaniyê, civînên xwendevanên partîzan yên fedîko û baranên hûr li ser- ... Dûmahîk Rûpel: 13 ( Beşê 1 ) Şahînê Bekirê Soreklî [email protected] ( Sydney - Australiya ) Rojhilatê Almanyayê li dû şerê cîhanê yê 2yem ketibû bin kontrola hêzên Sovyêtî û re desthelatdariya hukûmeteke komonîst, ku yek ji komarên di bin bandora Mosko de bû. Destpêka salên 70yan ez dora 9 mehan li Berlîna Rojava bûm û ji wir çend caran derbas Berlîna Rojhilat, ya ku paytextê DDR bû, bûm - DDR: Deutsche Demokratische Republik = Komara Almanî ya Demokratî - Di salên 70yan û 80yan de her weha du caran bi otomobîlê derbas herêmên DDR bûm. Wan- ... Dûmahîk Rûpel: 9 R RO OJ JH HI I L LA AT TÊ Ê ALMANYAYÊ Û ÇAND D DA AS ST TA AN NA A ŞÊX EHMEDÊ HUSEYNÎ Lokman Polat [email protected] ( Amed - Turkiya ) W WE ES ST TA AY YÊ Ê E ED DE EB BÎ Î Y YA AT TA A K KU UR RD DÎ Î Ehmedê Xanî westayê edebîyata Kurdî ye. Dîtin û ramanên wî, berhema wî Mem û Zîn nemir e. Ew şevayê welatparêzîyê ye. Wî ji vir 300 sal berê di berhema xwe Mem û Zîn de hîmê ramanên welatparêzîya Kurdan danîye. Di nav edebîyata dinê (cîhanê) de Romeo û Julîyet’a Shakespeare, Leyla û Mecnûn’a Fuzulî çîye, Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî ew e. Pirtûka wî ya bi navê Mem û Zîn bi naveroka xwe wek deryayê ye. Têde hemû tişt heye. Pirtûkek wek Mem û Zîn bi her awayî dewlemend bi kurdî hêj nehatîye nivîsandin.-... Dûmahîk Rûpel: 20 G GU UL L Û Û X XE EN NC CE ER R Fatma Savci [email protected] ( Stokholm - Swêd )

Upload: others

Post on 28-Mar-2021

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

DDDIIILLLNNNAAAMMMEEE RRRooo jjj nnn aaammm eeeyyy eeekkk RRReeewwwşşşeeennn bbb îîîrrr îîî yyy eee SSSeeerrr bbb iii xxxwww eee yyy eee --- www wwwwww...ddd iii lll nnn aaammm eee...www ooorrr ddd ppp rrreeesss sss ...ccc ooo mmm

Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên xewnan bi heft kîlîtan li ser me mifte kiriye... Bila oxira me, bi zerahiya rojê re hile... Dubare buyin û hebûna xwe mehkum, dilê xwe bi heznê şîlo bikim jî.. Di himêza mirina herî germ de... Bangî wêneyê di bêrîkirinê de xêzkirî dikim... Têm ku birîna xwe ya jibîrkirî, li Nisêbînê bi bîna suka qaçaxçiyan derman bikim. Û tîna evînê ya ku bi sedsalane didome bi germiyeke rojhilatî bişikînim... Têm ber deriyê eşqeke wek keska beriyê... Deriyê eşqê deriyekî zîlanî ye... Asê ye... Wîîî... Û me mifte li çaxekî berê jibîr kiriye... Bi sînga xwe ya daxkirî, dilê xwe yê mohrkirî li ava mezin-... Dûmahîk Rûpel: 2

EEhhmmeeddêê HHuusseeyynnîî [email protected]

( London - Ingiltera )

ÇÇiiyyaa MM aazzîî [email protected] ( Mêrdîn - Turkiya )

555 11--44--22001111

I.I.I.I. Wê êvara ji beybûna lêvên axê, di pêçeka velerzîna tawanbar de, di hêlana hesretê de, lorînên çolistanê ji ber dikirin û temenê xwe yê ji çel û sê sirûdan li ber zingezinga lingên babelîskan radixist…. Ewrên mêşinî û sergerdan, dûya cigereya şevê ber bi henasa gulhinarên çarenûsa wî ve, pêl bi pêl, dihat ... Dûmahîk Rûpel: 5

SSSSSSSSEEEEEEEERRRRRRRRPPPPPPPPÊÊÊÊÊÊÊÊHHHHHHHHAAAAAAAATTTTTTTTIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA MMMMMMMMIIIIIIIINNNNNNNN ÎÎÎÎÎÎÎÎ BBBBBBBBEEEEEEEERRRRRRRR DDDDDDDDEEEEEEEERRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎ Ez îro zû rabûme xwedêgiravî. Min cilên xwe zûdeee li xwe kirine. Li leşkeriyê ez hîn bûme ku di 5.05 saniyeyê de cilên xwe li xwe bikim, di şeş deqîqeyan de taştê bixwim û derkevim derve. Lê cûdatiyek di navbera wê demê û vê demê de pêde bûye li min. Ez hinekî bêhiş im, tiştan jibîr dikim. Carinan ez xwe ji bîr dikim û di navbera cil lixwekirinê de radihêjim pirtûkekê û dixwînim. Heta di pirtûkê de behsa cilan neyê kirin ez bi hiş xwe ve nayêm. Dema ku ez bi hiş xwe ve têm jî navê pirtûkê ji bîr dikim. Tew nivîskarê wê (dev jê berdin). Lê îjar ne wisa, bi awayekî din pêvejo didome. - ... Dûmahîk Rûpel: 18

MM iiççoo KK eennddeeşş [email protected]

www.m-kendes.ch ( Cinêf - Swîsera )

EEEEEEEEWWWWWWWW SSSSSSSSTTTTTTTTRRRRRRRRAAAAAAAANNNNNNNN Gotin û muzîka wê stranê, ew strana ku yasmînên dîwarên taxên Helebê û mûmikên şevên nerm, şevên helbestan, evînan, ramûsanan, himêzên giran, stran û çavên westiyayî, bi kela dilê min re radibe û dije. Şevên pirtûkên di bin toza gotinên evîndaran de mayî, hatin û çûna dostan “mîna rojbaşek”e bilez, destên bi hene, maçên li ser lêvên xilmaş, gewdeyê nermik û germik di bin tilîyên hejhejok de. Şevên meya “Suryana Kevin” û tiqtiqa kenê nazdarên Taxa Sulêmaniyê, civînên xwendevanên partîzan yên fedîko û baranên hûr li ser- ... Dûmahîk Rûpel: 13

(( BBeeşşêê 11 ))

ŞŞaahhîînnêê BBeekkii rr êê SSoorr eekkll îî

[email protected]

( Sydney - Australiya ) Rojhilatê Almanyayê li dû şerê cîhanê yê 2yem ketibû bin kontrola hêzên Sovyêtî û dû re desthelatdariya hukûmeteke komonîst, ku yek ji komarên di bin bandora Mosko de bû. Destpêka salên 70yan ez dora 9 mehan li Berlîna Rojava bûm û ji wir çend caran derbas Berlîna Rojhilat, ya ku paytextê DDR bû, bûm - DDR: Deutsche Demokratische Republik = Komara Almanî ya Demokratî - Di salên 70yan û 80yan de her weha du caran bi otomobîlê derbas herêmên DDR bû bûm. Wan- ... Dûmahîk Rûpel: 9

RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJHHHHHHHHIIIIIIIILLLLLLLLAAAAAAAATTTTTTTTÊÊÊÊÊÊÊÊ

AAAAAAAALLLLLLLLMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNYYYYYYYYAAAAAAAAYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ ÛÛÛÛÛÛÛÛ ÇÇÇÇÇÇÇÇAAAAAAAANNNNNNNNDDDDDDDD

DDDDDDDDAAAAAAAASSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAANNNNNNNNAAAAAAAA

ŞŞŞŞŞŞŞŞÊÊÊÊÊÊÊÊXXXXXXXX EEEEEEEEHHHHHHHHMMMMMMMMEEEEEEEEDDDDDDDDÊÊÊÊÊÊÊÊ HHHHHHHHUUUUUUUUSSSSSSSSEEEEEEEEYYYYYYYYNNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ

LL ookkmmaann PPoollaatt

[email protected]

( Amed - Turkiya )

WWWWWWWWEEEEEEEESSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAAYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ EEEEEEEEDDDDDDDDEEEEEEEEBBBBBBBBÎÎÎÎÎÎÎÎYYYYYYYYAAAAAAAATTTTTTTTAAAAAAAA KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎ Ehmedê Xanî westayê edebîyata Kurdî ye. Dîtin û ramanên wî, berhema wî Mem û Zîn nemir e. Ew pêşevayê welatparêzîyê ye. Wî ji vir 300 sal berê di berhema xwe Mem û Zîn de hîmê ramanên welatparêzîya Kurdan danîye. Di nav edebîyata dinê (cîhanê) de Romeo û Julîyet’a Shakespeare, Leyla û Mecnûn’a Fuzulî çîye, Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî ew e. Pirtûka wî ya bi navê Mem û Zîn bi naveroka xwe wek deryayê ye. Têde hemû tişt heye. Pirtûkek wek Mem û Zîn bi her awayî dewlemend bi kurdî hêj nehatîye nivîsandin.-... Dûmahîk Rûpel: 20

GGGGGGGGUUUUUUUULLLLLLLL ÛÛÛÛÛÛÛÛ XXXXXXXXEEEEEEEENNNNNNNNCCCCCCCCEEEEEEEERRRRRRRR

FFaattmmaa SSaavvccii

[email protected]

( Stokholm - Swêd )

Page 2: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

22

GGUULL ÛÛ XXEENNCCEERR

...... DDûûmmaahhîîkk::

-diqesidim... Xwe bi destên bayê wê deştê didêrim wek tovekî genim, belav dibim li her bênderê...Na, ez kêm nabim, di mista zarokan de cot bi cot dişitilim... Ya rastî, di nav her du milên mirinê de, min xwe navêt dawa tirsê. Ji bo xwe pê çêbikim, min xalxal nekir lingên tu tariyê... Û kespik bi sermilê derewan ve nekir. Di serşokan de, min keziyên zilmê jî nehunandin... Ji çavên xinêziyan re şabaş nexwendin... Pirpirkê wesifdanê, bi milê tu desthilatdaran ve nekirin û lava ji dilê bêbextiyan jî nekir. Ez neketim ber piyên tu êşên xwe... Lê ev dest li ser vî dilî ye... Ev dil li ser êgir e... Dikim nakim xwe ji stêran danaxim... Min digot qey ne yeke qure me, lê çima xwe ji şaneşîna ezmanan bêpar nakim... Kirasê şevên dîn ji xwe jênakim... Min digot belkî ne bêar im... Lê ji bo çi xwe ji dest û sermestiya hêviyê dur naxim?... Min got belkî ez rizgar bikim û ji lepên kedîkirinê vedizim çend helbestan... Lê çima ji bo şeveder bibin ev rêzik, li bendî mirina nivîskar dimînin?.. Ma wilo hesanî ye, ji xwe jî vedidizim mirinê... Wê vedişêrim pêşî .. paşî bi çavçînkê dilîzim pê re... Li benda dawiya leyistikê dimînim... Ka ez ê bi ser wê ve bibim gelo? An ew ê... Min got ez neketim ber piyên tu êşên xwe... Vaye banga min a xemgîn li du şuşeyên qrîstal olan didin û çemên çavên rêwiyekî dimalin... Di nav mijankên çavên wî re, tiliyên hêviyên xwe dirêjî baskên evînê dikim...xwe bi gihiştinê re dikujim... Herê neketim nav dest û piyên tu êşan... Lê ji destên evînê ditirsim... Li nav bexçeyên van xewnan mirineke dubare me lewra... Loma dibêjim, neyar bi top û tivingên reş î hesinî hatin kuştina min... Ew bê tiving nehatin ber bi min... Îcar, eger dilyarek bixwaze were di wê riyê re... Bila destê wî yên ku lawê lavlakê ne, tu hesinî nehilgirin... Ji bilî xencereke destik zîv û bê kalan... Ku bi pelên nefelê neqişandîye... Ango bila yar, bi gul û nefelê re were kuştinê...

( Dawî )

HHHHHHHHEEEEEEEELLLLLLLLBBBBBBBBEEEEEEEESSSSSSSSTTTTTTTTVVVVVVVVAAAAAAAANNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ KKKKKKKKOOOOOOOORRRRRRRR

CCuubbrr aann XXeell îîll CCuubbrr aann

Wergerandin Ji 'Erebî:

FFaaddii ll TTeemmoo

Meger ku şewqê (ronahî) ez kor kirim Ew roj e (xorşîd) ya roya we bexşand we, wê şeva min ya reş e qûl bexşîşe min kir. Û ew kûrtir e ji xewnê. Û va ez, tevî wê, li asoyan digerime, lê hûn li cihê ku jiyanê hûn lê anîn in, ta mirin tê ji bo zayîneke dî bibexşîne we. Û va ez riya xwe dipalikînime (dipelînime) bi gopal û gîtara xwe, lê hûn rûniştî ne, bi tizbiyên xwe teselî dibine. Û va ez dûr diçime, di taristaniyê de pêş de diçime, lê hûn ji ronahiyê ditirsine Û ez distrême Û ez rê wenda nakim tevî ku şewqa rojê here, Xweda riya me dibîne û ez di qadeke hêmin de me. Û heke nigê min likumî, strandina min bi bask e, bi jor bahozan dikeve. Ez kor bûm ji çavzilkirina (çavdîqkirin) di kûrahî û bilindahî yê de. Û bi temenê min be, ma kîye yê herdu bêtarên (çavên) xwe nake qurban li hember dîmena kûrahî û bilindahî yê? kîye yê du mûmên lerzok venamirîne ta çavlêketinekê ji elendê bibîne? Hûn dibêjin - (( wey mehrebanî ji wî re! Ew nikare hesareyan bibîne û ne jî beybûnê li mêrgan )). Hema ez dibêjim - (( wey mehrebanî ji wan re! Ew nikanin dirêjî stêrkan bin û ne jî beybûnê bibhîzin. Wey mehrebanî! Wan guhne di nav guhên wan de tune ne. û wan lêvne li ser serengustan wan tune ne)).

JJJJJJJJIIIIIIIINNNNNNNN ((((((((AAAAAAAAFFFFFFFFRRRRRRRREEEEEEEETTTTTTTT)))))))) Her çiye di jinê de metel e (tilism). Naxwaze ji pêvî çareyeke tek, ewê ku avisî jê re kirin nav. Peya ji jinê re navgîn e. Armanc zarok e Jin bêtirî peyê bi zarokan dizane, lê peya ji jinê zaroktir e, di peyê de zarokek veşartî ye dixwaze bilîze Bila di evîna we de gelî jinan tîrêjên vê stêrka geş şewq bidin. -

-Û li ser hêviya we dibêje (( xwezî superman ji min peyda bibe )). Hûn (gelî jinan) dilêriyê bikin hevala evîna xwe. Bila di evîna we de be namûsa we, jin kêm namûsê têdighe di xeynî evînê de, lê bila namûsa we di ku hûn hez bibin bêtirî ku hûn hez bikin de bêt… Bila peya ji jinê bitirse heger wê hez kir, hingê jin her tiştî dike qurban, û her tiştî bê ûd dibîne, ne nirx û ne rêz. Bila peya ji jinê bitirse heger wê zikreşî (buxz) kir, peya binamûs e di kevçikê (kange) derûn û hindirê giyanê xwe de. Lê jin tevhev şerxwaz e, tolaz e, virtoqî ye. Kêfxweşiya peyê ku bibêje ((ez dixwazim)) û kêfxweşiya jinê ku bibêje ((ew (peya) dixwaze )).

EEEEEEEEYYYYYYYY XXXXXXXXOOOOOOOORRRRRRRRTTTTTTTTÊÊÊÊÊÊÊÊ SSSSSSSSÛÛÛÛÛÛÛÛRRRRRRRRIIIIIIIIYYYYYYYYÎÎÎÎÎÎÎÎ Te ji zatê xwe pirsiye ey xortê Sûriyî ka ku tu ji kurên duhî yan ji kurên sibayî? Ma tu rûniştiyî di mala razber ya ku bav û kalên te lêkiriye, yan tu xweş dixebitiye di lêkirina malekê ji kur û neviyên xwe re? Ma tu ji yên nûçeyên pêşiyan dixwînin - û bêtirî wan (nûçe) sexteyî bi sexteyê ne - xeyal (pindar) dikî ku wan hemû razêneweyên (xemlênek,kemaliyat) mirovanî bidest xistibûn û ku bi çûna wan re çakî û serwerî û namûs û vînbilindî çûn?.. Yan tu ji yên Xwedê bênahiya (besîre) wan ron kirine; dizanin ku rûhatinên (me-atî) Pêşerojê nebûn ji pêvî pêlemokne yek li jor ya dî dikeve, hildikşe ser wê bo hindê balahî ya rast û nasîna durist? Ji min re bibêje ey xortê Sûriyî, ji min re bêje tu bi çi diramî û çi tê xewna te, di goşenişîniya (xelwet) te de? Ma tu li ser pêşerojê dîlokan dibêjî yan tu bi hezkirin li hêviya paşerojê yî ( dahatû)? Ma tu vediguhêzî bêyî zanîna xwe di nav gorên yên ku axê ew pêçandine, lê tu bilindkirî avjniyê dikî di ser refên derûnên hîn jidayik nebûnî re?

DDDDDDDDOOOOOOOOSSSSSSSSTTTTTTTT Dostê razdar merhema jiyanê ye - hezkirin çîçekek e û dostanî dara wê ye - dostanî mehrbirîna derûn e - neke xuya ji te ve ku dostanî, pertaleke têt kirîn û firotin, dibe ku mirov bi destelatdarî û hêza tundî ya xwe zal bibe li ser biraderên xwe meger ku ew nikare dest bide ser dilên wan, heke ku ew wan" zinaqî" (westa) neke ji hez û lêzivirînê.

Page 3: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

33

BBBBBBBBÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRRAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAA SSSSSSSSEEEEEEEEYYYYYYYYDDDDDDDDAAAAAAAAYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ CCCCCCCCEEEEEEEEGGGGGGGGEEEEEEEERRRRRRRRXXXXXXXXWWWWWWWWÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN

DDii llaawweerr êê ZZeennggîî [email protected]

( Şam - Sûriya )

Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?! Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn Lewra îro ‘m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn Ta ko ji nav me rabû, Cegerxwînê Hesarî Bi xurtemêr û zanîn, Gewher ji dev dibarî Zîv û zêr xêzên te rist, Bi ramanek zanyarî Tor û wêjeya Kurdî, Bi merdî pesindarî Ew perda tarî û reş, Ji ber çavan ko te xist Li ser dengê birçiyan, Agrê sêwiyan vêxist Dîlê pabend û gerden, Ji bend û sîgeh derxist Ji hêstirên bêkesan, Te xweş nameya jîn rist Wêjevanê netewî, Lawê Pîra Torê me Dûrbîna min te kûr kir, Sirûdvanê torê me Bi hevrê û dostan re, Her neyarê zorê me “Sewra Azadî” rê girt, Mafxwaz û yê gorê me Li dor finda te vêxist, Xoşevî zan perwan im Rewşa bihar te geş kir, Bilbilê şadîman im Li wî baxî te zax da, Çi awaz û fîxan im Tovê zanînê te çand, Îro ne bê ziman im

Xunc bişkivîn ji xarê, Şîn bûne sed reh û kad Berê dara te zer bû, Teh’l nebî şîrîn ne zad

Şîrîntir ji hungivîn, Şîrê ji pêsîrê yad Lorandina serxwebûn, Şiyarkir neviyên Mad

Rêça serxwebûn me ser, Ji reng û dengê te dîn Sûda azadî me nas, Ji gotinên te’y şîrîn Bihar rewşa xwe wê bir, Ji ber renga rengê şîn Hemû bilbil mane lal, Ji pesnê te Cegerxwîn

Sed mexabin me dilya, Ji çep gerîna gerdûn Qet şa nebûn bi dozê, Di vê rê de gelek çûn Daxwaza dil bi hisret, Ne dîtin jîn ne hebûn Te can gorî welat kir, Ey Seydayê ceger xûn

Torevanê aştîxwaz, Bilûrvanê Markisî Te gel ji xew şiyar kir, Şîretkerê her kesî Dijminê koledar î, Tekoşînek bê tirsî Liberxwedana jînê, Rizgariya gel pirsî Ser û can digorînin, Digel berxwedana jîn Nemîne hişk netewî, Her ne bend û navbirîn Gelên bindest bira ne, Nal û êş ji yek birîn Himber dijminê mafxur, Dirêjin yek rê de xwîn

Em qata ciwêlek in, Em gundî û cotkar in Hevalên pêşverû ne, Li cîhanê hevbar in Li Silfadorê şoreş, Engola can diyar in Li Libnan û Felestîn, Girênada pêdar in

Ey pênûsa pir çalak, Te şoreşek li kar kir Peyayê zan Cegerxwîn, Ala wêje li dar kir Wekî Seydayê Barzan, Miletê xwe şiyar kir Xam û tifeng digel hev, Ji gel re her wan kar kir

Qet namirî Cegerxwîn, Xwedî şan û dadewer Tê jîn bibê li zarê, Keç û kur û bîrewer Berê darê hişk nabe, Tim şîne xwedî bawer Her pesindarê te bî, Ta ko hebî Dilawer.

BBBBBBBBÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRRAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAA

SSSSSSSSEEEEEEEEYYYYYYYYDDDDDDDDAAAAAAAAYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ

TTTTTTTTÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊJJJJJJJJ

Tîrêj bixwe tu tîrêj î Tu roniya gelawêj î

Tu lemser û sitêra ban Şeveq li ezmanê welat Te ronî kir li me ev rê

Xebat bi me çiqas xweş tê

Tu hozan û tu rêzanî Rêberî Tîrêjê welat

Seydayê min ristevan î Pesindarê Kurdistan î Şîretvanê helbestvana

Lehengê van kar û xebat

Wekî findê tu vêketî Şiyar kir kesên raketî Xwe disojî, ronî didî Îro li çar goşê welat Bi dengê xwe’y zîz

hawar kir Te pênûsa min şiyar kir Hêrs bi xurtî daye milan Ji te min nas rêça felat Em Kurd divên, rizgar

bibin Ne roj bi roj j’ hev par

bibin Bi yekîtî û dilsozî

Bi dilrastî bikin xebat Xebatkarên ji bo şûnkar Ji milet re nabin xembar Bûn narvîna gelê Kurd

Winda kirin, doz û welat Divê nezan wer nemînin Tim xwariyê rast nebînin Ji dozê wa pir dûr ketin Mizgîn li we “XELAT”(*)

va hat.

Ez çi bêjim ez bi qurban Sed bilbilê baxê Botan

Di pesnê te’d lal e ziman Ji rengê me ceger şewat Têne sotin wek mûme

ne

Zana l’ber ronya me ne

Ronakbîr û hozanî tu

Ji bo milet, ji bo welat.

(*) Xelat: Navê dîwana

seydayê Tîrêj ya pêşî ye.

TTTTTTTTAAAAAAAABBBBBBBBLLLLLLLLOOOOOOOO

XXiiyyaass HHiissêênn

[email protected]

( Kobanî - Sûriya )

Ger dabû ser dilê wan ku nikaribûn ji ber destê wê xwe xelasbikin.

Di rêyên dûz û xwar û çivçivî dadiketin gir û newalan ku dilên wan bi kurtî û lez berve jana movikan dida û distend.

Serma ji nişkave xwe berdida nav hestûyan nedihişt hestên êşê bigihêne astên hişyariyê.

Lorînên germahiyê wek pizotên hûr xwe ji bin bîr a bin-av-kirî bi jor ve lihevdixistin.

Sînorekî ji hestên zuha li hember xwezayên veşartî disekinî û nediliviya bo tu qelş ji wan re nebe rêgeh.

Şînî bûbû para hin serên bêçare, lê nedikir ku bigihêje devereke dûr di agahiyên hestdarên xwe … Erzan bûn, lê belê pir nediket dest wan. Wêrandikirin gava ku seriyên xwe li pêş wan derdixistin.

Lê di rengê pêlên temen-kin de, bi bêhûdeyî ewana bi xwe ditevizandin.

Lêmiştên bê-nig digihiştin nav deştên pembe, bi lerzeke kurt siha çirûskan vedimirî û berve axa dilhişk…kurp...diket!!.

Page 4: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

Çar

Di nava vê çîrokê de,

dema ez û dara tuyê bûn hogir

wê jî pelgên xwe weşandin,

kevokên me jî bûne firdanên xelkê,

seyê me Bozo jî

bû şivanê xerîbiyê!..

Pênc

Çi bikim?

Temenê min

di nava birînên min de

hêdî hêdî;

tebata xakê,

evîna xakê av dida

ta li çiyayên hezkirinê bû şitil!

Lê min nizanîbû çiya jî

bê bextin…

berfa penceşêr

canê min kêlî bi kêlî

diyarî

dilê xwe yê bê dilovan dikir

û milên min bi darbestên rojên keskesoran

dihate daxdan

û zimanê min di

nava zimanekî biyan de gora xwe dikola!

Şeş

Ji xwe çar dîwarên ji cendikan

deh sal ez di nava peyvên biyan de

kirim koçber

û di nava kolanên ahînên xwe de

kirim kesek winda!..

Heft

Çi bêjim kekê Selîm?

ez kesek winda me!

Di hembêza dayîka xwe de

jana pora sipî dikşînim!

EZ XERÎBIM, XERÎBIM..

li xwe digerim!..

44

KKKKKKKKOOOOOOOOMMMMMMMMBBBBBBBBEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDDAAAAAAAA KKKKKKKKAAAAAAAAWWWWWWWWAAAAAAAA YYYYYYYYAAAAAAAA

ÇÇÇÇÇÇÇÇAAAAAAAANNNNNNNNDDDDDDDDAAAAAAAA KKKKKKKKUUUUUUUURRRRRRRRDDDDDDDDÎÎÎÎÎÎÎÎ Kombenda Kawa di sala (1978) an de li Beyrûtê - paytexta Libnanê, li ser destên hin rewşenbîrên kurd û bi serokatiya mamoste Selah Bedridîn hatiye damezirandin. Ev kombend guhdide diyarkirina çand û dîrok a kurdan bi zimanê 'Erebî. Wisa di warê wergerandin û çapkirin a pirtûkên kurdî de dixebite, tevî belavkirina wan li hemû perçeyên kurdistanê ji bo xwendevanên 'Ereb bi hêvîya zêdekirina çaksazîyê û kûrkirina hevnasînê di navbera herdû milletan de. Di vî warî de, ta niha, berhemên wê nêzîkî sed pirtûkî bûye. Di destpêka wê de, Libnanî û Filestînî yên hezker li Libnanê alîkarîya vê pirojeya çandî kirin, bi taybetî mamoste Jorj Heddad - xwediyê saziya "Dar El-Kîtab". Piştî damezirandina kombendê li Libnanê, di salên heştêyan de, du beşên wê li Ewrupa hatin sazkirin, yek li Siwêd û yek li Almanya - li bajarê Bon. Di dawiya (1999) an de, li bajarê Hewlêr navendek nuh ji wê re hat avakirin. Li Ewropa, û bi taybetî li Almanya, kombend guhdide sazkirina konger û semînar ên çandî û zanyarî yên ku dostên 'Ereb û çalakvanên mafên mirovan derdixînin. Tevî vê jî, hewldide ku alîkariya koçberan di warê çareserkirina pirsgirêkên wan de bike, û serbuhêrên hunerî, çi konser çi pêşengeh, vedijîne. Li Hewlêrê di sala (2001) an de kombend bi biryara wezareta karê hindir ya hikûmeta herêma Kurdistanê li gor qanûna komelan ya sala (1993) jimar (18) hatiye birêxistin. Desteka damezirêner a kombendê ji şanzdeh endaman pêk hatiye, tevî serokê wê. Hêjayî gotinê ye ku yek kes bi tenê ji endaman jin e, ew jî Dr. Şukriye Resûl e. Ev kombend bi 16 bendên bi rêkûpêk xwe ji hindir de organize dike. Ev navend bi erkên çapkirin û belavkirina pirtûkan ve radibe, ew jî bi hevkariya navenda Beyrût û Bon (ya ku dûv re çûye Berlînê), tevî veçapkirin û belavkirina pirtûkên kelepûrî û dîrokî, û yên li ser Islama siyasî û têkilîyên Kurdî - 'Erebî jî. Di her sê navendên Kombenda Kawa ya Çanda Kurdî de, destekên birêvebir ku li gor qanûnên wan welatan hatine hilbijartin peyda bûne. Ew bi kar û çalakiyên kombendê ve radibin, û her destekek bi serok û endam e ku berpirsiyariyên xwe bi rengekî demokratî hevbeşî hev dikin. Wisa armanca kombendê ewe ku rûpelên spî di şaristanîya milletê Kurd de aşkere bike û bide nasîn û danustendinekê ji bo hev-têgihiştin û hevgirtinê bi milletên din re çêke, ew jî li gor rastiyên mêjûyî û serpêhatîyên îro û daxwaziyên paşerojê ye.

EEEEEEEEZZZZZZZZ XXXXXXXXEEEEEEEERRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎBBBBBBBBIIIIIIIIMMMMMMMM!!!!!!!!

DDeemmhhaatt DDêêrr iikkîî [email protected]

( Duhok - Kurdistan )

Bo mamosteyê min ê hêja Selîm Biçûk çend birînên dilê min ê ku

bi destê xerîbiya welatê min hatin birînkirin û ta vê kêliyê di nava jana wê de melevaniyê

dikim!

Yek

Bavê min di nava rûpelên çîrokên ne ji me

ku bapîrên min bi ayatên keskê dixwend de

por sipî kir! Du

Ji wê sipîtiyê di malzaroka bextreşiyê de

nasnameya min bi rondikên qolincên diya min

hat nivîsandin!

Dema di dergûşa êşên destê yadê de

dihatim hejandin peyvên wê" lorî kurê min lorî,

sêwiyo lorî, bê keso lorî, bextreşo lorî,

bê welato lorî", dengê giriyê min

bilindikir, perda yezdan kun dikir û di nava bê hêviyê de,

ji hemû gunehan dûr diketim xewa çarenûsê!

Page 5: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

55

DDAASSTTAANNAA ŞŞÊÊXX EEHHMMEEDDÊÊ

HHUUSSEEYYNNÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

û zîvê vebêjiyê bi ser xêzên rûreş de diherikî. Peykerên ji tem û morana xatirxwestinê, di bîbikên mest ên tavsorkê de bilind dikirin. Bajarê xwe yê ji tûyên şermende, pîrevokên ji bîhokan û darên xwe yên ji kirîstala diltengiyê, xwîna hirmî û hejîrên xwe, serpêhatiyên nîvçe û çîrokên şkestî yên bêzariya evîndarên xwe, wek rengên tûj û serberdayî yên xeftanê dayika xwe, radipêçandin, û di terkên zêrîn ên tawanbariya kewên temenê xwe de, vedişartin…. Li tenişt şevbuhêrkên dastanbêjan babelîskên qayîşkêşana xwe berhev dikirin, li ser tixûbên bê alî yên ferhenga westanê, amancên xwe bi dar vedikirin, li nik asîtana dilsoj a bêbextiyê li xwe mikur dihat û wêneyên xwe, yên gerikî, di ayîneyên tozê de dixwendin. Çavên mirinê, yên dûrbîn û ronak, bi jena dilan didîtin lê ji çerxê bawer nedikir. Destên goristanê, yên pîrozmend û narîn, bi guhan dibihîstin, lê rûyên sedreng ên giryanê nas nedikirin. Dilovaniya kêlan bi ser ebrûyên peyvê de dirijiya lê hestên xwe ji xwe nedikirin.

Aferîn ey aferîndeyê azara awazamêz! Aferîn ey ahoya hoyên asan ên serîhildana tûtinê! Aferîn sed aferîn Şêxê gulan aferîn!

Li cihekî ji van cihên asê yên keleha hişê xwe, li şûnşopa darbişkêvên nalînê û li pirtûkên dadmendiyê digeriya. Kuçeyên bizdayî yên stiranê û îsetgehên birîna xwe bi hesteyê dîroka tozê vêdixistin û li ser keviya tûj û giyankuj a darêjgeha evîna xwe, pêrgî gulistana rûyê tobedar ê Şêxê Sen´an dihat: - Ew dilê reben çima wisa di nav destê te de dilerize Şêxê gulan? - Daspartina "Sîpanê Xelatê" ye, ez dê mîna serpêhatiyeke kesk, bi rimbazên "Atînayê" re, ber bi dargerînka zimanê "Hîrodots" ve vehinêrim. Ez dê tembînameya kulîlkan ji boyî hejariya "Diyojînos" ragihînim. - Zimanê xwe ji lîlava dîrokê dawerivîne û keskesora xewna xwe di gizingê de hînî himbêzkirina jiyanê bike Şêxê gulan!

- Jiyan newêrek e kurê min, xwe nêzî rivîna gotinan û derbirîna gazinan û sermestiya welatan nake. Eger berê xwe nedim Ermenistanê, dê rasteqînî ji xewa giran a Stokholmê hişyar nebe, dê mîrê evînê, di xelwetgeha xwe de, li bin guhê gumanê nekeve û dê keziyên "Selma"yê bi çavlirêmanê nehûne. Dê serdema pêxwas û bazirgan û sextekaran li xwîna te mikur neyê!

Av, ba, agir û tîniya axê û hespên taristanê. Qirçîna parsûyên tarawgehê û sergomiya di bixûr û di xwelîrengiya esmanên tenhatiyê de.

Li vir, li kurtepista wêneyan guhdarî dikir û di bêt û nêta berbeyaniyê de diqurmiçî, diqermiçî. Destnivîsên mişextan û reşbelekên evînbazan ji giraniya sîbera demê dadiweşandin û bîna binçengê jinan ji pişkên êvara xwe re dinasand.

Zemawendên dapîra te diherifin û mizgeftên hebûna te nayên zeft kirin.

Serê dastanê bi gulava gulan dişûşt û berzûrî gulvedana kenê dayika xwe dibû. Çûkên kêfê ji sînga wî difiriyan û mewîjên Xalê wî li pey heyva sînoran digiriyan. Guliyên gawirane yên sirûdê bi hineya seferê dinimandin û ber bi dastanbêjan ve sernişîv dibû:

- Tizbiya te ji karbanên bendemanê ye? - Nexêr, ez ne karban im, keskahiya sistegavên zimanê te û govendgerê agirvedana giyanê te me! - Lê "Ermenistan" di kela kîla dilê min de gazî karbanên helbesta te dike. - Ez avbest im, spîndara gewriya "Biyazîd" im û nimêjgeha dengvedana "Nîşanî" û zingîna bendên wiryayî yên bazbenda "Nalî"yê bengîn im!

Gulgenimên temenê wî zer dibûn û li ber tava regezperest a dastanê diseridîn. Çavên wî ji rûyê wî diketin û tevna zimanê wî rakêşana kêferatê haş dikir.

Li vir, dimirim! Li vir, wek ko cara pêşîn dê mirin ji dayik bibe, dimirim. Li vir, dilê xwe pêşkêşî mijê û kulên xwe radestî bûkên xemsar ên deryayê dikim. Her li vir, di darbesta dilê xwe de, pendên "Odîsyos"ê sergerdan werdigirim û li ser eniya "Trawda"yê dîlana agirperestan li dar dixim û berî ko bibim keleka demê, dimirim.

Berê şewata xwe dida kontara çiyayên ji serhişkiya kewan û ji poşmaniya keştiyên pêxemberên gîha û çirayên şîn. Bi hevîrê tirsê dilîst û bi qulingan re dipeyivî. Çel û sê salên kovandar, bi herikîna zivir a demê, dixurandin, û riha xwe ji ber devê riya bagerê dida alî. Zaroktiya çiyan di çermê wî de fêrî çarpiyan dibû û şkeftên kûvî ber bi gurmîna viyana wî ve dihatin. Stiriyên hawarê di xewna wî de dadiçikiyan û nasnameya xwe ya hovane dida ber zixtên nermebaranê:

- Tu ji bo çi rûperiyên êş û "Zîn"ên giryanê hildibijêrî Şêxê gulan? Dipirsî û xwe dispart zimanê gulwaza gerdeniya "Cûdî"yê dilovan.

- Li vir roavahî şehîda dîrokê ye û di lajewerdiya tîr û ter a sawê de, hişmendiya peyvê radipere. Min nedixwest baskên rojê di xwîna min de hîmên evînê damezirînin, lê sirûda dengê min û xoşxwanên pêlên bêdengiya min û salên pîremêriya demsalan, di rehên vî çiyayî de dihêwirin û geş dibin!

- Û berbiskên dastana te yên ji erxwana cengê, yên ji pêdarî û bîntengiyê, yên ji cegerdarî û halanê, Şêxê gulan? - Tu tişt ji peyvê erzantir nîn e. Ji xwe bipirse, ji xwlîdanka temenê xwe û ji dengvedana bêcir a şehîdên doza şahberûyan. Ji nivîskarên "ji nişkê ve!!" yên "Stokholm"a paytext bipirse.

Di pirtûka veçiryayî de li taxa jorîn a hişê xwe digeriya. Li bîra gund û li werîsê jiyanê û li çirika çîrokên qedexe. Li kadîna razên xwe û li pîrozbahiya maça xwe ya pêşîn. Kunciyên bejî ji ser pîtanokên nîveroja Botanê dimalandin û şarezayiya çêjwergirtinê di memikên "Amed"a nexweş de nas dikir. Li pey rewrewkê ber bi efsaneya rewrewkê ve diçû. Rondikên hetavê li çolistanê direşandin û "Toros"ê hêmin di wêrekiya maçê de ber bi xwêdana xwe ve radikişand. Bi tena serê xwe û bi stêrkên dilê xwe dihat û li ber desthilatiya bîranînên xwe radiwestiya.. Rûyekî ji kevir, navekî ji kevir, warekî ji kevir, baraneke ji kevir û Amûdeke ji kevir.

Dipeyivî û nedipeyivî. Dima û nedima. Dimir û nedimir.

... Dûmahîk Rûpel: 6

Page 6: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

66

Çel û sê salên xwe bi hişê min ve baş bidrû û esmanê axîna xwe di bêdengiya xatirxwestinê de bilorîne. Sergêjahiya xwe hînî gezoyê bike û şîrikê zimanê xwe bi bilindgoyan biparzinîne. Arezû min diêşînin û nefelên li xwemikurhatinê di xewna min de heftber dibin: ”Kovanên mihirdaran Bê hed û bê ijmar in Tîr tên ji hesaran Sed car û sed hezaran Xedengên di nûbaran Nihên li dil dibarin”

ŞŞŞŞŞŞŞŞÊÊÊÊÊÊÊÊXXXXXXXX EEEEEEEEHHHHHHHHMMMMMMMMEEEEEEEEDDDDDDDDÊÊÊÊÊÊÊÊ HHHHHHHHUUUUUUUUSSSSSSSSEEEEEEEEYYYYYYYYNNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ:::::::: Li bin siya darê, dara hinarê, diya xwe tûre dikir û çirûskên kurdistanê bi ser metirsiya wê de dipijiqandin. Diya ku bi teşiya xwe goreyên qederê dirist û bi dilbijîn li ponijandina bavê wî dinêrî. Hêveron vedixwar û cihê xwe di goristanê de agadar dikir. Bilaçemkên surdariya wê li bin guhê kovana jiyanê diketin û bindeqên bişirîna wê dişikandin. Çavên wê dixwestin tiştekî û rondikên sincirî dixwestin tiştekî dîtir bibêjin: Tîrêja awira dilber Wek rima destê rimbaz e Bi naz û sema û leşker tête xwînê şubhê baz e Min digotê ey gulîzer Dil mirina xwe dixwaze

ŞŞŞŞŞŞŞŞÊÊÊÊÊÊÊÊXXXXXXXXÊÊÊÊÊÊÊÊ SSSSSSSSEEEEEEEENNNNNNNN´́́́́́́́AAAAAAAANNNNNNNN:::::::: Rêçên Erministanê di sêdarên bêrîkirinê de dest bi xwekuştinê dikin. Ez dê di navbera mirin û jiyanê de darên xwe av bidim û lêvên qerisî yên yara xwe bi şînahiyê bixemilînim. Ez dê gurîna sirûdê radestî guliyên dadayî yên sersomiya te bikim û ez dê razên evîn û dînbûna xwe li ser keviyên awirvedana "Mezopotamya"yê raxînim. Di wê kêlîka beravêtî de, dê firişteyên dîrokê xwe ragihînin axînkêşana te û dê giyanê te li ser devê kêrê bireqise.

ŞŞŞŞŞŞŞŞÊÊÊÊÊÊÊÊXXXXXXXX EEEEEEEEHHHHHHHHMMMMMMMMEEEEEEEEDDDDDDDDÊÊÊÊÊÊÊÊ HHHHHHHHUUUUUUUUSSSSSSSSEEEEEEEEYYYYYYYYNNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ:::::::: Ez dê co û bercoyên temenê xwe di xweliyê de raperînim û pêlên ji kefa demê di zimanê xwe de perwerde bikim. Ez dê sûlavên hedana xwe, di pêçeka xweristê de rût bikim û kendavên laşê wê ber bi berçavka tenhatiyê ve rakişînim. Hingûr bi hingûr,

DDAASSTTAANNAA ŞŞÊÊXX EEHHMMEEDDÊÊ

HHUUSSEEYYNNÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk:: Dipa û nedipa. Didît û nedidî. Dibû û nedibû. Dibû dû, dibû ardû, dibû berbû û hechecîka seferê jî dida dû.

Çel û sê salên wî bi çargavkî dihatin û di gerdeniya "Çarçira"yê de wenda dibûn. Bişaftina "Qazî Mihemed"ê ji rîhana matmayî, matmayîna wî dorpêç dikir. Ji destê bîrtûjiya xwe direviya, xwe davêt deryaçeya himbêza dayika xwe û li rêzên rêzdar ên cendekên ronahiyê dizîvirî. "Keyqobad"ê vewestanê toza "Nînewa"yê bi xwe re dianî û xweşmêrên "Soparto"yê govenda dawî li ser zikê "Çaldîran"ê li dar dixistin. Pinpinîkên keftelefta "Berzanî"yê ji aramê diwestiyan û li giriyê zersoninên "Pîran"ê dipirsîn.

Bes e! Reşgirêdana te payedariya gerdûnê reş dike. Bes e! Tovê gumana te nalîna pirsê geş dike! Bes!. Zeviyê bîra te ewrê bîrê dabeş dike.

Cih cihê min e, ji balendeyan re digot. Dudiliya min gergerînek e, lê goşiyên peyvê û rûpelên qonaxê ji dayik dibin, ji salên xwe re digot. - Çiyan, bi alên xwe yên spî daketiye û tu jî bi giyanên mirî û bi şengebiyên talanê, dadikevî? - Ez xwîna nûrijyayî ya neviyên xwe bi xwînê dipesinînim. - Xwîna xwe ji nimêja eşqê biparêze? - Ez li vir im da ko jiyanê bikujim. - Lê çima tu di nihalên gizingê de nehwirînê bi kar tînî? - Piştevanê rezên qîrîna xwe me. - Û Şêxê çarenûsa dilberan? - Li wir, li pey sîberên hovane yên demê, li pêjna bareşa giranbuha digere. ŞŞŞŞŞŞŞŞÊÊÊÊÊÊÊÊXXXXXXXXÊÊÊÊÊÊÊÊ SSSSSSSSEEEEEEEENNNNNNNN´́́́́́́́AAAAAAAANNNNNNNN::::::::

Were xwe nêzî teqîna dilê min bike, neynûkên şeva xwe ya aziryayî di mista min de bihêle û asoyên vedîtina xwe di esmanê nostaljiya min de berfirehtir bike.

nîr bi nîr, çîmen bi çîmen, perjan bi perjan, sawîr bi sawîr, rojgar bi rojgar, ez dê şekirên zimanê te bixwînim û hespê xwe bi zîn û rikêb û lixêvên şevnemê rapêçim û ber bi dilbijiya mûmdanka te ve bigindirim.

II.II.II.II.

Wê êvara ji beybûna lêvên axê, sirûda şaneyên wî zuha dibû, "Asxîlos" rêçên bêhûdeyiyê kedî dikirin û goştê keroşka qederê dibiraşt. Esman diderizî, barana zaroktiyê diliviya, xwelî dibariya û dengê dastanbêjan dihate birîn. Şînîgirî di dergûşa xwe de diqîriya û dayika wî lîlandinên bayê bertavê ji bîr dikirin. Goristaneke bênav bo xwe ava dikir û bi kefenê birayê xwe digirt da ko evînê bi xwe re nebe. Li îkoneya dîwêr temaşe dikir û serê xwe li ser kevirên gorê datanî. Mirî dihatin. Birayê wî dihat. Diya wî dihat. Hevalên wî dihatin. Xunav dihat û tizbiya bavê wî dihat, lê “Şêxê gulan” nedihat! “Asxîlos” nedihat! “Kafafîs” nedihat û “Îsakayê” bêriya pêjna xweliyê dikir, li helbestan dipirsî. Li paytextan, wek ko cara dawîn be, temaşe kir. Dilê wî bi tinaziya wêneyên nivîskarên Stokholmê şewitî. Li wêneyên rasteqîne yên serdema Şêxê gulan geriya û got: Dibistan dibin"Qereqol!!" Şêxê gulan! Yadîgarî dibin çol Şêxê gulan! Mirov dibin sol Şêxê gulan! Pênûs dibin dahol Şêxê gulan! Evîna te jî dibe tol Şêxê gulan! Di heman êvarê de, gezgezoka temenê xwe û di heman mirinê de, cegerdariya evîbazan bo nîgarkirina nexşeya çiyayên şîniyê hest kirin, çel û sê goristanên westyayî ji sînga xwe berdan û bi hêminî pêçeka xwe pêça û lorîna xwe lorand û pênûsa xwe şkand û di nav porê hevrêşimîn ê "Birca Belek" de pêrgî dastana xwe ya rizyayî bû. Stokholm - 2000. 07. 22

Page 7: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

77

Li Beyrûda Lûbnanê ya Xweşika

Deryayan...

SSSSSSSSEEEEEEEERRRRRRRRPPPPPPPPÊÊÊÊÊÊÊÊHHHHHHHHAAAAAAAATTTTTTTTIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA

EEEEEEEEMMMMMMMMÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNEEEEEEEEYYYYYYYYAAAAAAAA XXXXXXXXEEEEEEEELLLLLLLLOOOOOOOOYYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊ

RRRRRRRREEEEEEEEMMMMMMMMÊÊÊÊÊÊÊÊ KKKKKKKKOOOOOOOOBBBBBBBBAAAAAAAANNNNNNNNÎÎÎÎÎÎÎÎ

SSaall iihh KK eevvii rr bbii rr îî [email protected]

( Stenbol - Turkiya )

“Navê min Emîne ye. Ez Emîneya Xeloyê Remê Hîr im. Navê diya min Besê bû. Besêya Şexoyê Nebî. Malbata diya min Besê ji hêla Rihayê bû. Dê û bavê dayîka min li wir binax bûne.”

Gava ku dozê lê dikim ku hinek behsa xwe ji min re bike, bi van peyv û gotinên xas bersiva min dide. Ez ji Stenbolê, ew ji gundekî Kobanê hatibû Beyrûda Libnanê û em li mala kurê wê yî helbestvan li hev qesidîbûn. Bêyî ku haya me ji hev hebe, di zivistaneke “şîregermî” ya Beyrûdê de ez bûm kurê wê, ew ji min re bû dapîreke ji serpêhatî û çîrokên “zemanên berê” derketî...

Di destpêka sohbeta me de, pê hesiyam ku bûye hêlîna êş û keseran. Ji roja ku çavên xwe ji ronahiya dinyayê re vekirine heta niha derd û kul bûne para wê. Dixwazim ew bixwe behsa vê yekê bike, dike jî:

BBaavvêê mmiinn mmiirr,, ddiiyyaa mmiinn ddaann mmêêrr,, eezz ssêêwwîî mmaamm!!....

“Ez ji Gundê Şêranê me, Şêrana Kobanê... Di mala ku lê hatime dinyayê, heta niha dijîm. Rehma Xwedê lê û li miriyên haziran, du salî bûm gava bavê min serê xwe danî û mir. Diya min qîz bû, bavê min pê re-

-zewicî. Ji ber ku jina bavê min miribû, diya min qîz bû gava ku wî ew xwestibû. Ji diya min û bavê min re 3 zarok çêbûn. Kurek û keçek. Keç û kur hê zarok bûn, bi sorikan ketin û rehma Xwedê kirin.

Piştî mirina her du zarokan, bavê min jî mir! Ez û diya xwe man. Ji ber ku malbavê diya min, hatin diya min birin û dan mêr, ez bi tenê mam. Êdî sêwî mabûm û mala apê min ez xwedî kirim...”

Di 15-16 saliya wê de, dayîka Emîneyê didin mêr. Wê bi kurapê wê re dizewicînin. Diyar dike ku kurapê wê 15-20 salan jê mezintir bû. Ev 8-9 sal in ku mêrê wê çûye ber rehma Xwedê. Dibêje sedema mirina rehmetî, xitimandina damarên dilê wî bixwe bûye. Gava ku “xatir” jê xwestiye, 72-73 salî bûye.

7700 ssaall ,, 99 zzaarrookk,, 3377 nneevvîî......

Doza berdewamiya axaftinê lê dikim. Bi rûkenî û bişirîneke zirav, tevî henûniyeke nefsbiçûk ew dibêje, ez guhdariya wê dikim:

“Ez bixwe nêzî 70 salî me. 9 zarokên min çêbûn. Kurê min ê dawî 7 mehî bû rehma Xwedê kir. 5 kur û 3 qîz man. Kurê min ê mezin Brahîm Xelîl, li ser 50 salî re ye û li Kobanê dijî, zarokê min ê biçûk jî Ehmed e, 30 salî ye û li Gundê Şêranê li cem min e. Kurekî min heye, mezin e, lal e, navê wî Smaîl e, ew nezewicî û wisa ma. Em malbateke nexwendî bûn. Mêrê min nimêjan dikir, lê tu caran ji zarokên xwe re nedigot; ‘nimêjan bikin.’ Tew bi ser de jî digot; ‘Piraniya şêx û meleyan derewan dikin!’ Mêvan dihatin mala me, keç û qîzên me, her li nava malê bûn, xwe venedişartin. Lê malbatên din ne wiha bûn. Keçên wan, qîzên wan nedihatin civatê. Çavên zilaman bi keç, bûk û qîzên wan nediketin. Lê dîsa jî, rojek ji rojên Xwedê navê keç û kurên min bi kesî re derneketin...”

Vê gavê 37 neviyên wê hene. “Înşelah” dibêje û berdewam dike; “Hêviya min ew e bibin 50 jî! Neviyekî wê bi navê Yawer îsal zewicî ye, hê zarokên wî tunene.

Gelo navbera dayîka Emîneyê û apê rehmetî çawa bûye? Bi çi terhî û çawa behsa wî dike? Ne li benda pirseke wiha ye. Bi şaşwazî û nîvkeser li xwe mikûr tê û dibêje: “Ez pir gunehkar im kurê min! Mêrê min pir ji min hez kir, lê heta mir jî min jê hez nekir!.. Lê mêrekî baş bû ha... Rehma Xwedê lê be!..”

“Qîzeke apê min hebû, em bi hev re di malekê de mezin bûn. Hatin xwestin û çûn ku cihêzên wê çêkin. Gava ku xwezgînî rabûn çûn, kesên me kirin tilîlî û zilxit. Milet pirsî; ‘çima hûn dikin tilîlî?’ Ne adet e ku mala keçika xwestî bike tilîlî. Ew karê mala zavê ye. Gotin; ‘Em ne ku tenê keça xwe didine mêr, her wiha em kurê xwe jî dizewicînin.’ Haylo; wê gavê min fêhm kir ku ez jî dibim bûk...”

Ji ber ku wê wekî bûk bihata eynî malê, divê Dayîka Emîneyê wê şevê ji mal derketa. Lewre jî malbata wê, bi şev wê dibin maleke cînaran. Destên wê hene dikin. Wê şevê li wir radizê. Dotira rojê di nava xirecir û dengê dawetê de, wê tînin mala ku her roj lê ye.

RRoojjeekk hhaatt ,, bbêêyyîî kkuu hheezz bbiikkiimm zzeewwiiccîîmm......

Gelo tu caran hez kir? Evîn bû para wê? Ew jî yek ji hevalên hogirên xwe bû an, ji wan şikestîtir û melûltir bû? Peyvên bersiva wê bi qasî têrkeser in, hewçend jî feylesofî ne: “Qîzên bi dê û bav mezin bûne, xwediyên gotinên nixamtî û veşartî ne. Xelk, dê û bav, cînar dikarin raz û taybetmendiyên wan veşêrin. Lê qîzên sêwî, qîzên bê dê û bav ne wiha ne. Ez jî wiha bûm, yek ji wan kesên sêwî bûm. Qîzên bê dê û bav ditirsin, ne di destên xwe de ne, darên şikestî ne. Tevahiya çavan li ser wan in. Ne serbest û azad in. Lewre min nedikarî hez bikim kurê min. Hezkirin li ku, ez li ku? Lewre jî rojek hat, bêyî ku hez bikim zewicîm...”

Merivên Dayîka Emîneyê li serxetê ango li hêla Rihayê û Deşta Sirûcê hene. Lê li gorî bilêvkirina wê, ew qet derbasî hêla din nebûye. Gava ku em behsa vê meseleyê dikin, serpêhatiyeke karesatî û malkambax derdikeve holê. - ... Dûmahîk Rûpel: 8

Page 8: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

88

SSEERRPPÊÊHHAATTIIYYAA EEMMÎÎNNEEYYAA XXEELLOOYYÊÊ RREEMMÊÊ KKOOBBAANNÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

HHHHHHHHUUUUUUUUNNNNNNNNEEEEEEEERRRRRRRRMMMMMMMMEEEEEEEENNNNNNNNDDDDDDDD

''''''''EEEEEEEEDDDDDDDDNNNNNNNNAAAAAAAANNNNNNNN

DDDDDDDDIIIIIIIILLLLLLLLBBBBBBBBIIIIIIIIRRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN

((((((((11111111999999995555555566666666 -------- 11111111999999999999999999999999))))))))

Hunermendê kurd 'Ednan Dilbirîn (1956 – 1999) ji gundê Dêrsiwan - herêma 'Efrîn ê - Sûriyê ye, yek ji hunermend û stranbêjên herî navdar li herêma Efrînê ye. Bi dengekî germ û resen û gewriyek ciyawaz hunera xwe di şahî û konserên 'Efrîn û Helebê de pêşkêşî hezkerên xwe dikir. Heşt album di jiyana xwe de derxistibûn û ji stranên wî yên navdar strana "Zeynebê" û " 'Eyşa Îbê" û "Sewda sewda" berbiçavin. Navê wî 'Ednan Mûsa bû. Pir gotinên stranên xwe bixwe datanîn. Dayik û bavê wî di karê çandiniyê de dixebitîn. Di sala (1980) î de li bajarê Heleb ê bi cih bûbû. Di şahiyên feqîran de bê pere distira. Bi sedan konser li Heleb û Efrînê çêkirine. Di (1999) an de çûye Almanya û mehekê li wir konser çêkirine. Di (4/11/1999) an de li ser riya Heleb ê û Kefercennê, di qezayek trafîkê de jiyana xwe bidawî bû û ji nav cemawerê xwe barkir.

-Kerem bikin, em guh bidin wê:

“Bavê min cara ewil jineke bî li serxetê, ji hêla Rihayê ji xwe re tîne. Kurekî biçûk ê jinikê jî heye. Jinik bi şertê ku kurê wê jî pê re be, bi bavê min re dizewice. Bavê min jinika bi navê Rihanê tevî kurê wê tîne Kobanê gundê Şêranê. Kurik mezin dike, dizewicîne. Malekê jê re çêdike û kur jê vediqete. Ji bavê min û Rihanê re kur û qîzek çêdibin. Paşê Rihanê ango jina bavê min rehma Xwedê dike. Bavê min, tevî kur û qîzeke xwe dimîne. Kurê bavê min, wê demê tevî hevalên xwe di navbera serxet û binxetê de qaçaxiya sînoran dike. Di rojeke wiha de, gava derbasî serxetê ango aliyê Tirkiyê dibin, di şikefta ku lê qesidîne de, kurik di hembêza hevalê xwe de dimire. Li wir, li aliyê Rihayê vedişêrin. Kesek cendekî wî jî nabîne. Hasilî kelam, bav tevî qîzekê dimîne. Qîza xwe berdêlî dike û diya min ji xwe re tîne. Te fêhm kir ne? Qîza xwe bi diya min re diguhere...”

TTuu jj îî kkuurrêê mmiinn îî,, hheettaa vvîî tteemmeennîî mmiinn xxwweeşşîî nneeddîîtt ......

“Kurê min!” dibêje û lê zêde dike: “Gelek kes hene dibêjin; ‘Min hebûn jî, tunebûn jî dît” lê min rojek be jî hebûn nedît. Ji bo di mala apê xwe de bihêwirim, min wekî peyayan ango wekî mêran kolanê dikir, çapê dikir, min pembo berhev dikir. Wele lawo, tu jî kurê min î, heta vî temenî min xweşî nedît...”

Ew ji terkeseriya kurên xwe hinek bi gilî û gazinc e: “Ew terkeser bûn. Du kurê min li Beyrûdê ne. Kurek û qîzeka min li Kobanê ne. Kurek û qîzeka min li cem min, li gundê Şêranê ne. Qîzeka min jî li gundê Qiçikê yê Kobanê ye. Heta ji min tê serdana wan dikim, ew jî serdana min dikin. Kurê min Salih* li Beyrûdê ye, lê ew ji ber sedemên siyasî nikare serdana min bike. Ez 5-6 salan carekê têm kurê xwe dibînim. Va vê carê tu ji Stenbolê, ez ji Şêrana Kobanê hatim û me li mala kurê min hev dît...”

Di dawiya sohbet û civata me de bala xwe didimê ku Dayîka Emîneyê, bi awayeke ku ji min vedize, hêsiran dibarîne, dixwazim sedema vê yekê bibêje. Pêşî kesereke kûr dikişîne, berê xwe dide kurê xwe yê penaberê Beyrûdê Salih û dibêje: “Ma çi bikim? Bi rojan li mala xwe ya li gund dipirsim: ‘Salih, ka bibêje kurê min, te ne qîz revand, te ne talanê xelkê bir, te ne mêr kuşt, çi bû sedem ku tu bûyî xerîbê Deşta Sirûc û Kobanê?..’”

Belê carinan hene ku gotin nema pere dikin...

Ev car jî ji wan deman bû, li Beyrûda Lûbnanê ya xweşika deryayan...

( Beyrûd )

* Salih Demîcer, nivîskar û çîroknivîsekî kurd, bêhtirî 14 sal in ku jiyana xwe li Beyrûdê didomîne...

ŞŞŞŞŞŞŞŞÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRR ÛÛÛÛÛÛÛÛ HHHHHHHHIIIIIIIINNNNNNNNGGGGGGGGIIIIIIIIVVVVVVVV!!!!!!!!

FFeeqqîîrr EEhhmmeedd [email protected]

( Almanya )

Gulek jorda hate xar,

Li pêşa min dibû dar,

Bûhna gulê hate min,

Ez kirime dîn û har!

* * * *

Gulê, gulê gula min,

Evîna nav dilê min,

Reh berada her derê,

Tu bûyî jîyana min!

* * * *

Xorto lo hevalê min,

Tu ketî nav dilê min,

Were tu min bixwaze,

Ji dayîk û bavê min!

* * * *

Keçê rindê doza min,

Xwastek û tu mafê min,

Dayîk û bav bê qelen,

Nadin dibên keça min!

* * * *

Feqîr ez yara teme,

Bihişt û warê teme,

Şîr û hingiv ji beran,

Çîya û mêrgê teme!

( 14.09.2010 )

Page 9: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

Di sal 1521 de, dema ferman li dij Martin Luther (bavê Kilîseya Evangelîstan) derdikeve, mîrê herêmê Friedrich der Weise wî dide revandin û li kelaya Wartburg dide veşartin. Bi vê kiryara xwe ew karê Luther yê li dij desthilatdariya navend ji Vatîkanê û gendeliya di nav karbidestiya xirîstanî û kilîseyan de eware dike, lê di heman demê de bi mebest Luther ji girtinê, yan tew kujtinê, diparêze. Jiyana Luther ku bi xwe yek ji keşeyên şûnbilind bû di tehlûkeyê de ye û serdariya desthelatdariya xirîstanî ew ji olê avêtiye… Luther xwe bi zanibûna mîr li kelaya Wartburg vedişêre û li wir bi navê Junker Jörg berberiyê dike. Lê ew di odeya xwe de li paş deriyê girtî karekî dîrokî dike, ew di nav 11 hefteyan de incîlê ji yewnaniya kevn werdigerîne almanî (Li dû lêneherîna hevaline wî, incîla bi zimanê almanî di sal 1522 de dihêt çapkirin). Bi encama vî karê Martin Luther e ku incîla ta nuha tenê ji aliyê keşeyan ve bi latînî dihat xwendin dikeve dest xelkê û her Almanê xwende dikare wê êdî bi xwe bixwêne. Vê yekê ne ku tenê şoreşeke olî bi rê xist, û bi encamê ola xiristiyanî bû du beşan, lê her weha bû hacetê yekkirina zaravayên almanî di nav almaniyeke standard de ku îroj wek Hochdeutsch (Almaniya Bilind) dihêt binavkirin.

Em serîkî li odeya biçûk ya ku wek “Odeya Luther” hatiye binavkirin dixin. Odeyeke teng e, bêyî pencere ye û tê de maseyeke biçûk û şûneke ji bo razanê heye. Bêguman Luther şevên di nav sermayê de li vir derbas kirine û di bin ronahiya mûmê de încîl wergerandiye zimanê welatê xwe. Bêyî hemdê xwe mirov derfetên îroj di dest nivîskarên almanî de û teknolojiya nûjen ya kompiyûteran bi bîr dihîne û dide hember rewşa demên par, demên ku tê de dêwên edebiyat û Çanda almanî berhemên nemir afirandine û ji nifşên li dû xwe re hîştine. Di heman demê de rêza mirovî ji afirmendên mezin yên wek Martin Luther re kûrtir dibe.

Îroj Kelaya Wartburg di bin îdarekirina Weqfa Wartburg de ye. Di sal 1999 de ew di lîsteya rêxistina navneteweyî UNESCO de wek kevneavahiyeke cîhanî hatibû qeydkirin.

...... (( BBeerrddeewwaamm DDiikkee )) ......

99

RROOJJHHIILLAATTÊÊ AALLMMAANNYYAAYYÊÊ ÛÛ ÇÇAANNDD

(( BBeeşşêê 11 )) ...... DDûûmmaahhîîkk::

-deman kesekî dê di xewnan de jî çaverê nekiraba ku Yeketiya Sovyêtî û DDR’a ku yek ji satelîtên dewletî yên wê bû ber dawîhatina sedsala 20emîn ji holê rabin. Dema mirov ji Berlîna Rojava, yan ji Almanyaya Rojava, digihîşt sînorê DDR, mirov xwe ji nişkan ve di nav tirs û samê de hest dikir. Leşger û mamûrên leşgerî yên vî beşê almanî wek robotan bûn, nedizanibûn bikenin, rûyên wan tirş û tehl bûn û ji devên wan tenê peyvên fermî û ceddî dihatin der. Dema mirov bi trênê ji Berlîna Rojava digihîşt rawesteke Friedrich Straße mirov ji nişkan ve diket nav rewş û sîstêmeke bi tevahî ji yên aliyê rojava cuda. Her tişt dihat guhertin, ji leşger û mamûran bigir ta reng û şêweyên trênan û dîwaran.

Çiqa tiştekî weqa balkêş, ku wê demê sûd bigîhanda ciwanekî biyanî yê wek min li Berlîna Rojhilat nebû, çiqa firoşgehên wê hema-hema vala, taxên wê hema-hema reş-spî bûna jî, û çiqa mamûr û leşgerên wê rûtirş bûna, min jî wek gellek xwendekarên kurd DDR wek welatekî dost dihesiband û ji Almanyaya Rojava bêhtir piştgiriya dewleta komonîst dikir. Ji lewre, bi encama vê yekê û egerên din, nuha baş dizanim mêjîşuştin çi ye. Mêjiyê me ji aliyê propagandaya rêxistinên kurdî û ya hukûmetên welatine rojhilatnavînî ve hatibû şuştin, û heta dema me welatekî wek DDR bi xwe jî dît û da hember welatine rojavayî, me hîn jî DDR wek dost û yên din wek nedost dihesbandin.

Tiştê baş li DDR ji bo ciwanên biyanî yên kêmpere ew bû ku xwarin û vexwarin li wir arzan bûn. DDR bi xwe markekî xwe bi markekî Almanyaya Rojava dihesiband û divabû her kesê sînor derbas bikira çend markên rojavayî bi yên rojhilatî re biguherandana, yek bi yekî. Lê li aliyê rojava markên DDR gellekî arzan bûn û ger mirov tew li rojhilat bi qaçaxî pere bidana guhertin hîn bêhtir qezenc dikir. Bi encamê dema xwendekarekî biyanî 50 markên Almanyaya Rojava li aliyê rojava diguhertin markên DDR, yan bi qaçaxî li aliyê rojhilat difirotin hemwelatiyên DDR yên ku birçiyên pereyên rojavayî bûn, beriya wî tiji pere dibûn û wî bi wan ji xwe re têr, digeriya, dixwar û vedixwar.

Ber bi dawiya sal 1989, bi encama sistbûna Yeketiya Sovyêtî, dawiya DDR hat û di sal 1990 de yekem hilbijartinên demokratî li wir cîh girtin. Ji wê salê û vir ve herdu beşên Almanyayê, DDR û BRD, dîsa yek welat in.

(BDR: Bundesrpuplik Deutschland = Komara Almanya ya Federal).

Çend salan li dû yekbûna herdu beşên Almanyayê ji dest hat biçim serilêdana beşê rojhilat. Şoseyên wek “Autobahn” dihên binavkirin rêwîtiyê hêsan dikin. Bingeha van şoseyên fireh û kalîtebilind di dema Hitler de hatibû danîn û gellek ji wan wê demê hatibûn çêkirin. Di dema DDR de beşine ji Autobahn ketibûn rewşeke aloz. Ez di çav xwe re dikim ku rê nuha ji berê baştir in û hîn jî li hinek aliyan dihên firehtir û tamîr kirine.

Bi rê ve dostê almanî gellek xaniyên bilind raber me dike, ku nuha vala ne. Bi hezaran apartmanên vala di van xaniyên pirrqatîn de îroj bêyî daniştvan in! “DDR dixwazt hevwelatiyan ji navendên kevn derîne û di van şûnên nû de, di apartmanan de, bi cîh bike, lê îroj nema kesek dixwaze di wan de bimîne,” dibêje. Li gor wî, DDR dixwazt bi vê yekê hevwelatiyan ji çand û şopên kevn bi dûr xîne û wan li gor sîstêma komonîst “ ji nû ve biafirîne.” Mirov hest dike ku pirraniya Almanan, û ber wan hukûmeta almanî, dixwazin hemî şanên DDR li dû xwe hîştine ji holê, û ji bîra xwe, rakin. Heta bi karxane û dezgeh û avahiyên li dû DDR manî be bi pirranî vala ne yan hatine û dihên hilweşandine. Gellek kes qerf û henekên xwe bi her tiştê DDR dikin, ji otomobîlên wan bigir ta xaniyên wan. Ew bi pirranî wekî ku hema ji bo xweîdarekirina demî be hatibûne çêkirin, li gor gellek Almanan.

Li rojhilatê Almanyayê zeviyên çandiniyê (zîraetê) fireh in û pirr in. Di vê meha biharê de rengê kesk û zer dîmeneke xwristiye bedew raber dikin. Ber em bigihên bajarê Erfurt em bi ser kelaya Wartburg dikevin. Ligor agahiyên bi dest me dikevin kela di sal 1067 de, dema ku van herêman beşekî ji “Empiratoriya Romanî ya Pîroz” bûne ji aliyê Mîrê almanî Ludwig der Springer ve hatibûye lêkirin. Li dû çêkirina wê û bi derbasbûna demê re xwediyên wê hatine guhertine û hinekan li ser zêde kirine.

Page 10: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1100

-mino, birayê mino... Lê ez nikarim. A niha destên min bi te bibin ez ê winda bibim. Ji ber ku ez mirî me û te ez kuştime... Axxx... Kekê mino, min çiqasî ji te hez dikir. Ma nayê bîra te gava em li ser daweta te dipeyivîn? Te ji min re digot, divê tu serê govendê bikişînî. Ma tê bîra te kekê mino? Tê bîra te bê ji daweta te re çiqasî hindik mabû? Piştî te ez kuştibûm bi salekê dergîstiya te jî xwe avêtibû ber tirênê û xwe kuştibû. Tam hûn ê wê rojê bizewiciyana û min ê wê rojê serê govenda birakê xwe, tayê bi tenê bikişanda. Tam wê rojê dergîstiya te bûbû mêvana min. Wê ji min re behsa rewşa te kiribû û wê gotibû piştî ku te ez kuştibûm, tu hatibûyî girtin. Wê jî îdare nekiribû. Ji derdê evîna te xwe avêtibû ber tirênê û miribû. Zûdeye haya min ji wê tuneye. Ji wê şeva ku em bi hev re li girtîgehê hatibûn xewna te û pêve min ew nedîtiye. Ger ew bibihîze tu hatiyî berdan, ew li ku be ew ê were. Me çend caran bi hev re xwest em werin ba te, lê gardiyanan em ditirsandin, em ji wan newêrîbûn bihatana. Dergîstiya te her li te difikire. Wê roja ku hatibû mêvandariya min, ji min re got, bi çi awayî dibe bila bibe, ez ê xwe bigihînim wî. Wê zewac li herdu dinyan li xwe heram kiriye. Ew li ser te dîn bûbû kekê mino, ew tenê ji bo ku te ez kuştibûm hebekî ji te qeherî bû. Lê roja ku mêvana min bû, min jê rica kiribû, ku kekê min efû bike. Wê jî soz dabû min ku ew ê te efû bike. Min jê re gotibû, çi dibe, birakê min tayê bi tenê ye, wî efû bike. Min gotibû, birakê min guneh e, pirr diltenik e. Min gotibû, birakê min heta îro gêrikek neêşandiye, lê ez kuştime, xem nake, ew jî ne sûcê wî bû ku... Xelkê lê wilo kir. Ger xelkê li te wilo nekiriba te ê ji ku xwaka xwe bikuşta? Wê ji ku destê te li min bigeriya? Min ji dergîstiya te re got, gava te bera min dabû, te çavên xwe girtibûn. Min got, destên wî li min nedigeriyan. Min got, wî pirr ji însana hez dikir. Û min got, te ji min jî pirr hez dikir. Ma ne wilo ye? Qey te ji min hez nedikir? Ma tu ji min hez nakî kekê mino? Xilolîkên hêsirên çavên mêrik di ser riwê wî yê nekurkirî de gêr dibûn ser çena wî û paşê dinuqutîn erdê. Êdî ew mîna zarokekî bi îskîn digiriya. Wî dixwest serê xwe deyne ser milê xweha xwe û bi dengekî bilind bigirî. Dixwest uzra xwe jê bixwaze. Dixwest jê re bibêje ku wî çiqasî bêriya wê kiriye. Dixwest poşmaniya xwe bîne ziman. Xwe winda kiribû. Ber bi xweha xwe çû, ku wê hemêz bike, lê xweh li ber geriya û jê re got, ku destê wî pê bibe, ew ê winda bibe. Lê mêrik xwe negirt, xwe avêtê; bi avêtina wî re keçik winda bû. Mêrik deverû, li hundirê odê kete xwarê û bi ketinê re serê wî li qorziya masê ket û serê wî mîna ku perçe bûbe, xwîn jê hat. Ew bi şikandina serê xwe nehesiyabû. Heya ku diya wî ket hundir, bi qêrîn bangî cîranan kir, hingî ew hêdî hêdî, mîna ji xeweke kûr şiyar bibe, bi ser hişê xwe ve hat û têgihîşt ku li erdê ye. Ew barana ku di pencerê re li hundir xistibû, kaxiz û pirtûkên li ser masê şil kiribûn û av herikîbû ser tej û xaliyên raxistî. Bi alîkariya cîranan ew rakirin nexweşxanê, doktoran, ku yek ji wan hevalê wî yê zaroktiyê bû, serê wî pansûman kirin, bi xavikekê girê dan û ji bavê wî re gotin, da wî rakin Ankarayê, an jî ku îmkanê wan hebe, wî bibin Ewrûpayê. Bavê wî ji bêîmkaniya xwe gazin kir û ji bo bikaribe alîkariyekê ji cihekî bistîne, ji doktorê hevalê lawê xwe daxwaza hin şîretan kir. Doktor jî soza tiştê ku jê bê dayê û bi rewşa hevalê xwe yê zaroktiyê, ku ewçend zîrek û jêhatîbû,- ... Dûmahîk Rûpel: 11

KKKKKKKKEEEEEEEEVVVVVVVVOOOOOOOOKKKKKKKKAAAAAAAA SSSSSSSSPPPPPPPPÎÎÎÎÎÎÎÎ

FFii rr aatt CCeewweerr îî [email protected]

( Stenbol - Turkiya )

Ew pênc roj berê ji girtîgehê hatibû berdan. Digel ku emrê wî bi tenê sî û pênc bû jî dîsa tayekî reş di porê wî de nemabû. Gepên wî kort çûbûn û qermîçokên rûyê wî bûbûn mîna yên kalan. Ew rûyê wî yê gewr û jîndar niha zer bûbû. Bejna wî ya dirêj, ya ku demekê ji keçikên mehelê re meraq bû ku bidîtana, tewiya bû. Ew êdî ne xortekî berî niha bi panzdeh salan, lê bûbû mîna kalekî. Erê, ew pênc roj berê hatibû berdan... Û niha, li qatê sisiyan, li ber pencereya odeya xwe ya xebatê rûniştibû û li derve, li barana pêşî ya payizê temaşe dikir. Car caran ji nişkê ve dikeniya, bi pistînî tiştin digotin û dîsan bêdeng dima. Ev yeka han berhema salên wî yên girtîgehê bû. Berî pênc rojan, gava ew ji girtîgehê hatibû berdan, bavê wî û merivên wî yên nêzîk bi vê yeka han hesiyabûn, loma wan ew zû nîşanî doktorekî nas dabû. Doktor tiştek jê fêhm nekiribû, bi tenê gotibû “Divê hûn wî bibin Enqerê.” Lê ne wî dixwest here Enqerê, ne jî rewşa malbatê jê re dest dida. Rojekê jî wan pîrek ji gundekî çiyê anîbûn, da ku pîrê hin dermanan jê re çêbike û tiştekî li ser bixwîne, lê ew belkî zêdeyî pênc deqîqan bi pîrê keniyabû, paşê xwe avêtibû ser pîrê, destên xwe xistibûn qirika wê û heke ne ji endamên malê bûya wî ê li wir ew pîr bixeniqanda. Pîra ku bi zorê xwe ji nava lepên wî filitandibû, di derî re derketibû û bi xurtbûna xortekî bazdabû. Barana ku dihat carinan xurt dibû, carinan mirov digot qey wê dawî lê were, kêm dibû, lê dîsan bi xurtî dibariya. Wî jî herdu enîşkên xwe danîbûn ser masê, serê xwe xistibû nava kefên destên xwe û bêyî ku çavên xwe bikutkutîne li barana pêşî ya payizê dinihêrî. Carinan dixwest dilopek baran ji hewa de heta ku bigihîje erdê taqîb bike, lê hew dinihêrî ku dilopin din diketin ber û bala wî dîsan belav dibû. Ew carekê jî li hebûna baranê fikirî. Wî ew perçeewrên reş yên li ezmên şibande deryayeke weke moxilê biqul. Di wê navê de dîsan ew pîrika wê rojê hate bîra wî. Ew dîsan mîna wê rojê bi pirqîn û bi dengekî bilind keniya. Paşê bi carekê ve kenê xwe birî. Çavên wî beloq bûbûn. Wî ew çavên xwe yên beloq bera ewr dabûn. Erê, rast bû, di nav ewrê reş de kevokeke spî xuya dikir. Ew kevoka spî her ku nêzîk dibû mezin dibû, her ku mezin dibû dişibiya xweha wî. Belê, ew xweha wî bû. Wî bi çavên xwe didît. Vê carê enîşkên xwe ji ser masê hilanîn, bi herdu destan xwe hişk bi masê girt û ziq li xweha xwe nihêrî. Kirasekî tenik li xweha wî bû, guliyek ji dehfên hespan li eniya xwe girêdabû û li ber pencereya wî difiriya û dixwest di pencerê re têkeve hundir. Gava mêrik ev yeka han ferq kir, hema ji cihê xwe pengizî û pencere vekir. Bi vekirina pencerê re xweha wî firiya hundir. Digel ku li derve baran xurt dibariya jî dîsan keçik şil nebûbû. Çavên keçikê mîna du morîkên şîn dibiriqîn, lêvên wê yên dagirtî di rengê sorbûna hinarîkên riwê wê de bûn. Bejna wê dirêj, newqa wê zirav û hêtên wê dagirtî bûn. Ew bi wî awayî li quncikeke odê li ser lingan rawestiyabû, baskên xwe bera ber xwe dabûn, stuyê xwe xwar kiribû û bi rewşa birayê xwe digiriya. Wê digot: - Keko ev çi bi te hatiye? Birayê mino kanî xortaniya te? Te çima xweha xwe kuşt? Çawa destên te li min geriyan û te ez kuştim? Çawa destên te li xweha te, ya ku te ewqasî jê hez dikir, geriya? Axx... Min çi bêriya te kiriye. Axx... Ez çi dixwazim te hemêz bikim. Ez çi dixwazim birayê xwe tayê bi tenê hemêz bikim. Ez çi dixwazim rohnîka çavên xwe hemêz bikim. Kekê mino, bavê-

Page 11: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1111

KKEEVVOOKKAA SSPPÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk:: -xemgîn bû. Zîrektî û jêhatîbûna wî ji aliyê herkesî ve dihate zanîn. Berî panzdeh salan, di îmtihana tibbê de, ew di nav sed û pêncî hezarî de yê şêstemîn derketibû û ew hevalê wî yê ku niha li nexweşxaneya bajarê wan doktorî dikir bi zorê bûbû yê hezarî. Wî hê di salên xwe yên lîseyê de piraniya klasîkên fransiz û rûsan xwendibû û di qayişkişandina çîrokan ya rojnameya bajêr de bi çîroka xwe ya bi navê “Mêrikê serxweş” bûbû yekemîn û paşê ew çîroka wî li Ewrûpayê ji aliyê hevalekî wî ve hatibû wergerandinî almanî û niha jî ew çîrok di antolojiyeke bi navê “Edebiyata Rojhilat” de li Almanyayê ji aliyê weşanxaneyeke naskirî ve hatiye çapkirin. Herkesî bi vê zîrekbûna wî dizanîbû. Heta, apê wî, yê ku reîsê belediya bajêr bû û gelekî jê hez dikir, soz dabûyê ku dê wî ji bo stajê bişîne Îngîltereyê. Lê gava kurtûpista ku wî di bin tesîra apê xwe de xweha xwe kuştiye, li bajêr belav bûbû, pir kesan bawer nekiribûn û ji bo ku dilê xwe têxin cih, ew bi hin karkerên belediyê re peyivîbûn. Karkerên belediyê jî nedixwestin diyar bikin ku serokê wan bûye sedema vê trajediyê, wan tenê bêdengî dipejirandin. Li gorî dihate gotin û di nava bajêr de belav bûbû, çîrokê wilo dest pê kiribû: Xweha wî, ya ku bi xweşikbûna xwe di bajêr de deng dabû xwestiya pismamê xwe bû. Ev xwestin jî hê di pêçekê de ji aliyê herdu biran biryar hatibû dayin; lê herdu zarokên ku di aliyê karekter de gelekî dûrî hev bûn û ew pismamê ku ji aliyê keçikê ve qet nedihat hezkirin û hebandin, ketibû derê riya wê. Keçikê jî hewesa xwe berdabû ser xortekî cîranê mala xalê xwe û rojekê gava êdi têdigihên ku tu riyên din tuneye, bi hev re baz didin. Ji bo ew şopê ji ser xwe dagerînin û neyên girtin, her gav cihên xwe diguherin, tu carî zêdeyî şevekê li cihekî namînin, lê piştî sê mehan, li Îzmîrê, li barkêşekî nas rast tên û barkêşê ku bi tesadufî bi reva wan hesiyabû û bi xelata ku apê keçikê ji bo girtina wan soz dabû, bihîstibû, timayî zora wijdan biribû û ji malbata keçikê re xeber şandibû, ji aliyê din jî bi dek û dolab û bi dostanî bi dû herdu dilketiyan ketibû û gava rojek ji rojên havînê ya herî germ ew bi apê keçikê, bavê wê û du pismamên wê re ketibûn hundir, herdu dilketî şaş û ecêbmayî mabûn; lêwik hema destê xwe avêtibû destê hezkiriya xwe û xwestibû bazdin. Lê apê kêçikê, yê reîsê belediyê bû û bi laş û gewde bû, hema xwe avêtibû qemçika paş stuyê lêwik, ew ber bi xwe ve kişandibû, paşê heta jê hatibû ew ber bi dîwêr ve dehf dabû û pişta wî li dîwarê çimento xistibû. Lawik bi belqîn vereşiyabû, lê hîn berî ku ew bigihêje bi pişta destê xwe devê xwe pakij bike, vê carê lawê reîs, yê ku di nav malê de gelekî delalî rabûbû, lê pir tirsonek û ji aliyê laş û gewde jî de qet nelihev bû, heta jê hatibû kulmek li ser çavê lêwik xistibû. Keçikê îdare nekiribû, êrîşî wan kiribû, gava apê wê xwestibû lêxe, destê wî gez kiribû, di wê kêlîkê de barîna ku ji apê wê hatibû bêtir barîna gayekî anîbû bîra mirov. Lê herdu dilketiyan herçiqas li ber xwe dabûn jî, dîsan nikarîbûn xwe ji nav destên wan bifilitînin. Heta ku tarî ketibû erdê ew bi dest û lingên wan ve girê dabûn, ew avêtibûn dawiya dolmîşê û hezar û dused kîlometre, digel ku tenê sê caran sekinîbûn, çûbûn. Di sekinandina cara çaran de, lêwik xwe bi awayekî vekiribû, weke guleya devê tivingê xwe di derî re avêtibû, xwe avêtibû dû pîqabek ku nuh ji benzînxanê hereket dikir û çûbû. Her çiqas hinan ji van bi dû pîqabê de bazdabûn jî, pere nekiribû; pîqab zû derketibû ser rê û bi sureteke xurt ji wir bi dûr ketibû. Apê keçikê pîlaka pîqabê nivîsandibû û ji mêrikê kal yê li ber benzînxanê pirsa wê pîqabê kiribû. Mêrik heqê benzîna xwe jê stendibû, bi neyînî serê xwe hejandibû û pirsa wî bê bersiv hiştibû. Vana li dolmîşa xwe siwar bûbûn, ji benzînxanê derketibûn û piştî sê saetan, saet donzdeh û nîvê şevê gihîştibûn bajêr. -

-Di ketina bajêr de gava dewriye di rê de li wan rast hatibû û dîtibû ku reîsê belediyê ye, silav lêkiribûn û bêyî ku li dolmîşa wan saxtî bikin ew berdabûn. Wan jî rast ajotibûn ber deriyê mala bavê keçikê, pismamê wê bi guliyê wê girtibû, ew ji dolmîşê derxistibû, di hewşê de bi dû xwe de kişkişandibû û biribû avêtibû hundir. Gava diya wê ji xew şiyar bûbû û keçika xwe ya mîna guleke bêstirî di wê rewşê de dîtibû, xwe negirtibû, xwe avêtibû ser wê, lê bavê keçikê çend pehîn lê xistibûn, jê re gelek xeberên ne li rê dabûn û bi bazdana keçikê ew jî sûcdar kiribû. Paşê zilaman keçik di nava xwe de hilgirtibûn, ew biribû xaniyê banî, ji nû ve girê dabûn, derî li ser kilît kiribûn û sê roj û sê şevan ne avek ne jî pariyek nan dabûnê. Dotira rojê mala apê wê ji birayê wê yê li Stenbolê re telefon kiribûn. Lawik bi balafirê hatibû, li wê rewşê şaş mabû, pêşî bawer nekiribû, dû re gava apanê wî xistibûn serî û xwestibûn ku ew namûsa xwe pakij bikin, di nava xelkê de dîsan weke berê bi serbilindî bijîn, jê re demançeke çekî ya ku destikê wê ji aliyê zîvkerekî asûrî ve hatibû neqişandin, peyda kiribûn û xwestibûn ku ew bi destê xwe, wê dêlika xweha xwe bikuje. Pêşî lêwik qebûl nekiribû, herçiqas dixwest xweha xwe biparêze jî ji ber hin sedeman newêrîbî. Ew bûyera ku di nava bajêr de belav bûbû, ji bo malbata wan ya naskirî kêmaniyeke mezin bû. Û ji bo ku dîsan rûyê malbatê spî bibe, şeref û namûsa wan bi dest bikeve, kuştina keçikê pêwîst bû. Lêwik jî bi vê yeka han dizanîbû. Loma kuştina xweha xwe qebûl kiribû, demançe ji apê xwe stendibû, du caran ketibû hundirê oda xweha xwe, jê nîşan girtibû, lê dîsan jî destên wî lê negeriyabû, bernedabûyê, tenê li ser lingan rawestiyabû û ziq li xweha xwe nihêrîbû. Xweha wî jî stuyê xwe xwar kiribû, bi porê xwe yê jihevdeketî û bi rewşa pîreke çîrokî li birayê xwe nihêrîbû. Ne wê, ne jî birayê wê tiştek ji hev re negotibûn. Roja sisiyan gava birayê wê şev nîvê şevê bi şidet derî vekiribû, xweha xwe li ser lingan di qorzîka odê de dîtibû. Gava xweha wî çav li wî ketibû, mîna ku zanibe ew ê vê carê were kuştin, bi birayê xwe re keniyabû. Ew hingî li ber çavên birayê xwe bûbû weke pîrhebokekê. Lawik ji wê rewşa wê bêhawe tirsiyabû, weke ku tu satilek av bi ser de birijînî di xwêdanê de mabû. Çavên wî weke du bizotên êgir sor bûbûn û beloq bûbûn û bi qêrînekê re bera xweha xwe dabû. Gulleya pêşî ku berdabûyê mêjiye wê ji hev belav kiribû û ji ber ku berra eynî cihî dabû, lê keçik bi gulleya pêşî re çokên wê fisiyabûn û hêdî herikîbû erdê, her heft gulleyên ku berdabûnê li eynî cihî ketibûn.

* * * Êvarî, gava wî xwe bi serê xwe yê girêdayî li ser nivînan dirêj kiribû û ziq li zikê odê dinihêrî, ew li wê yekê difikirî. Ew li salên xwe yên girtîgehê difikirî. Gellek serpêhatiyên wî hebûn. Ew bi gellek kesan re rabûbû û rûniştibû. Gellek kesên naskirî dîtibûn. Ji bo derbaskirina wextê xwe û ji bo ku xwe ji bîr bike gellek pirtûk xwendibûn. Paşê rewşa wî xerab bûbû, destê wî li xwendina pirtûkan sar bûbû, wî seredanên ku dihatin bi paş de vedigerandin, heta demek pirr dirêj bi heval û dostên xwe yên girtîgehê re jî nepeyivîbû. Ew li vê yekê jî difikirî. Paşê ji nişkê ve rabû û li ser xwe rûnişt. Piştî kurtedemekê jî çû odeya xwe ya xebatê. Berî panzdeh salan gava hîn berî ev bobelat bi serê wan de were, rewşa malbata wî ya aborî pirr baş bû. Ji bilî xaniyê wan yê sêqatî, sê dikanên wan yên kincan jî li bajêr hebûn. Ew odeya xebatê tenê aydê wî bû. Ew çû, dîsan li ber masa xwe rûnişt, herdu enîşkên xwe danîn ser masê, serê xwe xist nava kefên herdu destên xwe û ji pencerê li- ... Dûmahîk Rûpel: 12

Page 12: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1122

NNNNNNNNAAAAAAAASSSSSSSSNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEEYYYYYYYYAAAAAAAA

DDDDDDDDEEEEEEEERRRRRRRRGGGGGGGGEEEEEEEEHHHHHHHHÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN

GGGGGGGGIIIIIIIIRRRRRRRRTTTTTTTTÎÎÎÎÎÎÎÎ

BBaarr aannêê SSiinnddîî

[email protected]

( Dêrîk - Sûriya )

Zivistanê çokveda Ji me dûr ma.

Bihar ji me paşket.

Havîn kete terkên birînên

me.

Û pehîzê di libkên hinaran de barkir

Salbendo…!

Wê çawe êdî bê naskirin Rêşopa hêviyên me!

RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEE

Her beyanî derdikevê Peyam û nûçeyan

Ji aş û bajar hildigrê

Saloxdanê: Windayan,

Miriyan, Şokirin û şahiyan,

Ragihandin û agehdariyan.

Ji her reng û rengî, Radihêjiyê …dertînê!

Saloxdanê:

Ceng û şeran, Gel û miletan,

Ji her cih û warî, Çi birastî û çi bi derewî,

Belavdikê bigermî.

Lê girtiyê bendîxanekî got: Tenê ji min re serhişke ev

rojname Ya rastir bêje bizdonek e...

Ne dikarê birînên min bixwînê;

Û nejî kesera li dil…!!

KKEEVVOOKKAA SSPPÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-derve nihêrî. Ev yeka han ji roja ku ew hatibû berdan jê re bûbû mîna adetekê. Ji nişkê ve çavên wî beloq bûn û li dûr nihêrî. Erê, ew ne şaş bû, ya ku ji dûr ve xuya dikir û xwe li wî girtibû û bi firîn dihat xweha wî bi xwe bû. Ew hema ji cihê xwe pengizî û pencere vekir. Xweha wî di pencerê re ket hundir û dîsan çû quncika xwe ya berê. - Min ji te re gotibû, kekê mino, got. Min ji te re gotibû, heke destên te bi min bibin ez ê winda bibim. Niha divê tu destên xwe bi min nekî. Ger tu destên xwe bi min bikî ez ê dîsan winda bibim. Carekê mîna ku winda bû lê dîsan xuya bû. An jî mêrik wilo hîs kir. Vê carê ziq li hêla xweha xwe nihêrî; dît ku erê, rast e, ya ku xwe di quncika xênî de kiriye qomik û stuyê xwe xwar kiriye, xweha wî ye. Xweha ku berî niha bi çend deqîqan bi kirasekî spî û tenik bû û rûyê wê gewr û hinarîkên wê sorik bûn, niha li ber çavên mêrik bûbû mîna berî bi panzdeh salan; porê wê ji hevdeketî, kirasê wê qetiyayî, zeyif û bêhêz. Loma mêrik ji nişka ve kire qîrîn û bi qîrinê re jî çend caran li ser hev got: “na, na!” Bi dengê qêrîna wî re dê û bav û xwişkên wî yên biçûk şiyar bûn, gava dîtin ku tiştek tuneye dîsan çûne cihên xwe. Lê diya wî pencera oda wî girt, ew li ser mînderê dirêjkirin da, li ber serê wî rûnişt û serê wî yê ku di rengê berfê de bû, mist da. Wî jî eynî weke zarokekî biçûk serê xwe danî ser çonga diya xwe û herdu congên xwe kişandin zikê xwe. Diya wî gunehê xwe bi wê rewşa lawê xwe anî û ew lawê wê yê ku weke çiyayekî bû, lê niha ketibû wê rewşa xerab, dil û cergê wê disot. Ew demekê li zaroktî û xortaniya lawê xwe fikirî û ew keçikên mehelê ku ji bo lawê wê yê çeleng çiqasî xatir û qîmeta wê digirtin, bi bîr anî. Her ku diya wî serê wî mist dida, wî jî xwe hîn bêtir weke zarokekî hîs dikir û hêsirên çavên wî weke dilopan diherikîn erdê. Diya wî jî ji bo ku hêsirên wê neherikin ser riwê lawê wê, bi destmala serê xwe hêsirên xwe pakij dikir û nifirên dinyayekê li mala apanê wî dikir. Mala apanê wî ku demekê tade û neheqiyeke mezin li wê kiribûn û ew apê wê yê ku bûbû sedema kuştina keça wê û bûbû sedema ku kurê wê têkeve wê rewşê. Wê, nifir li wî apî dikir. Wê di dilê xwe de nifirên xwe dikirin. Wê digot, te warê min kor kir, Xwedê warê te jî kor bike. Wê digot, te mala min xerab kir, Xwedê mala te jî xerab bike. Wê digot, Xwedê ava reş bi çavên te de bîne. Wê digot û digot. Mêrik piştî demeke kurt li ser çonga diya xwe di xew re çû, lê diya wî ji bo ku wî şiyar neke, heya saet sisê şevê bêyî ku xwe tev bilivîne, di bin serê kurê xwe de rûnişt. Heya ku êdî ji tevizandina lingê xwe debar nekir, mecbûr ma ku kurê xwe ji bo ku here ser nivînê xwe razê, şiyar kir. Lawik jî ji nişkê ve ji xewê pekiya û ew xwêdana ku ji tesira xewna wî ya tirsê mabû bi pişta destê xwe pakij kir. Diya wî bi destê wî girt, ew bir oda wî ya razanê, ew li ser nivînê wî dirêj kir, rûyê wî maçî kir, lampa wî vemirand, hêdîka deriyê wî girt û derket. Yê mêrik jî xewa wî nehat, piştî derketina diya xwe bi nîvsaetekê rabû ser xwe û dîsan çû oda xwe ya xebatê. Çer ku ket hundirê odê, pencera xwe vekir, lê dîsan girt, paşê dîsan vekir. Vê carê ji nişkê ve ji hundirê odê dengek hatiyê. Mêrik veciniqî, li paş xwe zîvirî, dît ku dîsan xweha wî li quncika odê stuyê xwe xwar kiriye û dixwaze ji birayê xwe re tiştinan bibêje. Birayê wê jî hebekî berepaş çû, li quncika din ya odê li ser kursiyekê rûnişt û bi stuxwarî li xweha xwe nihêrî. Carekê, mîna ku niqutîbe dilê wî ku ew ne xweha wî ye, tenê li ber çavên wî wilo dibe, lê weke xweha wî dizanîbû ew çi fikiriye, loma zûka jê re got: - Ez xweha te me, bavê mino! Ez Sorgulê me. Ez niha ji ba dergîstiya te têm. Mêrik dîsan jî baş lê nihêrî, ew xweha xwe ya berî bi panzdeh sal û çar–pênc mehan anî bîra xwe, dît ku tu guhertin di xweha wî de çênebûne, ew spehîbûna xwe ya berî bi panzdeh sal û çend mehan hîna jî parastiye. - A îro min dergîstiya te dît. Wê got, ger tu herî silavên min lê bike, jê re bibêje, ez li bendî wî me, ez ji wî pê ve kesî nakim, bila ew jî kesî neke. Wê dixwest bi min re were, lê nehat, wê got, jê re bibêje, bila ew were. Wê got, ma ne heqê min e ku ew were min bibîne. Min jê re got, belê wele, heqê te ye, ez ê herim kekê xwe bînim û werim. Ew niha haziriya me dike, ew niha li bendî me ye, çavên wê li riya me qerimî ne. De heydê kekê mino, heydê em herin. Niha xweha wî çûbû ber pencerê, herdu destên xwe avêtibûn pencerê û ji birayê xwe re, yê ku dîsan hêsirên wî di ser riwê wî yê bi rih de diherikî re digot, “de haydê em herin”. Keçik di pencerê re derket û çû. Dengê wê ji dûr ve di guhên mêrik de dikir zingînî: “Tu jî bide dû min keko, ez li bendî te me!…” Mêrik jî herdu destên xwe avêtin pencerê, hilkişiya ser û xwe bi dû xweha xwe de avêt. * * * Sibehê zû, gava mele ji mizgeftê vegeriya malê, ji dûr ve dît ku yek li kuçê dirêjkirî ye, kûçik û cewrikek li dora wî diçin û tên û lingên wî bêhn dikin. Her ku mele nêzîktir bû, têgihîşt ku ew lawê cîranê wan e. Gava wî xwe avêtibû, pêşî li ser zik ketibû, paşê qulupîbû ser piştê. Nîvê riwê wî yê çepê nemabû, mêjiyê wî rijiyabû erdê. Melê ew çend mêşên kesk yên ku dikirin vingînî dane alî û bi destmalka xwe riwê wî nixumand. ( Dawî )

Page 13: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1133

JJJJJJJJIIIIIIII GGGGGGGGOOOOOOOORRRRRRRRIIIIIIIISSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAANNNNNNNNAAAAAAAANNNNNNNN GGGGGGGGOOOOOOOORRRRRRRRAAAAAAAA

KKKKKKKKaaaaaaaawwwwwwwwaaaaaaaa yyyyyyyyêêêêêêêê HHHHHHHHeeeeeeeessssssssiiiiiiiinnnnnnnnkkkkkkkkaaaaaaaarrrrrrrr LLLLLLLLIIIIIIII GGGGGGGGUUUUUUUUNNNNNNNNDDDDDDDDÊÊÊÊÊÊÊÊ KKKKKKKKAAAAAAAAWWWWWWWWAAAAAAAA

Gora Kawa yê Hesinkar li Gundê Kawa ye. Ev gund gundekî bajarê Çadigan e li Îranê ye, navê vî gundî Kodliye bû, piştî mirina Kawa, Ferîdûn ew li vê aramgehê veşart, li rex lawê wî Karûn - yê ku li ser destê Zahak hatibû kuştin.

XXXXXXXXÎÎÎÎÎÎÎÎMMMMMMMMÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNNAAAAAAAA

NNNNNNNNAAAAAAAAVVVVVVVVAAAAAAAARRRRRRRRÊÊÊÊÊÊÊÊTTTTTTTTÊÊÊÊÊÊÊÊ

ŞŞŞŞŞŞŞŞAAAAAAAAHHHHHHHHAAAAAAAA

ÇÇÇÇÇÇÇÇEEEEEEEELLLLLLLLEEEEEEEENNNNNNNNGGGGGGGGIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA

CCCCCCCCÎÎÎÎÎÎÎÎHHHHHHHHAAAAAAAANNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ YYYYYYYYAAAAAAAA

SSSSSSSSAAAAAAAALLLLLLLL (((((((( 22222222000000001111111100000000 ))))))))

Xîmêna Navarêtê şaha çelengiya cîhanê ji Meksîkê, temenê wê (22) sal, dirêjiya bejina wê (1,74 m). Di 23 ê Tebaxa 2010 an de li bajarê Las Vêgas yê wîlayeta Nîvada ya welatê USA, xelata şaha çelengiya cîhanê wergirt. Ev pêşbirka Xanima cîhanê ya (59) e mîne. Meksîk cara duyeme ku xelata şaha çelengiya cîhanê werdigire, cara yekem di sala 1991an de bû, dema ku Lupîta Jonz ew xelat wergirtibû.

TTTTTTTTAAAAAAAABBBBBBBBLLLLLLLLOOOOOOOO

MM iihheemmeedd SSeeyyddaa [email protected]

( Swêd )

EEWW SSTTRRAANN ...... DDûûmmaahhîîkk:: -mişmişên kenê (wê). Ew strana bi dengê dengbêjê Spanî yê navdar Xolyo Îglêsyas (Julio Iglésias) ya bi navê Ez Nehatime Guhertin (Je N’ai Pas Changé). Ew strana ku di salên 80yan de bûbû sirûda odeya min a biçûk li taxa Seyf El-dewlê li Helebê, ew odeya ku bi dehan evîndar himbêz kir û bi dehan helbest, stran, ken, girî û xatirxwestinên dostan li dîwarên wê hatibûn nivîsandin. Bi dehan bîranîn, morik, xişxişk, solên Kevin... û bilûrên Taha Xelîl, jinên Înayat Attar yên bê rû, tofana pêlên rengên Xelîl Ebdilqadir, (Feyrûzîyat) û helbestên Meha, dînên Helîm Yûsiv, Henekên Luqman Dêrkî, tilîyên Ciwan Şêxo, bejna Margrêta ya narîn, laqirdîyên Xalid Xelîfê, têlên ûda Reşîd Sofî, germahiya dilê Ehmedê Huseynî, (kendeşîyatên) min û şûşeyên serxweş yên di quncikên wê de xwe li hev pêçabûn. Ew odeya ku ew stran tê de ji evîndaran re dehbare dibû, ew strana di wê odeya biçûk ya ku tenê Xolyo serê govenda evîndaran dikşand û bi hejandina zenguloka wî re laşên xuhdayî dihejiyan bêyî kesek ti gotinan ji stranê fêm bike, strana bi zimanê fransî, strana ku gotinên wê têne vê wateyê (ta nebêjim werger): “Ez yê berê me Qet nehatime guhertin Ez her mam ew ciwanê biyanî Yê ku ji te re stranên romansî distra yê ku hemû roj ji bo te dikirin yekşem Yê ku tu digerandî bêyî te bigerîne. Ez qet nehatime guhertin Ez her mam ew ciwanê dînok Yê ku ji te re li ser Amerîka diaxifî Yê ku ji te re helbest dinivîsand Yê ku bi « ji te hez dikim » dest pê dikir Ez qet nehatime guhertin. Tu, tu jî nehatiye guhertin Her dem bi ew bihna sivik Her dem bi wî kenê tenik Kenê ku gelek tiştan dibêje bêyî, bi rastî, tiştekî bibêje.” Xolyo, ez jî wek te nehatime guhertin, ez mam yê berê, ew tolazê li ser cadeyên taxên Helebê, ew dînokê dil tenik, evîndarekî bê sînor.

KKKKKKKKAAAAAAAARRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎKKKKKKKKAAAAAAAATTTTTTTTUUUUUUUURRRRRRRR

II nnaayyeett DDîîkkoo [email protected]

( Almanya )

Page 14: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

PPîîrr RRUUSSTTEEMM

[email protected]

( 'Efrîn - Sûriya )

- Ew ji kengî ve li ba te ye. Koçer bihna zarotiya xwe jê dike. - Min ew ji roja mirina xwe re veşartibû, lê ji îro çêtir lê netê. Bavê min digot: eger ku ez mirim dixwezin min bavêjin binî sêrgû, weke heve. Ma çima yekê ji ser riya bavê xwe derkeve. - Ez, bi vê, ne bi te re me; gereke ji her mirovekî re riyeke wî hebe, ew bi xwe ji xwe re veke. Koçer dixweze wî bikşîne xefka ku, jêre vegirtiye. Lê Kalemêr têra xwe jiyabû. - Belê .. belê, di gotina te de jî rastî heye, lê rê giş diçin ser êş û tiştê ku, hatiye nivîsandin mirovkê bibîne. Ji berê de jî hatiye gotin: Ji xezalê bezotir tineye, lê bêtirî gepa zikê xwe naxe.. û de nuha keremke. Piyala xwe hildide û noşîcan dixweze û bi mêtina dilopên dawî re, ji ser lêvan vedigerîne, bi bazinê kurtikê xwe jî simbêlan ziwa dike. - Ez ne bi van pendên neyînî re me, mirov jiyana xwe bi destê xwe dinivîse, erê carna ew ne li gor xwestekan diçe, lê mofirkên mezin bi destên yekî têne girêdan. Piştî ku, Koçer dawiya gotinên xwe tîne, ew bi quretî radihêje piyala xwe û hildide ser lêvan û dema ku, dibîne Kalemêr berkenî bûye, ew hinikî tê guvaştin. - Dema ku mirov xort be, dikare li her titştî siwar bibe. Tu dizanî çima mirov pişt xûz dibe; ne ji hilgirtina barên jiyanê ye, ev beza bi şev û roj li dû lehengiyê, dê bihêle pişta çiyan jî bişke. - Belê.., bes nirîna min jî eve; eger ku, tu bixwezî bighê sirtên jor, dive tu stiriyan ji ser riya xwe bide alî. “Ez bi wî dikenim an bi xwe”. Koçer hevoka dawî dibêje xwe, lê ji berî ku, Kalemêr ramanên wî bixwîne, ew berdewamiya gotina xwe dike: Rojeke reş di nav jiyaneke sipî de, tiştekî pêwîst û normale. - Jiyaneke sipî.., gotineke xweşe. Ez li rojekê.., na li kêlîkeke sipî digerim. Dibêjin ku rojekê yekî weke min bi nav mezelê gundekî dikeve û dema dîroka jiyana wan dixwîne, pirseke mezin û serpêhatiyeke dîrokî têde dibîne, dihêle ji kesê herî pêşî ku, rastî wî tê, bipirse: çima evan gişan di zaroktiyê de jiyana xwe wendakirî, çi bêtar bi seriyên zaroyên we de hatî. Ew mezel û goristan, bêtara bajarokê wî û şewitandina sînemê û bêtirî dused zaro û di nav de du keç û lawekî wî, tîne bîra wî. Lê ew kes, di bersiva xwe de, nişkabûnekê bi wî re çêdike, dema ku, dibêje: Ev gerdişeke gundê me ye, em rojên xweş û şahiyan, bi tenê, ji jiyana xwe dijmêrin, lewre te dît ku li ser kêlikên wan hefteyek, rojek û yê bêtir miheke jiyan, ji xwe re bijartî. Bersiva wî dihêle ew têra xwe bikene û wesiyeta xwe bike ku, li ser kêla wî binivîsin: “Hesê Morê ji zikê dê çû gorê”. Û yek dikre bibêje ku, jiyan kenekî zere, di nav bera du giriyan de; giriyên zayên û mirinê de. Ew hevoka dawî bi riwekî sar dibêje. - Tu çi dibêjî; xwekuştin çare ye. - Mirin xeweke bê dawî ye û kêfa min ji xewê re nayê. - Û roja din, dojeh û buhişt. Dema ku Koçer dibîne Kalemêr ne rije, dixweze wî têvede kolanên baweriyan. - Di nêrîna min de; demê ku tu û kesên dora te, ne li hevbin û ti riyên din jî li pêş te tinebin ku, tu pê de herî, ewe dojeh. Piştî ku wî gotin bi dawî kir, Koçer di nava xwe de got: “Ka Sartir çiyî nuh aniye”.

Wê şevê û piştî ku, ji cem Kalemêr radibe, Koçer cara pêşî û piştî du mehan ji rûniştina xwe ya bi wan re, radihêje kemancê û dihêle Şêrîn çavan li ser du hêsiran bide hev. Kalemêr jî hîne rûniştibû û guhdarî li awazên ku, ji oda Koçerê Başûrî diherikîn, dikir û ji berî ku, yek karibe tayê reş û sipî ji hev derxe, ew ji mal derdikeve û piştî ku, ew çend gavan dûrî mal davêje, dêst dixe beriya xwe û sê mûyên hespê Bozê Rewan, jê derdixe û dema ku, wan li hevdu badide, şihîniyek bi hespekî ku, baskek ji êgir û ya din ji baranê, dikeve. Pir naçe û ew li pêşiya Kalemêr dadikeve û bi siwarbûna ku, li piştê siwar dibe, ew dibin stêrek û bi riwê ezmên ve diçin û hîne wî çavên xwe nekutabûn, ew di nav koma ewana de peya dibe. - Hûn hîne nemirine. Kalemêr dipirse û ber bi wam diçe û bêyî ku, li cem kesî raweste ber bi keçika ku, nuh gupikên sîng pişkuvîne dimeşe, dêst datîne ser zikê wê, yê ku hindik-hindik diwerimî; çi çêroka vî zikî ye, çima naherike. Ew bûbû bîst salên wêne ku, ew bi ducana ye û Kalemêr li benda zayîna wê ye, lê ew zik ne diherikî. - Dê rojekê biherike. Keçik vedigerîne. - Dive ku ew yeka ji berî şiyarbûna xewarên şikeftê be. - Ewên bi destên wî şiyar bibin, ji bîr neke ku, ji bilî kurê te ti kes nikare xewarên şikeftê şiyar bike. Rihsipiyekî civatê li Kalemêr vedigerîne. - We çima îro şandiye dû min. - Naskirina te ji Koçer re. Ewê rihsipî bi Kalemêr re dikeve axaftinê. - Hûn çi jê dixwezin. Kalemêr bi tirs vedigerîne, ev cara pêşiye ku, ew li ser yekî ditirse. - Dive tu ti tiştî jê re nebêjî; hatina te ya cem me neghe wî û dive ew roja zayîna evî zaroyî nasneke. - Tu dibêjî; eger ku ez rojekê jê re bibêjim, dê ji min bawer bike. - Belê, tu wî nasnakî. Ew ev gotinê dibêje û di bin re li çavên civatê dinire; ka kesê ti gotinan berde yan na û da ku, ewê yekê veşêre ew careke din vedigere ser Koçer û dibêje: Belê.. sîbera wî dûr diçe, lê anuha bi destê pîreka xwe bigir û here, katek li pêşiya teye ku, tu vegerî. Piştî ku Kalemêr û keçika nuh per vê ketine diçin oda xwe da ku, rê têkeve wan û ew hinek kaniyên jiyanê derkin, lê sarbûna wê tiştekî nuh dibîne, ev cara pêşiye ku xwe dîrî wî dike; wê bihna Koçer jê kiribû. Kalemêr jî nexwest lê bîne zorê û dûrî wê, di kuncekî odê de, piştî ku postikekî dikşîne bin xwe, rûdine û heya bi demekê bê deng dimîne. - Ez dipirsim, dê kengî bavê te dawiya evê çêrokê bîne. - Çêrokê çi?. - Çêroka standina min ji te re. Ji berî ku ji bîrdikim, pilindir gihêşte cem min. Dema ku ew hevoka dawî dibîse, tayeke sar bi laşê wê dikeve û bi tirs dipirse. - Ew ji kengî ve gihêştî cem te. - Hefteyek bûye. Keçik nasdike ku, mirina wî û zayîna kurê wan dê di demeke nêzîk de be û bi dil zîziyeke germ xwe nêzîkî wî dike. Kalemêr kûr li çavên wê dinire, germa havîneke rojhilat di wan de dibîne û bi morîka sisiyan re, herdu sêvên sîng ji xew şiyar dibin û tilî lîstika xwe nîşanî wan didin; di kefa destên Kalemêr de lûsdibin, lê dema ku, tiliyên wî ber bi xala nîvê gerdûnê dadikevin û bi firîna wan herdu kevokên sîng, ji nav tiliyên wî, dihêlin ku hespê wî bişîhe û xwe li sing û kemendan xîne û gava ku, destekî ji baranê dikeve peyika wî û seriyê hêsp ji hevsaran û merbendan berdide, ew dikeve ser pişta geliyekî bi merc û kanî, cirîdeke rewanî li wir dike û bi dawiya cirîdê re bihin li wî diçike û bi devgeza dikeve ser sîngê wê û guleke sor jê dike. Koçer ji xew radibe ku, guleke sor- ... Dûmahîk Rûpel: 15

ZZZZZZZZAAAAAAAARRRRRRRROOOOOOOOTTTTTTTTIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA NNNNNNNNEEEEEEEEYYYYYYYYNNNNNNNNIIIIIIIIKKKKKKKKEEEEEEEEKKKKKKKKÊÊÊÊÊÊÊÊ ÛÛÛÛÛÛÛÛ TTTTTTTTIIIIIIIIŞŞŞŞŞŞŞŞTTTTTTTTIIIIIIIINNNNNNNN DDDDDDDDIIIIIIIINNNNNNNN

RRoommaann -- XXeelleekk (( 55 )) ©©

1144

Page 15: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1155

-hêviyên xwe datînin. Lê her ku soz nêzîk dibe ew, careke din, bi şûn dixînin. - Ev lîstika han ji we neveşartiye. Koçer bi tinazî vedigerîne, lê Kamîran û bêyî ku, li xwe xûya bike, dadiqurtîne. - Belê, ew dixwezin dilsariyekê bi avokatan re çê bikin. - Ma avokatên ku berevedaniya ewan girtiyan dikin, ne ji aliyê wan ve hatine danîn. Koçer ev xal tiştekî pêwîst didît. - Belê, bes em nikarin bibêjin; ku ewana gişan xwe firotî. Koçer nikarîbû evan çêrokan ji hev derxe; dê çawa yek dikare li hembrî dezgehên dewletê rawste û bervedaniya yekî bike û ew bi xwe jî ji dûvikên wan dezgehan e; “ew weke roviyên ku, em ji mirîşkên xwe re xwedî dikine”. Koçer kir ku bibêje, lê gotineke din hate ser zimên. - Vala ye. Wî bi dilekî sar got. - Em zanin valaye. Ev gotin dihêle Koçer zirt bibe. - Eger ku hûn dizanin vala ye, çima ev pêkenîn. - Gotinek wan heye dibêje: “bide dû yê derewîn heye bi piş derî”. Em jî dizanin çawa paşiyê li wan rût bikin. - Birako ew ji roja-roj de tazî ne, bes me çavên xwe li ser ewê yekê damrandine û em naxwezin ewê tiştî bibînin; nuha ku min destê te di beriya xwe de girtibe, çima tu yê ji min bixwezî ku, ez bidim dû çêrokê, da ku, zanibim ka tu silavê didî min an bêrîka min talan dikî. - Eve polîtîk û ji ber evê yekê min gote hevalan ku, rêzanî ji wî re nabe. Bi çavne tijî lome li Koçer dinire, weke ku, ewî hêviyên wî beravêtî kiribin. - Bi rastî rîzaniyeke ji va ton-rengî, ji min re nabe. - Ez dikarim bibêjim ku, ev bersiva pirsa minî ji berî demekê ye. çavan dikute yên Koçer û bêyî ku, ev çavên xwe ji yên wî derîne, dibêje. - Belê. Kamîranê Hemo di evê bersiva Koçer de nasdike ku, ew hevalê fedyokî çiqasî, di vê demê de, hatiye guhartin: Bes ji berî tu diçî.. . - Kê gote te ezê a nuha biçim, ma ji bilî polîtîkê, ti tiştî din, tineye ku bihêle em bi hev re bimînin û dostaniya me berdewamke. Koçer dinire ku, ew careke din, zora wî dibe. - Bibore.., merema min, eger ku tu çû û bi hevalan re rûnişt, ez dixwezim tu vê pirsê ji wan bikî; çima hûn nuha dixwezin wî vegerînin û hûn bûn ên ku, ji bo ramûsanekê we ew ji partî bi dûr xistibû. Heye bi demekê bê deng dimînin û Koçer ji nuh ve dêst bi rijandina kela xwe dike; Ji berî ku ez ji bîr dikim, hevalên perçê din jî hatin ba min, ew jî di der-dora evê babetê re gerîn û weke pirsa ku, te ji min kiribû, wan jî ji min kir. Peyvên paşin dihêlin ku, Kamîran hinekî ji giraniya xwe derkeve û bêyî ku, bersiva wî bide, dêst bi riswakirina wan kesan dike û piştî demekê dibêjêyê. - Çima te hêşt ew derbasbin. - Û çima na, tiştê ku dihêle tu derbasî cem min bibe, rê dide wan jî. Koçer di vê hîngê de dinase ku, dostaniya wan kirasekî rizyayî ye, lê hîne ew ji hev neketiye. Hatina rojên zivistanê, bi baran û sermayên bakur re, dê bihêle ew nasbikin ka ev dostaniya wan dikare ewana biparêze yan na, lê tevî wê yekê jî, ew gihêştibûn ewê baweriyê ku, nema ew dostaniya wan a berê dikare bihêle ev dilên ku, bi salan zingarê li ser girtî, careke din lêbide. - Bes di rûniştinên dawî de tu bi me re bû. - Xwe nexopîne, em rûdiniştin da ku, em karibin nirînên herdu aliyan nêzîkî hev bikin, lê dema me dît ku, ewana ji zû de çêroka xwe ristiye û rûniştinên wan tenê bi boneya yên ku, li dû wan pir bibê ye û da ku, dengê çepikên wan ji yên din bilindtir bibin, em ji ewan meseleyan bi dûr ketin; ji ber ku, min dît çêrok ji ewan tevdîrên me û bi pirî, mezintire. - Bes piştî ku tu bi dûr ket pir tişt ji bin hev bi derketin û ji hevalan re xweş xûya bû ku... - Ewên din girêdayîne. Tu nabînî ku tu-... Dûmahîk Rûpel: 16

ZZAARROOTTIIYYAA NNEEYYNNIIKKEEKKÊÊ ÛÛ TTIIŞŞTTIINN DDIINN ...... DDûûmmaahhîîkk:: -li ser masa wî ye, bi qasî hijmara pelên gulê, ramûsanin ji avê ji Şêrînê re dişîne û heya ku, karibe xelata wê ji bê bextiyên demê biparêze û nehêlibe ew biçelmise, wê dadiqirtîne. Lê ewê, dereng, nasbike ku Kalemêr ew gul jê re şandî.

-- 44 -- Koçer îro, careke din, dereng ji xew şiyar dibe û dema çavan digerîne û dinire ku, ro bilind bûye û mîna kesê ku, li şûn sozeke pêwîst mabe, xwe bi hêz ji ser têxt çedike û bi lez ber bi masê dibeze û bêyî ku, çavên wî li ti gulan bikeve, li katijmêrê digere; lê tê bîrê ku, ew ji berî çend rojan firotibû. Ji odê derdikeve, çend zarên cîrana yên naçin dibistanê di hewşê de dilîzin û dema ku, seriyê wî dibînin ew hinekî dengê xwe kêm dikin. Ev cara pêşiye ku, Koçer pê hest dibe û xwe yekî ji wan dibîne; “ka ji berî îro zaro li hewşê dilîstin û tîrêjên rokê xwe berdidan devê pencereya min”. Wî ji zû de ev sinc û rewşa ku, evê sibê têre derbas dibe ji bîr kiribû, erê ew carna dighêşt nêzîkî ewê radekê, lê îro careke din kaniyên hezkirinê di dilê wî de derbûbûn; hezkirineke bêy, ku ti tiştî ji yê hember xwe bixweze, dinase. Kêlîkekê bê deng li hember zaroyan radiweste û dema dibîne ku, ewana dest ji lîstikên xwe berdane û li wî dinirin, di riwê wan de berkenî dibe û dêst di ser porê yekî re dixuşîne û hêdî-hêdî ber bi avrêjê diçe. Koçer hîne piyala yekemîn bi dawî nekiribû, dema zaroyekî cîrana dibeze odeya wî û jê re dibêje ku, mêvanekî te li ber derî ye. - Te çima ew derbas hewşê nekir. Wî got û bi zaro re derket. - Min jê re got, bes wî got bila ew were. Bersiv û qujmirandina eniya wî dihêle Koçer bikene. - Ne xeme, de ka em binirin ew kiye. Eger ku di rojeke din de ba û di evê dema ku, ew nuh ji xew rabûye de, yek bihata cem wî, dê gelekî ew acizkiriba. Lê ew evê sibê bi dilekî sipî ku, hin gangiliyên sor, gol-golî têde vedane, ji xew şiyar bûye. - Tu yî.., wey ser çava, tu çima derbas nebû. Ew bi hatina Kamîranê Hemo, di evê dema ku, her tişt gewre didît, bêtir kêfxweş dibe. Piştî ku dikevin hundir, piyaleke çayê jê re dadigre û datîne ber wî. - Tu îro gelkî şahî, Xwedê xêrke. Koçer ji ewan kesên ku, her tiştê di dilê wan de li ser riwê wan aşkere dibêye, lê kê dikarî di liv û nêrînên wî de, jiyana wî ya hundir nasbikira. - Bi rastî tiştî bi nav tineye; lê ez xwe weke yekî ku, nuh ketibe nav mêrga keçikeke ku, nuh kevokên wê bi firê ketibin, xwe dibînim. Bêyî ku ew zanibe, wî ya dilê xwe digote Kamîrên. - Tu bi min re nabînî ku, ew ji te re nabe; hîne bihna şîr ji dêv tê. Kamîran nirîneke rovîtî lê dike, dihêle Koçer deriyên dil bigre, lê piştî ku pêrçemok jê firî bûn, lewre dixweze babetê biguhêre. - Ê.. de ka bibêj çi li ba te heye, tu ji kuve tê, çi dikî-nakî, çi li dinê heye. Pêlên pirsan î bîrîkirina dostê kar û xebatê bi ser de herikîbûn û ew dabûn ber xwe. Dixwest û bi gotinekê re, rewş û jiyana wî, di van demên çûyî de, nas bike. - Tu nabînî ku, te li min weke ewê ku ji kompiyoter pirsîbû; ka ji min re bibêje: Çi heye û çi tineye, kirî. - Bes tu neteqî. Koçer bi ken vedigerîne. - Yek li çi bigere dê wî bibîne, mîna wan hersê hevalên ku, derketin bajarekî û her yekî çêrok û dîtinên xwe, bi rengekî cuda, salix dan. - Ew hevalên girtî hîne bernedane. Koçer kilîtên devê mêvanê xwe nasdike. - Ma di evî welatî de çi çû ye û ew ji nuh ve vegeriye şûna xwe ya berê. Ew her çend rojan carekê dibêjin: Em kê wan daxînin dadgehê û ev bû çend meh, em li ser wê yekê,-

Page 16: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1166

ZZAARROOTTIIYYAA NNEEYYNNIIKKEEKKÊÊ ÛÛ TTIIŞŞTTIINN DDIINN ...... DDûûmmaahhîîkk::

-bi xwe dikenî, çawa dixwezî bi min bidî fêmkirin ku, hevalên heya bi duh em bi hevre bûn û ew di navbera roj û şevekê de, bûne kesin girêdayî. - Min ne got tev, lê yên ku serkêşiya wan dikin kesine girêdayî ne. Û dema Kamîran dibîne ku, hêdî-hêdî, cil ji bin lingên wî tête kişandin, dixweze careke din li çêrokê vegere û babetê bi dest xwe ve bîne; ew hertim hevlê serok bû. Lê gotinên wî dihêlin ku, Koçer bi kêmtêghîştina hevalê xwe bikene û bi carekê re dinase ku, dûvikî û çavkorkirin, heya bi kîjan pêpelokê, dikare yekî di kortan wer bike. - Lê hevalên te; yên serok, ne ew jî bi wan re bûn. Evên ku tu dibêjî wan; ew girêdayî ne, heya bi duh digel serokên teyî îro, xwediyên biryar û karûbar bûn. Ango herdu têde hevparin û tiştê din, serokatiya wan ji ku dihat; ma ne min û te dengê xwe dabû wan. Tu çima ya rast nabêjî ku, nelihevkirina wan, bi boneya ka kiyê yê yekê be. Mîna dibêjin: “seriyê du beranan di biroşekê de netê kelandin”. Mixabin piştî evqas sal ji kar, raman û bawerî, em roja îro bên û bibêjin ku, pasporta Îraqê bi ewî re derketî û em ewê yekê di dest xwe de bikin agahname, da ku, em rê bidine xwe û wî di nav xelkê de riswa bikin. - Tu çima tevlî wan nabî, eger ku, tu ji sayîbûna wî bi bawerî. Kamîran di keleke bê hişiyê de dibêje û piştî ku, gotin bi paş gewriyê dikeve dinase ku, ew careke din ket. - Tu dihêle ku, yek bi zorê bikene, min bawer nedikir dê rojek bê û ezê te di evî kirasî de bibînim. Tu baş dizanî ku perçebûn, ji min re, herifandina baweriyan bû; ango ew kevirê ku hêşt, gol li hev bikeve û baweriyên min mîna cama bête herifandin, ji hev bikevin. Çêrok ne perçebûna partî ye û ne jî sipîkirina riwê evî hevaliye yan jî yê dine, partiyên wan hene û ew dikarin ji ber riwên xwe, yên sipî û reş ve, berevaniyê bikin. Çêrok, weke ku min ji te re got; çêroka herifandina bawerî û xewnên nifşekî bi temamiye, ew xewnên ku, me bi salan ji xwe re danîbûn e. Ezê çawa bi te bidim fêmkirin; binir, tiştê ku hate seriyê me weke xewnekê, lîskeke mezinan li ser seriyê zaroyekî bigere be ye; ku ewî di bavê xwe de lehengekî bê hempa didît û di rojekê de, ji nişkeve, tê derdixe ku, ew ne bes kesekî ji lehengiyê dûre, lê heya ew ne bavê wî ye jî. Ew di vir de radiweste û dema dibîne ku, Kamîran bêdeng cixareya xwe dikşîne, careke din dêng lê dike: Tu çima bersiva min nadî. Kamîran bêtir bawer dike ku, dem dikare pir tiştan biguhêre, ji bilî evan dezgeh û dewletên rojhilat, ewên ku bi kevirên delûban ve hatine girêdan û her û her li dora xwe digerin. - Tu ya rast dixwezî, axaftina me ya nuha û şerê ku, em li dijî hev dikin, dihêle yek bighe ewê baweriyê ku, destê dewletê di nav me de, heya tu dixwezî, dirêje û bes maye ku, di xirnika gewriya me kin. - A nuha tu vegerî Kamîranê ku, ez nasdikim. Em hinek bûne gur, hin jî seg û bi canê hev, mihiyan ketine û li hemberê jî şivan bilûra xwe dikute. - Bes eger ku, seg li hember, guran raneweste, dê dawiya mihiyan bête. Kamîran dizanê ku, kêfa Koçer ji evan babetan re tê û dema ew dawiya gotina xwe tîne, dinire ku ew berkenî dibe; her ku ewî dixwest ramanên xwe bide ser hev, da ku, ew karibe êrîşî yê hemberî xwe bike, ew heya bi demekê bê deng û berkenî dima. - Nêtşê rast çûye, jiyan lîstika sopêrmena ye, weke tu dibînî eger ku, rojekê mîh neman, wê hîngê bila gur û seg bi canê hev kevin, lê ne dibin sîh û kurkê şivên de,-

-bila ew ji bo xwe şerbikin û heya ku, seg jî windabûn, li gura dimîne ku, hevdu tinebikin û ji bîr neke ku, gur û seg ji yek damarê ne û evê dawî sîxuriyê ji şivan re dike û ne ji bo xwe kar dike. - Tu yê me vegerînî sed salên pêşî, yasayên rêl û şikeftan. Kamîran deriyekî din vedike. - Ma ne çêtirî evê kirasê ji êgir ku, me li bejna xwe kirî ye û bila tu zanibî ku, hin caran, yasa û dazanên rêl û şikeftan çêtirî yên bajar û dewletan e. - Xûya dike ku tu gelekî pê de çûyî û nema baweriya te bi ti tiştî tê, lê ji bîr neke ku ew jî baweriye, bes bi rengekî dine û wilo em jî nêzîkî olperestane, lê ji me her yekî re riyek, Xwedêyekî cuda heye. - Bi bîrxistina olperestiyê; ez ji berî demekê vegerîm bajarokê xwe yê berê û digel bavê xwe çûme mizgeftê. Piştî ku Koçerê Başûrî ji partî bi dûrxistin, ewî xwest vegere wir û çend mehan digel malbata ku, ew xwedîkiribû bimîne. Lê ewî, di ewan mehan de, têderdxist ku nema ew dikarin rojên berê vegerînin, erê kesî jê re negot: Ji vir here, lê roja ku wî xwe bi rêxist kesî jê re ne got; tuyê bi ku ve herî. Belê di ewê çûna minî wir de û di rojeke înê de, ew kete ser min, da ku, em bi hev re herin mizgeftê. Min çend caran got; na jî, lê gava min dît ku ew bi baweriyeke kûr ji min dixweze û di çûna min de xelasa xwe dibîne ku, ewê di bihuştê de cihekî ji xwe re bigre û belkî para wî ji horiyan zêdetir bibe, min bi ya wî kir û em çûn û mîna di demên berê de, gaveke wî li pêş û yeke min a li şûn, em çûn. Lê mixabin ew bihna ku, ji cilên mizgeftê dihat, min winda kiribû û ji berî ku, ez nimêja xwe bi serî bikim, ez derketim. - Tu çû û te nimêj bi serî nekir; tu di her tiştî de wilo ye; ewana nabî serî. Kamîran dixweze wî, careke din, vegerîne çêrokê û gotina wî ya dawiyê akameke kûr di hundirê wî de dihêle. - Riyeke ku berê, carekê, tu pêde çûbe, gereke careke din tu nebêjî: Ka ez binirim ev rê dê bighe kuderê û hîne bi ser evê yekê de jî, tu rojekê xas ji mizgeftê vegerî be. Çûna minî dawiyê ji encamên windabûnekê tête fêm kirin. - Û li dawiyê. Ew bi dilê dostekî jê dipirse. - Eve dawî; ne ti tişt. Tu dizanî, carekê Ibin Erebî di rûniûtineke xwe ya bi şagirtan re, got: Ez mezinim. Dihêle şagirtekî wî mezinahiya mamosteyê xwe nasbike, ew dipirse: tu feqeyî. Ibin Erebî dibêjêyê: Na. Ew pirsa xwe dubare dike: Tu şêxî. Lê mamosteyê wî, careke din, bi “na” bersiva wî dide. Û ew wilo didin dû hev, heya dighe ku, jê re bibêje: Ma tu Xwedê yî. Lê bersiva mamoste dihêle çav di seriyê şagirtan de sorbibin, dema ku ew dibêje: Na, hîne mezintir. Ewê hinge ew şagirtê ku, barê naskirina wî hildabû ser milên xwe, bi zirtî, dibêje mamosteyê xwe: Ne titişt ji Xwedê mezintire. Û bêyî ku Ibin Erebî xwêdanê bide, serî dihejîne û ji wan re dibêje: Belê; “ne titişt” ezim. Piştî evê dawiyê, ew bê deng dimîne û dema ku, Kamîran li katijmêrê dinire, di cih de radibe ser xwe û dibêje: Em ji aliyê demê ve hatine dizîn. Û ji berî ku, ew ji derî derkeve, careke din, dêng lê dike. - Em dikarin, carne din, hevdu bibînin. Ew bersiva xwe di çav û hembêzkirina Koçer, ji wî re, dibîne û bi dilekî sipî ji ba wî bi rê dikeve. Dema Koçer vedigere odê hestek bi wî re çêdibe ku, wî barekî giran danîbû ser milên xwe û piştî riyeke dirêj, karîbû barê xwe deyne. Wî nizanî ku, Şêrîn jî li benda çûyîna Kamîrên e; wê û ji bo ku, binire ka mêvanê wî çûye ya na, her çendekê radihişt misînê avê û derdiket derve û hinek av li çîçekan dikir, heya hêşt ku, diya wê jê re bibêje: Te ew di avê de fetisandin.

-- 55 -- Di demên ku, Şêrîn derdiket derve û dinirî ka hîne Koçer û mêvanê xwe rûniştîne, Kalemêr jî çend caran derketibû, da ku, dêng li wî ke û qehwa sibê bi hev re vexun, lê hercar jî, ji zarên ku li hewşê dilîstin dinasî ku, mêvanê wî hîne rûniştiye û piştî ku, dêst ji ewê daxwezê dişo, dêng li pîreka- ... Dûmahîk Rûpel: 17

Page 17: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1177

ZZAARROOTTIIYYAA NNEEYYNNIIKKEEKKÊÊ ÛÛ TTIIŞŞTTIINN DDIINN ...... DDûûmmaahhîîkk:: -Agob dike û qehweyekê jê dixweze. Bi anîna qehwê re Kalemêr li rewşa mêrê wê dipirse û dema dinase ku, ew ji wê rojê de nepeyviye, dilê wî rûdine. Wî hîne rûdanên xwe yên duh bi bîr nexistibûn, Şêrîn mîna kevokeke sipî di derî de radiweste û bêyî ku, ew di silavê de dirêj bike, jê re dibêje: Belkî ez îro bêm cem te. Û bêyî ku bersiva wî bibîse, ew derdikeve qatê jor. Bi derketina wê ya ser pêpelokan û bi hildana kirasê xewê re, Kalemêr bi dilgermî li rehên wê sêrdike; wî ji zû de gewdê wê di bin tiliyên xwe de nedîtiye. Bi bîranîna dîmenên wê, di demên ku, ew dihat û di hembêza wî de lûs dibû, du-sê caran toxmiya wî dilve û dema dixweze dêng li Jînê ke; Keça şeş salî, dibîne ku Koçer di derî de rawestiye. Ew her çend di cihekî de dilîstin, Jînê jî ji yên ku di hewzo de dilîstin bû, Kalemêr bi dîtina wî re mîna mare ku, seriyê bazekî li ezmên bibîne, ji nuh ve bi hundir ve dikşe û dilxweziya rûniştina bi wî re jî winda dibe. Çavên Koçer bi wî dikeve û dema dike ku, here ba wî, Şêrîn derdikeve ber pencerê û jê re nîşan dide, dê anuha dakeve cem wî û dihêle ew ji nuh ve vegere û hinekî dora xwe bide hev; xwelîdank û piyalên çayê, yên ku bi dûvikên cixaran dagirtî, dişo. Dem jî bûye jiyana girtiyekî, her diçe dirêj dibe û bi gavne kûseyî dilive û da ku, wê ji hev biqetîne, ew xwe li ser têxt dirêj dike û dêst davêje pirtûka li ber destê wî. Piştî demekê radibe û cilên xwe datîne, xwe li ber tena şort dihêle û ji nuh ve vedigere ser têxt. Û pir naçe, Şêrîn jî pêpelok bi pêpelok dadikeve û hinekî di deriyê odê de radiweste û piştî çend nirînin bi kuzûr ku, li wî dike, ew li ser pozê tiliyan dimeşe, tê û di ber seriyê wî de radiweste û careke din nirînên wê dêst bi şûştina gewdê wî dikin; ji neynoka tiliya mezin ber bi jor ve hildikşe, çend caran di nav de vehesê didin xwe û ji berî ku, ew bighên nîvê wî, ew ji nuh ve bi şûnve vedigerin, lê ew bi sed hespî ve hatine girêdan û wê ber bi kaniyê ve dikşînin. Bi siwarbûna Şêrînê li pişta hespê rewa û tevlihevbûna ava şor û şêrîn re, Koçer difre. Û ew jî dêst têve dide bin şortê wî, tiliyên wan mîna dîkan hevdu nikildikin û dema ku, ewî digre, ew weke kevroşkekê di nav lepên wê de dipir-pite. Di cih de bi şort digre û li binê kabokan radiwestîne, kevroşka ku di nav lepên piling de di pirpitî, dibe marek û li keysekê digere ku, bi wê dade, Şêrîn jî bi dolemê digre û li nava xwe dalîne, derpiyê sêtilî yî davêje. Siwareke çelenge; dizana seriyê hespê xwe kuve dişîne. Bihna siwêr û hêsp germ dibe, candekên wan jî di lîska cirîdê de dibin yek, geyîk di damarên wan de dibezin û bi qêrîna wê re Koçer çavan vedike, dinire ku Şêrîn hîne daneketiye. Ew ji xew şiyar dibe, golên xwêdanê û derbûna kaniyên jînê dikin ku, wî bifetsînin, heya bi demekê bê deng û liv di nav nivînan de dimîne, derpiyê wî bûye warê hezar segî, di nav lingan de, newêre xwe bilivîne: “Tifî li rewşeke wilo. Bes, ev ji rojên zivistana siviktire, bi kêmayî avê qeşa negirtî”. Koçer radibe û ber bi quncikê ku cilên xwe yên binî têde veşartine diçe, derpiyekî paqij dertîne û piştî ku, derî û pencera odê digre, cilên xwe diguhêre. Bi vekirina pencerê re, careke din, Şêrîn nîşanî wî dide ku, ewê piştî hinekî din dakeve cem wî; “Ji berî ew dadikeve, ez hinekî dora xwe paqij bikim û çayekê jî bidim ser êgir, min hîne nanê sibê nexariye”. Bi bîrxistina nên re, ber bi cihê ku tûrik avêtiyê de diçe, dema radihêjêyê dibîne ku, bihna kefnikê jê difûre û deziyên kuvarkan jî dûr çûne; “ewên bi êgir bêtin paqijkirin”. Maseya xwe ya xwarinê û xwendinê di nav bera têxt û danîştokê de datîne, sênîka zêtûnên reş sîngê sifrê distîne; “ev çima wilo dibin, çima nerm û bihna kefnikê ji wan tê”. Koçer û mîna ku diya wî, carekê jê re, gotibû kiribû, lê dîsan jî kefnik ketibû hundir qetremîzê zêtûnan. Di nik wê sênîkê de jî, ya zêt-

-û zeterê cih girtî ye, digel du piyalên çayê û du nanên şewitî; “me çiqas tûr, ji evî nanî xwar û ti rojan em bi ser qiroşekî de venebûn”. Koçerê Başûrî xwest nemaziyekê bide sifra xwe ya îro, ew derdikeve û şiqnekî ji dara zêtûnê, ya ku tikes nizane çawa û kê çandî ye, jê dike û dixe devê şûşeyekî enbîtê û di nîvê masê de datîne. Bi kela çayê re Şêrîn dikeve deriyê odê, evê carê ew bê dudilî dikeve hundir û ber bi masê dimeşe. Piştî ku Koçer pêşwazîya wê dike, jê dixweze ku ew weke cara çûyî, li ser têxt rûne; ev lîskeke wî ya kevine. Lê Şêrîn pir dirêj nake û ji nuh ve radibe ser xwe. - Tu çima rabû ser xwe. - Ezê anuha vegerim. Koçer dikir ku, rahêje sifrê gava dît Şêrîn vegerî û di dest wê de sênîka xwarinê ye. Hinekî ji piyan man û bê deng, careke din, sênîk danî ser masê. - Çima te anî, min xwar. - Û eger ku min got: Ji bo min. Bi gotinê re, ew çavên xwe dadimrîne. - Ezê vegerim, bes ne bi tenê. Herdu li ber rûdinin û ji berî ku, pariyê sisiyan daqurtîne Koçer bi şûn ve dikşe; ewî di rewşên weha de nedikarî xwarin buxara. - Te çima nexwar, xwarin ne li gor dilê te ye. Pirs û qehra wê dihêlin Koçer bikene. - Ez naxwezim bi ser xwarinên xweş vebim. Dive ez xwarinê bixum, ne ew min buxe. Dema ew dixweze rahêje sifrê Şêrîn nahêle. - Tu yê çayeke din vexî. - Na. Ew cixareyekê vêdixe û dûyê wê xelekên vala di odê de pirtir dike. Şûştina firaxan ji min re bihêle, negereke ku cîran bibînin tu çidikî. Piştî ku Şêrîn firaxan datîne piş derî û vedigere ber masê, Koçer dipirse: em ji kuve dest pê bikin, lê tu ewê yekê ji min re dihêlî. - Cixara xwe bi dawî bike û di dû re emê binirin. Şêrîn xwe dide ser têxt, piştî ku dibîne wî danîştoka bi tenê ji xwe re girt. Dema ku ew rûdine, bermalka wê dikeve bin û heya bi jorî kabokan tazî dibe, lê heya dema dibîne ku, nirînên Koçer ji wir barnakin jî, ew ser xwe nagre: Koçer, dê û bavê te saxin. Pirsa ji nişkeve dihêle ku, ew xwe mîna zaroyekî di nav destên wê de bibîne. Wî ji berî nuha jî ev pirs, ji hevalan bihîstibû û evê yekê dihêşt ku, ew xelekeke vala di jiyana xwe de bibîne û wî çiqas bizavên xwe dikirin ku zanibe, ew dîroka ji bîrbûye di ku de winda kirî, lê hercar bê çare derdiket û vaye Şêrîn, careke din, wê dîrokê dikole. - Belê. - Çima ti kes nayên cem te û ne jî tu diçî. - Çêrok dirêj e. - Ez dikarim bibîhisim?. - Bila di rojeke din de be. - Tu min bi çûk dibînî; ez ketime hefde saliyê û ez dikarim guhdareke baş bim. - Ez naxwezim seriyê te bi çêrokên xwe bi êşînim û divê tu ji berî her tiştî guh bidî xwendina xwe. - Tu jî weke diya min di axivî, ev gotinên wê ne jî. Ez çê dizanim; eger ku xwendina lîsê jî bistînim, dîsan jî ezê di mal de, li benda zaveyekî bimînim. Rewşa me li ber çavaye. Koçer bi çavekî girtî û yekî vekirî li wê guhdar dike; ev Şêrîn yeke dine, rûçikekî nuh ji wê nasdike. Pirseke din li cem min heye. - Xwedê xêrke. - Te çima heya bi nuha jin ne aniye. Bi kenê Koçer re riwê wê hinarî dibe û wî nasnekir ku, ew yeka ji qehrê ye yan jî ji fedîbûnê ye. Lê ew di cih de kenê xwe dibire û bi êjdilî lê vedigerîne. - Tu di ewê baweriyê de yî, dê keçikek hebe ku, ew bi rewşa min razî bibe. ... ( Berdewamî Heye ) ...

Page 18: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

1188

SSEERRPPÊÊHHAATTIIYYAA MMIINN ÎÎ BBEERR DDEERRÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-Tu nebêje ez hatime ber deriyê odeyê, bê hemdî xwe. Çavê min î şelpitî, şîlaqa aviya şevê, bûye wekî mezeloqa japon. Min şuşt jî jê neçû. Porê min î her qevdek ji xwe re seriyekî dikişîne ne bi şeh û ne bi joleyê rast nabe. Pantorê min î spanyol hê li min e. Berket ku xanima min her roj ûtî dike û wekî textik, wekî mirov nuh bikire ye. Her çend salan modeya wî derbas dibe lê ez li bende disekinim heta car din bibe mode. Cildirû mexsûs salê carekê modeyê diguherînin. Lê ez jî ne hindikim ha (gelek kesên din jî ne hindik in). Min jî sê pantorê heryek bi modayekê ye kirîye. Her ku modeya kîjanî tê ez wî li xwe dikim. Sakoyên min jî hê yên kujê yexa wan dirêj û kin henin. Xelkê teyare kirîn, xelk çûn ser heyvê, hê cilên min nebûne ÎGS, hê QÇŞ nin (Qerpalên Çarçiya Şewitî) . Bi saya xwedê û bi saya xwîna min ku dilopek baş di rehê min de maye, min destê xwe avête destika derî...hê û yellah..!. Min jî got qey ez li ber deriyê derve me, haya min ji qufleya bi derî de dardakirî tune bû. Bi şid min derî kişand. Lê bêxwediyê derî çima li pozê min neket. Niza ecelê pozê min hatibû çi bû. Niza wî xwe li derî xist an derî li bin guha ket. Sûcdar û mafdar ne diyar in. Dema li pozê min ket û xwîn bi ser min de hat û ez bi xwînê mijûl dibûm, wê demê deriyê derve ji min ve xuya bû. Hiii ihi! De ka îjar ezê çi bikim. (Law ne tubî ne ev bêhişiya te be lo. Ma qey tu nikarî bi rehetî derkeve derve jî). Bi lezgînî min paçikek danî ser. Lê belê çiriyabû mîrat. Hîn destê min li ser bû. Çavê min li zimanoka ku qufle pêdakirî ket. Ew jî şikestibû. Min dev ji pozê xwe û xwîna wî berda, ez bi dû zimanokê ketim. Ket bîra min ku xanima min bibîne wê bibêje çi. De bi xwedê wê bibêje te çima ev şikand. Qet li pozê min nanêre û wê li dora zimanokê here û were. Pozê min çiye bavo...? Ma kî li ber pozê min dikeve ezbenî? Lê xwediyê xanî me ji xênî derxe?. Lê ez jî zanim ezê bibêjim çi ha. Ezê bibêjim û ezê bêjjjim: “ma qey ev hesin ji pozê min çêtir e, ma çenikek hesine, ma çi ye?”. Welleh lo... Ma zimanok li ba xerat , biborin li ba hesinkar çêdibe, lê pozê min. Bi xwedê tu kes nikare vî pozê min î bedew wekî berê bike. Ma tixtor dikarin? Na bi xwedê! Qey wê çend kêlan bidinê û hew. Lê gelo wê wekî berê bibe? Gelo îjar mirov, bi vî pozê çiriyayî wê ji min re nebêjin, kemo? Belê... Lê îjar ev fikra xanima min ne bû bêdadî hûn bi xwedê kin. Bi rastî xanima min pir ji min hez dike haa! Lê... aax, ax.., ne ew hûrik mûrik fikirandina wê bûya wê çi baş bûya. Dikare sê seetan bi ser pisîkekê de bike bare bar. Dikare ji bo mirîşkê li cihê xwe hêk nekiriye, êxur tevdî xera bike. Dikare ji bo bizinê êmê xwe nexwariye êgir bi kadînê xe. Ji bo Benkamatik xerabe û meaşê wê nedabiyê, dikare benqê tevlî xebatkarên wê bişewitîne. Dikare, heke yekî ji gelê Hebeşîstanê şaşiyek kiribe, wî gelî gişî tawanbar bike û bibêje hûn nabin dewlet. Dîsa ji bo helbestvanekî li gor dilê wê helbest nenivîsandibe, dikare wî bi Etariyê tawanbar bike. Dikare ji bo niqutek mîza lawik ku li derpiyê wî dikeve, wî têxe girtîgehê û sê sal û neh mehan ceza bike. Kuro ma derî jî qet ji min re negot “hêdî”. Yan jî negot “ez deriyê yekemîn im”. Hema deng jê derketa bigota “yek!” û bes bû. Qey ew jî meteryalîst e bavo!. Nexwe meteryalîst dibêjin “dema otobos li ser rê tê, hûn bisekinin wê li we biqewime”. Rast dibêjin haa, ma kî dikare li pêşiya otobosê bisekinin wey! Ev jî, derî jî tiştekî wiha ye. Xwezî deriyê me îdealîst bûya û xeyal bûya. Ji xwe wê demê ez û xanima xwe jî ji hevdû nedixeyidîn.

Ew çiye bavo! Ba ji wê de tê, ez jî wê de diherim. Şewqeyê min qet xwe tev nade. Tew baran û berf li ber wî hebê tizbiya Sofî Xeto ye. Ew ne tiştek e. Ez wî tînim heta nava çavên xwe û destmala xwe lê digerînim û li himber wî bayê ûcaxkûr dimeşim. Qet ez nabêjim tu ji ku tê dihere ku. Kêf kêfa Emerê Misto ye. Şemsiye çiye îjar. Êdî şewqe bi rasatî jî bûye serokê serên tazî. Bûye dildarê ciwanê haco. Pêşiyên me negotiyê bila serê we û qûû..... biborin, nigên we necemidin. Belê gotine. Lê em guh nedin pêşiyên xwe, emê guh bidin mêşên kê. De werin vî kerî di vî buhurî re derbas kin. Kî tê bila bê. Lê yên ku bên alîkariya min divê zewicîbin û panzdeh salê wan î zewacê be. Hinekî jî nivîskar bin wê baş be. Ji bo ku heta sibehê ranekevin û li ser min û derî û xanima min binivîsin. Qey ez wê demê wan dibînim ka mêr çawa nin. Min got “de çi dibe bila bibe, ya çoyek li erdê ya yek li hewa. Tu ferq û merq û dolar tuneye”. Lê hela hûn nabêjin min çima hê sola xwe nexistiye pê. Gelo ezê xwas biçûma kar. Vê zivistana. Nigê min wê bixeyîdin îjar. Ji xwe her tiştî min ji min xeyîdî ye ji ber vê pênûsê. Îjar nigê min jî bixeyîdin a baş ew e. De sola min jî ev sê sal û nîv in ez dixim pê. Gewr î boz î rewan e. Sosinê gulik û qeytan e. Ne diqete û ne diçire. (mîrat ma tu biqetî qey wê dinya xera bibe, ev sê sal e te ez zeft kirime û tu bernadî), ez jê zivêr dibim jî ew ji min zivêr nabe. Tu dibêjî qey sola min ji min çêtir zane enflasyon û den-fîl-as-yon a welatê me. Miheqeq tiştekî wiha heye. Heke ne wisa bûya qey wê têketa rehetokê. Bi rastî ne ku bêaqiliyan dike, ma wê yekî wekî min li ku bibîne. Ez tevde pêncî kîlo me. Ma heke ne van nigên sivik bin, qey wê here ser sergo, jê û pêv? Ew jî vê yekê dizane, ji ber wê yekê ye ku dema ez bi re vê diherim dike çîrke çîrk. Min jî digot qey kevn bûye ji ber wê yekê. Lê ez aniha têgihiştim ku ji kêfa ye. lê ez jî lê miqate me haaa! Ne ji ber hezkirina min, ji bêgaviya tunebûna pereyên hûr. Yên hûr tune ne û yên gir jî pêde nabin li ba min. Ew pereyên ku min li boyaxa wê daye jî ne hindik in. Bila qe. Ma qey yê nû boyax nabin? Belê ew jî. Sola min li ser refê ye. Yên biçûk jî henin yên zarokan. Ji ber wê yekê jî ew xwe qure dike. Solek min î leşkeriyê heye, ew jî daketiye binê refan û stuxwar e. Cergî ez ji leşkeriyê hatime min ew xistiye qeydê. Muzeya solan tune ye, hebûya min dê bavêtayê. Ez û sola xwe li hev baniyan, lê ka hûn nabêjin îjar ez dê behsa çi bikim an min çi ji bîr kiriye. Ma hûn di ku re zanin ezbenî... (ma di bîra min nayê wê çawa di bîra we bê). Şemsiya min...! Ma vê baranê ka ezê bi çi awayî derkevim hûn nabêjin. Dibe ku min di serî de behsa baranê nekiribû, lê zivistan e bavê min. Ma bê baran û berf dibe? Zivistanê berf divê, adar û gulanê gef divê. Havînî jî çi divê, ew jî kêf divê. De îjar ne şamsiye jî (dîsa min ji bîr kir), min şewqeyê xwe ji bîr kiriye. Ji xwe berê min şemsiye bi kar dianî, îjar min ji bîr kiribû ku min ew bi şewqe re guheriye. Hero diro min û şemsiya xwe li hev dixist. Ji ber ku wê bi ya bê dikir û bi ya min nedikir. Ba bi ku de diçû ew jî bi wî alî de diçû. Mirovên li dijî ba diherin mêr in. Miheqek şemsiya min ba ber ketiye. Bawer bikin min evîndarê wiha neditiye. Vî bayî nizanim çend şemsiyê min bi xwe re birin. Dîsa nizanim çend heb bi birîndarî teslîmî min kirin. Carinan çar pênc heb birîndarê mala bavê lalo li hundir erz û namûsa wan herimî, çêdibûn. Dikandar ji ber kirîna min î şemsiyan dewlemend dibû û ez her diçûm xizan dibûm. Ji ber wê yekê min rabû şewqeyek ji sûka ga kirî ( soqil beqer). Heke ga ye heke çêlek e ez jî nizanim. Lê bi ga re, şewqe jî lê tê firotin. De îjar ez hero ji dêleva şemsiyê şewqe li ser serê xwe qebûl dikim. Ji xwe serê min çargoşe ye. Dema dikeve hundirê şewqe dozer jî nikare bikişîne. Bayê kur?... Ez dibêjim qey min tiştek ji bîr nekir û- ... Dûmahîk Rûpel: 19

Page 19: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

SSEERRPPÊÊHHAATTII

YYAA MMIINN ÎÎ

BBEERR DDEERRÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-min derîyê dawiyê vekir. Min xwe wekî çivîkekê, wekî pinpinîkekê avêt derve. Min got qey ez azad bûm. Ji hundirê ifnikî, ji bêhna cixareya ji êvar de di hundir de nikinî, ji hewa xerîb, ji tenêtiye (zarok ne li mal bûn), ji aloziya xwe û çîrokan, ji fîlmên televîzyonan û balîfa hişk xelas bûbûm. Çiqas xweş e ev azadî. Heta niha digotin min bawer nedikir. Lê dibêjin heta mirov nebîne mirov rûmeta azadiyê nagire. De hela sibehê derkevin ber derî hûnê bibînin ku azadî çiqas xweş e. ne hewceyî deriyê zîndanê, derkevin ber deriyê xwe hûnê azadiyê bibînin. Heta niha we ferq nekiribe ku azadî çiqas xweş e û we hîs nekiribe li ber derî, ez we şermezer dikim. Lê ew çiye gelo...? Belê welleh... Min dîsa tiştek ji bîr kir...! Hey haaat û hey çû... Ma ne hê deriyê hewşê heye ...!

1199

TTTTTTTTEEEEEEEEMMMMMMMMEEEEEEEENNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ DDDDDDDDIIIIIIII XXXXXXXXWWWWWWWWÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAA QQQQQQQQIIIIIIIIMMMMMMMMIIIIIIIILLLLLLLL DDDDDDDDEEEEEEEE MMMMMMMMÎÎÎÎÎÎÎÎRRRRRRRRNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEE YYYYYYYYAAAAAAAA

JJJJJJJJAAAAAAAANNNNNNNN DDDDDDDDOOOOOOOOSSSSSSSSTTTTTTTT BBBBBBBBIIIIIIII ZZZZZZZZIIIIIIIIMMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ

''''''''EEEEEEEERRRRRRRREEEEEEEEBBBBBBBBÎÎÎÎÎÎÎÎ DDDDDDDDEEEEEEEERRRRRRRRKKKKKKKKEEEEEEEETTTTTTTT

Li Abû Dabî - Îmarat, ji weşanxaneya Kalîma, romana nivîskarê navdar Jan Dost ya bi navê Mîrname bi zimanê 'erebî ji bin çapê derket.

Hêjayî gotinê ye ku ev roman di sala ( 2008 ) an de ji weşanxaneya Avesta yê, li Stenbolê hatibû çapkirin, û bûbû mijara gelek niqaşên wêjeyî ji aliyê rexnegir û xwendevanan de, û pirr hatibû xwendin. Li gor rexnegir Abidîn Pariliti ew yek ji deh romanên herî girîng bû di wêjeya kurdî de. Mijara romanê jî jiyana Ehmedê Xanî û serdema wî û têkiliya di navbera rewşenbîran û desthilatdaran de ye.

Çav li rêye ku romana Mîrname bi wergera tirkî jî ya ji aliyê Mihsin Kizilkaya ji weşanxaneya Ithakiyê li Stenbolê di meha Nîsanê de derkeve ber destên xwendevanan, û li pêşangeha Amedê ya TUYAP ê were pêşkêşkirin. Her weha piştî romanên: Mijabad, Sê Gav û Sêdarek, Mîname, çav li rêye ku çaremîn romana Jan Dost ya ku hîn navê wê nehatiye ragihandin bi dawî bibe û ronahiyê bibîne.

Rojnameya Dilname jî ji aliyê xwe de, çapa bi zimanê 'erebî ya Mîrname yê li Jan û pirtûkxaneya wêjeya kurdî û 'erebî pîrozdike.

Rojnameya DILNAME

( 8-3-2011)

Helçûnên debengan

Arana kîndaran dapoş nekir

Dirjangên ez eziyê

Stûna binê konan

Çaksaz û serast nekir

Şivanê bahozan

Serwerê gemiyan şiyar nekir

Hedariya dilê kul

Di toza talîzokan de

Rûreşiyek nû vekir

Zivistan hat

Viyanek çû

Dozek winda bû

Xunçeyên qeşeng

Li newalan şerpezebûn

Lêv û gerdenan

Pişka bextê xwe nebûn

Tovên bi ber

Di gepên zêrîn de

Genî û zer bûn

Buharek çû, buharek hat

Qimilê girgîn

Di navbera sînga yarê

Û hembêza min de

Derbend û dadwer bû

Diyaroka qijeqijê

Guliya nazdarê

Li qurmê dareke şewitî

Qîlên hovekî hingavtî

Gerand û dirû

Temenek çû ..

Pendên bapîran

Ji xweş û reşiyê re,

Nexweş û geşiyê re

Bê sûde man

Şeyda ciwaniyê

Dadiliya gengeşiyê

Di xwîna qimil de,

Hizr û bîra xemxur de

Nasnameyek bê wate dan

( 14/6/2010 )

RRoonnîî EELL ÎÎ

[email protected]

( Heleb - Sûriya )

Qimilê geniman

Tîna evînekê,

Ciwaniya gulperiyekê

Di arvanê zivistanê de

Weke xewne rojekê

Siza û kuta kir ..

Li pêşwaziya ezmûnekê

Çirûska hêviyan

Di destên henekirî de

Xemgîn û sar kir

Rondikên gulan

Nextê welatekî,

Memikeke serjêkirî,

Xunava dêmekê

Û mofirkên pişta termekî

Ji xewneke nû,

Civîneke bê rû,

Bûkeke bê berbû

Û bîrokeyeke avis re

Hilgirtin û rêkir

Evînek çû

Brînek vebû

Dara omîdan

Bi buharê re şîn nebû

Çemê xewne rojan

Pingirî û der nebû

Li vir hebû, li wir hebû

Li wir jîn bû

Û li vir jî

Hawar û bangeşe bû

Page 20: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

2200

WWEESSTTAAYYÊÊ EEDDEEBBÎÎYYAATTAA KKUURRDDÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk:: -Di nav edebîyata Kurdî de pirtûka sereke Mem û Zîn e. Di pirtûkê de zanîn, bawerî, evînî, netewayî û gelek cureyên din bi hustatî hatîye honandin. Di pirtûkê de tema, aheng, rêzkirin, hunandin, kurguya bûyeran, wusan bi zanîstî hatîye danîn ku..... ! Mirov nizanê çawan tarîfa wê bike, an jî çawan qal bike. Belkî ji henîkan re şaş û ecêb bê, lê ev rastîyek e; Wî 300 sal berê di nivîsandina Mem û Zînê de metoda dîyalektîkê bi kar anîye. Rewşa cîvakî û aborî, nakokîya li dij hev û du, durûtî, fesadî, guherandin, psîkolojîya mirovan, rêça çûndina berbi netewayetîyê, bi zimanekî xweş û realîst û lîrîk nivîsandîye. Ehmedê Xanî yê nemir, di evîna Mem û Zîn’ê de evîna kurd û Kurdistanê anîye zimên. Ji bo şîyarbûna gelê Kurdistanê, ji bo hebûn û pêşveçûna çanda kurdî, ji bo guherandina tradîsîona gelê kurd, ji bo yekîtîya gel, û ji bo dîtin û ramanên evînî û berfirehbûna zanîstîya azadîyê, wî pênûsa xwe wek çek bi kar anîye. Ehmedê Xanî di şexsîyeta Mem û Zînê de evîna kurd û Kurdayetîyê anîye ziman. Ev nixtêk pirr girînge, divê baş bê fêmkirin. Wî sedemên ku ji bo çi pirtûka xwe, Mem û Zîn’ê bi kurdî nivîsandîye gelek sedemêk girînge. Wî 300 sal berê netewayetîya kurdan û di bin yek alêk de civandina kurdan parastîye. Cîhê berhema netewayî a kurdan, Mem û Zînê nahê tijîkirin. Ew bingeha edebîyata kurdî ye û sê sed sale vê bingehîyê berdewam dike. Mem û Zîn berhemêkî nemir e. Di vê berhema bi rûmet de kîmya, astronomî, felsefe, folklor, huner, dîrok, û zanîstîyekî pirr kûr heye. Ji bo vê jî; Ev berhem cewher e, derya ye. Ehmedê Xanî di sergotara ”Derdê me” de perçebûnîya kurd û Kurdistanê û dagirkerîya tirk, ereb û eceman tînê ziman. Ew dibêjê ger beglerên - mîrên - kurdan bibûna yek, ger pêşevayekî kurda jî hebana û wan di bin yek alekî de bicivandana, dê kurd azad bibana, zimanê kurda, kurdî dê pêş biketana, dê qîmet û rûmeta hunera kurdî hebana. Ehmedê Xanî, şermîya bindestîyê usan bi şêweyek tînê ziman ku hetanî nûha, li rûyê dinê (cîhanê) tu gelekî bindest, şermîya bindestîya xwe bi vê awayî nehanîye ziman. Ehmedê Xanî berhemên xwe bi zanatî bi zimanê kurdî nivîsandîye. Nivîsandina wî ya bi kurdî raperîneke (serîhildaneke) li dij dagirkerên tirk û farisan e. Wî li gel vê serîhildanê bi nivîsandina xwe ya kurdî, şêrînîya zimanê kurdî derxistîye holê, û bi zanîstî huvîyeta kurdî derxistîye pêş. Ehmedê Xanî hem şaîrekî mezin û bi nav û deng, hem fîlozof û hem jî pîsporê edebîyatê bûye. Ew ne tenê di qada axa Kurdistanê de, di rojhilata navîn de, welatevîn û miletperwerê yekem e. Jîyana wî bi gerê, bi lêkolînê derbas bûwe. Di sedsala 17’dan de ew dehayek zanîst bûye û herweha fîlozofê kurd bûye. Di naveroka berhema wî ya nemir de, di dostanîya Mem û Tacdîn de û di evîna Mem û Zînê de gelek ramanên kûr hene. Têkilîyên Sitî û Tacdîn têkilîyên pêşketî û modern in. Herdu jî ji hev û du hez dikin. Di nav herduwan de wekhevî heye. Evîna Sitî û Tacdîn evîna cîvakên pêşketî ye. Rewşa Zînê rewşa gelên bindestî ye. Zîn ji bo Kurdistanê Sîmge ye, sembol e, remz e. Heta mirov dikarê bêje ku Zîn bi xwe Kurdistan e. Zîn jî wek Kurdistanê azad nîne. Çawan ku qedera Zînê ji alî Mîr ve têt beylukirin, qedera Kurdistanê jî ji alî Şah û Padîşah’ên tirk û eceman têt beylukirin. Ji bo vê jî evîna Mem û Zînê, evîna gelê kurd a ji bo Kurdistanek xweser, azad û serbixwe ye. Ehmedê Xanî ji bîla sebe, bê sedem, destpêka evîna Mem û Zînê di roja Newrozê de destpênake. Ew bi zanatî vê evînê di roja Newrozê de dest pê dike. Ew dizanê ev roj ji bo gelê kurd-

-roja destpêkirina berxwedanê û serîhildanê ye. Roja şahî û azadîyê ye. Wexta ku Mîrê Botan dawîyê dibêjê ezê Zînê bidim Mem, Zîn baz dide diçe Zindanê cem Mem û jê re dibêjê Mîr wî bexişandîye û ger ew derkevê hizûra Mîr, dê bikaribin bi hev û du re bizewicin. Wê gavê gotinek gelek balkêş û pirr bi mane dibêjê. Mem dibêjê ku: - ”Ez naçim hizûra tu Mîr ek. Ez nabim koleyê kolan.” Ev gotin gelek bi maneyekî kûr e. Rewşa Kurdistanê tînê ber çavan. Mîr bi xwe koleyê dagirkeran e. Ehmedê Xanî Mem nake koleyê koleyan. Ew bi van gotinan li dij koletiyê derdikeve. Ew bi van gotinên xwe Mîr piçûk dibînê, li dij wî derdikevê, li ber wî serî xwar nake. Di şexsîyeta Mîr de dagirkerîyê, koletîyê protesto dike. Rîya serîhildanê nîşan dide. Ji bo Mem û Zînê evîna wan azadîya wan e. Her çiqas ew vê azadîyê nejîn jî, westayê mezin Ehmedê Xanî bi rîya evîna wan azadîyê wek amanc dide nîşandan. Ji bo gelê kurd berhema Ehmedê Xanî, Mem û Zîn belgeyêk dîrokîye. Şexsîyet û huvîyeta netewayî bi zanîstîya çandî û dîrokî têt bi şekilkirin. Hîmê şexsîyeta netewayî û welatparêzîya Kurdan bi dîtîn û ramanên Ehmedê Xanî û bi berhema wî ya nemir Mem û Zînê dest pê dike. Mem û Zîn di dîroka edebîyata kurdî de bingehîne û çavkanîyek gelek girîng e. Divê gelê kurd û ronakbîrên (rewşenbîrên) wê her tim hurmet û rûmetê jêre nîşan bidin. Lê, usan xwîya dike ku me kurdan hem ji wê berhema nemir ders dernexistîye û hem jî em liwê baş xweyî derneketine. Ehmedê Xanî 300 sal berê armanca azadî û serxwebûnê, rîya tîfaq û yekîtîyê bi me nîşan daye. Lê, em kurd di rîya wî de nemeşîyane û bu 300 sale hêj jî em koleyê bin destê dagirkeran in. Em kurd, me wezîfên xwe baş bi cîh nanîye. Em li navê wî û berhemê wî baş xweyî derneketine. Pirtûka wî ya nemir di nav xwendevanên kurda de baş nehatîye belavkirin. Pirtûka destana Mem û Zînê hetanî nûha sê car hatîye çapkirin û hejmarek hendik di nav gelê kurd de hatîye belavkirin. Tenê li Kurdistana bakûr hejmara Kurdan ji 20 mîlyonî zêdetir e. Divê ev pirtûk hetanî nûha 20 - 30 car bihata çapkirin û belavkirin,divê di mala her kurdî de ji vê pirtûkê yek hebana. Kurd di hêla xwendin û sendina kovar û pirtûkan de gelek ecêb in. Kurdêk 10 Kron nade pirtûkêk an jî kovarekî kurdî. Lê gelek kurd her roj rojnamên tirkan distînin, dixwînin. Hevalêk qal dikirin, digot: ”Min hêj nûh kovarê ji çapxanê girt destê xwe û ez çûm sukê. Di sukê de ez rastê kurdekî nas hatim, min kovarê da pê, ji bo ku bistînê. Wî kovarê girt destê xwe, lê mêze kir û got min vîya sendîye, xwendîye.” Mêrik (ew zilam) ji bo ku deh Kron neda kovarê nestînê direwan dike. Lê eynê ew mirov, wî zilamê kovarfiroş dawetê qehwê dike û 50 kron dide heqê bîra û 25 Kron dide heqê qehweyê û îkramê wî dike. Hevalekî din jî digot: ”Min kovar da yekê kurd, kovarê nesend. Lê, min dawetê aşxanê kir 100 kron heqê nanê min da.” Em kurd wehane!. Em sed kron alîkarî nadin partî, rêxistin, kovarên kurdî, an komeleyêk kurda, lê gava kurdêk dibe mêvanê me, em bi hezar kronî ji bo xwarin û wexwarinê mesrefê dikin. Em wek gelê kurd, partî, rêxistin û ronakbîrên (rewşenbîrên) kurd, li yên pêşîyên xwe, li pêşevayên xwe yên netewayî baş xweyî dernakevin. Partî û rêxistinên me kurdan jî di vê hêlê de wezîfên xwe baş naynin cîh. Divê me, nav û berhemên Ehmedê Xanî û yên din her dem bidana jiyandin, û di tu demî de wan nedana jibîrkirin. M. Emîn Bozarslan karekî hêja kir ku pirtûka Mem û Zînê weşand. Lê, ji bo belavkirin û firotina-... Dûmahîk Rûpel: 21

Page 21: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

2211

WWEESSTTAAYYÊÊ EEDDEEBBÎÎYYAATTAA KKUURRDDÎÎ ...... DDûûmmaahhîîkk::

-wê kî/kê pêre alîkarî kir. Wek mînak; Em bêjin ku kovarekî çandî û edebî, xwerû bi zimanê kurdî derdikeve, kî ji belavkirina wî re alîkarî dike? Çend kurd dibin abonê wê kovarê? Çend kurd wê kovarê dixwînin?. Li Beyazîdê (ku mezelê Ehmedê Xanî yê nemir liwê ye.) çend Kurdên welatparêz ji bo ku navî wî yê nemir bidin jîyandin, bi navê Ehmedê Xanî rojnamek hefteyî derdixin. Rojname nêzîkê 2 sal jîyana weşana xwe berdewam dike, lê paşê ji ber sedemên aborî weşana wê têt seknandin. Avukat Ahmet Gerez, yek ji wan yên ku rojnama Ehmedê Xanî diweşînin e. Ew dibêje ku: ”Ji bo ku em felsefa Ehmedê Xanî bi gel bidin famkirinê, dîtin û ramanên wî di nav gel de belav bikin me vê rojnamê derxist..... Me mesajên Ehmedê Xanî gihîştand gel. Ehmedê Xanî dibêjê ku her dar li ser koka xwe şîn dibe. Rojnama Ehmedê Xanî ji bo vê yekê dişixulîya.” Piştê ku rojname derdikevê, dagirkerên tirka zilm, zor û tehdayê li ser xebatkarên rojnamê zêde dikin. Dadgeha DGM’ê ji bo rojnamê 4 dawe vedike. Valî’yê dagirker ji xebatkarên rojnamê re dibêjê: ”Tîpa X di alfabeya tirkî de tûne ye. ” Ji bo vê yekê jî li wan dawe vedike. Avukat Ahmet Gerez ji bo rawestandina rojnamê weha jî dibêjê: ”Ewil ji bo rojnamê eleqeyêkî mezin hebû. Gelek dihatin firotin, gel distend û dixwendin. Paşê ji ber sedemên zilm û tehda dewleta tirk em hendî nikaribûn rojnamê belav bikin û bifroşin. Rewşa me ya aborî xirab bû, baş nebû. Ji bo vê yekê me weşandina rojnamê da seknandin. Lê ger ku îmkanên me hebin, emê di salvegera 300 salî ya wî de dîsan rojnamê biweşînin.” Di nav rûpelên rojnama Ehmedê Xanî de jîyana Ehmedê Xanî, berhemên wî, gotinên pêşîya, nivîsên ji edebîyata Kurdî, ji zargotina Kurdî çîrokên gelêrî, kilam û stran, û hwd. Cûre cûre nivîs dihatin weşandinê. Daxwazîya me Kurda ewe ku rojnama Ehmedê Xanî dîsa bê weşandin, lê ne bi zimanê tirkî, xwerû bi zimanê Kurdî bê weşandinê. Di sala 1995’an de 300 salîya Ehmedê Xanî têt pirozkirin. Kurumên (dezgeyên) millî û kovarên kurda divê di ev salê de dest pê bikin û hendî her sal di şaxên edebîyata kurdî de (çîrok, helbest, roman) divê xelatên Ehmedê Xanî belavbikin. Têbinî - 1: Bi qasê ku ez pê hesiyam, şoreşger û welatparêzên kurd di hepisxaneyê de bi navê ”Ahmedê Xanî” kovareke neyênî - dizî, îlegal - derdixin. Ev kovar hêj neketiye destê min, lê nivîseke ku di wê kovarê de hatibû weşandin, min di pirtûka li ser şehîd Fîkrî Baygeldî - Navê pirtûkê ”Lîcelî Delîkanlî” ye - de xwend e. Têbinî - 2 : Ev nivîs di sala 1994 - an de, ango panzdeh sal berê hatibû nivîsîn. Ji ber girîngiya naveroka wê ez careke din diweşînim.

EEEEEEEEVVVVVVVVÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAA WWWWWWWWEEEEEEEELLLLLLLLAAAAAAAATTTTTTTT********

MM eell llee NNûûrr îî yyêê HHeessaarr îî

(( 11993344 –– 22001111 ))

( Qamişlo - Sûriya )

Evîna welat! Gelekî tu zorî

Ez nadim welat, bi çerxê jorî

Bavê min jêre dibêjin Yûsiv

Navek şêrîne, wek dims û hingiv

Diya min bi min, gelkî biha ye

Navê wê Xanim, kîza Mela ye

Ez li Hesarê, çêbûm ji dê re

Diya min zû çû, (Fermo) ji Xwedê re

Şehra me Mêrdîn, li Kurdistanê

Tirk li wan dikin îro fermanê

Jîna min çardeh, gîhame Sûrî

Çi hat serê min, ji destê dûrî

Li min bû peyda, evîna welat

Zimanê min bû, Xabûr û Ferat

Min melatî kir, peyda li gunda

Bûme biyanî, ji rengê Kunda

Geriyam li gunda, nebûme dilxweş

Qirdê min kor bû, bextê min bû reş

Hatim Qamişlo destê min vala

Guhneda ser min, keskî ji hevala

Ji ber neçarî, ez ketim xana

Hişê min tev çû, ji derd û jana..

MMMMMMMMIIIIIIIIRRRRRRRRIIIIIIIINNNNNNNNÊÊÊÊÊÊÊÊ

Hey wax ji derdê mirinê, ez pê nizanim wê çikî

Ev bê dila pir ijdehar, bo çî me dê winda bikî

Qîza ji ber xortan dibî, axîn ji dil der nakevin

Îdî nema peyvê dikin, mîna kesê ku bê devin

Geh bav diçî, geh dê diçî, zaro dimînin bê xwedî

Îdî nema ew têr dixwin, lewra dikin tirs û fedî

Hey mirinê ka min çi dî, ku ez ji cîhanê herim

Qey tê bihêlî carekê, pey mirinê ez vegerim?!

Bi hatina bihar û Newrozê re bang li keça Kurd kiriye û jê re gotiye:

Qîza ciwan û gulperî

Şewq û şemala xweserî

Ger tû dixwazî koçerî

Mizgîn didim va bû bihar

Dakev ji wê asêgehê

Adar giha roja nehê

Serbest were vê bergehê

Bê tirs li ber çavê neyar

Şalûl û bilbil bûne ref

Hespa cîhan tev kirine kef

Saz û bilûr û ney û def

Cerga dikin serxweş û har

* Jêder: Konê Reş

- Navnîşana herdu helbestan ji naveroka wan hatiye girtin.

( DILNAME )

Page 22: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

2222

Li dor weşandina Kovara Gulîstan, di roja 07/04/2008an de min ji mamoste Hemîdê Derwê ş, sekretêrê Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûrîyê pirsî, yê ku Cegerxwîn endamekî vê Partiyê bû, birêz Derwêş wiha got; Cegerxwîn doza weşandina kovareke kurdî bi navê Gulistan kir, hingê min jêre got: Bela navê kovarê Stêr be, lê Cegerxwîn razî nebû û wek xwe kir, navê wê kir Gulistan... Wî kovara Gulistan diweşand.. Me wek Hizib (Partî), her tişt jêre amade kir, dektîlo, kaxet.. Me gelekî guhdida ziman.. Kekê, di wan salan de em di rewşeke zor dijwar de derbas dibûn.. Hevalên me di zindanan de bûn, em revyayî bûn, ew derfeta xweş nebû.. Me dixwest em gelek tiştan bikin.. Gulistan: Li ser bergê hejmara dawî (38), zivistana 2009 an, pênasîna kovarê wiha hatiye diyarkirin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye , lê li ser bergên hijmarên pêşîn manşêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek Toreyî û Edebî ye . Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye !. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû: Ev kovar kovara te ye Ev bax û gulîzara te ye Têde darek xwe ş biçîne Ev dar nivîsara te ye. Piştî koçkirina seydayê Cegerxwîn, ev manşêt li ser tev hijmaran tê nivîsandin: (Di sala 1968 an de Cegerxwîn kovara Gulistan damezirandiye û bûye berpirsyarê wê). Û wek ku me got, hijmara pêşîn ji vê kovarê di Nîsana sala 1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Ta bi sala 1979 an, sala ku Cegerxwîn têde berê xwe da penaberiyê û çûye Swêdê, bi tenê 16 hijmar jê hatibûn weşandin, anku Cegerxwîn 16 hejmar ji vê kovarê weşandine û naveroka wê bi piranî, bi berhemên xwe dixemilandin. Mixabin ku hijmara 16 an bi dest min neket da ku ez geryanekê di naveroka wê de ji xwendevanan re raxînim ber çavan.. Vêca ez neçar dibim li naveroka hijmara 15 / Nîsana 1978 an a berî dawî ku Cegerxwîn berpirsyariya wê kiriye vegerim. Ev hijmar di nîsana 1978 an de hatiye belav kirin, ji 14 rûpelan pêk tê, li ser pelên A4, bi ronyo hatiye kişandin, naveroka wê, bi van babetan hatiye xemilandin: Rûpelê 1: Pêşgotin e, ev pêşgotin bi pênûsa Cegerxwîn e, di bin vê manşêtê de ye: Çi ji zana û torevanên me tê xwestin? (( Miletê Kurd pir li paş maye. Di bin barê nezanî, perîşanî û bindestiyê de pişt xûz bûye. Û dijmin û kevneperist, keysê têde dibînin, fena lê dikin, xwîna wî dimijin û wî dûrî armanc û daxwazên wî, bi riya şaş de dajon.. Gotin jêr navê ko miletê Kurd, ji vî barê giran piştrast nabe û ji perîşanî, nexweşî, nezanî û bindestiyê, rezgar nabe, bê xebat, hişyarî, zanîn û gorîdan.. Û bêgûman jî ko di van meydanan hemûyan de zana û torevanên bi milet re dilsoz, dikarin karên hêja û xizmetên mezin, ji pirs û dozên welatê xwe re pêşkêş bikin.. Ristvanê bi milet re rast û dilsoz, dikare bi ristên ko ji kûraniya dilê wî derdikevin, komên fireh ji milet tev bide û daxîne meydana xebatê.. Nivîsevanê miletperist, riya xebatê bi nivîsanê xwe ronî dike û dihêle milet bi bawerî, li ser pêş de, ber bicîkirina daxwaz û armancên xwe de, here. Û hinermend (Stranbêj, sazbend û ayîngir), derdê milet digirin, dibêjin û dibilînin û nav têde didin da ko li ber dijmin û kevneperistan rabe.. ... Dûmahîk Rûpel: 23

RRRRRRRROOOOOOOOJJJJJJJJNNNNNNNNAAAAAAAAMMMMMMMMEEEEEEEEVVVVVVVVAAAAAAAANNNNNNNNIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA CCCCCCCCEEEEEEEEGGGGGGGGEEEEEEEERRRRRRRRXXXXXXXXWWWWWWWWÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN,,,,,,,,

KKKKKKKKOOOOOOOOVVVVVVVVAAAAAAAARRRRRRRRAAAAAAAA GGGGGGGGUUUUUUUULLLLLLLLIIIIIIIISSSSSSSSTTTTTTTTAAAAAAAANNNNNNNN ÛÛÛÛÛÛÛÛ GGGGGGGGEEEEEEEERRRRRRRREEEEEEEEKKKKKKKK DDDDDDDDIIIIIIII NNNNNNNNAAAAAAAAVVVVVVVV

HHHHHHHHIIIIIIIIJJJJJJJJMMMMMMMMAAAAAAAARRRRRRRRAAAAAAAA 1111111155555555 AAAAAAAANNNNNNNN DDDDDDDDEEEEEEEE

KK oonnêê RReeşş

[email protected]

( Qamişlo - Sûriya )

Wek ku em tev helbestvaniya seydayê Cegerxwîn dizanin; wî di ser heyşt dîwanan re nivîsandiye, her heyşt dîwanên wî di nav gel de hatine belavkirin. Di çerxê bîstan de, ew dîdevanê heyamê xwe bû. Wî, li gor imkanên xwe, gelek bûyer, rûdaw û serhildanên Kurdistanî di hunraw û helbestên xwe de şopandine, anîne ziman û ji gelê xwe re pêşkêş kirine.. Her wiha di helbestên xwe de kiriye, hawar, gazî û şerê kevneşopiyê, oldariya kor, beg û axayên zordar û kedxwar kiriye.. Ev yek ji rexê helbestvaniya wî ve. Ji rexekî din ve, Cegerxwîn beşek ji folklorê me kom kiriye, hinek ji dîroka me nivîsandiye, di gel ku wî di warê ziman, ferheng, çîroknivîsandinê û danheva gotinên pêşiyan de jî karekî baş kiriye.. Belê di vê mijarê de, bi min xweş e ku ez rexê rojnamevaniyê li cem Cegerxwîn bînin ziman. Cegerxwîn wek rojnamevan ji xwendevanan re bidim naskirin.

* * * Piştî rawestandina herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan (Hawar : 1932-1943 û Ronahî : 1942-1945) û (Roja Nû û Stêr ) yên birayê wî Dr. Kamiran Bedirxan , pênûsên ku ew kovar bi berhemên xwe dadigirtin, bi rola xwe wek ku pêdiviye ranebûn..?! Erê ranebûn... Ew kesên ku, naveroka wan kovaran bi helbest û nivîsên xwe dixemilandin û wek şagirtên mîr Celadet Bedirxan û Dr. Kamîran Bedirxan dihatin naskirin, Li gor pêdiviya demê bi karên xwe yên zimanî û rewşenbîrî rabûn, ji wan: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nûrddîn Zaza, Mele Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî, Mele Ebdulhadî, Hesen Hişyar û Reşîdê Kurd û gelek kesên din jî hebûn.. Belê piştî ku ew kovar û rojname hatin rawestandin, gelekan li wan kesan, ji wan rewşenbîr û helbestvanên ku me navên wan gotin, dûrî karê wêjeyî ketin.. Hina ji wan dest bi karê siyasî kirin.. Hin, ji ber tirsê û qedexebûna zimanê kurdî bi dizî xebitîn û hin ji ber feqîrtiyê û ji bo bidestxistina gepa nanê rojê, dûrî ziman, ferheng û wêjeyê kurdî ketin.. Lê Cegerxwîn, ji ber bîrbûn, zanîn û dûrdîtina giringiya zimanê Kurdî di hebûna miletê Kurd de, wî bi berdewamî, bi Kurdî nivîsand û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw helbestên xwe li dor kul, êş û derdên gelê Kurd hunandin û wiha di çerxê 20 an de xebat û bizaveke zor mezin ji ziman û rewşenbîriya Kurdî re pêşkêş kir.. Di sala 1968 an de, piştî 23 salan di ser rawestandina kovara Hawar û Ronahiyê re, 23 salên ji bêdengiyek wek mirinê di ser zimanê kurdî re, seydayê Cegerxwîn hewl da ku wê valahiyê dagire û wiha dest bi weşandina kovareke xurû kurdî, bi tîpên latînî kir. Ew kovar navê wê (Gulistan ) bû. Gulistan : Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha cehzerana sala 1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pelên A4, bi bi ronyo dihat kişandin.. Naverok bi piranî bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin.

Page 23: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

HHii jjmmaarr :: 55 DDIILLNNAAMMEE 11--44--22001111

2233

RROOJJNNAAMMEEVVAANNIIYYAA CCEEGGEERRXXWWÎÎNN,, KKOOVVAARRAA GGUULLIISSTTAANN

ÛÛ GGEERREEKK DDII NNAAVV HHIIJJMMAARRAA 1155 AANN DDEE

...... DDûûmmaahhîîkk::

Û wiha ristvan, nivîsvan û hinermend lîzkek mezin di jîna miletan de digerînin. Çi di warê hişyarkirina milet û ji hevdanalîna dost û neyaran de û çi di warê şer û xebata dijê pêwendên malbatî, êlperistî û hemû rêçik û rêcîmên kevnarede.. Û heta ko nivîsvan, ristvan û hinermendên welatperwer, xweş bi vî karî ranebin, divê dakevin nav kom û rêzên milet û jîna karkir û cotkaran û bi kul û derdên wan agahdar bibin û li gel wan kar û xebatê bikin.. Da ko rist, nivîsar û stranên wan, bi rastî û dirustî derdê milet bêjin..

Û wek em tim dibêjin, Gulistan meydaneke vekiriye li pêşiya her kesên ko dixwazin ko kar û xebatê ji welat û miletê xwe re bikin. Û di vejandina pêmayê Kurdî de pişkdar bibin )).

Rûpelê 2: Çîrokeke bi navê (Çûna Bajêr), bi pênûsa (Pîran )e.

Rûpelê 3:Gotareke bi navê (Hoşî Mîneh ê nemir) bi pênûsa (Rêwî) ye.

Rûpelê 4: Helbesteke bi navê (Banga Şoreşê), di bin manşêta (Ji ristên Afrîqa Reş; ristên serbest), yekî bi navê (Navdar ), ji ingilîzî guhestiye Kurdî. Rûpelê 5: (Lêkolînek li ser seydayê Xanî), bi pênûsa Cegerxwîn e.

Rûpelê 6: Helbestek Cegerxwîn e bi navê (Li Rojhilat Ci dibî?). Di eynî rûpel de ev manşêt û şirove heye: (Niviştên Ko Cegerxwîn Çêkirine). Xuya ye ko wî bi xwe nivîsandiye, dema Di dawiya wê de dibêje: Lê mixabin ko yek jî li cem min nîne û tev ji derve ne .

Yên Neçapkirî: 3 - Dîwan; 1-2-3

5 - Tarîx; 1-2-3-4-5

1 - Tarîxa Jindariya wî, 3 perçe.

4 - Tercume; Mînorûskî, Xalîfîn, Basîl, Dewleta mehabad.

1 - Tarîxa Şoreşa Kurdistana îraqê ji 1961- 1968 bi Kurmancî ye.

1 - Ristvanên Kurdistan.

1 - Nivîsarek li ser seydayê Xanî û çend nivîsarên dî jî û çend kurteçîrok jî çêkirine.. Çapkirî: 3 - Dîwan, 2 - Perçe Ferheng, Destûra Zimanê Kurdî, 2 - Çîrok, Cîm û Gulperî û Reşoyê Darî, Gotinên pêşiya.. Lê mixabin ko yek jî li cem min nîne û tev ji derve ne.

Rûpelê 7: Xelekek ji tercuma nivîsek Mînorûskî ye li dor Kurdan, Cegerxwîn wergerandiye Kurdî.

Rûpelê 8: Xelekek ji tercuma nivîsek Xalîfîn e, bi navê (Kêferat Li Ser Kurdistanê), Cegerxwîn wergerandiye Kurdî.

Rûpelê 9: Gotareke Cegerxwîn e, bi navê (Nûroja Îsal), Cegerxwîn di vê gotarê de pesnê Newroza sala 1978 an daye.

Rûpelê 10: Di vê rûpelê de manşêt weha hatiye; (Ristvanekî Kurd: Tîrêj / Nayifê Heso ). Cegerxwîn bi kurtî hin ji jînenîgariya wî aniye ziman û di dawiya wê de wiha gotiye: (( Tîrêj niha hin ristên xweş dibêjî û çîroka (Ciwan û Kejê) çêkiriye. Hêvîdarim ko berpêş gavên xwe bavêje. Ca ji ber ko dîwana wî li nik min peyda nabî, divêm çend ristan ji çîroka wî di vir de bidim nîşandan )). Û wiha Cegerxwîn çend perçe ji helbestek Seydayê Tîrêj di vê hejmarê de belavkiriye. Di eynî vê rûpelê de hin ji gotinên pêşiyan jî weşandine.

Rûpelê 11/12/13: Ev her sê rûpel bi çîrokek Mîxayîl Şoloxof ya bi navê (HÎNBÛNA KÎNÊ Û GIR), hatine xemilandin, wergêrê çîrokê (A.D) hatiye nivîsandin, lê xuya ye ku (A.D) mamoste Ezîzê Dawê bixwe ye. Hem jî di eynî rûpelê de, helbestek seydayê Keleş bi navê (Yara Bê Bext) hatiye belavkirin.

Rûpelê 14: Bi bermayê babetan hatiye dagirtin.

Piştî koçberiya Cegerxwîn û çûna wî welatê Swêdê di sala 1979 an de, hêjî Cegerxwîn berhemên xwe ji kovara Gulistan re dişandin û têde belav dibûn..

Hêjayî gotinê ku ev kovar ketiye nav gelek destan de; di pey Cegerxwîn re mamoste Ezîzê Dawê ta bi sala 1991ê bi kar û barên weşana wê rabûye û du salan hatiye sekinadin. Di sala 1993 an de Ferhadê Çelebî û Saihê Heydo bi berpirsyariya wê rabûne û bi rengekî moderin, spehî û bi wêne weşandine. Piştî çend hijmaran û di sala 1997 an de hatiye rewestandin, ew jî wek kovarên rêxistnan yên din tevlî kovara Bihar ê bûye.. Lê ew biryara tev rêxistinên kurdan ku kovarên xwe yên bi Kurdî bi sekinînin û bi tenê kovara Bihar bi weşînin, neçûye serî.. Vêca careke din Kovara Gulistan hatiye weşandin. Vê carê jî Ferhadê Çelebî, Salihê Heydo, Derwêşê Xalib û Fewazê Kano bi berpirsyariya kovara Gulistan rabûne.. Ji mirina Ferhadê Çelebî (2004) û vir de û ta roja îro, wek ku ez dizanim, bêtir Selmanê Heso û Salihê Heydo bi berpirsyariya vê kovarê radibin...

Eger her sal hijmarek ji vê kovarê bihata weşandin, gerek niha 43 hejmar hatibana belavkirin.. Cegerxwîn dikarîbû di 12 salan de 16 hejmaran biweşîne lê yên di pey re, nikarîbûn her salekê hejmarekê biweşînin…! Ev yek jî cihê mixabinyek mezine ku ziman li cem rêxistinên me di pileya dawî de ye û di ser guhan re tê avêtin..!

Hijmara dawî (38) ji kovara Gulistan di zivistana 2009 an de hatiye weşandin.

Not : Hêjayê gotinê ye ku di pey Cegerxwîn re, Mecîdê Haco û Mele Tahir jî di vê meydanê de kar kirine, wan jî di sala 1979 an kovara Gelawêj di ber Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (Elpartî) de, weşandine. Ta niha bi tenê 34 hijmar jê hatine belav kirin.

Wek ku di kovara Gulistan de hatiye min wiha nivîsandiye.

Qamişlo, 01.03.2011

Page 24: Rojnameya Dilname Hijmar 5 · 2011. 4. 2. · I. DILNAME RRoojjnnaammeeyyeekk RReewwşşeennbbîîrrîî yyee SSeerrbbiixxwwee yyee -- Ji zûde ye, ketiye dilê min ku zemên deriyên

ŞŞŞŞŞŞŞŞAAAAAAAAXXXXXXXXTTTTTTTTAAAAAAAARRRRRRRR ((((((((33333333)))))))) ×××××××× RRRRRRRROOOOOOOOMMMMMMMMAAAAAAAA ((((((((00000000))))))))

DDDIIILLLNNNAAAMMMEEE RRRooo jjj nnn aaammm eeeyyy eeekkk RRReeewwwşşşeeennn bbb îîîrrr îîî yyy eee SSSeeerrr bbb iii xxx www eee yyy eee

rroojjnnaammeeyyaaddiillnnaammee@@yyaahhoooo..ccoomm 22001100 22001111 ffaacceebbooookk..ccoomm//rroojjnnaammeeyyaa..ddiillnnaammee DDaawwîî

BBBBBBBBAAAAAAAARRRRRRRRŞŞŞŞŞŞŞŞAAAAAAAALLLLLLLLOOOOOOOONNNNNNNNAAAAAAAA ((((((((33333333)))))))) ×××××××× AAAAAAAARRRRRRRRSSSSSSSSÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNNAAAAAAAALLLLLLLL ((((((((11111111))))))))

RRRRRRRRIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAALLLLLLLL MMMMMMMMAAAAAAAADDDDDDDDRRRRRRRRÎÎÎÎÎÎÎÎDDDDDDDD ((((((((33333333)))))))) ×××××××× LLLLLLLLIIIIIIIIYYYYYYYYOOOOOOOONNNNNNNN ((((((((00000000))))))))

ÇÇÇÇÇÇÇÇÊÊÊÊÊÊÊÊLLLLLLLLSSSSSSSSÎÎÎÎÎÎÎÎ ((((((((00000000)))))))) ×××××××× KKKKKKKKOOOOOOOOPPPPPPPPIIIIIIIINNNNNNNNHHHHHHHHAAAAAAAAGGGGGGGGIIIIIIIINNNNNNNN ((((((((00000000))))))))

55 11--44--22001111

ŞŞŞŞŞŞŞŞAAAAAAAALLLLLLLLKKKKKKKKEEEEEEEE ((((((((33333333)))))))) ×××××××× VVVVVVVVAAAAAAAALLLLLLLLAAAAAAAANNNNNNNNSSSSSSSSIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA ((((((((11111111))))))))

MMMMMMMMAAAAAAAANNNNNNNNŞŞŞŞŞŞŞŞÎÎÎÎÎÎÎÎSSSSSSSSTTTTTTTTEEEEEEEERRRRRRRR ((((((((22222222)))))))) ×××××××× MMMMMMMMEEEEEEEERRRRRRRRSSSSSSSSÎÎÎÎÎÎÎÎLLLLLLLLIIIIIIIIYYYYYYYYAAAAAAAA ((((((((11111111))))))))

Di roja Sêşema (15-3-2011) an de, Tîma Manşîster Yûnaytêd yê Inglîzî ji Tîma Mersîliya yê Frensî bi du golan li hember golekê vexwar. Herdu golên Manşîster lîstikvan Hêrnandêz kirin, Brawin jî golek bi şaştî li xwe kir. Di encamê de Manşîster hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Sêşema (8-3-2011) an de, Tîma Barşalona yê Spanî li stada Kamb No ji mîvanê xwe yê Inglîzî - Tîma Arsînal bi sê golan li hember golekî vexwar. Du golên Barşelona lîstikvan Liyonêl Mêsî kirin, yek jî Çavî Hêrnandêz kir, her weha lîstikjvan Sêrciyo Boskêts golek bi şaştî li tîma xwe kir. Di encamê de Tîma Barşalona hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Çarşema (16-3-2011) an de, matçê di navbera Tîma Çêlsî yê Inglîzî û Kopinhagin yê Danîmarkî de li stada Stamford Brîdic bê gol derbas bû. Ji ber ku berê Tîma Çêlsî di matçê çûnê de bi du golan ji Kopinhagin vexwaribû, bi wê encamê Çêlsî hildikişe qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Çarşema (9-3-2011) an de, Tîma Şalke yê Almanî ji Tîma Valansiya yê Spanî bi sê golan li hember golekê vexwar. Piştî ku lîstikvanê Valansiya; Rîkardo golek li Şalke kir, lîstikvanê Şalke; Çîverson du gol û Mariyo golek li Valansiya kirin, bi wê encamê Şalke hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Sêşema (8-3-2011) an de, Tîma Şaxtar yê Okranî ji mîvanê xwe yê Italî - Tîma Roma bi sê golan vexwar. Lîstikvanên Tîma Şaxtar yên ku sê gol kirin: Tomas û Wîliyan û Îdwardo bûn. Di encamê de Şaxtar hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Çarşema (16-3-2011) an de, Tîma Riyal Madrîd yê Spanî li stada Santiyago Birnabiyo ji mîvanê xwe yê Frensî - Tîma Liyon bi sê golan vexwar. Du golên Riyal Madrîd lîstikvan Kerîm Binzêma kirin, yek jî Anxêl Dîmariya kir, yek jî Marsêlo kir. Di encamê de Riyal Madrîd hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

UUUUUUUU EEEEEEEE FFFFFFFF AAAAAAAA -------- CCCCCCCCHHHHHHHHAAAAAAAAMMMMMMMMPPPPPPPPIIIIIIIIOOOOOOOONNNNNNNNSSSSSSSS LLLLLLLLEEEEEEEEAAAAAAAAGGGGGGGGUUUUUUUUEEEEEEEE -------- MMMMMMMMAAAAAAAATTTTTTTTÇÇÇÇÇÇÇÇÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN DDDDDDDDAAAAAAAAWWWWWWWWÎÎÎÎÎÎÎÎNNNNNNNN YYYYYYYYÊÊÊÊÊÊÊÊNNNNNNNN QQQQQQQQOOOOOOOONNNNNNNNAAAAAAAAXXXXXXXXAAAAAAAA 1111111166666666 AAAAAAAANNNNNNNN

TTTTTTTTOOOOOOOOTTTTTTTTIIIIIIIINNNNNNNNHHHHHHHHAAAAAAAAMMMMMMMM ((((((((00000000)))))))) ×××××××× MMMMMMMMÎÎÎÎÎÎÎÎLLLLLLLLAAAAAAAANNNNNNNN ((((((((00000000))))))))

EEEEEEEENNNNNNNNTTTTTTTTEEEEEEEERRRRRRRR ((((((((33333333)))))))) ×××××××× BBBBBBBBAAAAAAAAYYYYYYYYRRRRRRRREEEEEEEENNNNNNNN MMMMMMMMIIIIIIIIYYYYYYYYOOOOOOOONNNNNNNNIIIIIIIIXXXXXXXX ((((((((22222222)))))))) Di roja Çarşema (9-3-2011) an

de, matçê di navbera Tîma Totinhan yê Inglîzî û Mîlan yê Italî de li stada Wayit Hart Lîn bê gol derbas bû. Ji ber ku berê Tîma Totinham di matçê çûnê de bi golekê ji Mîlan vexwaribû, di encamê de Totinham hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.

Di roja Sêşema (15-3-2011) an de, Tîma Enter yê Italî ji Tîma Bayren Miyonix yê Almanî bi sê golan li hember du golan vexwar. Ji ber ku berê Tîma Bayren di matçê çûnê de tenê bi golekê ji Enter vexwaribû, di encamê de Enter Mîlan hilkişiya qonaxa (8) an di Champions League de.