ezîz ê cewo eskerê boyîk - penusanu.com · rengên di nav romana „gava mirî biaxife“ de...

24
hejimar '26' - Hezî ran Derhêner Xorşîd Şûzî Sernivîser Qado Şêrîn Boniye Cegerxwîn Ji te dûrim, welatê min Dr. Ehmed Xelîl Wergêr: Heyder Omer Kesayetiya Kesayetiya Kesayetiya Kesayetiya kurdî kurdî kurdî kurdî (Xelek 17an) Xelek 17an) Xelek 17an) Xelek 17an) Rengdêrên Hişê Kurdî Rengdêrên Hişê Kurdî Rengdêrên Hişê Kurdî Rengdêrên Hişê Kurdî Rawestinek li gel têrm: Ez dizanim, ku dan û standina li gel têgeh û têrman, ji dijwariyan ne vala ye, ne hêsan e, lê ka wê mirov çi bike? Têgeh û têrm kilîtên zanistan e, dergehên zanînan e, qevaztina di ser wan re, qevaztina ber bi tevliheviyê û zanîna kêm de ye; vê lomê, beriya ku em rewşên hişê kurdî bipelînin, ka em li ba (hiş) û hevyarê wî (pûnijîn) rawestin, gelo ew çi ne?..................Rûpel (15) Salih Bozan EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ Ji duhunî de ez ji odeya xwe derneketim. Hîro, berî ku Ro here ava baran bariya. Min sîwana xwe rakir û ez ji Kampê derketim. Ez gihîştim "Mola" ku ez tiştên xwarinê jê dikirim. Herku tême vê Molê ez qehweyeke êkispirês vedixwin. ..............................Rûpel (8) Eskerê Boyîk Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê derketim? derketim? derketim? derketim? -1 Edî ji 20 salî zêdetire, ku ez ji Ermenistanê derketim e.Min destê zarokê xwe girt, derî ji pey xweva dada û bi keser, bi axîn ketime rêke neeyan, berê xwe da xerîbiyê Bîranîn, zarotî, kar û xûdan, jiyana pêncî salî, gund, bira- pismam, dost û heval, evîn, goristan,..........................Rûpel (5) Ezîz ê Cewo ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, HEM JÎ BÊTEREF BE! HEM JÎ BÊTEREF BE! HEM JÎ BÊTEREF BE! HEM JÎ BÊTEREF BE! Anegorî qanûnên rojnamegerîyê, mirovek an kesek, ê ku ji navê rojnamegerîyê agahîyan radigihîne, an daxuyanîyan dide, ew dive li ser bingeha daneyîn obyêktîf û rast bin. Ev prênsîpên rojnamegerîyê yên exlaqî ne. Di cîhanê da gelek rojnameger û sazî an weşanên çapemenîyê hene, yên ku xizmeta rêjîma welatekî konkrêt a desthilatdar dikin. Ewana wijdanê xwe dispêrin berîka xwe û namûsa xwe jî didin bin pêyê xwe û dibin pergal û hêman di destê rêjîmên dijmirovî da… Mirov evê efû nake, lê heya radeyekê tê digihîje: mirov in ditirsin, lewazîyên wan ên mirovî hen. Lêbelê rêxistneke wek Sazîya Rojnamegeran a Bêsînor (RSF) navekî weyayî bilind danîye ser xwe û dive anegorî wî navî jî derê. Ew rapor, a ku ewê saziyê di derbarê azadiya ragihandinê di Rojavayê Kurdistanê amade kirye, dive ewê li ser bingeha agahîyên çavkanîyên xwe amadekiribe. Eger na, ewê ew rapor li ser bingeha agahêyên hinek xulamokên hinek rêjîmên herêmê amadekiribe, ew şanê wê nakeve û ne anegorî nave wê ye… Di Rojavayê Kurdistanê da berxwedana gel a ji bo mafên xwe yên mirovî û netewî heye, û her agahîke di derbarê rewşa wî parçeyê Kurdistanê da di berjewendîyên PYD – Tevgera gelê kurd a rizgarîxwaz da ye. Tiştê ku li wir pêk tê, bi rastî, pêdivîya wê bi ronîkirineke rastîn û obyêktîf heye – ji hêlekê va berxwedana gel, ji hêla dinê va siyaseta rêjîma dijmirovî ya serdest û êrîşên komên radîkal ên îslamî, yên ku ji hêla rêjîma Tirkîyayê va va tên destekkirin. Ji bo wê jî, berî ku RSF raporeke wisa amade dikir, divya bû, ku rojnamegerên xwe yên pêbawer ên bêteref û ne berjewendîperest bişandana wir… Ma mirov jî hilde û vê têkoşîna netewekê ya mafdar a li dijî bindestîyê û dagerkerîya navnetewî bi çavên serdest û dagerkeran bide xuyan?! Helwesteke weha ne hêjayî nave rojnamegerîya professional e, û, ji bo wê ez wek rojnameger wê şermezar dikim û bang li RSF-ê dikim, lêborîna xwe ji gelê kurd û tevgera wê bixwaze û ji bo raporeke bêteref a obyêktîf hinek rojnamegerê xwe yên professional bişîne Rojavayê Kurdistanê. Gaveke weha wê anegorî rastîyê be û wê navê RSF-ê ji neobyêktîfî û biterfbûnê biparêze. Ezîz ê Cewo Mamoyan (Korda Mad) Endamê Yekîtîya Rojnamegerên Rûsîyayê, PEN-a Kurd û ya Navnetewî 10. 05. 2014 Bajarê Pyatîgorskê/Rûsîya Bêwar Barî Teyfûrî EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN (BE (BE (BE (BEŞA 2 MÎN) A 2 MÎN) A 2 MÎN) A 2 MÎN) Kurd evîndarê edaletêne.,dijî cîhanek bê edalet, bê exlaq, bê prînsîp,bê bingeh bi îsrar û bi biryarin. Kurd îro vê helwesta xwe a dîrokî,însanî ber dîrokê, ber mirovahîyê dubare dikin.Kurd torîvanê dîrokek bi edalet a veşartîne.Vê dîrokê îro kurd bi zanetî.........................Rûpel (9) Hizr û raman bi te re ne Dil û ceger tim yê te ne Ronî, hinas b´navê te ne Welatê min welatê min ji zûve ez ji te dûrim Penaberim keser kûrim Saz û awaz û bilûrim Welatê min welatê min Ji derda ez tim dinalim Biyanî me,dil bi jarim Bête ez zîl û çemalim Welatê min,welatê min Welatê min Kurdistan e Cihê egîd,pêşmergan e Yek ale ,yek dil û can e Welatê min,welatê min Stockholm-2014-03-10 Ji te dûrim,welatê min Bax û çîmen ,bihuşta min Hêlîna min ,bingeha min Welatê min welatê min Ji te dûrim bi canê xwe Li gel te me bi dilê xwe Bi helwest û bi hestên xwe Welatê min welatê min Ji te dûrim,biyanî me Li kolana ,bi tenê me J´vê civatê bê hêvî me welatê min ,welatê min Bi te ez tim serbilindim Bi coşim her wekî findim Serfirazim,j´ber ku kurdim Welatê min ,welatê min

Upload: others

Post on 08-Sep-2019

0 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

hejimar '26' - Hezîran Derhêner Xorşîd Şûzî

Sernivîser Qado Şêrîn

Boniye Cegerxwîn

Ji te dûrim, welatê min

Dr. Ehmed Xelîl Wergêr: Heyder Omer

KesayetiyaKesayetiyaKesayetiyaKesayetiya kurdî kurdî kurdî kurdî

((((Xelek 17an)Xelek 17an)Xelek 17an)Xelek 17an) Rengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê Kurdî

Rawestinek li gel têrm: Ez dizanim, ku dan û standina li

gel têgeh û têrman, ji dijwariyan ne vala ye, ne hêsan e, lê ka wê mirov çi bike? Têgeh û têrm kilîtên zanistan e, dergehên zanînan e, qevaztina di ser wan re, qevaztina ber

bi tevliheviyê û zanîna kêm de ye; vê lomê, beriya ku em rewşên hişê kurdî bipelînin, ka em li ba (hiş) û hevyarê wî (pûnijîn) rawestin, gelo ew çi ne?..................Rûpel (15)

Salih Bozan

EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ Ji duhunî de ez ji odeya xwe derneketim. Hîro, berî ku Ro

here ava baran bariya. Min sîwana xwe rakir û ez ji Kampê

derketim. Ez gihîştim "Mola" ku ez tiştên xwarinê jê

dikirim. Herku tême vê Molê ez qehweyeke êkispirês

vedixwin. ..............................Rûpel (8)

Eskerê Boyîk Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê Çima ez ji Ermenistanê

derketim? derketim? derketim? derketim? ----1111 Edî ji 20 salî zêdetire, ku ez ji Ermenistanê derketim e.Min

destê zarokê xwe girt, derî ji pey xweva dada û bi keser, bi axîn ketime rêke neeyan, berê xwe da xerîbiyê Bîranîn, zarotî, kar û xûdan, jiyana pêncî salî, gund, bira- pismam,

dost û heval, evîn, goristan,..........................Rûpel (5)

Ezîz ê Cewo ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE, ROJNAMEGERÎ DIVÊ HEM AZAD BE,

HEM JÎ BÊTEREF BE!HEM JÎ BÊTEREF BE!HEM JÎ BÊTEREF BE!HEM JÎ BÊTEREF BE! Anegorî qanûnên rojnamegerîyê, mirovek an kesek, ê ku ji navê rojnamegerîyê agahîyan radigihîne, an daxuyanîyan dide, ew dive li ser bingeha daneyîn obyêktîf û rast bin. Ev prênsîpên rojnamegerîyê yên exlaqî ne.

Di cîhanê da gelek rojnameger û sazî an weşanên çapemenîyê hene, yên ku xizmeta rêjîma welatekî konkrêt a desthilatdar dikin. Ewana wijdanê xwe dispêrin berîka xwe û namûsa xwe jî didin bin pêyê xwe û dibin pergal û hêman di destê rêjîmên dijmirovî da… Mirov evê efû

nake, lê heya radeyekê tê digihîje: mirov in ditirsin, lewazîyên wan ên mirovî hen. Lêbelê rêxistneke wek Sazîya Rojnamegeran a Bêsînor (RSF) navekî weyayî bilind danîye ser xwe û dive anegorî wî navî jî derê. Ew rapor, a ku ewê saziyê di derbarê azadiya ragihandinê di

Rojavayê Kurdistanê amade kirye, dive ewê li ser bingeha agahîyên çavkanîyên xwe amadekiribe. Eger na, ewê ew rapor li ser bingeha agahêyên hinek xulamokên hinek rêjîmên herêmê amadekiribe, ew şanê wê nakeve û ne anegorî nave wê ye…

Di Rojavayê Kurdistanê da berxwedana gel a ji bo mafên xwe yên mirovî û netewî heye, û her agahîke di derbarê rewşa wî parçeyê Kurdistanê da di berjewendîyên PYD – Tevgera gelê kurd a rizgarîxwaz da ye. Tiştê ku li wir pêk tê, bi rastî, pêdivîya wê bi ronîkirineke rastîn û

obyêktîf heye – ji hêlekê va berxwedana gel, ji hêla dinê va siyaseta rêjîma dijmirovî ya serdest û êrîşên komên radîkal ên îslamî, yên ku ji hêla rêjîma Tirkîyayê va va tên destekkirin. Ji bo wê jî, berî ku RSF raporeke wisa amade dikir, divya bû, ku rojnamegerên xwe yên

pêbawer ên bêteref û ne berjewendîperest bişandana wir… Ma mirov jî hilde û vê têkoşîna netewekê ya mafdar a li dijî bindestîyê û dagerkerîya navnetewî bi çavên serdest û dagerkeran bide xuyan?!

Helwesteke weha ne hêjayî nave rojnamegerîya professional e, û, ji bo wê ez wek rojnameger wê şermezar dikim û bang li RSF-ê dikim, lêborîna xwe ji gelê kurd û tevgera wê bixwaze û ji bo raporeke bêteref a obyêktîf hinek rojnamegerê xwe yên professional bişîne Rojavayê

Kurdistanê.

Gaveke weha wê anegorî rastîyê be û wê navê RSF-ê ji neobyêktîfî û biterfbûnê biparêze.

Ezîz ê Cewo Mamoyan (Korda Mad)

Endamê Yekîtîya Rojnamegerên Rûsîyayê, PEN-a Kurd û ya Navnetewî

10. 05. 2014

Bajarê Pyatîgorskê/Rûsîya

Bêwar Barî Teyfûrî

EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN (BE(BE(BE(BEŞA 2 MÎN)A 2 MÎN)A 2 MÎN)A 2 MÎN)

Kurd evîndarê edaletêne.,dijî cîhanek bê edalet, bê exlaq, bê prînsîp,bê bingeh bi îsrar û bi biryarin. Kurd îro vê helwesta xwe a dîrokî,însanî ber dîrokê, ber mirovahîyê dubare dikin.Kurd torîvanê dîrokek bi edalet a veşartîne.Vê dîrokê îro kurd bi zanetî.........................Rûpel (9)

Hizr û raman bi te re ne

Dil û ceger tim yê te ne

Ronî, hinas b´navê te ne

Welatê min welatê min

ji zûve ez ji te dûrim

Penaberim keser kûrim

Saz û awaz û bilûrim

Welatê min welatê min

Ji derda ez tim dinalim

Biyanî me,dil bi jarim

Bête ez zîl û çemalim

Welatê min,welatê min

Welatê min Kurdistan e

Cihê egîd,pêşmergan e

Yek ale ,yek dil û can e

Welatê min,welatê min

Stockholm-2014-03-10

Ji te dûrim,welatê min

Bax û çîmen ,bihuşta min

Hêlîna min ,bingeha min

Welatê min welatê min

Ji te dûrim bi canê xwe

Li gel te me bi dilê xwe

Bi helwest û bi hestên xwe

Welatê min welatê min

Ji te dûrim,biyanî me

Li kolana ,bi tenê me

J´vê civatê bê hêvî me

welatê min ,welatê min

Bi te ez tim serbilindim

Bi coşim her wekî findim

Serfirazim,j´ber ku kurdim

Welatê min ,welatê min

PIRTÛKÊN NÛ PIRTÛKÊN NÛ PIRTÛKÊN NÛ PIRTÛKÊN NÛ 2 2 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Kemal Tolan

Pirtûkên Newaf Mîro Pirtûkên Newaf Mîro Pirtûkên Newaf Mîro Pirtûkên Newaf Mîro

Birayê birêz Newaf Mîro,

min heta niha tenê romana te , ya bi navê „Gava Mirî biaxife“ bidil xweşî xwandiye. Ez dixwazim niha li ser vê romana te, a ku naveroka wê ji çande, kevneşop û gelek serpêkhatiyên jineke Kurd dagirtiye, van dîtin xwe bi te û xwandavên birêz ra barvebikim!

(Weşanên Do: 168 – ISBN: 978-605-4427-68-0 Nîsan 2014)

Birayê hêja, bi rastî wexta min ev romana te ya bi ser navê „Gava Mirî biaxife“ dît , min di cî de dest bi xwandina wê kir. Li goriya Êzdînasîna min, sernavê „Gava Mirî biaxife“ gelekî li van mijarên naverok romanê ne hatiye û a raste, vêga di nav zargotina kevneşopên me Êzdiyan de, hêjî baş tê gotin ku „mirî dikarin biaxivin“!

Lewma jî kêfa min gelekî hat, ku te ev kevneşopiya Êzdîtiyê ya ku dêjen, „Xwedan, ocax, pîrik û hwd.a her maleke Êzdî heye, bavçakên mirî namirin, ew her zindî ne û ew gelek carnan jî xwe di hinek şiklan de zindî şanî hinek kesan dikin…“. Min jî, ji gelek Êzdiyan bihîstiye û hêjî hinek kes weke ku te

gotiye dibêjin, „gava meriv wan dibîne, meriv diveciniqe, saw digre, dest bi ber merivan ve têne xwarê, dev li meriv ziwa dibe, zimanê meriv nagere, …“ Siheta te gelekî xweş be, te rast gotiye û vêga di nav zargotina me de hêjî baş tê gotin „gava ku meriv van reşan(xwedan, mirî û hwd xwe) ji nişka ve li ber çavên xwe dibîne anjî lingên wan bê hemdî wan li tiştekî dialiqe û diêşe, meriv hingê hawariya xwe ye pêşîn di gihîne xas, babçakên xwe mirî û dibêjen , ya Xwedê tû heqî ! ax bavo, dayê, wî bira û hwd.! delalê/a li ber dilê min…..“

Dîsa ez jî, mîna ku te di piraniya naveroka mijarên romana „Gava Mirî biaxife“ de daye xwanê dibêjim, raste ku hinek Xwedan, xas, qelender, ewliya anjî bav/dêçakên mirî û hwd.yê meriv dikarin li her deverê, ji nişka ve derkevine ber çavên meriv û ew ji tecrûbe, buyer, serpêkhatî û hebûna hêza xwe, yên li ser rewşa zarokatî, kulfet, ciwanî, evîndarî, zewac, zîrekî, bextewarî, ne bextwarî, gundîtî, bajarvanî, hizkirin, hişmendî, kêmasî, daxwazî, dijberîtî, bêhiqûkî, ne serkevtin, tehdît, polîtîk, nakokî, çand, ziman, mîrat, maldarî, malşîrnî, desthilatdarî, zordestî, kerasat(qisûmet), rêwîtî, xerîbî, belengazî, hemû serpêkhatî û veguhastinên kevneşopên oldarî, civak û netewa xwe xeberbidin. Ji xwe te gelek mînakên van mijaran jî, di nav vê romana „Gava Mirî biaxife“ de, bi zahmetekî mezin, zimanekî şêrîn û hesan anîne ser ziman.

Lê ezê hîn gelekî şa bibûma, eger te di rûpel 28 de, ew nêrîn û dîtinên ku xerîban li ser baweriya Êzdiyatiyê şaş gotine û weke wan nedana xwanêkirin, her weha te ew peyva neqenc, ya ku bi (îb…..) destpêdike û em Êzdî bi hemda xwe nabêjin jî bikarnekira û te bikarîbûna tevaya mijar, dîmen û rengên di nav romana „Gava Mirî biaxife“ de hene, li goriya naveroka çande, kevneşop, bîr, ol û rastiya Êzdiyatiyê dagirtina!

Ez hêvîdarim ku, gelek xwandevan jî bikaribin van berhemên te, yên ku li ber dilê min giranbuha ne, bixwînin, ew jî nêrînên xwe bi te û me ra parvebikin!

Her weha ez di dawiyê de dîsa bi peyvên te dêjim,

„ma tu heyî tu..

min dîmenê te, bi pitikên çavên xwe

li kûraya hişê xwe de qeyd kir

û ez qet ji bîr nekim- ….„

(ji ber vê berhema birêz hatiye girtin.)

Bila Xwedê û Tawisî Melek hêza pênûs û hişê te, yên ku xizmeta parastin û nasandina çanda bavkalan dikin zêdetir bikin û tû di armancên xwe de hîn zêdetir serkevtî bî!

Birayê te Kemal Tolan …… 18.06.14

Dîwanek Nû bi Navê (Soja Dil) derketDîwanek Nû bi Navê (Soja Dil) derketDîwanek Nû bi Navê (Soja Dil) derketDîwanek Nû bi Navê (Soja Dil) derket Konê Reş Di van rojên dawî de dîwanek nû, bi pênûsek nû ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Dîwan, navê wê: (Soja

Dil) e. Helbestvana dîwanê, navê wê: (Canda Hemo) ye. Piştî ku min helbestên dîwanê xwendin ez bi vê encamê derketim; dîwana Soja Dil bi zimanekê kurdî yê resen hatiye nivîsamdin, hevok bi zelalî bi dûv hev de rêz dibin.. Helbestvanê hewildaye tev his û hestê xwe yê evîndarî, kurdperwerî û civakî di rêka helbestên dîwanê de derîne.. Di hina de bi

serketiye û di hina de likumiye.. Di baweriya min de likumandina wê, ne kêmaniye.. Çiko, ev dîwan gava wê a pêşiye.. Bi tenê besî wê ye ku wê ev dîwana xwe bi zimanê kurdî nivîsandiye, tevî ku di zimanê erebî de ew baş serwexte..

Roja îro pêdiviya me bi wan kesan heye, ewên ku; bi zimanê kurdî dinivîsin, nexasim jin, ji ber ku jin nîvê civaka me ye.

Sebaretî me kurdên Rojava, ji sala 1947an de zimanê me qedexe ye.. Roja îro, li gor vê teknelojiya nû ku berdest bûye, êdî nema em karin zimanê xwe wek berê biparêzin. Ev zimanê ku ji sala 1923an de toşî talan û diziyê bûye..

Vêca dema ku keçek wek Canda Hemo his û hestên xwe bi zimanê kurdî deyne, hêja ye spasiyê, hêja ye navtêdanê..

Di vê biwarê de gotinek Mîr Celadet Bedirxan bi xurtî li dergehê hişê min dixîne: (Xorto! Te dît ko bazekî kevroşkek girtiye, mebêje ma girtina kevroşkê jî tişteke. Lê bêje te xezalek girtiye, ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê.

Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tu ê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî...)

Zimanê me dîroka me ye.. Zimanê me hebûna me ye.. Zimanê me berdewamiya me ye.. Ez ji dil spasiya helbestvana hêja (Canda Hemo) dikim, dîwana wê pîroz dikim û hêviya berdewamiyê jê dikim.

Dîwana (Soja Dil), ji 54 rûpelan pêk tê, 33 helbestên di navbera kilasîk û serbest de, di nav rûpelên xwe de kom dike.

Qamişlo, 24.06.2014

QUNCIKQUNCIKQUNCIKQUNCIK

3 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Carekê ji helbestvan û romannûsê Brîtanî Lawrence George Durrell

(1912-1990) hate pirsyarkirin: „tu çima dinivîse?“, wî weha bersiv da:

„Ez dinivîsim daku bihtir xwe kontrol bikim“.

Bê guman, ev ne bersiva hemî pirsê ye, belkû ew li gorî ezmûne û

serpêhatiya Durrell, tenê hindikek ji wê ye.

Her nivîskarek yan jî xwedanpeyvek, li gorî „weqî û mîzênên xwe“, diçe bersiva „pirsa nivîsandinê“.

Naxwe hindek ji nivîsandinê û bersiva „çima lidarxistina wê?“, li gorî

Durrell, „hayjixwehebûn“, xwedîtin, „xwekontrolkirin“, „xwenirxandin“ û „lixwenehêrtin“ e.

Tu dinivîse, daku tu baştir xwe bibîne; baştir li xwe binere; baştir hay ji

xwe hebe; baştir xwe kontrol bike; baştir xwe binirxîne; û baştir xwe rexne jî bike.

Tu dinivîse, daku tu bihtir bi xwe bihise; bi xwe birame; bi xwe rastiya

navê xwe bibêje; bi xwe derewa xwe, bi navê wê, yê rastî, bi nav bike; bi xwe yên din di xwe de, û xwe di yên din de, ava bike.

Mirov dikare sedema nivîsandina Durrell, weha jî şirov bike:

Hindek ji nivîsandinê „xwekifşkirin“ yan jî „xwekeşifkirin“ e.

Tu dinivîse, daku tu baştir xwe, „yê winda“, bibîne, û xwe nas bike;

baştir di „başdîtina“ xwe de, yên din di windabûnê de, bibîne.

Tu dinivîse, daku tu xwe, berî her kesekî din, nas bike:

Hindek ji nivîsandinê xwedîtin û xwenaskirin e.

Lewma fîlosofê Grîkî Sokrates (469-399 b.z.), her kes ji bo ku bifikirin,

dawetî xwenaskirinê dikir: „Xwe bi xwe nas bike!“.

Wate, rêya naskirina fîlosofiyê, di xwenaskirinê re, derbas dibe.

Û xwenaskirin jî hindek ji fîlosofînaskirinê ye:

Tu çiqasî xwe nas dike, hewqasî tu fîlosof î.

Herweha nivîskar û rojnamevana Emerîkî Joan Didion jî dibêje: „ez

dinivîsim daku bizanibim ez çawa difikirim“.. wate nivîskarî di serî de

xwenivîsandin e, û xwenivîsandin jî berî her tiştî xwenaskirin e.

Bi gotineke din nivîsandin, ku li gorî Durrell, xwekontrolkirin e,

hindek yan jî gelek ji xwenaskirin, xwekifşkirin û xwedîtinê ye.

Te xwe nivîsand, yanî te xwe baş nas kir.

Te xwe baş nas kir, yanî te xwe baş dît.

Te xwe baş dît, yanî tu yên din baştir bibîne.

Yê bala xwe bide panorama nivîsandina bi Kurdî, dê zû têderbixe ku nivîsandin ji „xwedîtinê“ bihtir, „yên-din-dîtin“ e, û ji „xwerexnekirin“,

„xwekontrolkirin“ û „xweîfadkirinê“ jî wêdetir „yên-din-rexnekirin“,

„yên-din-kontrolkirin“ û yên-din-îfadekirin“ e.

Jixwe rewşa Kurdên nivîsandinê, di vê derbareyê de, bi zimanên

din(Erebî wek nimûne) hîn kambaxtir û aloztir e.

Ez baş dizanim, ku hindek ji nivîsandinê „kirr“ e.

Lê kirrekî çawa?

Ew, „kirr“ e, daku mirov bi derbirîna pirrê kirr, „girrê“ xwe baştir nas

bike; baştir analîze bike; baştir rexne bike; baştir kontrol bike; û baştir humanize bike.

Di zimanê sosyolojiyê de, mirov wek „ajalekî/ heywanekî sivîl“ tê

liqelemdanê. Wate, mirov jî mîna her „heywanekî“din, pêwîstiya wî bi

hewcedariyên instinktiv(tîbûn, birçîbûn, sex…htd.), heye.

Lê cihêwaziya di navbera mirov û heywanên din de, tenê „sivîlbûyîn“ e. Lewre, ew wek „heywanekî sivîl“/ „heywanekî biaqil“, tê binavkirinê.

Rola nivîsandinê li vir, wek „aktioneke sivîl“, bi ya min, çalakkirina

heman „aqilê sivîl“, „ruhê sivîl“, „rabûnûrûniştina sivîl“, „danûstandina sivîl“, û „hestûnestên sivîl“ e.

Nivîsandin ji „girr“ bihtir „kirr“ e; û ji „tirrê“ jî bihtir „sirr“ e.

Nivîsandin, yek ji alavên herî humanitêr e, ku „xelkên nivîsandinê“ dikarin bi „kirrê“ wê, „girrê antî-sivîl“, humanîze bikin.

Lê pirtûka Kurdên nivîsandinê, „kirrê girrekî“ din û „girrê kirrekî“ din,

dibêje.

Ew dibêje: Nivîsandin girr e; girrekî bi kirr e, û kirrekî bi girr e.

Ew girrê „yên-din-kifşkirin“, „yên din-kontrolkirin“, „yên-din-

şaşkirin“, „yên-din-tazîkirin“; „yên-din-tawanbarkirin“, „yên-din-rezîlkirin“; û „yên-din-mehkûmkirin“ e.

Ew, girrê „ez“ û „min“ e:

Ez hem e, yê din tune; ez her tişt im, yê din ne tiştek e; ez rast im, yê din şaş e; ez hemî aqil im, yê din dîn e; ez mezin im, yê din biçûk e; ez

bilind im, yê din nizm e; ez tekûz im, yê din kêm e; ez spî me, yê din

reş e…htd.

Yanî ew kurt û Kurmancî, „girrê ji dewê herî şêrîn e“: „Çu kes nabêje

dewê min tirş e“!

Jixwe ya hîn xirabmlatir û trajedîtir jî, di vê nivîskariya bi girr de, ew e, ku pirtûk ji „aqil-vegirtinê“ bihtir, tolvegirtin e.

Li şûna ku gotar bi gotaran re, bikevin danûstandinê, xwediyên wan

çep û rast, bi dîroka hev dikevin, û hev ji dema zaroktiyê heta kêlîka ku qerqeşûn lê sekiniye, dişon û hillên hev li milên hev dikin.

Di pirrê gengeşe û nîqaşên ji girr de, ku nivîskar hem siwar û hem jî

peyayên wan in, li şûna ku gotar di hev re derbas bibin, û gotar bi gotarê re, aqil û logîkê nîqaş bikin, ew di kêleka hev re derbas dibin, û

dengûbasên navan(xwediyên gotaran), raberî hev û serûbinî hev dikin.

Jixwe xwênerên gotarên(yan gotegotên) ji nîqaşên şexsî jî, ku di wan de, basa rabûnûrûniştina navan tê kirinê, ji xwênerên gotarên li

derveyî dengûbasên navan, pirr zêdetir in.

Nîşana vê yekê jî, şiroveyên xwendevanan e: Çiqasî gotar basa navan bike, û li dorûberên şexsan û dîroka wan, bifire, û navan hilîne û

deyne, hewqasî ew bala „xwênerên şiroveger“, dikişîne.

Li gorî vî mantiqê nivîskariya ji hilanîn û danîna navan, gotarek „çiqasî basa çi dike“, ne giring e, lê ya giring ev e:

Ew gotar „çiqasî basa navan dike/ çiqasî basê kê dike?“

Lewre, pirraniya zir-qerqeşûnên nivîskariya bi Kurdî, ku bi mehan di rojeva Kurdên wê de, dimînin, „zir-qereqeşûnên navan, li ser navan, li

jêr sîha navan, û ji bo „hezret“ û „cenabê“ navan e.

„Kê çi aqil nivîsandiye“, di wan „qerqeşûnên rewşenbîrane“ de, bê guman, ne giring e. ya ji giringiyê jî girngir, ev e:

„Kê li ser kê çi gotiye/ çi nivîsandiye?“

Navnîşana derbasbûna rojeva Kurmanciya fereh, ne gav in lê nav in; ne pirtûk in, lê xwedî û xwedanên wan in.

Hoşeng Broka [email protected]

Girrê nivîsansdinê

Kurt Kurt Kurt Kurt ûûûû KurmancîKurmancîKurmancîKurmancî

4 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Di nivîskariya Kurdî de, ku navenda wê „ez“ û „min“ e, hakim dil e, ne aqil e:

Xwedê çiqasî aqil e, ne giring e, ya giring, ew bi dilê dilê min e!

Serok çiqasî heta bi aqil e, ne giring e, ya giring ew heta bi dilê min e!

Pirtûk çiqasî dosta aqil e, ne giring e, ya giring navê xwediyê wê dostê

navê min e!

Ha li vir, aqil di nivîskariya Kurdî de, dibe dil, û dil jî dibe girr û mîna agirekî har, bi nivîsandinê dikeve, û terr û hişk bi kirrê xwe re,

dişewitîne.

Ha li vir, nivîsandin misyona xwe, wek „afrîdeyeke sivîl“, wenda dike, û di hovîtiya „ez“ ê de, werdibe.

Ha li vir, li şûna ku nivîsandin bibe azadiya mirov, ew dibe „azadiyeke

hov“.

Di rewşeke weha de, ku nivîsandina bi Kurdî, wek bareyeke serdest, ji

aqildayîn û aqilwergirtinê bihtir tolvegertin e , mirov dikare bihtir fam

bike, ku çawa peyv dibin tawan; gotarname dibin dozname;

dozname; helbest dibin kêr; hestxwendin dibin gefxwendin; destên

nivîsandinê dibin destên lêdan, şikandin û pelixandinê; û çawa

sekoyên ragihandinê dibin odeyên celdkirin û darizandinê!

Ha li vir, mirov dikare bi vê nivîskariya bi Kurdî, biêşe, ku çawa du

nivîskar emrekî sax li hev nayên, çimkî du nivîsên wan, carekê ji caran,

li hev nehatine; ku çawa du malper, du rojname, du kovar, du institut, du TVê, bi Kurdî, destên silavê nadin hev, çimkî serokên wan

helwestekê ji helwestan, silava hev vendane!

Di nivîskariyeke weha trajediyane de, ku „ez“ tê de, mezintir ji mezin e, mirov dikare baş têderbixe, ku çima „rî bi Kurdî dibe bost, lê aqil nabe

dost“!

Rastiya Kurmanciyê(Kurmanciya berdest ku îro serdest e), ku pirtûk tê de, ji aqil bihtir, aliyê nimêja dil e,

mixabin îro roj, ev e:

„Dil adet e, lê aqil qebhet e“!

Nivîsandin, hem girr e, hem jî kirr e.

Lê nivîskariya bi girr, yan jî girrê nivîskarên bi Kurdî, ku pirtûk li

seranserî wan, ecacok in; helbest ecacok in; gotar ecacok in; dengûbas ecacok in; ragihandin ecacok e; aqil ecacok e; û nav ecacok û ecacok in,

mixabin ne ji vir, û ne jî ji wir e!!!

QUNCIKQUNCIKQUNCIKQUNCIK

Ciwanê Evdal

DestpêkDestpêkDestpêkDestpêk

Weke destpêk; min divê çend gotina bêjim bo quncika (DIRBÊSÎ), Jiber ew divê ser bûyer û kesan û nêrin û tiştokan bêje, û min

jî xwe pirî amade nekiriye, lê ez vê gavê bavêjım, û vê çarikê vegrim û vê quncikê dagirim. Bi rastî ez li tisbiyê digerim.. eger min

yek lib kişand, îdî wê libê xwe cot û fer bikşînin, çi reng be bila bibe, eger min yek lib girt ezê pê de herim û herim, tenê yek lib

bigrim, wê dergehê (Ali Baba) (vebe SISIM).. Lê Bavo ezê çi rahêjim û çi ranehêjim ji xurçka bîranînan, ji Bûyeran, ji kesan, ji

taybetiyan bajarokê Dirbêsî..

Belê, kovara /Pênûsa Nû/ bi perpirsyarê wê ev derfet da min, da ku em jî hezkirina xwe ya wêjê û xwendinê têr bikin di vê riyê

de, ev ji hêlekê, û ji hêlek dinê em karibin pênûsa xwe (şûrê demê) di rojana jiyanê de û bûyerên wê de bikşinine pê xebat û

keftlfta rojane bikin..

Weke nasin bi Dirbêsi; Bajarê Dirbêsiyê, yeke ji bajarê Kurdên Sûrî, di dema desgêrê Firensa hate avakirin, û bi taybet di sala

1931 de, ji ber wiha ew ne ji bajarê kevne li hirêmê, mîna bajarê Serkanşyê an Amûdê û Nisêbînê.

Piraniya gelê lê dijîn ji Kurdan pêk tê, jiber Dirbêsî di nav êl û eşîrên Kurdan de, lê weke rastiyekê; di dema pêşîn de piraniya

xelkê wê ji ola Fila bûn, û ew bûn yên bajar avakirin wê hingê, gava ji çiyayê TorAbdîn hatin, ji derdora Mardîn weke ji gundên

Qusûr, Goliyê, hatin.

Bajar tê nasîn bi şêwê eşîretî.. û ji van eşîran; kuseka. Azîza. Remaka. Simêla. Saroxana. Omera. Û em Barava (çiyayîne) Û ev

eşîr tev tên binavkirin: Kîkan. , tevî ku gelê Areb jî lê dijîn, Ji ber wiha gelê bajar bi rengê eşirti tê xuya kirin.. an bajar bi

piraniya xwe ji ola Misilmanin û Fila têt.. lê li dora bajêr çend gundê ola Yêzîdî jî hene.

Lê weke kes û bûyeran pir lê hene, emê li pêşerojê û li hijmarên pê de şirove bikin.

Belê, belê.. domahî heye ta jimara bê.. rêz û silav.

DIRBÊSÎ

GOTARGOTARGOTARGOTAR

5 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Eskerê Boyîk

Çima ez ji Ermenistanê derketim? Çima ez ji Ermenistanê derketim? Çima ez ji Ermenistanê derketim? Çima ez ji Ermenistanê derketim? ----1111 Edî ji 20 salî zêdetire, ku ez ji Ermenistanê derketim e.Min destê zarokê xwe girt, derî ji pey xweva dada û bi keser, bi axîn ketime rêke neeyan,

berê xwe da xerîbiyê… Bîranîn, zarotî, kar û xûdan, jiyana pêncî salî, gund, bira- pismam, dost û heval, evîn, goristan, mezelê evdê mine hizkirî,

Elegeza bedew e kubar, bajarê Yêrêvanê, Ermenistan, kîderê bawarkî gund bi gund gerya bûm, ciyê xwendin û xebatê, mal û pirtûkxane pij

minva man. Merov berê giranî û êşa wê tiragêdya serê wî hatî tê dernaxe, lê paşê hêdî-hêdî dîhar dibe, ku ji koka xwe, hîm û bingeha xwe qetiyayî,

ji cî û warê xwe qetiyayî jîyan çiqas mirov ra giran û dijwer dibe… Bîranîn, hisret, bêhîvîtî mirov difetisînin.

Ermenistan, ne tenê min, lê temamiya Kurdên êzdî yên wur ra bûbû wek welatê dê. Me li wur xerîbî tê dernedixist, her derê wê ji mera hizkirî bûn, êla me

mezin û hevgirtî bû. Bawarkî teva hev nas dikir. Merkezên meye Kurdî yên çandî, perwerdeyî, zanyarî li Yêrêvanê bûn, malbeteke rewşanbîraye

bi hêz pêşda hatibû, civak yekgirtî bû, xelkê me bi bawarî, eyd-erefat, rabûn-rûniştandin, şîn û şayê xwe dijîtin. Xeysetê me û Ermenya jî ji hev digirt.

Me ji hev fem dikir.

Bi çand û kûltûra Ermenya em perwerde bûbûn. Xwendina me bi zimanê Ermenî bû. Dersdar,

heval-hoger, dost, cînarên me tev Ermenî bûn. Paşnavê me jî wek yê Ermeniya bûn.

Bajarê Yêrêvanê da dimam, mala min hebû, têza

zanyariya doktoriyê standibû, serokê pareke zanyariyê bûm li Înstîtûke zanyariyê da, înstîtûta Malhebûna gundîtiyê da min ders dida, endemê

yekîtiya Nivîskarê weletê Sovêtê û Ermenistanê bûm, wek nivîskarekî êdî eyan bûm. Çend pirtûkê min hatibûn weşendin. Pîreka min mektebeke

bajarê Yêrêvanê da dersdar bû, zarokê min duxwendin, wergirtina têza zanyariyê ya doktoriya duda û navê profêsoriyê jî nêzîk bûn. (Bêguman

emekê gelê Ermenî û Ermenistanê vê yekê da kes nikare înkar bike).

Ûsa, qet fikira min ra jî derbaz nedibû, ku rojekê bê

ezê mecbûr destê xwe her tiştî berdim û ez jî nizanim berê xwe bidime ku.

Hilweşîna weletê Sovêtê jiyana evdên wî weletî

gişk tevli hev kir. Hukum kete dest hêzên miletçî, şovûnîst, cudayîxwez. Ermenistanê jî miletçitya şovûnîst serî hilda. a û Partiya nijarperest bi

serokatiya Lêvon Têr Pêtrosyan û koma wî bi zorê deshiletdarî hildan destê xwe. Erdheja Ermenistanê ya dewya sala 1988, konflîktên Sûmgayîtê û

Qerebaxê ew miletçîtî serttir kir.Tevî xirabbûna halê xelkêyî aborî, dijîtîke tûnd berbi evdên ne Ermenî dest pê bû. Miletên ku welat û ciyê wan

hebûn, zû kişiyan ji Ermenistanê çûn welatê xwe, nava gelê xwe. Kurd man. Kurd du beş bûn, kurdên musulman û êzdî. Musulmana zû rêya xwe dîtin

mecbûr ecele, bar kirin çûn.

Pirîzîdêntê Ermenistanêyî wê demê Lêvon Têr Pêtrosyan,

Pêtrosyan, ça me berê jî got serokê partiya wane nijarperes bû, nivîsî ku destanîneke wan e here mezin ew e Ermenistan ji miletên din paqij kirin .

Kurden êzdî li Ermenistanê êpêce bûn, nenihêrî ew jî ji Ermenistanê dikşyan derdiketin, lê astengiyên mezin li ser riya derketina wan hebûn. Wê civakê

ra terikandin gund û werên ku 150-200 salî ser jîyabûn û wek Ermenya xizmeta Ermenistanê kiribûn, halê wanî aboriyê jî ewqas serketî nîbû,

cîkî ku biçûyanê jî tunebû, derketina wan zehmet bû. Ew yek dilê nijarperestê Ermenî nî bû. Ermenî û Kurd bi dewrana bi hevra li ser erdekî jiya bûn.

Wan dîroka Êzdiyan rind zanibûn û zanibûn çawa dutîretiyê bikin nava Kurdê musulman û êzdî û êzdiyan bi xwe jî. “Zanyar-rojhlatzanê”

ermeniyaye miletçî, rêvabirên partiyayên deshilatdar „Daşnak“ ,„Hinçak“ hinek grûpa û şexsyetên nijarperest pirsa “Êzdî kurd nînin” anîne

meydanê, deshilatdaryê bi her mecalî binva alîkariya wan kir. dest bi êrîş û propaganda qirêj bû dijî kurdayetyê û wan rewşanbîran yên Êzdî

wek pareke kurda didîtin.

Sala 1989 a ermeniya hemcivîna Êzdiyên Ermenistanê derbas kirin, nehîştin tu rewşenbîrê

Êzdiyan beşdarî hemcivînê bibin, hemcivînê da hîmlî nijarperestên Ermeniya bûn û girûpek Êzdiyên nîvxwendî, kîjana ciyê xwe li nav

rewşenbîryê da negirtibûn. Serkêşî hemcivînê dikirin rojhilatzanên nijarperest Dr.Garnîk Asatiyan, Dr. Arşak Poladiyan, Serokekî partiya

Hinçaka Yêxya Naçaryan, Dr.Şûşanîk Harûtûnyan, prof. G. Avagyan û hineke din, ji êzdiyan jî Azîzê Emer Tamoyan, Şêx Hesen Hesenyan, Şêx Hesenê

Mehmûd… Lê bingeha wê ji hukumdarya komarê û hêzên Ermeniya yen nijarperest dihat.

Civaka Êzdiyan ya komarê wê pirsgrêkê ra hazir

nîbûn. Pirsgirêkeke nişkêva bû. Êzdiyên Kovkasê çiqas jî ji merkeza xweye olî qetyayî bîn, timê jî xwe wek kurd didîtin. Rewşenbîrya Êzdiyan û

Êzdiyên pirî hindikî haj wê siyasetê hebûn, wusa jî Êzdiyên gundên xweye xurû da dijîtin derketin dijî wê têoriyayê. Li nav civaka Êzdiyan da dest bi

dijîtîke navxweyîye malwêran bû.

Salê dirêj derheqa pirsgirêkên Êzdiyan da kesî xeber nedabû. Ermenistanê da Êzdî wek têma

anêkdot û pêkenîna didan kêranîn. Ji derbekêva radiyo, têlêvîzyon, rojnema da peyva Êzdî ciyê xwe girt, gişk derheqa êzdiya da diaxivîn. Têma

hîmlî rewşenbîrên “xweyîn” “xwefiroş”bûn ku xwe “kurdên êzdî” nav dikirin, giva bi kîsî Ermeniya gihîştibûn “rewşenbîryê” û ermeniya ra xweyîn

derketibûn, pişta dijminê wan digirtin.

Bawariya kê ji van gotinê min nayê, karin binhêrin rojnemê Ermenistanêye wê demê (Hinçak

Hayastanî, Pyûnîk, Azatamart, Erkîr, Êzdînêrî Zayn (Dengê Êzdiyan), heta Pîonêr, ya zarokan , wanda xêncî çêrê tazî, bawarkî her gotinê xirab yê

bêhurmetbûnê derheqa rewşenbîrên Kurdên êzdî yên wî wextî da hene.

Çiqas jî nivîskar, rojnemevan, zanyarên Êzdiyan dinivîsîn, digoti wusa nîne, dixwestin rastiya xwe bêjin, ku dijî wan piropagandake şaşe, kesî bawar

nedikir, kesî nedixwest dengê wan bibihî ku kara gelê Ermenî û Ermenistanê wê propaganda sexte da tune. Rewşenbîrên me ji „Serokên Êzdiyên nû“

ra pêşniyar kirin: „Eger hûn ewqas êzdîtiyê hiz dikin, werên em tev komela parastina OLA ÊZDÎTIYÊ damezirînin, em gişk bi hevra bibine

pişt, êzdîtiya xwe, ola xwe, ziman û civaka xwe vê dema giran da biparêzin. Jêra rêkê bubînin. Wana qebûl nekirin, ji bo ew serê xwe nîbûn,

meremê „xweyê“ wan ne ku parastina êzdiyatê bû, lê çêkirina dutîretiya netewî, xirabkirina êzdiyatiyê. Eger bi rastî, wê demê komela

parastina OLA ÊZDÎTIYÊ bihata demezirandin, ez bawarim wê rê li ber wan sêktên olîye der bihate girtin û li nav Êzdiyên Sovêtê da ewas

malwêranî çê nedibû, ku îro em şedene.

Ew piropaganda ewqas li komarê li nava gelê sade da bela bûbû, ku Êzdiyên li gundê Ermeniya

da dijîtin, ku bikaribin jîyana xwe nav wan da berdewam bikin mecbûr derbasî alyê nijarperestê Ermenî û “Ezdiyên nû” bûn. Hukumata

Ermenistana wê demê “Êzdiyê xwe” ra ecele komele ava kirin, radyoya bi zimanê “êzdîkî” û rojnema “Dengê Êzdiyan” bi ermenî wêşendin û

bi temamiya radiyo, têlêvîzyon, rojnemê komarê, mediya komarê dest bi êrîşê bû dijî kurdayetiyê û rewşenbîrên êzdî yên kê wê fikira wanra qayîl

nîbûn. Piropagandake qilêr dijî kurdeyetiyê meşiya. Bi gilîkî ew ne komela êzdiyan lê organîzasyoneke Ermenyên nijarperese dijî

kurdayetiyê û kara êzdiyatiyê rastî bû, ku heta îro jî mixabin, didomîne. Wana her mecal bin navê we komê dijî rewşenbîrya êzdiyan dane xebatê

ku demeke kin da wan ji holê rakin. Wê civakê bê serî bikin. Hal Yêrêvanê da xirabtir bû.

Her tişt ker-bêdeng dimeşandin. Rewşenbîriya me

jî bo leke neyê ser navê Ermenistanê nedixwest gilî bela bibe, ew bi bawar bûn, ku demeke kin da wê dewî li wê sextekariyê bê. Ermeniyê ku wê

fikirê ra qayîl nîbûn, ew jî ker bûn, nedixwestin bikevine nav wê qilêrê. Lê çiqas diçû ew dijîtî xirabtir dibû. Siyasya hukumdariya Ermeniya jî

wus bû, nedihîştin deng bela bibe, her dera xwe dêmokrat didane kivşê, lê rastiyê da karekî şovûnîst, bêvîjdan û qilêr dimeşandin. Kesî dengê

rastiyê nedibihîst.

Ez û malbeta xwe jî weke hinek rewşenbîrên me ketin ber wan êrîşan. (Bira neyê zanîn, ku ez tenê

bûme hedefa ean êrîşan, hevalê me gelek bûn û li ser hineka ew êrîş tûndtir bûn).

Ez nikarim temamya wan bûyaran ku hatine serê

min û malbeta min ji bîr bînim, ji bo rojê tiştek dibû, me ji bi dilê sax hukumata Ermenistanê bawar dikir, ku ewê me biparêze û rojekê bê wê

poşman bin, her tiştê rast be ji bo dijî Ermeniya û Ermenistanê tu neqencî, xiravî dilê meda nîbû.

GOTARGOTARGOTARGOTAR

6 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

dikirin.

Ezê tek çend bûyaran bînim, lê berî wê…

Mirov ji kanîkê av vexwar şîrheramiye ku kevir bavêjê. Min timê jî Ermenistan xwera welatê dê

hesab kiriye û hizkirina wê heta îro jî usa dimîne. Şede pirtûkên efrandinê min in.

Ji wan deman bawarkî 20-25 sal derbaz bûne. Min

hela derheqa wan bûyara da nenivîsiye û dibe nenivîsiya jî eger ev nivîs, ev neme, ev fikirên hinek wa gotî êzdiyên „êzdîhiz „ nîbûna ku ji bo

Ermenistanê derketinê min tawanbar dikin û nivîsê bêhurmetiyê min ra dişînin. Ya din jî ji gotî cudati bikeve di navbera gelê Ermenîyî hûmanîst,

rewşenbîrya Ermeniya ya esil û ev miletçî-şovûnîsta da ku vê sîyasiya qilêr dimeşînin. Di nava her gelî da jî evdên xweyê fikirên nerind

demên tevlihev da serî hildidin û berê ewil ziyana mezin dane gelê xwe.

Ez hîvîdarim ev dema nepaqij wê nekeve nava

helaqetî û meydana dîroka dostaniya herd gelên cînar. Dostanî û cînartiya herdu gelan ya salekê yan sed sala nîne ya heta hetayêye…

Vê nivîsa min da tu tiştekî xêlif, tu zêdekirin nîne, çawa ku bûyar bûne min usa jî nivîsiye.

Niha di nava Êzdiyên sovêta berê da ji bo hinekan

fikira „Êzdî Kurd nînin“ bûye mode û çapa „Êzdîhiz yê “ ye sexte. Dewsa derheqa axirya vê civakê da bifikirin, qatî bawarî, ziman, erf-edet,

rabûn-rûniştandina civaka xwe bin, her yekî defek hildaye, gaze-gazê „Êzdî Kurd nînin“ ha „Êzdî Kurd nînin“! Pêra jî bê hîm, bê pirînsîpên maqûltî

û edebî rexna wan dikin /hîmlî hemwelatiyê xwe/ yên wê fikirê ra qayîl nînin.

Helbet hinek bi dilê saxin… Gilî derheqa wanda

nîne, gilî derheqa wanda ne yên ji bo navê arzan û berjewandiyên xwe bûne peyayê xelkê û ketine wê govendê, bin zurna xweyê xwe da direqisin.

Gerekê her kes bizanbe, kê dibe peyayê dijminê gelê xwe dewya wî bêrûmetiye.

Gerekê bi rastî bê gotin payê wanî pirê haj êzdîtiyê,

naveroka wê jî nîne, gelek ji wana, der-dorên xweye nêzîkva, bi emelê xweva di nav hed-sed, pirînsîp û pîvanên êzdîtiyê da jî cî nabin.

Xulese…KGB

Sala 1989 havîn bû.

Ez oda xwe ya xebatê da rûniştibûm, dixebitîm.Êdî

berêvar bû, dewya kar.Dendgê zengilê têlê hat. Min tetka têlê hilda.

-Ez xebatçiyê Komîtêya bêqezyabûnê ya komara

Ermenistanê me, femîla min P. ye. Dixwezim te bivînim.

Komîtêya bêqezyabûnê yanê KGB. Ez hevekî tev li

hev bûm, sûclû bûm. Min tiştekî xirab nekiribû. Înstîtûtê, para ku min rêvabirî lê dikir dîsa tiştekî wusa nebûbû… Ewî aliyê têlêyî din halê min

texmîn kir, ku ez tiştê xirab nefikirim û arxayîn bim, got:

-Tiştkî nefikire, ez dixwezim em hevra bibine nas.

-Li ser çava. Cî bêje û demê kifşke ezê bêm?

-Na, pêwîstiya hatina we nîne. Ez nêzîkî ciyê karê

teme, weke deh deqê din ezê bême oda te ya

xebatê.

Heta hatina wî hezar fikir serê minra derbas bûn, lê konkirêt tiştekî wusa nekete bîra min, ku guhdarya

KGB bikşîne li ser me û wan bîne bal min. Wekî tişt hebûya wê ez gazî cem xwe bikirana?

„Dibe dixwezin min bikine “mirovê” xwe ku

bizanbin, der –dora, înstîtûtêda çi diqewime, ku wanra gilîyê xelkê bikim. Eger ji bi wî meremî bên, ez wî karîra kêr nayêm. Ez wî karî da tune

me. Bira yekî din bigerin.

Birastî jî ji deh deqe şûnda derê odê kutan, ez rabûm min derî ber vekir. Zilamekî Ermenî, bejnê

da navîn, tije hate hundur, me bi desta silav da hev û em rûniştin.

Zilamekî berbihêr û dêm rem dihate xwanê,

nizanim wusa min texmîn kir.

Pirsê wî, axaftina me li ser civaka kurdên rêspûblîkayê, xazma êzdiyan bû, carna pirs

derheqa xebata meda jî davîte navê lê min texmîn kir, naxweze ez nêta hatina wîye sereke bizanbim, lê rind têgihîştim gilî derheqaci civaka meda ne.

Derheqa hinek hevalên me pirs kir. Dît ez cawên tomerî didim, giliyê xwe kurt dibirim, dixwezim zû dewyê wê axaftinê bînim.

Kaxazek ji berîka xwe derxist:

-Eva hejmara têla mine. Ez ji bo bêqezyabûna te û civaka we hatime vira. Ez hîvî dikim, eger

bûyareke nerind çê bibe bi vê têlêfonê cawê bide me… Kîjan dema rojê jî hebe, têlêfon bike.

-Min got tu neyarên me Ermenistanê da nînin,

texmîna min wê hewcedariya têlêxistinê nîbe.

-Xwede bike wusabe, lê dinyaye her tişt diqewime, bi laqirdî ewî cawa min da.

Wusa em ji hev dûr ketin.

Bûyarên peyra nîşan dan ku bahozek binva tê hazirkirin û KGB wê derheqê da zane.

Komcvîna Êzdiyên Komcvîna Êzdiyên Komcvîna Êzdiyên Komcvîna Êzdiyên ErmenistanêErmenistanêErmenistanêErmenistanê

Sala 1989 a 30 ê meha îlonê bû. Nizanim roj şemî bû yan yekşem. Roja kar nîbû lê ez çûbûm ciyê kar. Wê rojê aspîrantê min wê karê xweyî kirî û

sipartinên ku min wan demên dewî dabiyê baniya nîşanî min bida, me tevayî xebata wê kirî binhêriya û sipartinên nû yên bi sirê bidayê.

Înstîtûta ku ez têda serokê parê bûm pirsgirêkê aboriya malhebûna gundîtiyê va mijûl dibû. Înstîtûta lêkolînên zanestî bû. Xêncî lêkolînên

zanestî usan jî aspîrantûra /doktorantûra/ înstîtûtê hebû. Pêşekzanê aboriyê yên asta bilind: doktorê aboriyê (kandîdatê zanyarya êkonomîkî) têda

dihatin hazir kirin. Para min da jî du aspîrant hebûn, ji wan yek dûreke bû. Ez serokê wî yê zanesî bûm.

Ew cwamêrekî di emrê minda bû, serokê takî pareke wezîreta Malhebûna gundîtiyê bû ya komara Ermenistanê. Beşa wan ji kolxoz, sovxoz û

gundiyan berevkirin, kirîna û zexîrekirina hirîyê, postê heywên va mijûl bû. Wê paşwextiyê

ew kivş kiribûn wek serokê Komîtêya

Organîzekirina Koopêratîva û destûra organize kirina koopêratîvên destê komîtêya wî da bû.

Meşandina cûrê malhebûnêyî usa weletê Sovêtê

da nû ciyê xwe digirt. Aspîrantê min mirovekî jêhatî bû, hin dixebitî, hin jî dixwest navê doktoriyê bistanda.

Cwamêr dema me kivşkirî da hat, bawarkî weke du seheta em tev mijûl bûn, me karê wî yê kirî nihêrî, min sipartinê bi sirê danê. û peyra em ji

avayê Instîtûtê derketin.

Em kûçê ra berjêr dimeşyan, nişkêva aspîrantê min seheta xwe nihêrî û got:

-Pehe, bîra min çûbû, başe kete bîra min, îro civîneke civaka we Êzdiyan heye, ez jî teglîf kirime, çiye tu haj pê nînî?

-Kengê ye,- ez ecêvmayî mam,- wekî tiştekî usa hebûya wê minra jî bigotana… Ê, kê tu teglîf kirî?-min jê pirsî…

-Azîz Amoyanek heye, gunde Zovûniyê, nehiya /Naîriyê) Kotaykê, hûn jêra dibêjin gundê Emo, ew bikirçiyê meyî bi salan e, kirîn-firotina postê

heywên va mijûl dibe… Tim tê cem me diçe. Du roj berê hat cem me, ez dame sondê ku ez ese herme wê civînê, got pey civînê ra jî wê kêfê çê

bikin, rêstoran girtine…

Got wê ji gire-girê Ermeniya gelekê bên civînê… Dixwezin komela Êzdiya avakin. Komela

Êzdiyan, ne ya Kurdan, usan jî got. Hevalê Biroyan ez hîvî dikim em tev herin.

Min Ezîz nas dikir. Kesî ji min ra derheqa

demezirandina komeleke bi wî rengî negotibû… Çawa hebûya hevalên meyê min ra bigotana. Ezîz ji alyê dê da mirovê me yê dûr dihat. Înstîtûta

Heywanetxweyîkirinê, para xweyîkirina heywên bi cûrê dûreke bi teherekî xilaz kiribû. Di nava rewşenbîrya meda nedihat xanê. Ji nava xelkê

postê pêz-dêwêr dida hev û tesmîlî dewletê dikir. Êdî min wîra derheqa Ezîz da tişt negot. Min ra jî hewaskar bû ew çi komeleye? Çi civîne?

-Merin,- min gotê,- lê karê min mal heye, ezê zû ji civînê derkevim, herim, hîviya kêf-rêstoranên wan namînim.

Em gihîştine ciyê civînê. Ez ecêvmayî mam, salonê wusa mezin û rind ji bo civîna kesî nedida me kurda .

Li ber dêrî qalmeqalm bû. Hinek gênc, xwendevan li ber dêrî sekinîbûn, nedihîştin ku ew bikevne hundur. Ber dêrî mîlîsî (polîs) diçûn-dihatin. Me

xwest bikevne hundur, gêncên ku pînê sor milê xweva girê dabûn, derî diparastin û merî berî hundur didan, nehîştin em jî bikevne hundur.

-Navê xwe bêjîn, çika navê we nav navnîşana teglîfkirya da heye?

-Oryo, şerme ber dêrî hilde, tu nas nakî kêye li ber

te sekinî,- xwendkarekî gote dergevan.

-Ez kesî jî nas nakim,- dergevan got,- navê xwe bêjin?

Me nav û paşnavê xwe got.

Kaxazê nihêrîn. Navê aspîrant hebû, lê navê min tinebû.

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

-Keremke,- dergevan gote aspîrantê min,- lê ya te em nikarin te berî hundur bidin.Tu li nav teglîf kirya da nînî.

Ev gotina wan ji min ra gelekî xerîb bû. Ez ecêbmayî mam…

-Çima?

-Em nizanin,- dergevana got, ew kaxaz dane me.

-Ez bêyî hevalê Biroyan nayême hundur,- aspîrant got,- em çûn hevalê Broyan.

-Na, na bisekinin em gazî heval bikin.

Li ser wê axaftinê Ezîz hat. Gava ez tev Aspîrant dîtim, tev li hev bû, lê dîsa xwe unda nekir nêzîkî Aspîrant bû:

-Way, hevalê H. tu ser çavê minra hatî, tu ser serê minra hatî, keremke, tu mêvanê meyî ezîzî. Em hîviya tebûn, keremke, keremke…

Ez jî sekinîme ecêvmayî Ezîz dinhêrim, lêye destê aspîrantê min paçke, ewe xwe bavêje ber piyê wî, ku…

-Ezîz lê hevalê Broyan? Tu zanî ew mamostayê min e, ez cem wî aspîrantûrayêda dixûnim…

-Hevalê H. tu ronaya çavê minî. Ciyê te li ser serê min heye. Em Êzdî û Ermenî berê berêda pismamin, birayê hevin. Tu çi bêjî ez gotina te dernayêm, lê evî mirovî ez nikarim berî vê civînê bidim. Hevala usa biryar daye…

Ezîz usa nîşan da giva qet min nas nake.

-Çi bûye Ezîz, ew kê biryar daye, tu dîn bûyî?… Gazî wanke çika kê nahêle ez bême civîna gelê xwe…

-Hevalê H. Tu keremke, eva civîna Êzdiya ne… Hevalê tu pêra hatî êzdî nîne…

-Kê Êzdî nîne Ezo,- çend xwendevanên meye ber dêrî civyayî, ku nedihîştin ew jî bikevne hundur, ser min qayîl nebûn,-usane Eskerê Boyîk Êzdî nîne tu Êzdîyî…

Me nihêrî mîlîsî jî nêzîkî wan xorta bûn û hate xuyakirin ku wura tiştek heye, ew hunurê Ezîz nîne, û wê xiravîkê çêbe, min gote hevalê xwe, ku ew bikeve civînê ezê herme mal, karê mî ferz li mal heye. Min temî da xorta ku ew jî bihêlin, herin.

Hevalê minî Ermenî jî ew yek tê derxist, texmîn kir bêy min bikevê civînê bêhurmetiye, vegeriya berbi min got:

-Hevalê Broyan baş ewe em herin, - ji dêrî dûr ket…

-Tu, mêvanî, tu here hundur… Ezê herim,- min gotê…

-Na, em çûn.

Me qerebalixa cîwana û hevalên Ezîz , mîlîsyan pişt xweva hîşt û em ji dêrî dûr ketin, Ezîz da pey me. Lava, dîlek ji hevalê min kir… Lê ew neçû…

-Ev Ezîza zûda tê bal min diçe. Eger kara wî ji mirov hebe,wê her tiştî bike, mirov wî dêrî ra derxe wê puncerê va xwe bavêje hundur, pencerê ra derxî kulekê ra wê bê… Xwe meremê wî ez nînim yan haziriya min li civînê nîne, dixweze koopêratîva kirîn-firotana postê heywên, hirîyê veke, jêra destûra min pêwîste…

*** Derket ku yê haj gilya nîbû ez bûm. Hevala gotin salek berê Ezîz tevî grûpek tûrîst ji Ermenistanê çûbû Îreqê, bajarê Bexdayê… Bexdayê çi bûbû, çi nebûbû eyan nîne, ji pey vegerê ra bi serbestî piropaganda „Êzdî Kurd nînin“ va mijûl bû.

Usane hîmê wê komelê zûda hatibû danîn.

/Berdewam e/

7 GOTARGOTARGOTARGOTAR

Dr. E. Xelîl-Sozdar Mîdî Wergerandin ji erebî:

Mihemed Hesko (Birasoz)

Kurdino! bibin xwedî hêz..Kurdino! bibin xwedî hêz..Kurdino! bibin xwedî hêz..Kurdino! bibin xwedî hêz..

dîfaktoyê bi sepîn in?dîfaktoyê bi sepîn in?dîfaktoyê bi sepîn in?dîfaktoyê bi sepîn in? Yek ji bingeh, ango stûnên herî giringên dîrok a sîyasîya cîhanê ew e, sepandina dîfaktoyê ye, ev di pêwendiyên siyasî de rastîya herdemî ye, û weha diyar e ku dê rastî ya herdemî jî bimîn e, û eger ne

weha ba, ma bi çi mafî, aşûriyan xwe bi ser çend gelên, ji herêm a Zagrosê de bigre, û ta welatê Misrê sepandin û hikum lê wan kirin? Û bi çi mafî, Farisan desthilat a xwe bi ser gelên, ji çiyayên Hindokoşê de bigre, û ta welatê Yûnanistan û Misrê sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Skenderê

Mekdonî desthilat a xwe biser gelên, ji welatê Yûnanistanê de bigre, û ta bakurê Hindistanê sepand û hikum lê wan gelan kir?

Herusa bi çi mafî, Roman an desthilat a xwe bi ser gelên, ji bakurê Kurdistanê de bigre, û ta Birîtanî

ya yê de sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Ereban desthilat a xwe bi ser gelên, ji sînûrê welatê Çînê de bigre, û ta welatê Spanî ya yê de sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Osmanî yan desthilat a xwe biser gelên, ji Kurdistanê de bigre û ta sînûrê welatê Mexribê de sepand û hikum kirin? Û bi

çi mafî, giravên Birîtanî ya yê bûn împratoriyet a ku ro lê danager e û naçê ava? Û bi çi mafî, niha çiwar dewletan xwe bi ser Kurdistanê sepandî ye? Û bi çi mafî, niha Amerîka siyastên xwe biser yên din de, disepîn e?

Ev hemû û ji bilî van jî, ne xwedî mafbûn, lê belê xwedî hêzbûn , û dîfakto kirin maf û bi ser xelkê de sepandin, û kî nerazî ye bila serê xwe li dîwaran xîn e.

Kurdino.. li bakur û başur, li rohilat û roava, ji bilî bijarde ya sepandin a dîfaktoyê bi ser dagîrkerên

welatê me de, bi dest we de nîn e, û bi bê razîbûne me, alayên xwe diser me re hildan e, herusa li me qedexkirin e ku, em karbirêkirê serwet û samanê welatê xwe bin?

Xwendin anko şirovekirin a rast û dirust a dîrokê ew e, herusa felsefe ya siyasî ya rast û dirust ew

e, û ji bilî vê yekî jî, gotinên vala ne.. gotinên vala ne, di cîhan a siyasetê de, bi qasî ku em xwedî hêzbin, ew qas jî, em dê xwedî mafin bin, erê apê Reşo tu çiqas hêja bû, dem a tu li nav gundên bakurê bajarê Helebê li devera Babê di nîvê sedsal a bihurî de, tu digerîya û te digot: Zor zan e, devê tifingê mor zan e? hemûyan wek dînek sêrî te dikirin û ji te re digotin, Reşoyê Dîn! Lê..apê Reşo ya rast, tu yek ji hişmendên mezin bû.

Erê birano..em hîn di cîhanekê de ne, ku têde hêz maf e, û yutûbî ya Komar a Bextwer dê tu çarî

neb e berdest û selmandî, û her û her felsefe ya siyasî a rastî tenê hêz e, ku dagîrkerên Kurdistanê pê bawer dikin, û her ew felsefe ye ku hêzên mezin di cîhanê de birêve dibin û bicih dikin.

Kurdino… kurdên rohilat, eger win li bend a dilovanîya melayên faris an e, ta roja peydabûna

Xwedanê Demê ligor sawîr û got e gotên wan, winê ji bilî poşmanîyê, çi tiştî din bi dest nexin û neçin in.

Kurdino..kurdên başûr, eger win li bend a Sîstanî - Haris El-darî – Malikî - El-Mutleg û hevalbendên

wan in, win dê 140 salên din bi mîn in, û winê bicihkirin a maddeya 140`î ya xapînok nebîn in.

Ey kurdên bakur..eger win li bend a roja vejîna Gorê Sor papîrê Toranî ne, ku ji gor a xwe ya li Mengolî ya rab e, ta win azadîya xwe bidest ve bîn in, winê ji bilî xewin û sawîran tiştekî din, bi

dest nexîn in.

Ey kurdên roava, eger win li bend a roja ku, Mîşêl Efleq û Zekî Ersozî ji gorên xwe rabin, ta ku azadîya xwe ji rijîma Ba,as û herusa ji dijberîyê bi dest bîn in, winê ji bilî xewin û xeyalan, ne çin in.

Ey gelê kurd, hêzê bi dest xwe ve bîn in, tenê ew dermanê efsûnî ye ku wek wî çi tiştî din nîn e! û Pişt re dîfaktoyê bi sepîn in, tenê ew felsefe ya ku hemû hêzên mezin û biçûk li cîhanê, rêzê lê digrin.

Lê win ê çawa, (hêzê) ew dermanê efsûnî bi dest xwe ve bîn in!?, winê tenê bi pêkanîn yekîtî ya xwe, hêzê bi dest xwe ve bîn in!

Yekîtîya xwe, li her parçeyekî dagîrkerî, ji welat pêkbîn in.

Yekîtîya xwe, li Kurdistan a mezin pêkbîn in.

Lêveger û serkirde ya xwe ya bilin pêkbînin.

Tenê, ew rê ya rizgarî yê ye!?

Û Çi dib e bila bib e, divê Kurdisatnê rizgar bib e!

Salih Bozan

EZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊEZ Û ZENGILÊ KENÎSÊ Ji duhunî de ez ji odeya xwe derneketim. Hîro, berî ku Ro here ava baran bariya. Min sîwana xwe rakir û ez ji Kampê derketim.

Ez gihîştim "Mola" ku ez tiştên xwarinê jê dikirim. Herku tême vê Molê ez qehweyeke êkispirês vedixwin. Jina ku qehwê dide min, êdî min nas dike.

Herku ez dikevim Molê û berve wê têm, ew bi xwe dibêje: Êkispirêso..? Ez jî serê xwe dihijînim. Lê hîro gellek gotin bi min re

gotin, bi awayekî dilgermî û rêzdarî. Ji min be li ser rûyê wê nîşana gellek pirs xuyadibû. Bi zimanê almanî bi min re axifî. Lê min tiştek jê fêm nekir. Min qehweya xwe bir û çûm ser maseyê danî, cixareyeke xwe pêça, ar pêxist, nefeseke kûr kişand û

min ji xwe pirsî: Gelo vê jinikê çi bi min re digot? Ez ketim texmînan, û ji cem xwe de min gotinên wê wergerandin.

Xwedê zane wê dikot: Ku belayeke mezin ser te de nehata, tu bi van salên xwe ji koka xwe hilnedikişiyayî û nedihatî van deran. Û min hew bihîst ku es besiva wê bi dengekî bilind didime: Belê tu rast dibêjî. Heta kalekî nêzike min rûniştibû di cida li min

nihêrî.

Ez ji Mole derketim û çûme nav gund. Min hew dî dengê zengilê Kenîsa Kevin hat, ew Kenîsa ku time z di ber re derbas dibûm. Min serê xwe rakir û li Zêngil nihêrî.

Yaaaaaa…Zengilo..! Çiqas dengê te xemgîn e.

Bi dengê wî re kela dilê min rabû, û ji min be ku ev denga ji kûraniya dilê min derdikeviye. Ez tenê li hember Kenîsê sekinîm û ji xwe re li Zêngil guhdar kir. Niznim çi hate serê min. Min hew dî ku ez bi xwe re dxifime. Na..na.. ez bi Zêngil re daxifîm.

Erê Zengilo…! Ez jî weke te pir xemgînim. Cûdahiya di navbera min û tede, tu xemgîniya xwe derdixî, lê ez nikarim xemginya

xwe weke te aşkere bikim. Ez zanim xemgîniya te kal e, vedigere ne kêmî 500 sal berê. Tu li dîroka dengê xwe vedigerî û sûcên xwe aşkere dikî.

Erê Zengilo…Dîndarên wî zemanî di bin dengê te hemû azadîxwaz sûcdar kirin, êşkence kirin, û kuştin. Wan dîndaran Jan

Hus ê çîkî (1373-1415) bi tewana hirtoqî şewitandin, Miguel Servet (1511-1552) li Cinêvê hat şewtandin, zimanê Giordano Bruno (1548-1600) qut kirin, başê ew şewitandin, bi tewana ku Xaç şikandiye, destê Jean Françios ê 19 salî şikandin, zimanê

wî ji kokê de hilkişandin û ew şewitandin, , Galileo Galilei (1564-1642), ew zanyarê bi rûmet, ê ku hîro hemû zanyarên cihanê

li ber pûtê wî dadikevin ser çûngan, di bin dengê te de, Kinîsê ew teve riyê wî yên sipî daxist ser çûngan û mecbûr kir rastiya zanyarî bike derew.

Lê ez ê li ser zemanê xwe çi ji te re bibêjim Zengilo...

Tu hîro lêborînê ji wan şehîda dixwazî, û ez zanim hetahetayê tu yê weha bankî, weke ku tu nikarî xwe ji wan sûcan rizgar bikî.

Ez ê çi ji te re bibêjim Zengilo...!

Mizgeftên me jî weke Kinîsa te bêhesab mirov kuştin. Ji hezar û pênsid salî ve û ta niha dikujin, ti carî lêborîn nexwestin û qet

naxwazin.

Li welatê min bi hezaran welatî hatin kuştin, û hîn têne kuştin. Avahiyên bilind ser malbatan de tên xwarin, zarok, jin, kal bi

deran ketin. Tu zanî ji bo çi? Ji bo dîktatorekî. Diktatorekî dibêje: Yan ez yan jî tofan û xezeb.

Hêsir di çavên dayîkan de neman, bi hezaran zarok hatin kuştin, bi hezaran bê bav û dê man. Kecik di zindanan de ne bi lêdan û êşkenceyê tenê têne kuştin, a leşkerên dîktator li hember çaqên wan li dorê, şevê pêde, disekinin, xûna navrana wan li ser

zemînê zindanê hişk dibe.

Lo Zengilo…!

Li welatê min mirovên hovî hene, dibêjin Ellah Ekbir(Xwedê Mezitirîne) û serê mirovan weke dewaran serjê dikin. Weha serê

Muhemmed Muhemmed, mamosteyê zimanê ingilîzî qut kirin, laşê wî bi makineya xwe de girêdan û di erdê re kişkirin.

Ji nûşkave dengê Zengil melûl bû, hêdî hêdî Zêngil dengê xwe baş de vekişand, û Xwedê zane ji bo zêdetirîn vê şerma mezin nebihze.

03.06.2014 ......... Hemer- Almaniya

GOTARGOTARGOTARGOTAR

8 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

GOTARGOTARGOTARGOTAR

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Bêwar Barî Teyfûrî

EM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVINEM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVINEM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVINEM HEVDU RA XWEDÎ DERKEVIN (BE(BE(BE(BEŞA 2 MÎN)A 2 MÎN)A 2 MÎN)A 2 MÎN)

9

Kurd evîndarê edaletêne.,dijî cîhanek bê edalet, bê exlaq, bê prînsîp,bê bingeh bi îsrar û bi biryarin. Kurd îro vê helwesta xwe a dîrokî,însanî ber

dîrokê, ber mirovahîyê dubare dikin.Kurd torîvanê dîrokek bi edalet a veşartîne.Vê dîrokê îro kurd bi zanetî.. bi cesaret serarast û zelal dikin, diweklînin

..dîroka mirovahîyêda dîsa yê rola xwe a pîroz bileyzin. Dîrok hewceyî edaletêye, kurdê edaletê berpa bikin.Mirovahî, dîrok hîvîdarê serkeftina

kurdaye. Kurd dikarin fermandarîya durist adilyane ava bikin.

Kurd heya dawîyê bi hevrabin bê şik yê pirsgirêkên

navnetewî ên global bi aştî, adilyane û durust ê çareser bikin. Nirxên meye netewî gerdûnî, dîroka kevnar,xizmeta kurda a dîrokî vê rastîyê testîq

dike. Balkêşe.ku kurd torîvanê mêrxasîyê û xêrxwezê edaletê bûne di dîroka mirovahîyêda. Kurd xwedênasin, dilsozin, xêrxwez û dilrehmin,

rênîşa dîrokê bi edalet dikarin bugehirin. Şopa kurda dîrokêda heye, layîqî şanazbûnêye.

Her kurdek ê bi şeref dikare bi serbilind kurdeya

tîya xweva,resana xweva firnax û şa bibe.Lewra kurd hertim li ber dîroka mirovahîyê serbilind û kêrhatî bûne. XIZMETKARÊ EDALETÊ bûne.

Nexastî û neyarên kurd çiqasî kurd pêpez kirin,înkar û helandina kurdara hewl dan jî lê nikaribûn kurda alt bikin, li ber berxwedan û

serhildanan hertim jî acîz û matmayî man.

Îro jî neyar û koledarên mafê mirovan li ber pêşketin û îrada kurd, li ber serhildana kurd şaş û

acîz maye. KURD li qadada yek dibin û berbi pêşerojek bi rûmet dimeşin. Neyar,koledar ji ber vê yekbûnê ditirse, vedikişe û li ber vê meşê a bi rêk û

pêk xwe biçûk û bêhêz dibîne. Dû demeke tarî û dirêj, dijwar careke din kurd ên bi şeref, bi sîyanet li meydanada hev digirin û hevdura xwedî

derdikevin. Li ber vê berxwedan û serhildana kurdan meydana koledaran diderize. Cîhan tew jî dijî kurda ku yekbe dîsa jî yê bi kurda nikarbe.

KURD meydanada têdigêhjin. Ku nava meda kurmê darê peyda nebe emê dunya bê edalet alt bikin. Bapîrê me weha gotine: "Kurmê darê ku ne

ji darêbe dar narize...”~ Kurd bi dema bûne qurbana kurmên darê.Lê vêcarê kurdên bi şeref,ên bi wîcdan li meydanada yek dibin,dastana

yekbûnê.,.dastana azadîya mîlyona tê nîvsandinê.

Bi van dastana li meşada kurd him jî ji bo pêşeroja zarokên xwe,,ji bo pêşeroja nifşên hatî dijî kurdên

sexte,xwefiroşan ên bê exlaqe,bê fehm. anarxîst, avanturîst,dijî îxaneta nezana bi cesaret pêwîste raweste.

Li ber dastana yekbûnê xaîn têkçûyîne. Kurd dunyak wekhev azad ava dikin,.koledarê li ber dastana azadîyê dawîyêda yê çok vedin, ji bo kirin

û emelên xwe ê qirêj, ji bo bê edaletîya ku hember gelê kurd didan meşandin yê lêborînê bixwezin kurdê wan mecbûrkin.

Vêcarê şans û dem ya meye .Kurd vê şansê dest bernadin. Dîrok baş dizane kurd kîne......

Em kîne.?

Em kurdin.

Mêrxasê deman.,

Rêberê gelan,

Kurd tên ji qurnan,

JI qadê giran.

Em kîne ?

Em kurdin.

Xêrxwez û merdin.,

Hertim bi derdin,

Şerê giranda

Kurd avangardin.

Em kîne?

Em kurdin,.

Aştî xwezin,

Mirov perezin,

Dunyake aza,

Em dixwazin.

Em .kîne?

Em kurdin.

Dîsa rabûne,

Dawî şabûne

Dijî mafxura.

Bi dil yekbûne.

Em kîne?

Em kurdin,

Em têdikoşin,

Em jî xîroşin,

Ji bo wekhevyê,

Qada bi coşin.

Em kîne?

Em kurdin.

Ji bo jîyanê,

Em têdikoşin,

Vê oxrêda jî

Em hertim noşin.

Em kîne.?

Em kurdin.

Xwedan şerefin,

Tim bê terefin,

Dunya durîda,

Bê rêz,bê refin.

Em kîne.?

Em kurdin.

Pêş cavê barbar,

Hertim em reşin,

Ji bo azayê,

Heya dawîyê,

Emê bimeşin.

Ji bo jîyanê,

Emê bimeşin.

Ji bo edaletê,

Em têdigoşin

Lewra em kurdin....

Dastana rastîyê

Em dinivsîn……

Dastana rastîyê.

Em çawa gel her demêda jî ji hêla sîyasî – ramyarî , aborî, cîvakî gerdûnî ,rizgarî û y.d.paşda mane. Ji bo ku em jî demêra bimeşin,gavên pîroz

bavêjin, pêşkevin ji mera yekbûn a saxlem pêwîste.

Yekbûn hêze,mirov û gelên bi hêz, têgêhiştî tu

wext jîyanêda têk naçin.Ku em xwe ji nûva ava bikin, nûjenbûnê qebûl bikin, ji kevneşopîyê ,olperestîyê û ji tayfeperestîyê dest berdin emê jî

jîyanêda serkevin.Jîna bi rûmet û pîroz yê bibe qismet û para me jî.

Îro ola me serhildan û şoreşa meye,bawerîya me

azadîya meye,tayfa me netewa meye ,secda me jî welatê meye.Armanc û daxwaza me wekhevî biratî û parastina nirxên netewîye,nêta me jî

serkeftin û aştîye.Ev nirx û xastekên hêja ji mejû û ji hundirê me tên.Tenê bi yekbûnê em dikarin bimeşin,serkevin,xwe biparêzin û ala azadîyê

yekcar bilindkin.Bi serbilind dunyayêra bêjin va em jî hene,em jî layîqî jîna bi rûmet û bi wetene.Mafê me jîyanê kes nikare pêpez

bike,mafê kesî tune dengê me ,nefesa me ,cenga me ,rengê me înkar û qedexe bike.Rewşa ku em têdane jêra em ne qaîlin.

Ji dîrokê hertim jî tê dengê me,

Bo jîyanê balkêş bûne cengê me,

Kes nikare bihelîne rengê me,

Wê dîsa jî ava bibe dergê me.

A ev dunya baş dizane em kîne,

Rikindarê jîna pîroz kurd bûne.

Lê dijî me îro dunya bi kîne,

Dijî kînê kurd hertim jî xurd bûne…

DÛMAYIK HEYE…

GOTARGOTARGOTARGOTAR

10

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Wek ku tê bîra xwendevanên hêja, di dawîya beşê yekem ê vê gotarê da min nivîsî bû: “…Wekî dinê, tiştê ku em ji hev ra bibêjin, dîsa hene, lê vê care

ewqas jî bes e. Ez hêvîdar im, ku emê li ser vê mijarê hê biaxivin” (http://www.mezopotamya.

gen.tr/gotar-makale/gotareka-giring-balks-ji-pensa-

mamoste-ezz-cewo-h2173.html ).

Û bi rastî jî, min xwe ji bo wê amadekiribû, heya hinek pirs ji bo nirxandinê cuda kiribûn, lê, wek ku

di nav gel da tê gotin, şemî ji înîyê zûtir hat. Piştî weşana vê gotarê, di navber min û hinek xwendevanên me da pêwendî pêk hatin, hinekên ji

wan bi tirs nêzîkî rastîyê dibûn: ewana digotin, ku, erê, ev rastya me ye, lê îro ev rastî ji kê ra pêwîst e, ku gel hînî rewşa xwe û wî şêwazî bûye?! Helbet, li

ser vê jî, ya ku min got jî, ev bû: “... Wek ku tê zanîn, piranîya gelê me îro misulman e, lê ew nayê wê wateyê, ku em divê li ser dîroka gelê xwe ya

berî îslamê, li ser ola gelê xwe ya kevnar lêgerînan pêk neynin û rastyê ji hev ra nebêjin... Ku, ji bilî vê di nav gel bi xwe da li ser vê mijarê govtûgoyekê rû

daye, gelek êdî daxwaza rastîyê dikin û heya gelek rêyên praktîk jî tînin zimên (helbet, her yek bi cûreyê xwe!)... Ku mafê me nîne, ji gel ra rastîyê

nebêjin. Ku, wê sûcekî giran be, eger em îro rastyê ji gel veşêrin, ku, yek e, zû-derng, wê di pêşerojê da hinekên dinê van rastîyan bibînin û ji gel ra

bibêjin... Ji bilî wê, gel bi xwe jî gelek tiştan têdigihîje. Em bi wê yekê kê dixapînin?”

Divê bê gotin, kesekî ji wan jî nexwast, ku ji navê

xwe tiştekî bibêje yanê binivîse, ku ew tişt pêşkêşî xwendevanan bibin. Ji wan nivîskarê kurd ê navdar, mamostayê հêja Wezîrê Eşo piştî

xwendina gotarê makkirineke zanistî ya kurt, lê bi wate, bi nivîskî şandibû ser rûpelê min ê Facebook-ê: “... Min gotara te ya berfireh ser ola ezdiya û

nava zemîn da guhêrandina wê da xwend. – Mamostayê hêja dinivîsw, – Ez ne pisporê ola êzdîtiyê me, lê weke kurdzan dikarim bêjim, ku te

lêkolîneke kûr û balkêş û nemaze ya ser çend şêweyên ola kurda ya kevnar bi cî aniye, ku karekî pir aktûêle. Bi wê ra bi tevayî tu bala pisporên ola

êzdîtyê dikşînî ser şirovekirina çend pirsan yên ku hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş hatine komêntarkirinê...”

Bi rastî, nivskarê rêzdar neketye nava şiroveyên hûrbînî, dibêje, ku ew ne pisporê ola êzdî ye, lê bi wê gotina xwe ya kurt û cewharî jî, wek kurdzan,

gelek tişt gotye, yên ku dikarin ji pisporan ra bibin rêber di karê wanî lêgerînî da. Mirov dikare bibêje, ewî bi şerazayî destê xwe danye ser pirsgirêkê û bi

zanistî şêwazek dayê û ew formûle kiry, ku ew “...karekî pir aktûêle”... ku “divê mirov bala pisporên ola êzdîtyê bikişîne ser şirovekirina

pirsên ku hetanî îro bi temamî nehatine zelalkirinê yanê jî şaş hatine komêntarkirinê...” – Bi rastî gotina mamostayekî zanyar e ev! Ew bi xwe jî

dibêje, ku pirsgirêk hene û divê ew bêne zelalkirin...

Ji gotina rast ra çi dikarî bibêjî?!

Lê tiştê ku, bi rastî, ji hêvîyên mirov derbaz dikirin, helwesta xwendevanên me yê dinê bû:

piştî weşana vê gotarê gelek xwendevanan bi name û şêwazên dinê helwest û nêrînên xwe dianîn zimên. Mînak, helwesta Besa Evdal a ji

Ermenîstanê (ya ku niha li Rûsîyayê dijî) jî nêzîkî ya hinek rewşenbîrên me bû. Ew dinivîse: “Gelo ev rastî ewqasî me lazim bûn? Me ji xwe ra serê

xwe kiribû ber xwe û emrê me wisa derbaz dibû. Gelo çiqasî rast e, ku em vê birîna xwe vekin? Erê kalkê minî rehmetî jî hinek tişt digotin, ewî jî gelek

xeberên erebî nedixebitand, û ez naha teze fem dikim... Lê dîsa jî, gelo evê hê zêde me ji hev dûr nexe?”

Ji bo van pirsana mirov çi dikaribû bigota? Helbet, heya cîhekî (tenê heya cîhekî!) mirov dikaribû serê xwe bikira ber xwe û bijîya. Lê, wek ku tê

xuyanê, ya me bûye weke mînaka: “...Bavo min diz berdaye, naha ew min bernade!”

Binihêrin, ji her alîyan va rêya windakirina

bingehên êzdîtîyê yên rastdêr tê meşandin (ew bi zanebûn be, an bi nezanî!), her carê vekirî hinek gav tên avîtin, ên ku ji bo resenîya vê ola gelê me

ya kevnar dibin xeterî û bi tehlûke ne. Min di gotara xwe ya “Êzdîtî” (http://www.mezopotamya.

gen.tr/gotar-makale/gotareka-dewlemend-di-der-bar-

ola-zdt-de-h2140.html) û beşê yekem ê vê gotarê da hinek cudahîyên bingehîn ên di navbera êzdîtîyê û êzîdîtîyê da anîne zimên (ji kerema xwe ra, baş

bala xwe bidin cudahîya di navbera van herdu peyvan da!). Û eger hinek lêgerîner û nivîskarên bîyanî (û ne tenê yên bîyanî), bêyî ku vê cudahîyê

bibînin, li ser bingeha ji hêla derbirînê (gotinê) va nêzîkî hev bûna (lê ne yekbûna!) van herdu peyvan (êzdîtî û êzîdîtî) ev herdu olên cuda ji hev

cuda nekirine û îro jî nakin, îro (dîsa bi zanebûn an bi nezanî) rêya bi êzîdîkirina êzdîyan tê meşandin. Mînak, gelek kurdên êzdî vê yekê tê

digihîjin, û helwesta wan jî li ber çavan e. Û evê yekê lêgerînerên pispor nikaribûne nebînin.

Mînak, wek ku tê xuyanê, mabesta Xann Omer

xalî ev bûye, ku di pirtûka xwe ya “Yêzîdîtî. Ji kurahîya hezarsalan” da nivîsye: “Ji bo ku êzdîtî (di têksta wê ya rûsî da: йезидизм//yêzîdîzm. – E.

C.) bikaribe, hînî mercên dîrokî yên nû bibe, kesayetîya Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her çiqas, bîrûbawerîya wî di karê rêform

kirina êzdîtîyê da roleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa (cûreyekî) ye...” (Ханна Омархали,

«Йезидизм. Из глубины тысячелетий», С.-Петербург, 2005, стр. 45.// Xanna Omarxalî, “Yêzîdîzm. Ji kurahîya hezarsalan”, S.-Pêtêrbûrg,

2005, rû. 45).

Ango, ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê, ku di nav êzdîyan da hemû jî rola Şêx Adî di nava karê

guhartinên ola êzdî da bi cûreyekî nabînin...

Û li şûna hinek vê bibînin û bersîvekê bidinê, heman tiştî dubare dikin ne bese, ew bi wê rê li ber tevlihevîyan vedikin...

Fatima Bîrgul ji Stenbolê dinivîse: “Mamoste, ez ji Batmanê me, gelek dostên min ên êzîdî hene. …Yanî, ji miqala te dertê, êzîdîtî berî Şêx Adî jî

hebûye?”

– Xanima hêja, ez nizanim, gelo êzîdîtî berî Şêx Adî hebûye, yan na, lê êzdîtî ji xwe ya berî wî

bûye, ew ola gelê kurd a berî zerdeştîyê ye û tu têkilîya wê bi tarîqatên sedsalên navîn nîne. Ewa ku hûn dibêjin êzîdîtî, wek ku êdî min di

gotarên berê da nivîsye, tiştekî dinê ye, hîç kesekê nikaribe wê û êzdîtîyê bigihîne hev. Yên êzîdî ew bûne, yên ku, wek ku Xaçatûr Abovyan

jî dinivîse, di nav ereban da jî hebûne (di beşê vê gotarê yê yekem da binihêre – http://www.

mezopotamya.gen.tr/gotar-makale/gotareka-giring-

balks-ji-pensa-mamoste-ezz-cewo-h2173.html)...

Dizanî, gelek caran em bersîva hinek pirsan di cîhekî dinê da digerin, bi teybetî jî, li ku ew

nikare hebe...

Heya em ji bo xwe cudahîya di navbera êzîdîtî û êzdîtîyê zelal nekin û bingehên wê cudahîyê tê

negihîjin, emê rastîya ola xwe ya kevnar tê negihîjin û hertim li dû kêşa hineke dinê bikulin...

Hetemê Paşê ji herêma Svêrdlovskê ya

Fêdêratsîona Rûsîyayê dinivîse: “Dersdar, erê tu rast dibêjî, lê sîstêma Şîxadî jî em xweykirin. Binihêrin, çika nivîskar Eskerê Boyîk çi dinivîse:

“Ew guhastinên bingehîn, ew hed-seda Şîxadî, şagirt û peyhatiyê wî, anîne nava wê civakê, êzdîtîyêra bûn hîm, qewet, hevgirtin û bawerî, wê

hed û sedê nêzikaya hezar salî ev bawerî di nav dorpêça dîndijminatiya hişk, xwexwatiya fanatîke kor, agir û bahozên dîroka Rojhilatê ya xezebda

parast”. (Binihêre: Eskerê Boyîk, “Êzdîtî û pêwîstîya guhestinan”, “Rya teze”, № 13 (4892), s. 2013). – Em gerekê vê jî bibînin, ne!? – Ew

nameya xwe serhevda tîne?

Hetemê hêja, birayê delal, li vir pirs di çi da ye, dizanî? Em herdu (mamosta Esker û ez) li ser du

tiştne cuda dinivîsin, mabestên me cuda ne. Eger mamosta Esker armanc kirye, di derbarê rola Şêx Adî da binivîse, bê guman, mabesta wî dîtina

wan tiştên erênî ye, yên ku wê demê dibe ku di nav vê tevgera olî da hebûne... Û wisa jî, ya ku oldarên îro (terêq ji Mala Adîyan) dixwazin û li

me ferz dikin jî, ev e... Ji ber wê jî ev derketye holê.

Belê, em ewl didinm ku vê bibînin, her carê

pirsek drtê holê: Gelo, “sîstêma Şîxadî” êzdîtî parastye, yan..?

Lê, ji bilî vê, divê bê zanîn, ol tenê ya oldaran

(terêqan) nîne, ew di sêrî da ya bawermendan (mirîdan) e, paşê...

Ezîz ê Cewo

ROJEKÊ EM DIVÊ JI HEV RAROJEKÊ EM DIVÊ JI HEV RAROJEKÊ EM DIVÊ JI HEV RAROJEKÊ EM DIVÊ JI HEV RA

RASTÎYÊ BIBÊJIN?RASTÎYÊ BIBÊJIN?RASTÎYÊ BIBÊJIN?RASTÎYÊ BIBÊJIN? –––– IIIIIIII

GOTARGOTARGOTARGOTAR

11

Lê, dîsa jî, wê baş bibûya, eger te binihêrya, ka mamosta Eskerê Boyîk di dawîya gotara xwe da çi

nivîsye:

“Ez ne alimê bawerîya êzdîtîyême, ne oldarim, ne têologim, nivîskarekî kurdim û zanebûnên min jî

derheqa vê bawerîya kurdistanî awqasin, ku karibim efrandinê xweda rastîya wê bawerîyê bi rastî dîyarî xwendevanê xwe bikim… Usane, eger

nivîsêda fikira kêm-zêde, an jî hidûdên dogmên olê der hebin bira zanyar, oldar û têolog min biborînin.

Lê wek nivîskarekî ji civaka kurdên êzdî ne mafê min heye, ne jî wijdanê min temûl dike derheqa van pirsgirêkada nenivîsim”. “Rya teze”, № 14

(4893), s. 2013)

Ango, ev tê çi wateyê? Gelo ev nayê wê wateyê, ku mamosta Eskerê Boyîk bi xwe jî ewê nêrîna

xwe wek gotina dawîyê li xwendevanan ferz nake. Ji ber ku ew bi xwe jî, ew tiştê ku bi xwe dinivîse, wek rûnê helandî napejirîne, an jî, bi xwe jî heya

dawîyê di wan da ne bawer e...

Lê, dizanî, birayê delal, tiştê herî balkêş di vê gotarê da ne ev e jî?! Eger te gotar heya dawîyê bi

baldarî xwendibe, mamosta Esker berî xwemukurhatinê tiştên pir balkêş dinivîse, û, bi dîtina min, divê mirov giranîya bala xwe bide ser

wan. Fermo, ka em wî parçeyê gotara wî bi hevra bixwînin:

“...Pirsgirêka here dijwar, ku vê demê ji her tiştî

pirtir çareserîyê dixwaze, nexweşîyan civakêda pêşda tîne ew teribandina hinek xetên hed û seda êzdîtîyê yên sorin ku naha, bêhtir li derveyî welêt

pêk tên.

Ji bo parastina vê civakê gerekê gelekî fesal, bi zanebûn nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Ne bihêlin

“çawa dibe bira bibe” ne jî riya teribandinê bihêlin “firebe”.

Bûyerên dîrokî didin kivşê ku ew xetên sor ne

ewqas ji bo betalbûna olê, lê di nav dewranên dijwarda ji bo xweparastina civaka êzdîyan berk û hişk hatine danîn.

Hişkaya wê civak û ola, ku Êzdî navda dijîtin, êzdî mecbûrî hişkayê wan xetên sor kirin. Bûyerên dîrokî nîşan didin, ku dema Şîxadî û peyra jî hinek

civakên dinê hatine û li nav êzdîyanda helyane.

Strûktûra civakê, sîstêma perwerda olî-civakî, çînên oldarî, tifaq û paqij jiyana civakê, xwerin-

vexwerinên qedexekirî guhestinan dixwezin.

Ji çevkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya êzdîtîyê, tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhastin-

rêform di êzdîtîyêda ji alîyê rewşenbîrya pêşketî, xwendîda hatye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda bi nav-

deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên xwedênasîyêye kûr, xwendî û bi rastî jî rewşenbîr-rêvebir û pêşewitîyê civak û netewa xwe bûne.

Şaşîye bifikirin, ku ew pêvajo bi biryarekê, bi konfêransekê pêk bê. Guhartin dem û lêkolîniên demdirêj dixwaze.

Eger rêvebirî û rewşenbîrya êzdiyan wê înîsîatîvê hilnede destê xwe, jiyanê bi xwe guhartina bike”.

Di sêrî da bibêjim, ku rêz û hurmrtên min ji her nêrîneke her mirovekî ra heye, heya eger ew nêrîn

ne rast be jî. Ji ber ku di jîyanê da nêrînên ji sedî sed rast nînin. Tiştek di nava hinek pêwendîyan da rst e, di cîhekî dinê da – na! Ji bilî wê, eger

nêrînên ne rst jî nînibin, wê gelekî dijwar be, ku mirov rastîyê bibîne û nas bike. Belê, wek ku ji bo her olekê, wisa jî ji bo ola êzdî “hinek xetên sor ên

hed û seda olî” hene. Lê divê em ji bo xwe zalal bikin, ka ji wan kîjan yên ola êzdî ne û kîjan ên wan in, ên ku îro di nav me da di derbarê wan da

tê ferzkirin.

Bi rast, di rewşa êzdîtîyê ya îro da nikare, ku mirov, wek ku mamosta dibêje, “Ne bihêle “çawa

dibe bira bibe” ne jî riya teribandinê bihêle “firebe”.

Binihêre, birayê delal, min dixwast, li vir bala te û

xwendevanan bikişînim ser du xalên here balkêş, ên ku di vî parçeyê gotara mamosta Esker da hene, ezê paşê bibêjim, ka çima mirov nikare ne bihêle,

ku “çawa dibe bila bibe”, ne jî bihêle, ku rêya teribandinê “fireh bibe”.

Bi dîtina min divê mirov nirxandinê ji wan herdu

xalên vê gotarêye here balkêş û bi prênsîp girîng destpê bike. Yek ew e, ku mamosta Eskerê Boyîk dinivîse: “...Bûyerên dîrokî nîşan didin, ku dema

Şîxadî û peyra jî hinek civakên dinê hatine û li nav êzdîyanda helyane”.

Bi rastî, minê û wisa jî gelekên dinê wê

bixwazstana, ku wisa bibûya. Lê rstîya dîrokî ya obyêktîf ne wisan e, û ew reng û rûçikê êzdîtîyê yê îroyîn tiştekî berovajî vê xwastinê diyar dike. Erê,

rast e, mamosta rast dibêje, ku hinek civakên dinê hatine nava êzdîyan, lê ewana ne ku di nav êzdîyan da helyane, lê gelek taybetîyên rengê xwe,

yê ne êzdîtî, dane êzdîtîyê. Û ya ku di emcamê da derketye holê jî, êdî ne êzdîtîya kezî ya pîroz e, ew êzîdîti ye... Û, ka ev çiqasî êzdîtî ye, li ber çavan

e! Û divê em vê ji bo xwe zelal bikin û tê bigihîjin (di derbarê vê da, bi hûrbînî – li jêrê!)

Ya duyem, di gotara mamosta da tê gotin, ku “Ji

çevkanîyên dîrokî, zargotinî, ji têkstên bawerîya êzdîtîyê, tê xanê ku dema Şîxadî jî ew guhastin-rêform di êzdîtîyêda ji alîyê rewşenbîrya pêşketî,

xwendîda hatye pêk anîn. Şîxadî, şagirt û peyhatyê wî gişk jî şexsyetên dîrokî, di rojhilatêda bi nav-deng, xwedî kiryamet, zanebûn, fîlîsofên

xwedênasîyêye kûr, xwendî û bi rastî jî rewşenbîr-rêvebir û pêşewitîyê civak û netewa xwe bûne”.

Dibe ku di nava vê nivîsa mamosta da parçeyên

here girîng, yên ku derî li pêşîya dîtin û têgihîştina rastîya demajoya Şêx Adî û ya pey wî ra vedikin jî, ev e. Her çiqas li vir hinekî sergirtî hatye gotin,

lê yekî pirî-hindikî dîroka sedsalên navîn zanibe, wê tê bigihîje, ka Şêx Adî wê demê (sedasala pêncan a koçî) çi xwendin dikaribû bi dest

anîbûya. Wê demê rewşenbîrya pêşketî û xwendî di çi sazîyan da perwerde bibû, felsefa wane olî-bawerî çi bûye? Wisa jî, ya şagirt û peyhatîyên

wî...

Ji bo wê jî, dema em dibêjin êzdîtî ola gelê kurd a kevnar e, yên dijberî me van pirsên hanê didin pêş

me:

– Eger êzdîtî ola kurdan a kevnar e, lê ev peyv, têrmîn û têgehên weha, yên ku di vê olê da hene,

hûnê çawa şirove bikin: Şems, Şêşims, Sultan Êzîd, cunnet, cehneme, ruh, cin, milyaket, melek, Tawisî Melek, şêx, Nasrêddîn, Sicadîn, Melek

Ferfxeddîn, Şêxûbekir, Ebûbekir, Cinteyar, Şîxadî (Şêx Adî), similayî (bismillayî), Rebê alemê/Rebilalem, Xuliqellah, Xaliq?..

Helbet, bersîva vê jî heye.

Ji bo wê jî ew êzdîtîya serdema Şêx Adî bi rengê xwe va pir nêzîkî îslamê bûye, heya gihîştye

radeyekê, ku wek tarîqateke wê bûye…Û ji ber wê jî êzdîtîya wê demê bi gelek nav û têgehên îslamî va hatîye-gihîştîye me. Heya hemû navên

Xwedê û Xwedawendên ola Êzdî wergerandine erebî, ango «eba» (–عباة) ya îslamî lê kirine. Û ev jî xwezayî ye, ji ber ku Şêx Adî perwerdeya ola

îslamê destanîye, ne ya ola êzdî. Heya radeyekê ev bîrûbawerîya Şêx Adî, ya ku oldarê serdema wî tenê bi zarkî fêr bûne (oldarên êzdî dibêjim, “ew

oleke sînem-devterî ye û li ser balgî digîhîje hinek oldarên şaraza û pispor”). Ji ber wê jî ew tenê di nava çarçeveya teng a oldaran da maye. Lê

êzdîtîya berî Şêx Adî, ya ku bêhtir gelêrî bûye, di nav gel da, di nav zargotina me ya gelêrî da, bi şêwazê qewl û beytan, lorîkan, merasîm û

torenan, dirozge û dilovanîyan da hatîye parastin…

Em her tenê li van nav û têgehan binihêrin, ên ku

hê jî di nava êzdîyan da zêndî mane: Mêrê Rojê, Yekê jorîn, Xudanê malê, Zîyayê zer, Memê Şivavn, Gavanê Zerzan, Mamereşan, buhuşt,

dojeh, firêşte, rewan. Em wisa jê dikarin nav û têgehên dinê yên pîroz binihêrin. Eger ev ne navên xwedewandan û têgehên bawerîya êzdîtîyê

ne, lê êdî çi ne? Her çiqas jî di nava sedsalan da dikare hinek tişt di wan da hatibin guhartin, lê dîsa li ber çavan e, ku evana bingehên kevnar ên

vê olê didin xuyan!

Û bi vî awahî, piştî rêformên Şêx Adî hêdî-hêdî, bi berekê va peyvên xurû kurdî bi hemwateyên

wan ên erebî tên guhartin.

Em li van herdu komên payvan binihêrin:

yên kurdî: yên erebî:

Xweda/ê Ellah, Rebb, Xuliqellah, Rebbilalem/Rebê Alemê

rewan ruh

bihuşt cunnet

raman fikir

dojeh cehnime

firêşte melek/milyaket

ol dîn

Roj Şems

bi hêvîya Xwedê înşallah!

…Êdî em di derbarê nexwendîtîya olî ya hinek oldarên me da nabêjim, ên ku li ser şîn û xêran li

şûna drozgeyên ola êzdî bibêjin, heya ayetên Qurana pîroz dibêjin û haş jî pê nînin... (bi hûrbînî – di gotara “Êzdîtî” da).

Ev, çi ku li jorê hate gotin, di derbarê rewşa

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

GOTARGOTARGOTARGOTAR

12 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

êzdîyan a duh da bû. Lê îro? Îro, wek ku birayê hêja Newaf Mîro di gotara xwe ya “Êzdî çima wê peyvê bikar naynin?” da dinivîse, ku “Bi hatina

Ewropa re, êzdiya derfet hebûye, û pêre jî deng û rengê wan ji aliyê raya giştî û ji aliyê rewşenbîran ve hatiye dîtin û nasîn”, heya cîhekî raste. Lê tenê

heya cîhekî! Bi rastî îro di Ewropayê da merc û derfet ji bo êzdîyan peyda bûne, gelek sazî, komele û navend hatine avakirin...

Lê piranîya wan îro wan rêform û guhartinan, ên ku Şêx Adî destpêkirine, kurtir dikin, wan di nav gel da bêhtir belav dikin û bi wê yekê êzdîtîyê

bêhtir ji bingeha xwe ya resen dûr dixin. Ango, wê pêk tînin, çi ku erkdar û belavakrên bîrûbawerîya Şêx Adî pêra negîhandibûne heya dawîyê pêk

bînin... Dibe ku ji ber wê jî, lêgerîner û pispora ola êzdî û ya ji binemala pîran Xanna Omerxalî di pirtûka xwe da dinivîse: “Ji bo ku êzdîtî bikaribe,

hînî mercên dîrokî yên nû bibe, kesayetîya Şêx Adî pêkera (faktora) sereke bûye. Û, her çiqas, bîrûbawerîya wî di karê rêformkirina êzdîtîyê da

roleke girîngtirîn jî lîstye, carna heya helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê wî ne yekawa ye...”

Lêgerînera hêja rast dibêje, bi rastî jî, hinek êzdî, yên ku ji mêjva welatê xwe terikandine, û bîrûbawerîya Şêx Adî pêra negîhandibûye di nav

wan da kûr bibe û li ser ruh û rewanê wan bibe desthilatdar, bi çavekî dinê li wan pêvajoyan dinihêrin... Û, divê neyê jibîrkirin, ku ev jî ew

êzdî ne, yên ku hinek pirîskên êzdîtîya resen hêjî di kurahîya ruh û rewanê xwe da hatine parastin.

Û, eger yekî di kûraya ruh û rewanê wî da hinek ji

wan pirîskên êzdîtîya resen hê jî zêndî mabin, wê ji bo wî balkêş be, ka, gelo, dema Xanna Omerxalî dinivîse “hînî mercên nû bûn”, mabesta wê çi

bûye? Ew big otina:“rêformkirina êzdîtîyê” û “rola giringtirîn a bîrûbawerîya Şêx Adî” di wan rêforman da, çi tê digihîje? Mirov gotinên wê yên.

helwesta êzdîyan bi xwe jî li hember kesê Şêx Adî ne cûreyekî (yekawa) ye” çawa têbigihîje?

Helbet, ev pirsana hrêtorîk in û bersîva wan di

wan bi xwe da heye!

Û li vir pirsek jî girînge, ku ew mirova wan tiştan dinivîse, ne tenê di malbeta pîrên êzdîyan da

çavên xwe li cîhanê vekirine û mezin bûye, ewê wisa jî xwendina xwe li ser wê mijarê pêkanye, û ew pirtûk jî berhema karê wê yê zanistî ye.

...Mirov nikare heya dawîyê tê bigihîje! Hinek bawermendên êzdî zêde tê jî nagihîjin, ka rol û cîhê Şêx Adî di nava ola êzdî da çi bûye û her tenê

wek dogmayekê dipejirînin. Lê hinek jî dizanin, ku piştî hatina Şêx Adî û rêformên wî ji rengê destpêkî yê êzdîtîya kezî û pîroz pir kêm tişt

maye, ku heya van demên dawîyê jî gelek kal û pîrên me digazinîn, ku ew qewl û beytên ku şêx dibêjin, ew bi xwe tê nagihîjin. Ay, lê gelek

kurdên meye misulman, yên ku ji Başûr an Rojavayê Kurdistanê hatine û zimanê erebî dizanin, wan tê digihîjin û dikarin bibêjin, ka li

kîderê çi gotin hatine guhartin...

Û yeke dinê jî: van salên dawîyê stranek tê gotin – a “Şerfedîn e!..”. Û tiştê balkêş jî li vir ew e, ku di

stranê da tê gotin: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, dînê min e!...”.

Min ku cara yekem ev strana bihîst, ez zendegirtî

bûm û min xwest bizanibim, ka ev çi ye, ji ku tê. Bi rêya pêwendîyên xwe yên bi êzdîyên welêt, Ewropa û Sovêta berê ra, ez pê hesyam, ku ew

stran di rastîya xwe da weha bû ye: “Şerfedîn e, Şerfedîn e, Şerfedîn e, ji dînê min e!...”, ango, ne ku Şerfedîn bi xwe dîn e, lê ew ji dînê stranbêj e.

Dîsa min ji oldarên şereza pirsî, ka gelo di nava pantêona ola êzdî da xwedavendek, an pîrozîyaeke wisa heye, kesekî nikaribû ji mi ra bibêje, mak

bike. Min dîsa di pirtûka Xanna Omerxalî, ya ku min li jorê behsa wê kiribû, hilda û lê nihêrî...

Û di wê pirtûkê da ferhenga têrmîn û navan heye, lê di wê da jî ew nava nîne...

Helbet, li vir hîç girîng jî nîne, ka ew nava heye an

– na. Ma berê ew hemû nav û têgehên erebî- îslamî di ola êzdî da hebûne? Helbet – na! Lê ew bi rêya rêformên Şêx Adî û pey wî ra ketine nava

êzdîtîyê. Û ev nava jî dikare demeke hê derng, hinekên din anîbin... An ew di nava êzîdîyan, ne ku di nav êzdîyan da hebe (ji kerema xwe, careke

dinê baş bala xwe bidin van herdu peyvan!).

Pirs di wê da ye îro hinekên di pirsên ola êzdî û bi giştî yên ezdazanîyê (têologîyê) da pêxas dibêjin:

“Dînê min Şerfedîn e, miletê min êzîdî ye!” De were û xwe ji vê nezanî û nexwendîtîya olî biparêze... Êzdîyên belengaz jî, ev hezar û sêsed

sal e înkar û qedexe bûne, dixwazin, çi dibe, bila bibe, navê wan bê bihîstin, ew êzdî dibe, êzîdî dibe, çi dibe, bila bibe, ferq nake! Û ewqas

komele, sazî û navend hene, lê kesek bersîveke bi wate nade van, û rêklamên ku di îtêrnêtê da ji navê êzîdîtîyê tê belavkirin, karê biêzîdîkirina êzdîyan

didomînin...

Û ya dawîyê: dibe ku hinekan êzîdîtî pejirandibin (ewên ku Abovyan behsa wan dike, yên ku heya

di nav erben da jî hene), wek ku mafê me nîne, em ji kurdên sunnî, yên şiî, yên elewî, yên nexşbendî, yên xrîstîan û yên dinê ra tiştekî bibêjin, wisa jî –

ji wan ra. Bila ew êzîdî bin. Heya eger di xwezayê da êzdî û êzdîtî nemabe jî, yek e, ew êdî ne êzdî ne...

Ya ku divê êzdî hevsa xwe jê bikin jî, ev e!

Û eger hinek bixwazin wê ola pêşîyê xwe vejîyan bikin, divê ji bo wê karekî kêrhatî bikin, ne ku

pêvajoya rêformkirina êzdîtîyê van rojên me da jî bidomînin...

Û ji vir jî bersîva pirsa, gelo di vê rewşê da mirov

dikare “Ne bihêle, ku “çawa dibe bila bibe”, ne jî bihêle, ku rêya teribandinê “fireh bibe”.

Îmad Hemo

Gelo Çima… ?Gelo Çima… ?Gelo Çima… ?Gelo Çima… ? Gelo çima şeva min ker kirin, lal kirin.. Bê deng kirin.. Li tenahiyê pêçan... Mîna mûmeke xav li ser maseke bê kes çima… ? Gelo çima rondik di zevîngê êavê min de Bi zincîr kirin Di Cejna Evinê de çima… ?

Gelo çima…. Pênûsa min ji rûpelan dûr kirin di ramana helbestê de çima … ?

Gelo çima wêneyên te li ber çavê min leylanok kirin di ronahiya rojê de gima … ? ………

Gelo çima … Mendalê di nava min de Iskence kirin … sêdar kirin … kuştin… Di buhara bi nefş û sorgulan de çima…?

Gelo çima Helebça bumbebaran kirin Nêrgiz û sosin bin ax kirin û kenê li ser lêvên zarokên Mexmûran bi hevikirin û bi Şurê ZullfeQar cerg û hinavê min qelişandin çima…?

Gelo çima têlik ji tembûra Şêxo bê Awaz kirin û firmizk Ji cavê Çegerxwîn çipçipan din çima…?

Gelo çima kezyê yara min birîn û birîna wê tijî xwê kirin çima…?

Gelo çima zimanê min qedexe kirin, nasnama min winda kirin li ser masa dîrokê …. çima…?

Gelo çima min bi hisreta Çengek ji axa welatê min kirin li bin konê penaberyê li welatê xurbetê çima…?

çima…? çima…?

28/10/2013 Qamişlo

GOTARGOTARGOTARGOTAR

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

13

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Xeleka Gotaran: Kurd û Îslama Siyasî Xelek 13

Gelo! Ereb li Paş Raholkirina Nav û Dengê Kurd bûn? Destpêk:

Hin caran, hin tawanbarî bi navê tawanbarê nepenî (nenas) tên tomarkirin; wisa jî mijara raholkirina nav û dengê Kurd di bermayên îslamî da ye. Hemû

nûçe û agahdariyên derbarê vê mijarê, bi ti awayî kesê lêkolîner nagihîne wê encamê ku bêje: A ha! Filan kes xwediyê vê agahdariyê ye. Ji ber wê jî, ne hêsane ku em bersiveka dawî û bê guman li ser vê pirsê bidin: Gelo kî

berpirsiyarê raholkirina nav û dengê Kurde? Tiştê herî gengaz ku em dikarin bikin ewe, em li gor hin şop û belgeyan bigihînin hin encamên gelemper.

Ka em bi Ereban destpêbikin, ji ber ku ew xwediyê dewlet, hebûn û çandê

bûn di hersê sedsalên goçî yên pêşîn da. Gelo! Ew li paş raholkirina nav û dengê Kurd bûn? Gelo! Sûcdarên nepenî ewin? Ji bo dayîna bersiva vê pirsê, ka em hinekê li rewşa Ereban ya pêş heyama îslametiyê bikolin.

Ereb û Zanistiya Dîrokî:

Wek tê zanîn, bi gelemperî nezanî û nexwendinî taybetmendiya Erebên berî

îslametiyê bû. Di civaka Ereban ya êlîtiyê da ti dezgehên zanistî ji bo lêkolîn û nivîsandinê tinebûn. Ji bilî tomarkirina hin perçeyên helbestan ku li gor çêja erebî nirxdar bûn, em di bermayên erebî da rast ti pirtûk û jêderên dîrokî

nayên ku ji pêşeng û nifşen xwe ra, yên berî îslametiyê, bi berdewamî hêştibin.

Tenha derbarê beşekî pir biçûk ji Erebên Hicazê tê xeberdan ku ji xwe ra

Hunefa digotin, û angaşt dikirin ku ew li ser ola pêximber Îbrahîm'in, û hinekên din ku yan Cihûtî, Kirîstiyanî û yan jî Zerdeştîtî wergirtibûn. Van herdu beşan li pirtûkên ayînî yên van ol û ayînan temaşe dikirin. Yek ji van

kesan li bajarê Mekkê Wereqeh Bin Newfel (ورقة بن نوفل) bû; pismamê Xedîceyê, jina yekem ya pêximber Mihemmed. Vî mirovî Kirîstiyanî wergirtibû. Kesekî din bi navê El Nedir Bin El Haris Bin Keldeh ( النضر بن

ketibû bin bandora çanda Zerdeştîtiyê, agahdariyên wî li ser (الحارث بن كلدةFarisan hebûn û li nav êla Qureyş li dijî Mihemmed diaxivî. Ji lewra, gava pêximber Mihemmed bajarê Mekkê stand, cezayê kuştinê li wî birî(1).

Yanê rastî ewe ku Ereb di destpêka sedsala 7-an ya zayînî da derbasî heyama îslametiyê bûn, bêyî ku ti jêderên tomarkirî yên dîrokî, wek ku li ba Faris, Yûnan û Romanan hebûn, li ba wan hebin û ne jî wê hîngê di bermaya erebî

da zanistiyek bi navê "zanistiya dîrokî" hebû.

Di nav wan da nûçe û agahdariyên dîrokî tenha bi awayekî devkî belav dibûn. Ji ber vê yekê, agahdariyên ku belav dibûn, yan bi awayekî kêm û nîvçe belav

dibûn, yan jî li ser dihate zêdekirin, yan jî dihatin badan, guhartin û tewandin. Pir caran jî hin agahdarî ji binî da dihatin duristikirin û afirandin, û vedigerandin ser kesayetiyeka nenas û nepenî. Kesên ku rah û binyata êlên

Ereban û nûçeyên şerên di navbera êlan da dişopandin û hin helbestvanan rola dîroknivîsan biribû(2).

Kok û Binyata Kurdan di Çîrokên Ereban da:

Dijberî û keftelefta êlîtiyê di civaka erebî ya berî îslametiyê da hêmanekî bingehîn yê wê civakê bû. Ereb vedigerin ser du liqên sereke; liqê başûrî

(Qehtanî - Erebên Yemenê) û liqê bakurî yê erebkirî (Ednanî - Erebên Hîcazê yên here girîngin). Ev beşê Ednanî xwe vedigerînin ser pêximber Ismaîl kurê pêximber Îbrahîm yê ku bi koka xwe ne Ereb bû. Hin êlên başûrî berî çend

sedsalan hatibûn bakur û hinek ji wan rûniştivanên bajarê Yesrêb (Medîna Munewer) bûn. Ji lewra, dijberî û keftelefta di nav êlên Ereban, di dema berî îslametiyê da, bi du awayan bû. Awayekî hundirîn (di navbera êlên her liqekî

da), û awayekî derveyî (di navbera liqên Qehtanî û yê Ednanî da).

Divêt em bêjin ku îslametiyê têkiliya kesan ji xwenaskirina êlîtiyê nebirî; her êlekê serberziya xwe bi navê êla xwe parast û wisa dijberiya xurt di navbera

êlan da berdewam kir. Wek nimûne: Dijberiya di navbera El Ansar (piştgiran - rûniştivanên Medîna Munwer yên Qehtanî) û Muhacîrîn da (goçberan - yên Ednanî ku ji Mekkê hatibûn, li ser xîlafetê, yekser piştî wexerkirina pêximber

Mihemmed û hên berî ku wî têxin gorê(3). Du sedemên din jî hene ku hêşt kesê

Ereb di sedsala yekem ya goçî da hevgirêdana xwe ji êla xwe nebire:

Yekem: Hên di dema pêximber Mihemmed da endamên her êlekê di bin ala û durişma xwe da diçûn şer û talanên îslametiyê, û wisa xurtbûnek dida têkoşîna

wan, ji ber ku her êlekê dixwest di şer da ji ya din baştir be(4).

Duwem: Xelîfe Umer Bin El Xettab di sala 15-ê goçî da dezgeha El Dîwan durist kir, ku di wê da navên endamên her êlekê dihate nivîsandin, daku her

kesek para xwe ji gencîneya dewletê û ji hatinên şer û talanê wergire(5).

Bi sedema pêwîstiya her êlekê ku di her warekî da serberziya xwe bi êla xwe bide xuyakirin, û piştî ku dijberî û keftelefta olî û siyasî (sunneh, Şî'eh,

Xewaric) xurt bû, pir çîrokên dîrokî peydabûn û tiştekî wek "zanistiya kok û binyatê" pêkhat(6). Çîrokên here kevin derbarê kok û binyata Kurdan vedigerin ser du "zanyarên kok û binyatan" yên Ereban; ew jî evin:

1- Ibin El Kelbî (Mihemmed Bin El Saêb(محمد بن السائب),, sala 146 goçî = 763 z. wexer kiriye) ji rûniştivanên bajarê El Kofê ye; li wir ji dayîk bûye û li wir jî wexer kiriye(7).

2- Ebo El Yeqzan (Amir Bin Hefs(عامر بن حفص), li cihekî hatiye gotin ku sala 170 goçî wexer kiriye û li cihekî din gotine ku sala 190-ê goçî = 806-ê z. wexer kiriye)(8).

Vî mirovê bi navê Ebo El Yeqzan kok û binyata Kurdan vegerandiye ser Kurd Bin Emrû Bin Amir Bin Rebi'eh Bin Amêr Amir Bin Se'se'eh. ( رد بن عمرو بن ك Yanê Kurd vegerandine ser Erebên Bakurî (عامر بن ربیعة بن بن عامر بن صعصعة

(Ednanî). Lê mirovê bi navê Ibin El Kelbî Kurd vegerandine ser Kurd Bin Emrû Muzeyqiya (مزیقیاء)'; yanê Erebên Yemenê (Qehtanî), û gotiye ku Kurd di demeka pir kevin da çûne bakur piştî ku pir şer û bobelat bi ser gelê

Yemenê da hatine(9).

Gelo dijberiya di navbera Erebên Bakur û yên Başûr da pêwendiya xwe bi vê cudahiya bîr û baweiyê ra li ser kok û binyata Kurdan heye?. Gava em li kok

û binyata van herdu kesayetiyan dikolin, em dibînin ku Ibin El Kelbî başûrî ye (Qehtanî) û Ebo El Yeqzan bakurî ye (Ednanî). Di sedsalên piştî wê demê ra kesên başûrî çîroka Ibin El Kelbî belav kirine, û yên bakurî jî çîroka Ebo El

Yeqzan. Ev yek li ba dîrokzan El Mesûdî tê xuyakirin. Piştî ku ew bîr û baweriyên cuda li ser kok û binyata Kurdan tîne ziman, dibêje: "Tiştê ku me li ser Kurdan gotiye bêhtir di nav gel da tê naskirin, lê ya rast ewe ku Kurd ji

binyata kurê Rebi'eh Bin Nizarin". Yanê Kurd ji liqê bakurî (Ednanî) ne û ne ji yê başûrî (Qehtanî) ne. Navê El Mesûdî jî Elî Bin Huseyne (sala 346-ê goçî = 957-ê z. wexer kiriye); ew yek ji neviyên sehabiyeyê (hevalbendê

Pêximber) nasdar Ebdullah Bin Mesûde, ji Erebên Hîcazê ye (Ednanî).

Rastî li kû ye?

Wek em dibînin, ev agahdariyên ku zanyarên Ereb yên kok û binyatan derbarê rah û binyata Kurdan ragihandine, ji sînorên jiyan û hebûnê dernakevin; ew dûrî efsane û nîgaşê ne û nakevin şop û coka reşkirina nav û dengê Kurd ku

ew ji binyata cinanin; ew cinên ku bi jinên tol ra zîna kirine. Li gor van agahdariyan Kurd - çiqas bibe - mirovên suriştî ne, wek her kesî ji kok û binyata Adem û Hewa ne. Yanê ew ne hin afrînberên ku ji mirov û cinan yan

jî ji îblîsan peyda bûne. Naveroka vê agahdariyê dide xuyakirin ku Kurd mirovên başin û hêjayî wê yekê ne ku ew ji kok û binyateka Ereb bin; ji şopa Ednanî dibin yan ji şopa Qehtanî dibin. Heya em dikarin bêjin ku vegerandina

kok û binyata Kurdan ser kok û binyateka erebî, ji aliyê van zanyaran va, li gor têgihîştina wê demê, şêweyekî comerdiya wan bû ku wisa pesna Kurdan didin û meqamê wan pê bilind bikin.

Ji ber ku, li gor rewşa siyasî, çandî û civakî ya serdar di wê demê da, Ereb ew netewe bû ku pêximber Muhemmed ji nav wê derketiye, Qur'an bi zimanê wan hatiye û ji nav wan hemû xelîfeyên misilmanan, rêber û serdaran derketine.

Gelên din yên misilman bi navê mewalî(yên li gel misilmanan - yên ku

GOTARGOTARGOTARGOTAR

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

14

îslametî pejirandine) dihatin binavkirin. Gava em vegerin ser bermayên îslamî, em dibînin ku Ereb bi nasnameya xwe gelek serbilind bûn, bi quretî û pozbilindî û heya bi çavekî nizim jî li evên mewalî (yên ne Ereb) temaşe

dikirin; heya bi radeyekê ku kesê Ereb, çiqas xizan û belengaz ba jî, dîsa wek şerm û kêmasiyek didît ku keça xwe, yan xwîşka xwe bide kesekî ne Ereb, çiqas dewlemend û rûmetdar ba jî. Di pirtûkên dîrokî û wêjeyî da gelek

nimûne û belgeh hene ku ev cudakirin û pozbilindiya Ereban beramber yên ne Ereb aşkera û xuyaye(10).

Hîngê em dikarin bipirsin, çawa ev zanyarên kok û binyatan yên Ereb

dikarîbûn vê perdeya cudakirinê derbas bikin? Û çawa razî bûn ku Kurdan têxin nav kişwera serberziya erebî?. Bi rastî heya niha jî sedemên vê yekê ne diyarin. Belkî ji ber wê yekê be ku awayê jiyana Ereb û piraniya Kurdan ya

revendî, gavantî û şivantiyê mîna heve û, li gor vî şêweyê jiyanê jî, hezkirina azadî, payedarî, lehengî û comerdiyê li ba wan wek heve. Li hêla din, belkî pêwîstiya Ereban bi Kurdan di şer û kefteleftên hundirîn da (wek Sunneh,

Şî'eh û Xewaric) jî sedemeka din ya vê yekê be.

Dibe ku vegerandina kok û binyata Kurdan ser rah û şopên erebî, bi awayekî devkî, vedigere ser bîreweriya erebî ji heyamên pir kevin da ku kok û binyata

Erebên Bakur pêwendiya xwe bi kok û binyata pêximber Îbrahîm ra heye; û pêwendiya Îbrahîm bi xwe, bi Horiyan ra û derketina wî ji bajarê Herranê (Harran = Horan) ku ji wir ber bi başûr va, bi hêla Fîletînê da çûye. Hebûna

hin wargehên Horiyan yên girîng li newala Erbe (li başûrê welatê Urdin yê niha), ew newala ku bi Hicazê va, bi rêya pixûrê ya bazirganiya cîhanî va girdayî ye, vê gengazî û îmkanê piştrast dike.

Wek tê zanîn, Horî şop û liqekî mezin û bingehînin ji kok û binyata pêşiyên Kurdan.

Gelo vegerandina ser kok û binyata Horiyan di navbera Kurdan û Erebên Bakur (yên erebkirî) da xeleka windabûyî û hevbeş di navbera wan da be?. Gelo li ser vê bingehê be ku zanyarên kok û binyatan yên Ereb agahdariyên

xwe derbarê vegerandina koka Kurdan ser binyateka Ereb avakiribin?

Bi rastî pêwîstiya vê mijarê bi lêkolîneka berfirehtir heye.

Jêder

1- Ibin Hisham, Jiyana pêximber, 2/53, 73. Ibin Hebib: El Muhebber, rûpel 161, 171. El Mesûdi: Muruc El Zeheb, 1/70 - 73, 250 - 251

2- Binêr li Sabatino Moscati, Şaristaniyên Samî yên Kevnare, rûpel 19, 193.

Philip Hitti û du kesên din: Dîroka Ereban, rûpel 99.

3- El Tabari, Dîroka El Tabari, 3/220. Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 2/187.

4- Ibin Hisham, Jiyana pêximber, 2/187. El Tabari, Dîroka El Tabari, 3/288, 3/613, 4/522.

5- El Belazuri, Futuh El Buldan, rûpel 432. El Tabari, Dîroka El Tabari, 6/613.

Ibin El Esir: El Kamel fi El Tarix, 27331.

6- Hamilton Jeb, Lêkolîn li Şaristaniya Islamî, rûpel 146.

7- Ibin El Nedim, El Fehrist, 1/167. El Zerikli. El E'lam, 8/133

8- Ibin El Nedim, El Fehrist, 1/165 - 166. El Zerikli. El E'lam, 3/350.

9- El Zebidi: Taj El Erûs, made (Kurd).

10- Binêr li El Mesûdi: Muruc El Zeheb, 2/ 122 - 123, Ibin Ebid Rebbeh: El

Iqid El Farid, 3/412 - 413. Ehmed Emin: Duha El Islam, 1/25.

Ekrem Cîtî

LêkolînLêkolînLêkolînLêkolîn

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

15

Rawestinek li gel têrm:

Ez dizanim, ku dan û standina li gel têgeh û têrman, ji dijwariyan ne vala ye,

ne hêsan e, lê ka wê mirov çi bike? Têgeh û têrm kilîtên zanistan e, dergehên zanînan e, qevaztina di ser wan re, qevaztina ber bi tevliheviyê û zanîna kêm de ye; vê lomê, beriya ku em rewşên hişê kurdî bipelînin, ka em li ba (hiş) û

hevyarê wî (pûnijîn) rawestin, gelo ew çi ne? Tê bîra min, ku berê, di rûpelên çûyîne de, me tevlihevbûna wateyên (hizr, hiş, raman/ pûnijî) di ferhengên têrmên felsefeyê de nîşan kiribû, û em gîhabûn wê baweriyê, ku têgeha (hizr)

ji ya (hiş) firehtir e, û ya (hiş) jî ji ya (raman/ pûnijîn) firehtir e.

Ji bo danasîna hiş, hatiye gotin: “Hiş karîna têgihîştinê û rêbedêyiya (rênîşanî) rast û derencam (deduction) û pêzanîna têkiliyên hizrî ye”(1). Û

pûnijîn jî wusa hatiye danasîn: “Raman (pûnijî) karekî hişmendî yî gelemper e, têrwanînê û bîranînê û biryardayînê û hûrnerînê di xwe de dicivîne ,û ji bo her çalakiyeke hişmend tê gotin. Gotina Dîkart “Ez dipûnijim,dêmek ez

heme” jî dikeve vê çarçewê”(2). Raman jî hatiye danasîn, ku ew “xebitandina hiş di her tiştekî de ye, da mirov wan tiştan nas bike û bizanibe, û ji her diyardeyeke jiyana hişmend re raman tê gotin, û raman hevwateya nerîna

hişmend û hûrnerînê ye”(3).

Axiftina li ser (hiş/pûnijîn/raman) li gel têgeha rêbedêyiyê (inference/îstîdlal) zor têkildar e. Evê yekê çi wate heye? Ji bo danasîna rêbedeyiyê, wek têgeh,

tê gotin, ku ew “her xebateke pûnijînî ye, mirov pê ji pêşiyan ber bi encaman de diçe, eger ew pêşînan rast bin, encam jî rast in”(4). Helhênan jî derencam e (deduction), ji bo danasîna wê, tê gotin, ku ew “xebitandineke ramanî ye, ji

helwesta gelemper de bi ber ya taybet de diçe”(5).

Tiştê ku em dixwazin bigihîninê ew e, da ku em rûdawên hişê kurdî binerin, divê em awayên pûnijînê ku li ser hizra kurdî serdest in, bipelînin, gelo ev

pûnijîn tenê di çarçewa tevahiyan û gelemperiyan de dimîne? Tenê ji pajekan dipişkive? Yan dikare têkiliyên navbera tevahiyan û pajekan binase? Gelo ev pûnijîn dikare xwandin eweyê û derencamê bi awayê çalak bixebitîne, û ji

serincê bi ber hûrnerînê, jihevcudakirinê, raber kirinê, jihevdrexistinê, pêkewenanê (bihevxistinê) û biryardanê here? Gelo ev (pûnijîn) ji warê zanînê de, dikare ji astayê berbiçav (hissî) bi ber yê têrwanîn, û yê

lêkirdinewe hilkişe? Dikare li gel têgehan û helwestan û têoran bide û bistîne?

Başe, eger hişê kurdî rûdawên pûnijîna çalak hene, gelo ev yeka çi diyar dike? Rastî ew e, ku ev yeka gelek tiştan diyar dike:

1. Ew hişekî çavbiçîk î pêşbir e, ne yekekî revok e.

2. Ew mêldarê realîteyê ye, bi leylanan re naşimite.

3. Ev hişeke, ku dikare zanînên zanistî û wêjeyî û felsefeyê vêkra werbigire.

4. Ew hişekî zindî yî tevgerî ye, ne yekekî şûnmayî (istatîkî ) ye.

5. Ew hişekî organîzekirî rêxistinî ye, dikare organîzekirina heyînan werbigire.

6. Ew hişeke, ku dikare gerdûnê (cîhanê) şirove bike.

7. Ew hişekî erênî yî çalak e, ne yekekî neyênî yî tenê hêrsdar e.

8. Ew hişekî aferîner e, guhertinê û nûkirinê dipejirîne, ne yekekî kevnahî ye,

9. Ew mêldarê serhildanê û şoreşê ye, ne yekekî serberjêr û kole ye.

10. Ew hişeke, ku dikare bibe hevparê geşbûna şaristaniyê û pêşveçûna mirovaniyê.

Gelo, rûdawên hişê kurdî, li hember evan hemî nerîn, boçûn û agahiyên derbas bûne, çawa xuya dibin? Ê dê ka em guh bidin bûyer û helwestan, ka ewana çi dibêjin?

Rûdawên hişê kurdî: 1. Rikdarî û hişê kurdî“: „Hişekî kurdî ye“! Evê gotinê pirê caran bala

Yehya siloYehya siloYehya siloYehya silo

min kişand, xuyaye ew bi navê Kurd hatiye tomarkirin. Eger mirovek rikdar ba, û dest ji helwesta xwe bernedaba, wê hîngê ew bi gotina „hişê wî kurdî ye“ dihate salixdan. Rikdarî û destbernedana ji helwestan mebesta vê boçûnê

bû. Gelo, destneberdana ji helwestê ya ku bi rikdariyê û serhişkiyê têne navandin, di kesayetiya Kurd de rûdaweke şûngirtî û resen e?

Bersiva vê pirsê erênî ye, ne ku ez xwe didim kêlek gotinan û weha diçim, lê

belê min ev yeka di helwestên hin Kurdên, ku li gel wan têkildar bûme de dîtiye, her weha min ev yeka di jînenîgariya hinek navdarên Kurd de jî dîtiye, û bi ser de ev yeka di hinek helwestên, ku di dîroka Kurd de ji pênc hezar sal

de, qutûbir bûne jî, ji min ve diyar bûye.

Belê, eger ne hişê Kurd bûya, ma dê Gotiyan karîbana li hember dagîrkerên Akkad sala (2230 b.z) bi serketana? Eger ne hişê Kurd bûya, ma dê Medan

karîbana sala (612 b.z) gelên roavayê Asiyayê ji zordarî ya Aşoriyan rizgar bikirana? Eger ne hişê kurdî yê Ebû Mislimê Xurasanî bûya, dê dewleta Emewiyan sala (132 k/ 750 z) gêr bibûya, û ya Ebbasiyan bihata

damezirandin? Eger ne hişê kurdî yê Selahedînê Eyyobî bûya, dê roavayê Asiyayê ji destên xaçeperstan rizgar bibûya, û dê bajarê Qudsê bihata vegerandin, û dê mezintirîn û sêyemîn êrişa leşkerî ya xaçeperestan sala (1191

z) têk biçûya? Eger ne hişê Kurd bûya, dê şoreşên Kurd, li dirêjiya du sedsalan yeko yeko

li pev hevdu bidomana? Eger ne hişê Kurd bûya, dê gelê Kurd karîbûya, piştî

bîst û pênc sedsalan û gelek pirojeyên kotekiyê û qedexekirinê û asamîlasyonê, nasnameya xwe biparasta?

Rûdawên hişê kurdî ne tenê di pehnava polîtîkî û leşkerî de xuya dibin, belê

di çarçewa ol de jî diyar in. Wek nimûne, Şêxê îslamê; Ibin Teymiye, (sala 728 k/1328 miriye) di tenga hin dozên ayînî re, li hember hin feqehên serdema xwe derket, vê lomê hate zîndankirin, lê heya di zîndanê de mir jî,

dest ji helwesta xwe berneda. Beriya vê jî, gava Qazan; şahê Teteran sala (699 k) da ser Şamê, tevî ku bi xwînrijandinê navdar bû jî, Ibin Teymiye çû leşkergeha wî, û gote wegêr:

„Bêje Qazan: Tu dibêjî ez misilman im, û wek ku me bihîstiye, dadmend, pêşnimêj (imam), şêx û azanbang jî bi te re hene, bav û bavpîrê te jî xwedanezan bûn, lê tiştên te kirin, wan nekirin, ewana soz dan û soza xwe bi

cih anîn, te jî soz da, lê te xinizî kir, û te got, lê te gotina xwe bi cih neanî, û te zorkarî kir“(6).

Nimûneyekî din ji serdema nû, ew jî Bedî Zeman Seîdê Norsî ye (1873-1960

z) xwediyê (nameyên ronahîye) yên navdar, yê ku hemî partiyên îslamî tirkî yên hemdem ji paşila wî peyda bûne. Di dema serokê Tirkiyeyê Mistefa Kemal Ataturk de fermanên qedexekirina şaşikê (kum) û azana bi zimanê

erebî derketin holê, hemî zanayên olî li Tirkiyeyê ew fermanan pejirandin, tenê Seîdê Norsî li dij vê yekê ma bû, şaşik ji serê xwe neavêt, û azan jî bi zimanê erebî got. Ji bo vê helwestê ew gelek hate êşandin, dadkirin,

surgûnkirin û zîndankirin û sêdarkirin jî pê hate bihîstin, lê heya mirinê ji ya xwe danegerî.

Yekemîn tiştê, ku ji gotina „Hişekî Kurdî ye“ tê têgihîştin, rikdarî ye, lê belê

rikdarî dû cûre ne: Rikdariya erênî û ya neyênî, ya erênî dikeve bin sîbera hişyariya ronak, û destbernedana ji maf, ev cûre dijberê keysebaziyê û xiniziyê ye. Ya neyênî jî şûnmanîn û serhişkî û ne nermbûne.

Gelo, gotina „hişekî Kurdî ye“ bi kîjan wateyê belav bûye? Bi ya erenî yan bi ya neyênî? Pergalên ku ev gotin tê de tê gotin, didine xuyakirin, ku ew bi wateya neyênî tê gotin û xebitandin, tiştê vê boçûna me teqez dike ew e, ku

gotineke din tê gotin, ji vê ve nêzîk e, lê di pergaline din de, ku didine xuyakirin wateya wê pesn e, tê gotin, ew jî gotina „Peyva Kurd e“. Ev gotin bi wateya rêzgirtin û çespandina sozan û rastgotinê tê gotin û xebitandin, û

dide xuyakirin, ku bîriya komel ya roavayê Asiyayê kesê Kurd naskiriye, ku ew, bê çavbîner û belgehan, li peyv û boçûna xwe xwedî derdikeve.

Dr. Ehmed Xelîl Wergêr: Heyder Omer

Kesayetiya kurdîKesayetiya kurdîKesayetiya kurdîKesayetiya kurdî ((((Xelek 17an)Xelek 17an)Xelek 17an)Xelek 17an)

Rengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê KurdîRengdêrên Hişê Kurdî

LêkolînLêkolînLêkolînLêkolîn

16 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Lê gelo, çima tenê kesê Kurd, û ne yekekî din, ev impression di bîriya komel

ya roavayê Asiyayê de hêştiye, ku ew rikdar û serhişk e? Gelo, ev yeka ne xelekeke ji xelekên awanbaziyan e, ku pîrên hizrên împeretorî yên roavayê Asiyayê ji serdema Akkadiyan de dijî kurd ajotine? Ma ewana navê Kurd ji

rûpelên mirovaniyê ranekirin? Ma ewana Kurd li gel cin û çepel û şeytan û kolejinên bê sinç nebestandin? Ma ewana negotin, ku Kurd diz in û riyan dibirin? Çima em dûr diherin? Ma me nedît di vê dema nêzîk de, çawa

şagirtên hizra împeretorî careke din pirojeya (iblîskirina Kurd) bi awayê Tirkî, û belavkirina televzyona (mbc) di navbera rêzefîlma „Xaka baş“ re vejandin, û weha çûn, ku Kurd diz in, riyan dibirin, cûreyên tiryaqê belav dikin, û bi

şûnde mayî ne, û bê nirx û bê bawerî ne? Ma dê gotina „hişekî kurdî ye“ li hember van pirojeyên iblîskirinê çi wate bimîne?

2. Bandorên hizra gundîtî: Belê, hemî ew pirsên derbasbûne hatin

bîriya min, pêre jî weha dibînim, ku gotina „hişekî kurdî ye“ pareke pirojeya iblîskirina Kurd e. Rast e, ev gotin berhema cemawer e, cemawer jî bi

gelemperî baş û sade û bê guneh e, tiştê ku dibîne, dibêje û direwşîne, û bi hêsanî li gel bûyeran têkildar dibe, lê kê Kurd gîhandin vê pergala, ku gotina „hişekî kurdî ye“ bi wateya neyênî afirandiye? Teqez ewana şagirtên hizrên

împertorî ne, ewana heyama alîkar ji bo afirandina vê gotinê li ser du aliyan pêk hanîn: Aliyê yekem ew bû, ku Kurd were pişaftin û kesayetiya xwe wenda bike, lê Kurd rikdar bû, û nehate pişaftin. Aliyê duwem jî ew bû, ku

ewana piraniya Kurdan xistin ber dava sêlingê (çiya, şivantî û êlîtiyê), ku nezanîn û paşvemayîn destlatdar in, û kend û bend xistin navbera Kurdan û bajarvaniyê, û Kurd ji wergirtina hizra bazirganî bê par hêştin, pêre jî hizra

şivantî û gundîtî li ser Kurdan destlatdar bû, ew jî hizreke, ku ji bo afirandina rikdariya neyênî, zor hêja ye.

Hizra bazirganan ne wek ya şivan û çotkaran e. Ka em ji bo naskirina her du

hizran, li çareserkirina aloziyan binerin; rûniştevanên bajaran, ku pirên wan bazirgan in, di riyên dadgehan re aloziyan çereser dikin, lê kesên gundî aloziyan di riyên pevçûn û şeran re çareser dikin, serî tên birînkirin, hestî tên

şikestin û xwîn diherike, hin kes tên zîndankirin û hinek jî tên gorkirin. Her tiştek û karek jî çand e, kesê bazirgan her tim çanda xwe nû dike, û zanyariyên nû werdigire, asoyên zanîna xwe fireh dike, pêre jî pênasîna wî ya

xweyîtî û gerdûnî û cihanî kûr dibe, tevgera wî li dûzan dibe, û pêzanîna wî ji carçewa yekçareyê hildikişe asta vebjartina pirçareyan.

Ji vê pê ve, gelo kesê bazirgan, çiqas sade be jî, tiştên xwe bi kêmtirî bihayê

kirînê, an jî bi qaserî wî bihayî, difroş e? Bi gotineke din, bazirganê bi karê û ziyanê napûnije heye? Bazirganê, ne bazarkar heye? Çi wateya bazarkirinê heye? Bazarkirin li ser rêbaza (bide û bistîn) radibe, ji rêbaza (gelek çare li

pêş min hene) dest pê dike; ango bi encaman dipûnije „ez li karê me, an ziyanê werdigirim“? Bazarkirin keça hizra piragmatîk e, hunera dan û standinê ye, û her bazarkirinek jî cengeke aştiyane ya nazik e. Ew bazirganê,

ku bazirganî wî bi ber dijmantiyê û nexwaşxaneyan û zîndanan de têvede, ne bazarganekî hişmend e.

Lê kesê gundî, karê wî ew bêgav kiriye, da bi sewalan û teknîkên serdema

niyolîtî ya kevin re têkildar bibe, piraniya zanyariyên wî bi dirêjiya sedsalan li cihên xwe dimînin, pêre jî asoyên zanîna wî teng dibin, û hişyariya wî bi şûnde dimîne, û di pergalên metirsî de, pirêcaran tenê çareyekê li pêş xwe

dibîne, bi karê û ziyanê napûnije, li gor rêbaza “çi dibe bila bibe“ tevdigere, dibe dîlê rêbaza“yan hebûn yan nebûn“, û penda xwe ya jêhez, ku dibêje “Dîkê rojekê be, ne mirîşka salekê be“ ji bîra nake.

Bi rastî, min cudahiya her du hizrên bazirganî û gundîtî, heya çûm dewleta Mîrnişînên Erebî, nizanîbû, li wê dewletê ez pêrgî bazirganên Farisan bûn, min bala xwe dayê, ku bazirganê farisî, bi piranî, her tim rû li ken e, di qada

bazarkirinê de hêrs nabe, her tim li gel te dide û distîne, heya ku tiştê xwe bi bihayê, ku dixwaze, difroşe te û tu jî bi dilxwazî dikire. Wê hîngê bazirganê kurd dihate bîriya min, ku kêm caran dikene, û bi piranî jî ji bo bazarkirinê ne

amade ye, rûdawên rûyê wî dibêjine te “Pir deng neke, bikir yan biçe“. Wê hîngê min di dilê xwe de digot: Ma ew seyr e, ku entilcênsiya Med dewleteke mezin û avakirî wendakirin û entilcênsiya Farisî împeretoriyeke mezin, hema

bi kêmanî ji ne tiştî, avakirin?!

3. Mêldariya zanistî: Mebesta me ji vê mêldariyê mêldariya pûnijîna

hişmendî û zanistî ye, bi karanîna çavdêriyê, ji hev veqetandinê,

organîzekirinê, berhevdanê û derencamê ye, û pêzanîna têkiliyên navbera

tevayîyan û pajekan e, şirovekirina realiteyan û bûyeran bi awayê locîk e,

xweragirtina li pey bidestxistina hûr û mûrên tiştan û vekolîna wan hûr û mûran e, şirovekirina her tiştî bi awayê zanistî ye, hevgirêdana sedeman û encaman e, lêgerîna rastiyan e, melevaniya di kûraniyê de ye, û nebaweriya bi

tiştên nehênî û sergirtî ye.

Mêldariya zanistî ya hişê kurdî di gelek warên zanînê de diyar dibe, eger hema ji warê ayînî (olî) de, em binerin, em dibînin, ku (radestkirin), li gor

gotina “Ola kalepîran bigirin“ helwesta herî şûngirtî ye; ango bawerî bi rêbazên kevnar, û destberdana ji pelandina behaneyên zanistî.

Lê tiştê berbiçav ew e, ku zanayên ayînî yên Kurd guh nadin vê gotinê, belê

ewana di pehnava ayînî de behaneyên hişmend û şirovekirina locîk dixebitînin, wek ku me di beşê (hizra ayînî kurdî) de diyar kiribû, û me dîtibû, ku axiftevanê Iraqê El-Nor Elî El-Siwêdî El-Bexdadî ev yeka nedipejirand û

mirûzê xwe li hemberê vê helwestê tirş dikir. Ev diyarde di serdema nû de, di ramana ayînî ya Mela Seîdê Norsî (Bedî El-Zeman) û hinekên din de, zor numa ye, her weha ev diyarde di jîrbûna feqehên Kurd de ji warê zanista

bermayînan (mewarîs) de jî zor numa ye, ev zanist jî di koka xwe de li ser matmetîkê radibe.

Her ewha mêldariya zanistî ya rewşenbîrên Kurd di warên daneriyê, yên ku

rewşa zanistî li ser destladar e de jî diyar e, wek dîrok, jînenîgarî, ferheng, erdnîgarî, stêrnasîn, matmetîk, bijîjkî, felsefe û rexneya wêjeyî. Kesên wek Îzedîn Ibin El-Esîr (sala 630 k/1233 z miriye), Ibin El-Ezreq El-Farîqî (piştî

sala 577 k/1171 z miriye), Ebo El-Heyca (sala 700 k/1210 z miriye), û Xeyredîn El-Zîreklî (sala 1976 z miriye) ji dîroknasên navdar in, û di warê erdnîgariyê de, Ibin Hewqel El-Nesîbî (sedsala 4 k/10 z), Ibin El-Feqîh El-

Hemezanî (derdora sala 340 k/951 z miriye) û şah Ebo El-Fîda El-Eyyobî (sala 732 k/1331 z miriye) gelek navdar in, û di warê endizyariyê de Ibin El-Rezzaz Ebdil-Ezîz Bin Simaîl El-Cezerî (sala 602 k/1205 z miriye) û di warê

stêrnasîn û matmetîkê de jî Bedriddîn Mihemmed Bin Mihemmed El-xezal El-Dîmeşqî (sala 912 k/1506 z miriye) navdar in.

Di pehnava bijîjkîyê de Ebo El-Futoh Ehmed Bin El-Sirî El-Hemezanî

(derdora sala 540 k miriye), Îbirahîm Bin El-Mulla Zênedîn El-Dîmeşqî yê ku bi navê El-Cemel (Deve) dihate naskirin (derdora sala 1058 k miriye), û di warê felsefeyê û logîkê de Mihemed Bin El-Cehm El-Bermekî (beriya sala

218 k sax bû) û El-Seyf El-Amedî (sala 632 k miriye) navdar bûn. Di warê aferînî de jî Zeynedîn El-Amedî (sala 714 k/1314 z miriye); yekemîn kesê ku tîpên berz çêkiriye, bi nav û deng bû, û El-Hesen Bin Bîşr El-Amedî (sala 370

k/980 z miriye); xwediyê pirtûka “Navbera El-Mutenebbî û dijberên wî“ û Diya‘e El-Dîn Ibin El-Esîr (sala 622 k/1225 z miriye); xwediyê pirtûka (Nimûneya navdar ya wêjeya nivîsevan û helbestvan) di warê rexneya wêjeyî

de navdar bûn. Bi ser de jî, tiştê herî matmayîtir ew e, ku babetên felsefeyê û zanistî di dîwana helbestvanê Kurd Cemîl Sidqî El-Zehhawî (1863 – 1936 z) de gelek in; ev babetan di dîwanên helbestvanên Ereb yên serdema nû de, bi

vê piraniyê, tune ne.

4. Şiyana û pejirandina şaristaniyê: Berê jî bi me re derbas bû, ku

hizrên împeretorî sêlingê (çiya, şivantî, êlîtî) li ser civaka Kurd çespandin, û ev civak di tariya nezanînê û paşevemayînê de şerpeze kirin, lê belê hişê kurdî, tevî vê yekê, her ku heyama çandî û şaristanî bi dest dixist, zû di

a.b.ceya bajarvaniyê digihîşt, û bi hezkirin berê xwe dida her tiştên, ku ji bo bajarvaniyê pêdivê ne, wek jidilkariyê û dan û standina li gel têor û ramanên zanistî û têkildariyên li gel alav û teknîk û hunerên nû. Ji hêla têkelkirina

(întegrasyon) hişê kurdî li gel pêdiviyên jiyana bajarvaniyê, di warên cilan (kincan), xaniyan, xwarin û vexwerinê, û tevgerê û tore û perwedeyê de, mirov dikare pir bêje û binivîse.

Ev yeka ne tiştekî seyr e, ji ber ku wek penda kurdî dibêje “Dar li ser koka xwe şîn û mezin dibe“, di beşên pêşîn yên vê lêkolînê de derbas bûbû, ku berbanga şaristaniyê li roavayê Asiyayê li erdnîgariya pêşiyên Kurd dest pê

kir, vê lomê em ne hewcedarên dubarekirina nimûne û belgeha ne, tenê emê aferînên şaristanî, ku di bin sîbera şalyarên (wezîr) Bermekiyan di serdema Ebbasî ya pêşîn de, pêk hatibûn, û dewleta Merwanî li Kurdistana naverast û

yên dewleta Eyyobî li Misirê, û yên dewleta Farisan di bin sîbera destlatdarê Kurdê Lorî Kerîm Xan Zend de, û yên Malbata Mihemmed Elî Paşa li Misirê di vê serdema nû de, bînin bîriyan. Me di xelekên (3, 12, 20, 32, 41) yên

elektironî “Navdarên Kurd di dîrokê de“, çêla van tiştan hemiyan kiribû.

LêkolînLêkolînLêkolînLêkolîn

17 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

A niha jî ka em binerin bê ka kesên din li ser hişê kurdî û şiyana bajarvaniyê çi gotine.

Jonasan Randil dibêje: „Hin lêgervan diçespînin, ku rûniştevanên çiyanên Kurdistanê beriya jidayikbûna Îsa bi 12 hezar salî pêşengên zeviyê bûn, û ewana bizin û berx û beraz perwerde kirin, genim û cihe û çulban û nîsk

çandin, û tê bawerkirin, ku xebitandina alavên baqirî di dîrokê de di dema hezarsala heftemîn beriya jidayikbûna Îsa li devera Amedê li bakurê Kurdistanê dest pê kir“(7).

Basîl Nîkîtîn li ser pêşiyên Kurd yên devera Kurdoîn (li bakurê Kurdistanê), ku Amed paytexta wê bû, dibêje: „Tiştê havî ew e, ku rûniştevanên Kurdoyî hatibûn naskirin, ku ewana avakerên xaniyan û endizyarên leşkerî bû, û gava

şahê Ermenî Tîkran şerê Kurd kir, derdora 35 hezar Kurd tev leşkerê xwe, bi xwe re bir ji bo çekirina riyan û avakirina piran (kopriyan) û paqijkirina çeman û qutkirina darên daristanan û hin karên leşkerî yên din“(8).

Basîl Nîkîtîn li ser Kurd di vê serdema nû de dibêje: „Petrol li devera Kerkûkê bi alîkariya karkerên Kurd derdikeve. Son jî beriya yekemîn cenga mezin çespandibû, ku Kurdên beşê başûrê Zagros (Kelhor, Bacellan, Caf),

şiyanên xweristî, di karên mîkanîkî de li ba fabrikeyên petrolê (fabrîkeya înglîzî-îranî) yên ku li kêlekên Seraya Şêrîn li petrolê digeriyan, çespandibûn. Ewê fabrîkeyê karkerên Kurd ji bo kolandina bîrên petrolê û karên mîkanîkî

dixebitandin, wan karkeran jî jêhatiya yekta di karên xwe de diyar dikirin, û gava wê fabrîkeyê xebata xwe ji bo başûr-roavayê Îran guhest, xwast gelekên wan karkeran bi xwe re bibe wan deveran.

Û wek çawa Son dibêje; ewan karkeran, ji yên din bêtir, têgihîştina berbiçav û amadebûna xwepêşxistinê diyar dikirin, piraniya wan karkeran jîrbûn û jêhatiya bê hempa di warên karê mîkanîkî de dane xuyakirin. Ewana bi

awayê organîze dixebitîn, bi awayê seyr ji bo kar amade bûn, û ji kar sar nedibûn, ta radeya ku mirov dişê bibêje, ku karkerên kurd li Kerkûkê di karên derxistina petrolê de gelek serkeftî bûn“(9).

5. Mêldariya nûkirinê: Berztirîn

rewşên hişê kurdî ew e, ku lasekirinê

(mêldariya rêbazên kevnar) napejirîne, lê mêldarê nûkirinê û aferînê ye, ev mêldarî hin caran bi awayê raperîn û şorêşê rû

dide. Ev yeka, di gelek waran de, diyardeyeke berbiçav e. Sazbendê (muzûkvan) Kurd Ziryab (derdora sal 230

k/845 z miriye) nimûneyekî vê boçûnê ye; ew yekemîn kes bû, ku têla pêncemîn bi ser (Ûdê) ve kir (Ûd alava muzîkê ye, wek

tenbûrê ye, lê kudika wê mezin e, û stuyê wê jî kurt e -wergêr), pêre jî awaza ûdê xweşiktir bû, û sûda wê tewawtir bû, bi ser

de jî ewî li Endelusê (Spanyayê) perê ku

pê li ûdê dixin, ji pêşiya baskên bazan afirand, û ji dêvla darê tenik xebitand, ji ber ku perê pêşiya baskên bazan ji darê tenik naziktir û siviktir e, û ji bo

têlên ûdê bê ziyan e. her weha Ziryab gelek awaz afirandin, ta ku hate gotin: “qey cin wî hîn dikin“(10).

Di serdema nû de jî helbestvan û

nivîsevanên Kurd, di warê helbestê û wêje de, serkêşên nûkirinê bûn; mîrê helbestvanên Ereb di serdema nû de;

Ehmed Şewqî (1868-1932 z) yekemîn helbesvan bû, ku hunera şano di wêjeya erebî ya nû de afirand, û gelek şano

nivisandin, wek (kuştina Kîlyopetra, Mecnûn Leyla, Qembêz, Elî begê mezin), û her du birayan; Mihemed Teymûr

(1892-11921) û Mehmûd Teymûr (1894-1973 z), kurên (lawên) wêjevanê ramanbîr Ehmed Teymûr (1871-1930 z) ji

nivîsevanên pêşîn bûn, yên ku hunera kurteçîrokê û romanê û şanowê li Misirê nivisandin, ji çîrok û şanowên Mihemed

Teymûr em dikarin “Çîroka di xefkê de“ û “Ebdil-Settar Efendî“, û ji yên Mehmûd Teymûr jî her du çîrokên “Şêx Cume“ û “Receb Efendî“ û romana

“El-Etlal /Kavil“ û şanowa “Bûka Nîl“ û “Virr bi virr e“ bînin bîriyan.

Tiştê balkêş ew e, ku pêşengê helbesta serbest di wêjeya erebî ya nû de jî Kurd e;

helbestvanê Îraqê Bilind El-Heyderî ye (1926-1996 z), lê belê riswakirin (le’enet) tunekirina Kurd ji dîrokê gîha wî jî. Çêker û

parêzgerên vê riswakirinê di gotar û pirtûkên xwe de serkêşiya helbesta serbest ya erebî dane dest Nazik El-Melaîke û Bedir Şakir

El-Seyyab û Ebdil-Wehhab El-Beyyatî. Nazik El-Melaîke yekemîn kesa tawankar bû, ku xwe û paşê jî El-Seyyab kir serkêşên

vî cûreyê helbestê, lê El-Seyyab li xwe mukur hat û serkêşî da dest Bilind El-Heyderî(11).

Mamoste Mihemed Îbrahîm Ewed gumana li ser pêşengiyan Bilind di helbesta erebî ya serbest de ji holê radike, û li hember xwediyên hizra nepejirandinê û tunekirinê; helbestvanekî nijadtirk, navê wî (Îzzet Hîced)e di

pêşiya wan de, ku mafê pêşengiyê ji Bilind distînin û wî bi nijadperestiyê tawanbar dikin, şêt û mêt dimîne. Mamoste Mihemed Îbrahîm Ewed, di vê pehnavê de gotina helbestvanê Misirê yê navdar; Faroq Şoşe tîne zimên:

„Ez nizanim çima her kesên, ku li ser tevgera nûkirina helbestê li Îraqê, ji salên pênciyan de, daxifin, çima li ba navên Nazik El-Melaîke û Bedir Şakir El-seyyab û Ebdil-Wehhab El-Beyyatî dimînin, û bi mebest navê Bilind El-

Heyderî ji holê radikin, wek ku ew ne hevpişkê cêkirina kêlîka dîrokî bû, ya jidayikbûna helbesta nû, helbesta serbest, helbesta pêlikê (tef-îlê)“(12).

6. Mêldariya şoreşê: Tiştê balkêş ew e, ku wêjevan û helbestvan û

ramanbîrên Kurd, wek ku bi zimanê leşkerî tê gotin, bi jîrbûnî derbas sê warên tije bombe bûn, ew her sê war jî ev in: Mafê jinan, Ayîn (ol) û polîtîk.

Nêzîkbûna ji van waran di destpêka sedsala bîstem de ne tenê metirsiya herî mezin bû, belê bi ser de jî kesê derbas van waran dibû, xwe dixiste ber dava kotekiyê, û heye ber dava mirinê û kuştinê jî.

a. Bervedêriya ji bo jinê: Hatiye zanîn, ku jina rojhilat ya misilman, li gor rêz û bawikan, hatibû xistin bin destlata nezanînê û ji pergal û rewşa çandî, civakî û niştimanî hatibû bi dûr xistin, û mêldarên vê helwestê nerînên xwe bi

pêdiviyên ayînî av didan û hîn jî weha ne. Evê yekê sawa mezin berdida dil û hinavên her kesê, ku dixwast li hember vê helwestê serî hilde, û li dij rabe. Lê belê gava piraniya rewşenbîran bê deng mabûn, hişê kurdî yekemîn dijberê

wê helwestê bû, û bi awayê tund pê re rû bi rû bû.

Keça Kurd; Aîşe Teymoriye (1840-1920 z), xûşka wêjevan û ramanbîr Ehmed Teymor, yekemîn kes bû li Misirê ala bervedêriya ji bo jinê li dij

nazanînê û paşvemayînê hilda, û bi her sê zimanên erebî, tirkî û farisî helbest dinivisand, û li pêş bavê xwe Ismaîl Paşa dixwed, û bavê jî piştgiriya wê dikir, gelek helbestên wê yên evînî hene, bi ser de jî ew yekemîn jina Misirê

bû, ku dîwana xwe weşand, û romanên şano û fîlman jî nivisandin, gotarên xwe di rojnameyan de weşandin, û helwesta xwe ji bo hevpariya jin û mêran di kar de aşkere kir, sûcê paşevayîna jinê hilda ser milên mêran, û di heman

demê de gazinên giran ji jinê kirin, ku jin, ji hêla xwexwaşikirinê de, pê de diçe, û guh nade pêdiviyên xwe yên civakî û niştimanî. Her weha Aîşe Teymoriye yekemîn jin bû, li Misirê pençe avêt, û bi rûyê tazî derket pêşberî

zana û wêjevan û helbestvanên dema xwe(13).

Di pey Aîşe Teymor re, ramnabîrê Kurd Qasim Emîn (1863-1908 z) ala bervedêriya ji bo mafên jinê hilda. Qasim Emîn zagon li Firansayê xwendibû,

û wek dadwer li misirê kar kiribû, vê lomê bi ramaneke germ û behaneya hêzdar derbas pehnava bervedêriya ji bo jinê bû, û du pirtûk di vî warî de nivisandin; yekemîn pirtûka (rizgarkirina jinê) bû, û duwemîn jî pirtûka (jina

nû) bû, perwerdeya jinê bi awayê nû mijara her pirtûkan bû, di pirtûkên xwe de giringî dida dozên pençeyê û pirjiniyê û jinberdanê, û rakirina sitema, ku bi navê ol û rêz û bawikan li jinê dibe.

Xebata Qasim Emîn li ser du semtên, ku ji hevdu cida nedibûn, radibû; divê jin li ser qenciyan were perwerdekirin û wê maf hebe da hevpara avakirina civakê be.

Ziryab

Ahmed Șewqî

Bilind Heyderî

LêkolînLêkolînLêkolînLêkolîn

18 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Rêberên ramana paşvemayî, ji bo van boçûn û helwestan dijminatiya wî kirin, nezan lê harkirin, li kolanan sixêf jê re digotin, hinekan jî li deriyê mala wî didan, gava derî vedikir, digotine wî: Ma ne tu banga azadiya jinê hildidî, êdî ka bila jina te bi me re derkeve(14).

Qsim Emîn bi ramana xwe ji bo mafên jinê xebat kir, û du helbestvanên kurd yên navdar jî bi helbestên xwe ev xebat domandin; yekemînê wan helbestvanan Ehmed Şewqî li Misirê bû; di helbesta xwe de dijberê kotekiya li ser jinê û zemawenda kalepîran bi keçên nûgîhayî re bû. Di helbesteke xwe de dibêje:

„Mêran jinên xwe kotek kirin,gelo kanî bervedêrên wan li Misirê?!

Ev mêran bi ser jinên xwe de, yên ku ne orispî û ne jî pîs in, hineke din tînin.

Mêrên heftê salî ne, qirxiliyê vedişêrin da pîr xuya nebin, tevî ku qirxilî wek ronahiyê li ser biskên wan xuya ye“(15).

Helbestvanê din jî Cemîl Sidqî Zehawî yê Îraqî ye, ku bi tundî dijberê kotekiya li ser jinê bû, vê lomê jî dijberên azadiya jinê li hember wî derketin, sixêf jê re gotin, gefûgurên kuştinê danê. Ewî li dij pençeya jinê gotiye:

„Misilman li her cihî weha ne, pença nezanînê dan ser jinê.

Jin di malan de zîndan kirin, û pêre jî nîvê civakê pûç krin.

Ev pençe li her cih û waran ji bo keç û xortan ziyan e.

Ev ne pêdiviya ayînî ye, belê berhema rêz û bawikan e“(16).

b. Serastkirina ayînî: Di serdema nû de, hişê kurdî bi hêzdarî derbasbû pehnava serastkirina ayînî, ya ku bi metirsiyan dagirtî ye, û hîn jî weha ye, nemaze piştî destlata osmanî çanda kotekiyê û paşvemayînê di hişan de çespand, ta radeya ku her kesê nûkirina civakî û polîtîkî daxwaza wî bû, wek dijminê îslamê û dijberê xweda û pêximber dihate nişankirin. Pêre jî kesên ku ala serastkirina ayînî û polîtîkî hildidan gelek kêm bûn. Du kesên, ku berztirîn rêberên şepêla serastkirinê bûn, Kurd bûn; yê yekem ramanbîrê Sûrî Ebdil-Rehman Kewakîbî (1852-1902 z) bû, û yê din ramanbîrê Misrî Şêx Mihemed Ebdo (1849-1905 z) bû.

Berî vê jî min li ser Kewakîbî di xeleka (56) de ji (Navdarên Kurd di dîrokê de) bi zimanê erebî, nivisandibû, û di entirnêtê de weşandibû. Lê Şêx Mihemed Ebdo û cefayên wî yên pir di pehnava serastkirinê de, hîngî navdar e, ew ne hewcedar e, ku ez nimûyan bînim zimên. Ewî beriya mirinê weha gotibû:

„Ez guh nadimê, ku were gotin: Mihemed ji nexweșiyê rêzgar bû, an șîna wî hat gerandin.

lê olek bû, ku min dixwast wî serast bikim, tirsa min ew e, ku xwediyên şaşikan wî wenda bikin“.

c. Guhertinên polîtîkî: Xuya ye, ku hişê kurdî di pehnava polîtîkê de jî mêldarê şoreşê ye; ma gelo lêhatinek bû, ku rêberê yekemîn guhertina leşkerî li rojhilata navîn Kurd be; ew jî general Bekir Sidqî (1885-1937 z) ye; rêberê guhertina leşkerî li Îraqê sala (1936 z)?.

Ma lêhatinek bû, ku rêberê yekemîn guhertina leşkerî li Sûriyê sala (1949 z) general Husnî Zeîm, û rêberê yekemîn guhertina leşkerî li Tirkiyê sala (1960 z) general Cemal Gursel, Kurd bin?Her sêyan jî jiyana xwe di vê riyê de ji dest dan.

Pirs û bersiv: Heye ku kesek bibêje: Ev navdarên, ku te ji bo rewşên hişê kurdî, çêla wan kirî, endamên çanda erebî ne, aferînên wan li ser erdnîgariya kurdî diyar nebûn, û ewana di nav civaka kurdî de nejiyan. Ma ev yeka nade xuyakirin, ku ewana berhema çanda ku jê vexwarine û civaka ku tê de jiya ne, ne ya hişê kurdî ne?

Ezê bêjim: belê, gelekî rast e, lê ne nîşana bi şûndemayîna hişê kurdî ye. Ev nîşaneke ku karîna hişê kurdî ya aferînî diçespîne, ku eger heyam lê hat, û derfet bi dest ketin, hişê kurdî dikare berhemdar be. Eger hişê kurdî, bi zimanên dine biyanî, û di êkolociyên ne kurdî de, karîbû li gel zanistan bide û bistîne, ma eger ev dan û standin bi zimanê kurdî ba, û saziyên çandî yên hêja di êkoliciya wî de ber dest bana, wê ne bilindtir û germtir ba?

Kî ji bo vê ziwabûna ku gîhaye hişê kurdî di welatê Kurd de berpirsiyar e? Ma ne hizrên împeretorî kurd kirin dîlên sêlingê (çiya-şivantî-êlîtî)? Ma ne wan hizran bûn, ku çi rê li pêş kesê Kurd nehêştin, û ew têvedan, ku bibe şivanekî bi şûndemayî, an cotkarekî nehişmend, an xwefiroşekî jihevketî, an hilgirê barên bazirganan, an pixaşkarê solan û kolanan, an jî şoreşgerê serê çiyan? Ma kesên ku dîlên van pergalan in, û ji delavên şaristaniyê hatine bi dûrxistin, û di serdema niyolîtîk de hatine dorpêçkirin, dê çawa çandekê bafirînin û şaristaniyekê pêk bînin?

Ez wekheviyê di navbera hişê kurdî û yê yonanî yê kevin de dibînim; ew hişê, ku Efletûn; xwediyê felsefeya êdiyal, û Erîstotalîs xwediyê felsefeya zanistî, û hin şepêlên felsefeyê yên din, pêk anînbûn. Her weha di heman demê de, divê wekheviya êkolociya çiyayî û hizra polîtîkî ya her du gelan (avakirina dewletên bajaran û nepejirandina destlata zordaran) jî bîra nebe. Lê ji ber ku welatê Yonan li ser deryayê dikeve, derfet bi dest Yonaniyan ket, ku li gel tevgera polîtîkê û bazirganiya navnetewî têkel bibin, û rê li ber hişê yonanî vebû, da li gel şaristaniyên, ku nû dibin, bide û bistîne.

Hukariya êkolociya Kurdistanî, ku yekeke hundirîn e, ne deryayî ye, ku Kurd ji şepêlên şaristaniyê birrîn, û paşê jî pirojeyên zordariyê û nezanînê û pişaftinê bi ser Kurd de hatin, û karînên hişê kurdî girêdan, û riya geşbûna xweristî ya azad li ber girtin. Ev rewşên hanê dikarin hişan bi şûnde bihêlin, wek çawa hişê yonanî jî pareke pir ji ronahiya xwe wenda kir, û bi şûnde vegerî, gava kete destên hizrên împertorî, û ji hêla Mekdoniyan û Romanan de hate dagîrkirin. Ez weha zor bawer im, ku zorkariya li ser hişê kurdî bûye û girêdan û dîlkirina wî di sîwana hizra şivantî ya gundîtî de gelek ziyanên giran bi ser roavayê Asiyayê de hanîn.

Jêder:

(1) Kemîl El-Hac: Ferhenga hêsan, (El-Mewsue El-Muyssere) rû 354.

(2) Jêdera berê, rû 155.

(3) Cemîl Selîba: Ferhenga Felsefeyê, (El-Mucem El-Felsefî), çapa 1982, 2/154.

(4) Kemîl El-Hac: Jêdera berê, rû 33..

(5) Kemîl El-Hac:Jêdera berê, rû 34. Bi ser de jî biner: U . A . Pêt rof: Abcêya pûnijîna logîk,

(Ebcediyet El-Tefkîr El-Mentîq î), rû 112.

(6) Imam Mihemed Ebû Zehre: Kurê / Ib in Teymiye, rû 18-19.

(7) Jonasan Randil: Miletekî perçe (Ummetun fî şîqaq), rû 34.

(8) Nîkîtîn : Kurd ( El-Kurd ), not 12, rû 54.

(9) Nîkîtîn: Jêdera berê, rû 121.

(10) El-Miqqerî: Nefh El-Tîb, 3/127. Sîgrîd Honîker: Tava Ereban li ser roava hiltê (Şems

El-Ereb testeu ela El-xerb ), rû 488. El-Zîreklî: Navdar (El-Elam) 5/228.

(11) Ayîde Kenan El-Mulhêm: Bilind El-Heyderî di helbesta erebî ya hemdem de (Bilind El-Heyderî fî El-Şîir El-Erebî El-Muasêr), rû 23-24.

(12) Mihemed Îbrahîm Ewed: Wêne û ritma helbest Bilind El-Heyderî (El-Sore û El-Îqai Fî şîir Bilind El-Heyderî), rû 11.

(13) Edhem Al Cindî: Navdarên wêje û huner (Elam El-Edeb we El-Fen), 2/525. El-Zîreklî:

Jêdera berê, 3/240. Omer Rîda Kehhale: Ferhenga daneran ( Mucem El-Muellîfîn), 5/55.

(14) El-Zîreklî: Jêdera berê, 5/184. Omer Rida Kehhale: Jêdera berê, 8/114. Ji bo boçûnên Qasim Emîn, biner: Mihemmed Emmare: Qasim Emîn. Her weha biner: Wîdad Sekakînî:

Qasim Emîn.

(15) Ehmed Şewqî: Dîwana El-Şewqiyat, 1/130.

(16) Cemîl Sidqî Zehhawî: Dîwana wî, rû 316, 319, 367.

Qasim Emîn

Cemîl Sidqî Zehawî

Șêx Mihemed Ebdo

General Husnî Zeîm

19 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

HELBESTHELBESTHELBESTHELBEST

Ebdulbaqî Huseynî

Çend ristikên

feysbokî

1.

Tiştê hevbeş

di navbera te û meyê de

ku hûn herderû

mirov serxweş dikin.

2.

Li yek kutê...

bûme Memo!

3.

Girê sîra bi sîra,

tolika herî ciwane tuyî,

Meyro!

4.

Tu mîna pirtûkekê bi nerxe, Mirov herdem dikare te bixwîne!

5.

Di google de

Li rewşên wêyî bedewî negerin,

Ji min bipirsin,

Bê çend şanik

Di laşê wê de hene!

6.

Dema min serê xwe danî ser sênga wê,

Roja qîmatê diyarbû.

7.

Rengên dijwar di kirasên te de,

min dikşîne..û germ bûna canê min bêhtir dike.

8.

Tu saza herî şêrînî di sîmfoniya e'şqa min de.

9.

Mîna Memê Alan,

Bendewarî roja evînê me,

Li bendî cejna Newroz im,

Da ku çavan ji nerîna ”Sitya Zîn”

têrbikim!

10.

Dema serê xwe ji pencerê derdixe,

Hemî xortên taxê

Diçin nimêjê.

11.

Min lavijek

Bo qîzê nivîsî,

Ta bi Laleşê ve

Li ber peyvên wê

Hate sicûdê..

12.

Sîya evînê linik wê

Ji sîya hemî daristanan

Hêniktire..

13.

Dema keziya porê wê

Dikeve nav pençên min de,

Ez dikevim

Cirîda xweşiyê.

14.

Min hemî pênûs

Bona yarê şikandin,

Ji ber nikarîbûn

Pesnê ciwaniya wê

Bidin.

15.

Hemî zimanên cîhanê

Nikarin peyvekê

Ligor spehîbûna wê

Peydakin.

16.

ziman li ber bejna wê

Lal dibe,

Çav ji dîtina wê

Zexel dibe,

Lêv ji maçên wê

Zîz dibe.

17.

Bişkokên qutikê wê,

Ligor girtina

Tilîyên destên mine.

18.

Laşê weyî girover,

Dîroka Rojhilatê

Dixwîne.

19.

Yarê,

Li çentê destê xwe

Bigere,

Tê, kilîta dilê min

Têde bibîne.

20.

Ew kulîlka, dinav porê xwe de diçand,

Mîna kulîlka dinav nivîsandinên min de bû,

Û

Mîna kulîlka di tabloya hunermendekî dahênan de bû.

HELBESTHELBESTHELBESTHELBEST

20 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Nizar Yosif

Şêr ê noranî

Di zeviya me de

Şêrek heye

Ew şêrgoyek sibhaniye

Xwestekvan ê noraniye

Ji pîroziyê daye der

Ji felsefeya hilbijartî dageriya ye

Ji bo qurbaniyê hatiye

Di zagonan de

Yekane ye

Ji zanistiyê zana tire

Şêr ji Eskender mezintire

Ji şewata Roma pêt tire

Şirn tûje

Pence hêze

Bêy şaşiye

Bêwar Barî TEYFÛRÎ

Wekhevîyê em digerin

Hevra bibin pişt û teyax,

Rê,dirb nedin hov bedkara,

Jîyanê me dikin yasax,

Nahesbînin me li dera.

Nirxa here buha ,pîroz,

Cîhanêda ev jîyane,

Ew jî mera bûye dew, doz,

Lewra dijîn bê niştmane.

Wekhevîyê em digerin,

Lê ji bo me peyda nabe,

Gellek dijîn bi cî werin,

Lê bextê me qe venabe.

Heya kengê emê bijîn,

Hêsîr,hejar û belangaz,

Welat,welat em dimeşin,

Dûrî welat ne serfîraz.

Xerîbayê çi pêşeroj,

Çawa mêvan dikin mêze,

Bi tirana diçe wext roj.,.

Weha dijîn nêze-nêze.

Jîyana me bi aloze,

Dera dibin em şepirze,

Bo pêşeroj a sereke,

Yekbûne hêz û ceke.

Xerîbayê tune qismet,

Dijîy bê par,bê pişt,bê hêz,

Tera tune rusxet,rûmet,

Yek jî nabe nesîb ref- rêz.

Ev çi heste xwe nas bike,

Ka pêşeroj ey kurd rabe,

Yekbûna xwe îlan bike,

Vê rewşêda jîyan nabe.

Emir diçe bi êş jane,

Kanî,kanî yekbûna me,

Bêwar Barî perîşane,

Hê cudatî berdewame.

15.VII.2O12.

Karên Şêro bijartîne

Şîrove jê re çênabin

Ziman li ber tewanbarin

Rexne jî gunehkariye

Hiriya stuwê xwe gij dike

Meydana zeviyê ya wî ye

Hemî aqarê Şêro ye

Şanê hevbeş bi pey re nabe

Divêt herkes

Ji bûna şêro xulam be

Rêbaziya wî quble ye

Tuberike

Sofî bin sucde jê re ye

Ko birçî be kes nenase

Ko têr jî be

Bi hêza tirsê navdare

Li derdûran de vedirêse

Biryar pence yên dijwarin

Di hestên xwe de xweda ye

Keftar

Çeqel

Rûvî

Pêkolînên dewsa şêro

di şopînin

Peymayî ji wan re êmdane

Şêro şêre

Geh zer dike

Geh sor dibe

Geh spî dike

Geh reş dibe

Ji nava lawiran kûviye

Bê sînore

Bêy aqare

Bêy welate

Biryar ya bînahiya wî ye

Yê ko wî serdar nebîne

Ew xiniz e

Hem ewan e

Ti şûngeh jê re ti nîne

Gotina Şêro fermane

Nemir Qiralê zeviyê ye

Belê şêrdil

Bila heskirin hêzdar be

Zevî mexel ê xwedana ye

Bindarî mafê hemiyane.

28.05.14

HELBESTHELBESTHELBESTHELBEST

21 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Ta em hene…

Dar û zevî,

Deşt û çiya,

Tev yên me ne…

Ta dilbera nazik

Ji destê min bibin

Türk û Ereb,

Hem jî Ecem,

Hevdu dixun…

Burca Belek,

Hewlêr û Wan,

Kohê Sevîn…

Nadim kesî,

Tev bûn qelengê

lebrşirîn…

Can kurd

Kurd ü welat Dûrim ji wê,

Hîvî dikim,

Dîsa werê…

Ta em bijîn,

Dilşa bibin,

Mîna berê…

Ew ya min e,

Yara min e,

Hatî ji nû,

Dijmin dizane,

Bo çi hat,

Law û keçên Kurdan

Ji wê re bûn xilat…

Davek ji wê re girtine

Tîgra û Ferat…

Royek ji boyî

Bilbila cindî hilat,

Bejna kubar,

Berdaye dil,

Soj û şewat…

Dê wer temaşa du dilan:

Kurd û welat.

1974

Welato!

Welatim,

Tu bihiştî,

Çîmen û kanî…

Ji bo çî

Her belengazî,

Perîşanî…?

Wekî Perto,

Wekî Nacî,

Wekî Xanî…

Welatim,

Tu çima mayî,

Li dunyayî,

Bi hawarî,

Bi fîxanî…

Tu pir jarî,

Bi qeyranî…

Te pişt kul bû,

Ji zorbazî,

Ji ber karî…

Wekî Cankurd,

Hemî gavan,

Birîndarî…

Li govendê,

Nenasî tu,

Gelek dûrî…

Wekî Dîsem,

Wekî Simko,

Wekî Nehrî…

Welatim,

Tu piçûkî,

Hem bi xilxilaî,

Wekî bilbil,

Evîndarî,

Bi nalnalî…

Dijît herdem,

Bi êşan û gelek talî…

Wekî Salim,

Wekî Teyran,

Wekî Nalî…

Welato,

Tu ji bindestî,

Ne serbestî…

Ji kovanan,

Sojîna dil,

Giha hestî…

Tu Îhsanî,

Bedirxanî,

Tu Yekdestî…

Welatim,

Tu navdarî,

Hem bi nîşanî…

Wekî Rustem,

Şev û rojê,

li cenganî…

Bi pêşmerge,

Tu hêzdarî,

Bi hişyarî…

Silava min,

Li bavê me,

Li rohniya

Du çavên me

Li Barzanî…

1974

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

HELBESTHELBESTHELBESTHELBEST

22

Ehmed Mustefa

HÊVÎYA VEGERÊ Eger dîsa tu hatî vê dinê

Ez ê te bi tenê nehêlim

Veger were şûna xwe

Êşa dilê xwe ji min re bibêje

Tucaran gazinan ji min neke

Qedere min û te yek e

Xwezî ew rojên berê vegerîyan

Jîna te tev bikira çîçek û sorgul

Bi hêvîya wê rojê ger te bibînim

Ne carekê deh caran çavan ramûsim

Ger dîsa tu hatî vê dinê

Nahêlim xêrî min kes ji te hez bike

Hêvîya te me ger tu vegere

Dilê te naêşînim

Li benda wê rojê me ger tu vegerî

Dûrîya min tu nabînî

16.6.2014

AZADÎXWAZIN Em kurd in bi ol û al in

Comerdin şîn û sor in

Dilawerin mîne gur û şêr in

Bi sînor û bipetrol û zêr in

Mirovperest û dilêr in

Welatparêz û dilşêr in

Xesroyê kal û Ezdeşêr in

Bi rûmet û şeref û şîret in

Pehlewan û Şoreşgerên

Partîzanin û bi mebest in

Dîrokvanin û xendevan in

Azadîxwazin lê em bê kes in

2014.6.10

Mihemed Hesko

Min Naskir Gava min,

xwe di çavên dayîk a xwe de dî,

min, evîn û dayînek e bê ser û ber,

û min xwe naskir!

Gava min,

xwe di çavên yar a xwe de dî,

min, zarekî bê ziman, biheşt û dojeh naskir!

Gava min,

xwe di çavên welatê xwe de dî,

min, jîn û jiyan, hebûn û mayîn naskir!

Gava min,

xwe di çavên pêşmergeyekî de dî,

min, hêvî û xebat, kele ya azadî yê naskir!

Lê.. gava min,

Xwe di çavên dîrok a xwe de dî,

Min..

şûrê birîna xwe,

strî yê kulekî ya xwe,

Mey mest a xwe, naskir!?

kovan kenho

Ez xerîb im Carê bidost û heval bûm

Xwedyê milk û emlaka bûm

Li nav bax û bistana bûm

Lê îro çi bikim xerîbim

Xwedyê mal û mewdana bûm

Xwedyê tirş û rez û pez bûm

Xwedyê koçk û dîwana bûm

Lê îro çi bikim xerîbim Mîrê awaz û helbesta bûm

Xwedyê çal û embara bûm

Xwedyê dehl û zeviya bûm

Lê îro çi bikim xerîbim Xwedyê mehîna kihêl bûm

Xwedyê şûr û mertala bûm

Xwedyê xencera soranî bûm

Lê îro çi bikim xerîbim

Xerîbê nav çar dîwara

Mi ne doste ne hevale

Felek xayîne û xedare

Lê îro çi bikim xerîbim

Ezê çi bikim ji dolara

Ma heye dem bê weke cara

Ez vegerîme şûna wara

Gundê meyê bav û kala

Da ez nebêjim xerîbim

HELHELHELHELBESTBESTBESTBEST

23 hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Arşek Baravî

HELWESTÊHELWESTÊHELWESTÊHELWESTÊ JINEKE SERSAMJINEKE SERSAMJINEKE SERSAMJINEKE SERSAM

Tu berêzê minî xoşewîste

Ev witara jineke sermeste

Gelo berya min,tujinan..

Ev helwest,dane dest te?

Min nav nîne,

tiştê ku min ji te re şandiye,

Hay û heste

Tu hêna li ber bayê, çixare li dev,

Vêdixîne heste!!

Çi Ala bim, çi Zînê,

Çi Şêlan bim, çi Mizgînê...

Tev de yekin, yek helweste...

Xoşewîstê min...

Ez newêrim tiştên li ba xwe bibêjim..

Heye ku bikim,ji şewata asîman,

Laşê xwe û te bipêjim,

An jî ,weke birra,

te bi gazinan bibirêjim..

Xoşewîsto...

Hûn mêr,

xewnan ji gencîneyên jinan didizin..

Hun dilsojiya wan,bi rahênaneke hişk,

Bi kêr û xençiran,dikujin..

Hun buharê şerjê dikin,

Coş û keziyan, guliyên sorsinî,jê dikin

Hun qubikên avriwa navdar,

Ji kelexên me,

ava dikin û me tê de vedişêrin...

Hun çi mêrin!!

Xwe dibînin xurt,zana,

gora xwe,regezê xwe,

ji xwe re,kirine serbûrî....

û gurîngeha mezin jî, li hêviya mine..

tew tu jî ,li min diqûrî!!!

Ez derdê xwe dibêjim,

Tu jî di nav pêlên bêdengiyê re,

dikî himehim...

wêrekiya min bibexşîn..,

tevî ku ji hezkirinê bêhtir,

dilê te dagirtiye..kîn..

jin li ba we,tenê di nivînê de,

tê nasîn!!

Bibûrîn....

Min zimanê xwe dirêj kiriye,

Ber bi şahinşahiya mêran ..

Torevaniye,bê guman..

Ew zanane, evîna mezin jî a wane...

Nivîna me,kêfxweşiya mêrane...

Me dikirin û difiroşin...

Bi vê tenê em nirxbuhane...

Çi kevneperestiye!!!

Îca ha,kî bîra azadiya jinê...

Ji we werê ku a we namîne li dinê..!!

Loma,hun me mîna benca sermestiyê,

Didin ber firoştinê...!

Xoşewîstê birêz...

Te çi divê,li ser min bibêj û bike rêz..

Tu dibînî ku ji janê ,

bi devê min ketiye,kef û girêz...

de bibêj,ez hew guh didêmê...

ez li rû me,dilpaqijim,

ez bêhişim,

hem jî dînikim, min nîne tu mize

û tu çêj...

çiku a ku derdê xwe bibêje,

li ba mêran ew gêje..

mane min di destpêka witara xwe de,

daye yek helwest,

ezim jineke gêj,sersam,sermest...!!!??

Arşek Baravî-Amûdê

14/6/2014

lê hun bêkêrin...

me zindîgor dikin,

lê ji dîrokê û ji me,

dîsan hun têrin..

li min bibûrîn..axayê min..

çixêzên min ne rindin...

çiku şûrvan li paş derîne...

pasvanên min û gundin...

dengê bayê hênik,

ewtîna sehan,zûrîna guran,

pakîzetiya min,dibizdînin...

we jî ditirsînin,lê mêr...

qurnazin,payebilindin,

di xwe dernaxînin...

qehremanekî ez ji xwe re birim,

li ber derî ,li ser nazbalîfan,

rûniştiye,beniyêd wî,

ez û jinên dinin..

ku cilên me ,ên tenik dibîne,

li me dibûrîne

û...dihêwire...

lê ku em dabirînên xwe dikin,

me têşîne,me diçewisîne û didirîne...

ta bi pêxemberan jî,

tev de mêrin,çima!!!?

Û em jin her li jêrin,dîsan çima!!!?

Di aşatên pirtûkên wanî pîroz de,

Em jînin,em jiyanin,

em dayikin, em samanin.

Kêfxweş mebe,tu jî ji wane,

Em gorîne,em berkêrin..

Mexeyid..xoşewîstê min...

Ez dergîlkê şûşê,

li sedsalên bûrî, vedikim..

Ez hingulîska paxirîn,

ji nihadê xweyî kevnar davêjim,

ji seraya evînê direvim,

lê çi ne xweşe dûrî...

nexasma,dûrketina ji bûrî...

mexeyid ku min hêza xwe,

Qado Şêrîn

Rêvebirê Nivîsînê

Arşek Baravî

Desteya birêvebir

Abdilbaqî Huseynî

Ezîz Xemcivîn

Lawîn Şêxo

Pîr Rustem

RÛPELA DAWIYÊ

24

hejimar " 26 " Hezîran 2014 ji weşanên Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûrî

Derhêner

Xorşîd Şûzî

Ji bo hinartina berhemên kurdî:

[email protected]

Jimarên ‘’Pênûsa Nû’’ Tev ji vî Emêlî derxînin:

www.penusanu.com

Sernivîs