ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin...

33

Upload: others

Post on 21-Feb-2020

9 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê
Page 2: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran

dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min;

geştir tu dê di vê de bibiriqî,

ne di kevirê dem biherimîne de.

Not marble, nor the gilded monuments

Of princes, shall outlive this powerful rhyme;

But you shall shine more bright in these contents

Than unswept stone, besmeared with sluttish time.

William Shakespeare (1564 – 1616) navdartirîn şanonivîsê cîhanê û yek ji jêhatîtirîn nivîskarê

înglîzîziman tê hejmartin. Li vê derê em 31 helbestên wî yên sonetî diyarî we xwendevanên delal

dikim.

Em ê her helbest rêz bi rêz li ber hev hem bi kurdî û hem jî bi inglîzî pêşkêş bikin. Ev rê dide

xwandevanan ku orijînala wan ya inglîzî û wergera wan ya kurdî bidin ber hev. Lê hêjayî gotinê ye ku

wergera helbestan ne peyv-bi-peyv e lê lihevanîna li kurdî ye.

Husein Muhammed, 12/2019

Page 3: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 1

Ji yên bedewtirîn em zêdebûnê hêvî dikin

daku Sorgula Bedewiyê qet nemire,

lê ger dema mirina yê gihiştî hat,

bila dûndeha wî kelepûra wî hilgire.

Lê tu, yê dildarî çavên xwe yên geş,

agirê çavên xwe bi şewata xwe gurr dikî,

xelayê li şûna bereketê diçînî,

ey tu yê delaliya xwe nefret dikî, li xwe zalim î.

Ey nexşeya zelal ya hemû dinyayê,

mizgînê biharek bikêf,

vedişêrî nav bişkoja xwe qenciya xwe

û bi çepelî pûç dikî, hey gazindoyê nazik.

Dilê xwe bi dinyayê bişewitîne

yan dê bixwin para wê tu û gor.

From fairest creatures we desire increase,

That thereby beauty’s rose might never die,

But as the riper should by time decease

His tender heir might bear his memory:

But thou, contracted to thine own bright eyes,

Feed’st thy light’s flame with self-substantial fuel,

Making a famine where abundance lies,

Thyself thy foe, to thy sweet self too cruel.

Thou that art now the world’s fresh ornament,

And only herald to the gaudy spring,

Within thine own bud buriest thy content,

And, tender churl, mak’st waste in niggarding.

Pity the world, or else this glutton be,

To eat the world’s due, by the grave and thee.

Page 4: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 2

Dema bi dehan zivistan eniya te dorpêç bikin

û meydana spehîtiya te hilxewirînin,

kincên serbilindiya xortaniyê, yên niha peritî,

dê kêrî ti neyên û biavêjî quncalekî.

Hingê dê ji te bê pirsîn, ka hemû bedewiya te,

ka hemû gencîneya rojên qenciya te,

dê bikevî şermê û bêwec pesna xwe bidî

ger bibêjî: “Di kendên çavên min de ye.”

Dê çend şirîntir be ger bikarî

bersivek wiha bidî: “Ev zaroyê min yê şeng

dê hesaba min temam ke, pîriya min ciwan ke”,

û dê pişkivîna xwe di dûndeha xwe de diyar kî.

Wiha, tu yê pîr, dê bi xwe jî nû bibî,

xwîna xwe ya sar dê germ bibînî.

When forty winters shall besiege thy brow

And dig deep trenches in thy beauty’s field,

Thy youth’s proud livery, so gaz’d on now,

Will be a tatter’d weed, of small worth held:

Then being ask’d where all thy beauty lies,

Where all the treasure of thy lusty days,

To say, within thine own deep-sunken eyes,

Were an all-eating shame and thriftless praise.

How much more praise deserv’d thy beauty’s use,

If thou couldst answer “This fair child of mine

Shall sum my count and make my old excuse,”

Proving his beauty by succession thine!

This were to be new made when thou art old,

And see thy blood warm when thou feel’st it cold.

Page 5: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 3

Li neynikê binêre, bibêje rûyê dibînî:

niha dema venûkirina van dêman e,

nû ke wê xweşengiyê yan dê dinyayê

jê bêpar bihêlî, dê dayikekê bixapînî.

Ma kî jin hind spehî ye ku rê nede

gasinê te zeviya wê bikêle?

Yan ma kî mêr wa aqilsivik e

ûcaxa xwe li gel xwe bibe gorê?

Neynika dayika xwe yî, û ew di te de

bihara pişkivîna xwe dibîne;

dem e xwe nû bikî daku piştî biçilmisî bikarî

di pencereya demê re li serdema xwe ya zêrîn binêrî.

Lê ger tu bêdûndeh bijî,

wêneya te jî dê li gel te bimire.

Look in thy glass, and tell the face thou viewest

Now is the time that face should form another;

Whose fresh repair if now thou not renewest,

Thou dost beguile the world, unbless some mother.

For where is she so fair whose unear’d womb

Disdains the tillage of thy husbandry?

Or who is he so fond will be the tomb,

Of his self-love, to stop posterity?

Thou art thy mother’s glass, and she in thee

Calls back the lovely April of her prime:

So thou through windows of thine age shall see,

Despite of wrinkles, this thy golden time.

But if thou live, remember’d not to be,

Die single, and thine image dies with thee.

Page 6: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 5

Ew kêlîk, yên bi karekî hunerane saz dikin

wê dîmena hemû çav lê govendê dikin,

wek zordaran wê dîsan diruxînin,

şirîniyê ji şengiyê dişelînin.

Dema bêrawestan havînê digihîne

zivistaneka tarî, li wir difetisîne,

gezoyê diqerisîne, pelan dadiwerîne,

bedewiyê diherişîne; tenê stewrî dimîne.

Ger havîna sefandî xwe ranegire,

dîla avî ya dîwarên camî,

bedewiyê û bandora wê jî vedirevîne,

ne ew û ne jî kelepûra wan dimîne.

Şerbeta gulê jê bigivêşe! Dema zivistan bi ser de bê,

ew dê dirûvê xwe biavêje; lê şerbet dê bo te bimîne.

Those hours that with gentle work did frame

The lovely gaze where every eye doth dwell,

Will play the tyrants to the very same

And that unfair which fairly doth excel:

For never-resting time leads summer on

To hideous winter and confounds him there;

Sap check’d with frost and lusty leaves quite gone,

Beauty o’ersnow’d and bareness every where:

Then, were not summer’s distillation left,

A liquid prisoner pent in walls of glass,

Beauty’s effect with beauty were bereft,

Nor it, nor no remembrance what it was:

But flowers distill’d, though they with winter meet,

Leese but their show; their substance still lives

sweet.

Page 7: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 12

Dema seeta demê dipîve dibînim

yan dema roja zelal diçe ava,

dema çilmisî dibînim binefşekê

yan pirçeka reş ya bi zîvî zîqandî,

dema rût dibînim darên girs

yên terşî havînê çilû jê dixwar,

dema dibînim gidîşkirî ye

û bi bizîngan girêdayî ye keskiya havînê,

hingê li xortiya te diponijim:

li ber rûxandina Demê xwe ditewînî,

şirînî û şengî vedireve

û dimire dema şitilek nû dibîne.

Ti tişt nikare xwe ji şaloka Demê biparêze,

ew dê te jî bibire, tenê tov dê bimîne.

When I do count the clock that tells the time,

And see the brave day sunk in hideous night;

When I behold the violet past prime,

And sable curls all silver’d o’er with white;

When lofty trees I see barren of leaves,

Which erst from heat did canopy the herd,

And summer’s green all girded up in sheaves,

Borne on the bier with white and bristly beard,

Then of thy beauty do I question make,

That thou among the wastes of time must go,

Since sweets and beauties do themselves forsake

And die as fast as they see others grow;

And nothing ’gainst Time’s scythe can make defence

Save breed, to brave him when he takes thee hence.

Page 8: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 16

Çima xurttir şerr nakî

dijî zalima xwînxwer Demê,

xwe naspêrî çekên pîroztir

ji helbesta min ya stewr?

Niha gupika bextiyariya xwe yî

û pirr zeviyên zerî yên nekêlayî

bi hêviyên pak dixwazin li wan şên bibe

wêneyê te yê ji nexşeyan delaltir:

bila jiyan binexşîne jiyana te

madem firçeya serdemê

yan qelema min ya şagirtane têrê nake

nirx yan şirîniya wî diyar bike.

Ger xwe bidî, dê bimînî:

bi hunera xwe dê xwe binexşînî.

But wherefore do not you a mightier way

Make war upon this bloody tyrant, Time?

And fortify yourself in your decay

With means more blessed than my barren

rhyme?

Now stand you on the top of happy hours,

And many maiden gardens, yet unset,

With virtuous wish would bear your living flowers

Much liker than your painted counterfeit:

So should the lines of life that life repair,

Which this time’s pencil, or my pupil pen,

Neither in inward worth nor outward fair,

Can make you live yourself in eyes of men.

To give away yourself keeps yourself still;

And you must live, drawn by your own sweet skill.

Page 9: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 18

Ma te bidim ber rojeke havînê?

Tu delaltir û nermtir î:

bayê gurr bişkojên nazik yên gulanê dihejîne

û pelên havînê zû diwerîne.

Carinan çavê esmanî zêde germ dibiriqe

û gelek car eniya wî ya zêrîn reş dibe

û her tiştê delal ji sitfê yan çerxa siriştê

delaliya xwe ji dest dide.

Lê havîna te ya ebedî qet naçilmise

û delaliya wê hinda nabe

û mirin bi girtina te pesnê xwe nade

madem di helbestên ebedî de jîndar dimînî.

Hindî çav bibînin yan dil lê bide,

ew dê her bijî û te jî vejîne.

Shall I compare thee to a summer’s day?

Thou art more lovely and more temperate:

Rough winds do shake the darling buds of May,

And summer’s lease hath all too short a date:

Sometime too hot the eye of heaven shines,

And often is his gold complexion dimmed;

And every fair from fair sometime declines,

By chance, or nature’s changing course,

untrimmed:

But thy eternal summer shall not fade,

Nor lose possession of that fair thou ow’st;

Nor shall Death brag thou wander’st in his shade

When in eternal lines to time thou grow’st:

So long as men can breathe or eyes can see,

So long lives this, and this gives life to thee.

Page 10: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 19

Hey dema dehbe, de pencên şêran jê bike,

bike ku erd zarokên xwe yên şirîn daûrîne,

didanên dirinde yên pilingî jê derîne

û sîmirê jîdirêj bi saxî bisojîne.

Serdemên bextiyar û bextreş li hev biguherîne

û, hey dema lezgîn, dilê te çi bivê

wisan li dinyayê û derametên wê bike.

Lê tenê tiştekî ji te tika dikim:

Nîşana salên xwe li rûyê dilbera min venekole û

qurmiçkan bi qelemê xwe yê qerfî lê nede.

Dest nede delaliya wî û neherimîne;

bila bo nifşên bên wek nimûne bimîne.

Lê dîsan jî, eger tawana xwe bikî,

yara min dê her di helbestên min de ciwan

bimîne.

Devouring Time, blunt thou the lion’s paws,

And make the earth devour her own sweet brood;

Pluck the keen teeth from the fierce tiger’s jaws,

And burn the long-liv’d phœnix in her blood;

Make glad and sorry seasons as thou fleets,

And do whate’er thou wilt, swift-footed Time,

To the wide world and all her fading sweets;

But I forbid thee one most heinous crime:

O, carve not with thy hours my love’s fair brow,

Nor draw no lines there with thine antique pen;

Him in thy course untainted do allow

For beauty’s pattern to succeeding men.

Yet do thy worst, old Time: despite thy wrong,

My love shall in my verse ever live young.

Page 11: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 23

Wek şanovanekî negihiştî li ser dikê

yê ku tirs rola wî ji bîrê dibe

yan jî tiştek dirrinde yê kerb

dilê wî bi xwe lawaz dike,

wisan ez ê reben lal dibim

li cejn û merasimên evînê,

li hêza hezkirina xwe dilikumim

û li bin barê dildariya xwe diherişim.

Lew bila awirên min bedewbêjî bin,

bila bêyî gotin peyama dilî ragihînin,

bedewtir ji lavayên tên lorandin,

baştir ji hemû awayên ziman bikare.

Fêrî xwendina evîna bêgotin bibe,

bi çavan peyama wê bibîze.

As an unperfect actor on the stage,

Who with his fear is put besides his part,

Or some fierce thing replete with too much rage,

Whose strength’s abundance weakens his own heart;

So I, for fear of trust, forget to say

The perfect ceremony of love’s right,

And in mine own love’s strength seem to decay,

O’ercharged with burthen of mine own love’s might.

O, let my books be then the eloquence

And dumb presagers of my speaking breast;

Who plead for love, and look for recompense,

More than that tongue that more hath more

express’d.

O, learn to read what silent love hath writ:

To hear with eyes belongs to love’s fine wit.

Page 12: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 24

Çavên min xwe kirin hunermend

û delaliya te di dilê min de nîgar kir,

û dilê min bûye milbendê nîgarê

û hunermendê baş perspektîvê baş dizane.

Ev huner divê bi çavên hunermendî bên dîtin

û hest bi şiklê resen yê di wêneyî de bêt kirin

dema ku ew li dîwarê dilî hilawîstî ye

û çavên te pencereyên wî ne.

Û binêre, çawan çav li hemberî hev in:

çavên min tu kirî nîgar û çavên te

pencereyên dilê min in û tav tê re

serê xwe dertîne û bi rûgeşî lit e dinere.

Lê dîsan jî çavan hinêra hilberandina hunerê nîne

ew çi dibînin, wî nîgar dikin lê ya dilî nizanin.

Mine eye hath play’d the painter and hath stell’d

Thy beauty’s form in table of my heart;

My body is the frame wherein ’tis held,

And perspective it is best painter’s art.

For through the painter must you see his skill,

To find where your true image pictur’d lies;

Which in my bosom’s shop is hanging still,

That hath his windows glazed with thine eyes.

Now see what good turns eyes for eyes have done:

Mine eyes have drawn thy shape, and thine for me

Are windows to my breast, where-through the sun

Delights to peep, to gaze therein on thee;

Yet eyes this cunning want to grace their art,

They draw but what they see, know not the

heart.

Page 13: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 25

Bila dilber û berdiliyên felek û stêran,

xwedanên şan û şerefê pesnê xwe bidin.

Lê ez ê bextreş dê bextiyar bim

bi bendewariya ya ku herî zêde binirxînim.

Dost û delaliyên mîrên mezin

wek gulan şeng û şepaliya xwe diyar dikin

lê şikodariya wan li ber siyê tarî dibe

ji ber ku awirek jî dikare wan bikuje.

Cengawerê navdar piştî hezar biserketinan jî

bêt kuştin, dê dîsa bêt jibîrkirin

û navê wî ji şerefnameyan bêt jêbirin

û êdî nayê bîra ti kesî ka doza wî çi bû.

Lê ez yê bextiyar im. Evîndar û evandî me,

naguherim û nayêm guherandin.

Let those who are in favour with their stars

Of public honour and proud titles boast,

Whilst I, whom fortune of such triumph bars,

Unlook’d for joy in that I honour most.

Great princes’ favourites their fair leaves spread

But as the marigold at the sun’s eye,

And in themselves their pride lies buried,

For at a frown they in their glory die.

The painful warrior famoused for worth,

After a thousand victories once foil’d,

Is from the book of honour razed quite,

And all the rest forgot for which he toil’d:

Then happy I, that love and am beloved

Where I may not remove nor be removed.

Page 14: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 26

Serdara evîna min, qenca ku

ez bi bendên asê kirim beniyê xwe:

Vê peyamê rewaneyî te dikim,

wek nîşana dilsoziyê, ne ya hunermendiyê.

Vê soza mezin ya ji ber bêhişiya min

wek peyvên rût berçav dibe

lê hêvîdar im ku baş tê bigihî

û vê peyama saf di dilê xwe de bihewînî.

Ta ku stêra min

rojekê bextek baş bibexşe min

û evîna min ya perîşan pêk bîne

û min bike hêjayî dilbera delal.

Hingê dişêm bikim gazî: Evîndarê te me.

Lê ta hingê, newêrim xwe nîşanî te bidim.

Lord of my love, to whom in vassalage

Thy merit hath my duty strongly knit,

To thee I send this written ambassage,

To witness duty, not to show my wit:

Duty so great, which wit so poor as mine

May make seem bare, in wanting words to show it,

But that I hope some good conceit of thine

In thy soul’s thought, all naked, will bestow it;

Till whatsoever star that guides my moving,

Points on me graciously with fair aspect,

And puts apparel on my tatter’d loving,

To show me worthy of thy sweet respect:

Then may I dare to boast how I do love thee;

Till then not show my head where thou mayst

prove me.

Page 15: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 27

Ji kedê westiyayî dilezim nav nivînan,

cihê bênvedana endamên leşî yên betilî.

Lê îcar serê min dest bi seferê dike û

mejiyê min dikerixîne dema ku êdî leş bêtaqet e.

Hingê hiş ji xanîkê xwe derdikeve

û dibeze rê û rêvingiya te ya bişen.

Bi çavên giran yên vekirî

wek koran li tarîtiyê dinerim.

Lê giyanê min bi çavên xwe dibîne,

şiklekî geş mîna gewerekî di nav şevtariyê de

tîne ber çavên min yên vemirî, şeva tarî delal dike

û rûyê wê yê pîr vedijîne û ciwan dike.

Wisan dest û pê bi roj, hiş û mejî bi şev

ji ber te, ji ber min, bêsebr û bêhedan in.

Weary with toil, I haste me to my bed,

The dear repose for limbs with travail tired;

But then begins a journey in my head

To work my mind, when body’s work’s expired:

For then my thoughts, from far where I abide,

Intend a zealous pilgrimage to thee,

And keep my drooping eyelids open wide,

Looking on darkness which the blind do see;

Save that my soul’s imaginary sight

Presents thy shadow to my sightless view,

Which like a jewel hung in ghastly night

Makes black night beauteous, and her old face new:

Lo, thus, by day my limbs, by night my mind,

For thee, and for myself, no quiet find.

Page 16: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 28

Ez ê çawan bênvedayî vegerim

madem ji hedanê bêpar mame?

Kula rojê bi şevê jî nakewe

lê şev rojê û roj şevê diazirîne.

Tevî ku ew dijminên hev in jî,

lê li dijî min dibin dostên hev

û yek min dişewitîne û ya din

min dihelîne dema ji te dûr dinalim.

Dilê tavê xweş dikim: dibêjimê ku tu geş î

dema tav tê veşartin;

û keyfa şeva reştarî tînim:

dema stêr naçirisin, tu esmanî dibiriqînî.

Roj her roj jana min dijwartir dike

û şev her şev bi şînê min dişewitîne.

How can I then return in happy plight

That am debarred the benefit of rest?

When day’s oppression is not eased by night,

But day by night and night by day oppressed?

And each, though enemies to either’s reign,

Do in consent shake hands to torture me,

The one by toil, the other to complain

How far I toil, still farther off from thee.

I tell the day to please him, thou art bright,

And dost him grace, when clouds do blot the heaven;

So flatter I the swart-complexioned night,

When sparkling stars twire not thou guil'st the even;

But day doth daily draw my sorrows longer,

And night doth nightly make grief’s length seem

stronger.

Page 17: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 29

Dema ku felek û mirov min bi tenê dihêlin

û ez ji ber bêkesiya xwe digirîm;

dema ku esmanê kerr bersiva banga min nade;

dema li halê xwe dipûnijim û naletan li qederê

dibarînim;

dema ku dixwazim di armancên xwe de

bi ser kevim, delal û berdiliyê dostan bim;

dema ku hêvî dikim ku wek yekî hunermend

hevdem ku wî karî nefret dikim;

û wek yekî din jî azad û jixwerazî bim;

hingê ji nişkê ve tu tê bîra min

û wek ku baz spêdê li gel tavê ji asoyê tarî hilbêt

û li ber esmanan bistire!

Bibîranîna evîna te min wisan halxweş dike

ku min nevê para xwe bidim bi ya mîran jî.

When, in disgrace with fortune and men’s eyes,

I all alone beweep my outcast state,

And trouble deaf heaven with my bootless cries,

And look upon myself, and curse my fate,

Wishing me like to one more rich in hope,

Featur’d like him, like him with friends possess’d,

Desiring this man’s art and that man’s scope,

With what I most enjoy contented least;

Yet in these thoughts myself almost despising,

Haply I think on thee, and then my state,

Like to the lark at break of day arising

From sullen earth, sings hymns at heaven’s gate;

For thy sweet love remember’d such wealth brings

That then I scorn to change my state with kings.

Page 18: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 30

Dema ku bîranînên berê

bangî ramanên nerm û bêdeng dikim,

axîna delîvên jidestdayî dikêşim

û xemên derdên dêrîn dixwim.

Çav di nav rondikan de dixeniqin

dema ku hevalên mirî li şeva bêdawî vedişêrim

û li jana evîna betalbûyî digirîm

û ji ber bihayê hêviyên hilfûrî dinalim.

Ji ber ezaba berê min jan kêşan

û derd bi derd bi dilgiranî dubare dikim,

hesaba bihagiran ya janên berê didim

û dubare dikim wek ku nehatibe edakirin.

Lê hingê, yara delal, tut ê bîra min

û xusar xilas dibin û xem vedirevin.

When to the sessions of sweet silent thought

I summon up remembrance of things past,

I sigh the lack of many a thing I sought,

And with old woes new wail my dear time’s waste:

Then can I drown an eye, unus’d to flow,

For precious friends hid in death’s dateless night,

And weep afresh love’s long since cancell’d woe,

And moan the expense of many a vanish’d sight:

Then can I grieve at grievances foregone,

And heavily from woe to woe tell o’er

The sad account of fore-bemoaned moan,

Which I new pay as if not paid before.

But if the while I think on thee, dear friend,

All losses are restor’d and sorrows end.

Page 19: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 31

Sîngê te bi min delal e ji ber wan dilan

yên bawer bûm ku mirine dema min hinda kirin.

Evîn hemû şikil û hevalên min yên bingorrkirî

tev di dil û sîngê te de parastî ne.

Jana evînê hin rondikên pîroz

ji çavên min standin û kirin gorî miriyan.

Niha ew hemû ji dilê te vedijîn.

Tu jîngeha yên mirî yî,

nîşana serfiraziyên yarên berê yî,

nîşanên wan bi dîwarê te ve ne

û wan parçeyek ji min diyarî te jî kiriye -

xenîmeta hemû yaran niha para te ye.

Wêneyên dost û yarên xwe di te re dibînim

û tu, li şûna wan hemûyan, serdara min î.

Thy bosom is endeared with all hearts,

Which I by lacking have supposed dead,

And there reigns love, and all love’s loving parts,

And all those friends which I thought buried.

How many a holy and obsequious tear

Hath dear religious love stol’n from mine eye,

As interest of the dead, which now appear

But things remov’d that hidden in thee lie!

Thou art the grave where buried love doth live,

Hung with the trophies of my lovers gone,

Who all their parts of me to thee did give;

That due of many now is thine alone:

Their images I lov’d I view in thee,

And thou, all they, hast all the all of me.

Page 20: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 32

Ger ji ecela min dirêjtir bijî, piştî ku

mirina wêran hestiyên min bin-ax bike,

û ger nesîb hat ku dîsa helbestên

rebenê evîndarê xwe vekolî,

dê wan bidî ber yên baştir.

Tevî ku hespê her helbestvanî

ji pênûsê min rewantir be jî,

helbestên min ne ji ber hunera wan

lê ji ber evîna min biparêze.

şahida min be: “Ger hunera yarê min

derfet dîtibûya, evîn wî dê tiştek hêja

li bereya bihagiran ya helbestan afirandibûya.

Lê ji ber ku ew mir û yên din bi pêş ketin,

ez wan ji ber şêwazê lê wî bo xatirê evînê dixwînim.

If thou survive my well-contented day,

When that churl Death my bones with dust shall cover,

And shalt by fortune once more re-survey

These poor rude lines of thy deceased lover,

Compare them with the bettering of the time,

And though they be outstripp’d by every pen,

Reserve them for my love, not for their rhyme,

Exceeded by the height of happier men.

O, then vouchsafe me but this loving thought:

“Had my friend’s Muse grown with this growing age,

A dearer birth than this his love had brought,

To march in ranks of better equipage:

But since he died, and poets better prove,

Theirs for their style I’ll read, his for his love.”

Page 21: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 33

Gelek spêdeyên şeng min dîtiye ku

bi awirên şahane li gupikên çiyayan dinere,

bi rûyê zêrîn mêrgên şên maç dike,

çemên spîk dike avzêrk.

Lê ji nişkê ve ewrek erzan

li eniya esmanan siwar dibe,

tavê li dinyayê vedişêre

û bi dizîkî wê def dike rojavayê.

Lê dîsa jî roja min spêdeyekê

hemû geşiya tava xwe da rûyê min.

Lê na, ew tenê bîskekê ya min ma;

niha ewrên esmanan wê ji min vedişêrin.

Lê dîsa jî nikarim wî lome bikim: madem

Stêra esmanî tarî dibe, yên erdê jî namînin.

Full many a glorious morning have I seen

Flatter the mountain-tops with sovereign eye,

Kissing with golden face the meadows green,

Gilding pale streams with heavenly alchemy;

Anon permit the basest clouds to ride

With ugly rack on his celestial face,

And from the forlorn world his visage hide,

Stealing unseen to west with this disgrace:

Even so my sun one early morn did shine

With all-triumphant splendor on my brow;

But, out, alack! he was but one hour mine,

The region cloud hath mask’d him from me now.

Yet him for this my love no whit disdaineth;

Suns of the world may stain when heaven’s sun

staineth.

Page 22: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 34

Te çima soza rojeke têrtav da min,

te kir ku bê baranîk derkevim

lê te ewrên xwe yên erzan li min barandin

û di bin mij û morana genî re hêlam?

Ne bes e ku carinan serê xwe derînî

û baranê ji rûyê min ê bahozê perîşankirî vemalî.

Ma kî spasiya wî dermanî dike yê ku

birînê bikewîne lê şûna wê bhêle?

Hesta te ya şermkirinê min nakewîne.

Jana wijdanî ya ziyankarê

qenciyek tenê biçûk e

bo yê ji ziyanlêbûnê derdgiran.

Lê ax, rondikên evîna te çi morî ne,

hêja ne û hemû ziyanên te kirî jê dibe.

Why didst thou promise such a beauteous day

And make me travail forth without my cloak,

To let base clouds o’ertake me in my way,

Hiding thy brav'ry in their rotten smoke?

’Tis not enough that through the cloud thou break,

To dry the rain on my storm-beaten face,

For no man well of such a salve can speak

That heals the wound and cures not the disgrace;

Nor can thy shame give physic to my grief;

Though thou repent, yet I have still the loss;

Th'offender’s sorrow lends but weak relief

To him that bears the strong offence’s loss.

Ah, but those tears are pearl which thy love sheds,

And they are rich, and ransom all ill deeds.

Page 23: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 35

Hew xeman bixwe ji ber ziyana ku te kir:

sorgul jî bi strîk in û kanî jî bi herrî ne;

ewr û xeyirîn tav û heyvê tarî dikin

û bişkojên delal jî kirmikên necis dihewînin.

Her kes şaşiyan dike. Ez jî dema bi van

nimûneyan ziyankariya te mafdar dikim,

xwe dixirînim gava aşt dibim

û bêhed gunehên te dixefirînim

Dema bi hişmendî li tawanên te dinerim.

êdî dest ji doza xwe berdidim, dibim parêzerê te

û giliyekê li dijî xwe vedikim.

Wiha vîn û kîna min dikevin cengeke birakujiyê

û ez dibim hevparê tawanên te dema ku

dihêlim tu, diza delal, min talan bikî.

No more be griev’d at that which thou hast done:

Roses have thorns, and silver fountains mud;

Clouds and eclipses stain both moon and sun,

And loathsome canker lives in sweetest bud.

All men make faults, and even I in this,

Authorizing thy trespass with compare,

Myself corrupting, salving thy amiss,

Excusing thy sins more than thy sins are;

For to thy sensual fault I bring in sense—

Thy adverse party is thy advocate—

And ’gainst myself a lawful plea commence:

Such civil war is in my love and hate,

That I an accessary needs must be

To that sweet thief which sourly robs from me.

Page 24: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 36

Neçar im bipejirînim ku em cuda ne

tevî ku evîn yek e û parve nabe.

Loma şerma ku ez herimandim,

barê min bi tenê ye; tu hilnagirî.

Evîna me herduyan tenê sedemek heye

lê bextreşiyek jiyana me diperitîne.

Tevî ku ew nikare evîna me biguherîne jî,

dîsa dem û delîvên delal ji me dişelîne.

Nikarim ti car hesta evîna xwe diyar bikim

daku şerma min şerefa te neherimîne.

Tu jî neşê bi eşkereyî min binirxînî

bêyî ku namûsa navê xwe talan bikî.

Lê ne hewce ye jî. Wisan evîndarê te me

ku nav û nîşanên te yên hêja jî beşek ji min in.

Let me confess that we two must be twain,

Although our undivided loves are one:

So shall those blots that do with me remain,

Without thy help, by me be borne alone.

In our two loves there is but one respect,

Though in our lives a separable spite,

Which though it alter not love’s sole effect,

Yet doth it steal sweet hours from love’s delight.

I may not evermore acknowledge thee,

Lest my bewailed guilt should do thee shame,

Nor thou with public kindness honour me,

Unless thou take that honour from thy name:

But do not so; I love thee in such sort,

As thou being mine, mine is thy good report.

Page 25: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 40

Hemû dostên min bibe, yar, hemû dostên min;

ma ew dê çi li te zêde bikin, yar, çi zêde?

Ne evînê, yara min, ne evîna resen.

Her tiştê min yê te bû, te hemû bir.

Eger li şûna min, dostê min bibî,

te lome nakim ji ber ku pê şad dibî.

Lê te lome dikim ger bêbextiyê li xwe bikî

bi tamkirina tiştê ku bi xwe heram dikî.

Ez ê li diziya te negirim, diza delal,

tevî ku hemû heyînên min ê jar jî bibî.

Evîn dizane ku dijwartir e mirov xwe

li ber birîna evînê ragire, ne li ber ya kînê.

Zewqkera zêrîn, xirabiya te xwiya ye:

min dikujî lê bila dîsa jî em nebin dijmin.

Take all my loves, my love, yea, take them all;

What hast thou then more than thou hadst before?

No love, my love, that thou mayst true love call;

All mine was thine before thou hadst this more.

Then, if for my love thou my love receivest,

I cannot blame thee for my love thou usest;

But yet be blamed, if thou thyself deceivest

By wilful taste of what thyself refusest.

I do forgive thy robbery, gentle thief,

Although thou steal thee all my poverty:

And yet, love knows, it is a greater grief

To bear love’s wrong than hate’s known injury.

Lascivious grace, in whom all ill well shows,

Kill me with spites; yet we must not be foes.

Page 26: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 41

Tawanên ku serserîtî bi te dide kirin

dema ku gavkê ne di dilê te de bim,

xweş li xortaniya te xwiya dikin:

kû ve diçî, şeytan hevrêyê te ye.

Tu ciwan, delal, hêja diyar dibî,

asan û sanahî dikevî xefik û davan.

Dema jinek mirovî vexwîne, ma mêrek heye

ku dest neavêje delîvê û dilê wê dagir neke?

Wey li min, tu dikarî dilê wê dagir bikî

û gunehê bixî stuyê delalî û xortaniya xwe

ku te dibe bêedebiyê li cihê ku neçar î

ducarî jî soza xwe bişkînî:

soza jinê dema ku wê bi xortaniya xwe dixapînî

û soza xwe gava bi delaliya xwe dostaniya me

betal dikî.

Those pretty wrongs that liberty commits,

When I am sometime absent from thy heart,

Thy beauty and thy years full well befits,

For still temptation follows where thou art.

Gentle thou art, and therefore to be won,

Beauteous thou art, therefore to be assailed;

And when a woman woos, what woman’s son

Will sourly leave her till she have prevailed?

Ay me! but yet thou mightst my seat forbear,

And chide thy beauty and thy straying youth,

Who lead thee in their riot even there

Where thou art forc’d to break a twofold truth,

Hers, by thy beauty tempting her to thee,

Thine, by thy beauty being false to me.

Page 27: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 42

Ew bû ya te lê ew ne tek xema min e

tevî ku min pirr jê hez dikir jî.

Lê ya ku min digirîne, ew e ku tu bûyî yê wê;

ev e jidestdana ku min zêde diêşîne.

Bo te li hêcetan digerim:

ji keçikê hez dikî ji ber ku ez jî.

Ew ji ber min, min dixapîne

û dihêle ku hevalê min tam bikiyê.

Ger te ji dest bidim, ziyana min zafera wê ye

Ger wê ji dest bidim, tu dê bi şîna min şad bibî.

Ew digihin hev û du dostan ji dest didim

û barê herduyan dikeve ser pişta min.

Lê xweşî ev e: ez û dost yek in.

şaşî ye: keçik evîndara min e.

That thou hast her, it is not all my grief,

And yet it may be said I lov’d her dearly;

That she hath thee, is of my wailing chief,

A loss in love that touches me more nearly.

Loving offenders, thus I will excuse ye:

Thou dost love her, because thou know’st I love her;

And for my sake even so doth she abuse me,

Suffering my friend for my sake to approve her.

If I lose thee, my loss is my love’s gain,

And losing her, my friend hath found that loss;

Both find each other, and I lose both twain.

And both for my sake lay on me this cross:

But here’s the joy: my friend and I are one:

Sweet flattery! then she loves but me alone.

Page 28: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 43

Çav girtî bin, baştir dibînim;

bi roj ti tişt min mereqdar nake.

Lê dema dinivim, çavên min zîq dibin,

di nav tarîtiyê re jî te geş dibînin.

Madem wêneyê te şiklên şêlî zelal dike,

dê şiklê te çi şiklê şadiyê bidaya,

dê çawa roj bi ronahiya xwe ron bikiraya,

madem kor jî dikarin geşiya te bibînin.

Gelo çi li çavên xwe bikim

daku te bi roj jî bibînim

madem bi şev jî şiklê te yê delal

di xewna kûr de li min diyar dibe?

Hemû roj li min şev in dema te nabînim

û şev ron in ger te di xewnê de bibînim.

When most I wink, then do mine eyes best see,

For all the day they view things unrespected;

But when I sleep, in dreams they look on thee,

And, darkly bright, are bright in dark directed.

Then thou, whose shadow shadows doth make bright,

How would thy shadow’s form form happy show

To the clear day with thy much clearer light,

When to unseeing eyes thy shade shines so?

How would, I say, mine eyes be blessed made

By looking on thee in the living day,

When in dead night thy fair imperfect shade

Through heavy sleep on sightless eyes doth stay!

All days are nights to see till I see thee,

And nights bright days when dreams do show

thee me.

Page 29: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 44

Ger leşê min ê giran ramanek bûya,

dûriya zalim dê rê li ber min negirta.

Tu li dûlikê dinyayê jî bûyayî,

ez ê ji dûr ve bigihama bal te!

Ger lingên min li biyanistanê

dûrî te bûna jî, dîsa ne xem bû

ji ber ku raman dê di ser deşt û

deryayan re bileziya bal te.

Lê ax, bi raman ku ne raman in dimirim,

xwe di ser deşt û deryayan re nagihînim te

ji ber ku ji ax û avê afirîme

û ji nebûna dem û delîvê dinalim.

Ji bilî rondikên giran û derdên dilî

hêmanên min ti tiştî nadin min.

If the dull substance of my flesh were thought,

Injurious distance should not stop my way;

For then, despite of space, I would be brought,

From limits far remote, where thou dost stay.

No matter then although my foot did stand

Upon the farthest earth remov’d from thee;

For nimble thought can jump both sea and land,

As soon as think the place where he would be.

But, ah, thought kills me, that I am not thought,

To leap large lengths of miles when thou art gone,

But that, so much of earth and water wrought,

I must attend time’s leisure with my moan;

Receiving nought by elements so slow

But heavy tears, badges of either’s woe.

Page 30: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 55

Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran

dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min;

geştir tu dê di vê de bibiriqî,

ne di kevirê dem biherimîne de.

Dema cenga kembax peykelan diruxîne

û şerenîx kelehan dilweşîne,

dê ne Mars bi şûrê xwe, ne ceng bi guriya xwe

bikare bîrnameya te ya jîndar.

Piştrast dikarî jivaniya mirinê

û jibîrbûnê bikî; navê te dê her

hejî pesnê be di çavên pêşhatiyan de

dema dinya ber bi qiyametê ve diçerixe.

Belê, ta li dawiya deman şiyar bibî,

dê her di çavên evîndaran de bî.

Not marble, nor the gilded monuments

Of princes, shall outlive this powerful rhyme;

But you shall shine more bright in these contents

Than unswept stone, besmeared with sluttish time.

When wasteful war shall statues overturn

And broils root out the work of masonry,

Nor Mars his sword, nor war’s quick fire, shall burn

The living record of your memory:

’Gainst death, and all oblivious enmity,

Shall you pace forth; your praise shall still find room

Even in the eyes of all posterity

That wear this world out to the ending doom.

So, till the judgement that yourself arise,

You live in this, and dwell in lovers’ eyes.

Page 31: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 56

Vejî, evîna şirîn; bila devikê te

ne kotir be ji xwarinxwaziyê

ku heke îro xwarin wê vebimirîne,

sibê ew dîsan xwe ditûjîne.

Tu jî wisan bike, evîn: ku îro tijî bibin

çavên te yên birçî û bimiçin,

binêre sibê: nabe giyanê evînê

bikeve xewa giran, yan xewnê.

Bila navbirra xemdar ji me re wek deryayê be

ku destgirtiyan ji hev vediqetîne:

ew her roj tên beravan û ku vegera evînê dibînin,

ji berê jî hê pîrozkirîtir in.

Yan jî bila veqetiya me mîna zivistanan be

da hatina havînan hê zêdetir hêvîkirî û şirîn be.

Sweet love, renew thy force; be it not said

Thy edge should blunter be than appetite,

Which but to-day by feeding is allay’d,

To-morrow sharpen’d in his former might:

So, love, be thou; although to-day thou fill

Thy hungry eyes even till they wink with fullness,

To-morrow see again, and do not kill

The spirit of love with a perpetual dulness.

Let this sad interim like the ocean be

Which parts the shore, where two contracted new

Come daily to the banks, that, when they see

Return of love, more blest may be the view;

Or call it winter, which, being full of care,

Makes summer’s welcome thrice more wish’d,

more rare.

Page 32: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 57

Koleyê te me, ma çi dikarim bikim

ji bilî amade bim dema bixwazî?

Nîne dem ya bi kar bînim,

nîne ti karek ta fermanê nedî.

Nakerixim demekî bêdem-dirêj,

serwera min, li demjimêrkê binêrim;

ji tehliya veqetîna ji hev naqehirim

dema xatirê ji xulamê xwe dixwazî,

ez ê çavnebar newêrim lê vekolim

ka li kû dimînî, çi dikî

lê tenê, wek koleyekî xemgîn, dipûnijim

ka, li kû bî jî, çi xweşiyê didî xelkê.

Qeşmerek dilsaf e evîn:

çi bikî jî, te xirab nahesibîne.

Being your slave, what should I do but tend

Upon the hours and times of your desire?

I have no precious time at all to spend,

Nor services to do, till you require.

Nor dare I chide the world-without-end hour

Whilst I, my sovereign, watch the clock for you,

Nor think the bitterness of absence sour

When you have bid your servant once adieu;

Nor dare I question with my jealous thought

Where you may be, or your affairs suppose,

But, like a sad slave, stay and think of nought

Save, where you are how happy you make those.

So true a fool is love that in your will,

Though you do any thing, he thinks no ill.

Page 33: Ne mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîranNe mermer, ne peykelên zêrkirî yên mîran dikarin temendirêjtir bin ji helbesta min; geştir tu dê di vê de bibiriqî, ne di kevirê

Sonet 64

Dema dibînim avaniyên xurt

yên bi destê Demê hatî herrişandin;

dema bircek bilind diherrife yan

derbeyek kujer yê kerbê pê dikeve,

dema deryaya çarbirsî zeviyan

ji paşayê beravan distîne

yan avê qut dike axa hişk,

xela bereketê û bereket xelayê tîne.

Dema min dîtin guherrînên wisan

yan jî ruxîna tevavî,

wêraniyê fêrî vê kirim:

dê were Dem û yara min jî bistîne.

Ev raman mirin e! Êdî xweşiyê naîne heyîn

madem dizanim dê ji min bêt standin.

When I have seen by Time’s fell hand defaced

The rich-proud cost of outworn buried age;

When sometime lofty towers I see down-razed,

And brass eternal slave to mortal rage;

When I have seen the hungry ocean gain

Advantage on the kingdom of the shore,

And the firm soil win of the watery main,

Increasing store with loss and loss with store;

When I have seen such interchange of state,

Or state itself confounded to decay;

Ruin hath taught me thus to ruminate,

That Time will come and take my love away.

This thought is as a death, which cannot choose

But weep to have that which it fears to lose.