kürtçe arıcılık -mêşhingiv-mêşvanî
TRANSCRIPT
Kurdî bi sedan sal e ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye qedexe kirin. Ji ber vî yekê zimanê Kurdî ji aliyê nivîskî, piçek di paş de maye. Îro bi taybetî der barê têgînên (terîm) zanistî de kêmasiyên mezin tên dîtin. Wekî hemû gelên din, divê Kurd jî pergala perwerdehiyê bi zimanê xwe bi kar bînin. Ji dibistana seretayî, heta zanîngehê ji bo perwerde û hîndekarîyê pêdivî bi çavkaniyên bi Kurdî heye .
Armanca vê pêşkeşîya (pirezentasyon) yekemîn zêdekirina lîteretûra zimanê Kurdî, ya duyemîn jî bi gelê Kurd nasandina mêşvaniyê ye. Her çiqas ku zanyarîyên di vî nivîsê de, ji dehan çavkaniyên zanistî hatin berhevkirin jî, ev pêşkeşî ne nivîsek zanistî ye,dibe ku di vê nivîsê de der barê rêziman de hîn kêmasî an jî çewtî hebin. Kurdîhezên hêja, ji kerema xwe hûn çewtî û kêmasîyên vî nivîsê sererast bikin û cardin derûdora xwe belav bikin. Bo belavkirin an jî weşandina vî nivîsê ne hewce ye ku destûr bê xwestin. Her kurdek dîkare bê destûr vî nivîsê di malpera xwe de biweşîne an jî kopîya wî bigire
ZANIST BI KURDÎ XWEŞ E .
Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe û parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin.
Celadet Alî Bedîr Xan
Mêşhingiv dikarin li hemû herêmên ku kulîlk lê hene bijîn. Ne tenê ji bo hingiv û şima,lê ji bo hawir jî mêşhingiv pir girîng in. Piraniya rîwekên (nebat) li daristan, zevî û çolan ji bo bergirtin û çêkirina tov û fêkîyan(mêwe), pêdiviya wan bi mêşhingiv û kêzikên din heye.
Du beşên rîwekan hene; Rîwekên Bêkulîlk û Rîwekên Bikulîlk. Kulîlk lebata (organ) zêdebûyîne ya riwekan in. Mêşhingiv ji kulîlkan tozkulîlk(polen)hildigire û dibe li ser kulîlkên mê datîne. Bi vî awayî riwek ji hev zêde dibin. Fêkiyên ku em dixwin pirtir ji %60î bi mozan tên dolgirtin. Heke moz nebûna,di serî da riwekên cotkariyê(çandinî), hema hema wê dawî li temamî riwekên bi kulîlk bihata.
Zevî û zozanên Kurdistanê ji bo mêşvaniyê gelek bikêrhatî ne. Li Kurdistanê ji bo çandinî (kiştûkal)yê bikaranîna kîmyasalên bi jehr, li gor deverên din ên cîhanê gelek kêm e. Li hinek cihên Kurdistanê heta îro ji tu kîmyasalên bi jehr ji bo çandiniyê nehatine bikaranîn. Loma li herêma Kurdistanê mêşvaniya siruştî tên kirin. Hingivê siruştî,hem tehm û bêhn a vî xweş e,hem ji gelek bi buha tên firotin. Bi salan e mêşvanên gerok(koçer) dema bihar û havînê ji cihên dûr tên li Kurdistanê mêşvaniyê dikin û dawiya payîzê vedigerin welatê xwe. Gelê Kurdistanê geh ji xizaniyê geh ji nezaniyê bi têra xwe bi karê mêşvaniyê re naşixulin.
Kesên ku dixwazin bî karê mêşvanî mijûl bibin,ne hewce ye ku bi sedan kewarên wan hebin. Ji bona mêşvaniya amator 45 kewar bes in. Hemû gundiyên li Kurdistanê li gel karên xwe yê din dikarin mêşvanîyê jî bikin. Bi vî awayî hingivê ji 23 kewaran bigirin,dibe ku qasî salekî têra wan û malbata wan bike. Gelo ma ji bo zar û zeçan ji hingiv şîrîntir tiştek heye?
Li Başûrê Kurdistanê Li Bakurê KurdistanêMêşhingiv Heng
ŞahengŞaheng
Hingiv Hengevîn
HengevanMêşvan
Mêşvanî
Mêşevank
Hengevanî
Hengedan
Mêşên zerik
Mêşhingiv
mozeqirtMozên hingiv
Hemû mêş hingiv çênakin !
Mêşhingiv
Apîs mellifera
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona https://de.pinterest.com/pin/308707749430750947/
Karker heng(Mêşhingiva mê)
Mêşhingivê nêr(pîrox)
Şaheng(mak)
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona http://www.alexanderwild.com/Insects/Stories/Honey-Bees/
Di nav komek mêşhingiv de Cureyên mêşan
Mêşhingiv çiqas gir in?
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona http://www.alexanderwild.com/Insects/Stories/Honey-Bees/
Şaheng
Pîrox
Heng(karker)
Şaheng herî gewretirînê mêşhingivan e. Giraniya wê bi qasî 0.2 gram e û dirêjiya wê 1.8 – 2.2 santîmetre ye.
Pîrox 0.1 gram e û dirêjiya wî 1.5 – 1.7 santîmetre ye.
Karker hemû hûrik a kewarê ye.Ew 0.1 gram e. Dirêjiya wê 1.2 1.5 santîmetre ye.
Di kewarekê de çend mêşhingiv hene ?Hejmara mêşhingivan di kewareke standart de ji 5.000an heta 80.000an e .Hejmara
herî zêde di dema havînê, a herî kêm di demsala zivistanê de ye.
Di kewareke de şahengek(mak) heye. Mîrê koma mêşhingivan şaheng e. Şaheng rojê navbera 1000 û 2000 an hêk dike.
Hejmara mêşên nêr,bi qasî 300500î ye.
Di kewarekê de hejmara herî zêde ya mêşhingivên karker in.
Koma mêşhingivan wekî kolonî tê binavkirin.
Zêdebûna Mêşhingivan
Şahenga ji çavikê derdikeve.57 roj paşê êdî ji bo cot bûnê amade ye.
Şahenga necotbûyî(qîzîn) , rojek hênik û bê bayî ji kewarêderdikeve û difire. Mêşên nêr ji feremonên şaheng radigihînin ku şaheng derketiye fira cot bûnê. Şaheng, dema hê li ezman difire
bi pîroxek re cot dibe.
1
2
3
4
Dema cot bûn dîqede, pîrox ji şahengêvediqete. Lê organên cotbûnê yên pîrox di hundirê şaheng de dimîne ji ber vî yekê pîroxa cotbûyî dimire,
5
Penîs û organên cot
bûnê di hundirê wê de
maye.
Penîs û organên cot bûnê
Piştî cot bûnê, şaheng vedigere kewarê. Karkerên li kewarê alîkariya şaheng dikin û organên cot bûnê ye pîrox jê derdixin. Lê spermên wî di kîsike şaheng de dimîne. Şaheng 56 carê din ji bona cot bûnê difire û spermên pîroxan di kîsika xwe de berhev dike.
pîrox şaheng
n=16
n=16n=16
Di hekdanka şaheng de makşane (şaneya wê bibe hêk),bi zêdebûna meyoz hêka 16 kromozomî çê dike.
Her şanekî şahengê xwediye 32 kromozoman eHer şane cot kromozomî ye, ango şaheng dîploît e.(2n=32)
Hêka bêbergirtin bi zêdebûna mîtozê şanêyên xwe pirtir dike.Ji alîkî şane pir dibin ji aliyê din jî hîn şane veduguherin tevînek û organan.
Meyoz
mîtoz
Hêka bêbergirtin 21 rojan da dibe pîrox.Ango bavê pîrox tune.Hemû şaneyên pîrox bi16 kromozom in. Vî cureya zêdebûyîne wek PARTENOGENES tên navkirin.
mîtoz
hêka bêbergirtî
Hêkboçek(sperm)
hêka bergirtî (zigot)
karker 2n=32 şaheng 2n=32pirox n=16
Kurmika 2 roj bi şîrmêş, paşê bi tozkulîlk bênxwedîkirin, 21 roj şûn de wê bibe KARKER
Kurmika 5 roj bi şîrmêş,bên xwedîkirin wê 16 rojan dû re bibe ŞAHENG
Her şanekî pîrox xwedî ye16 kromozom e. Pîrox wek haploît tên navkirin. (n=16)
Zêdebûna Mêşhingivan
2n=32
Hêk 03 rojî
Kurmik 6 rojî
Kurmik 10 rojî
Pûpa15 rojî
Pûpa18 rojî
mêşhingiv21 rojî
Şaheng hêk berdide çavikê.
Karker xwarin dide kurmik, gava kurmik gir bû devê çavik(şanekurk)ê bi şima girê dide. Êdî kurmik bi serê xwe mezin dibe û wek pûpa bi nav dibe.
Şanekurk a vala
Mêşhingiv çawa çêdibin?
Spasî û rêz ji bo vî îlustrasyona http://www.britannica.com/animal/honeybee
Çavika şeş goşeyîKurmik
Pûpa di şanekurka girtî demezin dibe.
hêk
1. anten2. daqurtok3. qordona bîrik(ganglîyon4. aort(xwînbera serekî)5. baskên pêş6. baskên paş7. sing8. aşika hingiv9. aşik10.zik11.dil12.derzî13.kîsika jehrê14.şeyê tozkulîlkan15.kîsa tozkulîlkan16.çîp17.hêt18.tarsus19.zimanê lûlik20.çenik
Anatomiya mêşhingivê
Spasî û rêz ji bo ev îlustrasyona http://www.britannica.com/animal/honeybee
aşika hingiv
rûviya dawîn(rektûm)
derzî
kîsikajehrê
aşik
dil
Sordemara mezin(aort)
sorsorik
girêka bîrik(ganglîon)
sordemarên pişt(dilên 5 odeyî)mêjû
daqurtok
dev û ziman
sipayrikil
sipayrikil(vekirinên piçûk ji bo hilmijê)
qordona bîrik(ganglîyon)
kîsê hilmijê
rûviya zirav
Pençe yên ji bo xwepêgirtina li ser cihê girûzîn
mijokê ji bo xwepêgirtina li ser cihê bêgirûz
Anatomiya mêşhingivê
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona http://www.daviddarling.info/encyclopedia/B/bee.html
hêkdank
toşpiyên şîrmêş
Karên mêşhingivên karker (heng) çi ne?
Hingiv û şane çêdike.Ji kulîlkan tozkulîlk û nektar(şîre) berhev dike.Kurmikên mêşan xwedî dike.ji bo kurmikê wê bibe şaheng şîrmêş çêdikeJi bo şaheng û kurmikan av dikişîne kewarê.Paqijîya kewarê dike.Derzîya karker heye,ji bo parastina xwe û kewarê bi kar tîne.Dema kewar pir germ dibe,li ber derî ye kewarê baskên xwe ba dide û kewarê hênik dike. Ji heke 21 rojê de derdikeve.Temenê wî navbera 40 û 60 roj e.
derzî
ziman
Kîsikê polen
derzî û dilopa jehrê
Parastina kewarê: Mêşhingivên 1820 rojî li ber deriyê kewarê disekinin û kewarê diparêzin. Nahêlin ku mêşhingivên biyanî,moz û kêzik biçin hundirê kewarê.
Xwedîkirina Kurmikan: Mêşhingivên ciwan ên 34 rojî çavikên şane yê paqij dikin da ku şaheng hêk dayine hundirê wan. Karkerên 46 rojî bi tozkulîlk û hingiv kurmikan xwedî dikin. Şîrmêş ji toşpîyên li serê mêşhingiv avzê dibe û bo çêkirina proteîn gelek cureyên amînoasîtên hêja dihundurîne.
Çêkirina Şane:Mêşhingivên karker ên 1218 rojî şima avzê dikin û şane çê dikin.
şanekurkên ev çarçoveya li jor,bi karkerên cejik(pûpa) tijî ye.
Ev çavikên li jorbi hingiv tijî ye.
Mêşhingivên nêr(pîrox) çi karî dikin ?
Mêşên nêr ji hêka bêbergirtin (partenogenes) çêdibin. Ango pîrox ji hêka bê sperm çêdibe.Derzî û kîsike wan a jehrê tune ye.Spermên xwe dide şahengê û dimire.Di berhevkirina tozkulîlk û nektar de naxebitinDi henîkandin û germandin a kewarê de alîkarî bi karkeran dikin.Ji bo ku şîrikê xwarina hingive kewarê ne,piraniya pîroxan dawiya payîzê ji aliye karkeran ve tên kuştin. Loma hejmara pîroxan di nav koloniya kewarê de dema zivistanê pir kêm dibin.Laşê wan ji şahengê biçûktir e lê ji karkeran girtir e.Dema difirin dengê baskên pîroxan ji ên karkera pirtir tê. Ji hêkê 24 rojê de derdikevinTemenê pîrox 60 roj e
Şanekurkên ev çarçoveya li jor bi pûpa yên meşên nêr tijî ye. Ji bo koloniyakewarê ev rewş, rewşek neyînî ye. Ji ber ku pîrox xeynî cot bûnê tu karênkewarê nakin û hejmara karkerên kewarê jî kêm dibe. Divê şahenga kewarêbi yeka nû ya ciwan bên guhertin û çarçovê yên wek mîna vîya ji kewarê bên avêtin
Şaheng çi karî dike ?
şîrmêş
ev Kurmikwê bibe şaheng
çavikên şaheng jişanekurkên mêşên din girtir e
Şaheng serkirde ya kewarê ye Bikaranîna feremonan, rêvebirin û parastina kewarê pêk tê.Di koloniya mêşhingivan de, tenê yek şahengek heye.Derzîya wê heye ,lê ji ber ku laşê we pir gir e, derzî ya wê kin e û nikare bi kesî pê ve de.Ji hêka 16 rojan de derdikeve.Şaheng û karker ji alî ye genetîke de wekî hev in,lê dema ji hêk derdikeve û dibe kurmik, 5 roj bi şîrmêş tê xwedî kirin. Şîrmêş ji aliyê karkeran te çêkirin Karker şanekurka ku wê şaheng te da têbigihîjin,ji şanekurkên din mezintir çê dikin.Temenê şaheng navbera 3 û 5 salan e.
Şaheng di hundirê vê şanekurkê de, di 16 rojan de mezin dibe
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona http://www.honeybee.drawwîng.org
şanekurkên şaheng
şanekurkên mêşên nêr şanekurkên mêşên karker çavikên vala
Şanekurkên mêşhingiv li çarçove de çawa dixuye?
Kewarên Hingiv
Kewara selikî (Selmêşk)Kewarên tîpa Langstroth
kewara axînî
kewara darînî
Selmêşk (Kewara selikî) Li Kurdistanê û gelek deverên Rojhilata Navîn ev kewar û kewara axînî ji bo meşvaniya kevneşopî ji aliye gundiyan ve tê bi kar anîn. Bi van selmêşkan, hingiv û şane ya siruştî tên hilberandin. ji ber ku xwedîkirina mêşhingivan û gava nexweşiye de derman kirina van,gelek zor e, mêşvan êdî dev ji van Kewarên selikî berdane û bi Kewarên nûjen mêşvanî ya teknîkî bi rê ve dibin.
Pîvana çarçove û kewara tîpa Langstroth
Di sala 1851an de zilamekî Amerîkayî bi navê Lorenzo Lorraine Langstroth (1810–1895) ev kewar çêkiriye û patenta wî wergirtî ye. Ev Kewar ji du qat û bîst çarçoveyan pêk te.Mêşvanîya teknîkî û nûjen bi rêya van kewaran hêsantîr û birêkûpêktir bûye.
Kewara standart a tîpa Langstroth du qat e û di her qata wê de 10 çarçove hene. Di kewara Langstroth de xwedîkirin ûdermankirina mêşhingivan,hilberîna hingiv,pişkinandina(kontrola) hundirê kewarê pir hêsan e. Mêşvanên nûjen bi piranî van kewaran bi kar tînin.
Qatê jêr (kurkdank) cihê şaheng,mêşhingiv, çêjik û hêka ne,hemû kolonî li vir dijîn. Ji boy xwarina rojane,li kurkdankê her tim çarçove yên hingiv û polentijî hene.
Qatê jor (hingivdank) ji bo berhevkirina hingiv e
derxûn
Mêşhingiv û pêvedan Mêşhingivên karker bi derzî û jehr in. Derzîya pîroxan tune,Şaheng jî ji kewarê dernakeve û derzîya wê jî kin e. Kengê ku li karker an jî li kewarê gef hate xwarin,êrîş dikin û pêve didin. Dema derzî çerm veda û ket hundirê laş,êdî dernakeve. Piştî vedandinê, mêşhingiv difire û diçe, lê derzî,kîsikê jehrê û hûr û rûviyên wê li paş wê dimîne. Ji ber ku kîsike jehrê hê jî jehrê diherikîne nav laş, divê zûtir bên derxistin. Mêşhingiva bê derzî û rûvî derketî, di demeke nêz de dimire. Loma gava gefên giran lê nebe êrîşê tu kesî nakin. Jehra mêşan ji bo hîn kesan dibe sedema alerjî ya giran. Lê bi piraniya însanan,tu pirsgirêkên girîng dernakeve û cihê vedayî 23 rojan werimî dimîne,û birînek piçûçik çê dibe.
Ji ber van kirtikan, derzî di laş de dimîne û derxistina wî zor e.
Derzî di bin mîkroskobê
Kîsikê jehrê
Hûr û rûvî
Hilberniyên(Berhemên) Mêşvaniyê
-Hingiv -Polen(Tozkulîlk) -Şîrmêş -Şima -Propolîs -Jehra mêşan
Mêşhingiv, hingiv ji nektarên kulîlkan çê dikin. Nektar avzeya kulîlka ye. Têdahiya (mûhteva) nektaran bi piranî şekir e, Nektar bi % 80î ji av û %20î ji şekir pêk tê. Mêşhingiv bi zimanê xwe yên dirêj û luleyî nektar ji kulîlkan dimijin. Mêş nektar naxwin,di aşika hingiv de berhev dikin. Şekirê nav nektar Sukroz e. ji ber ku ji du molekul şekirên biçûktir(monosakkarît)çê bûye, ev şekir di grûba karbonhîdratan de wek dîsakkarît tên bi navkirin. Şekirê çay jî sukroz e,ango nektar dişibe şekirê çay. Di aşika hingiv a karkeran de enzîmek bi navê învertaz te çêkirin. Sukroza nav nektar bi vî enzîmê tê dehandin û sukroz parçe dibe, glukoz û fruktoz çê dibe. Gava mêşhingivên aşik bi nektar tijî, tên kewarê,ew nektarê vedirêşin nav çavikên şanê. ji ber ku di nav nektar de av zêde ye,mêşhingiv di hundirê keware de baskên xwe li hev didin , bi alîkariya ba û hênikayî ya hundirê kewarê, ava di nav nektar dûkel dibe. Dema ava nav nektar daket % 20î ,nektara ronkirî êdî tîr dibe. Bi alîkariya enzîmên mêşê, nektara tîr êdî dibe hingiv. Mêş devê çavikê bi pelika şima digrin û derbasî çavikek din a vala dibin.
Hingiv çi ye?
Fruktoz %38 Glukoz %31
Av %17 Maltoz %8
Şekirên gir molekulî %2 Enzîm %2
Asîtên organîk û Mîneral %2
%8%2%2%2
Hingiv bi %80î ji şekir pêk tê !.
Têdahiyên Hingivê
%38
%31
%17
Sukroz ji du molekûlen şekirên şeşkarbonî (heksoz) pêk tê. Mêşhingiv nektarên kulîlkan di aşika xwe de bi alîkarîya enzîman diguhezînîn hingivê.
H2O (Av) H2O (Av) + Fruktoz
Nektara kulîlkan(%80 av,%20 şekir)
Sukroz
Bi enzîmê învertaz a di aşika hingiv deGlukoz + +
Hingiv(%79 şekir,%17av)
Hingivê dobe (Hingivê helandî)
Hingivê şaneyan
Hingivê xelekan
Hingiv çima şekir digre ? Şekirgirtina hingivê gihîştî yen siruştî, tiştekî asayî e. Sedema şekirgirtin (belûrîbûn,krîstalîbûn) a hingiv glukoz e. Rêje ya avê di nav hingiv de bi qasî % 17 an e, lê rêje ya şekir % 80 an e. Ango hingiv pir tîr e. Ji ber vî sedemê glukoz a di nav hingiv belûrî dibe. Belûrî bûn li germahiya nav 10 21C de dest pê dike. Dema belûrîbûne dest pê kir,glukoz ji avê vediqete û wek belûrên piçuk û gewr telp dibe.
Telp a glukoz
Hingivê dobe (Hingivê helandî)
Hingivê belûrî
Hingivê belûrî(krîstalbûyî) dinav ava 45 C de bi qasî çend xulekan bîmîne wê cardin bibe hingivê dobe.
Xwarinên mêşhingivan tozkulîlk(polen) û hingiv e. Lê xwarina kurmik û ya şahenga gihaştî şîrmêş e. Şîrmêş gelek cureyên amîno asît dihundurîne.
Gava kurmikên mêşhingiv ji hêkan derdikevin ,kurmikên wê bibin karker bi 2 rojan, a bibe şaheng jî 5 rojan bi şîrmêş tên xwedîkirin. Şîrmêş ji toşpiyên serê karkerên ciwan tên avzêkirin.
Ji bo çêkirina şîrmêş, pêdivîya karker bi xwarina tozkulîlkan heye. Ji ber ku di nav tozkulîlk de gelek proteîn hene, şîrmêş ji aliyê proteînan ve gelek dewlemend in. Nav şîrmêş de bi qasî 29 cureyên amîno asît heye. ji bo pêdiviya laşê mirovan ji van amîno asîtan bi qasî 20 cureyan pewîst e. Amîno asît di şaneyên me da bi alîkariya organela rîbozom bi hev tên girêdan û proteîn çê dibe.
Şîrmêş çi ye?
Têdahiyên Şîrmêş
Herî kêm Herî zêde
Av %57 %70
Proteîn % 17 % 45
Şekir % 18 % 52
Rûn (Lipîd) % 3.5 % 19
Mîneral % 2 % 3
Vîtamîn B1,B2,B5,B6,C
Çoyên şanekurkên şahengê Kevçî ya ji bo guhastina kurmik
Bi alîkariya kevçî,Kurmik ji çavikên şane derdixin û dixin hundirê şanekurkên li ser ço.
Çoyên kurmiktijî dixin nav çarçove û datînin hundirê kewarê.
34 rojan şûnde, mêşên ciwan çavikan bi şîrmêş tijî dikin.
Kurmikên nav çavik tên derxistin û avêtin
çavikên şîrtijî bi kevçî tên valakirin û şîrmêş tên berhevkirin. Şîrmêş xwarinekê giranbuha e.
Hilberîna Şîrmêş
Tozkulîlk(Polen) çi ye? Polen(tozkulîlk), şaneyên nêr ên nebatan e .Ji bo belavkirina tozkulîlkan hewce bi ba
ye,an ji bi kêzikan heye. Dema ba tê hinek cureyên polenan li ser gelek kulîlkan belav dibin.Lê hinek cureyên tozkulîlkan,tenê bi alîkariya kêzikan belav dibin. Bi taybetî kêzikên
wek perperok, mozeqirt,mêş û bizûz tozkulîlkan ji kulîlkek hildigire û dibe a din. Bi vî awayî kulîlk ber digrin. Lê mêş ne ji bo ber girtina kulîlkan polen berhev dikin. Mêşhingiv ji bo xwarinê polen berhev dikin. Polen ji bo însanan jî xwarinekê hêja ye.
Li gelek welatan mêşvan êdî li gel hingiv, tozkulîlk jî difiroşin. Mêşvanên li Kurdistanê jî, van salên dawî êdî dest bi berhevkirin û firotina tozkulîlk kirine.
Tozkulîlk ji destpêka biharê heta payîzê tên berhevkirin. Ji kewarekî salê bi qasî 45 kîlo tozkulîlk tên berhevkirin. Tozkulîlkên nû tomarkirî divê an bên hişk kirin an jî di cemedgeh de bên veşartin.
Dema polen tên berhevkirin divê ji heftekî zêdetir dafik li kewarê nemîne .Ji bo mêşhingiv polen bikişînin nav kewarê,divê kewar hefteyek bi dafik hefte ya din ji bê dafik bimîne. Bi vî awayê mêşhingiv hem ji bo mêşvan hem ji bo cejik û mêşên kewarê têra xwe polen dikişînin.
Defika polenanli keware datînin
Kewara bê dafik Kewara bi dafik
Qulikên dafik teng etenê mêş dikare derbasî kewarê be.
Kîsikê polen ji qulik derbas nabe û dikeve jêr nav selika dafê. Polen li vir berhev dibe.
ŞixulandinaDefika Polenê
1 2 3
4
5
Hilberîna Tozkulîlkan
Defika tozkulîlk dixin kewarê
Bi qasî heft rojan polen di defikê de berhev dibe.Defika polentijî derdixin ûkewarê hefteyek bê dafik dihêlin, da ku mêşhingiv têra xwe polen bikişînin keware.
Polen ji toz,bask û lingênmêşan û tiştên biyanî tên paqijkirin.Polen an li ber siyê tên hişkirin,an jîtozkulîlkên hêmî dixin cemedgehê .
1 2
3
4 5
Mêşhingiv tozkulîlk dikişîne kewarê
Mêşhingiv çawa şima çê dike?
Di zikê karker de çar cot toşpî yên şima .
Pelikên şima
Di zikê karkeran de ji bo avzêkirina şima, çar cot toşpî yên şima heye.Şima ji toşpî şilemenî avzêdibe, dilopên şima gava li atmosfer diqelibin hişk dibin û pelikên ziravik ên şima çê dibin. Mêşên karker van pelikan di devê xwe de dicûn û ji şimayê şane çê dikin. Şima ji şekirê nav hingiv tê çêkirin. Ji bo çêkirina yek kîloya şima,mêşhingiv 8 kîlo hingiv dixwin. Temenê mêşhingivên karker dema havînê bi qasî 35 roj e. Karkerên 10 rojî bi qasî 6 rojan dikare şima avzêbide,ango hilberandina şima ne karekî hêsan e
Mêşhingiv di kewaran de şanêyên hingiv ji şimayê çêdikin
Di şane de çavikên(şanik) şeşgoşe hene.Çavik cihê hêk,Kurmik,pûpa, polen û hingiv e.Dema hêk,kurmik û pupa di çavik de bin,vê gavê çavik wek şanekurk tên navkirin.
Şane
Şimaya mêşhingiv bixwe çêkirîşîmaya siruştî.
Şimaya ku di pîşesazîye de jî tê bi karanîn û ku sûnî ye
Şima avzeya mêşhingiv e. Mêşhingiv ji bo ku hingiv û tozkulîlk tê de berhev bikin,ji şima şane çê dikin. Şane ji çavikên şeşgoşeyî pêk te. Şaheng jî hêkên xwe ber dide nav şanekurkê. hêk û kurmik li şanekurkan tên xwedîkirin,heta ku bibin mêş. Mêşhingiv şimayê di keware de di bin germahiya 35 C de çê dikin. Şima di vî germahiyê de nerm e û bikar anîna wê hêsan e.
Şima di 65C de dihele
Van qalibên şimaya xamji bo çêkirina şane,mûm ûberhemên kozmetîke tê bikaranîn.
Mêş Hewandin
Çêtir e mêşevank(cihê kewara) di cihekî girtî de be. Lê eger derfetê cihekî girtî tune bê,wê gavê divê cihekî tenê û bê ba ji bo mêşevankê bên bijartin.Divê kewar ji erdê bi qasî 30 santîm bilind be da ku ji ava berf û baranê hêm(nem) nekişîne.Divê devê kewarê ber bi başûrê rojhilat an jî ber bi alî ye başûr bê.Dema zivistanê hejmara mêşhingivên keware kêm dibe. Loma divê di kewarê de bi qasî 5 çarçove şane bên hiştin û kewar bên teng kirin ku mêşhingiv necemidin. Mêşhingiv di hundirê keware de dibin gûşî û hevûdin germ dikin.Mêşhingiv çiqas pir bicemidin ewqas pir pêdiviya wan bi xwarinê dibe.Divê ji bo xwarina mêşhingivan têra xwe hingiv û tozkulîlk di keware de hebe. Ji ber serma û berf û cemedê tu mêşhingiv nikare derkeve derveyî kewarê û bifire.Divê destpêka zivistanê û biharê kewar were pişkinandin(kontrol) û bi şîre û kek(nan) kewar bên xurt kirin. Mêş ne ji sarmayê lê ji birçîtiye dimirin.Divê car caran guh li ber kewarê bên dayin ku xumîna mêşan bên guhdarkirin. Dema ji kewarê dengê xumîna meşan neyê,dibe ku li kewarê mêş nema bin.
Meşvanê ku dixwaze mêşên wî bi silametê bigehijin biharê, divê haya wî ji nivîsa li jêr a der barê hewandina mêşan de hebe. Dema zivistanê meşvan kewarên xwe datînin cihekî sitarî.
Ber bi dawiya havînê dema hingivbirînê de mêşvan di kewaran de ji bo xwarina mêşhingivan hinek hingiv dihêlin,lê ji bo rojên sar û dirêj ên zivistanê ev hingiv têra wan nake. Ji ber vî sedemê divê mêş bi şîre û kek bên xwedîkirin. Her mêşvan dikare wan xwarinan bi serê xwe amade bike.
Çêkirina şîreyê:Şîreya payîzê ji a biharê tîrtir tên çêkirin. Ji bo şîreya payîzê 2 par şekir di nav parekî avê
tên hêlandin, lê şîreya biharê 1:1 e .Ango yek par şekir di nav yek par avê de tên helandin.Ava şîreyê li ser agir bikelînîn da ku mîkro organîzmayên ku bibin sedema nexweşiya mêşan ij bibin. Piştî kelandinê,avê sar bikin û şekir te da bihelînîn.Dermanên wek antîbîyotîk, vîtamîn û mîneralên ji bo mêşan ji vê gavê bixin nav şîreyê.Awête ya şîreyê(şekir+av+derman) baş li nav hev bixin.Şîreya wê amade ye.
Çêkirina keka mêşan: Kek bi piranîya xwe ji hingiv û şekir pêk tê. Lê dema biharê pêdiviya mêşhingivan bi
xwarinên bi proteîn hene. Ji ber ku hê kulîlk venebûne û tozkulîlk çê nekirine divê mêşhingiv bi xwarinên ji alîye proteîn giranbuha ye bên xwedîkirin. Di nav şîrê toz,arvanê soya û tozkulîlk de gelek proteîn heye. Bi taybet di destpêka biharê divê mêşhingiv bi kek bên xwedîkirin.Hinek formulên kek çêkirin:1) 3 par şekirê pûdra û parekî hingiv li nav hev dixin kek çê dikin.2) 4 kîlo arvanê soya +200 gram rûnê dendikê pembûyan + 50 gram vîtamîn +3 kîlo hingivê dobeHer çiqas formulên kek ji hev û du cuda bin jî,meşvan bi piranî kekê ji şekir,hingiv û tozkulîlk çê dikin.
Şîreya mêşan û Kek
Bi têra xwe şekirê pudrayê têxên nav leganê. Yek ji van xwarinên wek arvanê soya,tozkulîlkşîrê toz, hevîrtirş ku tedahîya wan de proteînheye têxên nav şekir.
Ku pedivî pê hebe, derman û vîtamînên ji bo mêşhingivan ji lê zêde bikin.
Bi têra xwe, hingive dobê berdin nav şekir Divê hevîr gelek baş bên strandin da ku hemû tişt li nav hev bin û bibe hevîrekî nermik, wekê helawa arvan.
Keka wê amadeye.Paşê, bi qasî yek kîloyî kekê di nav kîsikê naylon de parva bikin.
1 2 3
4 5 6
Çêkirina keka mêşan
Ji bo wênêyên jor spasî û rêz http://www.kackarlarsenin.org/images/AricilikKitapcigi_son.pdf
Mêşhingiv jî tî dibin!
Bi taybetî di bin germahiya havînê de pêdiviya mêşan bi avê zêdetir dibe. Divê nêzîkicihê mêşan(mêşevank) de çavkanî ya avê hebe. Av çiqas nêzikê mêşevankê be, wê mêşhingiv ew qas hindik bifirin û ji bo av kişandinê biwestin. Karker hem ji bo xwe av vedixwin,hem jî ji bo şaheng û çêjikan av dikişînin kewarê. Ji bo hênik kirina kewarê jî pêdiviya av heye.
Gava kanî û çem dûr ê kewaran bin,divê her tim firaqên avtijî li der dora meşêvankê bên danîn. Ava firaq divê ne kûr be, an na wê mêş bixenikin.
Dema avê bi firaqan didin mêşanxîçikan datînin nav avê,ji bo ku mêşnexenikin.
Mêşhingiv û Nexweşî Mêşhingiv jî nexweş dikevin.Sedemên nexweşîya wan,
bakterîvîrûskêzikhîn madeyên Kîmyevîparazîtserma û hêm(nem)a kewarê ye.Ev çend navên nexweşiyên li jêr,mînak in. Ev kewarên bi van nexweşî li herêma Kurdistanê ziyanek mezin didin koloniya mêşhingivan.
Rizitiya Çêjik a AmerîkaRizitiya Çêjik a EwropaKilsbûna Çêjik (Kirêcbûna Çêjik)Nexweşiya NosemaNexweşiya Qirniya VarroaSendroma Rûxandina Koloniyan
Di pelên jêr de, derheqê hinek ji van nexweşiyan, zanyari yên bi berfireh hatinê nivîsandinê.
Rizitiya Çêjik a Amerîkî : Nexweşî ji bakterîyên bi navê Paenibacillus larvae derbasî kurmik û pûpayan dibe. Kurmik li hundirê şanekurkên girtî dimirin. Dermanê antîbîyotîk, bakterîyan dikuje lê sporên bakterî hê jî di kewar û alavên mêşvaniyê de dikare bi qasî 4060 salan sax bimînin. Ji kewarên bi nexweşiya Rizitiya Çêjika Amerîkî , bêhna genî li derdor belav dibe Gava bi darikek hundirê şanekurk bên kolandin,avzêyek wek di wêne ya milê rast de dixuye tên dîtin. Gava mêşhingiv bi nexweşiya bakterîyan ketin, a baştir şewitandina hemû kewar û alavên enfektebuyî ne. Ev nexweşî di dema dawiya biharê û destpêka havînê de dikeve nav mêşan.
Çêjikên di hundirê şanekurkê de rizîyane
Şanekurkên bi nexweşî ketî
Şanekurkên baş
Rizitiya Çêjik a Ewropa : Ev enfeksîyon ji bakterîyên bi navê Melissooccus plutonius dikeve nav kewarê. Bakterî di nav şanekurkên dev vekirî de dest bi enfeksîyonê dike. Bakterî li aşik û rûvîyen kurmik de cih dibe. Roj bi roj hejmara bakterîyan zêde dibe û kurmik ji birçîtiye dimirin Sporên van bakterîyan tune. Bi antîbîyotîkan nexweşî baş dibe. Heke kewarê carek bi van bakterîyan enfeksîyon bigire,dibe ku bi salan bi enfeksîyonî bimîne. Ew nexweşî bi qasî nexweşiya Rizitiya Çêjik a Amerîka ziyana mezin nade kewarê. Gava nexweşî di kewarê de hebe,vê gavê kurmikên mirî ji rengê spî diguherin rengê qehweyî. Kurmikên mirî bi pozîsyona tîpa C di nav malikan de tên dîtin. Çêjikên ji nexweşiya Rizitîya
Çêjik a Ewopa mirî ne.
Ji bo ku kewar bi nexweşiya bakteriyan nekeve;
Rê nedin mêşên talankar ku ji kewarê hingiv bidizin.Dibe ku şanêyên(çarçoveyên) kevn bi bakterîyan enfekte bûyî be. Her sal 34 şanêyên li kurkdankê bi şanêyên nû re biguherin,da ku şaheng hêk berde nav şanekurkên paqij.Divê ji bo çêjik û mêşhingivan, hertim bi têra xwe xwarin li keware hebe. Mêşhingivên birçî û jar zûtir bi vî nexweşiyê dikevin.Gava mêşên nû dikirin û datînin nav mêşevankê,pê bawer bin ku ne mêşên nexweşketî be.
Rizitiya Çêjik a Amerîka
Rizitiya Çêjik a Ewropa
Dema nexweşketiye , guherîna kurmik li hunderê şanekurkê.
Di şanekurka baş dekurmik a sax. Şanekurka bi nexweşî ketî
û kurmik a mirî
Kurmik a li binê çavikê mirî ye bi dîmena wektîpa C tê dîtin e.
Di şanekurka baş dekurmik a sax.
Kilsbûna Çêjik (Kirêcbûna Çêjik) : Ev nexweşî ji fungus(kuvark) a parazît, bi navê Ascosphaera apis çê dibe. Ev kuvark ji
cureyên kuvark ên kufik in. Fungus boy zêdebûnê, şaneyên taybet çê dike. Ev şane bi navê spor tên navkirin. Spor, bêbergirtî, bi serê xwe dikare bibe fungus. Sporên kuvark bi riya xwarin derbasî kurmikên 34 rojî dibe. Di laşê kurmik de spor dest bi zêdebûnê dike û bi riya mîtoz(cureyekî zêdebûna şane ye) hejmara şaneyên xwe ji yekê digihîne hezaran. Dema kuvark di laşê kurmikê de mezin dîbe, kurmik dimire û laşê kurmik bi qasî qeware(hecm) ya şanekurkê diwerime. Di vê demê de kurmik û şanekurk bi mîselyûmên rengê spî yên kuvark tên dorpêç girtin. Kurmik demekê kin de hişk dibe, û dibe mûmî. Rengên kurmikên bi nexweşî,pêşî spî ye paşê diguhere cûnî(gewrî),dawiyê dibe reş.
Dema di kewarê de nexweşî dest pê dîke,mêşhingiv ji bo hîjyena kewarê, kurmikên nexweş ketî ji kewarê davêjin derve. Li derdora kewarê hebûna kurmikên mûmî nîşana nexweşiya Kilsbûna Çêjik e. Heke hejmara mêşhingivên di koloniyê zêde be û kolonî xurt be nexweşî demekê kin de dikeve nav kontrola karkeran. Ji bo vî nexweşiyê derman û kîmyasalên bi bandor tune ne. Divê kewar hêm negire. Kewarên hewadarkiri zû bi zû bi vî nexweşiyê nakevin. Koloniyên qels nikarin ji nexweşiyê xelas bin. A baştir, kewarên bi koloniyên qels divê bên tevî hev kirin.
Kurmikên ji nexweşiyê bûne mûmîKurmikên ji nexweşiyê mirin e ji hêla karkeran ve ji kewarê tên avêtin
Varroa cureyekî qirnî ye wekî hemû qirniyan varroa jî xwîna ajalan dimijîne. Xwîna mêşan wek hemolenf tê bi navkirin. Dema varroa bi laşê mêş û pûpayan ve xwe dizeliqîne,hemolenf(xwîn) a mêşê dimijîne û mêş roj bi roj bêhêz dimîne. Di laşê mêşhingiv de ji ber mijîna varroa birîn çê dibin. Bakterî û vîrûs li ev birînên vekirî de xwe digehêjinin nav laşê mêşhingiv. Hebûna mîkro organîzma di laşê mêşhingiv de dibe sedema bêxwînî ye(kêmasî ya xwînê di laşê ajalan) Her wiha varroa ,sîstema parastina mêşhingivan têk dibe. Nexweşiya varroa baskên mêşhingivan ji xera dike. Mêşên bask xera bûyî nikarin bifirin. Mêşhingivên bi nexweşiya varroa ketine,temenê wan kin dibe ji ber vî yekê hejmara mêşhingivên kewarê pir kêm dibe,di demekê kin de koloniya kewarê tune dibe.
Nexweşiya Varroa
Mêşhingiva bi nexweşiyavarroa ketiye Baskên mêşê xera bûne.
Varroa kêzikek piçûçik e
Li gor hîn mêşvanan AIDS ji bo însan çi be, varroa jî ji bo mêşhingivan nexweşiyekî wisa ye. Hebûna varroa firsendê dide vîrûs ku êrîşê pergala jêbexşê bike û wê qels û jar bixe.
1) Berê ku devê şanekurk bên girtin,varroa ya mê dikeve nav çavik û xwe di binê kurmik de cih dike.2) Dema devê şanekurk hat girtin û kurmik dest bi xwarinê kir,varroa ji cihê xwe derdikeve, xwe di laşê kurmik de dizeliqîne û xwîna wê dimije.3) Varroa ji girtina şanekurkê 60 saetan paşê hêk dike. Hêka wê ya pêşî a nêr e. Êdî 30 saetan carek hêk dike lê vana hêkên mê ne.4) Her roj bişkulê (terx) varroa di çavikê de zêde dibe.5) Varroa bi xwîn mijînê roj bi roj dicivirîne. Dema xwîn mijînê vîrûsa di laşê varroa derbasî kurmik dibe.6) Cêjik ên varroa ji hêk derdikevin û demek şûn da cot dibin7) Dema mêşhingiva ciwan ji şanekurkê derkeve, varroa yên mê jî ji çavik derdikevin varroa yên hîn negihîşt û a nêr di şanekurka vala da dimînin û dimirin.
1
2
3
45
67
Di hundirê kewarê de zêdebûna varroa
Spasî û rêz ji bo ev ilûstrasyona http://www.tonylinka.com/scientific/varroa_mites.html
Çerxa jiyana Varroa (Varroa destructor)
Ji hêk berdana şahengê 10-11 roj şûn de varroa dest bi hêk kirinê dike.30 saetan carek hêkek dike. Hêka pêşîn nêr, ên din mê ne.Varroa bi qasî 5-6 hêkan hêk dike
Şaheng hêk berdide şanekurkê.
Ji hêk berdanê 6-7 roj paşê berê ku devê şanekurk bên girtin, varroa ya mê dikeve nav çavik û xwe di binê kurmik de cih dike.
Ji hêk berdana şahengê 8-9 roj paşê devê şanekurk êdî girtiye û ,varroa xwîna kurmik (hemolenf) dimije.
Ji hêk berdana şahengê 12-20 roj paşê,çêjikên varroa yên 5-6 rojî êdî temambûyîne û ji aliyê varroa ya nêr tên dolgirtin.
Ji hêk berdana şahengê 21 roj şûn de mêşhingiva ciwan bi parazîtên li ser xwe ji şanekurkê der dikeve. Varroa ya nêr di çavikê de dimire.
1-Şaheng hêk dike
2-Karker kurmikêxwedî dike.
3-Varroa dikevehundirê şanekurkê.
4-Gava kurmik bi têra xwe mezin bûnkarker devê şanekurkêdidîrû.
5-Varroa hêk dikeû zêde dibe.
6-Ji alîkî pûpa digihîjealî yê din ve hejmaraVarroa pirtir dibe.
7-Dema mêşhingiva ciwan ji şanekurkê derdikevîn, varroa yên mê jî ji derdikevin û li kewarên din belav dibin.
Dema varroa ket hundirê kewarêpir caran mêşhingiv li berxwe nadin,loma nexweşî li mêşevankê derbasî kewarên baş ji dibin. Ve gavê pêdivî bi dermankirina kewarê heye.
1
2
3
4
5
6
7
Di hundirê hinek kewaran,mêşhingivli dijî varroa berxwe didin û pûpa yênbi varroa ji kewarê derdixin û davêjindûr ê kewarê. Ev mêşhingiv li hember varroa gelek hestyar in
1
2
1-varroa di şanekurk a devgirtî de zêde dibe
2-Karker devê şanekurkê vedike .Dibe ku bêhna ji çavik tê,mêşhingivê ji hebûna varroa agahdar dike
3-Bi alîkariya mêşhingivên kewarê, karker pûpa û varroa yên li ser pûpa ji şanekurkê derdixe.
3
Varroa Û Berxwedana Mêşhingivan
Spasî û rêz ji bo ev îlûstrasyona https://aristabeeresearch.org/varroa-resistance
Hestyarîya mêşhingivan li hember Varroa,ji genetîka mêşan pêk tê. Divê mêşên xwedî bi vî genê bên zêdekirin. Dema van mêşan di keware de bin,dibe ku varroa hê jî bikeve hundirê kewarê lê hejmara varroa tu car pir zêde nabe ku li mêşên kewarê zîyanek mezin çê bikin.
Neyarê Mêşhingivan Mêşhingiv bi du awayê xwe û kewarê ji gefên neyar diparêzin.
1. Bi kar anîna derziyên xwe yên bi jehr 2. Di koloniya kewarekî de hebûna 7080 hezar mêşhingiv.Mêşhingiv dema gef li wan tên xwarin, ne bi yek û yek lê hemû karkerên koloniyê bi hev re kewarê diparêzin. Neyarê mêşhingivan gelek in,çûçik,mozeqirt,kêzik,morî,mişk,hirç û hwd.
Morî
Bizûza şima
Kêzika piçuk a kewarê
Mozeqirt êrîş li mêşhingivan dike û wan yek bi yek dikuje û dibe hêlîna xwe. Ji ber ku mozeqirt ne hingiv û şima,lê mêşhingivan dixwin ,divê li hember van mozeqirtan derdorê mêşevankê bi dafikan bên parastin. Çareseriya baştir, xerakirina hêlîna mozeqirtan e.
Defika ji boy mozeqirtan
Du cureyên dafikan ji bo mozeqirtan tên bi karanîn.
1) Şekir, xoy, sirke û av li nav hev bixin. Dafikên bi vê têkelê, derdora kewaran daynin.Mozeqirt tehma şîrîn, şor û tirş hez dike lê mêşhingiv ji van tehman hez nakê.Loma Mêşhingiv nakevin nav dafikê.
2) Çend perçe goşt û av têxin hundirê dafikê.Mozeqirt ji goşt hez dikin.
Erîşên Mozeqirtan
Li Kewarê Dagirkeriya Bizûza Şima
Bizûza şima(Galleria mellonella) li kewarê dibe sedema ziyana mezin.Bizûz bi hingiv an jî bi mêşhingivan xwedî nabin,lê kurmikên bizûz ji bo ku xwe bigêhijin şanekurk û tozkulîlkan, ziyaneke mezin didin şane û şanekurkan. Nexweşiyên Rizitîya Çêjika Amerîkî, Rizitiya Çêjika Ewropî bi bizûzan jî derbasî kewarê dibe.
Ji bo ku bizûz xwe li kewarê cih neke û ziyan nede, divê;Her tim kewarên bihêz li mêşevankê cih bikin. Di kewarê de hejmara mêşhingiv bila pir be. Bi vî awayî mêşhingiv li ber xwe didin û rê nadin ku bizûz li kewarê bisekine.Tu car çarçove û şaneyên vala li kewarê nehêlin. Ji ber ku mêş xwedî li çarçoveyên vala dernakevin.Şaneyên kewarê, bipergal bi yên nû ve biguherin.
Divê neyê ji jibîrkirin ku,Bizûz,hêk,kurmik û pûpa di sermayan de dimirin.Eger kewar û alavên din di 6C bi qasî 5 saet bên cemidandin wê hemû bizûz û hêk û çêjikên wê bimirin.
Bizûza Mê
Hêkên bizûz
Kurmika bizûz
Pûpa ya bizûz
4) Pûpa di qoze de bêliv,bi qasî 19 hefte derbas dike. Dema di qoze de ye tu tişt naxwe,lê bi metamorfozê,laşê wê ji kurmik diguhere bizûzê. Dema pûpa tagihaşin bizûz, ji qoze derdikevin û cot dibin.
1) Temenê Bizûz bi qasî 2025 rojan e. Bizûza mê ya 45 rojî,bi şev dikeve hundirê kewarê. Ku çarçovek vala û ji gûşiya mêşhingivan dûr hebe hêkên xwe li vir dike. An ji li goşe û derzên kewar û çarçove yên ku mêşhingiv xwe nagihînin de hêk dike. Bizûz dema di keware de dimîne tu tişt naxwe. Her carê bi qasî navbera 300 û 1000 hêkan berdide kewarê.
2) Hêkên bizûzê bi qasî 0.5 milîmetre gir in. Di germahiya 2027 C de di nav heftekî , 1016C de 5 heftan de diderîze û dibe kurmik. Gava germahiya kewarê ji 9C kêmtir be,gihaştina hêk disekine.
1
2
3
4
3) Dirêjahiya kurmik bi qasî 2 santîmetre ye. Germahiya îdeal ji bo kurmik 2935C e. Di vê germahiyê de 28 roj dijî paşê di nav qozê de derbasî forma pûpa dibe. Lê germahiya hawirdor 1529C be vê gavê kurmik 6 meh dijî û paşê dibe pûpa. Germahiya kewarê ji 9C kêmtir be,gihaştina kurmik disekine. Kurmik xetera herî mezin dide şima û darên kewar û çarçoveyan. Hem şimaya şane yê dixwe hem jî tozkulîlkan dixwe. Dema di şane de digere şima ya şane diqelişîne û tunel vedike.
(Gava germahiya derdor îdeal be çerx di nav 6 heftan de diqede)
Şalul û MêşhingivŞalûl,Mêşxurînk,Kulkulî,Mêşgirik,Mêşxwerink van
navan hemû ji bo yek çûçik tên binavkirin. Li ser deşt û zeviyên Kurdistanê ji biharê heta payîzê ref bi ref difirin.
Şalûl ji xwarina mêşhingivan gelek hez dikin. Bi taybetî payîzê, beriya koçberiya ber bi başûr dest pê dike,êrîşên şalûlan zêde dibe.
Şalûlek tenê rojekê dikare bi qasî 7080 mêşhingivan bixwe. Ji ber ku bi sedan şalûl ref bi ref difirin ,ziyaneke mezin didin kewarê.
Şalûl (Merops apiaster)
Şalûl bi piranî rojên biewr li derdora mêşevankê difirin û êrîşî mêşhingivan dikin.Ji dengên bi hêz ditirsin, loma dengê tenekeyan şalûlan ji mêşevankê dûr dixe. Li nezikê mêşevankê hebûna çûçikên wekî kund,teyrêbaz û başokan, şalûlan ditirsînin.
Şalûlê kesk (Merops superciliosus)
Hirç û Mêşhingiv
Hirç ji hingiv pir hez dikin. Her ku firsend dîkeve destê wan êrîşî mêşevankê dikin. Hirç hem ziyan didin kewar û hingiv hem jî dibin sedema mirin û revîna mêşhingivan. Hirç ji deng ditirse,eger ku li mêşevankê dengê radyo yê an jî cîhazek din hebe baş e. Van salên dawîn li hinek deveran li hember êrîşên hirçan û ewlekariyê, têlên elektrîkê tên bi karanîn. Hawirdora mêşevankê bi 34 rêzan têlên elektrîk tên dorpêçkirin. Elektrîka têlan enerjîya xwe ji panelên tavê(panelên solar) distînin.Panelên Solar ji tîrojên rojê(tavê) elektrîk çê dikin.
Panela Solar
Akû(komker)
Çepera bi elektrîk
Învertor û cihaza barkirinê
Anod(+)
Katod()
Mêşhingiv û RagihandinMêşhingiv bi du awayê bi hevdu re danûstandinê çê dikin.
1. Bi feremonan2. Bi reqsê Feremon avzêyên kîmyevî ne û bi bêhna xwe taybet in. Ne yek, lê pir cureyên feremonan hene. Her cureyekî feremonan ji mêşhingivan re mesajekî radigihîne. Feremon û hormon dişibin hev,lê dema hormon çê dibe bi xwînê ber bi organan tên şandin. Feremon li toşpiyên ajalan tê avzekirin û bi atmosferê belav ê derdor dibe.
Şaheng bi avzêkirina feremonan hebûn û desthilatdariya xwe li keware radigihîne. Bi vî feremona şahengê,hemû kar û barên kewarê yên rojane ji aliyê karkeran ve bi hevbeş tên kirin. Şaheng dema li derve yê kewarê difire,feremon avzê dike. Ev feremon mesaj dibe pîroxan(mêşhingivên nêr) ku şaheng ji bo cot bûnê amade ye. Ne tenê şaheng, lê karker, kurmik û pûpa jî feremon avzê dikin. Dema li ser kewarê êrîş an jî gef hebe karker bi feremonên xwe hevdu ji êrîşê agahdar dikin,li pêş deriyê kewarê berhev dibin û li hember êrîşkar kewarê diparêzin. Mêşhingiv bi feremonên çêjik ji zayend (cinsiyet) û mezinahiya çêjik agahdar dibe. Angorê cinsiyeta kurmik xwarinê dike hundirê şanekurkê.
Di vî wêneyê de di navbera şaheng û karkeran de bi alîkariya feremonan ragihandin çê dibe.
Mêşhingiv xeynî feremon,bi reqsê jî li kewarê ragihandin ava dike. Li gor dûrahî û cihê(pozîsyona) xwarinê,mêşhingiv bi du cureyan direqisin.
2.Reqsa hejinê1.Reqsa çemberî
Mêşhingiva ji zevî tê ,bi reqsa xwe mêşhingivên kewarê ji cihê tozkulîlk, nektar û avê agahdar dike. Mêşhingiv gava ket hundirê kewarê li ser şaneyê dest bi reqsê dike. Mêşhingivên din li derdora vê dicîvin,mêşhingiva ji zevî tê,hinek xwarinên ku bi xwe re aniye belav e mêşên derdorê xwe dike. Mêş bi alîkî xwarinê tehm dikin aliyê din jî li reqsa mêşhingivan temaşe dikin ku derheqê cihê xwarinê agahdarî bigrin. Ku xwarin nêzikê kewarê be,ango ne ji 150 metreyan dûrtir be,mêşhingiv di nav Mêşan de dest bi reqsa çemberî dike. Bi vî reqsê, mêşhingivên kewarê hîn dibin ku tozkulîlk,av an jî nektar nêzikê kewarê ye. Bi reqsa çemberî cih û warê xwarinê nayê ragihandin,mêşhingiv tenê dizanin ku xwarin li nêzikê kewarê ye. Bi vî agahdariyê mêşhingiv ji kewarê derdikevin û li xwarine digerin,ji ber ku li kewarê agahiya bêhn û tehma xwarinê girtibûn,bi hêsanî difirin cihê ku xwarin lê ye.
Mêşhingiv ji bo av û xwarinê bikişînin kewarê, dikarin ji kewarê bi qasî 5 kîlometre dûrtir bifirin. Gava mêşhingivek li cihekî dûr li rastê çavkaniya xwarinê hat, divê agahdarî bide xwişkên xwe yên li kewarê. Ji ber ku xwarin ji kewarê pir dûr e, pêwistî bi terîfa cih û warê xwarin heye. Mêşhingiv ji xwarin barê xwe bar dike û vedigere kewarê. Li kewarê dest bi reqsa hejînê dike. Mêşhingivên li kewarê li dora mêşhingiva ji zevî hatî digrin,û wê temaşe dikin. Mêşhingiva zevî li ser şane xwe ba dide, xwe dihejikine û bêhna xwarinê li derdora xwe belav dike. Bi reqsa hejînê mêşhingiv ji mêşên kewarê re radigihîne ku xwarin li kîjan alî ye û ji kewarê çiqas dûr e. Mêşhingiva zevî cihê xwarinê angorê tavê(roj) radigihîne.
Li hundirê kewarê li ser şane, mêşhingiv li reqsa hejînê a mêşa ji zevî hatiye temaşe dikin. wateya reqsê ev e: ji bo dîtina cihê xwarinê, berê xwe bide tavê, ber bi aliyê çepê bi qasî 30 bizivire û bi qasî çendsed metre bifire.
Kewar
KulîlkTav
Mêşhingiv li gor agahiyên ji mêşhingiva zevî girtine,ber bi kulîlkan difirin..
Mêşhingiv agahî distînin û ji kewarê difirin.
Mêşhingiv Û Şilxdan
Ji bo avakirina kolonîyeke nû,şaheng û hinek karker, kewarê diterikînin ,ev
terikandina kewarê bi şilxdan tê bi navkirin. Di şilxdan a yekemîn de şahenga kewarê û bi qasî %60î karkerên keware, ji kewarê difirin û diçin. Carna di nav hefteyeke de ji kewarê şilx dana duyemîn jî pêk tê. Şilxa herî mezin a yekemîn e. A rast şilxdan ji bo zêdekirina kolonîyên mêşhingivan rewşek xwezayî ye. Gava şilxê mêşan ji kewarê derdikevin û ji xwe re kewareke nû ava dikin,koloniya mêşhingivan ji yekê dibe du du. Ango mêşhingiv bi şilxdanê hejmara koloniyên xwe zêde dikin. Şilxdan li Kurdistanê li deverên germ bi meha Gulanê,li deverên sar bi meha Hezîranê(meha şeşemîn) dest pê dike.
Karker li gel şanekurkên din,ji bo şahengên nû jî şanekurkan çê dikin. Ew çavikên gir û piçek fireh ,bi piranî vala ne. Dema ku kolonî ji bo şilxdanê amade ne ,Şaheng hêk berdide van şanekurka û karker jî kurmikên li vir bi şîrmêş xwedî dikin, da ku bibin şahengên nû. Beriya ku şaheng ên nû ji şanekurkan der bikevin,şahenga kewarê û bi hezaran karker ji bo şilx girtinê amadehî dikin. Şaheng êdî hêk nake,û pir hindik xwarin dixwe. Bi vî awayî şahenga qelew ji bo bikaribe bifire dizurife(jar dibe).Hin mêşhingivên rêçger(şopger) derdikevin firê û ji bo şilx girtinê li cihekî nêzikê kewarê digerin, bi reqsa hejinê,cihê musaît radigihînin kewarê.
li ser guliyê darê mêşên şilx girtî Gûşî ya mêşhingivên şilx dayî Karker ji bo şaheng ên nû şanekurk çê dikin
Dema ku derketina şahengên nû nezik dibe vize viza dengê şahengên ciwan ji şanekurkên girtî bilind dibe. Hê ku şahengên nû ji şanekurkan derneketine ,şahenga kewarê û bi hezaran karker zikê xwe bi hingiv û tozkulilkan tijî dikin û dest bi koçê dikin.Dema ji kewarê derdikevin pir dûr nafirin. Li nêzikê kewarê li ser guliyê darek kom dibin. Ew cih ji aliyê mêşhingivên rêçger ve hatibû kifş kirin. Ji bo parastina şahengê, karker li derdora wê gûşî dibin. Di heman demê de bi qasî 3040 mêşhingivên rêçger ji bo ku ji koloniye re cihekî ewle û kewareke nû peyda bikin dest bi firê dikin.Mêşên şilxgirtî li ser gulîye darê li hêviya mêşhingivên rêçger disekinin. Ew sekinandina koloniyê dibe ku bi qasî 45 seatan an jî rojekê bidome. Mêşvan gava ku kolonîya derketîye şilxê li darê bibîne,bi hesanî van mêşan dixe kewareke vala û li mêşevankê cih dike. Lê eger haya mêşvan ji şilxdanê tune be, mêşhingiv li gor ragihandina mêşên rêçger ji bo cihê dûr difirin û winda dibin.
Li kewara ku şilx da şahengek nû ji şanekurkê derdikeve,dibe ku li kewarê hîn şahengên din jî hebin ku hîn ji şanekurkê derneketîbûne,şahenga qîzin(bakîre,) şahengên din ên şanekurkê dikuje. Bi vî awayî dibe serkirdeya kewarê û dest bi firîn a cotbûnê dike.
.
Mêşhingiv Û Şilxdan
Ji ber ku bi şilxdanê hejmara mêşhingivên li kewarê kêm dibe,mêşvan naxwazin
mêşhingiv şilx bide.
Mêşvan bi hinek tedbîran dikarin rê li ber şîlxdanê bigrin.
Divê li kewarê cihê mêşhingivan ne teng be. Ji bo fireh kirinê, qat li ser kewarê tên danîn.Divê hundirê kewarê her tim hewadar be. Loma divê derî û kulekên kewarê bi têra xwe vekirî be, da ku hewaya paqij û bêhnteze her tim li nav şaneyan bibe.Divê hundirê kewarê pir germ nebe û kewar ji tîrêj û germahiya tavê bên parastin. A baş gonandin(boyax kirin)a kewar bi rengên gewrokî be. Dorpêçkirina kewarê bi pel û gûlî yên daran, an jî bicihkirina kewar li bin siya daran jî kewarê ji germahiya tavê diparêze.Divê li derdora mêşevankê bi têra xwe av hebe. Mêşhingiv vî ava nêzik ji bo henik kirina kewarê dikişînin.Pîrbûn a şaheng jî dibe sedema şilxdanê. A baştir du salan carek şaheng bên nû kirin.Li kewarê bi çêkirina şanekurkên şaheng, karker dîyar dikin ku wê şilx bidin. Divê van şanekurkên ji bo şaheng ji kewarên bên bi dûrxistinDabeşkirina kewarê jî ji bo şîlxdanê çareseri ye. Kewara ku hejmara mêşhingivên vî pir zêde bû ye, li du kewaran bên dabeş kirin, mêşhingiv dev ji şîlxdanê berdidin.
Mêşhingiv Û Şilxdan
Mêşhingiv Û Rîwek Mêşhingiv ji rîwekan nektar û tozkulîlk berhev dikin. Lê hemû rîwek bi nektar nîn in. Li gor çavkaniya wan du cureyên hingiv hene.1.Hingivê avzê 2.Hingivê nektar.(Hingivê kulîlk)
Mêşhingiv ji pelên daran an jî çiliyên daran avzêya darêberhev dikin û ji vî ava şîrîn hingiv çêdikin. Darên wek dara qaç (çam),dara mazî bi avzêyên xwe kêzikan xwedî dikin. Morî,spî yên rîwekan (afid) û mêşhingiv ji vî avzêyê vedixwin. Hingivê avzê bi rengê xwê yên terengî û bi tehma xwe ji hingivê nektar cuda yê. Tehma hingivê avzê ne, bi qasî hingivê nektar şîrîn e. Tehma vî piçek tûj, piçek tehl û şîrîn e. Hingivê avzê belûrî nabe.
Spîya rîwek li ser çiliyê dara qaç êJi darê ava şîrîn dimije.
Mêşhingiv avzêya pela dara mazî dimije.
Spîyên rîwek ji çiliya dara qaç ava şîrîn dimijin Mêşhingiv jî avzêya spîyên rîwek dimijin
topik (stîgma)
riya hêkdankê (stîlûs)
hêkdank (ovaryûm)hêk (ovûm)
filament
organa mêtiyê (pîstîl)organa nêrtiyê
(stamen)
qemçik
binik avzêya nektar
pelên tancikê(petal)pelên dorpêçê (sepal)
nêrik(anter)
Kulîlk a sosin.
Beşên kulîlkê
Car caran mêşhingiv ji avzêyên rîwekan hingiv berhev bikin jî, çavkaniya bingehîna hingivê, kulîlk in. Mêşhingiv ji nektarên kulîlkan hingiv çê dikin û ji tozkulîlkên wan ji bo xwe û kurmikên xwe xwarinên bi proteîn berhev dikin. Gelo mêşhingiv bi berhevkirina nektar û tozkulîlkan ziyan nadin rîwekan? Bi rastî têkilîya mêşhingiv û rîwekan ne yek aliye. Ango her du alî jî ji hew sûd werdigrin(feyde digrin) .
Gava mêşhingiv li ser kulîlkê nektar û tozkulîlk berhev dike,hinek tozkulîlk ji nêrik li pûrt û bask û çîpên mêşhingiv dizeliqe. Mêşhingiv ji kulîlkê dîfîre ser yeka din û tozkulîlkên pê ve zeliqandî yê,dikişîne ser topik a kulîlkek din. Bi vî awayî tozkulîlkên kulîlkekê, bi hêkên kulîlkek din ve doldigire. Bi vî bergirtinê, rîwek bizir(tov) çê dike û zêde dibe. Li hêla din jî mêşhingiv jî hinek nektar û tozkulîlkan digre û dikişîne kewarê.
Lê hemû kulîlkên rîwekan ne wek hev in. Hinek rîwek li kulîlkên xwe ji yên din pirtir tozkulîlk û nektar çê dikin. Mêşhingiv jî ji van rîwekan kêf digirin.
strîmişk,zirî,strîbeloq Silybum marianum
nefel,ketMedicago sativa
güni,goniAstragalus sp.
GûlikAsphodelus albus
GulberojkHelianthus annuus
Pîvok,gangilok,bengzerikCrocus granatensis
Li jêr,navên hinek rîwekên li ser xaka Kurdistanê hêşîn dibin hene. Ev rîwek bi tozkulîlk û nektarên xwe dewlemend in. Ji xêynî van hîn gelek rîwekên din ên bi nektar jî li Kurdistanê hene.
Dara bî Salix caprea
Dara hirmîPyrus sp.
Dara xoxê(şeftalî)Prunus persica
Qalîşk,talûşkTaraxacum officinale
Sosina spî Lilium candidum
DarcêwîAcacia sp
ŞîlanRosa canina
helîz,qesnîFerula communis
hingivîn,hengemînok,gîyareşkLamium purpureum
zil,guhkerkVerbascum thapsus
Cinisrî,dirikRubus fruticosus
GîyamêşPhacelia sp
zîrfûn,axlemûrTilia heterophylla
püjan,anix,naneMentha pulegium
garis, lazûtZea mays
XwaşîlEuphorbia sp
Cehter,catirî,awîşenThymus sp
Pembü,lokeGossypium hirsitum
Kurdîhezên hêja,Li gel hemû kêmasî û çewtîyên rêzimanîya vê xebatê, ez hêvî dikim ku ev nivîsa bi zaravayê Kurmancî, wê bibe çavkanî û bingeh ji bo mêşvanî yê.
Li ser xêrê bê !
Adar 2016Nîyazî DURMUŞ
Ji bo têkilî: [email protected]