xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · xwendevanên hêja! bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal...

64
Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman firseta xwenûkirinê didie me jî. Bi hejmareke nû, hejmara sîw nehan em bi we re ne. Di sernivîsa vê hejmara me de, di xeberdan û nivîsandinê de bikaranîna zimanê Kurdî hatiye nirixandin. Di mijara Kurdayetiyê de vêya meseleke gelek muhîmm e. Zimanê Kurdî bi sebeb ku ne direwacê de ye û di nav qewmê xwe de ne zimanê perwerdehiyê ye her wekî qewmê Kurd ew jî nayê muhafezekirin. Her kes li gora zanebûn û nezanebûna xwe wî bikar tîne, pê diaxive û dinivîse. Bi vî hawayî gelek ğeletî him bi him di ziman de cî digrin, meşhûr dibin. Lazim e kesên ‘eleqedar li meselê xudî derkevin. Nivîsa nivîskarê me Mûhemmed Baran, Cevdet Karaman û Osmanê Hemîd derheqê dîroka me ya nêz a civakî û siyasî de ye. Dîroka me ya nêz a civakî û siyasî jî her wekî me’lûmê we ye, mixabin dîroka jan û êş û elemê ye. Bi rastî Kurdan, mudaxele bi siyaseta dewletê jî nekirine. Çi dema siyaseta dewletê bû mekanizma zûlmê û zulmû te’de li Kurdan jî kir, Kurdan jî xwest ku xwe biparêzin, nehêlin zulum werekirin. Mesele tev ev e. Çi dema em dixwazin hinkî dîroka xwe bibîr bînin tu dibînî ku jan bi dilê me dikevbe. Çimkî bûyer tev li ser vê hatine hûnandin. Îdî lazim e ku zalim neyên jibîrkirin. Nivîsa M. Mustefayê Mela ‘Elîyê Êzdarî bi navê Kevoka Delal bi terzê şi’ra sebest hatiye nivîsan- din. Şi’reke gelek hêja û edebi ye, bi remz û nişana hîs û xiyalên dûr di nav kelîman de nêzî ‘eqil kiriye. Her wiha nivîsa Fethullah Yalçın bi navê Navê Te Zînet jî wek şi’rê hatiye nivîsandin. Gelek telmih û îşaret tê de hene. Bi kelîmeyên kevn û nû me’neyên ku di fikrên me de derbasdibin hatine îfadekirin. Bi xwendina van her dû nivîsan fikr û qelbê merev di ‘alema xiyal û heqîqetê de derdikeve seyrû temaşa zeman. Madî, musteqbel û hazir… dozvanê heqîqetê, laûbalîtiya heqnenasan, quretiya ehlê îqtîdaran, dengê herikandina avên kaniyan bi nermayî, zewqa sırra bayê zozana, babîsok û firtone… Di vê hejmara me de nivîsek li ser ‘Aimek Welûd û Rêzanek Navdar “Mela ‘Ebdulkerîmê Mu- derrîs” Hêmnin Omar nivîsandiye. Û hûnê şi’ra ku li ser seyyid, ‘alim, mucahid, mutteqî, rêzan û muhacir Seydayê Mela Se’îd hatiye nivîsandin bixwînin. Seyda di ber doza Îlahî a mezlûma de hîcret kiribû û li muhaceretê ‘erebe lê qelibî, di fedla şehîdan de çû ber rehma Xweda. Esasen tu şi’r, tu nivîs van kesayetan nikarin îfade bikin. Li ser kesayet û jiyana rêzanên wiha lazim e bi hindikayî kitêb werin nivîsan- din. Baweriya me ev e. Û Roboskî. Her wekî hûn jî dizanin me ew ji bîr nekirye û em ji bîr jî nakin. Ev jî pelek ji pelê dîro- ka mezlûmiyeta me û rûreşiya qirêj a Xwedê nenasa ye. Fexreddîn Şemrexî bi şeklê tiyatroyê li ser Qerqelî û Roboskîyê nivîsandiye. Nivîsên me yek ji yekê bi qîmettir e. Bi xwendina vê hejmara em bawerin xwendevan wê gelek îstîfadê bibinin. Bimînin di xêr û xweşiyê de. 1 Kelhaamed Zivistan 2018

Upload: others

Post on 14-Mar-2021

1 views

Category:

Documents


0 download

TRANSCRIPT

Page 1: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Xwendevanên hêja!

Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman firseta xwenûkirinê didie me jî. Bi hejmareke nû, hejmara sîw nehan em bi we re ne.

Di sernivîsa vê hejmara me de, di xeberdan û nivîsandinê de bikaranîna zimanê Kurdî hatiye nirixandin. Di mijara Kurdayetiyê de vêya meseleke gelek muhîmm e. Zimanê Kurdî bi sebeb ku ne direwacê de ye û di nav qewmê xwe de ne zimanê perwerdehiyê ye her wekî qewmê Kurd ew jî nayê muhafezekirin. Her kes li gora zanebûn û nezanebûna xwe wî bikar tîne, pê diaxive û dinivîse. Bi vî hawayî gelek ğeletî him bi him di ziman de cî digrin, meşhûr dibin. Lazim e kesên ‘eleqedar li meselê xudî derkevin.

Nivîsa nivîskarê me Mûhemmed Baran, Cevdet Karaman û Osmanê Hemîd derheqê dîroka me ya nêz a civakî û siyasî de ye. Dîroka me ya nêz a civakî û siyasî jî her wekî me’lûmê we ye, mixabin dîroka jan û êş û elemê ye. Bi rastî Kurdan, mudaxele bi siyaseta dewletê jî nekirine. Çi dema siyaseta dewletê bû mekanizma zûlmê û zulmû te’de li Kurdan jî kir, Kurdan jî xwest ku xwe biparêzin, nehêlin zulum werekirin. Mesele tev ev e. Çi dema em dixwazin hinkî dîroka xwe bibîr bînin tu dibînî ku jan bi dilê me dikevbe. Çimkî bûyer tev li ser vê hatine hûnandin. Îdî lazim e ku zalim neyên jibîrkirin.

Nivîsa M. Mustefayê Mela ‘Elîyê Êzdarî bi navê Kevoka Delal bi terzê şi’ra sebest hatiye nivîsan-din. Şi’reke gelek hêja û edebi ye, bi remz û nişana hîs û xiyalên dûr di nav kelîman de nêzî ‘eqil kiriye.

Her wiha nivîsa Fethullah Yalçın bi navê Navê Te Zînet jî wek şi’rê hatiye nivîsandin. Gelek telmih û îşaret tê de hene. Bi kelîmeyên kevn û nû me’neyên ku di fikrên me de derbasdibin hatine îfadekirin.

Bi xwendina van her dû nivîsan fikr û qelbê merev di ‘alema xiyal û heqîqetê de derdikeve seyrû temaşa zeman. Madî, musteqbel û hazir… dozvanê heqîqetê, laûbalîtiya heqnenasan, quretiya ehlê îqtîdaran, dengê herikandina avên kaniyan bi nermayî, zewqa sırra bayê zozana, babîsok û firtone…

Di vê hejmara me de nivîsek li ser ‘Aimek Welûd û Rêzanek Navdar “Mela ‘Ebdulkerîmê Mu-derrîs” Hêmnin Omar nivîsandiye. Û hûnê şi’ra ku li ser seyyid, ‘alim, mucahid, mutteqî, rêzan û muhacir Seydayê Mela Se’îd hatiye nivîsandin bixwînin. Seyda di ber doza Îlahî a mezlûma de hîcret kiribû û li muhaceretê ‘erebe lê qelibî, di fedla şehîdan de çû ber rehma Xweda. Esasen tu şi’r, tu nivîs van kesayetan nikarin îfade bikin. Li ser kesayet û jiyana rêzanên wiha lazim e bi hindikayî kitêb werin nivîsan-din. Baweriya me ev e.

Û Roboskî. Her wekî hûn jî dizanin me ew ji bîr nekirye û em ji bîr jî nakin. Ev jî pelek ji pelê dîro-ka mezlûmiyeta me û rûreşiya qirêj a Xwedê nenasa ye. Fexreddîn Şemrexî bi şeklê tiyatroyê li ser Qerqelî û Roboskîyê nivîsandiye.

Nivîsên me yek ji yekê bi qîmettir e. Bi xwendina vê hejmara em bawerin xwendevan wê gelek îstîfadê bibinin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

1Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 2: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

48

Feth

ulla

h YA

LÇIN

Navê Te Zînet...

naverok

40

Osm

anê

HEM

ÎD

Hedîsêyên 1918 an

naverok

Sal (Yıl) : 10 ❖ Jimar (Sayı) : 39 ❖ Biha (Fiyat) : 14 TL

Zivistan (Çileya Pêşî- Çileya Paşî - Sibat) 2018-19❖

Xwedî û Berpirsîyarê Nivîsaran(Sahibi ve Yazı işleri Müdürü): Saim Yüksek❖

Ciyê İdarê (İdare Yeri) : Göztepe Mah. Mahmutbey Cad. İstaç Oto Ticaret Merkezi 3. Cad. N Blok No:6/103

BAĞCILAR / İSTANBUL❖

Têkilî (İletişim - Sipariş):Tel : 0212 562 60 06

Web: www.kelhaamed.comMail: [email protected]

Hesap Numaraları: PTT: Sayim Yüksek- 9191482Türkiye Finans Katılım Bankası: TR800020600053016650680001❖

Yaygın Süreli❖

Çapxane (Matbaa): DERGAH OFSET : 0212 489 33 33❖

Nîşe (Not): Mesulîyeta Ramanên Nivîsaran aîdê Nivîskaran e. Berhemên têne şandin nayên vegerandin.

Ji Weşankar / ........................................................ 1

Sernivîs ................................................................... 3

Reçeta Kurdan - ‘Erebî ............................................ 4

Reçeta Kurdan - Latînî ............................................. 6

Piştî Îdama Şêx Se’îd-3 / Mehmet BARAN ............ 10

Da Ji Bo We Bêjim Ez / Şêx Axtepî ...................... 14

Mehkema Kerdişê / İbrahim ÇEBAKÇURÎ ........... 16

Biyaniyê Giyana Xwe / M. Zahir ERTEKÎN ............. 18

Ti Baweri Keni / Nureddîn KAWARÎ .........................19

Mela ‘Ebdulkerîmê Muderrîs / Hêmin OMAR ........ 20

Gotinên Pêşîyan / Mehmûd TIBYADÎ .................... 23

Tew Dinyayê ...................................................................25

Meha Sibatê Meha Şehadetê / Cîhan TURAN ........ 28

Kevoka Delal / MEla ‘Elîyê ÊZDARÎ......................... 32

Ya Nebî Bêje-1 ...................................................... 35

Ma Îslamê Kurd Li Paş Hiştine / Mustafa TURAN .. 36

Ji Ruba’îyên Mewlana / Cewad QEMERÎ ............... 38

Hedîsêyên 1918 an / Osmanê HEMÎD .................. 40

Seydayê Mûhemmed Se’îd ..................................... 43

Rosboskî 4 Perdeyî / Fexreddîn ŞEMREXÎ ............. 44

Navê Te Zînet... / Fethullah YALÇIN ..........................48

Çi Li Pişta Te Ye / Fatîh AKMAN ............................ 51

Ji Sîyera Pêxember / M. Salih AKAY ...................... 52

Sureya Mâ’ûni / Yusuf ARİFOĞLU .......................... 54

Navçeya Şemrex / Yehya ÊZDARÎ .......................... 56

Tekoşîna Bê Hempa / Cîhad GUZEY ..................... 57

Fetha Farqînê / Hêvîdar SE’ÎD ............................... 58

Ka Ew Payîzên Berê? / Remezan ZANYAR ............. 60

Bexçê Zaroka ......................................................... 61

16

İbra

him

ÇEB

AKÇU

Mehkema Kerdişê Mala ‘Eli Yi

BangaHeq2

Zivistan2019

Page 3: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Di medyaya Kurdî û gelek berhem û axaftinê

Kurdî yên roja me de zimankî cuda hin bi hin rû-

dinê. Bikaranîna zimanê Kurdî jixwe hindik e îja îro

zimankî ne tebî’î, ji eslê Kurdî dûr, teqlîd û tercume,

ne ‘ilmî û ne edebî pêş ve diçe.

Ziman jî wek çand û ‘ilm û fêmber û fikrê bi der-

basbûna zeman çêdibe, pêşde diçe û xwe nû dike.

Eviya tişkî tebî’î ye û gerek çê jî bibe. Lê ev çêbûn

û pêşveçûn gerek li ser esasê xwe were avakirin.

Çewa ku li ser halê xwe yê kevnare bimîne nabe,

xwenûbûneke ku wî ji esl û esasê wî dûr dike jî

nabe. Mesela zimanê Tirkiya îro ne zimanê Tirkiya

beriya Îslamê, dewra şamanizmê ye. Em karin be-

jin ji sedî not zêdetir hatiye guhertin. Tirkên îro ji

zimanê wê demê qet fêm nakin.

Piştî ku qewmê Kurd dînê Îslamê qebûl kir û

bû Musluman çand û zimanê wî jî bi derbasbûna

sal û qerna li gora Îslamê him bi him xwe nû kir

û şekil sitend. Bi vî hawayî zimanê Kurdî bi wehya

Îlahî re hevnasîkir. Bi vê hevnasiyê re hinik kelîme

û îstîlahên nû ji xwe re qebûl kir û di nav xwe de

mezckir. Kelîmeyên ku bihna şirk û delalet û xu-

rafeyan ji wan dihat him bihim hatin jibîrkirin û

avêtin. Zimanê Kurdî bi rengê heqîqet û hîkmetê

hat xemilandin. Çewa ku ‘adet û exlaqê cahilî hatin

terkkirin, kelîme û îstîlahên ku wan ‘adetan didin

îfadekirin ew jî hatin terkkirin.

Di pêvajoya dîrokê de zimanê Kurdî çewa ku ji

dînê Îslamê bandor sitend, ji zimanên cîranên xwe

yên Musluman jî bandor sitend û bandor li wan kir.

Zimanê ‘Erebî, Farisî û Tirkî. Zimanê Kurdî digel van

her sê zimana bû bira û malbat.

Her çiqas dînê me yê ‘Ezîz û pak û paqij seku-

lerizm û neteweperestiyê munker dîtiye û nehya

me jê kiriye jî di nav me de kesên nezan, kesên

ku zû tên xapandin û kesên ku meyla wan pirtir li

ser dunyayê bû xwe bi sekulerizm (dunyaperestî)

û neteweperstiyê ve girtin. Piştî herba cîhani ya

yekemîn ‘Ereb û Tirk ji hev veqetiyan û her qewmî

dewleta xwe sazkir, Faris jî ji berê ve xweyê dewleta

xwe bûn, Kurd di nav her sê qewman de hatin par-

kirin û bê dewlet man. Ev hal, bû sebebê ku di nav

Kurdan de sekulerizm û neteweperstî bêtir bela

bibe. Neteweperstê Kurdan, li hermber Tirk û ‘Ereb

û Farisan înfî’al û bertek nişandan. Di gelek zeman

û mekanan de mucadela navbêna wan wergeriya

bibal şer ve û ji heddê şer’î derket. De’wa her dû

terefa jî bu de’weke ku Îslam pê ne razi ye.

Ev înfî’al sîrayetî civak, siyaset, ziman û edebi-

yata wan jî kir. Neteweperestê Kurdan di ziman

de li hember kelîmên ‘Erebî, Farisî û Tirkî derketin.

Di bedêla wan de kelîmê Kurdiya kevn a beriya Îs-

lamê, yan jî kelîmê emperyalist û mêtingehkaran

tercîh kirin. Çawa ku di bedêla alfabeya ‘Erebî de a

latînî tercîh kirin.

Xaleke muhîm jî ev e: Em Kur-

dên bakûrê Kurdistanê di bin tesîra

perwerdehiya bi Tirkî de mane.

Gelek kesên ku xwe li axaftin û ni-

vîsandina Kurdî dikin xwedî kelîme û cum-

leyên xwe wek ê Tirkî rêz dikin. Bi vî zimanê ku

ji rihê Kurdî dûr, bête’m, şibhê tercumê û

ne tebî’î rojname, kovar, tercume û het-

ta kitêp derdikevin. Ev hal fêdê nade

Kurdan û Kurdayetiyê. Hetta em karin

bêjin zirara wî ji fêda wî bêtir e.

Hacî Qadirê Koyî wiha nezm kiriye:

Her Kurd e le beynî kullî millet

Bê behr e le xundinî kîtabet

Bikaranîna Zimanê Kurdî

3Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 4: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

نورا دلان ژي نەرمي و مەرحەمەتە

»هون ژمەڕە دبێژن مورتەجع، ئەم ژي ژوەڕە دبێژن مورتەد«(

﴾ يان نا، ئەو تەڤ نەماسۆنن، طەرەفدارێ زۆودەستيێ ياني ئێ

ئيستيبدادێ ژقەستي ڤان گۆتنان بەلادكن.

﴿لائوباليتيا هنك ژونتركان دديندە ژي قووەتێ ددە ڤێ وەهمێ.

بەس هون ئەمينبن مەقصەدا وان )ئێ نە ماسۆن( نە زرارداينا

دينە. بەلكي مەقصەدا وان تەئمينكرنا سەلامەتە يە، بەس هنك

ژوان لهەمبەر تەعەصصوبا سارن كو نە لايقي دينە دجاهلاندە

دبينن بشەكلەكي دژوار موداخەلە دكن﴾

﴿دێمەك ئێ كو ژ حوڕيەتو مەشروطيەتێڕە خزمەت كرنە يان

ژي ئێ كو ڤێ حەرەكەتێ مەشروع دبينە هون ژ تەڤانڕە دبێژن

ژۆنترك. دە ئيژا قسمك ژوان فەدائيێ ئيسلامێنە﴾ دبەر ديندە

جانێ خوە ددن لێ هون ڤانا نا عجبينن ﴿هنك ژوان ژي

فەدائينە ژبۆ سەلامەتيا ئوممەتێ﴾ ئەو بخوە نە ئەهلێ تەقوايێنە

لێ غايا وان خلاصكرنا مللەتێ مسلمانە ﴿دناڤ واندە ئێ كو

مەركەزا حەياتێ يە ئو ناڤۆكا وانە ئو كو پڕێ وان نە ماسۆنن

ئيتتيحاد و تەرەققيە، ئو بقاسي ڤان عەشيرێن وە عولمائو مەشايخ

دناڤ ژۆنتركاندە هەنە. دناڤ واندە هنك بێ ئەدەب ئو هنك

ماسۆنێن گەلەك سەفيه ژي هەنە. لاكن ئەڤ ژي ژصەدي

دەهن، ژصەدي نۆط ئێ وەك وە كەسێن ئەهلێ عەقيدێ ئو

مسلمانن، حوكوم ژي ژخوە ئێ پڕايە﴾ مادەم حوكوم ددەستێ

پڕاندەيە هون ژي تەڤا بهەڤڕە سوجدار نەبينن. بەس صەد

مخابن ئەو ژصەدي دەهێن خەراب ژ صافيتي ئو هامي تامتيا

مە ئيستيفادەكرن ئو لسەر نۆطي غالب دەركەتن، طائيفا خەرابا

لسەرێ ئوممەتێ بو بەلا.

﴿دبێژن: »خەملا چاڤێ ڕازيبونێ نێڕينا خوەشكو بلوطفو

شەفقەتە، نورا دلان ژي نەرمي و مەرحەمەتە. دحەديثا قودسيدە

دبێژە؛ عەبدێ من بچ هاوايي من ناس بكە ئەزێ بوي هاوايي

پێڕە معامەلە بكم. كەسێ كو ژڤێ حەديثێ ڕۆنايا خوە بستينە

وێ وەرە سەوقكرن ببال موەففقيەتێ ڤە ئو بەر بحەقيقەتو

دلشاديێ ڤە وێ بلند ببە«﴾

﴿حوسنو ظەن بكن، سوئێ ظەن زرارێ هەم ددە وە هەم ژي

ددە وان﴾

س: - ﴿سوئێ ظەننا مە چما وێ زرارێ بدە وان؟﴾

ج: - ﴿چمكي هنك ژوان هەروەكي وە بێ كو تەحقيق بكن،

بتەقليدێ خوە بئيسلامێ ڤە گرتنە، ظاهرێ وێ تەنێ دزانن.

تەقليد ژي بشەك و شوبها دچڕە، ژهەڤ دكەڤە. ئەو چاغ

دەما كو وە ژيەكيڕە گۆت »بێدين« نە خاسم ژي كو ڤي

كەسا دديندە بسەرڕەبە يان ژي هشێ وي بمەسەلێ فەلسەفي

بەلاوەلابە، ئيحتيمال هەيە كو ڤي كەسا دخوەدە تێكەڤە

تەرەددودێ، دبە كو وەسوەسە ژێڕە چێببن ئو بێژە؛ مادەم ريا

كو ئەز پێدە دچم نە ئيسلامە دە هەما چ دبە برا ببە، ئو عينادێ

بكە ئو دەست بحەياتەكە زددێ ئيسلامێ بكە

﴿دە ئيژا ئەي گەلي بێ ئينصافان، هون دبينن كو چوا هون دبن

سەبەبێ ضەلالەتا هنك كەسێن بێچارە. كو مەرەڤ ژيەكي

خەرابڕە دبێژە: »تو باشي تو باشي« ئەو كەسێ خەراب باش

دبە ئو كو مەرەڤ ژيەكي باشڕە دبێژە: »تو خەرابي تو خەرابي«

ئەو كەس دبە خەراب. ئەڤيا گەلەك جارا واقع بويە.﴾

س: - ﴿چما؟﴾

ج: - ﴿ئەم فەرز بكن دبن هنك ئينساناندە خەرابي هەبن ژي

گەرەك مەرەڤ هجومي سەر وان خەرابيان نەكە. چمكي گەلەك

خەرابي هەنە چقاسا دبن پەردا باشيێ دە بمينن ئو چقاسا ئەو

پەردە نە چڕە ئو چقاسا مەرەڤ هاي ژێ نەمينە ئەو خەرابي

مەحدود دمينە، زێدە نابە، حەپسكري دمينە ئو دەرنايێ دەرڤە، ئو

خوديێ وێ خەرابيێ دبن پەردا مەحجوبيەتو حەيائێدە لئيصلاحكرنا

خوە دخەبتە. لاكن چ دەما كو پەردە چڕيا حەيا تێ ئاڤێتن، كو

مەرەڤ هجومي سەر خەرابيێ دكە خەرابي پڕ پيس بەلادبە﴾

خەرابي كو ڤەشارتيبن وهايە، لازمە بحيكمەت ئو لگۆرا

عەقلێ ئينسانان مەرەڤ بوانڕە معامەلە بكە. مسلمان نە

مەسؤلن ژ خەرابيێن ڤەشارتي. كەسێ كو خەرابيا وي ڤەشاريبە

مەرەڤ ژي گەرەك بدزي خەرابيا وي ژێڕە بێژە. ئەو چاغ

ئيصلاحبونا وي كەسي بێتر تێ هێڤيكرن. فەقەط كو خەرابي

عەلەني بە گەرەك عەلەنەن بوێ خەرابيڕە وەرە مجادلەكرن،

ئەهلێ حەقو عەدالەتێ كو عەلەنەن بخەرابيا عەلەنيڕە مجادەلە

نەكن وێ خەلك بێژە قەي ڤيا نە خەرابيە. لۆما كو حەديثا

صەحيح دبێژە: »كەسەكي ژوە كو خەرابيەكي ديت برا

بدەستێ خوە وێ بگوهەڕينە ...« حەديث درێژە.

BangaHeq4

Zivistan2019

Page 5: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

عبد الصمد حلمي ✍

نورا دلان ژي نەرمي و مەرحەمەتە

ڕەچەتا كوردان

بسم الله الرحمن الرحيم

حوكوم نەدە، وێ لگۆرا شەريعەتێ فەتوا بدە، سازيێن دەولەتێي

دن ژي وێ پێ عەمەل بكن.

﴿گەر حاكمو مفتي نە ژ جنسكي بن﴾ ياني يەك فەرد بە ئێ

دن ژي شەخصێ مەعنەوي بە ﴿وێ ژ زمانێ هەڤ فێم نەكن.

ئو چمكي فەردەكي تەنێ نكارە شەخصێ مەعنەوي بخاپينە ئو

نكارە دفكرێ وي دە وي ڕۆني ژي بكە﴾ پشتي كو هەيئەتەك

بڤي شەكلي دمەقامێ قونترۆلێ دەيە غەيري مسلم ببن ولي ژي

ببن قايمەقام ژي نكارن زرارێ بدن كەسي

س: - ﴿ژبەرێ ڤە ئەم دبهيزن، تێ گۆتن كو هنك ژۆنتورك

ماسۆنن، زرارێ ددن دين﴾

ج: - ﴿ئيستيبداد، ياني زۆردەستي ژبۆ كو خوە لپيا بدە

سەكناندن دعەلەيهيا طەرەفدارێ حوڕيەتێ دە ڤان گۆتنا

بەلادكە. )چەوا كو مەثەلا؛ ئەڤ بيستو پێنج سالە كەسێ كو

زۆردەستيێ دكن ددەما ئيقتيدارا پارتيا بتەنێ دە )ج هـ پ(،

ژكەسێن ديندارڕە دبێژن »مورتەجع« ئو دينداران بئيرتيجاعێ

ئيتهام دكن، بقووەتا دەولەتێ ظولمێ دكن ئو ماهيەتا خوە يا

حەقيقي ياني ئيرتيدادا خوە ڤەدشێرن، ژبۆ كو مورتەدديا خوە

ڤەشێرن ژ مسلمانانڕە دبێژن »مورتەجع«. ئەم ژي دبێژن:

س: - ﴿هنك ئەحكامێن شەريعەتێ مەثەلا عەلاقا وان بوەظيفەيێن

واليڕە هەنە﴾ ئيژا كو والي غەيري مسلمبە وێ چەوابە؟

ج: - ﴿ژنها ئو پێڤە ئێ كو خەليفەتيێ بالظرورە تەمثيل دكە

مەشيخەتا ئيسلاميە يە )ئو ڕێكخستنا ديانەتێ يە( مەشيخەتا

ئيسلاميە ژي هەم قەدربلندە، هەم پيرۆزە، هەم ژسەلطەنەتێ

جودايە، هەم ژي قۆنترۆلكەرە لسەر دەولەتێ﴾ ياني شێخول

ئيسلامتي )ئو ديانەت، -نە ديانەتا دەورا جمهوريەتێ-(

مەكانيزمايا قۆنترۆلێ يە، ناهێلە كەس ژ شەريعەتێ دەركەڤە، وي

كەسا والي بە ژي دبن قۆنترۆلێدەيە.

﴿ئيرۆ ئێ كو حاكمە نە شەخصە، فكرا گشتيە﴾ ئا ئيسلاميە

﴿ژبەر ڤێ، لازمە ئەمينێ فەتوايێ ژي ژڤي جنسي بە﴾ ياني

چەوا كو حاكم نە فەردە جەماعتە، ئێ كو فەتوايێ بدە گەرەك

ئەوژي شەخصێ مەعنەويبە ﴿ها دە ئيژا ئەمينێ فەتوايێ ژبۆ ڤي

حاكمي، ياني ئێ كو جيێ فەتوايێ يە، سازكرنا مەجلسەك

علميە، ئەڤ مەجلس ژ چل پێنجي كەس عولەمائێ موحەققێ

چار مەزهەبان وێ وەرە وجودێ، ئو ئەڤ مەجلسا كو

شەخصێ مەعنەويە وێ ژ شەخصێن مەعنەويێن دن ڕە ئەمينداريا

فەتوايێ وێ بكە﴾ ڤێ مەجلسا عولما وێ لگۆرا عەقلێ خوە

﴿دە ئيژا ئەي گەلي بێ ئينصافان، هون دبينن كو چوا هون دبن

سەبەبێ ضەلالەتا هنك كەسێن بێچارە. كو مەرەڤ ژيەكي خەرابڕە

دبێژە: »تو باشي تو باشي« ئەو كەسێ خەراب باش دبە ئو كو مەرەڤ

ژيەكي باشڕە دبێژە: »تو خەرابي تو خەرابي« ئەو كەس دبە خەراب.

ئەڤيا گەلەك جارا واقع بويە.﴾

5Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 6: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

REÇETA KURDAN

“De îja ey gelî bê însafan, hûn dibênin ku

çewa hûn dibin sebebê delaleta hinik kesên

bê çare. Ku merev ji yekî xerab re dibêje;

«tu baş î, tu baş î» ew kesê xerab baş dibe.

Û ku merev ji yekî baş re dibêje «tu xerab î,

tu xerab î» ew kesê baş dibe xerab. Ewêya

gelek caran waqi’ bûye.”

بسم الله الرحمن الرحيم

✍ M. ‘Ebdussamed HILMÎ

Bi navê Xwedayê Rehman û RehîmS: - “Hinik ehkamên şerî’etê mesela ‘elaqa

wan bi wezîfeyên walî re hene.” Îja ku walî ğeyrîmuslim be wê çewa be?

C: - “Ji niha û pê ve ê ku xelîfetiyê bizzerûre temsil dike meşîxeta Îslamîye ye (û rêkxistina Diyanetê ye). Meşîxeta Îslamîye jî hem qedirbilind e hem pîroz e hem ji seltenetê cuda ye hem jî qontorlker e li ser dewletê.” Yanî şeyxulîslamtî (û diyanet -ne diyaneta dewra cumhûriyetê-) mekanizmaya qontorlê ye, nahêle kes ji şerî’etê derkeve, wî kesa walî be jî di bin qontorlê de ye.

“Îro ê ku hakim e ne şexs e, fikra gişti ye” a Îslami ye. “Ji ber vê, lazim e emînê fetwayê jî ji vî cinsî be.” Yanî çewa ku hakim ne ferd e cema’et e, ê ku fetwayê bide gerek ew jî şexsê me’newî be. “Ha de îja emînê vetwayê ji bo vî hakimî, yanî ê ku ciyê fetwayê ye, sazkirina mecliseke ‘ilmi ye. Ev meclis ji çil pêncî kes ‘ulemaê muheqqiqê

çar mezheban wê were wucûdê. Û ev meclisa ku şexsê me’newi ye, wê ji şexsê me’newiyên din re emîndariya fetwayê bike.” Vê meclisa ulema wê li gora ‘eqlê xwe hukum nede, wê li gora şerî’etê fetwa bide, saziyên dewlety din jî wê pê ‘emel bikin.

“Gere hakim û miftî ne ji cinsekîbin” yanî yek ferd be ê din jî şexsê me’newî be “wê ji zimanê hev fêm dekin. Û çimkî ferdeki tenê nikare şexsê me’newî bixapîne û nikare di fikrê wî de wî ronî jî bike.” Piştî ku heyetek bi vî şeklî di meqamê qontrolê de ye, ğeyrîmuslim bibin walî jî bibin qaymeqam jî nikarin zirarê bibin kesî.

S: - “Ji berê ve em dibhîzin, tê gotin ku hinik jontirk mason in, zirarê didin dîn.”

C: - “Îstîbdad, yanî zordestî ji bo ku xwe li pîya bide sekinandin di ‘eleyhiya terefdarê hurriyetê de van gotinan bela dike. (Çewa ku mesela; ev bîst û pênc sale kesê ku zordestiyê dikin di dema îqtîdara partiya bitene (CHP) de,

Nûra Dilan Jî Nermîyû Merhemet e

BangaHeq6

Zivistan2019

Page 7: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ji kesên dindar re dibêjin «murtecî’» û dîndaran bi îrtîca’ê îtham dikin, bi quweta dewletê zulmê dikin û mahiyeta xwe ya heqîqî yanî îrtîdada xwe vedişêrin, ji bo ku murtedîya xwe veşêrin ji muslumanan re dibêjin «murtecî’». Em jî dibêjin «hûn ji me re dibêjin murtecî, em jî ji we re dibêjin murted»)”. Yan na ew tev ne mason in, terefdarê zordestiyê ji qestî van gotinan bela dikin.

“Laûbalîtiya hinik jontirkan di dîn de jî quwwetê dide vê wehmê. Bes hûn emîn bin meqseda wan (ê ne mason) ne zirardayina dîn e. Belkî meqseda wan temînkirina selalmetê ye, bes hinik ji wan li hember te’essuba sar in ku ne layiqî dîn e, di cahilan de dibînin, bi şeklekî dijwar mudaxele dikin.”

“Dêmek ê ku ji hurriyet û meştûtiyetê re xizmet kirine yan jî ê ku vê hereketê meşrû’ dibine hûn ji tevan re dibêjin jontirk. De îja qismik ji wan fedaîyê Îslamê ne.” Di ber dîn de canê xwe didin lê hûn vana na ‘ecibînin. “Hinik ji wan jî fedayîne ji bo selametiya ummetê.” Ew bi xwe ne ehlê teqwayê ne lê ğaya wan xelaskirina milletê musluman e. “Di nav wan de ê ku merkeza heyatê ye û navoka wan e û ku pirrê wan ne mason in îttîhad û tereqqî ye. Û bi qasî van ‘eşîrên we ulema û meşayix di nav jontirkan de hene. Di nav wan de hinik bê edeb û hinik masonên gelek sefîh jî hene. Lakin ev jî ji sedî deh in. Ji sedî not, ê wek we kesên ehlê ‘eqîdê û musluman in. Hukum jî jixwe ê pirra ye.” Madem hukum di destê piran de ye hûn jî teva bi hev re sûcdar nebinin. Bes sed mixabin ew ji sedî dehên xerab ji safîtî û hamîtmîtiya me îstîfade kirin û li ser notî ğalib derketin. Taîfa xeraban li serê ummetê bû bela.

“Dibêjin «xemla çavê razîbûnê, nêrîna xweşik û bi lutf û şefqet e. Nûra dilan jî nermiyû merhemet e. Di hedîsa qudsî de dibêje: ‘Ebdê min bi çi hawayî min nasbike ezê bi wî hawayî pê re mu’amele bikim. Kesê ku ji vê hedîsê ronaya xwe bistîne wê were sewqkirin bi bal muwaffeqiyetê ve û ber bi heqîqet û dilşadiyê ve wê bilind bibe.»”

“Husnû zenn bikin, zûê zen zirarê hem dide

we hem jî dide wan”S: - “Suê zenna me çima wê zirarê bide wan?”C: - “Çimkî hinik ji wan, her wekî we, bê ku

tehqîq bikin, bi teqlîdê xwe bi Îslalmi ve girtine. Zahirê wê tenê dizanin. Teqlîd jî bi şek û şubhan diçire, ji hev dikeve. Ew çax dema ku we ji yekî re got; «bêdîn», ne xasim jî ku vî kesa di dîn de bi ser re be, yan jî hişê wî bi meselê felsefî belawela be, îhtîmal heye ku vî kesa di xwe de têkeve tereddudê. Dibe ku weswese jê re çêbibin û bêje; madem riya ku ez pê de diçim ne Îslam e, de hema çi dibe bira bibe. Û ‘înadê bike û dest bi heyateke ziddê Îslamê bike.”

“De îja ey gelî bê însafan, hûn dibênin ku çewa hûn dibin sebebê delaleta hinik kesên bê çare. Ku merev ji yekî xerab re dibêje; «tu baş î, tu baş î» ew kesê xerab baş dibe. Û ku merev ji yekî baş re dibêje «tu xerab î, tu xerab î» ew kesê baş dibe xerab. Ewêya gelek caran waqi’ bûye.”

S: - “Çima?”C: - “Em ferz bikin, dibin hinik însanan de

xerabî hebin jî gerek merev hucûmî ser wan xerabiyan neke. Çimkî gelek xerabî hene çiqasa dibin perda başiyê de bimînin û çiqasa ew perde neçire û çiqasa merev hay jê nemine ew xerabî mehdûd dimîne, zêde nabe, hepskirî dimîne û dernayê derve. Û xudyê wê xerabiyê dibin perda mehcûbîyet û heyaê de li îslahkirina xwe dixebite. Lakin çi dema ku perde çiriya, heya tê avêtin. Ku merev hucûmî ser xerabiyê dike xerabî pir pîs bela dibe.”

Xerabî ku veşartîbin wiha ye. lazim e ku bi hîkmet û li gora ‘eqlê însanan merev bi wan re mu’amele bike. Musluman ne mus’ûl in ji xerabi yên veşartî. Kesê ku xerabiya wî veşari ye merev jî gerek bi dizî xerabiya wî jê re bêje. Ew çax îslahbûna wî kesî bêtir tê hêvîkirin. Feqet ku xerabî ‘elenî be gerek ‘elenen bi wê xerabiyê re were mucadelekirin. Ehlê heq û ‘edaletê ku ‘elenen bi xerabiya ‘elenî re mucadele nekin wê xelk bêje qey vêya ne xerabi ye. Loma ku hedîsa sehîh dibêje: «Kesekî ji we ku xerabiyekî dît bira bi destê xwe wê biguherîne…» Hedîs dirêje.

7Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 8: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Mehmet BARAN

GUNDÊ XERÎB Ê NAVÇEYADARAHÊNÊ / ÇEBEQÇÛRMe di nivîsa xu ya borî de qala gundê Şemsanê

(Yokuşlu) kiribû. Gundê Şemsanê girêdayî bi nav-çeya Darahênê (Genç) va ye. Qetlîa’mê ku li gund kiribûn, li ser zimanê şahidê wê wextê me nivîsan-dibûn. Di vê nivîsa xû da jî emê dîsa behsa gundekî girêdayî bi Darahênê ve bikin. Ev gund gundê Xerîb e. Ev gund li muqabil gundê Şemsanê, ne di çîyê de di deşta Darahênê de ava bûye. Li ber çemê Mûra-dê li alî vîlayeta Çebeqçûr dikeve. Gund di deştê de ava bûye, lê belê cîhê wî pir xweş e û şînahîye. Erdê wan ê ajotinê pirin û debra wan bi bereketin. Rêya şehrê qedîm Dîyarbekir di ber gund ra diçû û niha jî di ber gund ra diçe.

Gundê Xerîb jî nesîbê xû ji qetlîa’mê zeman girtin. Ji ber ku gund di deştê de hatibû avakirin cîyekî ku gundî pêde birevin jî tinebû. Wextê leşker dihatin, gundî ber bi çemê Mûrado direvîyan û di nav darû-bera da xu diveşartin. Di qerexê çem da bi roja diman û nedizîvirîn malên xû.

Çemê Mûrado heta wê wextê can distend, însan dixeniqandin. Pêl bi ser pêlê ve diqelabt û însan jê ditirsîya. Ava çem radibû, reng şolî dikir, bihûrî nediman. Însan li ber wî heyirî diman û nika-ribûn derbasî alî din bibin. Bihar û zivistana însan ji dengê çem û pêlê avê xewf digirt. Kes bi alî çem va nediçû. Nûha çemê Mûrado bûye xelaskarê însanê bêçare û belengaz. Berê can distend. Niha can xe-las dike ji leşkerê cimhurîyetê.

Te pir tarîxê reş û sipî li peyhev dîtin û derbas ki-rin ey çemê dilhezîn, Çemê Mûrado. Te pir şevê tarî û zulmê kûr dîtin ey çemê dilşikest. Pir baş û qenc û welî ji te av vexwarin û çûn dunya heq. Pir însanê zalim û neqenc jî te bi ava xu avdan. Belê ‘alimê ‘amil, şêxê kamil di ber te da derbas kirin, qurtekî ava te jê re zêde dîtin, wek çemê Firat û hezretî Hû-seyn. Te pir dostê Xweda şandin û ti hê bi wan kula dijî û li ser pîyayî ey çemê dilkul çemê Mûrado.

Di sala 2011a da em çûn vî gundî. Serpêhatîya gund û gundîya ji bo em ji devê şahidê wê wextê guhdarî bikin. Wê salê ji bo me tarîxekî pir biqîmet li gund heyata xu berdewam dikir. Navê wî Husnî Kartalî bû.

Şahidê wê wextê bi navê Husnî Kartali, di umrê xû yê 102 yande em gihîştinê. Di wexta qetlîa’ma da ew 13-14 salî bûye. Ew tiştê ku bi çavê xu dî-tiye wekî do teze û xweşik tên bîra wî û bi me re parve dike. Xalê Husnî di dirêjîya heyata xu da pir tiştê bielem dîtibû û jê ra bûbûn tecrûba jîyana wî. Heyatê wî pir xweşik pijandibû. Însanekî durust û emîn bû. Di şitexalê xu da tiştê kû nizanibû digot “Min nedîtîye ez nizanim.” Belê tiştê bi me re par-ve dikirin, temamê wan bi çawê xu dîtibûn. Bêşek xalê Husnî tarîxekî durust û emîn bû. Niha çûye rehmetê, Xwuda wî bi rehma xu şake. Ew çû dunya heq, gotin û şahidîya wî di destê me de baqîne. Em ji wan deng û şitexlîyê wî îstîfade dikin.

Xalê HUSNÎ KARTALÎ Gundê XERÎB (Tarîxa HEVDÎTINÊ: 26.06.2011) Nûha wefat kirîye, Xweda rehma xu lê bike.

BangaHeq8

Zivistan2019

Page 9: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Xalê Husnî Şêx Se’îd bi çavê xu dîtibû û jê re ta-sek ava cemidî xwestibû bive bidêkê. Ji bo wê tasa avê çi dît wê ji mera behs bike. Belê ew çax Şêx di destê leşkerê cumhurîyetê de hêsîr bû. Wê ji mera behsa xelasîya xu û malbata xu û bavê xu ji mirinê bike. Bavê wî li Dîyarbekir çima bi zimanê Zazakî şitexilî, ji bo vî hate girtin û çewa bavê xu dît û ji bin çe’va xelaskir, wê ji mera behs bike. Wek vana pir tiştê ku bi çawê xu dîtîye û bûye şahid ji mera wê bi zimanê xu bêje. Em bala xu bidin xalê Husnî bê wê çi ji mera bibêje, di heqê wê tarîxa meya nêz û bi kûl û keder.

“NAVÊ MIN HUSNÎ KARTALÎ YE” “Navê min Husnî Kartali ye. Ez ji Çebeqçûr ji

gundê Xerîb im. Salê ‘ûmrê min vê gav ser ya sed salî da ye. Sala qiyama Şêx Sa’îd, ez mezin û fe’ma bûm. Bûyerê di wan roja de, tev pir xweş têne bîra min.

Ez û dîya xu li malê, li ber derê xu rûniştîbûn. Mala me di nav gundê Xerîb da bû. Rêya ‘am di ber derê mala me ra diçû. Di ber derê me da bîrek avê hebû. Me ava xu ya xwarinê ji vê bîrê temîn dikir. Me dît ku şêx Se’id li ser hespê di ber derê me da derbas dikin. Min bazda ser xu û ji dîya xu ra got “Dayê, bilezîne ji bo Şêx avê ji bîrê bikşîne, ez tasek av bighînimê.” Dîya min bi lez avê ji bîrê kişand û da destê min. Min jî şerbikê avê xist destê xu û bi bal Şêx ve bazdam.

Ew çax wesaît tinebûn. Wasîta însana, bibexşî-nin, ker, qantir û hesp bûn. Şêx û hevalên wî li ser pişta hespa dibirin Dîyarbekir. Leşkerê wî alay bû an jî tabûr bû ez baş nizanim. Ya alay bû ya tabûr. Wan leşkera, Şêx û hevalê wî bindest kiribûn û di ber mala me ra dibirin bal Dîyarbekir va.

Şêx Se’îd li ser hespekî sipî suwar kiribûn. Herdu pîyê Şêx di kêleka hespê de di bin hûrê hespê de biheva girêda bûn. Herdû destê Şêx jî li ser dilê wî bi hevre girêda bûn. Rûyê wîyê sipîyê mubarek li ser singa wî bela bûbû. Dirêjahîya rûyê wîyê muba-rek gihîştibû ser dilê wî. Serê xu di pêş de bi meh-zûnî xwar kiribû. Zilamkî telê wî dirêj bû, esmer bi rengê genimi bû. Li ser wî ‘ebakî bi rengê qehwê hebû, rûyê wî ‘eba bi surme. Hespê ku lê sûwar bû ‘eyara wî kûrmancî ‘eyar bû, ji zengûya fire. ‘Ebayê

Şêx daketibû ser zengûya. Forsekî girik kişandibûn ser ‘eyara sipî. Hevalê Şêx jî hebûn. Min bala xu ne-dabû wan, derdê min Şêx bû.

Şerbikê avê min bi destê xu girt ber bi Şêx le-zand û ez çûm. Ez gihaştim ber serê hespa Şêx Se’îd û min xwest ku şerbikê avê dirêjî destê Şêx bi-kim. Leşkerê li ber serê hespê sekinîbû, ket pêşîya min û şerbikê avê ji destê min sitend. Min li ba xu got ku herhalde leşker dibêje ku destê min nagihî-je Şêx, ew dixwaze şerbikê avê ji destê min bigre û bide Şêx. Lê belê qet vûsa çênebû. Leşker bi kîneke mezin, ew şerbikê avê ku ji destê min girt, ava hûn-dûrê wî rêt ‘erdê û şerbikê me jî avêt li gûhê kevira xist û şikand. Min heyret kir û ez di cîyê xu da cemi-dîm. Dayîka min van bûyera li ber çawê xu dit û xe-bera ji leşker ra got. Min wehameta hedîsê fam kir. Ez li ser alî dayîka xu fetilîm û min go “Dayîkê hişbe, dengê xu neke, wellahî dengê te here wan wê te jî binçev bikin” Diya min nêzî me bû, lê belê dengê xeberê wê neçûn wan. Ez dibêm ku hespa, ji mêşa pîyekî xu radikirin yekî datanîn. Jiber wî deng neçû wan. Dayîka min jî tehlîkê fam kir û car din dengê xu dernexist. Wan di ber mezelê gund ra derbas kirin. Di ser çemê Mûrado da derbasbûn û bi alî Dîyarbekir va çûn. Ez û dayika xu di cîhê xu da bi heyret me li wan nihêrt heta ji ber çava hûnda bûn.

“ŞÊX XENIQANDIN Û DI ŞÛNA WAN DE FABRÎKA ARAQÊ ÇÊKIRIN”

Min Şêx di vî halê hêsîr da dît ku tasek ava vexwarinê jê re pir dîtin û pê nedan vexwarinê, pir li zora min çû. Bi sala min ew zulum jibîr nekir. Ez îdî bi ser salê xu da çûbûm. Carekî ku ez çûm Dîyarbekîr bi mira kirîvekî min bi navê Şukrî hebû, kurê Hecî Sefer. Ji mi ra got “Were ez te bivim cîhê ku Şêx û hevalên wî lê daleqandine” Ez û kirîvê xu em bi hevra çûn derê çîyê ku jê ra bi zimanê Tirkî divêjin “Dağkapı” Cîhê ku lê hatibûn daleqandinê em li wê derê gerîyan. Li ser wî cîhî fabrîka araqê çê kiribûn. Ew jî heqareteke din bû li wan û însanên li pey wan, dikirin. Nav wê fabrîqê em gerîyan. Ez pir mehzûn bûm. Ew halê esareta wî û ku tasek avê jê ra pir dîtin hat bîra min. Cîyê ku lê daleqandibûn, min di zîhna xu da tahayyûl dikir. Cesedê min li wûr bû, belê rûhê min çûbû wê wextê. Kirîvê min min

9Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 10: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

pir mehzûn dît û nêzî min hat, wûha got “Kirîv ez dinhêrim ku ti gelek mehzûn bûyî. Belê ez mizgînî didim te ku zazayên me cesedê Şêx jivir derxistin û birin, ema birin ku ez nizanim” Dilê min gelek meh-zûn bû, ji ber zulma ku li Şêx kirin. Ji ber vî qasî ez bi pey hedîsa cesedê wan ku ji wir birine neketim. Piştî ew heqaret li ‘alimê me hatin kirin, birina ce-sedê wan ji wir ewçax pir bala min nekişand. Paşê jî ez pey heqîqeta wê meselê neketim.

Piştî Şêx û hevalê wî girtin û wan li derê çîyê da-leqandin, hê teze derê zûlmê li herêma me vekirin. Leşkerê Cumhurîyetê zarok û pîrek kuştin, gunda tevde şewitandin. Ew zûlma xu li gundê me jî kirin. Ez şahidê wan bûyera me. Rojkî leşker bi ser gundê me da jî hatin. Gundî li vî alî li wî alî dest bi bazdanê kirin. Dixwestin xu ji ber leşkera veşêrin. Lê belê gundê me di deştê de bû. Cîyekî ku meriv xu tê de veşêre tunebû. Ew çax darekî meriv karibe xu bide ber sîya wî, di gund de tinebû. Nûha ez dertêm ber derî, ji dara tava rojê li min naxe.

Şêx Se’îd ‘îdam kirin. Însanê bi de’wa wî re sa-diq bûn, silahê xu dananîn. Derketin çîyê û mû-cadela xu dewam kirin. Sîlahê wan însana li mala me hebûn. Bavê min wan sîlah û melzema ji malê derdixist û dibir di vî tepeyê da davêt xwarê. Bavê min ji me ra got “hûn herin, carek tenê melzemê man ezê wan jî bavêjim û werim bighîjim we” Em jî bi tevî gundîya ve ber bi qerexê çemê Mûrado va revîyan. Em çûn hember gundê Valêr (Çaytepe) me xu veşart. Bavê min nehat. Leşker bavê min û çend gundîyê me diqefêlin. Wan bi alî Çebeqçûr da dibin. Li kenarê rê wan dikin sirayê û li hember wan leşkerê bi sîleh pêçîka wan li ser tetîkê didin sekinandin. Çavê leşkera li ser qûmandanê wane, çi wext emir bide wan wê hêsîra teva qetil bikin. Ji qarargeha leşkera sûwarîkî bi rewan bal wan da tê. Qûmandan wûha dibêje “sebir bikin, way sûwarîkî bilez tê, belkî xeberekî bixêr ji van merivan ra bîne” Leşker emrê rakirina kuştina însana tîne ji qûman-dan ra. Qûmandan ji wan re wûha dibêje, “xelas-bûna we ji mirinê lûtfekî min nîne. Minê we bida kuştinê, lê belê şansê we, ya dû‘a kîja dîya we li pey we hebû yan jî dîya we di rojekî bi xêr de we anîye dunyayê.” Bi vî hawayî bavê min û kesê pê re ji mi-

rinê xelas dibin. Wî û hevalê wî dibin Çebeqçûr û paşê wan berdidin.

Çend roja em bi tevî gundîyê xu li qerexê çemê Mûrado me xu veşart. Paşê em hatin malê xu. Lê belê leşkera tiştek di malê me da nehiştibûn. Avahîyê me neşevûtandibûn, lakîn tiştê xwarinê, zexîre çi di malê me da hebin teva derxistibûn der-va û rêtibûn nav xwelîyê. Rûn, savar, nîsk çi hebin tevî berî nav hev dabûn. Kiribûn halekî wûsa ku în-san jê îstîfade nekin, ji birçîna bimrin.

Heta emrê kuştina însana radikin, di herêma me da bi tenê bi deh hezara însan dikujin. Bi seda gund dişewitînin. Piştî emrê rakirina kuştina în-sanên bêrî û zarok û pîrek dîsa xelkê herêma me li hêvîya însafa leşkera ya ku tineye hiştin. Bi sala leş-ker di herêma me de zulum kirin. Çi çax bixwesta-na cardin însanê bêguneh dikuştin û ti kesî hesab ji wan nedipirsî.

“GUNDÎYÊ ME JIBO PERÊ XU NEDA LEŞKER HAT KUŞTIN”Di wan sala da hedîseke kuştinê ku li gundê me

ez bûme şahid ezê bi we ra parve bikim. Leşker li nav gundê herêma me qet xalî nedibûn. Yanî her gav darê wan li ser serê me kêm nedibûn. Gundîya ji tirsa canê xu wan li malê xu dihewand û xwarinê ku nedixwarin bi wan didan xwarin. Leşker ji ber ku di nav gunda de bi sala mabûn, perê kê, malê

Çemê Mûrado

BangaHeq10

Zivistan2019

Page 11: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

kê hebûn pê dizanibûn. Pere û zêrê xelkê bi cebrî ji wan distendin. Kesî ne wêribû dengê xu bike. Anha ji gundê me bi navê Qaynakçî Mihemed ‘Elî heye. Navê kalê wî Mihemed bû. Mihemed gun-dîyê mebû, ew çax li gundê me dima. Leşkerê ku li gundê me diman yek ji wan rûtba wî çawîş bû, li mala Mihemed dima. Malbatê bi ‘îzzet û îkram li wî dinhêrt. Jê heznekirna jî ji tirsa canê xu wêya diki-rin. Çawîş ji ber nav mala wan dizanibû, hîn bûbû ku perê wan heye. A li vir ber mala me di ronkayîya rojê de li ber çavê min hedîse çêbû. Mihemed ji îşê xu, ji nava erdê xu dihat, ber mala me Çawîş rêya wî birî û jê re got “Tuyê perê xu bidî min” Ez li ber mala me nêzî wan bûm. Dengê wan dihat min û min wan didît jî. Bi wî gundîyê me ra bi navê Xalid û Ehmed du gundîyê me yên din jî hebûn. Gundîyê me Mihemed, selikê tijî ka kiribû û di binê çengê xu da bicî kiribû dibir malê. Ew çawîşê ku perê wî jê dixwest lê fetilî û wûha got “Ez şuxulîme, min pere jibo xu karkirîye ne jibo ez bidim te” Çawîş israr kir “Anha tu perê xu didî min nadî min” Mihemed got, “Ez pere xu nadim te” Çawîş gullek berî serê wî da. Mihemed bi tevî selika xu ya kayê, bi mis-lê perçekî goşt ji cîyekî bilind da bikeve, ket erdê. Gulle mêjîyê wî belakir. Hê li pîya ruh ji bedena wî derket. Bêruh li ser ser û çev ket erdê. Li hember wê wehşetê ez bi wê zaroktîya xu di cîyê xu da ce-midîm û fena hêkel sekinîm. Wextê cesedê Mihe-med ket erdê, selika kaya wî jî di berda ket erdê. Çawîş bi ser cesedê Mihemed da xar bû û bi kîn rahişt selika kaya wî, qismekî kayê bi sere wî da rêt. Kaya sipî ket nav xûna sor… Heta wê anê gundî yê me Xalid û Ehmed bi min ra wê wehşetê bêdeng seyr dikirin. Jixu ev tişt di zemankî kurt da çêbû û bi kuştina Mihemed qedîya.

Ew wehşet li me tava pir zor hat. Lê belê tiştek ji destê me nedihat. Xweyn ketibû çavê wî leşkerî û sîleh di destê wî debû. Belê gundîyê me Xalid bê-deng nema. Xîreta wî wê zulmê qebûl nekir. Canê xu xist ortê û li ser leşker fetilî, pêçîka xu ya eşhedê ber bi ‘esmana bilind kir û wûha got “Ez jibo Xweda şahidim ku te jibo pera mêrikê kuşt.” Çawîş ber pê çû û jê sewal kir, “Tu şahidî didî ku min mêrik jibo pera kuşt” Xalid, “Ez li ba Xweda şahidim ku te mê-

rikê bê suc û gûneh, jibo pera kuşt.” Çawîş vê suwa-la xu sê car pirsî. Xalid jî her sê cara ‘eynî bersiv da. Ji heyata xu neditirsîya. Lewra piştî vê zûlma mezin jîyan jî ji însan re dibe bar û piştî. Meriv di bin wî bar û piştî da di‘eciqe, dihele û diqede. Çawîş gul-lekî berî serê Xalid jî da. Xalid jî emanetê xu hê li pîya teslîmî xwedîyê wî kır. Çend gaw ji Mihemed wê da ew jî bêcan ket ser erda reş. Bi wê şahidîya qewî çû hizûra Xwedayê xu. Kîna çawîş hê dananî-bû. Dirêjî selika kayê kir. Kaya ku tê de mabû wê jî bi serê Xalid de rêt. Gundîyê me bi navê Ehmed li wê derê fena min di cîyê xu da cemidîye û temamê hedîsê muşahade kir. Çawîş bi ser wî da fetilî û bi halekî “Tu jî şahidî nadî” sualî lê nihêrt. Xweyna Eh-med cemidîbû. Bi lênihêrteke vala li çawîş dinhêrt. Deng jê derneket. Zimanê wî bûbû perçek goşt di devê wî de. Ew jî li benda kuştina xu bû. Wê kengî çawîş hebkî gulle berî serê wî jî bide. Çawîş ber bi Ehmed çû, bi temamê qûweta xu û bi qirma tivin-gê li Ehmed xist. Ehmed wek potikî vala û sivik li erdê, li ber pîyê çawîş dirêj ket. Ji xu va çû bêhere-ket. Te digot qey ew jî mirîye. Ji şahidê wê hadîsê ez tenê li ser pîya mam. Ejî bi wê sebîtiya xu li ser pîya li hember wê wehşetê mirîbûm. Çawîş min ji zilama hesab nekir û bi alî mi da nehat û ji wê derê çû, dûrbû.

Piştî van zulmê giran û bi keder însanê herêma

me bêtir derxistin çîyê. Van kesa bi sala têkoşîn dan li hember zulmê. Ewê ku bi wê têkoşînê nam dan, hinik ji wan ağê gundê Gurnozê bûn. Hecî Selîm ku jê re tê gotin Kolos Ağa û birê wî Hecî Mûste-fa. Vana bi deh sala zêdetir têkoşîn li ser de’wa Şêx berdewam kirin. Bi wan re yê ku di herêma me de nam dan, Yado hebû û Zaza Huseyîn. Ez

Jı Gundê Xerîb Sûretek

11Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 12: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

behsa têkoşîna wan nakim. Belê wan ti zirar ne-dan însanê me. Hikûmet li hember wan bêçare ma û milîsa ji xû ra çêkir û bi pey wan xist. Ji wan re digotin milîs Hûkumet. Ji ber wan milîsa rê û dirb dizanibûn, wan ew têkoşîn qedand. Hukûmet ni-karibû Yado bikûje. Bi destê milîsê xu wî kuşt. Zaza Huseyn bi tevî pîreka xu di malê de dor lê digirin. Teslîm nabe. Pîreka wî jê re dibêje, “Xweyna min li te helal be, şûna ez dikevim destê milîs û leşkerê bênamûs, tu min bikûje û bira ji bo namusa te çavê te li paş nemîne” Pîreka xu dikûje û bi leşker ra şer dike. Li gor ku tê gotin Huseyn heft dîwarê malê, di ber hevda qul dike û têde dertê derva. Piş-tî şerkî giran tê kûştûn. Dîsa li gor gotina, mîlîs kî dixwaze bi cesedê wî de bewla xu bike. Di vir da jî tê fehmê ku çiqa însanê bê qarekter hebûne, di memleket da ew bûne mîlîs. Serê leşkera berê xu dide wî mîlîsî û jêre weha dibêje: “Lawê min, mêrik wexta sağ bû hûn newêribûn li siya wî binhêrin, anha vê ‘adîtîyê ti çima bi cesedê wî ra dikî” Ew çax ji wî leşkerê cimhûrîyetê temamê mîlîsê firotî yên li wê derê, dersa xu distînin, belê însan bê qîmet û qarekter be havênê wî naguhere.

Hecî Selîm ku bernavkê wî Kolos Ağa ye, min jî wî dît. Wextê min wî dît îdî extîyar bûbû. Rûyekî nûranî li ser bû. Deh salî mûcadele dan. Pir eqre-bayê xu şehîd dan, lê belê ew şehîd neketin. Ji derd û kula ra man. Paşê ketin hepsê jî û hatin berdan. Min li navçeya Gêncê Qaso jî dît (ew mûxbîrê ku Şêx da girtin, Bînbaşı Qasım) ez ji wera sond dixum ku rûçikkî pîs û qebîh lê bû, însan digot qey ji ce-hennemê fîrar kirîye.

Ez û bavê xu jibo hewceyên malê em çûbûn Dîyarbekir. Bi me ra yek şexsek bi navê ‘Elî jî hebû. ‘Elî, li deşta gundê me ‘erdê ku ajotîbûn bekçîtî-ya wan dikir û li mala me dima. Li ber camîya dîrokî Ûlû Camiyê disekinin. Îşkî min derket ez ji ba wan bîhnekî dûr bûm. Ez vegerîm bal wan ku bavê min ne xwanêye. Min ji ‘Elî pirsî “Bavê min li kûye” ‘Elî got, “Polêsa bavê te birin.” Min pirsî “ Gelo çima polêsa bavê min girtin” ‘Elî got, “welleh bavê te bi zazakî şitexilî ji ber wî qasî wî binçav kirin.” Min bihîstibû ku ji xeyrî zimanê Tirkî kî bi zi-mankî din biştexile qedexeye. Zimanê her dayikê

qedexe kiribûn. Min ji ‘Elî pirsî, “Cezayê şitexilya xeyrî zimanê Tirkî çiqase” ‘Elî “Cezayê wî 25 qurû-şe” “Bi bavê min ra 25 qurûş tinebû ku wî binçav kirin.” ‘Elî got, “Nizanim.” Min pirsî, “Bi tera jî pere tinebû ku ti bidî wan bavê min negrin.” ‘Elî got, “welleh bi mira hevû.” Min pirsî, “Madem bi tera pere hebû, te çima neda wan ku bavê min birin.” ‘Elî deng nekir û diber xu da kenîya. Ew halê wîyê bêxem li zora min çû û min got, “Te pir tişkî baş kirîye lewma ti hûr hûr dikenî.” Ez pê ra xeyîdîm, min wî rezîl kepaze kir. Paşê min cîyê bavê xu hîn kir û ez bi pey ketim. Zemanê paydosa navrojê bû. Ew çax Ûlû Cami kiribûn cîhê ewlehîyê. Min xu berda hewşa camîyê. Hewş di çalê debû. Gava ez di pêlika da gîştim hewşê, li qarşî min nezare-teke bi çend pêlika dertê jor, xûyakir. Derê wê ne-zaretê di bin da bi qasî bihostekê merisîbû û jêda ketibû. Di bin derî da min pîyê bavê xu di sola wî da naskir. Min hînkir ku bavê min li vir tê girtin. Min xu berê jêr da. Bala xu dayê ku serpolîsk û ka-tibê wî li ser masekê rûniştine. Min silav da. Silava min vegirtin. Min got, “Cezayê bavê min çiqase.” Qomsêr got, “Ev şexis bavê teye.” Min got, “Belê bavê mine.” Wî got, “Cezayê wî 25 qurûş e.” Min derxist 25 qurûş danî ser masa wî û min got, “Îdî ez dikarim bavê xu bivim.” Qomsêr got, “Çima ti bi zimanê Tirkî dizanî, bavê te nizane.” Min got, “Ez hatime vira jibo bavê xu bibim. Ez nehatime ku ti min îmtîhan bikî.” Girtina bavê min pir li zora min çûbû. Nexasim ku çima bi zimanê dayîkê şitexilye. Qomsêr famkir ku ez ji wê zulma wan ‘aciz bûme. Qomsêr got, “Belê, dikarî bavê xu bivî” û min bavê xu girt em ji mekanê zulmê derketin.

Ew çax herêma me bi vî rengi vû. Ne ev tenê, kîtaba meya Mubîn Qur’ana Kerîm qedexe kiribûn. Tu kes nikaribû dersa wê bide yan jî bixweyne. Hê jî perçê Qur’anê di çîya û şikeftê me da tên xuyakirin. Bi nîşanê Îslamî re jî herb vekiribûn. Şalwarê li în-sana û kum û şaşik qedexe kiribûn. Rojkî ez di ber derê avahîya ewlehîya Çebeqçûr re derbas dibûm. Şexsekî xebatkarê ewlehîyê min da sekinandin û kumê min ji serê min kir. Pir li zora min çû. Qom-sêr dît ku ev kirina hevalê wan ne di cî da ye û pir li zora min çû, ber bi min hat û xwest min tesellî

BangaHeq12

Zivistan2019

Page 13: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

bike. Ji mi ra got, “Ez herim kumê te ji te ra bînim.” Min got, “Ti kumê min bînî jî ez îdî nadim serê xu.” Qomsêr însanekî bi wîcdan derketibû. Ew jî pir li ber min ket. Ez mehzûn û bi dilşikestî bi nav sûkê da çûm. Serê min bêkum bû fena ez tazîbim. Fena ku min sûcekî mezin kiribe.

Ez li leşkerîyê nûmara neferîbûm. Min ji xu hez dikir. Cilê xûyê leşkerî min li ba dirûnker li gorî xu dida dirûtin. Ser û çavê min paqijbû. Bolik qo-mandanê me navê wî Kazım Erdem Ay bû. Tugay qumandanê me jî Îsmail Hakkı Talay bû. Rojekî Tu-gay qûmandanê me hat teftêşa leşkerê bolika me. Duzena min balawî kişand û gazî min kir. Ez çûm balê. Li memleketê min pirsî û hînkir ku Bîngolî me û ji wê derê navê çend însana pirsî. Kesê ku min wan nas dikir, min digot ez wan nas dikim. Mesela ji navçeya Gêncê Se’îd Döker pirsî, min go ez nas dikim. Ji Diyarê Boydê ‘Umerê kûrê ‘Elî pirsî, min go ez vî nas dikim. Bi vî hawayî navê pir însanê herê-ma me pirsî. Paşê hat ji Walêra Çolak Şukru pirsî, Çolak Şukru xalê min bû. Min got, Çolak Şukru xalê

mine. Ji ser kursî rabû pîya, ber bi min hat û cardin pirsî, min cardin got, ew xalê mine. Sê cara suala xu pirsî û min jî ‘eynî bersiv da. Wuha dewan kir, “Ku ew xalê tebe, min pir nanê wî xwarîye û çay û qehwa wî vexwarîye.” Min got, “Te nanê wî xwarî-ye, çaya wî qehwa wî vexwarîye, paşê wan û bi tevî malbata wan, ciranê wan di xanîkî de topkirîye û agir berî wan dayîye wan bi tevîhev şewitandî ye.” Li hember vê berteka min, bêminnet li nav çavê min nihêrt û ji min re got “Belê, wellahî min wî jî kirîye” Bi kîn û nefret min li nav çavê wî nihêrt. Dilê min jê lihevket. Li ber çavê min we kî marekî reş disekinî. Însan ancax ewqa bêminnet û canî dibe. Wehşetê ku li herêma me kirine, venaşêrin û pê peznê xu jî didin. Min xwest ku ez wî di heyfa wan mezlûmê gundê Walêrê ku di xanî da şewitandin, perçe perçe bikim, lê belê ev tişt ji destê min ne-hat. Min berê xu bi nefret jê guhart û ez jê dûrbûm. Wî jî nefreta min li hember xu fêmkir û wekî din ti tiştekî din negot. Ji ba wî qatilî ez çûm û dûr bûm, bi huzn û xemeke dilşewat…

Gundê Walêr, Xanîyê Ku 33 Însan Tê De Hatın Şewıtandın

13Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 14: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Şêx ‘Ebdurrehmanê Axtepî (Rûhî)

Hey werin yar û bira carek j imin kin yek sualDa ji bo we bêjim ez asarê te’b û sûî‘hal

‘Halekî şiddet qewî tê da me roz û şeb muqîmTa bi weqtê fecrê sadiq min fîğan e nale nal

Narê hîcreta li ser min zêde ğurbet ah û ahÇendî ze‘hmetkêşim ez fîrqet li min bûye kemal

İxtîyarek puştî kuz bûme ji hîcra dîlberêSed hezar sal e bi çavan nedye min yarê şepal

Dê çisan nalîn nekim ahan nekêşim roz û şebNemleê ed‘ef çewan erz û sema kin î‘htîmal

Jan didit dil ba ceger sûta li min sîne hinavCumle e’da derdîdar in têk kebab in ey heval

Şubhê Yûsûf zîrî zindan mame me‘hbûs û ‘hezînQet nego carek Zuleyxayê çi ‘hale bê me‘hal

Çend hezaran fikrî tên qelbê melûlê ğemzedeĞûrbet û rahê be‘îd û hicrê me‘hbûbê delal

Narê Mûsa mîn ledûn Îsa ji şewqa dîlberêNûrê wadî eymenê bû der ceger min îştî‘al

Dîlberê bala qiyamet ger nebînim der bihiştYek qedem ger deynim ez ey dil mu‘hal e sed mu‘hal Mubtela Eyyûbê weş bûme di hîcra dîlberê‘İrq û ‘isyanim ji hev werya ne nabin întîqal

Çendî carin bê ‘eded derbû tehê hîcranî teWek zerê xalis ‘eyarê ser me‘hel ez bûme qal

Qalî bû me gaz û çakûç û nefax û kûre narYek nezer weqtê ku da min şengê şewqa çav ğezal

Şu’ledar im ser te ser ateş dibarit min ji ahBê du ebrûyÊ hîlal im dil mi bû koyê zeğal

Nagihê selma xwe ey dil reş bi poşe me’temêHêstirê xwînê bibarin dûrketî weqtê wîsal

Arezûmendê te me ey şahê textê dîlberêZêde sewdedar im ez wek teşnehê abê zelal

Yek gedayê dergehê ‘alî me ey canê cîhanSal û meh gerdenkeçim bû şewqê dîdarê cemal

Ğerqeê gîrdabê ‘hîrman im Xuda ra himmeteAh û feryadê me da xelqê cehan yekser melal

Wed-dû‘ha wel-leylî wirdê ser zebanê min muqîmÇun ji ewwel wechê te sanî dizanim zulf û xal

Çendi bê însaf û re‘hmê şefqetek nakî li minBexşîyek der darê te can û dil û sed milk û mal

Yarê min girtî ğedeb avêtime paş kohê QafBîm û ummîd e tecellî ser me ez perda celal

Ahûwê we‘hşî mudam lê da ji nîva qelb û dilMin nizanî murğî canî min bikagul bit ‘îqal

Xusrûwê xûban kirim yexsîrê çeşmê reşbelek‘Uşrê mî’sarê beyan nakin hezaran qîl û qal

Wesfê derdê ‘işqê dîlber çun mufessel nabitin“Rûhîya” mucmel te go lêkin bike teyyê meqal

Da Ji Bo We Bêjim Ez

BangaHeq14

Zivistan2019

Page 15: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

)شێخ عبدالرحمن ئاقتپي )روحي ✍

هي ورن يار و برا جارك ژمن كن يك سؤالدا ژبۆ وه بێژم از اآثارێ تعب و سوئێ حال

ت قوي تێدامه رۆز و شب مقيم حالكي شدتابوقتێ فجرێ صادق من فغان و ناله نال

نارێ هجرا ته لسر من زێده غربت اآه و اآهچند زحمت كێشم از فرقت لمن بو يه كمال

اختيارك پشت كوز بو مه ژهجرا دلبرێصد هزار ساله بچاڤان نديه من يارێ شپال

دێ چسان نالين نكم اآهان نكێشم رۆز و شبنمله ئى اضعف چوان ارض سماكت احتمال

ژان ددت دل با جگر صوتا لمن سينه و هناڤجمله اعضا دردى دارن تيك كتابن اي هڤال

شبهێ يوسف زيرێ زندان مامه محبوس و حزينقط نگو جارك زليخايێ چه حاله بێ مجال

چند هزاران فكرێ تين قلبێ ملولێ غم زدهغربت و راهێ بعيد و هجرێ محبوبێ دلال

نارێ موسى من لدن ايسا ژشوقا دلبرێنورێ وادڕ ايمنێ بو در جگر من اشتعال

دلبرێ بالا قيامت گر نبينم در بهشتيك قدم گر دينم از اي دل محاله صد محال

مبتلا ايوبێ وش بو مه دهجرا دلبرێعرق و اعصابم ژهڤ وريانه نابن انتقال

چند جارن بێ عدد دربو ته ئى هجرانى تهوك زرێ خالص عياري سر محك از بو مه قال

اخ و كوره نار قالێ بو مه گاز و چاكوچ و نفيك نظر وقتێ كو دامن شنگى شوقا چاڤ غزال

شعله دارم سرتسر اآتش دبارت من ژاآهبێ دو ابروێ هلالم دل مه بو كويێ زغال

ناگهێ سلما خوه اي دل ڕش بپوشه ماأتمىهيسترێ خونين ببارن دور كتى وقتى وصال

اآرز و مندێ تمه اي شاهێ تختێ دلبرێزيده سودا دارم از وك تشنه ئێ اآبێ زلال

يك گدايێ درگهێ عالي مه اي جانێ جهانسال ومه گردن كچم بو شوقێ ديدارى جمال

تێ غرقه ئێ گردابێ حرمانم خدارا هم اآه و فريادێ مه دا خلقێ جهان يكسر ملال

حى والليل وردێ سرزبانێ من مقيم والضل وجهێ ته ثاني دزانم زلف و خال چون ژاو

چند بێ انصاف و رحمێ شفقتك ناكي لمنبخش يك دردارێ ته جان و دل و صد ملك و مال

يارێ من گرتى غضب اآڤێتمه پاش كوهێ قافيده تجلي سرمه از پردا جلال بيم و ام

اآهوێ وحشي مدام لێدا ژنيڤا قلب و دلمن نزاني مرغێ جانێ من بكا گل بت عقال

خسروێ خوبان كرم يخسيرێ چشمێ ڕش بلكعشرێ معشارێ بيان ناكن هزاران قيل و قال

ل نابتن وصفێ دردێ عشقێ دلبر چون مفص»ڕوحيا« مجمل ته گۆ لێكن بكه طيێ مقال

15Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 16: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ İbrahim ÇEBAKÇURÎ

Ruecêka Cumhuriyet runiyawa heta serranê 1950 yo ruec çin o şar ya dinê ya zi baweriya xu ser eziyet u heqeret nêvino. Ina hikayeya tay hediseyana ki o wext hediseyi hınayın zaf i.

Mala ‘Eli, dewanê Serhad ra yo dew ra bı. Dew kıştê yo qêmeyo asi dı bi, dormalê ay dı doli xuareyi u koyi berzi esti bi. Dew dı şeşti keyeyi bıbi.

Mala ‘Eli, veciya serê banê comiya dewa xu. Keroni ına comi dara çomyer ra bi u çar kueşeyi comi estı bi. Desti xu berdi gueşanê xu. Puerê u erdişa ey bibi sıpi. Şaşê ey sareyê ey ra heta kıftanê ey ruveradiyeni. Şaşê u erdişa ey, tesirê hewayo serd u wışk dı vaydiyeni. Vengê ezani dew ra bı vıla u ezmon ra pêl pêl bı berz:

- Ellah`u Ekber! Ellah`u Ekber! Mala ‘Eli, ezonê nimroci qedina, wext ame war

xırqeyê xu pışt xu ra u qey nımaci hevıliya berê comi. Eg çı bıvino! Dewıcan dı yo teşweşi esta u ters ver hê hetê keyeyanê xu rameni. Ê ki qey nı-maci ameyi comi ê zi veciyayi teber hetê keyeyanê xu lezalez şıni.

Mala ‘Eli, hema nêzono se biyo, dewıci çıra u çıta ra rameni. Şaşmendo u nêzono sekero. Tavıl quelê yo dewıci ra tepışeno u perseno:

- Sofi Ehmed, xeyr a. Ina çı teşweşi ya? Ters vera tev koti bi Sofi Ehmedi. Sofi Ehmedi

tersa xu, xu virakerd, oniya malay ra u zêrrê ey ma-lay ri veyşa. Pê sotêko kêm va:

- Tı, nêeşnawıt? Mala ‘Eli:- Mı, çıta nêeşnawıto? Sofi Ehmed:- Eskeri… Yo qolê eskeran ha cêrê dew dı xu

nımıto. Şoneyi voni, ma ê diyi!Sofi Ehmedi, qala xu qedina nêqedina quelê xu

destê malê ra xelısna u pê a teşweşi uca ra şı. Mala ‘Eli yo mudet nêzona sekero u cayê xu dı vındert. Dıma xu arida, lezalez berê comi ra şı zerre. Tere-kanê comi dı çendek Quran u elifbayi esti aridayi, eşti yo toreyi. Şaşa xu zi sareyê xu ra vet eşt tore. Xu xu va:

- Ez inan ça dı bınımni?Serr, 1940… Dewro Şefo Milli bi. Ezon, ‘Erepki

wendış weradiyabı, musayiş u musnayişê Qur’an men bıbı, şaş gıredayiş yo sucêko gıranı bı(!). Her ca dı mehkemayi istiklali runiyabi. Kom, ‘Erepki ezon bıwendên, dersa Qurani bıden u bıgurewtên; şewqe nênen sareyê xu ser ini merdımi destê ına mehkema ra nêxelısiyeni. Ina mehkema, xısusen kotên ‘alimon dıma, ey tepıştên. Zafi alımi pê qera-ranê ini mehkemayan dalıqıyayi.

Mala ‘Eli, hol zono ki eger eskeri ini Quranan u ına şaş bıvini ey tepışên u keni hepıs. Kom zono, bela ey kışeni…

Mala ‘Eli nata oniya veta oniya cayêk nêdi tede o tore bınımno. Veciya teber, labelê erey mendı’b. Yo seresker u heşt eskeran doruverê comi gurewtı bı. Seresker birehm u ğıdar bı. wext, Mala ‘Eli comi ra veciya u tore xu dest dı pita tepıştı bı. Eskeran wı wışkawışk tepışt, sereskeri, tore destê ey ra kaş-kerd. Tore dıriya, Qurani u elifbayi tore ra rışiyayi. Ino hal ser, çımanê Mala ‘Eli ra hesıri ameyi war u wı lezalez bı çowt wa ez Quranan aribıdi. Labelê sereskeri niverda, kıftê Mala ‘Eli tepışt u ton da.

Mehkema Kerdişê Mala ‘Eli Yi

BangaHeq16

Zivistan2019

Page 17: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Mala ‘Eli, ri ser fek şı erd ra. Eskeri ameyi pê pasku-lan Mala ‘Eli warızna u wırdi desti ey kelepçe kerdi.

Eskeran, dew dı zobina çiyêk nêkerd. Pa Mala ‘Eli dew ra veciyayi u şıyi. Hetê qeza ra peyati kowti rayır. Qeza, dew ra des seat duri bi. Eskeran Mala ‘Eli şa xu ver, pê lapatan u paskulan berdên…

Mala ‘Eli hına yo weziyet dı bı bermeyê kutıkan ey ri omeni; labelê ters ver yo merdım zi nê pencı-ra ra nê ber ra sareyê vet u nioniya. Kes, neeftariya vaco;

“Şıma ıno malayê ma extiyari beni ca? Ey sekerdo, sucê ey çıta wo?

Şar, zulm u tadayê dewlet endek kaşkerdı bı kom nomeyê eskeran bışınawıtên ters ver recı-fiyeni. Seba ınay heshelaw bıriya, herkes rama şı keyeyê xu, ber u pencırayi xu qefılnayi.

Mala ‘Eli u eskeri sersıbayi resayi qeza. Rayır dı kuyayiş ver, warkotış ra her waslayê Mala ‘Eliyi bıbi bırin, cıli ey dırıyayi, puerê u erdişa ey bibi timon. Desti ey kelemçeyo asin ra bibi muer, bınê şeka-lanê ey koti bi u lınganê ey ra gun omêni. Biinan şew, zaf serdı bı u seba ınay qers koti bi ey.

Eskeri, seni’g resayi qeza ça dı koti rayırê mehke-ma. Ê, baweyê tic eştışi nêvınderti. Enan, waştên wa tic ra ver Mala ‘Eli ra bıxelısiyê. Şiyi mehkemayi. Hâ-kim Serwet yo mekteba khon dı mehkema nabi ru.

Mehkema wa, tı çı mehkema wa!Hâkim Serweti, heta sersıbayi reqi werdıbi;

ayra xura şıbı u toşı bı. Wı pê ıno weziyet, şı kursi dı runışt. Ey pê ına serxweşiya xu despêkerd ki Mala ‘Eli mehkema bikero. Mala ‘Eli beynatê dı eskeran dı yo masaya darın dı nıştıbı ru. Hâkim, pê çımani xıraban ra oniyeni Mala ‘Eli ra. Ey pê bılbılkerdışi pers kerd:

- Şıma ıno yobaz ça ra ardo? Eka wextê ey bı? Vacên sucê ey çıta wo?

Serekê eskeran fekakerde va:- Efendi, ma wı pa kitabanê ‘Erebki tepışt.

Sareyê ey dı şaş estı bi! Teyna ini nêyi! Çı wext ma şiyi dewa enan ey serê banê comi dı ‘Erepki ezon wenden!

Hâkim, seni ini çiyi şınawıti cad arqıliya xu u cayê xu ra wırışt. Wı, qey de’waya Kemalizmi yo esker o. Çımi ey bıbi tari, daxa ey şi u xu xu pê yo

sotêko berz va:- Hala hala, hema ini yobazi mendi? İni ça

ra paşt geni, dewleta maya teze rê sarewedar-neni! Heyret, ini kom ra desteg geni a Cumhuri-yeta ki ma pê guin runawa qebul nêkeni.

Pê ini qalan ame u doruverê Mala ‘Eli dı gera. Hâkim Serwet, zaf qurre yo merdımo bı, bêşerme peşmıriya u sareyê xu şati. Dıma va:

- Way, way, way! Çendêk qanuni dewrimi esti tı ey heme cawuti. Lan, tı baweriya komi keni u tı kom ra paşt geni de vac!? Nomeyê teşkilatê şıma çıta wa? Tı raşti ra dewletê ma u Cumhuriyeta maya teze rê herb kerdo a! Tı nê-zonê ini fealiyeti tı beni kındıri?

Mala ‘Eli, sareyê xu kerd berz u pê yo sotêko zıxm, dekerde u tesirın va:

- Ez teyna yo ‘alim o! Dinê İslami mı ra çı wazeno ez ay ano ca. Şıma buetoni keni mı! Ez nê asi yo nê zi yobaz o! Ez yo merdımo extiyar o. Şıma teyna qey nımacê mı, wendışê ezoni u hes-kerdışê Qurani ına me’mele u ıno eziyet keni mı! Seba ınay şıma hem yobaz i, hem zi sucdar i!

Hâkim Serwet, pê qehqeha huya. Serxweşı bı. Honê ey zi omeni. Enan ki ıno wezife dabı cı ey ra nêvatên ‘Dindaran mehkema bıker!’, vatên ‘Komci merdım, seba dindariya xu ard, zaf xu medecn! Pê mehneyanê qıcan ey ya bıkır hepıs ya zi bışıraw mezel!’ Hâkimi, zey Mala ‘Eli zaf merdımi bisuc da-lıqnaybi. Guereyê fıkırê ey gereka ıno welat yoba-zon ra pakı bo. Eger hına nêbo seni beni medeni!!!

Hâkim Serwet, pê kin u dışmenti qera u va:- Berên ıno sucdari! Wa verê çımani mı ra bı-

teqisiyo! Wı Cumhuriyetê ma ri sarêwedarneno ha! Ey bıdalıqnên u wa ê yobaz u dindari bini tera ders bigerê. Honê mı yeno. Ez nêeşkeno ey dı tekili bikeri, wextê mı çin o!!

Bexçeyê Mekteba khon dı dari decıkneyi. Çı wext Mala ‘Eli dari decıknayeyi diyi nışka ra peş-mıriya. Riyê ey zey aşma çaresın berıqiya. Eskeran hına yo weziyet dı mılê ey eşt kındır. O wext ki eskeran Mala ‘Eli dar dı dalıqna wı hema zi peşmı-riyeni. Wı pê yo huyayişo weş conê xu teslim kerd. Wı pê ına şehadet bı yo teyra cenneti u fırda çı cayê heskeranê xu…

17Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 18: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

BiyaniyêGiyanaXwe ✍ M. Zahir Ertekin

Parsekiya xiyalan dikimWan li ber tîna tavê diguvêşim û Ji xwe vedişêrimRojê du saeta

Ji ruhê rojê kirê dikim kulên berbirojHer rojÛ bi çavan bera newala şevê didimŞevê du saeta

Dunya li dij wan/me, ew/em jî gurên hev Li refên têtî difikirimRojê du saeta

Terkeserê vê dunyayê dibim, bi qena’etMişextî me, li nav milkê bavê lewra

Rojê bîst û çar saeta

BangaHeq18

Zivistan2019

Page 19: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Wextanêk yo Cini, tutanê dıleti ri dıhal (dıgon) manena. Miyan ra çend aşmi viyereni, ıni tuti zereyê rahmê dadi dı beni gırd. Hıni tay mendo ki inê tuti bızayi û biyeri dınya.

Ina hel dı miyane ınê tutan dı yo munaqeşa vırazyena.

Inê tutan ra yoyi Homayri imon ardu û zayiş dıma cuyayişri baweri keno. Tuto bini zi baweri homayi nêkeno û bêimono. zayiş dıma Baweri cuyayiş nêkeno.

Tuto bêimon vano: Ez qet zayiş dıma ra baweri cuyayiş nekeno. Tı baweri keni?

Tuto imonın: Belê.. Ez zayış dıma ra baweri cuyayış kena. Homayi itadı seni ma yo dalpe gunira xelq kerdi, ucadı zi ma xelq keno.

Tuto bêimon: Tı çara zoni ina çıyek esto?Tuto imonın: Ez dadiya xura zona ki ina yo

cuyayiş esto. Ma gereka hedreyi bari zayiş itadı bıvin. Gereka itadı ma xu xort bık u hol bıonên xu.

Tuto bêiman: Inê qali gejoni. İna çiyek çinyo. Zayış dıma qet cuyayiş nêbeno, xuri aqıl bo. Hem seni yo cuyayiş beno ki?

Tuto İmonın: Ez, Herçi tam nêzona labelê ucadı roşnayi esta. Reheti û hes esto. holi, bırati û insonti esta. Misal ma ucadı pê fekê xu aw şımeni û wer weni.

Tuto bêimon: Liya liya tı mı dı yâri keni! Nakê ma esto, ma pê nakê xu wer weni û aw şımeni. Fek zi çara vecya. Hem uca ra yo tenı zi tepiya nêgereyo a. Ez hol zona ki bê zereyê dadi ma dı cuyayiş çinyo. Liya, ehmeq mebo, bıon reheti û keyfe xu.

Tuto imonın: A dınya dı zi cuyayiş esto. Labelê ıno cuyayiş senino ez nêzona. Çiyeko ki ez zona, ma ita

dı pê nakê xu cuyeni. Lazımo ki waharê ıno naki bıbo. Waharê ino nakiri vani: Dadi. Homa biyaro weri ma zayiş dıma dadiya xu vineni. Dadi ma; ma dı eleqeder bena, ma herçi ra pawena û ixtiyaci ma vinena. Wer û awê ma temi kena.

Tuto bêimon: Tu va dadi…!! Tı baweri dadi keni? Inê piyor qalê verinani û piyor xurafeyi. Sareyê tu zaf wışko û zaf tepiya mendi. Hıçêk modern bo.

Tuto imonın: Dadi her wext dorverê ma dı ya. Ma pê ay cuyeni. Eg dadi ma çıni bo ma seni itadı cuyeni?

Tuto bêimon: Indêk Geji besa. Çımê mı esti. Ez baweri kena çımanê xu kena. Mı pê ıni çıman çıre dadi nêdiya. Çıyeko ki Pê çıman nêeseno ez seni baweri cı kena.

Tuto imonın: Zırarê, baweri ına cuyayiş çıtayo ki? Eg ina yo cuyayiş esto ki, ez ına cuyayişri hedrı bena. Eg tı xu hedrı nêkeri, uca dı tı qahr û perişan beni. Eg ina çıyek çıni bo ez zırar nêkena.

Dadi va: Peyxmêr vato, İnson hê honı dı. Çı wext bımıri o wext beni haya û cuyayışo newı dest pêkeno . Inka hıni tı zoni, Tı xu hedre nêkeni mekır. Ez baweri homayi kena û semedê o cuyayişi xu hedre keno.

• Gelo insoni ra nêeseno ki ma wu yo nutfa ra xelq kerdo. Wu cad ho beno duşmenêko eşkera.

• Xelq biyayişê xu kerd xu vira û ma ri misal ardu û va: Gelo wexto astê

biyê wellı, kam heyna yin keno gonı .

• Ey qasıdê mı, Vaj ki: Ayo ku ewil yi xelq kerdi,

wu keno gonı û wu her qeydi xelq kerdışi hol zano .

✍ Nureddîn KAWARÎ

Ti Baweri Keni

19Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 20: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Sitêrkek ji sitêrên pirrtîrêj û bi şewq di asîmanê ‘alema Îslam û di sedsala bîstem de li gundekê nêzî bajarê Merîwana Kurdistana Rojhelat hat ser rûyê dunyayê. Ew wêjenas, nivîskarek welûdê piralî û ‘almekî herî mezin bû ku bi Farisî, Kurdî û ‘Erebî gelek berhem nivîsî. Xwendevan ji gelek welatên dunyayê ê wek Pakistan, Malîzya, Misir, Yemen, Hîndîstan, Tunis, Cezayîr, Endenusya û… h.wd. dihatin li cem wî dixwendin û û bi îftîxareke mezin di dîwana wî de rûdniştin.

Seyda di navbera salên 1899-1905an de ji dayik bûye. Di vî warî de ew bi xwe li cîhekî dibêje ku; “Ez di sala 1903yan de ji dayik bûm e.” Li cihekî din jî dibêje: Ez di sala 1905an de ji dayik bûme.” Feqîrî û naçarîya dinyayê hê di wextê zaroktîya wî de bi pêsîra seyda digre ku di pênc salîya ‘umrê wî de bavê wî wefat dike û ew sêwî dimîne.

Seyda di destpêkê de li gundên wek gundê “Beyele, Esrawa, Kanî Sanan, Lencawa, Serdoş, Balik û Giwêzekwêre” li derdora bajêrê Merîwan,

li Kurdistana Rojhelat dest bi xwendinê dike. Piştî çend salên din di sala 1916an de diya wî jî wefat dike. Piştî wefata diya xwe seyda li gundê Kanî Sanan û Deretfê xwendina xwe ya di medresa de didomîne. Piştî xwendina li van gundan seyda diçe li bajarê Silêmanî, Biyare û ‘Ebeylê li cem gelek melayê mu’teber perwerde dibe. Di nav seydayên seyda de seydayê herî bi nav û deng Şêx ‘Umerê Qeredaxî ye. Seyda xwendina xwe ya dawî li cem wî temam dike û di 21 salîya ‘umrê xwe de îcaza xwe ya melatîyê jî wî werdigre.

Piştî wergirtina îcazê Mela ‘Ebdulkerîmê muderrîs bi muddetê çar salan dibe mela û mederrîsê gundê Nêrgsecar. Paşê di sala 1928an de diçe Xaneqaya Biyare û wek muderrîs bist û çar sala li wir dimîne. Seyda di sala 1925an de ji wir diçe bajarê Silêmanî, sê salan jî li wir bi tedrîsê ve mijûl dibe. Piştî sê salan seyda ji Silêmanî diçe Kerkûk û ‘heft salan jî wek muderrîs xizmeta ‘ilm û îrfanê dike. Di sala 1961an de Seyda ji Kerkûk

✍ Hêmin OMAR

‘Alimek Welûd û Rêzanek Navdar“Mela ‘Ebdulkerîmê Muderrîs”

BangaHeq20

Zivistan2019

Page 21: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

diçe payîtexta ‘ilmê kevnarê bi navê Bexda û di tekya Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî de bi muddetê çil û çar salan konê ‘ilm û zanînê vedigre. Seyda li Bexda wek qendîleke der û dora xwe ronî ke. Li Bexdayê cîhê wezîfa seyda bo ‘alema Îslamê dibe wek merkeza ‘ilm û zanîn û şêwr û mişêwrê. Ji her terefê ‘alema Îslamê gelek kes tên li ber destê seyda perwerde dibin û dixwînin. Seyda bi qasî bist û neh salan jî wek muftîyê giştîyê ‘İraq wezîfa xwe bi kar anîye. Ji şêstî zêdetir berhemên wî hene. Wî hem bo dînê Îslamê hem jî bo edebîyata Kurdî xizmeteke giranbha kiriye.

Seyda jiyana xwe bi zuhd û teqwayê borandîye. Ji salên 1990 bigre ta dawîya ‘umrê xwe bi şev û roj li Bexdayê di mizgeft û meqamê Şêx ‘Ebdulqadrê Geylanî de maye. Seyda bi dîsîplîneke muntezem wextê xwe li ser sê beşan dabeş kiriye.

1.Piştî nimêja sibê ders daye. Ji ber ku ew ji te‘ssubê dûr bû Xwendevanên wî ji hemî mezheb û mîlletên cuda bûn. Wî di warê ‘ilmê de wek Tuhfa Îbnî Hecer çend dersên zor daye ku mamosteyê wan pirr kêm bûn. Loma her roj bi deha xwendekaran li ba wî dixwend.

2. Seyda ‘heyata xwe ya piştî nîvro bo pêşwazîya mêvanan û ‘helkirina pirsigirêkên wan terxan kiribû. Ji gelek deverên cîhanê mêhvanê wî dihatin û pirsên şerî‘etê jê pirs dikrin. Ew hîç ‘aciz nedibû û bi awayeke mutewazi’ berisva pirsa her kesî dida.

3. Seyda pênc ta şeş sa’etên xwe yên şevê jî bo nivîsê terxan kıribû. Seyda di vê muddeta şevê de bi nivîsandina nivîsên olî, wêje, te‘hqîqî û dîrokî ve meşxul dibû.

Muftîtîya bajarê Bexda nêzî sed salan di bin destê ‘alimê Kurd de bû. Seydayê Mela ‘Ebdulkerîm jî çend salan bû muftîyê Bexda. Mixabin piştî wefata seyda ta nuha ne Kurdan, ne jî ‘Erebên ‘Îraqê nikarbûn kesekî biken muftiyê giştî yê ‘İraqê. Çunku seyda şexsîyeteke mu’tedîl, ‘alemek bê minnet û beynelmilel bû. Wî qet fetwa li gor kêfa hikumetê nedida, gelek caran dewletê jê daxwaz dikir ku fetwayekî li gor kêfa îdarê bide lê wî ev daxwaz qebul nedikir. Bo vê jî di nav ‘alema îslamê de hurmeteka mezin lê dihat girtin. Ewên ku mezheb û ‘hizrê wan digel seyda cuda bûn jî dema

ku kaxezê seyda ji bo wan diçû yan navê wî dihat hurmet lê digirtin.

Seyda bo Zimanê Kurdî jî xizmeteke giranbiha kiriye. Ew yekemîn kese ku xutbeyên înê bi Zimanê kurdî gotiye. Dîsa ew yekemîn kes e ku hem di warê şerî‘eta Îslamê de hem jî di warê zansitên din de bi kurdî berhem nivîsîye. Keda seyda ya di warê edebiyata Kurdî ya kilasîk de jî bê hempa ye. Lewra ew yekem kes e ku dîwan û helbestên “Nalî , Mewlewî , Salim û Mehwî” şerh kiriye. Eger wî lêkolîn li ser wan berheman nekirba, ta nuha jî kesekî dê nekariba wek wî tehqîqa wan pirtukan bike ku hinek ji wan berheman nuha di zanîngeha Ezherê de li Mîsrê wek ders tên xwendin.

Seyda digel ku muftîyê giştî yê ‘İraqê bû jî di muddetê temmamê jiyana xwe de kesek mutewazi’ bû û wek warisê enbîya jîna xwe domand. Wî gelek qîmet dida zarokan. Gelek caran zarok dihatin oda wî, ew ji wan ‘aciz nedibû û weke dibîstanê Qur’an bi wan dida xwendin.

Seyda ji pertûkên biçûkê wek pertûkên zaroka bigre ta dawîya zanistên şerî‘etê bi Kurdî, ‘Erebî û Farisî di gelek waran de pirtûk te’lîf kiriye. Ew hîç ne bi meqam ne jî bi ‘ilmê xwe mexrûr nebûye, daîma li ser teqwa û zuhdê bi zahidî jiyaye.

Seyda ne tenê nivîskar bû, ew di heman demê de şairek hêja bû jî. Wî di helbestên xwe de wek “Namî” mexles bikar dianî. Di warê ‘ilmê Bedî’ ‘Erûz û Şîretan de wek helbest berhemên wî yê menzûm hene.

Her wekî ku me di nav metnê de jî beyan kir seyda ta dawîya jiyana xwe li Bexdayê di Tekya Geylanî dima û wek qendîleke der û dora xwe ronî dikir. Mixabin bo seyda muddetê teqdîra emrê Heq di 28ê Tebaxa sala 2005an de li Bexdayê tecellî kir. Wî ji dunya fanî mala xwe bar kir û ji nav me çû. Nuha ew li Bexdayê di goristana Mizgefta Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî de cîranê Şêx ‘Ebdulqadirê Geylanî ye.

Du‘a me ya dawî bo wî her eve ku Xwedê Te‘ala me û wî li axretê bixefrîne, xerqî re‘hma xwe bike û di cennetê de jî bi cîrantîya peyxemberan şad û bextewar bike. Li dunyayê jî wî û ‘alimên wek wî nede jibîrkirin û me ji ‘ilmê wanê qenc mehrûm neke.

21Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 22: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ÇEND BERHEMÊN ‘EBDULKERÎMÊ MUDERRÎS EVİN:

Tefsîrî namî: Ev berhem tefsîra Qur’anê ye, ji heft cîlda pêk hatiye û bi Kurdîya Soranî hatiye ni-vîsandin.

Dû rişte: Ev berhema seyda ferhengeke men-zûma ‘Erebî û Kurdî ye.

Xulasey Tefsîrî Namî: Her wekî ji navê wê dixwîye ev berhema seyda wek meal xulasa Tefsîra Namî ye ku “Namî” mexlesa seyda ye.

Şerî‘etî Îslam: Ev berhema seyda di warê şerîe-ta Îslamê de wek çar cîldan bi zimanê Kurdî hatîye te’lîfkirin.

Danîşmendanê Kurd Der Xidmetê ‘Îlm û Dîn: Seyda ev berhema xwe di warê danasîna zanayên Kurdê ku xizmeta ‘ilm û dîn kirine de bi zimanê Fa-risî nivîsîye.

Tesrîfî Zincanî: Seyda ev berhema xwe di warê tefsîrê de bi Kurdîya Soranî nivîsîye

Binemaley Zanyaran: Wate Malbata ‘Aliman, Ev berhema seyda di warê danasîna malbata ‘ali-man de ye û bi Zimanê Kurdî hatiye nivîsandin.

Beharistanî Mewlana Camî: Ev berhema sey-da wek helbest wergera “Beharîstana Mewlana Camî” ye bo zimanê Kurdî.

Şerha Dîwana Feqî Qadirê Hemewend: Sey-da ev berhema xwe wek şerha “Dîwana Feqî Qa-dirê Hemewend” nivîsîye û tê de helbestên wî şîrove kiriye.

Şerha Dîwana Mehwî: Ev berhema seyda wek cildek şerha Dîwana Mehwîyê navdar e. Ji ber ku Mehwî hem şa’irek navdar hem jî mutewsewifek hêja bû di dîwana wî de gelek xalên tesewufê cîh girtine. Seyda jî ev dîwan bi berfirehî bi Kurdîya So-ranî şîrove kiriye.

Şerha Dîwana Nalî: Seyda di vê berhema xwe de Dîwana Nalî bi soranî şerh kiriye

Şerha Dîwana Mewlewîyê Kurd: Seyda Dîwa-na Mewlewîyê Kurd bi berfirehî şîrove kiriye.

Cewahîrul-fetawa: Seyda di vê berhema xwe de bi Zimanê ‘Erebî fetwayên ‘alimên Kurd wek çar cîld civandîye.

Mewahîburrehman: Ev berhem ji teref seyda ve wek tefsîra Qur’anê bi zimanê êrebî hatîye nîvî-sandin û heşt cild e.

‘Ulema’una Fî Xidmetîl-Îlmî Wed-dîn: Seyda di vê berhema xwe ya giranbiha de bi Zimanê ‘Ere-bî bi cildeka mezin jiyana ‘alimên Kurd ê ku ji ‘ale-ma ‘ilmê re xizmet kirine nivîsîye.

‘Eqîdey Merzîye: Ev berhem pirtukeke Mew-lewîya Kurd e û ji 2452 malikan pêk tê. Seyda ev berhem şirove kiriye.

Bedî’ û ‘Erûzî Namî: Ev berhema seyda di warê edebîyatê de li ser ‘ilmê bedî’ û ‘erûzê bi Zimanê kurdî û bi şekla nezim û pexşanê hatiye nivîsandin.

Rojgarî Jiyanim: Wate roj û serdema jiyanê min. Seyda di vê berhema xwe de bi Kurdîya So-ranî serpêhatîya jiyana xwe vegotiye.

Mektubatî Kak Ehmedî Şêx: Ev berhem ji 4 cildan pêk hatîye. Seyda di vê berhemê de hemî mektûb û nivîsê ‘alimê navdar Kak Ehmedî Şêxî berhevkiriye ku tevahîya wan di derbarê şerî’etê de ne û Kak Ehmed ew ji gundên Kurda re şandine.

Yadî Merdan: Ev berhem ji 2 Cildan pêk tê. Cil-da yekem taybete bi jiyan û xebatê Mewlana Xalî-dê Neqişbendî û ya dûyem jî behsa jiyanê şêxên neqişbendîyê devera hewramanê dike. Ev berhe-ma seyda bi soranî ye.

Wefatname: Seyda di vê berhemê de behsa wefatnama pêxemberî dike.

Nûrî Îslam: Seyda di vê pirtûkê de bi nezm û pexşan behsa ruknên îslamê dike.

Nûrî Quran: Seyda di vê pirtûkê de bi nezim û pexşan behsa ‘îlmê quranê dike.

Hec Name: Seyda di vê pirtûkê de çewanîya merasîma hecê bi Zimanî Kurdî beyan kiriye.

Witarî Ayînî: Ev pirtûk gelek xutbeyên roja înê pêk hatîye û bi Zimanê Kurdî.

Esasî Se‘adet: pirtûk bi helbest behsa bawer û adab û şîretan dike.

Ji bil van berheman seyda wek “Îman û Îs-lam, Rêgay rehber, Rêgay Pêxember, Serçawey Ayîn, Sosenî Kosar, Şemamey Bondar, Şewçira, Şimşêrkarî, Keramatî Hezretî Ziyaeddîn, Mew-ludname û Mî’racname, Baranî Rehmet, Baxçey Gullan, Behar û Gulzar, Sena û Skala, Munacat, Namey Bextyar, Namey Hoşyar, Honrawe Le Pe-nay Pêxember û Yaranî Da, Wenewşey Nazdar û …h.w.d.” gelek pirtûkên din jî di derbarê bawer û ‘eqîde û şîret û adabê de nivîsîye.

BangaHeq22

Zivistan2019

Page 23: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Mehmûd TIBYADÎ

23Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 24: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kova-ra Kelhaamed biçin newala xwînê yanî emê biçin Gelîyê Zîlan û behsa lehengekî navdarê Gelîyê Zîlan bikin. Di vê nivîsê de lehengê me Reşoyê Silo ye.

Reşoyê Silo bi eslê xwe ji binemala Kalê ye. Ev binemal beşek ji beşa ‘Eşira Bekira ye. ‘Eşîra Bekiran ‘eşîrek mezinê Kurda ye. Ferdên vê ‘Eşîrê bi giranî li Batman, Wan, Agirî, Erdîş, Bazid, Mûş, Qereqoçan, Exlat, Tetwan, Diyarbekir, El‘ezîz, Melazgir û Qersê belav bûn e.

Reşoyê Silo li gundekî Erdîşê ê bi navê Komurkoy hatibû dinê û jiyana xwe li wir didomand. Navê wî yê eslî Reşît e. Navê bavê wî jî Suleyman e. Ji ber ku gelê Kurd wek adeteke xweyê kevnar giranîya navan di nav xwe de bi awayeke belexwarî bilêv dikin Reşîtê lawê Suleyman di nav gel de wek Reşoyê silo hatiye bilêvkirin û wilo maye.

Li gorî agahîyên di derbarê wî de Reşoyê Silo di Medresa Hesen Evdal de xwendîye, keseke xwenda û zanayê dema xwe ye. Piştî ku dewleta Osmanî-yan hildiweşe û damezrînerên Komara Cumhûrî-yetê polîtîkayeke nû û sekuler dimeşînin wek gelek gelên herêmê Reşoyê Silo jî nerazîbûna xwe ya li dij vê rewşê nîşan dide. Wexta ku serhildana Şêx Se‘îd li dar dikeve Reşoyê Silo jî nerazûbûna xwe ya bo vê serhildanê aşîkar dike bes derfeta tevlêbûna qiyamê nabîne. Piştî ku serhildan bi mudaxleyek hovane têk diçe rayedarên Komara Cumhûrîyetê gelek mal û malbatên Kurd ê navdar sirgûn dikin. Gelek şêx, mela, axa û pêşîvanên Kurda jî an bi dar da dikin, an dixin zîndanan an jî sirgûn dikin. Di birayara sir-gûnê de ji herêma Bazid 1400 kes digel 80 malbatan tên sirgûnkirin. Di vê siyasetê de para Reşoyê Silo jî sirgûn e. Rayedarên komarê dixwazin ku wî sirgûnî Anadola Rojava bikin. Lê ew vê biryarê qebûl nake û

wek Hesikê birê Têlî, Şêx Zahir, Bekirê Qulîxan axa û gelek kesên dî dibe mehkûm û pişta xwe dide çiya.

Piştî ku Hesikê Birê Têlî û hevalên wî agirê serhil-dana Agirî da didin û Îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe tên reveberîya serhildanê werdigrin, Reşôyê Silo jî tevlî vê serhildanê dibe û wek wezîfedarê herêma Gelîyê Zîlan tê tayînkirin. Reşoyê Silo di Herêma Erdîş û Gelîyê Zîlan de derbên dijwar li neyarên xwe dixe. Gelek caran êrîşê dibe ser hêzên dewletê û zayîatên zêde dide wan. Yek ji wan jî êrîşa Qereqola Çaqir Beg e. Reşoyê Silo digel hêzên serhildana Agirî êrîşê dibe ser Qereqola Çaqir Begê û temmamê leşkerên ku di wir de ne dikujin. Ev bûyer tesîrek zêde li rayedarên komarê dik e. Je lew rayedarên Komarê hêzeke gum-rah dişînin herêma Gelîyê Zîlan.

Hem zayîata Komarê a di Qereqola Çaqir Begê de, hem jî gumrahîya leşkerên êrîşker tirs û zelzeleyek dijwar dixe dilê gelê Gelîyê Zîlan. Gel di vê endîşa xwe de neheq nîne. Lewra hêzên dewletê di êrîşa xwe de li ser gelê Agirî nexasim xelkên herêma Gelîyê Zîlan her heq û hiqûqî binpê dikin. Çi dijraber, çi biçûk, çi mezin, çi kal çi pîr, çi jin çi mêr kî bi ber wan bikeve bi sosret dikujin. Gelîyê Zîlan dibe gelîyê xwînê. Bi hezaran însan tên qetilkirin. Hêvîya dijraberan dişkê û ji naçarî dijraber biryara derketina ji welat didin. Bi-rayara wan ewe ku derbasî Îran û Sûrî bibin.

Ji eqrebayên Reşoyê Silo Memoyê Bedir teklîfa derketina ji welat li Reşoyê silo dike. Îdîa Memo ew e ku îdî li welat îmkana jiyanê nemaye. Lazime ew jî ji bo debara xwe derbasî derveyê xetê bibin û biçin bin xetê da ku jîna xwe bidomînin. Bersîva Reşoyê Silo ev e: “Birçîbûna li welatê me ji têrbûna welatê xelkê çêtir e. Ez bi tena serê xwe jî bimînim biryara min domandina berxwedanê ye.” Piştî vê biryarê nêzîkî 80 kesên dî jî dighên Reşoyê silo pişta xwe di-din çiyayên asê û berxwedanê didomînin.

(TEW DINYAYÊ)RÊZENİVÎSEK LI SER HINEK SITRANÊN NÊZDÎROKA ME-22

LI SER DU SITRANÊN KU LI SERREŞOYÊ SİLO HATINE HÛNANDIN

BangaHeq24

Zivistan2019

Page 25: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Di nav hevalên Reşoyê Silo de Xanima wî ya bi navê Zeyno jî wek şêrejinek cîhê xweyê taybet digre ku navê wê yê eslî Zeyneb e. Ew jî bi neseb ji mala kalê ye. Reşoyê silo, xanima wî Zeyno û hevalên wî yên din dighên hev û berxwedana xwe didomînin. Lê zivistanên Serhedê dijwar in. Çiya rê nade wan, şikeftê zinaran wan nahewînin. Birçîbûn û derdê de-barê zorê dide wan. Mecbûrîyet dijraberan mecbûrî hinek karên ne li rê dike. Yek ji wan karan jî eve: Ro-jek hinek hevalên Reşoyê Silo diçin Aşê Gêra û dest didin ser arê xelkê. Gel zêde ji vê hereketê ‘aciz dibe û dilnexweşîya xwe nîşan dide. Lê dijraber ji naçarî mecbûrî vî karî ne. Reşoyê Silo li ser vê bûyerê he-valên wek xurûbên pênce pênc dabeş da ku her kes bi awayeke karibe xwe veşêre û debara xwe bike. Di encama vê hereketê de serleşkerên delwetê ji şopa Reşoyê Silo û hevalên wî hayîdar dibin û bi rêberîya mîlîsan êrîşê dibin ser gundê nêzîkî şikefta wî ya ku di herêma Devetaş de bû. Di nav mîlîs û hevkaran de hinek eqrebayên Reşo jî hene. Bes em naxwazin navê wan li vir rêz bikin. Dibê em li vir baş bizanibin ku zewala dar ji kurmê dar e.

Tu agahîyeke Reşo ji mîlîsên hevkar û leşkeran nîne. Loma du birayên bi navê ‘Emer û Mihemmedê Xalit bo temînkirina xwarinê dişîne nav gund. Ev her du bira bi dev diçin ser kemîna leşker, şer derdike-ve di encamê de her du jî tên kuştin. Piştî demeke dûvdirêj Reşôyê Silo çek û sîlahên xwe digre û li pêy wan diçe. Ew jî ji kemînê xafil bi dev diçe ser kemînê. Daxwaza teslîmbûnê bê encam dimîne. Di navbera Reşoyê Silo û leşkeran de şer derdikeve. Lê vê carê oxira wî naşxule. Gula wî di devê tivingê de asê dibe. Leşker newêre biçe ser wî loma ji eqrebayên wî Feto dişînin cem wî da ku wî bo teslîmbûnê qani’ bike. Di encamê de Feto Reşoyê silo bo teslîbûnê îkna dike. Reşo teslîm dibe. Hayê Zeyno ji bayê felekê nîne destê wê li ser tetikê ew di şikeftê de ye.

Dotira rojê serleşker soz dide Reşoyê Silo eger ew Zeyno bo teslîmbûnê îkna bike têkilî herdûka jî nabe û dê wan azad bike. Barê namûsê girane li ser vî sozê nesoz Reşoyê Silo digel wan diçe.. Dema leşker diçe serşikeftê Zeyno ji ber xwe naxwe, mirina xwe dide ber çavê xwe û gula li leşker direşîne. Barê namûsê girane Reşo ji naçarî ban li Zeyno dike:

- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî ev e tu jî teslîm bibe. Serleşker soz daye têkilî me nabe. Zeyno wihareng gazinê xwe ji Reşo dike:

- Te digo: “Ez berxê mala ‘Emer im. Mêr bi ser min re tunîne. Tirsa min ji Romê tunîne. Ev çi hal e. Bersîv Eynî ye:

- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî eve tu jî teslîm bibe.

Zeyno ji naçarî teslîm dibe. Rom bêbextîya xwe dîsa nîşan dide. Bi emrê serleşker ewil serê Reşoyê Silo li ber çavê Zeyno tê jêkirin da ku dilê wê bêtir biêşê. Paşê serê Zeyno jê dikin. Serê herdûka bi dar de dikin û bo ‘îbret gund bi gund digerînin. Piştî ger û nîşandina gel serê herdûka bi qasî bist rojan di Merkeza Agirî de li ber Qonaxa Hukumatê bi têlê ve daleqandî dihêlin da ku tirsa zordara bêtir di dilê gel de rûnê.Piştî vê buyerê ev peyv wek derbû mesel di nav gelê herêmê de dimîne: “Hay ji xwe hebe. Rom bêbext e, wê pişta te jî mîna pişta Reşo bikutin dîwaran û serê te bikutin qazixan.”

Ev cînayet di zihnê gel de elbet bi hevokek tenê cîh nagre. Elbet dengbêj jî li hember vê bûyera hezîn bê deng namînin û gelek sitranan li ser vê bûyerê dihûnin da ku ev bûyer neyê ji bîrkirin û lanetanîna li ser zalîmên bêbext ji devê gel qut nebe. De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe bê ka vê bûye-ra hezîn bi çi rengî dinuhurîne. Kerem kin.

Resmê Reşoyê Silo

25Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 26: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

SITRANA REŞOYÊ SILO 1

Ax li minê lê wayêLiminê lê wayê Liminê lê wayê, liminê lê wayê Ez heyanî sax bim li dewrana dinyayêLe derdê Reşoyê Silo Berxê Mala Kalê giraneGelo ji dilê min dernayêWaaa……x

Hanayê dikire gazî Digo: Lê lê Zeyno rebenê! Derê mala bavê te şewitiyêLe buhar eŞerreke li me çê bûLi wêrana Hurdê Li DemirtaşêLi GulîçêmenêLi Nikula Nedir BegêHeyla lo bavoLe payiz e xayin e Berfeke lê kirPê da dewsê waraWayê wayê waaaa….x

Hela li min rebbenê Eskerê Elîzê w BitlîsêMifreza QerekosêOrdîya GihadînêRabûbû li pêy Reşoyê SiloBerxê Mala KalêDigerîne taqîbatêLi min rebenêFenanî çeleng siwaraWayê wayê waaa…..x

Zeyno dikire gazî Digo:Lo lo Reşo! Mala te mîrat beHela kanê Te digo: Ez Reşo meReşoyê Silo meBerxê Mala Kalê me

Heymanê Mala Welo me Qaçax û fîrarê Gelîye ZilaLi serê çiyê meMalmîrato hela rabeQasekî devê sustemêDi mixarê de bigerîne Fenanî xweyê caraWaaa….yê waaa…yê Wax û wax wayê

Le Reşo dikire gazîGo: Lê Zeynê RebenêMala bavê te şewitiyêLe bihareŞerekî li me çê bûLi wêrana HurdêLi DemritaşêLi GulîçîmenêLi Nikula Nedir Begê Heyla lo bavo Payiz e xayin eBerfekî li lê kirLi dewsê waraPê da bi me ra bişidîne

Ax eskerê Elîzê w BitlîsêMifreza QerekosêOrdîya GihadînêTeqîbata Sitewrê Rabûbû li pêy Reşoyê SiloBerxê Mala KalêTaqîbatê Digerîne

Zeyno dikire gazî Digo: Lo lo Reşo! Mala te mîrat beLe kanê Te digo: Ez Reşo meReşoyê Silo meBerxê Mala Kalê meHeymanê Mala Welo me Qaçax û fîrarê Gelîye ZilaLi serê çiyê meMalmîrato tu rabe

Ka devê sustemêDi mixarê de bigerîne Wax û wax wayê

Bê Reşo dikire gazî Go: Lê lê Zeyno rebenê!Le mala bavê te şewitiyêKesekî hay ji halê kesî tunîneMalmîratê heft mêrê Mala KalêLi wêrana Edenê girtî neZeko di mal de di qebrê da dimîneÛsivê apo pişmêrê min nîneHela rabeQasekî li derê mixarê mêze keNale nalê birîndara Di mixarê de bibîneXwedê xirav bike Îro heftê min temam bûEz birçî meXwirê min hina keviran eHewara xwedê Ji birçîna qidûmê çokê min tunîneLe çavê min qiran daMîrata modolyê nabîne

Sibê cendirmeyê bênSerê min û te jêkinLi darê darrima bixîninLi ser pişta qatira w bêkanaWelat bi welat bigerîninCendirmê bikevne nava gunda Bêjin:Me jêkirye serê Reşoyê SiloBerxê Mala KalêQaçax û Fîrarê Gelîyê ZîlaBira li dinyayê Xelq ‘îbretê xwe re jê hilîne

SITRANA REŞOYÊ SILO 2

De lo lo lo …..De Zeyno digo: Reşo!Te malik xirabyoŞereka li me çê bûDaweka li me qewimî

BangaHeq26

Zivistan2019

Page 27: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Li Hûtê DemirtaşêLi gula, li çîmmena, li Kurta Kesb eSibe ye Dilê min ji dila dilekî dîne

De ReşoTe malik xirab biyoEskerê Qerekosê, Erdîşê Gîhadînê w BazîdêBi tevê Kurmancê xayînÎza Reşoyê Silo bi Zeyno va digerîne

De ReşoTe malik xera biyoÎro heftê me yeEmê di Kula Kesmer daXwirê me xweyê û hineEmê tî û birçî ne

De tu rabe Fenanî cara Mîrata bêşliyêLi kêleka xwe da bîneLe Roma reş bigerîneDe ca fenanî caraÇawîş û yuzbaşiyaDîl bigre ji min re bîne

Reşo digo: Zeyno! Te malik xera biyê Eva şer Fenanî şerrê cara nîne Le ca ba tê Berf tê li ser çavê min direşîne Mîrata tivingê Fişenga wê qelbe nateqîne Le ca heyfa min nayê

Li kuştina Reşoyê SiloBi Zeyno vaLe heyfa min tê li wê heyfêEvê Roma reşeSerê Reşoyê Silo Bi Zeyno vaLe ca jêke

Bide ser qantiranBibe hereLi Bazidê, li GîhadînêLi QerekosêLi ber seraya walîpaşa bigerîneÊ na wele bişîneNav dewêlek ji dewêlê ecnebî ne

Ay li minê lê wayê, Li minê lê wayê Li minê lê wayêFelekê xayînê, qelpêÇima hetanî serî Bi Reşoyê Silo Berxê Mala Kalo re nadomîneNaçe nayê wê wê wêêê…y

De lo lo lo …..De Zeyno digo: ReşoTe malik xere biyoŞereka li me çê bûDaweka li me qewimîLi Hûtê DemirtaşêLi gula, li çîmmena, li Kurta Kesb eSibe ye Nizanim li serê minÇi bû, çi qewimî, çi jiriyayêEskerê Qerekosê,Erdîşê Gîhadînê w BazîdêBi tevê Kurmancê xayînDor li me birîneBirako bi donzde ciyayê

Zeyno bi sê dengaLi Reşo dikire gazi Digo: Reşo! Mala te şewityoKevir û kuçikê XwedêBi halê Reşoyê Silo Û Zeyno daDigot û digiryayo

Reşo digo: Zeyno!Te malik xera biyê

Le ca heyfa min nayêLi kuştina Reşoyê SiloBi Zeyno vaLe heyfa min tê li wê heyfêEvê Roma reşeSerê Reşoyê Silo Bi Zeyno vaLe ca jêkeBide ser qantiranBibe hereLi Erdîşê, Bazidê, li GîhadînêLi Qerekosa şewitîLi ber seraya walîpaşa bigerîneÊ na wele bişîneDewêlek ji dewêlê ecnebîyayê

Ay li minê lê wayê, Li minê lê wayê, Li minê lê wayê,Felekê xayînê, qelpêÇima hetanî serî Bi Reşoyê Silo Berxê Mala Kalo re nadomîne

Gelî xwendevanên delal û bi qî-met! Her wiha rêzenivîsa me ya bi navê “Tew Dinayê” beşa bist û duyem jî bi dawî bû. Eger Rebbê me destûr bide em dê di jimara dî de jî vê rêze-nivîsa xwe bidomînin. Me di amade-kirina vê nivîsê de ji pirtûka Kemal Subhandax a bi navê “Ağri Dîrenîşî Ve Haydaranlilar” û pirtûka Sedat Ûlûga-na a bi navê “Ağri Kurt Dîrenîşî ve Zi-lan Katlîami” îstîfade kir. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin wan berheman bixwînin. Di vê beşê de dengbêjê me “Dengbêj Apê Bekir û Mihemmedê Canşa” bûn. Dibe ku me di hengama deşîfrê de xeletî kiribe. Loma bo xe-letîyên xwe em ji nuha ve ‘uzrê xwe dixwazin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in.

27Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 28: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Atif Xoce dema ku ji bo were îdamkirin derket ser sêdarê wiha diyar kir:

“Helbet roja mehşerê dê em hesabê ji hev bipirsin.”

Atif Xoceyê Îskîlîpî yê ku di dîroka Tirkiyê de xwedî kesayetekî Îslamî bû dema ku serî li ber pergala Kemalîst netewand hat îdamkirin.

Di Medresa Fatîhê de miderristî kir. Xoceyê ku perwerdehiya xwe di Zanîngeha Daru’l-Funûnê domand ji beşa Îlahiyatê mezûn bû.

Xoce di vê pêvajoyê de kêmasiyên medrese û miderrisan wek rapor ama-de kir. Kesên ku ji raporê aciz bûn giliyê wî kirin. Atif Xoce ji teref Şêx’ul Îslam Mehmet Cemalettîn Efendî ve surgunê Bodrumê û dûvre jî Kirimê hat

kirin. Piştî ku cezayê wî qediya vegeriya Stenbol.Dûvre di kovarên bi navê Beyan’ul Hak û Se-

bîlurreşad de maqale nivîsand. Atifê Xoceyê ku bûbû hedefa kesên Îttîhadê diparêzin di 31ê Adarê de ji ber nivîsekî ya ku di kovarê de nivîsîbû hat girtin. Lê ji ber ku bê sûc bû hat berdan.

Xoce bal dikişand ku hewesa Xerbê pirr çewt e. Xoce Atif pirtûkekî bi navê ‘Frenk Mukallîtlîgî ve Şapka’ weşand. Di pirtûka ku ji 32 rûpelan pêk dihat de hewesa Xerbê rexne dikir.

Ev pirtûk sal û nîv beriya Qanûna Şewqê ya ku di 1ê Mijdara sala 1925an de hatibû pejirandin hatibû weşandin. Xoce bal dikişand ku wergirtina cil û bergên wekê Xerbê gor çanda Îslamî nîne. Dûvre hedîsa Pêxember (as) a “Kesên ku hewl bidin bişibihin qewmekî ew jî ji wî qewmî ne” wek çavkanî vê hikmê dabû. Dûvre ji ber Qnûna Şewqê gelek kes van nûsxeyên di destên xwe de mecbûr man îmha bikin.

Pîştî ku qanûn derket Xoce beriya herkesî di 19ê Berfanbara 1925an de bi hinceta ku mixale-fetî ji Qanûna Şewqê kiriye sewqî Enqerê hat kirin û di Mehkemeyên Îstîklalê ya Enqerê de hat darizandin. Dûvre cezaya îdamê jê re hat dayîn di 4ê Sibata 1925an de hat îdamkirin.

Xweda wî û hevalên wî yên ku bo oxira dînê Îslamê canê xwe feda kirine bi rehma xwe şa bike.

✍ Cîhan TURAN

BangaHeq28

Zivistan2019

Page 29: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

“Muhebbeta biratiyê biparêzin lewra çek û mihîmatên we ev in”

Di meha Sibatê ya ku wek “meha şehadetê” tê wesifandin de dema ku dîrok 12ê Sibata 1949an de da nîşan li Misrê Hasan el Benna ji te-ref Îngîlîz û hevkarên wan û di 12ê Sibata 2008an de jî li Sûrî Îmad Muxnîye di êrîşa ku ji teref sî-yonîstan ve hat lidarxistin de şehîd ketin.

El Benna dema xwendekarê 3 yemîn a navend bûye bi navê “Cemîyeta Exlaq û Edeb” saziyekî saz kiriye û ji kesayetên girîng re name şandiye. Di nameyan de diyar kiriye ku li dijî kesên xerab ên di nav civakê de û li dijî heramî tekoşîn were kirin.

Hebûna li vir a dabirkeran gelê li vir bandor-dar kiriye. Terza jiyana Xerbê hêdî hêdî di nav ci-vakê de cî digire. Hasan El Benna dibîne ku gel ji-yanekî ji Îslamê dûr dijî. Ji bo vê yekê El Benna rehet nebû û ji bo ku vê pirsgirêkê çareser bike ranediza. Hasan El Benna dema ku qala xatireyên xwe yên van rojan dike wiha diyar dike: “Xweda zane ku me gelek şevên xwe ji bo ku em derdên Ummetê çare-ser bikin derbas kiriye. Ji bo ku em rewşa Ummetê tehlil bikin û derdên wê ji holê rakin em çi qas fi-kirîne. Carinan ji ber bandora vê yekê em girîn.”

El Benna bi vê telaşê bi 6 hevalên xwe re şevekî hat cem hev û saziya bi navê Îhvan-i Muslîmîn (Birayên Misliman) saz kirin. Bi hevalên xwe yên cefakar û fedakar ji bo ku Îslamê teblîx bike çû qehwexaneyan û ji însanên ku wextên xwe li wir derbas dikirin re qala xweşikahî û cîhaniya Îslamê dikir. Eleqeya gel ji van axavtinan re zêde bû.

El Benna gund bi gund, bajar bi bajar digeriya û qala Îslamê dikir. Saziya Îxvan di demekî kurt de di serî de Qahîre li gelek herêman belav bû. El Benna piştî ku çû Qahîrê navenda giştî ya Birayên Misli-man jî di Cotmeha 1932yan de li wir vebû. Her wiha li Filîstîn, Sûrî û Lubnanê jî şaxên saziyê vebibûn.

Dema ku gelê Filîstînê li dijî dagirkeriya Îngîlîz ser-hildan kir Birayên Misliman xwedî li doza Filîstînê der-ketin. El Benna piştî peymana ku di sala 1936yan de pêk hat name ji lîderên siyasî, rêber û rêzanan re şand. El Benna diyar kir ku pirsgirêka Filîstînê pirsgirêka Um-

metê ye. Ji bo ku şer bikin micahît şand Filîstînê. Hikûmeta Misrê ya ku pêlîstoka Îngîlîzên dagir-

ker bû heraketa Îxwanul Muslîmîn neqanûnî îlan kir. Di encamê de dest bi astengkirina xebatên teşkîlatê kir û ji bo teşkîlatê ji holê rabike bi zexteke mezin digel temamê îmkanên xwe seferberî îlan kir.

Ferdên teşkîlatê yek bi yek girtin û gelek îşken-ceyan li wan kirin û dû re jî wan xistin girtîgehê. Hesen el-Benna di 12ê Sibata sala 1949an dema ku êvarî diçû mala xwe sûîqest lê hat kirin û wî şehîd kirin. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn a ku ji teref Hesen El-Benna ve hatibû damizrandin li çar aliyê cîhanê belav bû. Cemaeta Îxwanul Muslîmîn gelek rêber û rêzanên mîna Seyyîd Kutub, Abdulkadir Udeh û Zeynep Gazalî perwerde kir û temela HAMASa Ha-reketa Berxwedana Îslamî ya Fîlîstînê avêt.

Hinek pend û şîretên ku Hesen El-Benna kirine- Dînê Îslamê ji azadî, xweserî û ji hakimiyetê hindik-tir bi tiştekî din razî nîne.- Desthilatdariya Mislimanan ne menfeat e; xizmet û fedakarî ye.- Wargeha Mislimanan a li cîhanê ne efendîtî ye; mertebeya mamostetiyê ye.- Em hudûd û sînorên welatên xwe bi bawerî û îmanê xêz dikin.- Divê ji bo Mislimanekî xayeya herî mezin a ku pêwîst di hedefê de be qezenckirina rizaa Xwedê be.

29Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 30: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Îmad Muxniyeyê ku bi navê Hecî Ridwan dihat naskirin di sala 1962an

de li bajêra Sûrê ya Lubnanê ji dayik bû. Muxniyeyê ku ewladê malbate-

ke cotkar bû xwendina xwe ya destpêk, dibistana navîn û lîseyê li mekte-

bên Lubnanê qedand.

Muxniye cara ewil di 15 saliya xwe de ango di sala 1977an de ha-

reketa berxwedanê nas kir. Muxniye çû cem Enîs Naqqaşê ku zilamê

aksiyon û fikran e û jê teleba perwerdehiya eskerî kir da ku li dijî Îsraîl

mucadele bike. Naqqaş di wan rojên ku ev teleb jê hat kirin di nava Ha-

reketa Fetîhê de têdikoşa.

Di sala 1982an de ji ber ku rejima îşğalker Lubnanê îşxal kir Ha-

reketa Fetîhê ji Lubnanê veqetiya. Ji ber vê yekê Muxniye di sala

1982an de tevlî Hareketa Emel a ku di pêşîvanî û rêbertiya Dr.

Mustafa Çamran û Musa Sadr de hat damizrandin bû. Muxniye

di warê eskeriyê de pir jêhatîbû.

Muxniye di navbera salên 1982 -1985an de karê muahfezeki-

rina Muhammed Huseyîn Fadlullahê ku lîderê ruhanî ya Hîzbul-

lahê Lubnanê bû bi rêve bir û dû re jî ji ber jêhatîbûna wî ya plan-

kirin û serkarî kirina li qadên herbê beşdarî operasyonên taybet ên

Hîzbullah bû û di van operasyonan de wek mesûldar wezîfe girt.

Îmad Muxniye heta 25 salan ji teref sîxurên CIA û Mossadê ve li 42

bajêran hat lêgerîn. Hinek çavkanî dibêjin ji ber vê yekê Muxniye çend

caran neqla rû bûye. Muxniye di van 25 salan de şev û roj ji bo zafera li

dijî Îsraîlê xebitî. Heyamekî DYA destnîşan kir ku ew ê ji wan kesên ku

cihê Muxniye bibêjin re 25 milyon dolar bidin.

Îmad Muxniyeyê ku wek ‘Fermandarê ku dawî li efsaneya mexlûb-

nebûna Îsraîlê aniye’ dihat naskirin piştî çendîn salên ku bi mucadele

derbas bûn re di 12ê Sibata 2008an de li Şamê di êrîşeke bombeyî de

hat şehîdkirin.

BangaHeq30

Zivistan2019

Page 31: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Malcom Xê ku navê wî ya rastî Malcolm Lîttle ye

di sala 1925an de hat dinyayê û bavê wî keşeyekî bi

navê Ear Lîttle bû. Malcolm X di heyameke ku li Emrî-

ka li dijî reşikan êrîşên nijadperest zêde bûn de hati-

bû dinyayê ku dema ew 5 salî bû ji van êrîşan êrîşek li

mala wan hat kirin. Di encama êrîşê de mala wan hat

şewitandin, bavê wî hat qetilkirin, diya wî aqil avêt û

wê li nexweşxaneya dînan razandin. Piştî vê heyamê

Malcolm X dan êtîmxanê. Malcolm Xê ku li êtîmxanê

dest bi perwerdehiyê kir di 15 saliya xwe de dev ji

mektebê berda û çû bajêra New Yorkê. Malcolm Xê

ku li Harlemê tevlî karên dizî û firotina tiryakê bûbû

di sala 1946an de ji sûcê dizîtiyê hat girtin.

Malcolm X li girtîgehê hareketa Milleta Îslam (Na-

tion of Islam) a ku nijada reşikan diparast nas kir û li

wê derê bû Misliman. Di sala 1952an de ji girtîgehê

derket û lîderê vê hereketê Elijah Muhammed nas

kir. Bi şikleke çalak xebitî û di nava rêxistinê de bû ji

wan navên ku herî zêde tên naskirin ku ji ber vê yekê

FBI dest teqîbkirina wî kir.

Malcolm X zen dikir Xiristiyanî dînê spiyan û dînê

Îslamê jî tenê ya reşikan e. Ji bo ku wek xizmetkarê

bênav a doza xwe bê naskirin dest bi bikaranîna paş-

navê Xê kir. Nêzî 12 salan konferansên cûrbecûr da.

Peyder pey ji ber fikrên xwe kêfa Elîjah Muham-

med jê re nehat. Piştî demekê ji tevgera Ummeta

Îslamê veqetiya û rêxistineke bi navê Mizgefta Misli-

man saz kir. Dû re jî pêwendiyên xwe yên bi welatên

Efrîkayê re xurt kir û rêxistineke ne dînî ya bi navê

Yekîtiya Afro-Emrîka damizrand.

Malcolm Xê ku di meha nîsana heman salê de ji

bo heccê çû Erebîstanê dît ku reşik, spî û her însanên

ji qewmên din li ba Xweda wek hev in û ev tev de

ji Xweda re evditiyê dikin û serdestiya rastî ya di Îs-

lamê de bi teqwayê ye. Piştî ku vê yekê fêhm kir dev

ji fikrên xwe yê berê berda.

Malcolm X di debrarê vê yekê de hest û ramanên

xwe di nameyekê de ji hevalekî xwe yê li Emrîkayê

re wisa anî zimên: “Ev heca ku min li bajarên herî

muqeddes kiriye ji bo min bû tecrubeyeke taybet.

Her wiha bû wesîleya lutfên ku min qet hêviya wan

nedikir û nedihatin xewn û xeyalên min.”

Malcolm X di nameyê de diyar dikir piştî ku wî Mek-

kê ziyaret kiriye rêya xwe ya şexsî a ruhanî û girîngiya

Îslamê çêtir derk kiriye. Dûvre wiha destnîşan kiribû:

“Di alema Mislimanan de kî Îslamê qebûl bike û eleqe-

ya xwe ji sipîbûn an jî reşbûnê bibire bes wek însan tê

naskirin. Lewra li vir însan bawerî anîne ku Xweda yek

e û însan jî yek in. Hemî mensûbê malbatekî ne…”

Malcolm X, piştî ku ji Hecê vedigere navê xwe bi el-

Hac Malîk el-Şahbaz diguherîne û li DYEyê beşdarê ci-

vînên ku ji teref Mizgefta Mislimanan û Rêxistina Yeki-

tiya Afro-Amerîkanê dibe. Li vir qala Îslamê dike û bal

dikêşe ser mijara ku Misliman li dijî nîjadperestiyê ne.

Lê helwest û xebata Malcolm X ên nû rêxistina

nîjadperest a kevin a hereketa “Umeta Îslamê” aciz

dikir. Malcolm X, êdî dihat tehdîtkirin. Êrîşa bombeyî

li wesayîta Malcolm X hat kirin. Ew ji vê êrîşê bê zerar

xelas bû. Piştî demekî dirêj mala wî hat şewitandin.

Malcolm X, di 21ê Sibata 1965an de dema ku di

konferansa li Salona Audubona li Manhattanê de di-

axiviya êrîşa çekdarî lê hat kirin. Di encama êrîşa ku

21 gule îsabetê wî kir de Malcolm X hat şehîdkirin.

Malcolm X di axavtinên xwe de her tim wiha di-

yar dikir:

“Demokrasî durûtî ye;Heke demokrasî azadî ye çima însanên me azad nînin.Heke demokrasî wekhevî ye çima em wekê hev nînin.”

31Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 32: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ M. Mustefayê Mela ‘Elîyê ÊZDARÎ

Rojekî ji ‘ezmanê şîn,

Kevokek xweşik û nazenîn,

Xwe berda ber derîye min…

Ji hindir hinek zadik min jêre anî,

Mi çend şîret lêkir bi dostanî.

Wê dest bi xwarina zadikê xwe kir,

Min jî bi dest şîretê xwe kir:

Binêre li min ey kevoka delâl u rengîn!

Bilind bifre li ‘ezmana!

Nesekine li van dera!

Lewra ev der, ne li gor tene!

Here welâtê kû ji te tê heskirin!

Kû ji navê te re tê gotin aşîtî yû evîn…

Ti nabînî ma, ji qelaçên dorîn,

Bîna barûdê tê hîna?

Seydvanên dev bixuyn,

Te li kû bibînin, wê berê tivingê xwe bi ser te din!

Lewra va hîna doh, çend hevâlên te yên çe’vbelek,

Ser sipî yû bazik kesk,

Li ser van tehtikên han hatin kuştin.

Ji qirika wayî zirav, ji canê wayî birîndar qîjek bilind bû.

Dengê qîja wan, gihat ser qetê asûman…

Bi ber wan de ket sitûyê wan…

Du nuqut xuwîn, herikî ji nikilê wan;

Ket ser ‘erda sar, ‘erda bi ğem û jan…

Rihê wayî sivik, bi firê ket, ber bi ‘ezmanê şîn…

Çend perîkê wan, li ber bayê firîn…

Li ‘erdê ma bê can, bedena wayî nârîn!

BangaHeq32

Zivistan2019

Page 33: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Xwezîka min ey kevoka delâl,

Kû ji te, bi hata heskirin!

Te, xwe bêtirs danîba ser kulek û şibaka!

Te, seyran bikira bi serfîrazî, li ser heft îqlîmê cîhan!

Here ji van dera!

Here çiyayê Turê Sîna!

Hilmek tecellî bistîn, li nav darê zeytûna!

Ji wir derbas bibe Belda kevin, Belda Emîn!

Here, bibe mêhvan li Mâla ‘Ewil; demekî li wir bimîn!

Li dora wê, heft carî bizîvire; bi ‘eşq û evîn!

Selâm bide bâvê meyî Âdem; tevlî Hâcer u Îbrahîm!

Dûvre bi rê keve, bikeve rêya mîhnetê!

Rêya hesretê, rêya hîcretê!

Tê pêrgî şikeftekî bibî, li alîyê jêra Mekkehê…

Sê roja bimîne di devê şikeftê!

Li ser hedîgâra dost, li ser hêlînê;

Bi ‘eşqek kâmil bibîne xizmetê!

Dûvre ji wir jî bifre ey kevoka delâl!

Rêya xwe rast bike!

Berê xwe bide bâjârê âlîkâra, bâjârê qencîkârâ!

Belkî hîna jî bibînî, şûna pîyê rêwingê heqîqetê,

Li ser axa sehra…

Pêk pêk bimeşe, li pey şopa wan!

Tê di rêya xwe de gundekî bibînî,

Kû navê wê Ebwa’ye…

Ji dervê gund, tirbek heye…

Here ser; hinekî gohdar be li hîkmeta;

Bê çi dibêjin ji tera…

33Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 34: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Kû ti gihayî bâjârê âlîkârâ,Berê xwe bide mizgevtê;Xwe deyne ser kâba mezinê qencîkârâ, di mîhrabê!Bera, kêfa xwe ji tere bîne!Bera, destê xwe bi ser baskê tere bîne! Bera, şûna destê wî bi birqîne!Bera perîkê bâzikê te kesk û şîn bibin!Tû bizan, ey kevoka minî nazenîn! Silh û selamet û xweşî bi wî yeSîya âlâ wî bihara azadîye… Tu ti dema, ji sîya wî xwe nede alî; Her û daîm li cem bimîne!

Kevoka min!Dewrek ji zemana,Ev çola em têde ne, dehl û bostanê şîn bûn.Ji beleda me re xemlek xweşik,Resmek gelek şêrîn bû.Şînkayîya darên wê, berê çe’va dikişand ser xwe.Di germa havînê, bayê hênik ji bo xatirê wê dihat.Rêwîyên rêya, di bin sîya darê wê, bîna xwe berdidan;Xwêdana xwe paqij dikirin;Tasek ava cemidî divexwarin,Xwe têr dikirin bi îkramên xweyîya.Gelek ‘âlim û zânâ, gelek aşiq û hozana, Bi reqsa pelkên şîn re, di bin sîya wan dârâ; Sohbetên xwe kirin, ji hikmetên kitêba;Ji helbesteyên ‘âşiqa, ji ğezel û qesîdên şa’ira…

Kevoka min, Li ser vî kâşê miqabilî me, çend dârê zeytûna hebûn!Kî dizane, bê ê çi dewr û zemana bûn?Şivana, pâlâ xwe dida wan; Bi hezâr miqamî dîlokên xwe digotin,Bi dengê bilûrên xweyî nâlân…Di her wextê ro çûna âvâ, tesbîh tanîne ziman…

Wextê tevê dârân, pelê xwe diweşand,Bi temamê xemlâ xwe ew şîn diman. ‘Elâmetê hebûna jînê bûn, ew bi hebûna xwe…Ez çi bêjim, sond xwaribû di Qur’an, Bi navê wan Xwedayê Rehman!

Wuhareng gelek roj hilâtin û çûne âvâ,Em di xweşîyê de bûn.Lê sâlek hât; kû zivistan gelek dirêj bû, gelek doman!Qamek berf ketibû ‘erdê. ‘Ezman xuya nedikir ji ğumam û tîpîyê.Ev tarîtîya li ser rûyê berfê, helbet ne bi xêr bû…Zûr zûra gura, bi firtonê ra dizîzikî di nêv sikâkân…Ev roj, rojên gur û hirça bûn…Rojên wehşî yû hova bûn…Lewra xwe berda ji çiyê çend heramîyan,Birek û bivir di dest wan de,Yek bi yek ew birîn,Dilê wan, neşewitî bi zeytûnên îxtîyâr...Ew hedîgârên heyamên kevin,Bêdeng bi ser berfê de ketin.Çend çûk, çend kevok firîn ji ser dârân…Man bê sitâr… Qufilîn…

Wextê bû sibeh, dinya vebûbû, ‘ezmân sayî bû…Lê kesî nedî ew zeytûnên şîn li ciyê wan…Mirovên dilşewat û mîhrîban,Li xwe kirin şîn…Girîn û girîn û girîn…

Ew roj ev roj, roj xeyîdî ji me…Ne mizgînek, ne şahîyek hat ji âfâqan.Âva bin rûyê ‘erdê kêm bû, yek bi yek çikîyan kânî.Bârân nema bârî, ji ‘ewrê biharî…

Dâr, yek bi yek hişk bûn; dehl û rez qelîyan…Nema şîn hatin derxê dârân li van dera …Îqlîm lime hişk bû, ‘erd li me hişk bû… Dil li me hişk bû…Em şewitîn di vî agirî gelek sâlân…

Îca, ey kevoka delâl!Bifre, bilind bifre; here warê şîn; Warên bi navê Xwedê dijîn!Heta Xweda ji me ra bişîne mizgînêHingî ti were, li ba me çêke hêlînê…

BangaHeq34

Zivistan2019

Page 35: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

v (Ya Nebî! Tu ji wan re) bêje: Eger bi rastî li nêk Ellah Te’ala warê axretê (cennet) ne ê însanên din, bi tenê ê we ye û hûn (jî di vê baweriya xwe de) rastgone, de haydê êdî ji dil û can mirinê bixwazin. (Sûretê Beqere, ayet: 94)v (Ya Nebî!) Bêje: Kî ku neyarê Cebraîl be (bila ji qehra xwe bi cehime û baş bi zanibe) yê ku bi destura Ellah Te‘ala ew (Qur’an) daxistiye ser qelbê te ew (Cebraîl) e. Ew (Qur’an) tişt(kitêb)ên berya xwe rast didêre û ji bo bawermendan hîdayet û mizgîn e. (Sûretê Beqere, ayet: 97)v (Ya Nebî! Tu ji wan re) bêje: Ma qey hûn di derheqê Ellah Te‘ala de bi me re gengeşiyê dikin? Hal ev e ku ew hem Rebbê me û hem jî Rebbê we ye. ‘Emelê me ji me re ye û ‘emelê we jî ji we re ye. Em bi îxlas(ji dil û can) bi wî ve girêdayî ne. (Sûretê Beqere, ayet: 139)v (Ya Nebî! Ew) ji te dipirsin bê ka ew çi (ji bo Ellah Te‘ala ) înfaq bikin. (Ji wan re) bêje: Her çi tıştê ku hûn ji bo xêrê înfaq bikin ew tişt ji dê û bav û nêzmeriv û sêwî û miskîn û rêwîyên rîyan re ye. Hûn bi navê xêrê çi qencîyê bikin bê şek Ellah Ta‘ala ji wê (qenciya we) agahdare. (Sûretê Beqere, ayet: 215)v (Ya Nebî! Hûkmê) qital (herb) a di meha heram de ji te dipirsin. (Ji wan re) bêje: Bi rastî herba di wê mehê de gunehkariyek mezin e. Lakîn pêşîgirtina riya xwedê Ta’ala (û vegerandina ‘ibadên wî ji wê rê), kafırbûna bi wî û (meni’kirina îsanan ji bo ziyareta) Mescîdul-Heramê û derxistina ehlê wê ji wê derê li nêk Ellah Te‘ala gunhakariyek mezintir e. (Bi rastî) fitne ji qetlê mestir e. Eger ew bikaribin dê bi we re herb bikin hetta ku we ji dînê we vegerînin. Lê belê kî ji we ku ji dinê xwe vegere û bi kafirtî bimre îdi her ewin yên ku ‘emelê wan li dinya û axretê vala çuye. Û idî her ew in ehlê agir. Ew dê tim û tim di wir de bimînin. (Sûretê Beqere, ayet: 2017)v (Ya Nebî! Ew) ji te pirsa araq u xumarê dikin.

(Ji wan re) bêje di herduya de jî gunehkariyeke mezin heye. Hem ji insanan re di wan de hinek menfe‘et jî hene. Lakîn gunehê wan ji menfe‘eta wan mestire. (Hem disa) Ji te di pirsin bê ka ew çi (ji bo Xweda) înfaq bikin. (Ji wanre) bêje: Zêdebarê hewcedarîyaya xwe (înfaq bikin). Xwedê Te‘ala bi vî rengî ayetên xwe ji we re şîrove dike. Hêvî heye ku hûnê li ser (wan ayetan) bi fikirin. (Sûretê Beqere, ayet: 219)v (Ya Nebî!) Di derheqqê dunya û axretê de, ew ji te pirsa sêwîyan dikin. (Ji wan re) bêje: Islahkirina wan ji bo wan çêtir u bixêrtire. Lê eger hûn wan têxine nav xwe, îdî ew birayên we ne. Xwedê Te‘ala bi tevdanok û qencan baş di zane (wan ji hev vediqetîne.) Eger Xwedê Te‘ala bi xwesta dê ji we re zorî deraniya. Bê şek Ellah Tea’la ‘Ezîz û Hekîm e (Sûretê Beqere, ayet: 220)v (Ya Nebî) ji te pirsa halê heydên jinan dikin. Bêje ew ketina kiras cefayek e. Di halê kiras de ji jinan veqetin u Hetta ku ew (ji halê kıras) paqij nebin (ji bo munasbeta cima‘ê) nêzî wan nebin. Lê dema ku ew ji halê kiras paqij bûn îdi Xweda ji ku ve emir kiribe ji wir ve herin bal wan. Bê şek Xwedê Te‘ala ji tobedaran û ji paqijan hez dike. (Sûretê Beqere, ayet: 222)v (Ya Nebî!) Ji kafiran re bêje: Hûn dê di nêz de mexlûb bibin û bi bal cehennemê ve bên şandin. Ew hêwirgeh çi hêwirgehek pîs e. (Sûrtê Alî Îmran, ayet: 12)v (Ya Nebî!) Bêje: Ma ez tiştekî ji van (zewqên dunyewî) çêtir bo we bêjim? Bo mutteqîyan li nêk Rebbê wan cennetên ku di binê wan de çem di herikin hene. Ew dê di wir de heta bi hetayê bi mînin. Û hem hevaljînên pak û paqij (ê ji hem û kêmasîyan bo wan) hene. (Hê ji van nî’metan bêtir û çêtir bo wan) razîbûna Ellah Te‘ala heye. (Bi rastî Ellah Te‘ala) ‘îbadên xwe bi heqqî dibîne. (Sûrtê Alî Îmran, ayet: 15)

Ya Nebî Bêje-1 Ya Nebî Bêje-1 Ji Qur’ana Mecîd Çend Pend û ŞîretJi Qur’ana Mecîd Çend Pend û Şîret

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

35Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 36: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Mustafa TURAN

Em tev dizanin kû hereketa Kurdperestîyê, ji alîyê ‘Emerîqa û Evrûpa’ ve alîkârîyê dibîne. Wextê Kurdperestî, li welatê Kurda nehatîye kirin; yan ne-hiştine kû were kirin, li welatên Ewrûpa hatîye ki-rin. Vê hereketê, li van welata, teşkîlatên xwe saz kirine û bangeşe û propeğandeya xwe, bi rojname û digel bi televîzyona bi rehetî kirine. Di vê mijarê de, dewleta Tirkî, her çiqas xwestîye kû pêşîya vî kârî bigire jî, lê pêk neanîye.

Ew Ğerbîyên, kû mî’marê fikrîyata netewepe-restîyêne, ma gelo bi rastî mafê Kurda diparêzin? Helbet na! Kûla wan ne ew e kû her gel bibe xwe-dî âlâ xwe û mafê îdarekirina xwe, çand û zimanê xwe, bi dest xwe bigre. Ew dixwazin kû Kurd, ji çand û ‘urf û ‘adetê xwe yên bi medenîyyeta Îslamê hatine neqişandin, biterikînin û jîneke Ewrûpaî ji

xwe re qebûl bikin.Wextê em li serok û pêşîvanê hereketa Kurd-

perestîyê dinêrin, em dibînin kû tev jîneke Ewrû-payî dijîn. Ji ber vê yekê jî, ew komel û partîyên -çi qanûnî çi bêqanûnî- ji teref van kesa ve hatibin sazkirin, tev laikperest in. Van demên dawî bi hinek sedemên sîyasî, em dibînin hinek kesên kû ji derve de bi fikrê Îslamî têne naskirin, dixine nav teşkîlatê xwe. Lê belê dîsa jî, fikrîyatê van sazîya, ne hatîye guhertin. Lewra em dizanin kû destûr nehatîye dayîn ji van kesan re, kû karibin fikrîyatê van teşkî-lata biguherînin.

Vê fikrê dixwazin kû di nav Kurda, nexwasim di nav ciwanan de, bi cî bikin: “Heger Kurd, dixwa-zin kû azad bibin; lazim e têkilî Ğerbê/Ewrûpa bibin û xwe bi Îslamê girê nedin. Kurd hew ne

Bi Rastî Ma ÎslamêKurd Li Paş Hiştine?

BangaHeq36

Zivistan2019

Page 37: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ji Mislimana tenêne. Êzîdî yû Filehê Kurd jî, bi-rayên Kurdê Mislimanin. Ji ber vê yekê ev tev lazim e bibine yek, û ji bona dewleta xwe ava bikin lazim e bixebitin.

Girêdana Kurda bi Îslamê ve, di rîya azadîyê de qeydeke hatiye girêdan bi lingê wan ve. Ji xwe Kurda heta niha çi zilûm dîbin, ji destê van gellê Mislimanê dî ditîne. Kurdîstan, di nav Tirk û ‘Ereb û Farisan de bûye çar perçe. Ev milletên kû Kurd wan bi têkilîya ûmmetê ji xwere bira dizane, nêzîka sed salîye kû zilmê li Kurda dikin û dixwazin Kurdîtîya Kurda ji holê rakin. Tû li rastîya wê jî binêrî, di ‘eslê wê de Îslam, ne dînê Kurda ye; ê ‘Ereba ye. Îslam, (heşa) bi qetilkirina Kurda û bi zor û zilmê ketîye nav Kurda. Heta niha Kurda ji Îslamê ti xêr nedîye. Ji ber vê jî, ti me’na kû Kurd xwe bi Îslamê bigrin jî tunne ye. Dîn û ola Kurda ê ‘eslî, Zerdeştî ye.”

Yekî kû mesele nizanibe û li vana gûhdarî bike, wê heq bide van gotina. Hem wê bê qey, van kesê Ğerbî û van kesê fikrê Ğerbîyan bi wan re ye, bi rastî mafê Kurda diparêzin. Lewra çawa kû heqê Yûnan, Bulğar, Freng, Îngilîz, Tirk, ‘Ereb û Farisa hebe kû dewleta xwe ava bikin; lazim e heqê Kurda jî hebe, kû dewleta xwe saz bikin.

Wuhareng di ‘edaleta Xwedê de jî, mafê kû ji her qewmî re hebin, meriv qewmekî jê mehrûm bike tune. Helbet ev zulm e; û ji bo ev zulm were rakirin, ferz e kû meriv bixebite. Îca, di vê de a şaş kîjane? A ne rast ev e, kû Îslam dibe mani’ê kû Kurd bibine xwedî dewlet. Ma Îslamê welatê Kurda bi sînorê netebi’î ji hev qetandîye û kirîye çar perçe; yan ma ne ew dewletê Ewrûpaî bûn kû Lozan bi me zor dane qebûlkirin? Wextê Kurdîstan kirine çar perçe, ma gelo li Tirkî, Sûrî, ‘Iraq û li Îranê ma Îslam hakim bû? Kû em karibin vê zûlma li Kurda hatiye kirin têxine sitûyê Îslamê. Bîl‘ekîs, îdarevanê van dewleta teva jî, hevalên Ewrûpaîyan bûn. Wu-harenge kû sextekârî yû virrekîya Ğerbîyan, li ber çe’va ye. Lewra sûcê xweyî di derheqê Kurda de davêjine ser Îslamê. Ev gotina Kurda, li ser vê xweş dirûnê: “Şeko, navê xwe-l hevalê xwe ko!”

Ma Îslam, çi ji Kurda dixwaze; kû dike neheqî li Kurda bête kirin. Yan jî Îslam, çi dide wan qewmê

din, kû ne-heqî li wan nabe û ne-heqî tenê li Kur-da tê kirin? Wextê em bersîva van pirsa bi ‘eqlekî selîm digerin, em dibînin kû sextekârîya wan kesa em dibînin, kû dibêjin Îslam dibe sedema kû ne-heqî li Kurda tête kirin û dibe mani’ê Kurd bibine xwedî dewleta xwe.

Ê kû Îslam ji mere dîyarî kiriye Xweda Te’alaye. Û ê ew ji mere gotîye jî, Hz. Muhemmed’e. Rêberê jîna me, Qur’ana Pîroz’e; kû ew bi destê Hz. Muhemmed ji teref Xweda, ji însana re hatîye diyarkirin û ew bêkêmanî di destê mede ye. Kâ em binêrin, xwedyê Îslamê Xweda û Pêxemberê wî bê çi dibêjin?

“Geli însana, bê guman me, hûn ji mêrekî û jinekî afîrandine (xuliqandine) û me hûn kirine qewm û qebîle da kû hûn hev nas bikin. Bêgu-man li cem Xwedê ê herî qenc ji we, ê herî bi teqwa ye. Muheqqeq Xweda zane ye û bi her tiştî xeberdar e.” (Sûreyê Hucûrat-13)

“Geli însana, rebbê we yek e; bavê we yeke. Hûn tev zarwê Adem’in; û Adem jî, ji axê ye. Çawa kû raserîya ‘Ereb, ji ê ne-‘Ereb tinne ye; raserîya çermê sor, li ser ê çermê reş; û ê çermê reş jî, li ser ê çermê sor tinne ye. Raserîtî hew bi teqwayê ye, bi tirsa Xwedê ye. li cem Xwedê, ê herî qencê we, ê kû jê herî ditirse.” (Hz. Muhem-med-Xutba Veda’ê)

Tiştê ji vê ayet û hedîsê tê fêhmê eve kû Îslamê raserîtî, nedaye ti kes û qewmî. Kesê qenc û me-zin ewe kû ê nav xwe û Xwedê qenc ‘edilandîye. Ji ber vê yekê, neteweperestî û ‘eşîrperestî ji heramê Xweda Te’ala ye, û ev heram ji her qewmî re ye. Ma meriv kare bêje, ciyê ‘Ereb û Faris û Tirkan li cem Xwedê bilinde; û ê Kurda li jêre? Kâ dîsa li Hz. Mu-hemmed em gohdarî kin:

“Hûn tev zarwê Adem’in; û Adem jî, ji axê xu-liqîye. Bera însan, dev ji pesindana xweyî bi bav û bapîrê xwe berdin. Yan na, ewê li cem Xweda, ewê ji kêzika rêxê, bêtir bêqîmet bibin.”

“Ê însana banke bal neteweperestîyêve, ew ne ji me ye. Ê ji bo neteweperestîyê bimre, ew ne ji me ye.”

Ji van gotinê Hz. Muhemmed ma ev tê fêhmê: “Gelî ‘Ereb û Faris û Tirka, hûn karin neteweperestîyê bikin; hûn karin zûlmê li birayêxweyî Mislimanên

37Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 38: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Kurd bikin. Gelî Kurda, lazime hûn ji van qewmê ji we bilindtir re serê xwe deynin û dengê xwe, ji van zûlmê li we dibin jî dernexin!”

Xweda Te’ala, sedema xuliqandina însana wûha dibêje: “Cinn û însan hew jibona ji min re ‘eb-dîtîyê bikin min ew xuliqandin.” (Zariyat-56)

“Xwedê mirin û jîyan afîrandin kû we bi-ceribîne, ka bê kâr û ‘emelên kê-j we çêtire…” (Mulk-2)

Hikmê Xwedê yê ji bonî ‘Ereb û Faris û Tirka çawa kû ev e; ji bonî Kurda jî eve: ‘îbadet kirina ji bona Xweda, û kirina kârên qenc. Madem sedemê hebûnê ev e; wextê ê xurt, li dinyê vêya jibîr bike û zulmê li ê dora xwe bike, wê demê wî îmtîhana Xwedê Te’ala wunda kirîye.

Di hedîseke qudsî de Xweda wuha dibêje: “Gelî ‘ebdê min! Min zûlm, li xwe û li ‘ebdê xwe he-ram kirî ye. Hûn jî, li hev zulmê nekin!” (Muslîm)

Em dîsa li Hz. Muhemmed gohdarî bikin: “Mis-liman, birayê mislimane. Zulmê lê nake û wî nade destê neyara.” (Buhârî)

“Yek ji we, tiştê ji xwe re dixwaze; heta ji birayê xweyî mu’min re jî nexwaze, bi rastî wî îman ne anî ye.” (Buhârî)

Ji vê derê em digihin vê dawîyê: Girêdayîya Kurda bi Îslamê, ne sedemê xisirandina Kurda ye, bil’ekîs dibe wesîla serkeftina wayî ji îmtîhanê. Kû ew îmtîhan sedema hebûna me ye. Heger Kurd, wextê ji birayên xwe zulmekê bibînin; lazim e bang bike birayên xwe, û wan ji Xwedê bitirsîne. Hem lazim e, li mafê xwe di daîreke helal de bigere. Kurd, vê nekin û rabin terka Îslamê bikin; ev ji der-dê wan re nabe derman; û a rast ne ev e. Lewra me-riv rabe di vê mijarê de Îslamê sûcdar bike, ev ne kârê ‘eqilmenda ye. Ji bo vê, meriv rabe sûc bavêje ser Îslamê, hebe nebe, ev ji bo neyartîya Îslamê, bi derewa gerandina hinceta ye.

Peyva dawî dîsa a Xweda ye: “Vêya qet’î ye kû Xweda Te’ala, bi qasî zerrê

li mirovan zulmê nake. Lê belê însan, bi xwe bi xwe, zulmê li hev dikin.”(Yunus: 44)

Di mirinê de bo ehlê dîn û dad heye jînek

Bi mirinê ruḥê pak dibîne ḥuzûr û temkînek

Ew mirin lîqa a li gel Xweda ye ne cefa û kîn e

Namerd her roj dimre, ev derdek ‘ecaîbîne

Eger dildar postê min bidirrîne

Nakim fîxan nabêm ev derd ji wî ne

Me herkes dujmun e, tek dostê me ew

Ji dujminan gazinên dostan ‘eyb û fedî ne

‘Eşq, hat ket nav demara min mislê xwîna can

Min ji min bir û dagirte ji dostên dil û can

Her eczayê wicuda min veguherî û bûye dost

Bo min tek navek ma ji min, baqî ji wî man

Ew dîlbera ku perî diḥesidin ji xweşrûyê di wê

Di seḥerê de hat li dil danî dest bi girî kir wê

Ez girîm û ew gîrî tu ku fecra sibehê rû veda û

Pirsî: Gelo ji van herdûka ‘eşiq kî ye tu dibê

Min ji neyê re got: Gelo te gilî û gazin ji kê ne

Ev nalîn û feryadên bê lêv û ziman bo çi ji te têne

Got: Ez ji şekerlebekî bi birrîn hatime veqetandin

Bê nalîn feryad bo min jîn ne mimkûne li dinê

Ji Ruba’îyên

Mewlana

Çend Guldesteyên

Bijare-4

Ji Ruba’îyên

Mewlana

Çend Guldesteyên

Bijare-4✍ Cewad QEMERÎ

BangaHeq38

Zivistan2019

Page 39: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Ev eşq şah e ku ala wî aşîkar ne peyda ye

Hem kitêba heqq e ku ayetên wê ne xwîya ye

Her ‘eşq ji seyyadê eşqê derba tîrekî dixwe bes

Xwîn vedireşe, xwînê vedixwe birîn ne xwîya ye

Ev mestîya min ji badeya xemra nîne

Ev bade ji bil badeya evînê peyda nîne

Tu hatiye ku badeya min birêjî hay ho

Ez serxweşê wê badeyê me hîç peyda nîne

Bo mezinan dilnizmî ji biçûkîyê nîne

Hem kodekî ji kemalê ye ku şek tê nîne

Ger bav bi zarok re wek zarok biştexile jî

‘Aqilemnd dizanit ku ew peder e kodek nîne

Asûde kesê ku kêm û zêde li nik wî nîne

Derbendê dewlemendî û xizanîyê nîne

Ji cîhan û xema xelqê cîhanê tim dûr dimîne

Li nik wî zerreyek ji xodbînîyê namîne

Eya dilê sergeşte! Rêyek heye ku ji can dighêje dost

Eya kesê rê winda! Hem aşîkar û hem pînhan e riya dost

Ger ji şeş cîhetna ve rê li te bên girtin ğem nexwe tu

Lew ji nava dilê te rêyek heye ku dighîje canan û dost

Ger te divê ku tu ji van û wan nekî şerm û fedî

‘Eybê kesan di jêrê zemîn de veşêre her çi te dî

Ger tu dibê tê mislê ayîneyê başî û nebaşîyê nîşan dî

Lazim bo te wek ayîneyê ruyek hesinî tim hebî

Digel canê du rojî wilo heval û dostî hey ho

Bê fêde ye li nêk te xeberdana ji mirinê lo

Can talibê menzîlê, menzîl bi xwe mirine

Emma kerê (bedena) te raza di nêv rê de îro

Ger ğem hemî afaqan rapêçe dîsa leme lem

Bêğem e ê ku qewî digre bi evînê di ‘alem

Ka mêzeke li zerreyê ku pê avêt qada evînê

Ew zerre wilo bo ku rapêça her du ‘alem

Ger tu biçî li pêy şehwet û hewayê eya nefs

Xeberê ditim te ku tê destvala biçî eya nefs

Lê ger li dij nefsê dev berdî ji şehwet û hewayê

Tê fêm bikî ku tu bo çi hate dinê û kuda biçî bes

Ez dê bo te peyvên bê lêv û dev bibêjim

Ez dê tiştên ji guhan veşartî ji ter bibêjim

Ji bil guhê te hîç kesek nabhîse peyvên min

Her çend ku ezê wan di nav xelkê de bêjim

Ji bil şeraba beqayê nînit meya evînê

Candayîne her delîlê canpeydaya ji evînê

Min got ger te binasim bila bimrim di gavê de

Got ku hevnasê min hîç mirinê nabînê

Derwêşîya digel ‘eşqê sultanî ye

Ğema digel eşqê gencînyek pînhanî ye

Min bi destê xwe wêran kir xane a dil

Lew dizanim ku gencîne di wêranî ye

Rê heye ku ji zimanê me diherike dil

Sirrên can û cîhanê di wê de ne mil bi mil

Hetta girtî bit dev vekirîyê ew rê tim

Ger vebit ziman ew rê di cî de diqefil

Ew nûra mubîna ku li ser enîya me tîroj vedaye

Ew nûra ku di dilê huşyar û agah da ye

Ev cumleya nûr belkî nûra hemî nûra ye

Ew jî nûra Muḥemmed e ku resûlê Xuda ye

Ji Ruba’îyên

Mewlana

Çend Guldesteyên

Bijare-4

39Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 40: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Hedîsêyên1918 an ûPENABERÊKÛRDISTANÊ

DÎROK A RAST

Bi navê Xwedayê Rehman û RehîmHer çiqas bi propagandekirina Ermeniyan tê

gotin ku; Kurda Ermenîyan qirkirine jî ew ne rast e. A rast ew e ku bi mudaxileyan dewletê emperya-list û xwestekê wanî li ser herêma Kûrdistanê dest-pêkirina astengiya ye. Ermenîyan bi sala bi aşîtî di nava gelê Kûrd de jîyana xwe, qewet û gerdîşê xwe didomînin û bê astengî di dêrên xwe de kari-bûn îbadet bikin. Dema ku Ermenîyan bi dijmantî êrîşê ser gelê Kûrdên bê çek û sîvil kir; pîrek û za-rok û kesên kal û pîr bi şeklekî vehşîyane kuştin li herêmê gellek astengî çêbûn. Di nava wan asten-gîyan de gelê Kurd gellek zêhmetê dibîne; ê tin kuştin ê ku dibin penaber… Ew astengiyên dîrokî ne ku tenê gotinên puç in; an dirok, an ew kesên ku ji wan astengîyan re bûne şahid zindîne.

Em dxwestin ji bonî we, ji nava ew hedîsêyên ku jê re têgotin hedîsên1918 an qala malbatek Misilman bikin. Ew malbata wê deme, bi hezaran malbatan de malbatek e û ew mexdûrîya ji nava hezar mexdûrîyê yek e. Ew malbata ji bo ku li ba-

jarê Wan ê penaber bûne ji wan re tê gotên ‘Mala Qasoyê Mihacir’. Ew malbat, hinekî wan li gundê Westanê (Gevaş) hinekê wan li Payîzava (Gürpınar) rûdiniştin. Ew hedîse ji bal terefê ew kesê ku ji pe-naberîyê sax maye; kalê Qaso (Qasım) hatiye gotin. Ji me ra jî torin ê wî Hemîdê Qaso qal kir. Em hemî guhê bidin wê mezlumtîya wan:

Bapire me li Wanê, ji bajarokê Gewaşê dijîya. Cîranê wan ên Ermenî hebûn. Ji nava gundê wan pênç malbatê Ermenîyan pênç malbat jî Misilman hebûn. Wê demê misliman û Ermenî di nav xwe da xwedî tifaq bûn. Ji gund dema ku Ermenîya xwes-tin pez serjêbikin û goştê wê li mislimana belav-bikin ji bo serjêkirina pez gazi li mislimana dikirin. Rojekê cîranê wanê Ermenî wefat kir. Zarokên wî piçûk bûn. Bapîre me li wan zarokan nihêri û wan zarokana mezin bûn. Birayê wanê mezin navê wî Murad bû. Rojekê got, ezê biçim leşkeriyê. Û de-mekî dirêj nehat gundê xwe. Paşê me fêm kir ku Murad çûye nav Ûrisan.

Rojekê me dît ku Murad û leşkerên Ûris hatin gund

✍ Osmanê HEMÎD

BangaHeq40

Zivistan2019

Page 41: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

û derbasi odê bûn. Fermandarâ Ûrisan ji gundiya re got çi çekên we hene binin ka em binhêrin çawane? Wê demê çek li ba gundiyan çi digere? Çekên wan ew ê ku barut ji dev da dikevê, ji wan re dibêjin “ezmelî yan çakmakli” bûn. Lê belê çekên Ûrisan ji ê ku pênc gulle dikevê jê re dibêjin “Kırıkkale”bûn.

Dema pêşî têkiliyên wan gellek baş bûn, lê dema paşîyê ji aliyê Ermenîyan ve têkiliyên wan xerabûn. Rojekî komek gundîyê me diçin bajarê Wanê. Dema ku dizivirin gund komek Ermenî rîyan wan dibirin û wana li gundê ku me jê ra digo Mars, êsîr dikin. Ermenîyan xeber şandin û li hember wan gundîyê me çekê me xwestin. Paşê gelek astengî çêbûn û gundîyê me hatin berdan. Lê belê piştî vê astengîyê, bavê bapîrê min diçe cem leşkera û jî bo parastina Misilmana çeka dxweze. Paşê Misilmana fêmkirin ku rewşa wan ne xweş e û hemîya îdî nobeta xwe girtin.

Wê demê dibînin ku cirane wan Murad ji bûye fermandarê Ermeniyan. Gundiyê me ji Murad di-ğeyidin. Murad dibêje haya min ji tişkî tune û der-bas dike. Rojekî Bavê Bapîrê min pezê xwe berda-bû nava mêrgê. Kurre Ermenîyan Murat hêrs bû û bi dasê lingê bavê min bîrîndar kir. Murad, ji bavê bapîrê min ra got ku: ‘Ev herêm hemî a meye, de-mek nêz da emê jiwe bistinin’.

Dema komkirina ceh bû. Me bihîst ku Ûrisan êrîşî herêmê kiriye. Gelê Misliman li wê herêmê neman, hemû penaber bûn. Lê belê Ermenî li wir man û bi Ûrisan re îttifak kirin. Ciranê xwe yê Mis-liman kuştin. Bapîrê min mala xwe, malbata xwe û pezê xwe radike û koç dike. Leşkerê Ûris û çeteyên Ermenî wana dişopînin. Gelek rê derbas dikin û di-ghêjin pira Batmanê. Dinhêrin ku hemû însanên penaber li ser vê pirê kom bûne. Hevdû dipelçiqî-nin, nikarin ji pire derbas bin. Li wê derê gelek în-san an ji gulebarandina Ûrisan, an ji pelçiqandiniyê anjî ji werbûna di çem de dimrin. Di wê rewşa zeh-met de kesên xwedî çek, ji bo ku insana biparêzin çeka diteqandin. Piştî ku demek derbas bû leşkerên Osmanî hatin. Li cem wan topgule hebûn. Jê re di-gotin “Katır topu” leşkeran bi wan topan gundiyên penaber diparast. Lê gullê wan hindik bûn. Dema ku dawiya gullê wan hat derbasî ciyekî din bûn.

Nûçeya vekişina leşkerên Ûris di nav penabe-ran de belav dibe. Wê demê bapirê min û malba-ta xwe paş da vedigerin. Gava ku digihêjin gunde xwe dibînin ku hê jî leşkerên Ûris ji nav gund der-neketine. Leşkerên Ûris wan dibinin û êrişi wana dikin. Gelek kesên ku mal û pezê xwe di vegerê de bi xwe re anîbûn di êrişê de can didin. Bapîrê min

41Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 42: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

û malbata wi direvin. Wê wextê fehm dikin ku çûyina leşkeran ne rast e. Bi xemgînî vedigerin û dîsa dibin penaber…

Li pira Batmanê ji gulebarandinê gava metika dapîra min birîndar dibe, gule li bayê wê ya rastê dikeve û di aliye din de derdikeve. Wê deme li ser pira Batmanê laşê wan kesên mirî mîna yıla dibe. Wê demê metika dapîra min xwe mîna miriya dike û xelas dibe. Li wê derê jinek jî zarokê xwe ser pirê berdide û direve. Li cem Kurda gotinek heye “Dê ewlad avêtin”. Ew tiştê ku wan dît wiha bû. Paşê du leşkerân Ûris hatin. Ji wan yek dilbirehm bû. Ji berî-ka xwe piskiwît derxist û da dest zarikê piçûk. Ew zarok pişti ku piskiwît davê devê xwe du leşkerên din tên. Ew zaroka li wan dinhere û dikene. Ji wan leşkeran ê bê wicdan lawik xençer dike û davê-je nava çem. Metika dapira min dibêje: Qîrîna wi lawkî qet ji guhê min naçe.

Wan leşkerana li nava mirayan digerîyan û ên kesên sax dikuştin. Gava ku leşker dûr ketin du siwar hatin. Dema ku wan kesên birîndar, fehm kirin siwar Mislimanin ji wan alikarî xwestin. Siwara agir veda û celb çêkirin. Ew celba wek fitîlê xistin nav birînê da ku xwîn bisekine. Dema xwîn disekine dikevin nav kesên penaber û direvin. Ûris û Ermenîyan heta di navbera Bîngol û Diyarbekir -ku ji wê herêmê re di-bêjin “kevrê bi qul-” li dû wan tên. Di wê rêwitiye de gelek kes dimrin.

Navê dayika Bapîrê min Meryem bû. Dayika bapîrê min umrê wê mezin bu û qeweta meşan-dinê ne bu û giran nexweşket. Dema ku dayika bapîrê min nefesa xwey dawîyê da, me dît çar siwarên çek reş hatin. Ev kesan feqiyê medresan bûn. Wê demê feqiyê medresan alîkarîya gele Misilman dikirin. Van feqi-yan li ser dayîka bapîrê min Kur’ana Kerim xwendin û dayîka bapîrê min wefatkir. Feqî radibin dayîka bapîrê min tevî cilên wê dişon û dixin nava keviran. Paşê ew feqiyan li ser gora dayîka bapîra min telqînê xwen-din û ji bo alîkarî ya gelê Misilmana rîya xwe berdewam bûn.

Li hember van astengîya Leşkerê Os-manî, dixwaze koçbera bêşîne bajarên roja-

va. Hemî koçbera kom dikin û peyatî derdikevin rê. Bi roja rê dimeşin, diçin vilayeta Girê Sor (Siverek) û Cûrnê Reş (Hilvan) derbas dikin dıgêjin Biracıkê (Birecik). Dema ku digêjin Bîracıkê baranek pêr di-bare. Leşker û penaber xwe davên nava xanîyekî kelpîç. Leşker li ber wî xanîyî nobetê digrên. Dibe şev û mamê bapîrê min dêbîne ku dîvarê kelpîç şil bûye. Bi kêra cem xwe wî dîvarî qul dike û bê xebe-ra leşkera ew û hinekan direvin. Gellek rê dimeşin û bi vê awayî tên gundê Hewagê (Bozova). Bi hefta rê meşîyan û gellek bê takat û bêrçîbûn. Dibînin ku kanîya avê dêherike û ber kaniyê dara tuyê heye. Direvin û tuyê li ser erdê kom dikin û dixun. Paşê diçine gund û bi nanoziko şivantîya pez dikin.

Jı malbatek gellek mezin sê kes tenê man; mamê bapîrê min, keçika wîya biçuk û pabîrê min. Gellek demî li gundê Hewagê şivanîya pez dikin. Rojekî mamê bapîrê min dibê ‘ez diçim Biracêkê’ û wenda dibe. Gellek dipirsin hema nikarin nûçeyek bistînîn.

Bi vî avayî gellek dem derbas dibe, bapîrê min û dotmama wî mezin dibin. Bapîrê min şivantîyê dike dotmama wî jî xizmeta malbatek dewlemend dike. Dema zevaca wan tê dotmam û pismam dize-vicin. Ji vê zevacê sê kurik û sê keçikê wan çêdibin. Piştî demek drêj li merovên xwe dipirsin û dibînin. Lê belê wê êş û elema koçberîyê dixin nava dile xwe û na zivirin bal welatê xwe ve. Li Ruhayê jîyana xwe berdewam dikin. Ermeniyên ku gellek sala bê astengî li herêmê bûn bi vê xaintîyê cî û war li xwe xerabkêrin û dema ku Ûris ji welatê me çû ewana jî hemî penaber bûn.

BangaHeq42

Zivistan2019

Page 43: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Îro mê çawa bikne îdDilo kanî meznê seyyîd

Meznê hîzba Rebbê MecîdSeydayê Mûhemmed Se’îd

Îro rojek çi hezîn eÇav bi hêsir û girîn e

Te can da em xistin şîn eSeydayê Mûhemmed Se’îd

Tuj nesla seyyîd û tahir Hatîw gîha jîr û mahirHeta roja xwe ya axir

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Te ronî da wekî çiraBûye dost û bav û biraFetih kirye qelbê pira

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Ey xwedyê ‘ilm û ferasetSebr û mêrxasîw emanet

Qenc û zanayê cema’etSeydayê Mûhemmed Se’îd

Gelek xort û ciwan û kesLi rê kar kir bê deng û hes

Heta daye ruh û nefesSeydayê Mûhemmed Se’îd

Tu bûy Bîlal bûyî SelmanMûaz û Mûs’abê zemanFedekarê doza Rehman

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Dozvanê rêya HuseyînHêjayê heya SelheddînDîlawerê Meya Farqîn

Seydayê Mûhemmed Se’îd

D-oğira doza pêxember Te heyata xwe seranserXemiland û kir seferber

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Bi girtin û bi zîndanêTu neseknî li jîyanê

Ta hîcreta d-remezanêSeydayê Mûhemmed Se’îd

Di bin wan îşkencê giranDi ber xwe da tim bi îmanHemî zalim kirne xusran

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Di îşkence li zîndana Wekî şêrê li meydanaÎftîxara muslumana

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Pey zîndana wê deh salê Dûrketî ji merv û malêÇûy hîcreta bo îqbalê

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Dîtina te lew ji me raBû hesret û bi kederaNabînim li tu devera

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Nel zîndana nel hîcretaTe guh neda tu zehmeta

Xwe da ber derd û ezyetaSeydayê Mûhemmed Se’îd

Di wê dewra zor û ğeddarLi ber fîtnew kufra gemmarDoza Îslam parast b-qerarSeydayê Mûhemmed Se’îd

Razî be tim ji te XwedaBo de’wa wî canê xwe da

Em şahidin tu jêr fedaSeydayê Mûhemmed Seî’d

Em şahidin qesem bîllahTeb îxlas û teqwa lîllah

Meşand doza ResûlûllahSeydayê Mûhemmed Se’îd

Ey mamostê şêr egîda Seîdê doza Seîda

Xweda te têx nav şehîdaSeydayê Mûhemmed Seî’d

Xwedayê me roja giranTe heşir ke bi şehîdanBi ensar û muhaciran

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Şahid û şehîdê dozêNaskiryê te didin sozêLi pey dozê ta pîrozê

Seydayê Mûhemmed Se’îd

Xweda şad ke bi lutfa xweMalbata we bi riza xwe

Serferaz ke pê doza xweSeydayê Mûhemmed Se’îd

Seydayê Mûhemmed Se’îd

43Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 44: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ROBOSKÎ 4 PERDEYÎ ✍ Fexreddîn ŞEMREXÎ

Ev tîyatro, li ser ğeddarîya li Qerqelî û Roboskîyê qewimîne û li ser dijwarîya jîyana li rexê sînor hati-ye nivîsandin.Welatê me: Rojhilata Navîn û Asya! Warê mezopo-tamya! Diyarê enbiyaw ewliya!Ev war û welatê ku bi doza pêxembera, bi eşq û nûra Muhammed(a.s) ê ronya çava, bi xwîn û keda welîyû eshaba hatibe sitrandin, alaya ‘edalet û tewhîdê li ser hatibe çikandin, ma ne heyfe ku bi êşa kufr û Xwedînenasî bê şolîkirin?Ev gel û milletê ku bi Hz. Caban el-Kurdî bûbe dost û rêhevalê Hebîbê Xweda, dawet û gaziya Hz ‘Umer û Hz ‘Elî qebûl kiribe û ji wan re bûbe pêy-rew û guhdar, bi Xalid û Suleymana, bi Îyaz û Mûaz û Se’îda, bîn û eşqa Resûlê Xweda hilmandibe û bi wan re nifş û neslekî Muhammedî gihandibe, ji Se-laheddîn re bûbe esker û xîzmetkar û pê re bûbe bextiyar û îftîxar li cîhan, ma ne heyfe ku ji dînê Îs-lamê bêxeber zilm û neheqî bibîne?Evan qenc û weliyên Xweda, millet bi biratîw ‘eda-letê, bi îman û hîdayetê li hev anîn, gihandin hev, xwedi dewlet û medeniyet kirin. Li dinyê serferaz li axiretê bi miraz kirin bi ferzên Xweda. Camîyû medrese ava kirin, pê nezanî rakirin. Bazirgan û tîcaret saz kirin, pê xizanî qedandin. Doza pêxem-berê axir zeman nîşan dan û şopandin. Bi nûra

Muhammed(‘e.s), zalim tewandin, kufur qelandin, hîkmet û însaniyet meyandin.Îja ma ne heyfe ku zalim û Xwedênenas, ğerbîn-perest, agirperest, rojperest, kevirperest, fille û cihû ji bo milletên Muslumana ji hev biqetînin, ji hev perçekin, ji hev dûr bikin, ji hev bêxeber kin, bi êşa milliyeta xirab, bikin neyarê hev, sînor û têlsincik di nava wan de deynin, exlaq û adêtên kufrê pêş wan kin, ser navê hurriyet û azadiyê, qû-mar û fuhûş û fesadî bela kin, li wan fikr û felsefê ğerbîn reklam bikin? Bi sînor û têlsincika, dostanî û mervantî qut kiri-ne, dan û stendin birîne, êl û ‘eşîr ji hev birîne, xelq feqîr hiştine, û xwestine pê kevneşopiyên gel bi-din jibîrkirin. Di netîceyê de xelk jibo debariya xwe, berê xwe daye dervî sînor. Mal kiriye ji dervî sînor, mal daye dervî sînor. Li ser vêya jî bûye qeçaxvan. Ev sînor û mayîn bûne bela serê xelkê. Di şer û revê de, di serdan û pirsa hevûdin de, di malkirînê de, di çûna xwendina îlm û mektebê de...Ji ber van rewşan, kuştin, birîndarî, hefs, mehkûmî, qeçaxvanî, barkirin, koçkirin, seqetî qewimîne. Millet ji teref zalima ve hatiye şêlan-din, talankirin, nefîkirin û carna jî qetilkirin. De ka werin em binhêrin li rewşa xelk û birayên xwe yên li rexê sînor dijîn.

BangaHeq44

Zivistan2019

Page 45: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

SEHNE 1Odekî gunde. Xalîçe bi dîwêr ve ‘aliqîne. Xwedyê malê Selman, li ser sederê di navciyê xwe de ye. Ji lingê xwe ve brîndar e. Li rexê odê sobeyek, li tenişta sobê jî maqilek heye. Qefesa kewa li pêş-berî sedrêye. Nêzî Selman, mînder û balgiyê mezin raxistîne. Hecî Silêman, Sofî Reşîd, Kekê Zeydan û Serhat hatine serdana Selman. Her sê navsere bi şelwarin. Xeberdana wan dewam dike.HECÎ: Selmanê min! Mala mino! Ka ez çi bêjim lo lawo? Xwedê sebr û deyaxê bide. Wa ser û nava te sitiriye.REŞÎD: Birayê Selman! Xwedê silametiya xêrê bide. Hema kuderê însan dêşe, meriv dibêje xweziya ne vir bîya. Xwedê neyne serê tu kesî.SELMAN: (Di navciya de hinekî pal dide û bi nale-nal dipeyve) Xwedê ji we razîbe. Bi ser çava re ha-tine. Ayy ayy ayy!ZEYDAN: Xwe neêşîne. Xwe rihet dirêj ke. Qet me-raqa neke. Xweda mezine. Em tev birayê tene. Çi lazim be, em hazirin.SELMAN: Berxwedar bin. Xwedê kêmaniya we nede. Çavê xizaniyê kor be. Tu kes ji feqîriyê nemi-riye. Lê ne ji vê seqetiyê ba! SERHAT: Lo lo birao! Ka meriv çi bike? Tu neçî qe-çaxiyê nabe, tu diçî derd e. Carkî ku van sînor û ma-yina xistine navbeyna me, rihetî ji me re nehiştine.HECÎ: Kuro ma berê van sînora çi dikir? Kê derdê van xet û hidûda didî? Van erd û ax, bi xwîna bav û kalêmey Musluman sor bûne. Mal û merivên me li serê belav bûne. REŞÎD: Heqê heyat û xebata li ser van erda, heqê ziyareta dost û meriva bi serbestî, Îslamiyetê daye me û di tarîxê de tu sûltan û mîr, ji vî heqî re ne-

bûye mani’. Ji cumhûriyetê pêve ev çima ji me re derd û yesaxe?HECÎ: Di dewra hezretî ‘Umer de dînê Nebî Mu-hammed (a.s), ev heq û azadî daye me. Lê ev nêzî sed sale ku têl û mayîn, sînor û fîrqet xistine nav-beyna me. Ewqas Sehabê ku hatin war û welatê vir bi Îslamê muşerref kirne, Selaheddînê Eyyûbî û ‘alimê wîn ku ev der kirne dergûş û merkeza ‘îlm û însanîyetê.REŞÎD: Ne jibo ku em fîrqet û çîlê bikşînin, jihev perçe bibin, neyarê hev bin, feqîr û perîşan bin, seqet û birîndar bin.ZEYDAN: Birayê Selman! Gelo ka mesela te çawa qewimî?SELMAN: Lo birao! Ka ez ji ku dest pê bikim? Di ve-gerê de me hê nû sînor derbas kiribî. Barê me giran bî. Bi meşê min ferq kir ku min pêl tiştekî kir. Min hewl da ku xwe xelaskim, lê bi teqînê pengizîm. Gava qereqol hat, hişê min hê li serê min bî.HECÎ: Wax mala min! Çi musîbet çi ‘ezab! Îja qe-reqolê çi kir?SELMAN: Qereqol çawa hat ser min, qomitanek heqaretî kir. Min jê re got “Qomitan beg! Ne terorî? A gordigin bû erzaxî aîleme getirmîşim. Aîlem te-ror midir?” Welhasil qenaeta wan çê bî. Min rakirin xestê. Min çavê xwe li xestê vekir. Lê li xestê ez pir aciz bîm.ZEYDAN: Çima? Li wir çi bî?SELMAN: Di nav wê êş û elemê de, pilosek her car wê bihata û biqehr bigota “Te çend esker kuşti-ne?” Min got “Yaw welle bille memûr beg! Ez gun-dîkî feqîrim. Çi esker çi kuştin yaw!” Heta ku xalê mixtar Xwedê jê razî be ji min re bûye kefîl, min tabûrcî kirine.

45Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 46: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

HECÎ: Ê de willeh billeh em Misluman in. Em feqîr û

rebenê Xwedê! Hal û derdê me ne bese, îja em rabin ji

xwe re dijmina jî çê kin. Bila dûrî me be.

REŞÎD: De Xwedê kirye ku em Mislumanin û li ser dîn

û edeba bav û kala nin.

SERHAT: Tu carekî çûbî qeçaxiyê, temame. Êdî tu xwe

di ava Kewserê jî dake, ji te bawer nakin.

ZEYDAN: Tu derbasî aliyê din bibî, tu dibî qeçaxvan.

Tu vegerî vî alî, tu dibî teror.

SELMAN: Xalê Hecî! Ez bapîra nizanim, lê ji bava vir

de ev sînor bîye derd û bela serê me. Li wî alî meriv

û dost hene. Îja ma em hevûdin nepirsin? Li ba hev

rûnenin? Çayekî bi hev re venexun?

REŞÎD: Hema li aliyê din xalê min nexweşe. Gazî min

kirne. Ev heftekîye ez nikarim herim. Îja ne ziyaret bi

tenêye. Di vê çileya ğedar de rêya qezê, dûr û girtiye.

Ji mal re rûn divê, arvan divê, şekir divê, zexîre divê.

SERHAT: Xwedê neke nexweşî dibe, xestexane hew-

ceye. Gazî û îmdat dibe, hewar û bazdan lazim e.

ZEYDAN: Ma nayê bîra we? Ew sala ku berf ji çiyê hat

xwarê, xaniyê mala Hecî Dawid di binî de ma, eger me

xwe ne gîhandiba wan û me brîndara ne birba xes-

texana dervî sînor, ma ewê tev ne mirbana?

HECÎ: Lo bavo birano! Li ser vî sînorî xelkê me, çi ki-

şandiye çi nekişandiye. Ji meriv û malbatên şêx û ali-

ma, ji mehkûman, ji kitimkesan, ji şivan û gundiyan.

Ê di revê de, ê bi mayina, ê li dervî sînor ji teref şah

û siltanê zalim ve hatine kuştin, ê li vî alî û li wî alî

hatine girtin, ê birîndar û seqet bûne, ê wenda bûne.

Hew Xwedê zane.

SERHAT: Weka kuştina sîw du gundiyên Qerqeliya

Wanê di sala hezar û nehsed û çel û sisya de. Sûcê wan

ku qaçaxçî bûn. Helbûkî berya sînor bê danîn, ji van

kul û derdan belkî ji dehî yek çênedibû.

(Gundî di nav xwe de dipeyvin. Perde tê girtin.)

Qetlîama Qerqelî

Sal hezar û neh sed û çel û sisê! Nava havînê, Qerqeliya

navçeya Wanê! Xelk feqîr û perişan e. Debariya xwe, bi

kirîna mal û heywanên qeçaxiya dervî sînor dike. Lê

evya li ba dewlet û eskeriyê sûce. Di wî heyamê de

çeteyên talanê, li her dû aliyên sînor, talanê dervî sî-

nor dikin. Çeteyek şêlandinê ku bi haya qeymeqam û

eskeriyê derketibû, dest bi talanê dike. Carekê ev çete

û esker bi hev re, sînor derbas dikin û ji hêla Îranê, mê-

şinên Mihemedê Mistoyê xwedyê ‘eşîretê, talan dikin.

Misto ewwilî bi xweşkayî heywanê xwe dixwaze. Lê

cewaba jê re tê gotin ev e: “Emê werin jina te jî bigrin!”

Ji lew Misto bi hinek zilamên xwe, sînor derbas dike û

qederê pênc sed mêşina bi xwe re dibe.

Ji ber vê, tabûr ewwilî bi şeklê “Eskerên Rûs sînor

derbas kiriye” propağanda dike. Dûre jî dest bi ope-

rasyonê dike. Digel Misto çel gundiyan berdest dike.

Mehkema sulhê, van gundiya tevî serbest ber dide. Lê

çawa Orgenaral Mustafa Mûğlalı tê Wanê, derhal emir

dide ku ev gundi dîsa bên girtin û bên kuştin.

Di bîst û pêncê Temmûzê de, sîw sê gundî tên girtin.

Di nav wan de zarokek yazde salî, jinek, çawîşek û es-

kerek ku hatine îznê jî hene. Orgenaral, bê pirs û meh-

keme, emrê kuştina wan dide. Sûcê wan ew bû ku

bêîzin dervî sînor bûne û bazirganiya heywana kirine.

Di sîhê Temmûzê de sibeha roja înê, sîwsê gundî,

destê wan ji paş ve û bi hev ve girêdayî, di bin kontro-

la du teğmena de tînin neqeba ku bi Tirkî Çîllî tê gotin.

Li wir her çiqas feryad û fîxan dikin, hewar û lava di-

kin jî, li wan merhemetê nakin. Esker wan qetil dike. Ji

wan yek tenê difilite.

Lê ma zalima kengî rihetî dîtiye? Tu li vê qederê bin-

hêre, di serê sala hezar û nehsed û pênciyan de, orge-

naral Mustafa Muğlalı, mehkeme dibe û ceza îdamê

lê dibirin. Dûre dadixin bîst salî. Di hezar û nehsed û

pênc û yekî de, di hefsê de bi qirîza qelb dimre.

SEHNE 2Behsa qetlîama Qerqelî dike. Sehne bexçê qereqolê-

ye. Orgeneral Mustefa Paşa û birutbeyek din, li ser

kursiyên xwe li ber masê rûniştine. Orgeneral lingê

xwe avêtiye ser hev. Şebqê xwe datîne ser masê. Pir

qurreye. Yüzbaşı gazî esker dike.

YÜZBAŞI: Asker! Oğlum bize iki çay getir! (Esker silav

dide û diçe.)

PAŞA: Yüzbaşı! Çapulculara karşı, ekipleriniz ne du-

rumda?

YÜZBAŞI: Aşiret reisi Mistonun koyunlarını almışlar-

dı. Mısto da koyunlarını istedi.

PAŞA: Peki ona ne cevab verdiniz?

YÜZBAŞI: “Gelir karını da alırız” dedik.

PAŞA: Ha böyle sert olun. Sonra ne oldu?

YÜZBAŞI: Misto dahil 40 köylüyü tuttuk. Sulh mahke-

mesi, ifadelerini aldıktan sonra hepsini serbest bıraktı.

Emriniz gereği, onlardan 33 kişiyi yeniden yakaladık.

PAŞA: Çapulculara eman yok. İşlerini bitireceksiniz.

BangaHeq46

Zivistan2019

Page 47: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

YÜZBAŞI: Fakat İçişleri bakanlık müfettişi Avni Do-ğan...PAŞA: Müfettiş bu işe karışmasın. Yoksa onu kırbaçla-rım. Memleketin çıkarı için, babamı bile asarım.YÜZBAŞI: Emrederseniz komutanım!PAŞA: Cezalandırdıktan sonra, “Bize yardım için hu-duda sevk edilen bu şahıslar, kaçmaya çalışırken, bir kısmı da çapuculara katılıp bize ateş açmasıyla kaç-malarına fırsat verilmeden öldürülmüşlerdir.” şeklinde rapor düzenlenecektir. YÜZBAŞI: Baş üstüne komutanım!Paşa şebqê xwe dide serê xwe û diçe. Yuzbaşı destkî xwe dide ber serê xwe û difikire. Radibe di bexçê de digere. Dûre gazî esker dike. Esker silavê dide.YÜZBAŞI: Derhal çapulcuları getirin! ESKER: Emredersiniz komutanım!Esker diçe. Gundiyan tînin. Destê wan ji paş ve girê danin û tev bi hevdû ve kindir kirne. Cil û bergê wan qetiyayî, kevnû peritîne. Di nav wan de zarokek 11 salî û pîrekek jî heye. Gundî baş bi Tirkî nizanin. Gundî tev di sehnê de xuya nabin. Dawya wan dighêje dervê sehnê. Gava disekinin, Yüzbaşı yek bi yek li ber wan disekine. Bi ğeyd bi wan re dipeyve. Ji yê ewwil dipirse:YÜZBAŞI: Çapulcu kaçakçılara bak hele! Tam 33 kişi.KES 1: Qomitan beg! Welleh em ne çapûlcûne. Em feqîrin qomitan!YÜZBAŞI: Bırak lan fakir makirliği! Sınırı geçip kaçak yoldan hayvan getireceksiniz ha!KES 1: Ê welleh qomitan! Biz fakirdir. Erzax yoktir. Ji bo vî sebebîye.KES 2: Qomitan me effûke. Çoliğû çoçiğê me hene. Em gunenin.YÜZBAŞI: Affet ha! Konuşmalarımızı dışarıya sızdıran sizi gidi casuslar!KES 3: Allah’tan kork qomutan! Ma biz eskerlik yap-mamışız? Qereqoldan mı kaçmışız? Ne düşmanlık yapmışız?YÜZBAŞI: Çavuşa bak! Demek sen de çapulcusun ha?KES 3: Qomutan! Ma bu topraxlardan olmak, suç mu-dur? Tirkî bîlmemek suç mudur? Baba ve dedelerimiz hangi savaşa katılmadı?YÜZBAŞI: Çavuş! Niye sınırı geçip kaçak mal alıyorsu-nuz?KES 3: Bizım orda akraba vardır. Onları görmek, ma suç mudur? Bu xalk feqîrdır. Birşey ordan alsa, suç mudur?YÜZBAŞI: Sınırı geçseniz suç olur.KES 3: İslam bize bu hakkı vermiş. Niye yasak koyu-yorsunuz? Dedelerimiz serbest gidip gelmişler. Niye suç yapıyorsunuz?

YÜZBAŞI: Eğer suç diyorsak suçtur! Yasak diyorsak yasaktır çavuş!KES 4: Qomitan! Em rebenê Xwedê! Halê me perîşan. Me duşmantiya dewletê nekirye. Me serbest berde!YÜZBAŞI: Serbest bırakalım. Tekrar gidip çapulcular-la beraber bize silah çekin ha!KES 4: Ê welle bille qomitan! Ji çiftekî xirbende pêve-tir çek û sîlah yoktır! Ma bız qereqola silah çekmişız? Em ji bo debariya xwe derin û tên.YÜZBAŞI: Ben bilmem. Diğer tarafa geçseniz, çapul-cu sayılırsınız!KES 5: Qomitan! Ka sûcê min çiye? Min çi kirye?YÜZBAŞI: Hepiniz berabersiniz. Sadece birinizin suç-lu olması yeterlidir.KES 3: Qomutan! Bu çocuğun, bu kadının, bu eskerin sucu nedir? Mahkeme bizi serbest bırakmadı mı?YÜZBAŞI: Mahkeme nedir? Biz suçlu dediysek suçlu-sunuz!KES 1: Ê welle qomitan tu sûcê me tune ye. Me çend mêşin ji xwe re ji wî alî stendine. Me eqrebê xwe ziya-ret kirye. Ma tu belengaziya me jî nabînî?KES 2: Ma mehkûmê me hene? Ma me fîrar xwedî kir-ne? Qomitan! Heyfe! Me berde!YÜZBAŞI: Tamaaam! Kesın konuşmayı! Elinizden gel-se mahkum de beslersiniz, ateş de edersiniz!KES 2: Ji bona Xwedê! Ka sucê me çiye Qomitan? Ma me gulle bera kesî daye? Ma me malê kesî diziye? Ma em ji îfadew mehkemê reviyane?KES 4: Qomitan! Ê welleh me eşhed bi navê Muhem-med û Xwedê aniye. Em mêrkê mislumanin. Zirara me negihaştiye tu kesî.YÜZBAŞI: Yeteeer! Şimdi nasihata da başlarsınız. As-ker! Bunları teğmene teslim et!ASKER: Emredersiniz komutanım! Dema di çûnê de gundî dibêjin:KES 1: Qomitan! Ez rica dikim me berde. Tu sûcê me tune. Hema bila gunehê te bi zarokê me bê. Em xwe davên bextê Xwedê bextê te. Dev ji me biqere.KES 5: Ka sûcê min çiye? Min çi kirye qomitan?KES 2: Qey tu ji Xwedê jî natirsî hey gawir, hey zalim!KES 3: Allah yanına bırakmasın! Bunun heyfinî sen-den alsın înşallah!KES 4: Hêviya min ji Xwedê heye, Xwedê aya mezlûm û rebena ji we re nehêle.Gundiyê bi hev ve girêdayi, di bin kontrola esker de diçin. Yüzbaşı bi meraq û qurre difikire û tûra xwe dewam dike. Weka bêje “Nuha hunê bibînin!” Ji dûranî ve dengê reşandina sîleha tê. Perde tê girtin.Wê dewam bike.

47Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 48: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Navê Te Zînet...✍ Fethullah YALÇIN

Çi dema min navê te bi tenê li ğerîbîyê hilda, Derya di dilê min de bûn mewcû pêl. Ez ‘elimandîyê zîndana me, ji dest Zuleyxa ya bengî.Kengî ez navê te hildim, ji asîmanê cergê, lehî dirije ser mijankê şikestî.Dengê Tûr heye, di pişt parzemîna tê bihîstin.Car din em derbas bin di Qulzemê, de ka were.Gul, her dem xizanê dilxweşîyê ne li bende bulbulê reng qemerî.Çûna hudhudê berze gulîstana min hedimand. Textê Belqîs a Seba te vegirt di dilê min de. Ba û bahoz di zîvirin li dor dil tînoşê ZemzemêYek şefa’et bes e ji sitûxwar û mestanê rojhilat re.Ez im ketîyê navê te yê ji malek zadegan û maqûl.Bi azadîyê tê bihîstin, bi mazîyek çal û belek hatî nivîsandin.Ki heye min derîne ji tarîstana ğurbetê.Hêsîrim, destê min di qeydê de, belê vekirîne tim li du’ayanê bûkanî.Ji lêvê min nîyaz di barin ji boy nêrgiz û binefşa.Navê te Zînet...Di borî li ber çavê min her êvar bi huznek esmer e. Ez xeyal dikim zulûmat, li ser sênga min ji zengê yek xencer e

Di xemilîne navê te sibeh û êvarên gund û bajar, Dike gazî çavê te li min, şikand çok û ruh ji min bir.Tilyê te her yek tîr in li kevan nîşan girtî li mereza min.Tu car min nedî rewşena te, tarîstane hundur. Bi çavê dinê ne bû nesib awirê te tîrij bide birîna min. Xanî divê çîroka Mem, ew e hikayeta ketîyan. Dibêtî meqbera min li bin sîya şaxê te bi sitire. Malbata te mîr û ser in, min got tu bi ‘eslû feslî, hem zadegan Navê te Zînet... Di herike ji kanîya îftîxarê, li min nefes û heyat û Kewser e,Cahê bi navê te bû navdar, zelil in li ber, Kîsra û Rûm û Qeyser e

Her xet û rêz, cumle di herikin bi alî te ve.Zuhre ye dagera min li hêla te, ez meftûnê şewata her tîrijan. Pênc wexta ez di helim ji banga Bîlalî re, Ez im şikestîyê navê te. Ji ezel tê nalîna min. Brîndarê leylana te me, ez Ferhad im navê te Şîrîn,Teht û çîya lerizîn her ku min navê te hilda,

BangaHeq48

Zivistan2019

Page 49: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Zelzele rabû di bextê min de, tali’ê min hat mor kirin. Navê te Zînet,Memo, gernas bû di qada ‘eşqê de.Çi dema bala te biser ket, lerizî, hedimî ji hicranê.Di tirsim te di bîr bînim Zînet!Tavî li hev di civin, brusik di çavê min de hevc û pêt didin. Di setranca ‘eşqê de min hebûna xwe hunda kir.Kirasê Yûsûf li nav milê min. Ji kûr dernayê hewara min.Ji ava zîndanê min vexwar, bê hiş im, kul û keder ji min di bare.Sal û zeman dewr bûn ku ez û mirinê bi hev nas in. Navê te Zînet... Firqet û cuda bûn di ‘eşqê de ji agir, sivder eRoj li min ‘asê bûn, li gazîya te ruhê min şevder e.

Reşbelekên ser rûpelê te digerînin min li keskesora,Feqîyê Teyra bi avê de berda qesîde bê ğem. Zembîlfiroş, dilê hesinî, revî ji bedewa qesrî. Cezerî ez bê can xistim li Serhed û Botan Ne Dîclew Firat sertêr dikin dilê şewat, Ne xûna Yehya ava dike Şam û Heleb û Beğdat.Bi sitranan li benda Şêx Se’îd di nihirim bê hêvî û meferXewn û xeyal min bende girtin bi dûr û dewrana

Kihêlek sor di beze her şeveq li dorhêla minAla serfirazîyê hildigre dildarê rojhelat. Çeng û milê Nebyê Emîn li Bedra namîdar di bînim. Poşî kesk in ji asîman berjêr dibin bi hezara. Asteng û peşka gihîştinê bi abû rû ketin xwar yek bi yek.Li qadê di nalin şûr û mertalê CalûtJi çenga te rêz dibe Zebûr bi dengê DawûdîXemişî, bêhn da laşê kîn û hesed û çav nebarîyê.Navê te Zînet... Bazikê ‘Cibrîl di xewnê de herişand kelha jahrê seranser e. Zulfîqar hejîya li hember zulmê, xera bûn hemî sêr û Xeyber e

Sitrana Mehdî guhdar dibim ji daheristina payîzek rawest.Banga ‘Îsa ji semawî nazilî zemînê întîzarê dibe li kêferata mehşerî.Ez girê didim li ‘enya te xomçeya nîşanêBi Kerbelayê sutyê xwe ‘hine dikim. Tu destê xwe dirêj dikî bi bal destê min de.Tebessum dikî, ew dem defin dibe keder û ğerîbîya min di xemzeyên teyê nazenîn de.Erê, çile ye, wê bihar were lew, ewê vebin kulilikên di nîv agirê Nemrûd de.Bi xemlînin sosin û rihan û nesrîn deşt û zozan Ez navê te di qîrim ji can û dil,

Navê te Zînet...

49Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 50: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Qulzem: KızıldenizBengî: ‘Aşiq (Aşık)Berze: WindaTînoş: SusamışParzemîn: KıtaCerg: Kezeb Zadegan: AsîlBinefş: Menekşe

Çal: AlacaZuhre: VenüsHevc: Pêtî (alev)Sivder: EşikDorhêl: UfukAsteng: EngelArezû: ArzuDaheristin: Dökülen

Xemze: GamzeXutkamî: BencilHedirî: XapînXunav: SağanakLeylan: IşıltıQedexe: YasakBêpayan: Ebedî

Hemze ê ‘egît, mêrê meydan te distînin, ne xasim ‘Elî Heyder e

Cîhan ser û bin navê te tê hildan, weşine li Gerdûn tekbîr ê ELLAH Û EKBER E

Xewn û xeyalên reng biharî naşkînin şewata brîndarê lêketî Zînet!..

Hê jî di rûpel û sûretê kevn de digerim ez li nezera tey ebedî.

Ser xemzeyên te di nixumînim bi pêjnek çilmisî ji xutkamîya xwe.

Ji dîroka kevna, di bîra min de çend rêzê hedirî man pê tesellî dibim.

Ne xwunava sbeha awaz û qêrînê min şên dike, ne bayê samî qudûm dide çavê min.

Ax Zînet...

Bi bazikên şikestî, weka ‘aşiqên bêhêz bi çîyayê Qaf de arezûyan hildikşînim.

Di nav perê Zumrut de zîlanek di nivîsim li ser te bi ‘eşqek qedexe.

Ez mehrûmê te ji sîh û sitavan seraba temaşe dikim.

Di banê min de şop û dengê karwanê rojê derbas dibe bêpayan.

Di e’rafa ‘eşqê de culûsa li heyûlayê nabe tac û text.

Ev aheng e dibhîzim, her sibeha nû dest pê dike, dixwazim bite bikim êvar.

Her şev dekkê îblîsî dolaba dixin sutyê min, ez bi kabûsa di fetisim ew hal.

Qêrîna min YEMEN e, awaza min HELEB.

Qirik û gewrî li min zuwa bûn, hewara min fetisî di kûrana xusûmetê de bi zordestî.

Betilîm, dilê min çû ava.

Ewqas peyv û bêje besin ez bi navê te re bezîyam di hemî astenga de.

Navê te Zînet...

Navê te xemlan e, cismê te zêrîn

Sukûta xwe bi şi’rên zîv di helînim nîvê matemê.

Resmê te xeyal dikim, lorikan di barînim, Navê te dibêjim.

Hişk bû bağê Îrem ji tunehîya te

NAVÊ TE ZÎNET...

Ne Zulqerneyn bê te temaşe kir ‘alema ekser e

Ne dibim xwedî rûmet ger bibim Herkul û yan Îskender e.

FERHENGOK:

BangaHeq50

Zivistan2019

Page 51: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Çi Li Pişta Te Ye,Ew Li Pêşya Te Ye✍ Fatîh AKMAN

Ez ğûlam, demeke ku derwêş û welî pir bûn, meczûbek jibo nimêjke dikeve mizgeftê. Belê ne rûdinê ne jî dest bi nimêjê dike, bi ecêbmayîyeke mezin li dora xwe temaşe dike. Yek bi yek herkesê ku di mizgeftê da ne, bala xwe baş dide wan. Piştre deryê mizgeftê bi xurt digre û der tê.

Piştî kêlîkekê bi qeflek êzingê li ser pişta wî, dîsa dikeve mizgeftê. Dighê ser cemaatê û bi wan ra nîyeta nimêjê tîne. Lêbelê heta nimêja xwe dike, bi wan êzinga dihelike. Her ku radibe û rûdinê, li bingê wî dikevin. Hasilî ew jî perîşan dibe, cemaat jî. Çawa nimêj diqede, ji her serîkî dengek der tê. Herkes ji alî xwe de bi ser zilêm da dikin himehim.

Mesele dighêje melê. Mela jî tevlî meselê dibe. Zane ku miskînekî Xwedê ye. Bi rehm û şefqet nezîkî wî dibe û jê ra weha dibêje: “Kekê min, ev çi êzingin? Karê êzinga di mizgeftê de li ser pişta te çîye? Hela li xwe binêre, tu di nav xwêdanê de mayî, tu jî helikî, cemaat jî. Careke din êzingê xwe deyne devê derî. Dibe?...”

Li ser xeberdana melê, ev derwêş bi mehcûbî weha dipirse: “Qey ‘adetê we ne werê ye?”Mela: “Adetê çi?”. Cemaat jî kom bûye, li wan guhdar dike, bi miraq wan temaşe dike.Derwêş vê carê weha dibêje: “Seyda, jibo ez nimêj kim, ez ketim mizgeftê. Jibo cîyekî lê nimêj kim, min

li dora xwe nêrî, çawa min dît ku her yekî di mizgeftê da, tişt li pişta wî ne. Min zen kir ku ‘adet weha ye. Min jî çû êzingê xwe li pişta xwe kir û ez hatim. Hûn çima bi min tenê re diğeyîdin. Tê biğeyîdî, bi herkesî re biğeyîde ew çax”

Mela şaş dibe û dibêje: “Li pişta mi jî heye?” Derwêş dibê: “Belê, pişta te jî bi bare.” Cemaet îdî di nav xwe da dibên: “Evîya dîne, dev jê berdin”Vê carê derwêş der tê pêş wan, yek bi yek wan îşaret dike û dibêje: “Binêrin li pişta vî zarokê çavşîn,

dara sêvê; li pişta vîya, derîkî şikestî; li pişta vîya, beroşek xwarin; li pişta wîya, mirîşkek biraştî; li pişta wî, dayka wî ya pîr…”

Derwêş piştra destê xwe berdide ber xwe, serê xwe dihejîne û dibê: “Vala tune, pişta kesî vala tune.” Wexta ew wilo dibêje, herkes dibehite û lihev dinêrin. Lewra tiştên ku derwêş gotibûn, tev di cî de bûn. Her

yekî ji wan tiştek fikirîbû li ser nimêjê. Mela jî bi tirs dipirse û dibêj: “Ew çax bêje bê çi li pişta mi bû.” Derwêş: “Jixwe ez pir li te ecêbmayî

mam seyda! Li pişta te çêlekek qerase hebû.” Çêleka melê nexweş bû, di ser nimêjê de difikirî bê miriye yan hê sağe.

Hûn sağ em selamet, ka em binêrin li tûrikê ders û şîretan: Ehlê malwêran, miskîn û derwêşan nebîne biçûk. Gelek caran ew dixwe de vedişêrin zêr û defînên milûk. Ger ê her tiştî zane bike ‘eyan, ehlê keşf û keramet ewçax kare bike î’lan. Ders û şîret ji me re xuyaye, bê li hizûra Ellah çi li pişta ye. Ger tû bixwazî di axretê da îzzet, îro li dinyê nimêjeke bi xuşû’e ‘înayet.

51Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 52: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ M

. Sal

ih A

KAY

Piştî Îsa sala pênsed heftêw yek

Ebrehe hat rêzkir êsker yek bi yek

Wê xerake Ke’ba Şerîf ev dixwest

Rebbê ‘alem wî ceza kir dest bi dest

Ji ‘ezmana Xwedê teyrê ebabîl

Şandî ser wan pêşya esker hebûn fîl

Kevrê agir bi ser wan de bariyan

Ew kirin wek pûş û palax ariyan

Ser nuxûn bûn eskerê wan reviyan

Ehlê Mekkê man heyirî ey ciwan

Xwedê Kâbe hemandiye j-dujminan

Ew dujminê bê însaf û bê ûjdan

Di vê salê nûra dila welidî

Nûrek taybet kesî mislê wî nedî

Bi mîladî tarîx bîstê nîsanê

Destê sibê Mûhemmed hat cîhanê

Meha rebî ya êwilî j-duwazda

Şeva duşem wextê seher Xwedê da

Da ser cîhan şewqa nûra Ehmedî

Da me xilat ew Xwedayê sermedî

Bi çêbûna Hebîbullah pir xweşin

Çav bi kenin rû vekirî dilgeşin

Ey Mûhemmed tu ser serû çava hat

Tarîtî çû ser cîhanê roj hilat

Her çi dema aşiq wesfê te bejin

Ew xwe nagrin hêsrê çava dirêjin

Ji S

îyer

aP

êxem

ber

BangaHeq52

Zivistan2019

Page 53: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Min bi peyvê Mûhemmed nepesinand

Gotina xwe bi navê wî xemiland

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat

Ji canû dil hûn bibêjin esselat

Ya mûhemmed tu yî fexra cîhanê

Hem jî xwedyê mu’cîzat û Qur’anê

Bi nûra te ronî bûye şeva reş

Dil birîndar dilbikul pê bûne xweş

Tu mizgîna feqîr û hem ‘asiya

Bi nûra te rû sipî bûn rûsiya

Piştî serma zivistana pir giran

Hatina te bû mizgîna biharan

Buhara dil bi şewqa te xemilî

Buhar şîn bû gul û nêrgiz kemilî

Bulbul xwendî teyra mizgîn dane hev

Şeytan ta girt ji tirsa ra ketin tev

Evîndar û aşiq civyan li cem hev

Bi zimanê halê mizgîn dane hev

Hat qasidek ji cem Rebbê ‘alemê

Bindest bi wî xelas bûne j-elemê

Hat Mûhemmed mizgîndanê ser zemîn

Hat Mûhemmed pêxemberê nazenîn

Mizgîn hatî pêxemberê xwedî soz

Wî li dunyê exlaqê baş kirye doz

Hat mûhemmed mizgîndanê ummetê

Nûra çava pêxemberê rehmetê

Wehî daket ji bona me bû delîl

Pût û senem ehlê şirkê bûn zelîl

Tîrêjê wê li cîhanê şu’le da

Hat Mûhemmed ji pûta ra elweda

Bi hezara bi milyona Rebbena

Ji te re bin pesn û hemd û hem sena

Em nikarin wesfa bêjin bi teva

Neb ziman û neb qelem û neb deva

Em rûreşin gunehkarin bê meded

Mezin biçûk gunehê me bê ‘eded

Ya Reb hatin ber deryê te gunehkar

Dilşikestî bi poşmanî zari zar

Ji ber derî ya Reb me neqewrîne

Belengazin ya Reb me neheyrîne

Em vê zanin ji mer tune hîlew çar

Ma nej te be wê kî li me bik sitar

Ya Subhanû kî were dergahê te

Tobedar û hêvîdarê rehma te

Ew tucarî nabe mehrûm poşîman

Tu Tewwabî hem Rehîm û dilovan

Ya Reb rehmê l-mumina ke berdewam

Gunehkarê tobedar û xasû ‘am

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat

Ji canû dil hûn bibêjin esselat

*****

53Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 54: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Yusuf ARİFOĞLU

ين ﴿١﴾ ب بلد ي يكذ ارايت ال

ي يدع اليتيم ﴿٢﴾ ول يض عل طعام المسكين ﴿٣﴾ فذل ال

م ساهون ﴿٥﴾ ين ه عن صلت ين ﴿٤﴾ ال فويل للمصل

ن ﴿٦﴾ ويمنعون الماعون ﴿٧﴾ اؤ ين ه ير ال

Pê nomeyê Homayo Rehman û Rehimi (ma dest pê wendişi keni).1- (Ey Qasıdê mı) Kesêko dini zurker veceno(inkâr keno) tı di?

2- Aha ıno o wo, sêwıri fetelneno(heqqê ey nêdano)!

3- Qey mırd kerdışê belangazan nêkuweno ver.

4- Heywax (rusfayi) qey ê nımackeran bo!

5- Ki eyi nımacê xu ra ğafil u bêhaya yi.

6- Yı ê kesê ki (nımacê xu dı) dıriti keni.

7- Û verniya holi (û gureyo xeyri) geni.

Pê nomeyê Homayo Rehman û Rehimi (ma dest pê wendişi keni).1- (Ey Qasıdê mı) Kesêko dini zurker veceno (inkâr keno) tı di? 2- Aha ıno o wo, sêwıri fetelneno (heqqê ey nêdano)!3- Qey mırd kerdışê belangazan nêkuweno ver.4- Heywax (rusfayi) qey ê nımackeran bo!5- Ki eyi nımacê xu ra ğafil u bêhaya yi. 6- Yı ê kesê ki (nımacê xu dı) dıriti keni.7- Û verniya holi (û gureyo xeyri) geni.

Ina sure, Mekke dı omiya war, guereyê nazil bi-yayişê xu sureya hotêsın u rezkerdışê Qurani sure-

ya sehotın a. Wextê cahilti dı riyê erdi dı her gureyo xırab bi-

yen, miyanê şari dı holi weradiyabi, her ca dı mer-dumi zordar u zurker esti bi. Ina sure, halê ıno wex-ti u weziyetê insanan zaf weş ana verê çımani ma. Ino tablo, çendek cahiltiya şarê Mekke bımuecno ma çı wext u ca dı beno wa bıbo xırabiya hemınê insananê xıraban zi ramuecneno. Sure, teyna şiya-yişo xırab teswir nêkena, insani ına xırabi ra seni xelısiyeni ay zi musnena ma. Eger inkâr u zur wera-bıdiyo halo xırab zi weradiyeno.

1- (Ey Qasıdê mı) Kesêko dini zurker veceno

BangaHeq54

Zivistan2019

Page 55: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

(inkâr keno) tı di? Ina ayet dı kelimeya ارایت / tı di, pê çımani diya-

yiş ra vet yena ına me’na: ‘tı çik fıkıriyenê, tı ser vın-denê u tu ra esêna!’

Kelimeya “ed-din” Quran dı zaf ayetan dı ravi-yerena. Ina kelime hem menaya ‘axiret u ruecê he-sabi’ hem menaya ‘dinê İslami’ dı şıxuliyawa. Çımki kelimeya ‘din’i menaya ‘hukum u qanun’ ser herın-da ‘şeri’etê İslami’ dı zi şıxuliyena. Eger yo merdum axiret’ır baweri nêyaro, baweriya ey axiret ser sıst’ıb yan kem’ıb ey dı her xırabi bena. İnkarkerdışê axi-ret dı her gureyo xırab rê yo ber abeno. Homa, pê ına ayet merdumo hınayin ano verê çımani ma.

2- Aha ıno o wo, sêwır fetelneno(heqqê ey nêdano)!

Ina ayet dı pê zamirê فذلك / Aha o yo destpêk esto. Hıni xısusiyeti merdumo ki axiret inkarker ra behs abeno. Merdımi hınayin ‘sêwır fetılneni u heqqê enan cı nêdani.’

Sêwır, sêkur u yetim… Ini hiri kelimeyi zêpi yê. O ki dadiya ey yan babiyê ey çin o ey ra voni ‘sêwır’. Seni o wext, muşrikan heqqê sêwıran dest ra gu-retên, sêwıran rê xırabi kerdên u malê enan wer-dên ewro zi hına wo. Welatanê Bısılmanan dı seba zordari, herb u tengasiyan zafi qıci bêdadi u bêba-bi sêwır mendi. Tekildariya sêwıran tay a, zaf ğemê insanan nêya. Ino rıd ra sêwıri ummeti koni destê mafyayê waslayan u gureyanê pisan. Peyğamberê ma zi sêwır’ıb. Seni’g Homa, sureya Duha dı diqet oncêno sêwırtiya ey gera ma zi wayirê sêwıran bı-veciy u qey sêwıran holi ser destê ma ra cı yena geraka ma bıker.

Nêheqiya sêwıran ser zaf ayet u hedisi esti:“Û malê yetiman bıden cı u çiyêko hol pê çiyêko

xırab mebedılnên. Û malê yın demekerên miyanê malê xu u mewerên! Bêşek, ıno guneyo pil o. (Sureya Nisa, ayeta 2.)

Sehl bin Sa’d vono: “Resulê Homeyi hına va: ‘Kom, wayirê sêwıri bıveciyo ez u wı ma cennet dı hına yê!’ O wext, ey dı gışti xu ardi têkışti.” (Buhari, Tirmizi u Ebu Davud)

3- Qey mırd kerdışê belangazan nêkuweno ver.

Ina ayet dı xısusiyetanê merdumo inkarker ra

behs dewam keno. Homa, vono ‘merdımi hınayin nê wer dani feqiran nê belangazan keni mırd u nê zi verdeni kes enan ri holi bikero.’

İta dı çıra kelimeya nê kelimeya şıxu-liyawa. Feqir, o merdumêko hetê mal u pereyan ra destteng o; miskin(belengaz) o merdumêko halê ey halê feqir ra xırabyer o. Ino merdumi di nê pere-yi esti nê zi eşkeno xu ri keye bikero, kıncan bıgero u xacetanê xuyi binan bıvino. Gereka ma feqiran ri holi bıker, cı ri xeyr bıker u destê enan bıger; labelê ına holi u xeyr dı belengazi feqiran ra ver yeni.

mırd kerdış u wer dayış o. Homeyi ıno fiil, herfa cer ra pê şıxulnayo. Ino hal ser me’na hına bena:

‘Ma nêvoni kiseyê xu ra, malê xu ra, werê xu ra bıdên cı; ma voni o ki ma dawo şıma u heqê enan zi tede esto ey ra bıdên cı.’

4- Heywax (rusfayi) qey ê nımackeran bo!5- Ki eyi nımacê xu ra ğafil u hayidar niyê. 6- Yı ê kesê ki (nımacê xu dı) dıriti keni.Nımac, yo ibadeto pil u muhim o. Nımac, ewdiya Homeyi ser yo sembol o. Nımac, yo gureyê tewhid o. Nımac u iman zey este u pueste yê, yobinan ra

ciya nêbeni. Nımac, insani xırabi, nêbaşi u gune ra duri depı-

şeno; seba ınay gereka insan nımacê xu zonaye ser bıkero, hereketani u duayani nımac bızano u qıy-met bıdo nımacê xu. Seni’g qey dayişê deynê xu tew kona merdımo deyndari geraka qey nımaci zi tew bıkuwero insani; çımki nımac ewdiya Homeyi ser yo deyn o.

Nımac dı dıriti nêbena u nımac, teyna qey Homê yo. Merdımo nımacker, gereka rayıra heq dı pê mal u canê cihad bikero, qey razitiya Homeyi holi bıkero u tesedıq bıdo. Mavac, Bısılmanti teyna pê nımac u cami nêbena. Pawa inan gereka heyatê insan her cihet ra qasê İslami derbas bıbo.

7- Û verniya holi (û gureyo xeyr) geni.Ina ayeta peyin dı kelimeya viyerena.

Sure zi nameyê xu ına kelime ra gena. Ina kelime ra çendêk gureyo hol esti qesdê enan beno.

Nımac, zıkat, tesdıq, ardımkari, selamdayış, zer-rweşi, ehlaqo rınd ıni gureyan ra yê.

فقیر مسكين

طعام علیعلی

ماعون

55Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 56: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Şemrex, bi nave wê ya Tirkî Mazidaği (Mazîdağ), navçeyeke bajarê Mêrdînêye. Navbêna Şemrex û Mêrdînê 47 km ye. Meriv ji bajarê Mêrdînê, ewil bi bakur ve, piştre jî bi alîyê roava ve diçe û dighê Şemrexê. Hinek avanîyên liser rê û avanîyên resmî bilindin, avanîyên dûrî merkeza wê bi piranî du qat yan jî sê qat in. Ji têketina Şemrexê û heta derketina jê li ser Caddeya Nû ya Dêrîkê, dikan û meğeze rêz dibin. Di merkeza wê de jî sûk heye û rêyek bi hêla qible ve jî diçe, di gundên Xana Zembûr, Ewrîxan, Hesenan, Cewzat û Aqresê re dîsa diçe ser rêya Dîyarbekir û Mêrdînê. Van salên paşîn bi hatina malbatên gundên derûdorê, navçe mezin bûye. 49 gund û 14 mezra pê ve girêdayî ne. Nifûsa navçeyê tevî gunda nêzî 35 hezare. Nifûsa merkezê zedeyî 15 hezara ye.

Navçe liser rêya Amed û Şamêye. Her weha rêya hevreşîmê (îpekê) jî di navçeyê re, di gundê Xana Zembûrê re derbas bûye. Ev rê diçû Şamê. Ji lew jê re gotine “Şam-rex” rexê Şamê yanî Şemrex. Li gundê Xana Zembûrê hê xan heye. Stûnê mezin tê de ne. Berê gava karwan di wir re derbas dibûn, li wir xwe rihet dikirin, heywanên xwe bi wan stûnan ve girê didan. Cîyê raketina ehlê karwên jî cûdaye. Kelha kevn, 3 km dûrî merkezê ye, li hêla rojavayê navçeyê ye. Keleh qereqoleke Bîzansê bû ku ji bo ewlehîya ehlê karwan û bazirganan hatiye avakirin û li Kelha Zêrzevan dinêre. Li ser Kelhê mezar û sarincên mezin û şikeftên ji tatê hatine

vedandin zêde ne. Her wiha berîya Bîzansê jî ji bo jîyanê şikeftên mîna malan hatine çêkirin.

Li gundê wê yê bi navê Şewaşî, kelha Dêr Metînan heye. Ev kelh 20 km dûrî navçeyê ye. Kelh liser kaşekî ku 150 metre bilinde hatîye avakirin. Tê gotin ku çaxa Timûr xwestîye derdora wê îstîla bike, ev kelhê bistîne, gelek zehmetî kişandîye. Kelha Sefran li roavayê navçeyêye. 3 km dûrî merkezêye. Weke li jor jî hat gotin ku ev kelh di dewra Bîzansê de hatîye çêkirin. Kelha Zêrzevan ya ku liser rêya Amed û Mêrdînêye jî di hidûdê Şemrexê de dimîne. Kelha Zêrzevan li serê xebat hatîye kirin û gelek avanîyên ku di bin erdê de mane hatine derxistin. Ku meriv lê mêze dike, meriv fêm dike ku ev kelh kelheke kevne û gelek însana jîyana xwe li wir derbas kiriye. Şikefta Ewrîxan û Zembirxan jî jibona karwana hatine çêkirin. Karvan li van şikeftan diman û weke xana dihatin îstîmalkirin. Meriv dikare bêje ku li nêzî hemî gundên wê şikeft û eserên pir kevn hene.

Navçe ewil bi navçeya Sitewrê, piştre jî bi navçeya Dêrikê ve hatîye girêdan. Di sala 1937an da bûye navçe. Ji ber ku li çîyayê der dora wê darên mazî hene, bi Tirkî navê wê danîne Mazidaği (Çîyayê Mazî). Navçeya Dêrik jî dikeve seha Çîyayê Mazî. Ji lew Dêrika Çîyayê Mazî tê gotin.

Gava meriv ji Mêrdîne birêkeve jibona çûna Şemrexê, pişti 25-20 kmyan li ser rêya Mêrdîn û Dîyarbekirê, li hêla çepê Zîyareta Sûltan Şêxmûs

✍ Yehya ÊZDARÎ

Navçeya Şemrex

BangaHeq56

Zivistan2019

Page 57: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

heye. Sultan Şêxmûs bi ser Şemrexê ve ye. Şifêrên wasîteyan û rêwîyên di wasîteyan de çaxa diber Sûltan Şêxmûs re derbas dibin, destê xwe vedikin û Fatîhe dixwînin. Meriv ji vêya jî fêm dike ku ehlê derdorê, gelek qîmetê didine vê zîyaretê. Ku meriv ji rêya Dîyarbekirê dagerîya, bi hêla rojavayê ve bi hêla Dêrikê ve çû û bi qasî 5 km nêzî Şemrexê dibe, li hêla rastê jî Ziyareta Pîr Xettab heye. Ev her dû zat jî ewlîyayên Xwedêne. Lê belê Sûltan Şêxmûs jîyana xwe li derdora vê zîyaretê derbas kiriye. Gelek ehlê gundên derdorê, xwe nîsbetî Sûltan Şêxmûs dikin, dibên em ji zurrîyeta kalone.

Li derdora Şemrexê, liser çîyayên wê darên berûya û mazî hene. Ehlê Şemrex debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandinîya dehla dikin. Rez û dimsa Şemrexê meşhûrin. Li dora van rezan jî bi piranî darên bihîvan hene. Li gunda jî erda ku rast bin, dehl li wan tên çandin. Bi piranî genim, ceh, nok, nîsk li ser van erdan tên çandin. Cîyê ku av û kanî lê hebin jî baxçe û avînî tên vekirin. Di van avîyan de jî sebze tên çandin. Çemê Reşan, çemekî muhîmme li Şemrexê. Ji vî çemî hem avdan tê kirin hem jî ehlê navçeyê û derdorê tên li dora wî geşt û gerê dikin. Ma’dena fosfatê li Şemrex der tê. Li ser erda wê, fabrîqayek heye ku gelek karker li vê fabrîqayê dişuğulin.

Dema meriv diçe Şemrexê, unsiyetek bi meriv re peyda dibe. Meriv xwe ğerîb nabîne. Ehlê Şemrexê meriv ji xwe dihesibînin û îkramî însanê ğerîb dikin. Belkî ev tişt ji ber ku navçe biçûk e weha be. Ew tiştê ku li bajarê din însan xwe bajarî dibînin û yên hatine bajêr jî gundî yan jî biçûk û ğerîb dibînin, li cem însanê Şemrexê tuneye. Ehlê Şemrexê xatirê mêvanê xwe baş dizane.

Heta hejmareke nû, bimînin di xêr û xweşîyê de.

✍ Cîhad GUZEY

Ev tekoşîna bi rûmet û her wiha bê hempa

Ser netewand me lî ber tu bager û bahoza

Pir heval û pıştmêrê şerefyar canê xwe da

Lê venegeryan ji de’w û soza ku dane Xweda

Di nav hengama dunyê em kom bûne li qada

Pîr û ciwan sipîw reş çend zımanê-j hev cuda

Tu astengî nıkare şubhê têxe pak qelba

Giring ew e ta sermed j-heqyê dûr neke Xweda

Destegîrê me bê gûman her Ellahê Ekber e

Serok û rêzanê me can Mûhemmed rêbere

Navnişana xelasiyê Quran u sunnet ma-j mere

Ne ‘ecêb e ku-d oxırê mal u canê me here

TEKOŞÎNABÊ HEMPA

57Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 58: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Hêvîdar SE‘ÎD

Xebera fetha Farqînê gihaşte ‘Îyadê kurê Ğanm. Li gorî miladî di 1ê Gulana 639an da Farqîn hate fetihkirin. Serdarê artêşa Îslamê ‘Îyadê kurê Ğanm şervanê artêşa Îslamê civand û ji wan ra xûtbeyek xwand. Hemd û şikrê Xweda kir û mizgîniya fetha Farqînê da wan. Piştra nameyek ji wî fermandarê ku ji bo alîkarîyê şandibû Farqînê ku navê wî Babbetê kurê ‘Edîy (di hinek çavkaniyan da Dabbe derbas dibe)bû ra şand. Di nameyê da wuha gotibû: Piştî selam û pirsê “… Fetha Farqînê li Mislimana û li gelê Farqînê bimbarek be. Xweda rehma xwe li wan şehîdê Îslamê bike. Û şifayê ji xazîyê Îslamê ra bişîne. Ew ğenîmetê ku we bi destkirîye ya ku para dewletêye teslîmî Hakem bike. Û ji şervanê ba xwe mifrezeyek ji Hakemê kurê Hîşam ra bihêle û tu were ba me û Hakemê kurê Hîşam bira bi walîtî li wê derê bimîne. Û vê nameya me bide Hakemê kurê Hîşam.” Wexta ev name kete destê Babbetê kurê ‘Ediy, xwand û maçî kir da serserê xwe. Piştra Babbetê kurê ‘Edîy hazirî û amedahîya vegerê kir. Gazî Hakemê kurê Hîşam kir û emrê Serdarê Artêşa Îslamê jêra go û wê nameya Serdarê Artêşa Îslamê ‘Îyadê kurê Ğanm ku ji Hakem ra şandibû dayê. Di nameyê da ‘Îyad wuha digo: “Ey Hakem em tirsa Xwedê bi bîra te tînin. Li Farqînê bi walîtî bimîne. Gelê Farqînê û herêma Farqînê emanetê teye. Feth ne girtina gund û bajara tenêye. Belkî feth piştî girtina bajara, kirina xizmet û xebatê Îslamîye. Barê we zehf giran e. Lazim e ku win heqq û ‘edaleta Îslamê bicih bikin. U jibo ‘ilm û îbadetê jî mescid û medresa ava bikin. Însana bal bi ‘ilmê ve bikşînin. Xebatê îlmî zêde bikin û dînê Îslamê bi gelê Farqînê bidin zanîn. Ew ğenîmeta para dewletê ji gelê Farqînê ra xerc bike… Zilm û cehaletê ji ax û herêma Farqînê dûr bixînin. Keda însana muhafeze bikin û bazirganîyê bicivirînin û pêşvexin. Û bi destê bindesta bigrin û serê zalima bitewînin.” (Dîroka Waqîdî,

180) Hakemê kurê Hîşam piştî ku nameyê xwand nameyê maç kir û da serserê xwe.

Babbetê (Dabbe) kurê ‘Edîy ji leşkerê xwe mifrezeyeka ku jimara wan digahaşt 10 sehaba ji Hakemê kurê Hîşam ra hişt û ber bi Amedê ve bi rê ket. Di rê da gundê di nabeyna Farqîn û Amedê da ê ku nehatibûn fetihkirin, fetih kir û çû Amedê gihaşt artêşa Îslamê.

Dîrokvan Belazurî dibêje; Farqîn bi silhê hatîye fetihkirin. Û gelê Farqînê roja fethê ji xwe ra kirine wek îdekê. Ji wê rojê pê da gelê Farqînê 1ê Gulanê pîroz dike. Ku ew roj tê, gelê Farqînê diçine ser ziyareta, pêşî Quranê dixweynin û piştra weka pêşbazîya ajotina hespa hinek leystika jî dikin.

Dîrokvan Waqîdî jî di kitêba xwe ya bi navê Dîrok-Tarixê da dibêje; bi seda ji muhacir û ensara sehabe ketine fetha Farqînê. Ji van sehaba ên naskirî evin:

Hakem kurê Hîşam (r.x.l), Îlyese’ kurê Xalef (r.x.l), Raziqî kurê Ğanm (r.x.l), Sehl kurê Sabit (r.x.l) (Îhtimale ku ev zat Sehlê kurê Se’lebiyyetuz Zubedî be. Buxarî vî zatê hanêkê ji tabiîna dijmêre), Harîs kurê Zerare (Harîs kurê Seraketu’l Ensarî r.x.l), Ukbe kurê Kamil-Malik (r.x.l), Ka’k kurê Esed (r.x.l), Sarim kurê el- Efles (r.x.l), Nu’man kurê Amîr (r.x.l), Talha kurê Ye’sub (r.x.l), Îbrahim kurê Îlyese’ kurê Xalef (r.x.l), Dabbe-Babbet kurê ‘Edîy (r.x.l)

Prof. Dr. Yusuf Kenan Haspolat wuha dibêje:

Şekil 1: Mînyatorek ji hicûma Babbetê kurê ‘Edîy

BangaHeq58

Zivistan2019

Page 59: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Piştra Hakemê kurê Hîşam bû walîyê Farqînê. Wezîfeya wîya en mihîm Mescîda ava bike û xwendin û îlmê Qur’anê li bajêr û li herêmê belav bike. Pêşîyê Dêra Mezin vegerande Camîyê. Der û dora wê ji bo desmêjê li hev bikeys kir. Hundirê Dêrê paqij kir u mîhrab û minberê têda çêkir. Hakemê kurê Hîşam û hevalnê wî tê da du rek’et nimêja sunnet kirin. Û ji Quranê çend pel kelamê Xweda xwandin. (Her Yönuyle Diyarbakir İlçeleri: Prof. Dr. Yusuf Kenan Haspolat)

Piştra Hakemê kurê Hîşam dest bi hinek xebatan kir. Li gor dîrokvan Cuma Karan di kitêba xwe ya (Diyar-i Bekr ve Muslumanlarca Fethi; sh:158) wuha dibêje: Hakemê kurê Hîşam ew Sûr û kelha Farqînê ku bi sebeb şer di hinek cîna da zerar dîtibûn, wan te’mîr û sağlem kir. Û di peyda Hakemê kurê Hîşam ji nûva Mescîdek li nav bajêr ava kir. Ku ew Mescîd vêga di nav qebristana Şex Xelîlê daye. Serê vekirye. Mîhrab û mînbera wê jî heye.

Bajarê Farqînê roj bi roj mezin dibû û di dema Îslamê a ewîl da ji bajarê mezin yek bajarek bû. Însanê ne Misluman û fille bi tebliğ û îrşada Mislumana dînê Îslamê qebûl dikirin. Nav û dengê heqq û ‘edaleta Îslamê li deşt û zozanê Farqînê bela dibû. Farqîn dibû cîhe emnîyetê. Farqîn di dema Mislumana da di serdema navîn da bajarê en medenî û pêşveçûyî bû. Bajarê Farqînê piştî fetha Îslamê ji bo mislumana qîymeta wê pir girîng bû. Lewra ji bo şerrê Mislumana bi Bîzansîyan ra piştî bajarê Amedê qerargaha Mislumana a duyemîn demeke dirêj li Farqîn bû. Çawa Farqîn ji mislumana ra qerargaha cengê bû, ‘eynî wûsa jî Farqîn bûbû menbe’a îlm û îrfanê. Ji ber vê xesleta hanê, Farqîn

Şekil 2: Mescîda Sehaba

û Amed ‘eynî qeder parve dikir. Yanî di dîrokê da Farqîn bê Amed, Amed jî bê Farqîn nebûye. Farqîn ji ber li ser rêya bazirganîya ku ji Îran, Azerbeycan û Qefqasya dihat diçû Sûrî û ‘Iraqê, ew jî wek Amedê muhîm û meşhûr bû. Farqîn çawa îro bi navçeyî girêdayîyê bi Amedê vaye, di dîrokê da jî ew Amedê her bi heva girêdayî bûne. (Îbnî Hewkal:244)

Gellê Farqînê roja fetha Îslamê ji xwar kiribûn cejn û îd. Him di sersala fetha Farqînê da him jî di roja êvara înê da diçûn ser mezelê wan şervanê Îslamê ku şehîd ketibûn. Li ser qebrê wan Yasîn-î şerîf dixwandin. Kesê ku di nav wan da dilgiranî hebûna, wan li hev dianîn. Û mewlîdek bi nan û xwarin didan gel. Hê jî ev ‘urf û ‘edetê hanê berdawame.

59Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 60: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

✍ Remezan ZANYARPayîz, piştî havîna germ, berî zivistana sar tê. Di

payîzê de dinya xemla xwe diweşîne. Tiştê li ser erdê

zer dibe, pûç dibe, jîndarîya xwe winda dike. Lê belê li

gorî biharê payîz jî ne kêm e.

Payîz di jiyana mirov da cihekî girîng digre. Bi tay-

betî kal û pîrên me gelek bîranînên wan hene di heqê

demsala payîzê de.

Ka em hinekî herin wî zamanî… Jiber ku zivistanê

gelek berf dihat, gundîya biharê ji giyayê şîn rêsî çê-

dikirin. Havînê ew rêsî zuwa dibûn. Payîzê jî çilo jê di-

kirin û ew û rêsî dikirin şikevta. Di zivistanê de ka li

cîyekî, rêsî û çilo jî li cîyekî didan heywana.

Tirî ji nav rezan didan hev û danîn ser ma’serê. Ew

tirî dikirin çûwala û bi linga ava wî derdixistin. Jêre

tê gotin şîre. Piştra ew şîre li ser agirê dara, di beroşê

dûxanê de dikelandin. Ew şîre bi saetan dikalandin

û hinek ax dikirin navê jibo ku bibe dims. Ji xwe wê

axê tama dimsê dida. Dimsa her derê jî nabe wek hev.

Rola ax û kevirê dimsê pir girînge. Dims bi kela dibû

mîna hingiv. An jî ew şîre bi ard dibû pelûr/hewdel.

Ji pelûr/hewdel, bastêq û helîl û benî çêdibû. Hin jê jî

tirîyê xwe dikirin mewîj.

Kanî ew berûyên wek şekir? Sor dibûn li ser çîqê darê.

Piştî qaşila berûyê jê dikirin, li dîwara, li ser kevira an jî

bi latan re dixeritand. Ew berû sipî dibû û peyre dihat

xwarin. Wexta ku em zarok bûn li dibistanê me dixwend,

payîzê me berîkê xwe tije berû dikirin û bi dîwarê mek-

tebê ve dixeritand. Avayîya dibistanê ji ber xeritandina

berûya, rengê wê yê zer dibû qehweyî. Rêveberê mekte-

bê gelek caran anîna berûya li me qedexe dikir.

Berê xanî kerpîç bûn. Zivistanê ku berf û baran di-

hat, banê xanî dilop dikirin. Pêşgirîya wê hîn ji payîzê

ve digirtin. Li ser banê xanîya gindor hebûn. Ew gin-

dor mîna pêçke grover û dirêj bûn. Gindor, di çep û

rastê wê de qulik hebûn. Şiva hesinî ditewandin û

pêve şerît girê didan û ew gundor dibirin û danîn li

ser ban. Yekî jî li pêş ka û xwê direşand. Ew ban dibû

wek betonê. Salekê banê xanî dilop nedikir. Serban bi

wî awayî pir qevîm û zexm dibû.

Em behsa dan jî nekin nabe! Genim di beroşa me-

zin de dikelandin. Û ew genim dibû dan. Wextê ku dan

dikelandin, cîran û nas û xerîb herkesî sênîk an jî ze-

rik danîn û ji xwe re dibirin rûn/don û xwê lê dikirin û

dixwarin. Zewqa wî danî pir cûda bû. Pîştra danê di be-

roşa da dihat kelandin, li ser bana berojê zuwa dikirin.

Ji wî danî hin bi destar hin jî bi aş dikirin savar û danik.

Pir karûbar û xebatên din di payîzê de dihatin kirin jibo zi-

vistana sar û seqem. Ew amadeyî jibo pêşgirîya zivistanê bû.

Lê gelo mirov li vê dinyayê jibo jîyana dawî, jibo

qebrê, jibo axîretê amadeya xwe dike? Însan di vê he-

yatê da çi kar kiribe, wê li wê dinyê bê peşîya wî. Xweda

me bigerîne ji wan kesên ku di cennetê/bihuştê da bi

kêf û zewqê riziqdar dibin. Bimînin di xêr û xweşîyê de.

Ka Ew Payîzên Berê?

BangaHeq60

Zivistan2019

Page 61: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

Me payîz jî xelas kir, em ketin demsala çile. Germa hewa revîya, ger û tatîl qedîya.

Derketin fêkîyên rez û bîstan, dîsa dest pêkir dibistan.

Xewa li ser xanîya xweş bû, ger û seyra ber çem û kanîya beleş bû.

Me têra xwe lîst û tatîl kir, em têra xwe gerîyan, hinek ji we xebitîn, hinek li gund

û malê betilîn, hinekan biskilêt ajot, hinek li hespa siwar bûn.

Hinek çûn zozana, hinekan av û eskîmo gerandin li kuçe û meydana.

Hinek gerîyan li bajaran, hinekan pez û heywan çêrandin li newal û beyaran.

Lê çûna camîyê û dersa Qur’anê pir xweş bû ne wilo?

Ji we hinek ketin Qur’anê, hinekan jî Qur’ana xwe xetim kir.

Hûn ‘elimîn desmêj û limêjê jî. Lê lazim e hûn ji vir û wêde jî Qur’ana xwe bixwînin,

limêja xwe dewam bikin.

Qur’an û limêja me ne jibo havînê tenêye. Jibo her mewsîm û her rojêye.

Xweda qebûl bike.

Selam û bereketa XwedaLi Ser We Be Zarokên Şêrîn û Delal!

BAYÊ SOR PÊKENEVE: Ev peyvik jibo kesên bixwernedî, nebikêrhatî, heq ji îşê nayê

der, keslandî, nelephilandî, bêdeng tê gotin. Gava zarokek li yekî dinê bixe, me-

zinên zarokê dinê jê re dibêjin “ma bayê sor bi te ketibû, te jî hema destê xwe

lê bilind bikira.” Yan jî kesek jibo tiştekî, jibo rewşekê nelebite, jê re dibêjin “bayê

sor bi te nekeve, hema te weha bikira…”

REVA PISÎKÊ, HETA DAWÎYA KADÎNÊ YE: Ev peyva pêşîya jibo kesên zêde tedbî-

ra xwe nagrin, hesabê biçûk dikin, eynî xetayê dikin, li xetayê xwe hayî nabin, nizanin

ewê çawa bikin, di teşqele û merselan de xwe nadin ser rêya rihetî û silametîyê tê

gotin. Çi û çawa biqewime, ew dîsa bi eynî tevger û rêyê de dibezin, xwe li deverê

asê diqewimînin.

Niha jî Em Me’na Vana Zanibin:

61Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 62: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ZAROK Û CIWANÊN EZÎZ Û DELAL!

Niha mekteb û dibistan jî dest pêkirine. Lazime em ji niha de li dersê xwe bixebitin,

li miellim û xoceyên xwe guhdar bikin, di dersên xwe de jêhatî bin. Lewra Xweda ji

kesê jêhatî û xebatkar hez dike, ji cehd û ğeyretê hez dike. Ji lew emê bixebitin, dilê

dê û bavê xwe xweş bikin, jêhatî bin, ne tembel û tiral û keslandî bin. Da ku Xweda jî ji

me hez bike.

Em hem li dersê xwe dişuxulin, hem jî çûna dersa Qur’anê û kirina nimêja xwe jî

dewam dikin. Çimkî bê Qur’an û limêj nabe. Dîsa em heyata pêxemberê xwe Hz. Mû-

hemmed (selama Xweda li ser wî û ehlê beyta wî be) û heyata sehabên wî jî dixwî-

nin. Lewra kesê pêxemberê xwe nas neke, çi qîmeta wî li ba Xweda heye? Pêxem-

berê me rehberê meye.

Belê we hineka bêrîya çûna ser rez û mehsera kiriye. Ez zanim dilê we pir diçe

dims û bastêqê, kesme û benîya, mewîj û aqîdê. Min berrû û te’ew û guhîjên we jibîr

nekiriye. Berrûyan têxin bin axê, hûnê zivistanê derxin û li ser agir sor bikin û bixun.

Hûnê guhîjên xwe li mal û mektebê bixun, lê dendikên xwe navêjin derûdor. Çimkî em

derûdora xwe gemmarî bikin, ne lîyaqî meye. Hewceye misluman derûdora xwe paqij

bihêle. Lêwra pêxemberê me dibêje “PAQIJÎ JI ÎMANÊYE”

Bastêq û bennîyên ku zivistanê li ber soba germ tê xwarin

jî pir xweş e. Bennîyên we bi guzin ne wisa? Bi berrû û bihîv

bin jî xweşin. Ger hûn çûn nav baxçe û avîyan, bi rewtên dirêj

gûzên xwe dawşînin. Belê ên mayîn hûn dikarin ufara wan bikin.

Ka hela ji we kî pira berhev dike? Bîhokên payîzê jî gelekî xweşin. Hûn

dikarin ji wan rîçalê jî çêkin. Min hinar jî jibîr nekiriye. Hebhebîye, sor û

şêrîne, tirş û meyxoşe. Şîfa û noşîcan be. Derek we pê neêşe.

BangaHeq62

Zivistan2019

Page 63: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ZAROKÊN BIQÎMET Û ŞÊRÎN!

Wa ji wê derê hinek ji we dibêjin te çima bafirok jibîr kiriye. Na na, ezê behsa ba-

firokan jî bikim. Bê bafirok nabe. We sê çita û şiv anîn, bi benê qinab wan xweşik li

gorî bafirokan bihev ve girê bidin. Piştî we ben li dora wan gerand, îcar ya şeme-

danekê, yan jî jelatînekê bi wan çitan ve bizeliqînin. Hûn dikarin bi çita ve girê bidin. Bi

ben mêzîna çitayê çêkin. Hinek şemedan û jelatînê bi meqesê xweşik têl têl bibirin,

lê wan ji hev neqetînin. Ewan parçeyan bi benê ve li dû hev girê din û wan bi jêra

bafirokê ve xin. Ewê bibe terîya bafirokê. Serê benê xweyî badayî, bi mêzîna bafi-

rokê girê bidin. Niha bafiroka xwe hazire. Serxêrê be.

LÊ DU TIŞTA JIBÎR NEKIN.

YEK: Qûdus, qibla meya ewil e. Pêxemberê me li wir li pêşîya

temamê pêxemberan nimêj kiriye. Niha di bin zulma sîyonîstan de

ye. Resmê Qûdsê li ser şemedana bafiroka xwe xin, gava bafirok bi

hewa ket û firîya, bila bi ber asîmanan ve bilind bibe. Bila dinya

alem bizanibe ku em dixwazin Qûdsa me, azad û serbest

be, ji bin zulma yehûdîyan xelas bibe.

DUDU: Gava we bafiroka xwe bi hewa xist û firand

û we baz da, temî temî li pêşya xwe binêrin

û baz din, daku hûn

nelikumin, nekevin,

xwe neêşînin.

Bê Bafirok Nabe

63Kelhaamed

Zivistan 2018

Page 64: Xwendevanên hêja! · 2019. 3. 25. · Xwendevanên hêja! Bi derbasbûna zeman; roj, meh, demsal û sal hevdû dişopînin, xwe nû dikin. Rebbê ‘Alemê bi vê dewrkirina zeman

ZAROK Û CIWANÊN DELAL!

Belê çêkirina xwarinên ji bo zivistanê ku bi hevre bi hela helake mezin, bê

çiqas geş û xweş bû. Bîna dano û ava tirşê ji ser xanîyan kêm nedibû, efara

baxçe û rezan hew dibû.

Bastêq û bennî li ser xanîyan bi benna ve dialiqandin. Pelûla jibo bastêq

û bennîyan hazir dikirin di sitîlên mezin de. Gava ku tayê bennîyan di nav

pelûlê de dadikirin û bi heska pelûl bera ser çarên bastêqê

didan, hûnê bêjin bê çiqas xweş bû. Şeqitandina bastêqê

ji çaran jî xweş bû. Ê helbet we nedîtibe, we

nekiribe, hûnê nizanibin bê çawa xweş bû. Niha

hûn li ber destê xwe hazir dibînin.

Gava dano hazir dibû di sitîlan de, zarokên me-

helê tasê xwe dianîn ber sitîlan û ji xwedyê dano hinek

dixwestin, paşê xwê pê werdikirin û dixwarin, lo ji beq-

lewê jî xweştir wê gavê. Dîsa gava ava tirşê yanî

salçeya malê hazir dibû, zarokan hinek bi ser nanê

xwe dikir û bi dev û dirana diçûnê. Lêv û dora

devê wan sor dibû û ji hevalên xwe re di-

gotin “ÇILLÎ TE” Lo ma çiqas

xweş bû.

Xwarinên ji bo Zivistanê

BangaHeq64

Zivistan2019