milkê evînê
DESCRIPTION
dfTRANSCRIPT
Rojen BarnasA A A
MILKEEVINE
NÛDEM
Rojen Barnas
MILKÊEVÎNt
Weşanên NÛDEM
Pirtiikên Rojen Bamas yên çapbtîyî:
1. Li Bandeva Spêde, 1979.2. Heyv LiEsmanê Diyarbekirê, 1983.
Rojen Barnas
MILıffi EVÎNÊ
Weşanên NÛDEM
Weşanên NÛDEM: 14Milkê Evînê
Çapa Yekem: Stockholm 1995
@ Rojen BarnasPergala berg tl rtlpelan: NÛDEM
Wêneya bergê: MagritteISBN: 91 88592-146
Navnîşan:Termov. 52 2tr.
17577 Jar£illa-SwedenTel tl Fax: 8-58356468
NAVEROK
DİCLE 0 FIRAT 71. Du Perî
2. Mezopotamya
3. EvMük
4. Pêrgîn
5.Di Hembêza Firat Q Di Paşila Didê DeBI SULTAN~ OSMANİ RE ME PEYMAN DANİ 14
PAŞAYEKFERMAN DERANİ 16
EFENDİ 18
CİRANO! 19EV KELEH, KELEHA MEYAFARQİN~ 10
~BER! FEREHırt 24ŞEMITİNA ST~RKAN 2S'NE WEXT~ MIRIN~ YE 27
RAGIHANDINA AZAD 28
ŞEHİD~ AZADırt 30
GOTARA AZAD 32
MILK~ EVİN~ 37
XEWNA DIYA ŞEHİDEK 38
XEWNA]INAŞEHİDEK 39
rtN WE0 rtN ME 40DE BN~N HUN Çı DMN 42
ÇIMA WE WEHA KIR? 42
ST~RK 0XîÇIK 43BI T~KOŞİN E, EV M~]O HELBET 44
XAÇER! 4S'DILEKI 46
BI TEN~ EW DIZANIN 47
s
6
DIL~MIN 49
S~TîMJ 50
LI XWE DANîN 53RASTERAST 54
DîsA 55MIXABIN MIHEMED ELî 56
MALACIBO 58TIRKÎN JI DIû MIN 59
HEZAR 0YEK 60DE WERE HA! 61
BIHAR E, ~Dî!... 63MEYILDARİ 64
ZûTIR 65XAÇ 66
DîLBERA KELEŞ 67
TINMAYİN 68
EvîN 0 H~vî 69
BEREVAJî FIKIRîN 70
J~ P~VE 71NASNAME 71
CEJNA HEŞTIRAN 73EVDILCEBAR 74
EV Çı ŞEV E, GELO? 75
WIJDAN~ BEG-EFENDî 76
KU~JINAXWE 77TIN BERXWEKETİ 78
DN~ EM RAKIN VAN KELEHAN 79DI KUNCI~ B~RITI DE 80
XEBER PAYIN 81
DîCLE ÛFIRAT
1. Du Peri
Di destpêka zemanekî nesalixdayîKu zeman hê nêremokÛ avis bû bi tarî û ronîyê. -
Ji alîkî bêalîJi batinDu kevok
bi firhatin
Geriyan li bilindayiya, li pehnayîNoqî kûrayiyê bûn, brûskasa ... *Warek ji xwe re hilbijartinDanîn li erdêXwe şelihandin ji post û kirasa
Gêran bi periyan herdû kevok:Du perî;Du keçên xamaDu perî;Cêwîkên hêkekêKetin temaşa erdek raxistî:Bi berrî û deşt, kortik û pehnavBi çiyayên bilind û geliyên kûrKu xelek xelek di hev de bestî.
*brfiskasa: mîna bnıske
7
8
Jê hez kirin,Pê şa bûn,Ûjê ecêbmayî.Mîna reqasaKetin govendê.Stran ...Ji stranan govend geş bûGovend ginin, ji govendê ~ran kemilînXulxulîn kete erd û esmanMaka cêwîkên tarî û ronîYa di ber tengiya zayinê deLi ber govend û stranên wan ji xwe ve çû,
, RazaBarê xwe danîÛza
herdû cêwîkan;(Tarî û RonîSarû Germ'
Ku li pey hev inLê ji hev cudaNe di êk hev deÛne bi hev ra.
Stran geş bûGovenda keçperiyanHingî çû germtirîn bûHingî çû xweş bû,Li ber nazdariyên Roniyê.
Govendeke xweser;-Bakur û başûr ve jorejêr,Rast û çep ve l' berayî
Bê ser û bê dûvikBê haf û hember-Dest pê kirKu PeıîHê bêtir Lêsor bûn.Jiber gurmîna pehniyên wanBi sar û germêDu serkanî derbûn,- Milkanî digel-Zan ji destpêka zemanekî bêdestpêkDistrên û di govendê de ne hê jîDizên ta dawiya zemanê bêdawiyê.
Rawiyê efSanê riwayet nakeKu çawa Keçperî warqilîn Lê.Lê, bi navê xwe bi nav kirin herdû nûzayanYê yekê Firat, yê dinê Dîclê
9
LO
, 2. Mezopotamya
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê deAxek hêşîn bû seraserBi berrî û deşt, kortik û pehnavBi çiyayên bilind û geliyên kûr~ekbikûrnhîzayokErdek li berayî bi xêrûber
Xweza bi şîranî li vê derDergûşa pitika şarsaniyetêHejand bi evînî, bi nazdarîGel tê de afirîn, gel tê de rabûnGel ku mora xwe li sîngaZanîn û şarsaniyeta mirovî xistinLe hê jî kes nizane ka geloBi kuve çûnAn ji ku h~tin.
3. Ev Milk
Di hembêza Firat û di paşila Dîclê deEvîn germ e,Hezkirin;Kûr û zirav û dirêjEsman bibext û zengînJi dayînên esmanîErd makeyek biber e,Dizê bi dîlovanî
Ji esman hatin em,-Wek kurd-AnJi erdê hêşîn bûn bi awakî?Kengê ... çawa ... çilo ...Peyda bûn li vî xakî? ..Kes nîne bersîva vê pirsê bideo bîra tarîxê jî ji heq dernayê.Tiştê tê zanînJi destpêka zemanekî nebinavkiriEm li vê deverê ne.Me gêra vî xakî kire waro vî warî kire milkMe xwe jê re feda kirJi silqê safl.
Li
12
PA A4. ergın
Rabin pêrgînê xwenasînXwezanîn rabin li piya bipênMizgîna serîdana vejînê yeBibihên.
Bihîstin helbetBihîstin xwenasîn û xwezanînLi piya stran bi dîlok, bi bêlûteÛstran stranêJi devê min û te.
Dîcle - Firat jiyan e,Jiyan kun e li berê.Ji destpêka bêdestpêkHetanî serbiserêDelala ber dila yeDilê b' tijî keserêMa gelo emê çawaCanê xwe nedin I' serê?
Dîcle - Firat xwîn û can,Laş bi xwe Kurdistan e.Bê laş ma xwîn çi tişt e?Xwîn û laş pêkve can e.Ger Kurdistan behişt e,Bê kurd behişt xopan e.Gava behişt ji dest çûCîhan êdî zindan e.
5. Di Hembêza Firatû Di Paşila Diclê De
Di hembêza Firat û di paşila Dîdê deÇiyayên bilind hene;
navserên wanHêlînên eyloyan in: Eylo serbilind ...Ûwarê
çêra berxikên me.
Di hembêza Firat û di paşila Dîdê deGelî hene; bi rêl in, bi kaş û bi rizde neKûvî tê de digerin;
kûvî ji mêj veNêzenasê gir-rik û evîna me ne.
Di hembêza Firat û di paşila Dîdê deDeşt;
ta çav ji çava biniqînin rastRast hene; tê de asik diçêrin,Bê paxava ji benderihekHespên me yên beza tê de digerin.
Di hembêza Firat û di paşila Dîdê deMilkek heye li raser esmanekî bêdawîLi kadiza wî stêrkin heneNavên wan ji beriya b' hezarên salanMe danîÛewBi delalîDiçirisin.
13
BI SULTANÊ OSMANî REME PEYMAN DANî
Li raserê Dîclê meLi ser birca DingilhewaBerê min ber bi aliyê Sîpanê Xelatê
Li beıwarên NemrûdDi ser Dîdeban deLi Deşta Rehwa
Dilê min tingijiye ji derdanDixwazim serpêhatiya xwe bêjimLê nizanim çawa?Wê barê min sivik kira Mîr Evdal xanXanê BedlîsêKu rabûna ji xewa.
Bi sultanê osmanî re me peyman danîBi bext,Bi qewl,Bi qerar ...
"Emê destê xwe bidin ber barê hevûduWek ometa MihemedKu bibe pêsîrtengî li yê dîEmê li hewara hev herin
Bi cîranî.
Nexwe,Heıyekji me
Li mala xwe.Bi sultanê osmanî re me peyman danî.
Kî nanê me dixwe, bitir dibeKî j' ava me vedixwe, çavsor. ..Hingî ew bitir bû, em lewazHingî ew bi hêz bû, em bê taqet man.ÛwîBext Û qewl û qerarJi bîra xwe ya şahane hilanî.
Bi sultanê osmanî re me peyman danî.Peymana me bû dûpişkBi me veda.
Li raserê Dîclê meLi ser birca DingilhewaHewl didim xwe ku vebêjimKa em çendî dilsaf in, sex:ikinÇima em zû têne xapandin
û çawa.
15
16
pAŞAYEKî FERMAN DERANî
Ji bagera tesad~, ji çi moranêDi geremola gêtî de nebixêrJi qul û bexşikên taristanê
paşayek derket.
Paşayekî osmanî liKonstantîniyeÇendî sal dersên ruvîtiyê xwendîÛenî Lê
ji çûna secdeya ber piyên SultanBi awakî pendî
dûz biyeJi ava Elbatê vexwarîÛbi birincê Qerejdaxê gewz biye.
Paşayekî osmanî ferman deranîPaşayekî ku ji xwe pê ve kes-nenasJi pêşiya xwe silJi bûrî nexweşBi fırçeyeke fereh û stûrBoyaxa reşKêşa ser tarîxê û rabirdû.Pirtika ji peymana di navbera meKu mabûEw jî li ber lehiya wî çû.
"Qapiqûlû" Û "dewşirme"ZûTalûkê eyişandinMaliştin tarîxa heyîTarîxê ji "Wî" û jê pê ve dan meşandin.
Paşayekî reng padişah ferman deranîNavê me, mafê me, yê welatê meQedexe kir,Bi derbekê hilanî.Lê nezanî ku emêNebêjin erê.
17
18
EFENDî
Dînekî afirand ji înkarêBi secde û mihrab û men berRedda Xweda û pêxemberan kirReddê kir xwede,* xwe kir pêxember
Ji xwe da destpêkirin tarîxêHişyariyê, zîrekiyê, zanînêMurîd gotin amîn û dan dûTa ku bi serûçav ew kirin rêxê
* xwede: îiah
CîRANO!
Cirano!Mal li rexoMal li ranoXwedêhişıoMalwêrano!Tu berbayê ifrîtê derewê
yê ejdehayê heq nexweşînekeve qenebe bila ev reşîderkeve ji nava me.
Were em bi çemberkî runen di civata mirovan:Ne tu li seriya min bi çavsorîNe cr.li jora te bi dek û fen ...Ez, cr.Tu, tu
Lêem ...Em bistrên bi hev re stranên mirovhcr.îEm şabaş bikişînin ji şahiya hevdû reEm nebin qatilê hev,Li pey hev bi muxennet.Em ji hev razîEm ji hev xweşû em li hev bi hesret.Ax!Ax!Ka li kuXwcr.î?!. ..
19
20
EV KELEH, KELEHAMEYAFARQtN~!
-ji çırayên kerî yên ronahî (\ azadiyê re-
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Ne kitêb salix didin, ne tarîxKu kê çêkiriye û kengê.Lê malavayê endazer endazê wêWek nexşê destkariya keçeke bengîHonandiyê ji xewnê, ji hêvî ûxeyalanJi dilê sotîKêşaye bi rastekê,Bi pergal û mêzînê.o hostaHîmê wê bi dilovanîDaniye li ser xerca evînê.
Manyropolis,Tigranokena,Meyafariqîno îro jîŞarê Silîva.
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Gava Roja me derdikeve ji hêla ZêwetirkêBerê xwe dide birca ZembîlfiroşBirc û baroyên hêkerengîŞewqa wê davêje Kevanê Qîrê
di rasera girê di Tilmînê.Di şevên şevereş de ji dûrî ve diçilwileKu meriv li rê be an rêwî beWinda nebeDa bikare xwe bighînê.
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Serbajarê Dîkran û Badê DostikKu Qabîl û Habîl hevhez li vê dero ehlên cîFileh û misilman digel hevOlperest û hişaza di nav hev deDi şahî û di şînêJîn heta demekê bi hezarên salanDûr bûn ji fikara bêbextiyê,Neyartiyê,Xeyb û nefrînê.
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Têr nabim ji temaşaT avehîva çardeşevî li raserê spîndaraLi biniya kanya XwoLi tanga aşa.o têr nabimJi seyranê,Ji dînê,Ji hêla Çemê Hesenbegê
2.1
11
Li serê van kaşa. . . _o dil şabaşa şahiyê dikeGava keç û bûk derdikevin çixariyê d' serê gulananLi Kanya Navîn, li Kanya MezinŞahî û suan û dîlan bi gerdûnê dikeveHunê bêjin qeyBadê DostikJi Narikê, ji Elbatê dê niha bêo ew jî çûne pêrgînê.
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Di xew re çûm gava dinDi temaşê de,Li vê derê, li ber şikefta KerîmLi pozê rasta Circîs pêxemberMin xewnek bi ecêb dîtKes ji we tune gelo xewna min bigerîneLi ser xêrê,Bi şahiyê,Mizgînê.
Peşkek peşkilî ji nişka vePeşka Habîl û Qabîl ya nebixêr:Dest derdiketinBê laş ...Ne seri xuya bûn, ne pêDest derdiketin ji rojavaMil li Stembolê, serî l' EnqerêGeremolek raweşî û belav bûT ariyek kumişî bi ser bajêr deMirov diketin wek kulîKu kevir û berên di kolanan
Ji ber wanBûn çavîkên mîna devên birînêo bajarGêraBi gola xwînê.Pîrhevokek nependî tevnê dihonandJi hevdayên bêbextiyê,Şîrêza kînê.
Ev keleh, keleha Meyafarqînê!Wer riwayet dibe j' pîrê tarîxê:"Ku heft car ji binî xopanBûye bi destê tarîperestanLê heft car ava biye ji nû va."Lê mixabin îro, dîsa ew halEw babelîska bi reş, ew tofan, belaJi nû ve diaxibe wek brinek kevnNe ya îroyîn e, ya ji mêj va.Lêbelê, îro li bajarê SHîvaDayik bi rik çok didin erdêPeymana wan heye pê raDa guhdaran zêde bikin li stranênXecê û SiyamendZembîlfroşo zeriya Gul Xatûnê.o nehêlin çira zenûn be;Li hêviyê,Li xweziyê,Li jînê.
RÊBERÊ FEREHIYÊ
Hêvî di hesarê de tengezarBêmecal mabû li ber pençê sitemêÛdivaher
xweziya ejdeha tarûmar biba.
Mêr hebûn mêrxas hebûn helbet
Mêr hebûn bi hêviyê mijandîMêr hebûn lihêviyê bi hesret.
Mêrek mêrxasek ji wanXwe rapêçand bi çekên rêberiyêTariyê qelaşt bi bizava xweDa ji bona karwanê hêviyêBighê menzîlêBihna xwe vedeDerkeve ferehiyê.
ŞEMITİNA STÊRKAN
Ku şemitîna stêrkekNimaya mirina yekî mezin be;Herşev ji esmanê meStêrk dişemitin bê hejmar.
Ne bêsedem û beyhûde ye,Ku hêvîdarên sibe roj in, em.Me welatek wer zayok heyeRanaweste li ber rihsitîn tu car.
Neşemitin stêrk! bêsedem,Nexuricin bê şop û bê ronahî.Xuricîna we, divê azahîTov ke lidû xwe, bi kerem.
:2.6
NE WEXTÊ MIRINÊ YE
-Ji Y~maz Gıiney re-
Niha ne wextê mirinê ye.Çavê milyonan li te!Niha ne wextê şînkirinê ye,Dengê milyonan bibe xweRabe,Bi keremÇavê xwe veke.
Niha ne wextê mirinê yeDestê me likar sar meke!Bar meke ewrên di çavên me li taviyêKeserê li dilê me siwar meke!
Niha ne wextê mirinê ye.Niha wextê karWextêdîkikLi ser qapsûnê barkirinê ye.Ûniha çaxêBi kefteleftê, xewnanLi dijminan jar,Mora li ser bextê me y' bi reşTarûmar kirinê ye.
Nexweş derman,Dergistî dîlan,Zarûk li ber dîwaran
Nan dipên,Payina wan divê bighê menzîlêGihîştina menzîlê tu zanîKarê pê bi pêÛyêHin
bi hinêye.
Divê em bibişkêfin hişkegirêkaLi ser qedera me ya reş a ji tewekulêDivê em der bikin vê kulêVê birîna kêmgirtî û genîYa ezîtiyê.Me destana emîtî û pêkveyiyêLi dara xistibûLê ew nihaLi hêviya
lixwedestbirinê ye.
N abe ku nîvcû bimîne destana meJi gulên curbecur baxçê dîtinêBêpar bimîneÛ fikr û ramanStewr bimînin ji rengên dinê
Niha ne wextê mirinê yeÇavên milyonan li teJi te ronahî divênN iha wextê heYiya wan geşkirinê ye.
28
RAGIHANDINA AZAD
-ji dayikan re-
Me hinarê bi serbilindî xwar, di zîndanêBi evîn û sergermiya Mem û ZînŞêx Seîd, Seyd Riza, Qazî MihemeXwençeyê dîlanê şandine bo meLi Kadiza Serbilinda emê bicivin.
-ji bermal iyê re-
Em ji axê hatin, dizvirin axêPeriya evînê wisa ferman kirLi milkê evînê erka dildaranRêça Zerîfe ye, li rex Elîşêr
-ji hevalan re-
Alaya meYa têkoşînêSparî hewe ...
Dahatûya zarokan e, LêneqişandîPaçê wê ji dîbayê serbestiyêBratî, wekhevî û serbilindîAyatê pîroz in, ku Lêkişandî.
Me ew ji dest nexist heta mirinêMe serê we serbejêr nekirBi rûreşiya jihevketinê
Ev alaya haSparîhewe.Nekeve ha!
şEHtnt AZADm
Halan di xwe dida Efrûtê tirsêBi gefa mirinê êrîş dikirBisawê,biqurfê,bibêhêviyêGeremol û hêwin.eke wisa radikirKu êıhanê tanî ada-emanê.
Têkoşerê rizgariyêDest kir tînika tariyêGewriyê li Efrûtê tirsê şidando gotê:-"Pûç e, ey tirs
gef û daxwaza te pûç e!Di rêzika têkoşînê deAlaya erkêNakeve erdêWelew serê têkoşer tê de biçe.
Ku em ne xwediyê welatê xwe binKu em ne aza bin li ser axa xweJiyana drêjBi min hîç e"
Alaya erkêNeket erdê.Lê,Dîsa şemitî stêrkek ji esmanê me.TêkoşerekîMîna şêrekî, gurmistQutifand li hevûdu mirinêMîna pêldayina serawayekJi milkê evînêJi hevalan veqetîÇû civata nemirdanRûnişt di civînê.
31
GOTARA AZAD
Eyxezebên ji esmênVegerin li lîsên xweEy hejyana zêrzemînBi edebRaweste l' ser dûvikê.
Bi min re nekevin rikê!
Yê min berberiya li çarenûsêKu ji min nehatiye pirsîn.Yê min têkoşîna heyînêKu hebûna min tê fetisîn
di bedena min açend hezar-sal kevnar û qedîmebed û ezel.
"LayemûtLayezel"Ezim, ezEy Ehremenê bêdadiyê!
Ez kurd im.Kurdbûn:Bê nav û nîşan
bê niştîmanbûyîn e.
Bê huwiyet, bê paseponJiyana bi dizî ye li welatê xwe.
Kurd bûnDi dojeha bêdadiyê de bi serfinazî
ji xwe razîbûn e,jiyana ji bona milyonan,jiyana xwedîderketina li niştîmanû mirina bi destê celadê qetilxûn e.
Ku çend hezar sal inMeEw bi jînê
bi xwînêstraye
Ûxemilandiye wek bûkeke ciwan
Ey bûka min a sorgulî50tika tevgera di mêjîJendina dil,Kaniya axîn û kenîna minHêviya xwe mebire ta ku heme
Ta ku hemeKelemê nav:çavê dijminPalgeha piştrastiya heyina teEz ji teEz bi teEz, tu bi xwe me.
Ey çerxa feleka çarenûsêKu bi sedhezaran salPêşiyên me bi bawerê gera te bûnMe mîl û moriya di teDa rawestan niha
34
Di tenga xweMe dakişand ji nependiya esmananHostayê qadirê qederêo liber derê bêkariyê girêdaBes êdî bibe piştdayê bêdadiyêBes êdî bibe spartekaCeladên ku sitembaran dibirînin
liser navê "teqdîra îlahî"yê.
Ey "Çerxa felekê"!Me nedizanî kuTu bi xwe yîAstenga li ser devê riya me ya azadiyê.
Ez mêr im û mêrxas imEy kalepîrê
ku li ber tarîxa gerdûnî rûniştîsal bi salbûyer bi bûyerdinivisînedi deftera xwe de bi giştî.
Mequncife di kuncikê xweMesilike ji sîtemkaranMemelise libenda roja min a dahatûRastiyê mikur wereBinivîse.
Ez im ew mêrxasê kuBi Ksenofon da nivisandin
uyegera Dehhezaran"Ez im, HERîRî û cızîRîKu
li hember"Qale û Yeqûlû"
Bi zarê şîrîn ê kurmancîHespê têkoşîna niştimanîRakirin pêdarê.
Ezim,Ez kurd im.
Ez kurd im,Raporên analîzên xwînê
yên laboratiwaranBi polikek xerabûyî jî nake
li bazara meÛne bi mîxeke zengarîKu tê frotan li ser ereboka Eliyê keçelLi "Spehî bazarî"Li Diyarbekirê.
Ez kurd im,Belgeya kurdbûna min:
xwenasîxwezanîxwedîna min e.
Wekî dinJi minTiştekî nepên.
Ez mirov im! mirov!Ne girêdayê xwînê,
heseb û nesebirq û nîjad
3S
Ez mirov im! mirov!Mirov
divêserbest û azad.
Ku kurd azad biwanaEv zilm û sîtem û zordarîLi ser yên te bikirana
ey!lawê an keça"Qewmê necîb", "soylu ırk"Herwekî serwerên gelê teXezebê dihêrin bi serê me de
Minê bi te redi milê te de
xwe te bizaniyaÛ li dijî yên xwe
bitêkoşa ji bo dadiyê.
Ez mirov im! mirov!Çi bikim di xwîna min de heye
evîna azadiyê.
MILKÊ EVÎNÊ
Min milkekî heye li wê deverêSerkaniya evIn û geş-asoya xweziyanKarîna jiyana minBi rik jê dizê.
Milkekî diherike û têDastan e, ji xewnan vehonandîMilkekî difûre, belêGewlaz e, ji axîn û keserêKu hê ji "Qalûbela"Tarîx e li enî û
nûsîn e, li bextê me.
Milkekî ji navserên li Mûozir û AgirîSerejêrî Xaniqînê dibe.Gava Roj dibişire li MahabadêKerresî digermijin ji kêfaLi dolik û mesîlên di Efrînê,Li wan berwarên Çiyayê Kurda.
Min milkekî heye ku LêHer deq-qePerçeyek min
tête kuştindi berda
Û jêHer deq-qe perçeyek min
ji nû va dizê.
37
XEWNA DIYA ŞEHîDEKİ
Du par ji şevê çûbû, ew şevBenderih di xewnên kûr de.Masî nedilivîn di golêŞirıina çiravan westandîo gul û giyaKerr û lal.
Diyekê hilpetikî ji xewnêDeng lê çikandî,Qîrîn di gewriyê de fetisandî ma.Eşheda xwe anî bi çav û bicû.Li ser "pêxemberê axirê dewrê"Fatîhayek, sê "Qulhû Wellah"o şikevayek di riya Xwedê ...Kire gazî:Da rêwingiyê wê vê carê jîBi xweşî
bi ser debê.
Kizîn ji kezebê çû,Lûvand di ber xwe de:-"Rêwingiyê min li rê ye, vê şevêNizanim geloDê bigihîje menzîl û meqsedê?"
Du par ji şevê çûbû, ew şevDiyekê hilpetikî ji xewnêDayikek xewnek dîtibûÇi xewn bû ew, belê? ..
XEWNA JINA ŞEHîDEKÎ
Jinekê,Wek hejyana çiyayekîHejiya di nivînê,Ji ber wê xewna dîtÎ.Rabû ser xwe, ku li çokên xwe xeFedî kir ji xezûr û xesiyê.Jinekê, ku diya çend ber zarûkanGot, di ber xwe de:-"Hey la li min dêranê! ma jinebî mam?" Bûm diya sêwiyan, wey Xwedê neke."Û li xwe fekirîKerr lûvand û bi kelegirîGot:-"Hey geşahiya di çavên min deMa nema hun bibirisin ji niha pê va?Ma hunê ji kê re biçirisin,Bişirînên min ên di dev û lêva?Bîbikên min ên ku dîtineTenya bihara bîst, bîst û yekêÛ biskên min ên şînbozKu di nav serê min de ji niha vaJi Nûhê di nav Cizîrê gelek pîITirGelekî derdkêştir û westandî:Tirsa min ewe,Ku dabin vemanin çira hewe. "
Wehe got Û kir, jinek ji jinênKu rêdipanLi riya çûnehatê bûRêwingiyê wan.
39
4°
rtN WE0YÊN ME
Hevdû nedinasîn rûbirûBêî ku neyaniyek şexsî jî hebeYên we û yên me di neqebek deBi serî li hevdû qelibîn.
Heyfherdû alî jî terr û ciwanJiyanek dûrûdrêj ber bi pêşerojLi ber wan hebûKuWe bihêla.
Yên we pergal parêzên bi meaşPeıgala ku ji tariya korahiya mirovînMafiıenasî û sitemêLi serê me
kiribû bela.
Yên me wekhevîxwazên miftîbelaş
Li pey serê hev digerîn ji xweLi hev teqandin, li hevdû xistinBi fermana generalYên we bûn şehîdÛ yên me kuştî.
Heyf! Gelek heyflJi meaşên xwe bûn şehîdên weJi çekên xwe bûn yên me yên kuştîYên we bi ayîn û merasim hatin veşartinYên me wek tov ketin erdê, neşûştÎ.
DE BIVÊN HUN Çı DIVÊN
-ji zarOkên şehtdan re-
Hun çi dixwazin zarûkno!Hun çi dixwazin ji min, bidme weLêMin tişt nînin, mixabinKuJi mizdana bavê şêrîntirÛxweştir bin
ji hezkirina dayikê.
We bihîstDe bivên hun çi divên!
Ku we têr nekinTiştinê minLi xweşa we ku neçin,
herwekî:Bi qasî şîraniya di awirdanên bavêBi qasî nêzîkiya di pevçûna dayikêLi min megirin,Bibûrin li min,Ne ji ber timahiya min eÛ ne jî ji ber çiknosiya ji heyînê.Bibûrin li min zarûkno!Bidin xatirê dê w bavê xweKu b' xwîna xwe nivîsîn dastana têkoşînê.
De bivên hun çi divênEz bi heyranDe bivên.
ÇIMA WE WEHA KIR?
Mîna yên we, efendîno!Zarûkên me jî ~m dikirinVeşanokê bilîzinÛLi şekir bi şîranî bimijin
Ew jî dikarin helbetFirindeyên kaxizîn ên belekberfınBifirînin li ber perê esmênWisa ku dilê mezinanLi bûrî bibijînin.
Heyf hilanînê, efendîno!We li wan şîrîntir kir, mixabinNiha berê namlûya kînê dane weBirûskên neyartiyê liwe dirêjin
Çima we weha kir efendînoÇima we wa' kir?Ma leyistok biriyabûn di dinêWe fikra wan likuştinê xera kir
sTÊRK ÛxîÇIK
Bîst milyon stêrk liesmanBîst milyon xîçik li kersaxa çemNe tên rokirin, ne tên birandinNe tên tewandin, bi tu fermanî
Bi mêrxasî dastana xwe diho ninÇi li zindanê, çi li serê çiya.
43
BI TÊKOşîN E, EV MÊJÛ HELBET
Milkekî diherike ji Mûnzir û AgirîTa be Silêmanî tarîx û jîn e.Dastanek hildibe li bilindayîJi kûrahiya xwe bi têkoşîn e.
Bi têkoşîn e, ev mêjû helbetNebû cî û war ji tu kesî reYên xwestin ji destê me b' wrê derxinDestvala zivirîn li ser şopa xwe
Ev mêjûWê têkoşînêBidomîne helbet.
XAÇERÊ
Rê dikişî, dihat ji Hindê ÇînêRê bi kaş û hevraz, rast Û serejêrKarwanê hevrîşm û biharatê bûnKu text welgerandin, tacan berejêr.
Ma doza Iskender çi bû li Dara,Mebesta Cengiz û Tîmûr ma çi bû?Ku ne talan û tajan bû geloXalid ibnî Welîd çima hatibû?
Rê dikişin diçin çar alyê dinêPetrol û hesin û kromê dibinLi gerewê kuştin, dilî û zindanKu nejdî û rêbir li me dizvêrin.
45
DILEKî
Dilekî d' mazmazka pêş-Asyayê deDilekî çarkerî, bi xwînê der e.Pîrhevok tevna xwe lê rapêçayeDest kirye tînikê jê venagere.
Ew dil e, dilekî mîna dilan eLi rexkî Elîşêr, li rexkî RêberAlîkî Beko ye, strî di gulêAlîkî Memo ye; dilsoj, bêxeber.
Milkekî d' navoka pêş-Asyayê deMîna xewnên şevan pendî-nependîLi riya azadî bêdeng û bêhisElîşêr tên kuştin, lê b' serbilindî.
BI TENÊ EW DIZANIN
Bi tenêPeriyên çavkaniyên Dîcle w FiratêZanin dastana me bistrên.Serpêhatiya me bêjinJi Bavê tar"ıxêşarezatir.
Periyê çavkaniyên Dîcle w FiratêMa bera qey perî ne!? ..Çavên wan ji terazinê AraratêKu bi kerem biharê difUrineDi gêdûka zivistananLi jiyana me.
Me xwe spart wanWan bext dane meTenê ew li me xayîn negeıyanNe, em dan destê ceUadNe, laşê me hiştin li ber keftarao rûreşiya
mezinahiya bi înkara meLi xwe nekirin.
47
Em jî ne qelse mêr bûn ha!Me,
jinemêrji xwîna xwe ya sorgevez
Gewlaz bi gewlaz gULafirandÛdanîBer tacaWan
Navê yekê Serbestî yeBejna wê zirav e, ji şaxa takrihanêNavê ya dî Serxwebûn eLamên di hinarîkanSorgul in di berfa wzanên ŞerefdînaDi nîveka zivistanê.Gava têkoşerên ronahiyê dikevin govendêEw di milê wan deDikişînin serê dîlanê.
DILÊ MIN
Dilê min deıyayek bê ser û bê binBêriyê hildike, xemê dijeneŞev lê geriyaye mîna Pisê QesGêdûk û zeber in, lê balimçe ne.
Dilopek ji kanya xweziyê divêLêvên min î ziwa û çikçikandÎEy ewrê barana xweziyê wereHênik ke vî dilê dojeh lê çandî.
49
50
s~TîRÊJ
Tîrêj dadihatin ji esmanLi ser baskên periyên Dîde w FiratêMin sisiya jê fesiland.
Sê tîrêj, sê kevokên çîk spîSê şêrên berxwedan û hedarêSê şêr derî bi derî geriyanDerî bi derîDiçûn tewafa çavên zarûkanÇavên wan ên geş ji liba tirî.
Zarûk kuDeng,Hêvî,Pêşerojo çirayên me yên veketîDi taristanan
Sê şêr peya bûn vê sibêSê şêr derî bi derî geriyanSê şêr derî bi derîLi Diyarbekirê.
Li Diyarbekirê taxa ŞeqlawaLi Diyarbekirê taxa EfrînêLi Diyarbekirê taxa PawehêLi DiyarbekirêDiyarbekirî.
Gul di hinarîkan de sorexazîRoj di bîbikan de dilopa hingivDi neynika riyê wî yê hirîWijdanê netewayek:Ji kefa avê paqijtirÇîkspî diçilwilî.Siwarê hespekî belekberflnŞêx Seîd bi zarûkan şa dibûJi devê milyonan radmîsa eniya wanXweziya xweBi zarûtiya wan dianîÛ misêwaMîna qerenfila di gulanaSor dibûGeş dibûDibişirî.
Ji eylo dûrbêna difesilandJi piling lexgîrtirJi kewê sivikSeyd Rîza dersên bizavê didaBi destên xwe yên pîroz û nazik.
Çetik di mil de derî bi derîşêrekî alfabe dida zarûkanDiyariya Rojê; ronahî, ramanPêşewa yê min Qazî MuhemedZanînê belav dikir.
Si
Digot:"N abe, bi vî awayî nabeZarûkên meDê çawa bijîn bê alfabe?
Dê çawa bijî berxwedarîDê çawa bijî serfiraz-jiyanMirov ku bi zimanê xwe ne xwenda be.»
Hêwirîn zarûk li Deriyê ÇiyêHerikîn zarûk ji çar kenarîLi ciyê Şêx Seîd şehîd ketibûTîrêja Çarçirayê milmilandinStrana çar stêrkan gêran b' xweziyê
LI XWE DANÎN
Di şerê serfiraz-jiyana xwe deEm natin şikestin bi destê dijminBirayên me li me xayin geriyanJi pişt ve bi dijmin em dane kuştin.
54
RASTERAST
Bi stran û bi dîlan wer dîwanê rasterastEw in biwta mayin û jiyanê rasterast
Li benda te rê dipêm ku du mijûlî bikinBi rêkûpêk bi edeb bi erkanê rasterast
Periyên Dîde w Firat rastûçep reqsê dikinWılo divê reqsa wan ne b' vê manê rasterast:
Ku em jî fetl û çiva bidin ber xwe, negihênTu armanc û qûnax Û tu ramanê rasterast
Ku em xwe wekhevê hev bibînin û dest pê kinDê nemîne tu asteng li meydanê rasterast
Ne tenha gul û beybûn an sosin û binefşeDivê her gul, gulçîçek libûstanê rasterast
Bişên bijîn û vebin, bê xeter Û serfirazMebest ev in ji jîoa li cîhanê rasterast
nîSA
Stêrkek şemitî dîsaStêrkek şemîtî heywaxMirin çavên te birijinMala te bimîne kambax.
ss
56
MIXABIN MIHEMED ELt
-ji Mihemed Eliyêmuuib re-
Mixabin Mihemed Elî,Wekî ku tu zînê xwe li bizinê kî;Tu bi lez mirî, û çûy ji nav meBêy ku tu me hînî zirnê kî.
Li dengê zirna te ya zer;Kal ûxon,Mêr û jin,Bajarek dihêwirî seranserGava kuLi dengê şêx çend s06,Li dengê axê çend xulam,Li dengê siyasiyan çend riwalBi erêna xwe dikişandin.
Xwe ne diêşandinNedihatin li dengê min, ku:Mirîşk çav bi lext,Ker çav bi giya,Se çav bi hestîo yar
çav bi diyariya neketadi destê min.
Ev çi mezinahî bû bi te re?Ev çi jîrîtî bû, çi şarezayî?Em nikarin du kesan bînin cem hevTe bajarek digihand hev bi hêsayî.
Ka bêje Mihemed Elî,Tu bi helawa çarşiyê û nanê firnê kî!Malmîrato ma ne şerm bû tu mirî?Bêy ku tu me jî hînî zirnê kî.
57
MAIACIBO
"Mala Cıbo di zimê de ji hevlldu fam dikin.'
Gotıne~ ge/êri
Mala Cibo ji hevdûDi zirnê de fam dikirin,Serwext dibûn ji libtaÇav û bicû.
Em di ber hevûdu de qerimîn êdî.Ev çendî zeman,Ev çendî sal bi devkî û nivîskîLê havilkar in, ku hevûdu serwext bikinLê mixabin em;-Ez û tu-
Ne ji gotina fesîho ne jî ji beyana belîxFam dikin ji hevûdu.
Xuyan e, em ne ji Mala Cibo ne:Mala Cibo zirnevan bûn,Mala Cibo sergiha,Mala Cibo însan bûn.
TIRKÎN JI DILÊ MIN
Tirkîn ji dilê min çû, dîsaRawestî hilma min bi kêlîkekGiraniyek venişt li ser dilê minGuhê min bi xewtLi ringîna derîÇingîna telefonêMeazellahGuhê min li ser hisa.
Ev çi bela ye, ku tê gerîmQeder e, an bext e, nizanimSaetek şêst deqe ye, lê tuDi her salîseyê de li bîra minÛ di her salîseyê de bi awakî diHişê min, fikra min li hev dixîJiyanê li ber min dikî cehennem.
Guhê min bi ser te de xwarkirîBi xewt digere zembereka dilHa te dî qurifi, şikî, rawestîJi tirsa bihîstina nûçeyek nexweşHa te dî ji tirsa tirsê rojekêSekinî û bû glokek hestÎ.Tê bibêjî gelo?"0 1"x-xweş ....
Nizanim.Tê çi bêjî, tu zanÎ. Lê,Tirkîn ji dilê min çû, dîsaÛ meazellahGuhê min li ser hisa.
59
60
HEZAR ÛYEK
Ji bona ji te hezkirinêSedemek tiq ûtenê,Lê hezar û yek heneJi bona nehezkirinê.Ew yek,Girantir davêje di mêzîna dilJi hezar û yekê dinê.
Gelo teraziya dilê minNe li saz e? An jîEqlê min hêsîr e, ji pejnan ra.LewraNe maqûl e, kuHezar û yek siviktir bin ji yekê,Ûyek ji hezar û yekê bêtir.
DE WERE HA!
Axlêfe jî hat, bihurî û çûRewa ket hewayê, avê û axêŞîrika jiyan û hezkirinêHilkişî li darê, ta serê şaxêRê dipêm, rê dipêm, rê dipêm heywax!Ne ji te nûçeyek, mizgîniyek hê ...
Keledoj, keledojeh e, dilê minDi perengên hesreta te deKu biketa navê Roja TebaxêDê bihelyaEwê bibiwa barana dojehvereşo bibariya bi ser me de.
Lê nizanim, heyret!
Dilê min hêtûn e, ji evîna teDilê te zemherîr e, zeber e, gêdûkDilê te deryaya qeşemê,Çi deryayek sar, qerisî, tezî,Ji evînê bêhay,Ne damar dijene, ne reh lêdixe.Di tanga min de, dilê te;Hişk û tevizÎ.
61
61
XwezÎ. ..Ax xwezî ne wisa ba!
Axlêfe jî hat, bihurî û çûRewa ket hewayê, avê û axêHewa hênik,Av şîregermî,Ax hêşîn ...Düê min li benda rewaya xwe yeBi kelebîn ...
De were ha!De were zûHê ku jîn nefirî û ji dest neçû.
BIHAR E, ÊDî! ...
Bihar e, êdî bihar e, Roza!Gupik bi gupik in, gulî lidarê.Balinde di çerxa dîlanê de,Serxweş in bi evîna biharê.
Şirrîna avê ye, dişirşireDi devê mesîlê, li qûntarê.Ji zinarên hişkên di gelîXwê dide av, bi çiranek tê xwarê.
Spiyê d' gevez, ji hinar"ıkên teKulîlkên li gulyên dara behîvêMin ji min dikşîne bal te ve dibeMizgîna nexuyan j' meha adarê.
Bihar e, êdî bihar e, Roza!Destê keremê ber bi cihanê.Destê min vekirî, başkurl te yeDestê te y' keremê li ku ma, kanê?
MEYILDAIÛ
Li devê newalê bilbilekLi ser şaxeke gulê berdesû sibêStra û stra Û straGul çi kir, nizanim ...Lê ji gundê meNe kes pê hesiyaÛ ne jî kesLi cendekê wî geriya
Bi "selatun xeynın el-mînen newm"Ya banga melê gundHacî Miheme, soft Smaîl û xalê MîrzoHêdî hêdî rabûn li êlamê çûn.Ji xwe kes tune bû ku wan bigire di nav nivînanHim kalemêr û hin jê jî bî bûn.
Em gişt rakirin ji xewa şîrîn,Ji nav nivînên me yên germÛ ji paşilênStiyên me yên "Rabîayên Bedewî"Kereke kertik-qetayî, li bêdera jêrînBi zîtik û zirîn.
Meyla her yekî bi awakîKula her kesî cihê:Guhê hinan li melêYê hinan?!. ..AxIeb, yê hinan likerê.
Lê, bilbil?!. ..Kî hay jê.
ZÛTIR
-ji Mıhemed Şikıimê rehmed re-
Mala te ava, riyê te sipîKu tu miô û çûyBihneke xweş vedan mal û zarûDi pey te deBi xwe ve hatin zû.
Hîç xewta te bilaNe li ser wan beFirêqet razê di gorê daFirêqet razê heta te bivê
îro rastî xanima te hatimMin ew nenasî, maşelah!Bîst sal ciwantir bûbû bi rastîo porê reş îji miyê di bizinêBûbû hevrîşimê kej li serçav û rû.
Ber keçan mekeve, şabaş ji xwedê reKu bibînî tê nenasî muheqeqTê bêjî qey ji Hollywoodê hatineo ketine pavyonêVan delalên çavbelek
Bo çi te vê qenciyêZûtir bi wan nekir ez benî?Zûtir nemirî, neçûy daEw zûtir bigihana vê xweziyê
65
66
XAÇ
Li ser pişta îsa MesîhXaç, îşkence û azar û nimaya mirinêEw çend giran e, ku bê alîkarî û bê zor û zerpêMerivek bi tenê serî dernaxeDi binê barê wî deBi hilgininê
Xiftan û kulahê seydayê keşeJi hevrîşimê xalis, bi gulên xaçînXaçên lê, ji zîv û zêr kişandî.Wisa ku dilê zêrîngera lê dibije
Anjel, cîrana min, maşella!Dilopa hingiv û takrihana têr-avDi gerdenê de xaçek zêrînQaşeke yaqût di nav.
Heryek bi awakî xaçê xweHildigire, digerîne.Ji bo hina azar û îşkenceJi bo hina xeml û rûmet.
DîLBERA KELEŞ
Bedewî çilmisî l' ber pêlên zemanLê şabaş! di dêlvê jîrîtî geş bûDîlbera ku di wextê de keleş bûGula geş e, li baxê aqilmendan
68
YÊN MAYÎN
Pergala me peşkilî em pergende manHin rûreş, hin dilku1, hin şermende manJi wê bobelatê yên nexesirînQeşmer û teredîn û gewende man.
EVÎN ÛHÊVÎ
Serkêşê çerxa jiyanê; evîn destmal e, di destHêvî menal e, li hember xewt Ûxeter ku neyarMin ji sitranan çelengek l' enya dildara xwe bestLi asoyê pêşerojê yar dipê û hêvîdar
Çenbera derd û bela, kerb û keser, û hesretêHer li kar e; teng bike, rake ji ber me firsetêT acîdara hêviyê bişkoja işqa dewletêGij dike ji milkê Mafnas ser Sîtemê bi hawar
70
BEREVAJİ FIKIRİN
Ku keran li nik kerangirênedana
Ûseyan nekirina nitirvan,Seyan bihewandina di axurêÛkeran berdana dervaKêfhê dibû kêfa guran.
Ku keran li ba keran girênedanaEllahû-alemNe hinî zîtika dibûn ji hevNe hînî kerîtiyê.Kî zane belkî jî piçekBibûna meriv
JE:PmrE
Kesî nekarî me bîne cem hevMe li hev bihêwirîneJi bilî def û zirnêÛdûdûka başçawîş
71
NASNAME
Nasnameya min di devê min deDerya min a fikr û tesewirêHişê min jê hêzê distîneBilindî û kûrî pêTeşe didin pêlên fikrê.
Nasnameya min di devê min deDayina dê û bavê minNe pasapon e ku bê çirandinNe kaxiz e ku tu bavêjîNasnameya min di devê min deKes nikare bistîne ji min
Zimanê min î şîrîn û nazikZimanê min î çoris û tûjNasnameya kesîtiya minNerm e geh, geh bi girrik
Nasnameya min di devê min deZimanê min î bav û kalan.
CEJNA DEVEYAN
Cejna devan e, îroŞahiyanek bêhempaRastkirine li berwarên QerejdaxêLi nêzîkê deşta Gewra
DeveBi gez û lotikanŞênahîke wisa li dinê rast kirinDilşadiyê fûrandin ber perê esmanBextê xweJi kul û keseran xelas kirin.
Cejna devan e, îroFilitîn ji rêberiya kerê kulek.Divê pîroz kinDivê pîroz kin helbetLutfû kerem û mezinahiyaRêberê xwe yê nû
kerê belek.
73
74
EVDILCEBAR
Xwedê mezin e, Evdilcebar!Dilê xwe bi halê xwe meşewitîneTenêhî ariziyê bi Xwedê ye,Lê tu ji tenêhiya xwe re bişêkirîne.
Ka bla havîn bê, Evdilcebar!Ka şixrê bikşîneKa gêlê bike, malava!Ka genimê sorgulî ji kayê veqetîneDê mele bê hafa te helbetDê şêx bê îrşadê bi îznillahŞanê axê wê li te bipirseHa! ji bîr mekePara onbaşî jî hilîne, Evdilcebar!Bivê nevê ji salê carekWê riya te bi qereqolê bixîne.
Xwedê mezin e, Evdilcebar!Mebêje "bêkes û bênas im"Ji tenêhiya xwe ya niha megazinîne.
EV Çı ŞEV E, GELO?
Ev çi şev e, gelo? Bi vî tebayîEv çi şev e, ku dawînî LênayêHingî dikudînim dirêjtir dibeHingî ku diçe tarî dike gurrayî
Çavên min nabînin, tu dibêy?An nafesilînim pêşiya xwe? ...Na! ne wisa ye bi rastîKu çavên min westiya binKêm bûbe tê de ronahîLê ev çi ye ku dineqînimBozî ji gewrî, cûnî j' reşayî
Hingî ku diçe tarîtir dibeHingî dibûre gurr dibe tarîDivê ku niha şefeq bidayaJi êvarê vê de çend sedsal bûrî.
75
WlJDAN£ BEG-EFENDî
Xatiya Nûrê ji kerema xweGava tu herî ber ava roBo potûpenalan qesarkirinêWijdanê beg-efendî jîBi xwe re bibî.
Wijdanê beg-efendiyê haKes nizane liku gemarî biye?Li doşedera dikana komircî Miho,An di seleba daşirên Cami-ul-kebîr?Teniya danekî ku b' heft qalibêSabûna Helebê nayê pak kirinDîsa jî li berê pakîpaqij e.
Xatiya N ûrê xatirê XwedêGava tê pota bibî qesarêWijdanê beg-efendî jî bi xwe reTu bibîMa çi dibe?
ıruıffiJINA XWE
Di civata me de ciyê wîNe li seriya civatê bûÛne jî li ber şekalan
Ne tazî bû, ne birçî bû, ne bêrûmetDi civata me de ewBi qasî giringiya xweXwedî siyanet.
Bi rêwîtî çû deverekêRom bû, Konstantîniye bû? Nizanim.Şam bû, Bexda bû, Tehran bûAnkara bû? An ciyekî dinEz nizanimÛ rawî jî salixê wî ciyê nadin.
Kursîkî kişandin binîÛxeftanekî Lêkirin.Di medisek xas de tiştek gotinêKu pê nıhêwîJi yê me cihê kirin.
~dî, me jî wî navêLê,Gava Lêdibe pêsîrtengîKurê jina xweTê xwe davêje bextê bavê.
77
YÊN BERXWEKETİ
Li kumê xwe xebitîn beıxweketîDa ku liserê xwe bigirinDi tozûtelazê de nexuya manSerî ji wan stendin yên bêfedî..
DIVÊ EM RAKIN VAN KELEHAN
Destên min dirêjî ber bi teDilê xwe dirêjî dilê min bikeEm rûbirû ber bi hevdû veBistrên stranên jiyana şîrînJiyana me bla legel hevPêkve bifûre bi şadimanîTêkve biçilmise ji kesera hev
Kê van keleha kêşa nava meNe nîjad e, ne dîn, ne ziman e,Ne rengê ten e, sedemê bingehKê şolî kir serê kaniyêJehravê berda serê riya me.
Divê em rakin van kelehanJi navbera xwe bimalinDivê zelal be serê kaniyêKu stran li jiyanê belav binDivê ku hestê me mil bidine hev
79
80
DI KUNCIKÊ B£RIYÊ DE
Di kuncikê bêriyê de tenê,Rûniştiyê ser postê xema meEw bextê bi reş çima dereng maBihata û mizgîniyê bida me
XEBERPAYlN
Ji Mala Cibo dengek derneketNizanim zirna xwe pê çikirinMala Ciba ewçend jîr bûn kuDi zirnê de ji hevdû £emdikirin.
81
~EŞANÊN NÛDEMÊ
.. B1NGE~N GRAMERA KURr»AANCT • celadet Bedir-Xan / Gramer
.. o£ Û D£MARl • E&îdê Xudo / Roman
.. KESKESOR. NQred"ın zaza / Çîrok
.. DI FOLKLORA KURoT DE SERDESTIYEKE JNAN • Rohat / Lêkorın
.. ı-tz Û BEDEWIYA~Nûs£ • Mehmed Uzun / Essay (Ceribandiı)
.. MlRzA MEHEME • Medeni Ferho / Roman
.. MıLK£ E\IfN£. Rojen Barnas / Siîr
.. BıvANf • Albert Camus Werger: Fawaz Hesên / Roman
.. SEV£N sPT • Dostoyevski Werger: Firat Ceweri / Roman
.. MISK Û MIROV • John Steimeck Werger: F"wat Ceweri / Roman
.. BEXCEY£ \1SNE • Çexov Werger: F"arat Ceweri / Piyes
.. U BOOA GODOT. Samuel Beckett Werger: Fi'at Ceweri /Piyes
.. GOT1N£NNAVDARANAmadekar: F"ırat Ceweri / Aforisma
.. G1Rı1• F"ırat Ceweri / Çîrok
(+ KEVOKA SPf • F"ırat Ceweri / Ç'rok
Ey xezebên ji esmênVegerin li lîsên xweEy hejyana zêrzemînBi edebRaweste l' ser dûvikê.
Bi min re nekevin rikê!
Yê min berberiya li çarenûsêKu ji min nehatiye pirsîn.Yê min têkoşîna heyînêKu hebûna min tê fe tisîndi bedena min açend hezar-sal kevnar û qedîmebed û ezeL.
"LayemûtLayezel"Ez im, ezEy Ehremenê bêdadiyê!